paşve

Şemdîna û rûspîtî

 

  ROJAN HAZIM

 

Di nav salekê da gelek pêşhatin, bûyer, pêşkevtin rûdidin, qewimînên biçûk mezin pêktên, belêm di nav wan da yêk mohra xwe li pişta salê dide. Di sala 2005ê da jî biçûk mezin, hûr gir, qenc xirab gelek bûyer qewimîn. Lê gava mirov wan hemûyan jêk vewejêre, bêşik ”bûyera Şemdîna” di ser serê hemûyan da ye. Di hemû bûyer û qewimînan da, rûyên qenc û xirab, şa û jan, encamên baş û nebaş hergav hene. Di bûyera Şemdînan da jî ev her du rû gelek zelal têne dîtin. Xem hebû, ji ber ku êrişkarîyeke mezin pêkhatibû û di encam da kuştî û birîndar hebûn. Şahî hebû, çiku xelkê çembera zulm, kuşt û kuştdarîya dewleta Tirkîyeyê şkand û hemû cisareta xwe komî serhev kir, xwe bi hemû giranahîya xwe nîşanda. Em behsê qewimîna 9ê Teşrîna 2005ê, roja çarşembê dikin. Ev çarşembe, adeta li xelkê Şemdîna hate reş kirin. Bi avêtina narincokekê û reşandina fîşekan du ciwanên Şemdînî hatin kuştin û gelek kes jî hatin birîndar kirin. Ajanên ertêşa Tirk bi vê kiryara xwe ya bêbextane, 9ê teşrînê roja çarşembê, kirin ”çarşemba reş” li Şemdîna.

Ajanên JIT-JITEMê [Teşkîlata Istixbarata Jandarmê] nîvroya çarşemba 9ê teşrînê seet 12 û 15ê narincokek avêtin dikana pirtûkfiroşîyê ya bi navê ”Umut”, anku ”Hêvî”, ya Seferî Yilmaz. Seferî Yilmaz zû pê hesîya û bi lez ji dikanê bazda û dît ku yêk direve. Kire hawar û di wê gazîyê da narincok peqî. Zelamekî bi navê Mehmet Zahit Korkmaz li paş dikanê bi şiddeta peqîna narincokê mir, heft kes jî birîndar bûn. Seferî Yilmaz wekî daye dûv ajanî, xelk jî bizivand û pêkve dane dûv ajanî. Ajan jî di bayê beza xwe da çû xwe avête nav tirimpêla ajanên planker ku li hêvîya wî bûn ku birevînin. Xelkê dora tirimpêlê girtin û sê kesên têda jê derêxistin. Di wê hereşeyê da helbet piçekê heftka wan şidandin, lê belê zêdetir neçûn, şehridarê Şemdîna Xurşît Tekîn bi xwûnsarî kela xelkê daêxist, ku di wê ketûrabê da birîndar jî bû, hersê ajan teslîmî polîs kirin, lê belê ji dora tirimpêlê belav nebûn. Dixwastin bizanin ka ev tirimpêl ya kê ye û çi têda ye. Di wê gavê da parlementerê Hekarîya Esad Canan jî ji Geverê hat. Canan digel şehridarê Şemdîna Xurşît Tekîn cab da mudûrê asayişê û dozgerî ku li ser tirimpêlê tesbîtê bikin. Bagaja tirmpêlê vekirin û çi bibînin! Adeta cebilxaneyek di pişta tirimpêlê da ye. Sê keleşînkof [xelkê Hekarîya bo Keleşnîkofê, ”keleşînkof” dibêjin], sê carcorên zêde, çendek narincok û dînemît digel hewcehîyên dî yên peqandinê tijî bagajê ne. Gava bagaj baş hate sah kirin, canteyek dî jî hate dîtin ku plan û lîsteyên [*] peqandin û kuştinê têda bûn. Di demê sahkirina bagaja tirimpêlê da, daku belge neêne tesbît kirin, polîs û jandarma ji çarnikarî fîşek barandin ser xelkê û dozgerî, mudûrê asayişê, şehridar û Cananî. Di serî