Şablona
demên salê li cografyaya Kurdistanê hergav wekî xwe namîne. Rast e, sal
dazdeh meh in, demên salê çar in û her demsal jî ji sê mehan pêktêt. Li
goreyî vê rêzê, sibat meha dawîyê ya zivistanê ye, belêm eve li ber iklîmê
Kurdistanê pare nake! Zivistan li bahra mezin ya Kurdistanê heta serê Nîsanê
jî xwe nazdar dike! Lewma sibat meheke xwerû spî ye li pişkeke mezin û
fireh ya Kurdistanê. Befreke giran dibare bi taybetî di sentrala Kurdistanê
da. Befr jîyanê gelek asê dike, adeta dest û pêyan girêdide. Lê belê,
xelk qet ji vê ”asêtîyê” ne aciz e, berevajî, bi timamî razî ye. Bo
wan befr xêr û bêr e. Befr kana xwûna spî ya jîyana xelkê Kurdistanê ye.
Boşahîya çem û robar, av û deravên Kurdistanê ji ber vê befra giran
e. Oksîjena mişt û tîr ya atmosfera esmanê Kurdistanê ji vê perdeya sîsespî
ya zivistanê têt. Sibata ku bi befra xwe ya giran reng û rûyê Kurdistanê
spî neke, bejn û bala xwezayê ne xemilîne, ne bihadar e. Xelk di befra sibatê
da pîrozîyekê dibîne. Belkî jî ji ber bawerîya qedîm ya ”befra giran
ya dûmahîkê ye” têt! Heke biharên Kurdistanê rengareng bin, şîn û
bi ber bin, bi bêhna bijûn jîndar bin, ji ber befra giran ya zivistanê û bi
taybetî jî ya dûmahîka zivistanê, anjî ya sibatê, dibin.
Ev
rûyê madalyona befra sibatê xêr e, bereket e. Belêm rûyê dî yê
madalyona befra sibatê jî gelek tirsbar e. Ji ber ku ber bi dawîya demsala
zivistanê ve, li milekê befr hêza xwe ya dûmahîkê bi kar tîne, giran
dibare, lê li milê dî jî ew erdê ku di destpêka zivistanê da qerisî, hêdî
hêdî digermixe, vedilive û adeta ji binî ve hazirîya vejîna biharê dike.
Lewma, befr û erd xwe ji hevdu sist dikin. Aşût û renîyên giran û
tirsbar di sibatê da xwe ji ser û gupikên çiya û bilindahîyan berdidin û
mixabin gelek caran xusarên mal û canî didin. Eve rûyê ”teror”a befra
sibatê ye! Terora befra sibatê, digel ku tirsbar e, xusareke mezin dide, lê
hatina wê tête zanîn û ji bo xelkê ne ”surprîz” e! Digel vê serwextîyê
jî, xelk wekî herdem xemsar e û tedbîran wernagire û gava ku aşût û
renîyên befra sibatê radibin, reveke trajîk jî dest pê dike û gelek caran
jî ev reve sehneyên trajîkomîk jî tîne meydanê. Demê terora befra sibatê,
demekî vebirîye û hersal, her sibatê, sivik be giran be befr wekî xêlîya
bûkekê xwe berdide ser û rûyê xwezaya welatî. Xelk gava befra giran barî
dizane ku eve potansiyela terora xwezayî ye. Bedelên giran dide, lê çu cara
nifrîna li befrê nake, li sibatê nake, tam berevajîya wê, xwe bi xêr û
bereketa befrê xwudan şans dibîne û minetdarîya xwe diyar dike. Dizane
ku xemla biharê, bereketa çandin û şînahîya bihar û havînê, têravîya
ax û erdê welatî ji wê perdeya sîsespî ya xwezayî têtin.
Her meheke salê şahida gelek serpêhatîyên Kurdan e. Çu meh nînin ku bûyerek baş nebaş ya bi serê Kurdan hatî lê neête bîrînan. Gelek meh hene ku hejmareke zêde bûyer û serpêhatî lê qewimîne. Sibat jî yêk ji wan mehan e. Ji xwe sibata ev sale, her di destpêkê da Kurd hejandin. Dereceya vê hejyanê ji ya zelzeleyeke erdî cudatir, lê girantir bû. Vê hejyanê hem dil sotin, hem jî dil kirin yêk. Terorê rûyê xwe yê sar di vê meha sar û befrîn da nîşan da. Lê eve ne teroreke xwezayî bû, ku xelk nifrîna lê neke! Eve teroreke plankirî bû û demê wê jî xuya ye ku gelek bi zanahî hatibû vebirîn. Gerçî pêjna wê ji mêj ve bû, dihate bihîstin, lê mixabin ku kesê hizra roj û seeta wê nedikir. -Li vê derê divêt kêmasî, şaşî û ihmala îdareya asayişa Kurdistanê bête gotin. Ji ber ku dewletên cîran, bi taybetî berpirsiyarên leşkerî yên dewleta Tirkîyeyê, bi dengekî bilind behsê eksporta terorê dikirin. Divîyabû ku desthilata polîtîk û îdarî û hêzên asayişê tedbîrên gelek micid wergirtiban. Ji bo vê ihmalê divêt li çu mazereta jî neête geryan! Duserîya heyî keysekî mezin dide provakator, terorîst û arêşekeran ku van kiryaran bikin û bidomînin!- Ma xelkê sade da ji kî derê bizane ku ev terore dê tam di serê sibatê da xwûna mirovan di reyên xwe da biqerisîne û xusareke gelek giran ya canî bide... Ji ber hindê jî nifrîn û neleta herî mezin li vê terorê hate kirin…
Vê terorê, yêkê sibatê li danê spêdê dengveda. Terorê vê carê cihekî wisa hilbijartibû ku dengvedana wê wekî pêlên okyanûsekê bilind û fireh bûn. Terorê xwe gihandibû Hewlêra ku fonksiyona dil û mejîyî pêktîne ji bo Kurdistana Başûr. Hewlêr ji 92ê were bibû sentrala organên jîyanî ya xwe bi xwe îdarekirina Kurdistana Başûr. Ji xwe piştî ketina rejima Seddam û rizgarbûna Iraqê, bajêrên dî yên Kurdistana Başûr jî, Xaniqîn, Mûsil û Kerkûk, rizgar bibûn û azadîya Kurdistanê gihiştibû tixûbên xwe yên rastîn. Vê rewşa nû rol û giringiya Hewlêrê mezintir kiribû û herweha şertên fermîyeta avabûna dewleta Kurdistana Başûr jî di meydana ”reelpolîtîk”a navneteweyî da gihandibûn. Li parçeyekê jî be, ”Muhayyel Kurdistan” dibû ”Muheqqeq Kurdistan”! Xewn û xiyala Kurdan, dibû rastî! Vê rastîyê, planên cîranên ku di xewnên xwe da ”mirina Kurdan” didîtin, serûbin kir. Çarneçar tiştek mabû di destên wan xêrnexwazan da, ew jî bi kar înana terorê bû. Her ji serî pêve du tişt bo xwe kirin armanc; ”heke mumkun be têkbirina vê ’dewleta Kurdan’, heke eve nebe, hetta mumkun be tixûbên wê teng bikin”! Gerçî heta nihe jî ev der û dore, bi taybetî dewleta Tirkîyeyê, operasyonên xwe yên ”antî Kurd” û ”antî Kurdistan”îtîyê, bi van herdu armancên xwe paralel di rê dibin, lê bi berxwedana Kurdan ew jî gihiştine wê bawerîyê ku ji halê rakirina dewleta Kurdistanê êdî ne mumkun e, lewma xwe li operasyonên tengkirina tixûban tûj kirine. Ev terorên dem bi dem têne organîze kirin li goreyî vê konsepta wan ya ”tengkirina tixûbên Kurdistanê di nav tixûbên Iraqê da” pêktên. Di serî da Tirkîye û paşê jî Iran û Sûrîye, naxwazin ku bi taybetî Kerkûk û herweha Mûsil û Xaniqîn, ku ev bajêre ji alîyê petrolê ve kanên sereke û zengîn in, bikevin nav tixûbên îdareya Kurdistana Başûr, anjî wekî ew dibêjin, ”îdareya Kurdên bakura Iraqê”!.
Piştî
hilweşîna rejima Seddam ya 9ê Nîsana 2003ê bi taybetî di navçeyên
Erebên sunî da, ku bingehê Baasîzma Seddam e, kiryarên terorî têne kirin
û terora li Bexda û dorberê da jî ji vê derê tête organîze kirin, ku
Amerîkayê hêj jî nikarîye dawîya vê terora îslamîst û Beasîst bîne.
Cihê ku asayiş û ewlehî lê, Kurdistana Başûr bû û vê tenahîyê
xewa Tirkîye, Iran, Sûrîyeyê û destekdarên wan direvand. Lewma jî, bi
taybetî Tirkîyeyê bi destê Tirkmenên Kerkûkê, rewş bi timamî terorîze
kir. Iranê destekeke mezin da grûbên îslamîst û Sûrîyeyê jî
hevkariyeke xurt da Beasîstên sunî ku operasyonên terorîstî bêne kirin.