da dozger û yên dî mecbûr man ku xwe bidin paş. Di wê reşandinê da jî kesekî bi navê Ali Yilmaz hate kuştin û pênc kes jî birîndar bûn. Xelkê li cihê bûyerê kombûyî venerevî û tirimpêleke dî ya ajanekî ertêşê girt û teslîmî polîsî kir. Lê belê, polîs û jandarmê ji wan girtîyan du kes adeta revandin û tinê du kes teslîmî dozgerî kirin. Yêk ji wan [Veysel Ateş] itirafkarê ji doza PKKyê bû, yêk jî serçawişekî bispor [Tanju Çavuş] ji fermandarîya Şemdîna bû. Parlementerê Hekarîya Esad Canan û xelkê Şemdîna bi israr li ser girtina wan du kesên hatine revandin sekinîn. Ji ber ku mejîyê vî planî ew bûn. Di nav canteyê ji pişt tirimpêlê hatîye derêxistin da nav û resmên wan, huvîyetên wan yên ajanîyê hatibûn dîtin. Lê fermandarîya Şemdîna dixwast wan ji nav bûyerê derêxe û van peqandina bike stuyê itirafkar û serçawişî. Êdî hate zanîn ku ev tirimpêla spî, Renault 19, ya leşkerîyê ye ku hejmara plakeya wê jî 30 AK 933 bû. Xelkê Şemdîna meydan û kolanên bajêr tijî kirin û bi sloganan xwastekên xwe bilind kirin. Daxwaza wan ew bû ku ”kirdarên [failên] bûyerê” neêne veşartin û dewsa vê kiryarê neête berze kirin. Lewma jî bi israr dixwastin ku ew serajanên hatine revandin bêne girtin. Belêm mixabin, ferman ji jorî hatibû û dozger û dadgerî tinê du kes, itirafkar û serçawiş girtin û rêkirin hefsê, herdukên dî, anku plankerên van peqandin û kuştina serbest kirin. Ji ber ku gava bûyer qewimî û di medyayê da belav bûyî, resmê yêk ji wan ajanan, ”Alî Kaya”, di TVyê da hate dîtin. Demildest fermandarê hêzên reşahî yên ertêşa Tirk Yaşar Büyükanıt, got ku ew Ali Kaya [**] nas dike û ew ”elemanekî jîr û kêrhatî yê ertêşê ye”. Ji ber vê mesajê, dadgerî newêra wan du serajanan [Ali Kaya û Özcan İldeniz] bigire û hefs bike. Beramberî vê reftara dozger û dadgerî ya dijî huqûqî û herweha parêzerîya ertêşê ya li ser ajanan xelkê Şemdîna protestoyeke domdirêj nîşanda, xelk heta berê spêdê ma li kolanan, dikandara dikanên xwe venekirin, xwandekaran dibistan boykot kirin, anku xelkê Şemdîna komple dijî êrişkarîya dewleta Tirkîyeyê çik li ser pêya rawesta. Piştî ku bûyer bi rêya medyayê deng vedayî, di serî da li bajêrên Kurdistanê heta bajêrên mezin yên Tirkîyeyê, beramberî vê êrişkarî û bombekirina ajanên ertêşê reftareke xurt hate nîşandan. Şemdîna rûnişte serê rojeva timamî Tirkîyeyê. Hukûmeta AKPyê mecbûr ma ku teftîşa vê kiryarê bike û mufetiş rêkirin Şemdîna. Serokwezîr Teyîb Erdoxanî beyanat da ku ew dê heta serkanîya vê xirabkerîyê biçin û kî berpirsiyarê vê êrişkarîyê be dê bête aşkera kirin û ciza kirin. Erdoxanî got ku ew terefgirîyê nakin û berpirsiyar kî be dê ciza bikin. Di vî midehî da bizava protestoyî kêm nebû her bo her xurt û bilind bû. Li tenişta Şemdîna, li Geverê jî 15ê Teşrînê xelk rabû ser pêya û