Armanca hersê dewletan jî yêk bû; dewleta Kurdistanê destabîlîze bikin,
cografyaya di bin ”îdareya Kurdan” da, têkbidin, ajawe û arêşeyê
derêxin ku di bîr û rehîya cîhanê da resmê ewle, tena û bi asayiş yê
Kurdistanê bête negatîv kirin. Li paş terora 1ê Sibatê ya li Hewlêrê,
di nav tixûbên rojhilatanavîn da, yêkdestîyeke organîze ya navdewletî
heye. Muştereka asgarî ya vê yêkdestîya navdewletî jî ”antî
Kurdistan” e! Tiştê ku Tirkîye, Iran, Sûrîye û yên ”nepenî” tîne
nik hev bi kêmasî ev armanca ”antî Kurdistan”îtî ye. Kiryara Hewlêrê
ji alîyê cih û mirovan ve gelek bi kûrahî hatîye spesîfîze kirin û
operasyoneke berfireh û xurt hatîye organîze kirin û hatîye bi cih înan ku
encamên wê tesîreke gelek mezin û hejîner bide, ku di ber û pişt û
ser û binên bizava xelkê Kurd da hilweşînekê pêkbîne. Dem gelek bi
zanahî hatîye hilbijartin; cejna gorîyê ya îslamî. Piranîya xelkê Kurd
musulman in û organîzatoran baş dizanî ku dê seramonî û rîtûelên dînî
bêne kirin û xelk û rêvebirên polîtîk û îdarî dê li cihên fireh kom
bin û cejna hevdu pîroz bikin. Operasyon bi profesyonelî hatîye amade kirin
ku di ofîsên du partîyên desthilatdar, PDK û YNKê da, di midehê pênc an
deh deqîqeyan da li dûv hev, terorîstan bombe li ser xwe peqandin. Di encam
da hejmarek bilind ya ji kadroyên lîderîya van rêxistinan, wezîran, rêvebirên
îdarî û ji xelkê sade, ji seda zêdetir Kurd hatin kuştin. Polîtîker
û ronakbîrên navdar yên wekî Samî Ebdurehman, Şewket Şêxêzdîn,
Mehdî Xoşnav, Şaxewan Ebbasî, Xusro Şêre û gelekên dî, ku
di roja evro da hewcehîyeke mezin bi wan hebû, hatin şehît kirin.
Hejmareke bilind jî birîndar bûn, ku yêk ji wan jî Ednan Muftî bû. Kesên
ku li ser xwe bombe peqandin, mexsed û merema organîzatorên terorê bi cih înan.
Ew kes bi ihtimaleke mezin belkî jî Kurd bûn. Etnîk orîjîna wan qet ne
giring e. Lê xizmeta enîya “antî Kurdistan”îyê kirin û mesaja vê enîya
şer, ajawe û arêşeyê bi kuştina dehan kesên bijare yên xelkê
Kurd, dan. Mesaja wan wekî nameyeke vekirî bû bo Kurdan: ”Em nahêlin
dewleteke bi navê Kurdistanê ava bibe”!. Gerçî ev enîya şer, eve serê
sedan salan e ku vê mesajê didin û bi mesajê jî namînin, li parçeyên
Kurdistanê yên dî jî adeta gewrîya xelkê Kurd dişidînin ku Kurd bêhna
jînê wernegirin. Lê belê, evro bizava neteweyî ya xelkê Kurd, bi avabûna
dewleta Kurdistana Başûr, ji ûtopyaya taze û temîz derketîye, bûye
rastî. Ji ber hindê ye ku ev enîya xêrnexwaz har û hêc bûye û tehemmula
vê destkevta xelkê Kurd nakin. Di baskê vê enîya şer da, xelkê Kurd
çeperekî mezin vekirîye û dixwaze vî çeperî saxlem bike. Ew jî dê
xirabkerîya xwe bidomînin. Êrîşa wan ya 23yê Sibatê li Kerkûkê jî,
ku nêzîkî pazdeh kesan hatin kuştin, vê yêkê nîşan dide.
Rikeberî dê dom bike, belêm di encam da xelkê Kurd dê serbikeve. Kurdan bi
tevahî çirîskên vê rikê piştî dehşeta Hewlêrê dan. Dijminan
mesaja xwe bi terorê dan, lê Kurdan jî ew mesaj baş tercume kirin û
xwandin. Ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojavayê û heta meydanên
herî dûr yên diasporayê, wekî lehîyekê herikîn û bersiva wê enîya
şer û xirabîyê bi xurtî dan. Kurdan di serî da li Hewlêrê, li
Mahabadê, li Qamişloyê, li Diyarbekirê, li derveyî welat seramonîyên
şîn û behîya danan, li çarnikarê Kurdistanê, li diasporayê bi rê ve
çûn, alaya Kurdistanê bilind kirin û hem teror protesto kirin, hem rika
berxwedana xwe dubare nîşan dan, hem jî mesajeke gelek xurt jî dan rêvebirîya
navxwe ya polîtîk ku duserî, dubendî û berbelavîya navxweyî ji halê
rakin, li ser zemînê demokratîk û pirdengîyê, lê di çarçoveya yêkitîya
neteweyî da, hêzên xwe bikin yêk û xwe li beramberî enîya ”antî
KurdistanӐ saxlem bikin.
Refleksa
neteweyî
Xelkê Kurd piştî êrişa terorane ya Hewlêrê reflekseke xurt ya neteweyî nîşan da. Çavdêrên bîyanî jî ev reflekse baş xwandin û gotin jî. Şik têda nîne ku êrişkar jî di manaya vê refleksê gihiştin. Lê belê, ew dê li goreyî konsepta xwe kiryarên xwe yên êrîşkarî û terorîstî bidomînin. Belêm ev bûyere divêt konsepta Kurdan jî xurt bike, naveroka wê tijî bike. Konsepta Kurdan jî divêt organîzekirin, saxlemkirin û pratîzekirina refleksa neteweyî be. Ji bo ku ev reflekse her jînde be û di pratîkê da jîyanê bibîne, divêt Kurd li hêvîya ”mûsîbetan” nemînin! Di nav xelkê da bawerîyeke ”mîstîk” heye, ku carna ”mûsîbetek ji hizar nesîheta baştir e”! Lê divêt Kurd vê yêkê berevajî bikin û ne hizar caran, deh hizar caran bila nesîhet bêne kirin û li goreyî van nesîhetan, ji ber berjewendîyên neteweyî, yêkitîya neteweyî pêkbînin. Mûsîbetên bi serê Kurdan tên, bedelên gelek giranin. Kurd tinê piştî van mûsîbetên giran refleksa neteweyî ya yêkbûyî nîşan didin, ku eve encam çend bi dilê xelkê jî be, divêt nebe nimûne. Kurdan di van bîst – sih salên dawî da, piştî çend kadastrof û êrîşkarîyên terorane û mûsîbetên dilhejîn, ev refleksa neteweyî nîşan dane. Xelkê Kurd piştî têkçûna şoreşa Kurdistana Başûr ya 1975ê jî piştevanîyeke neteweyî nîşan dabû. Lê hingê rewş û konjonktûra polîtîk ya cîhanê cuda bû û ev reng helwest û pratîkên Kurdan gelek deng venedidan. Medyayeke xurt ya elektronîk nebû û her kiryar di çarçoveya xwe ya teng da dima. Di jenosîda Helepçeyê da jî reflekseke xurt ya neteweyî pêkhat. Di êrişên rejima Seddam ya di salên 1990-1991ê da jî dengekî gur yê yêkbûyî yê neteweyî derket. Herweha di girtina serokê PKKê, Ebdula Ocalan ya li sibata 99ê da jî li seranserî Kurdistanê reflekseke xurt ya neteweyî hate nîşan dan. Di dawîyê da jî êrişa terorîstî ya li Hewlêrê bû binasê vê refleksa neteweyî û ev enerjîya potansîyel dîsa ve aktîve bû û enerjîya kînetîk derêxiste meydanê. Evro şert û imkanên Kurdan jî gelek pêşve çûne û dem û konjonktûra navneteweyî jî gihiştîye ku ev refleksa potansîyel zû tête organîze û mobîlîze kirin. Bi rêya medyaya elektronîk û televizyonên satellîtî jî, çu kuçe û kolan, gund û bajêrên Kurdistanê namînin ku dengê yêkgirtî negihê. Bi saya serê van îmkanan jî, tevayî xelkê Kurdistanê di demekî kurt da radibe ser pêya û vê hêza xwe nîşanî yar û neyaran dide.