dijî êrişkarîya li Şemdîna nerazîbûna xwe dîyar kir. Leşker û polîsan li vê derê jî êrişkarîya xwe domandin û bi panzeran êrişî ser xelkê kirin, fîşek barandin ser xelkê. Di encam da sê kes kuştin û nêzîkî bîst kesan jî birîndar kirin. Vê êrişkarîyê bêhna timamî xelkê Hekarîya adeta peqand û li nav Çolemêrgê jî protestoyên mezin pêkhatin. Xelkekî boş daketin nav meydana bajêr û kolana û êrişkarîya dewletê ya li Şemdîna û Geverê bi xurtî şermizar kirin. Polîs û leşkeran dîsa ve xelk dane ber fîşekan û gelek kes birîndar kirin. Di nav vê hercûmerca li timamî Hekarîya da, dewletê bi hemû dezgeh û hêzên xwe ve dijî xelkê Hekarîya şiddet û êrişkarîya kolonyal bi hişkî domand. Belêm xelkê Hekarîya jî xwe li ber van êrişan sist nekir û singê xwe kire çeper û gav paşve neavêt, berxwedana xwe saxlemtir kir. Xelkê Kurd li bajêrên dî yên Kurdistanê jî piştevanîya xwe kêm nekir. Demokrat û mirovhezên Tirk jî xwe ji hevkarî û piştgirîyê nedane dûr û heta Şemdîna hatin û ji nêzîk ve piştevanîya xelkê Şemdîna kirin. Şemdîna bû çeperê berxwedana sivîl û demokratîk ya xelkê Kurd. Xelkê Şemdîna bi vê berxwedana xwe ya sivîl, demokratîk û aştîyane sempatîyeke mezin peyda kir di timamî Kurdistan û Tirkîyeyê û hetta cîhanê da.

Gever û Fantom

Piştî ku leşker û polîsan ji çaralî meydana Geverê fîşek li ser xelkê barandin û bi panzera êrişî xelkê kirin û sê ciwanên bi navê Evdilxaliq Geylanî, Engîn Mengeş û İslam Bartin kuştin, 16 kes jî birîndar kirin, li ser vê bêdadîyê xelkê Geverê protestoya xwe di maksîmûm dereceyê da nîşanda û hemû xelk pêkve li nîveka bajêr kombû. Dikandaran dikanên xwe girtin, xwandekaran dibistan boykot kirin, karmendan karên xwe hêlan, jîyan adeta hate rawestandin. Polîs û leşkeran ji ber vê rabûna boş xwe dane paş û ketin nav çar dîwarên binkeyên xwe. Xelk heta ku kuştî ji otopsîya Diyarbekir hatî jî ji nav bajêr derneket û bi dengekî bilind ev êrişkarî protesto kir. 17ê Teşrînê bi beşdarîya nêzîkî sed hizaran xelkî û bi ala û flemayên Kurdistanê merasima cenazeyên kuştîya hate çêkirin. Tabûtên şehîdan bi flemayên neteweyî yên xelkê Kurd yên bi rengên kesk, sor û zer ve hatin pêçan. Asayiş û ewlekarîya merasimê xelkê bi xwe pêkîna. Ciwanên Geverê bi bazbendên sor meydan û rêyên bajêr adeta wergirtin bin kontrolê. Ne polîs, nejî leşkerek nema li nav bajêr. Ji ber tirs û xofa xwe jin û zarokên xwe jî ji lojmanan derêxistin. Hal ew e ku xelkê Geverê protestoyeke sivîl û demokratîk dikir û merasima şehîdên xwe pêktîna. Armanc û nîyeta xelkê Geverê nebû ku zerarekê bigihînin dorber û jin û zarokên polîs û leşker û karmendên Tirk. Polîs, leşker û berpirsiyarên dewleta Tirk xwe bi xwe ev sehme di serê xwe da mezin dikir. Ji ber ku ew êrişkar bûn, terora dewletê dikirin, hizir dikirin ku xelkê