Di
encam da xelkê Kurd tiştekî gelek vekirî, zelal û konkret ji rêvebirîyên
xwe yên polîtîk dixwaze: Li ser zemînê demokratîk û bi normên modern yên
polîtîk, rekabeta hevdu bikin, lê belê dijî hêz û dewletên ”antî Kurd”
û ”antî Kurdistan”, dengê yêkgirtî yê neteweyî bilind bikin, hêz û
refleksa yêkgirtî ya neteweyî nîşan bidin, bi konsepta berjewendîyên
neteweyî hereket bikin û çeperên neteweyî xurt û saxlem bikin. Leyiz, plan
û proje, hîle û desîseyên ”antî Kurd” û ”antî Kurdistan”îtîyê,
tinê bi vê bizava organîze û yêkgirtî ya neteweyî dikarin bêne betal
kirin, têkbirin û pûç kirin. Di polîtîka navxweyî da ji hev cuda bin, lê
di polîtîka derveyî da bi hev ra li neyar bidin! Di nav xwe da li modelên
modern yên bi hev ra karkirinê bigerin û bi kar bînin. Biçûk mezin hemû
organîzasyon, xwe bielimînin ku bi modelên koalisyonî welatê xwe di rê
bibin. Egoîzma polîtîk ya ”partîya min”, ”rêxistina min” bihêlin.
Bi taybetî evro Kurdistana Başûr hewcehîyeke jîyanî bi vê pratîkê
heye. Li Kurdistana Başûr, şert û konjonktûra navxweyî, navneteweyî
û bi taybetî jî navçeyî, êdî dest nade ku li ser vê tabloya ku xwezî û
xwasteka xelkê îfade dike, ”edebîyat” bête kirin. Dem ne demê ajîtasyona
zuha, req û hişk ya ”yêkitîya neteweyî” ye! Dem bi timamî demê pêkînana
pratîk ya yêkitîya neteweyî ye. Yêkitîya neteweyî naête wê manayê ku
hemû partî û rêxistin xwe belav bikin û ”yêk” organîzasyoneke homojen
pêkbînin. Ne xelk, ne jî çu kes vê naxwaze, ku ji xwe tabloyeke wisa ne
demokratîk e û ne jî encam û pratîkeke modern e. Ew monolîtîzm e, modelê
despotîzmê ye, beasîzm e. Tam berevajîyê wê antîdemokratîzmê, plûralîzm,
demokrasîya kamil tête xwastin ji bo Kurdistanê. Her reng nêrîn, dîtin, bîr
û raman bila xwe îfade bikin, organîze bikin û têkoşînê ji bo armancên
xwe bidin, rekabeta demokratîk û modern beramberî hevdu bikin. Lê belê, eve
ne maniê peydakirina zemînê neteweyî ye. Gelek spesîfîk û konkret, ji bo
serkevtina Kurdistana Başûr, divêt rengên ”zer” û ”kesk” û yên
dî, di dezgeh û organên dewletî da, hêzên xwe bikin yêk; anku yêk
parlementeke sentral, yêk hukumeteke sentral (ne sentralîst!), yêk leşkerî,
yêk polîsî û çi dezgehên dî hebin bibine yêk! Modelê îdareya polîtîk
ya Kurdistanê divêt sentralîst nebe û binaxeya sîstemekî federalî amade
bike, lê eve naête wê manayê ku sîstemekî sentral yê neteweyî neête
danan. Ji bo vê armancê, hewceyî protokol û seramonîyên bê mana nîne!
Kumandaya duserî ya li Selaheddîn û Silêmanîyê divêt rabe û yêk kumanda
li Hewlêrê bête danan! Kurt û kurmancî ev e xwasteka xelkê Kurd! Bersiva
terora Hewlêrê jî ev e û divêt dem bi danana komîte, konsey û kombûnên
formel jî neête kuştin. Biçûk mezin hemû partî û rêxistinên
Kurdistana Başûr, di meydana polîtîk da bila rekabeta hevdu bi normên
modern û demokratîk bikin, lê di organ û dezgehên dewletî û neteweyî da
bibin yêk! Rastîya Kurdistanê vê yêkê mecbûrî dike û xelk jî vê
dixwaze!
ROJAN
HAZIM
Sibat
2004
***
Behînameyên
bo PDK û YNKyê hatine hinartin
Bo
serokatîya PDKyê, (Partîya Demokratîk ya Kurdistanê)
Em
ji ber terora 1ê Sibatê û şehadeta kadro û endamên bijare yên partîya
we, gelek bi xem in. Em baş dizanin ku hûn di nav xemeke mezin da ne. We berê
di şerê azadkirina welat da jî gelek şehît dan. Fedakarîya hatîye
kirin û giyanên hatine dan bi avê da neçûn û we evro ew armanca mezin,
welatekî azad, bi dest ve înaye. Belêm nihe jî hûn di nav têkoşîna
avakirina nû ya welat da ne. Yên ku welat di bin destê xwe da dihêlan, jîyan
li xelkê dikirin jahr û mirin, azadîyên bi giştî tirpan dikirin, berze
kirin. Lê belê, hem dewsgirên wan, hem barmayîyên wan, hem jî piştevanên
wan tehemmula vê serkevtina we û xelkê me nakin. Lewma prosesa têkoşîna
ji bo azadî, demokrasî û pêşvebirina Kurdistanê û şa û xweş
kirina jîyana xelkê Kurd û kêmanîyên dî yên Kurdistanê ya digel wan hêzên
reş û tarî dom dike. Di vê rêyê da mixabin hêj jî şehît têna
dan û dê bêne dan jî. Şehîdên 1ê Sibatê, yên vê rê û armanca pîroz
in. Di saxlemkirin û binecihkirina destkevta Kurdistana Başûr da, hem rêvebirîyên
polîtîk, hem jî timamî xelkê Kurdistanê di nav dem û şertên gelek
nazik da ne. Kurdistana Başûr bi hebûna xwe evro bûye zemînekî saxlem
yê demokratîzasyon û desentralîzasyona hem Iraqê, hem jî rojhilatanavîn.
Lewma hêz û dewletên ku ji vê armanc, proses û pozisyona Kurdistana Başûr
nerazî, di nav xirabkerîyeke bêdad û nemirovî da ne. Ev kanên arêşe
û ajaweyê, dixwazin Kurdistana Başûr destabîlîze bikin, ji ber hindê
jî kiryarên terorî organîze dikin û didin kirin. Etnîk orîjîna yên ku dînemîtan
li ser xwe dipeqînin gelek ne giring e û hetta dibe ku orîjîn Kurd jî bin.
Belêm şik têda nîne ku li paş van lolebkêşan hêzên gelek
organîze hene û adresa yên ku wan fînanse dikin, organîzatorîya wan dikin
jî kivş e. Dewletên ku dixwazin modelê Kurdistana Başûr bi ser
nekeve û ji bo parçeyên dî yên Kurdistanê nebe nimûne û herweha mafê jîyanê
li ser xelkê Kurd bibirin, enîya ”antîKurd” dîsa ve aktîve kirine û ji
bo vê armanca xwe ya gelek qirêj her metodî bi kar tînin. Terora 1ê Sibata
2004ê, xeleka zincîra vê konsepta ”antîKurdistan” e. Bi vê kiryara
terorîstî, mesaja vê enîyê ev e.
Belêm,
em hêvî dikin ku ev mesaja ”enîya bêbext û xêrnexwaza” ji alîyê rêvebirîyên
polîtîk yên Kurdistanê û tevayî xelkê Kurdistanê ve gelek baş bête
têgihiştin. Bersiva wan divêt gelek zelal û konkret di pratîkê da bête
dan. Hukumeteke koalisyonî ya neteweyî ya Kurdistanê, parlamenta yêkbûyî
ya neteweyî ya Kurdistanê, yêkkirina hemû organên asayiş, ewlehî û
burokrasîyê û xurtkirina mekanîzmayên dewletî yên Kurdistanê, bersiva
herî mezin û giring e ji bo van kanên reş û tarî yên „antîKurd“
û „antîKurdistan“ê.
Em
dizanin ku nihe li Kurdistanê şîn e. Kadroyên bijare, ku di roja evro da
geleki hewcehî bi wan hebû, hatin şehît kirin. Belêm, heke tête
xwastin ku dil û giyanê wan şehîdan bête rehet kirin, hingê divêt îdealên
wan bêne bicihînan. Şika me nîne ku îdeala wan jî, bi kurtî yêkitîya
neteweyî ya Kurdistanê bû.
Serê
we û hemû xelkê Kurdistanê sax be.
Rêz
û silav ji bo giyanê pak yê şehîdan.
Serkevtin
ji bo bizava neteweyî ya Kurdistanê.
Digel
rêz û silavan.