Geverê dê wekî wan bersivê bide, tola xwe ji binemalên polîs û serleşkeran derêxe. Belêm wekî hercar xelkê Geverê bersiva xwe bi aştîyane û metodên demokratîk da û merasima xwe gelek maqûl û giran û herweha bi disiplîn pêkîna. Di vê rêkûpêkî û xwûnsarîya boşahîyê da berpirsiyarên DTPyê [Partîya Civata Demokratîk] û bi taybetî jî serokê şehridarîya Geverê Salih Yildiz xizmeteke mezin kirin xwe gelek westandin. Sloganên di merasimê da dihatin avêtin, mexsed û nîyet û xwastekên xelkê navçeyê bi zelalî kivş dikir: Bila êrişkar bêne ciza kirin! Walî û qaymeqam û serleşker û mudûrên polîs bila istifa bikin! Pirsa Kurda bila bête qebûl kirin û çareser kirin! Bes e zulma dewleta Tirk! Em huvîyeta Tirkî qebûl nakin! Hindek ji wan slogan û pankartan bûn. Di merasima Geverê da, hêz û biryara xelkê Kurd hem bi boşahî, hem jî bi gotina slogan û axivtinên ku xwastekên xelkê Kurd îfade dikirin, gelek zelal hate dîtin. Li ber vê lehîya xelkê Kurd çawa polîs û leşkerên dewletê xwe ji nav bajêr vekêşan, otorîteya dewletê di reşahîyê da li Geverê nema, otorîte û hêz kete destê xelkê bi xwe û DTPyê giranahîya xwe nîşanda ku temsîla xelkê xwe dike. Ankara ji vê yêkê gelek aciz bû û demildest firokeyên cengî F16 li ser esmanê Geverê bi nizmahî firandin. Herweha helîkopter jî çerixandin li ser merasima aştîyane. Helbet Ankarayê bi firandina firokeyên cengî F16yan xwast mesajê bide xelkê Kurd, ku ew vêgavê li reşahîyê nînin, belêm li esmanî otorîteya wan dîsa ve dom dike!. Xelkê Geverê gava firoke û helîkopter li ser serê xwe dîtin bi yêkdengîya sed hizaran protesto kirin û ev slogane avêtin: Ev dere Kurdistan e! Em huvîyeta Tirkî naxwazin!.. Piştî firandina firoke û helîkopteran, avêtina van sloganan gelek manadar bû. Dewleta Tirkîyeyê gelek spesîfîk bi firandina van firokeyên cengî û helîkopteran rûyê xwe yê dagîrker û kolonyalîst bi zelalî nîşanda û tesdîq kir. Lê bi navê hemû xelkê Kurd, xelkê Geverê jî bersiva wan da û xwezîya xwe ji nîveka dilê xwe bi dengekî gur û bilind got. Merasima Geverê û firîna F16yan reng û pozisyonên Kurdistan û Tirkîyeyê ji nû ve aşkera kirin. Li ber vê tabloyê; Kurdistan kolonî ye, TC [Komara Tirkîyeyê] jî kolonyalîst e. Kurdistan hatîye dagîr kirin, bi navê TCyê jî leşker û polîs hêzên dagîrker in. Dewleta kolonyalîst û dagîrker TC, bi hêza leşker û polîsên xwe zulmeke nedîtî li xelkê Gever, Şemdîna û Çolemêrgê, anku timamî Hekarîya kir, xelkê Hekarîya jî ev êrişkarî bê bersiv nehêla, dengê xwe yê gur bilind kir, hêza xwe nîşanda û gelek aşkera got ku; „TC, bi leşker û polîs û hemû dezgehên xwe yên dagîrî û kolonyalî ve ji welatê me derkeve, ev dere Kurdistan e, welatê me ye, cihê we li vê derê nîne!..“ Gelo ma ji vê bersivê zelaltir xwastek û armanca xelkê Kurd dihate gotin!..