3
Sibat 2004
ROJAN HAZIM
***
Bo
serokatîya YNKyê, (Yêkitîya Niştimanî ya Kurdistanê)
Em ji ber terora 1ê Sibatê û şehadeta kadro û endamên bijare yên rêxistina we, gelek bi xem in. Em baş dizanin ku hûn di nav xemeke mezin da ne. We berê di şerê azadkirina welat da jî gelek şehît dan. Fedakarîya hatîye kirin û giyanên hatine dan bi avê da neçûn û we evro ew armanca mezin, welatekî azad, bi dest ve înaye. Belêm nihe jî hûn di nav têkoşîna avakirina nû ya welat da ne. Yên ku welat di bin destê xwe da dihêlan, jîyan li xelkê dikirin jahr û mirin, azadîyên bi giştî tirpan dikirin, berze kirin. Lê belê, hem dewsgirên wan, hem barmayîyên wan, hem jî piştevanên wan tehemmula vê serkevtina we û xelkê me nakin. Lewma prosesa têkoşîna ji bo azadî, demokrasî û pêşvebirina Kurdistanê û şa û xweş kirina jîyana xelkê Kurd û kêmanîyên dî yên Kurdistanê ya digel wan hêzên reş û tarî dom dike. Di vê rêyê da mixabin hêj jî şehît têna dan û dê bêne dan jî. Şehîdên 1ê Sibatê, yên vê rê û armanca pîroz in. Di saxlemkirin û binecihkirina destkevta Kurdistana Başûr da, hem rêvebirîyên polîtîk, hem jî timamî xelkê Kurdistanê di nav dem û şertên gelek nazik da ne. Kurdistana Başûr bi hebûna xwe evro bûye zemînekî saxlem yê demokratîzasyon û desentralîzasyona hem Iraqê, hem jî rojhilatanavîn. Lewma hêz û dewletên ku ji vê armanc, proses û pozisyona Kurdistana Başûr nerazî, di nav xirabkerîyeke bêdad û nemirovî da ne. Ev kanên arêşe û ajaweyê, dixwazin Kurdistana Başûr destabîlîze bikin, ji ber hindê jî kiryarên terorî organîze dikin û didin kirin. Etnîk orîjîna yên ku dînemîtan li ser xwe dipeqînin gelek ne giring e û hetta dibe ku orîjîn Kurd jî bin. Belêm şik têda nîne ku li paş van lolebkêşan hêzên gelek organîze hene û adresa yên ku wan fînanse dikin, organîzatorîya wan dikin jî kivş e. Dewletên ku dixwazin modelê Kurdistana Başûr bi ser nekeve û ji bo parçeyên dî yên Kurdistanê nebe nimûne û herweha mafê jîyanê li ser xelkê Kurd bibirin, enîya ”antîKurd” dîsa ve aktîve kirine û ji bo vê armanca xwe ya gelek qirêj her metodî bi kar tînin. Terora 1ê Sibata 2004ê, xeleka zincîra vê konsepta ”antîKurdistan” e. Bi vê kiryara terorîstî, mesaja vê enîyê ev e.
Belêm,
em hêvî dikin ku ev mesaja ”enîya bêbext û xêrnexwaza” ji alîyê rêvebirîyên
polîtîk yên Kurdistanê û tevayî xelkê Kurdistanê ve gelek baş bête
têgihiştin. Bersiva wan divêt gelek zelal û konkret di pratîkê da bête dan.
Hukumeteke koalisyonî ya neteweyî ya Kurdistanê, parlamenta yêkbûyî ya
neteweyî ya Kurdistanê, yêkkirina hemû organên asayiş, ewlehî û
burokrasîyê û xurtkirina mekanîzmayên dewletî yên Kurdistanê, bersiva
herî mezin û giring e ji bo van kanên reş û tarî yên „antîKurd“
û „antîKurdistan“ê.
Em
dizanin ku nihe li Kurdistanê şîn e. Kadroyên bijare, ku di roja evro da
geleki hewcehî bi wan hebû, hatin şehît kirin. Belêm, heke tête
xwastin ku dil û giyanê wan şehîdan bête rehet kirin, hingê divêt îdealên
wan bêne bicihînan. Şika me nîne ku îdeala wan jî, bi kurtî yêkitîya
neteweyî ya Kurdistanê bû.
Serê
we û hemû xelkê Kurdistanê sax be.
Rêz
û silav ji bo giyanê pak yê şehîdan.
Serkevtin
ji bo bizava neteweyî ya Kurdistanê.
Digel
rêz û silavan.
3
Sibat 2004
ROJAN HAZIM
***
Têbînî:
Li ser girtina Medya TVyê
Medya
TV 12ê sibatê hate girtin. Maka wê, Med TV jî 22ê Adara 1999ê hatibû
girtin. Girtina herduyan jî bi biryarên goya “huqûqî” hatin aşkera
kirin. Lê ya rastî, herdu biryar jî di bin kirasê “huqûqî” da polîtîk
bûn. Her di serî da dewleta Tirkîyeyê, di meydana dîplomasîya navneteweyî
da hemû “rol û giranîya” xwe bi kar îna ku van televizyonên Kurda bide
girtin. Gihişte mexseda xwe jî. Eve ji alîyê TCyê ve ne xerîb e, ji
ber ku ew dixwaze dengê Kurdan li her derê bibire, lewma ev pratîka wan ya
nemirovî tête têgihiştin! Lê belê, wekî dewletên Ewrûpî dibin darûdesteyê
polîtîkên TCyê, eve balkêş dibe. Ev biryara dewleta Fransayê jî
gelek vekirî, ji ber berjewendîyên xwe yên ekonomîk û polîtîk tawîzdana
dewleta Tirkîyeyê ye. Ev tawîzdana yêk ji dewletên Ewrûpayê, Fransayê,
gelek aşkera binpêkirina normên demokratîk û bi giştî jî krîterên
Kopenhagê ne, ku Ewrûpa wan krîteran bo xwe wekî bingehên yêkitîyê qebûl
dike. Belêm, mixabin ku bi vê biryara girtina Medya TVyê, tirpanek li huqûq,
normên demokratîk, mafên azadîya bîr û raman û ya bi giştî çapemenîyê
hatîye dan. Bi vê biryara polîtîk, neheqî û bêdadîyeke mezin li xelkê
Kurd hatîye kirin. Ewrûpa bi van biryarên antîdemokratîk, rûyê xwe reş
dike, “dobilmoral”îyeke bêtixûb dike ku eve ji bo paşeroja Ewrûpayeke
bi rastî demokratîk jî tehlîkyeke berbiçav e. Esas ev biryarên bi vî rengî,
di bin kîjan kiras û navî da bêne dan bila bêne dan, ji alîyekê ve
“teroreke dewletî” ye jî. Xwudan desthilat bi van kiryarên terorîyane,
dixwazin dengên opozisyonan bibirin. Belêm, mixabin tiştê ku ji me têt,
tinê protestokirina vê biryara neheq, bêdad û antîdemokratîk e. Bila rûyê
wan reş be!
Lê
cihê şahîyê ye ku ew hêzên bi navê xelkê Kurd van karên bihadar
dikin, dezgehên ragihandinê ava dikin, xwe sist nakin, li şûna yên têne
girtin, yên nû bi cih dikin û rika xebat û têkoşîna xelkê Kurd di
pratîkê da didomînin. Em hêvî dikin ku ev televizyona nû, ROJ TV, rastî
aqîbeta Med û Medya TV neêt. Lê belê, herwisa tête hêvî kirin ku, xwudan
û rêvebirên televizyona nû jî, bi berpirsiyarî rabin û rê nedin şaşî
û kêmasîyan û herweha keys nedin xêrnexwaz û neyaran.
Medya TV hate girtin, bila rûyê TCyê, yê destekdarên
wan, yê dewleta Fransayê reş be!
ROJ
TV vedibe, -1ê Adarê dest bi weşana normal dike-, em hêvî dikin ku
jîyekî dirêj û serkevtî bibîne û bila çavê xelkê Kurd
ronahî be! Keda yên dixebitin helal be!
ROJAN
HAZIM
Sibat
2004
***
Bo
rêvebirîya MEDYA TVyê,
Rawestandina weşana MEDYA TVyê, biryareke polîtîk e. Ev biryare, bi navê ”huqûq”ê ji alîyê dadgeha bilind ya Fransayê ve hatibe dan jî, hizar car polîtîk e! Dewleta Fransayê, bi rêdana vê biryarê gelek aşkera krîterên Kopenhagê binpê kirine. Ev biryare, xizmeta polîtîka ”antîKurd” û ”antîKurdistan”îya li rojhilatanavîn û navneteweyî, dike. Eve beramberî xelkê Kurd, bêdadîyeke nedîtî ye. Ev biryare, mafên herî pîroz yên mirov, gelek bêperwa nîne dike. Ev biryare, di bin kirasê ”huqûq”ê da, dijî ziman, kultur, weşangerîya azad û hebûna xelkê Kurd kiryareke terorî ye.
Em
gelek bi xurtî vê biryara terorîyane ya dijî mafê weşangerîya azad,
protesto dikin!
Yên
ku bi navê ”huqûq”ê ekranên weşana azad tarî dikin, xizmeta tarîtîyê
dikin!
Bizava
neteweyî ya xelkê Kurd ev çeperê televizyonê bi tekoşîneke bihabilind
bi destveînabû û dê bikare biparêze jî. Em hêvî dikin ku ew tradisyona
ev çeperê xurt pêkînayî, dê gaveke xurttir û pêşvetir biavêje û
ekranên televizyonên xelkê Kurd bi weşaneke saxlemtir ronahî bike.
Piştgirî
bo MEDYA TVyê!
Digel
rêz û silavan.
13 Sibat 2004