Boçi Hekarîya

Hekarî cografîyen sentrala Kurdistanê ye û ji qedîm were cih û warê Kurdan e. Bi ber pêlên dagîrîyên Faris, Moxol, Ereb û Tirkan ketîye, lê huvîyeta xwe ya Kurdetîyê çu cara ji dest bernedaye. Her bi çi rengî be Kurdî û Kurdistanî jîyaye Hekarîya. Hekarîya hem bi xwe bûye merkeza serhildanên neteweyî, hem jî di hemû serhildanên rojhilat û başûr da bûye pal û pişt û meydana lojîstîk. Ji serhildanên Elkî û Şemdînan bigirin heta piştevanîya Komara Mahabadê û serhildana şoreşa di pêşengîya Mela Mustefa Barzanî da Hekarî bi ax, av û deravên xwe ve, bi hemû xelkê xwe ve bûye stara pêşmerge û xelkê koçer û mişext û piştevanê şoreşê. Hekarî bi vê dîroka xwe ya xwerû Kurdetî û Kurdistanî hergav bûye polîgona êrişkarîya dagîrkeran. Bi taybetî di demê kolonî û dagîrîya TCyê da Hekarî ji xezeba zulm û zora TCyê dûr nemaye. Hekarî hem wekî cografya û ji ber topografyaya xwe cih û warekî asê ye û berxwedêrên doza Kurdistanê herdem lê stirîne. TCyê şiyaye navenda bajêran kontrol bike, belêm çu cara nikarîye çîya û dol û nihalên kûr û asê yên gelîyê Hekarîya kontrol bike. Xelkê Hekarîya jî ji ber dûrîya tixûbên cografyayên dewletên dagîrker ji fişara asîmîlasyona pir reng relatîven jî be karîye xwe biparêze. Xelkê Hekarîya bi jîyana xwe ya sosyal, kulturî, ekonomîk û folklorî ve karîye otantîkîya xwe ragire beramberî zor û zulma dewleta Tirkîyeyê. Ji ber hindê jî Hekarî hergav bûye kelem di çavê dewletê da. Dewletê di her demî da darê zorê ji ser serê xelkê Hekarîya kêm nekirîye. Hekarî bi taybetî di vî şerê salên 80-90î da jî bû çeper û sengereke mezin û saxlem ya xelkê Kurd. Ev rol û pozisyona Hekarîya û xelkê Hekarîya dom dike. Lewma jî dewlet hemû dek û dolab û desîseyên xwe di vê cografyayê da bi kar tîne, leyiz û entrîkayan ji ser xelkê Hekarîya dûr nake. Ji polîtîkên dubendîya di nav xelkê da bigirin heta derêxistina ajawe û provakasyonan li nav Hekarîya tetbiq dike. Dewlet hindî jê bêt hêza cehşan zêde dike û li milê dî jî bi revandin, kuştin, bombekirin û bezandina ajanan dixwaze xelkê Hekarîya bêzar bike û ji refên bizava neteweyî dûr bike. Evro Hekarîya yêk ji bajêrên mezintir e ku hem cografîyen meydana lojîstîk e bo bizava gerîlla û pêşmerge, hem jî xelk bi xwe bi mal û canê xwe piştevanê bizava neteweyî ye. Di warê polîtîka legal da jî Hekarîya rûyê xwe spî kirîye û bi taybetî di van hilbijartinên sala 1999 û 2002ê da jî nêzîkî seda 70 rehî dayne partîya xwe ya legal û şehridarî bi destê xwe ve înane û beledîye ji destê memûrên TCyê û partîyên sîstemê kolonyalist derêxistine. Ev Hekarîya ku bi hemû rûyên xwe ve di çeperê Kurdetîyê da bi biryar radiweste, helbet dê bibe hedefa êrişên TCyê. TC bi hemû hêz û îmkanên xwe ve, bi rêya ajan, cehş, leşker û polîsên xwe ve dixwaze Hekarîya bike meydana şer û fitneyê ku hem jîyanê li xelkê bike jahr, hem jî çavê xelkê bitirsîne û bi darê zorê bide koç kirin û Hekarîya ji xelkê xwecih yê sivîl adeta ramale û cografyaya Hekarîya bike sengereke leşkerî. TC bi vî planê xwe yê gemar û qirêj dixwaze Hekarîya bike navçeyeke tampon û hem dijî bizava pêşmerge û gerîlla asê bike, hem jî dijî dewleta Kurdistana Federal ya başûr bike cihê provakasyonên xwe. Hekarî cografîyen di navbeyna parçeyên Kurdistanê da, di navbeyna rojhilat, başûr û bakur da pirek e. Hekarî bi vê pozisyona xwe ve cihekî gelek stratejîk e. Lewma jî TC dixwaze vê navçeyê bi timamî bike bin kontrola xwe û timamî Hekarîya bike êrişgeheke leşkerî. Belêm, xelkê Hekarîya, ji Elkî, Çelê, Çolemêrgê heta Gever û Şemdîna, di vê bûyera 9ê Teşrînê da, hêza xwe, saxlemîya xwe, Kurdetîya xwe, Kurdistanîtîya xwe nîşanda ku ew rênade vî planê TCyê. Sed hizarên li nîveka Geverê bi huvîyeta xwe ya Kurdetîyê bi rêve çûyî, bi Kurdî slogan avêtî û bi Kurdî xwastekên xwe îfade kirî, çu cara rê nadin polîtîkên kolonyalist û dagîrkerî yên TCyê ku Hekarîya bibe payîgeha êrişkarîya TCyê beramberî Kurdistana Başûr û herweha bizava neteweyî ya li rojhilatê. Ji xwe ji ber vê homojenîya Kurdetîya Hekarîya ye ku TC û aqilmendên wê, Hekarîya û hemû bajêrkên wê ji bo terora xwe ya dewletî destnîşan dikin. Ma axivtina Mehmet Agarê serokê tîmên taybetî yên terorîst naête wê manayê? Çi dibêje Agar: „Rêxistina terorê [mexseda wî PKK, ya rastî hemû xelkê Kurd e] dixwaze Hekarîya bike navçeya rizgarkirî. Bi vî rengî di demên pêş da dixwaze zemînê daberizîneke [mudaxeleyeke] leşkerî ya navneteweyî amade bike.“ - [ji nivîsa Enis BERBEROĞLU, 13 Kasım/Teşrîn 2005 / Hürriyet]. Wekî xelkê Şemdîna ajanên bombeavêj desteser kirî, tîmekê ji wan telefonî Agarî kiribû û hawara xwe gihandibû sertîmê xwe ku di hawara wan bêt!.. Ev telefona ajanî ya ji bo Agarî kirî di medyaya Tirkî da bi berfirehî cih girt û hemû analîst û komentatoran bûyera Susurlukê ya 3ê Teşrîna 1996 înan bira xwe ku serokê çeteya li Susurlukê piştî qezayeke trafîkê derketibû meydanê û ew jî Mehmet Agar bû. Piştî bûyera Susurlukê 9 sala dîsa ve di meha Teşrînê da dewsa Mehmet Agar ji nav bûyera Şemdîna kivş bû ve. Eve tesaduf nebû, çiku Mehmet Agar îro herçend serokê partîyekê jî be, ku her ew partîya wî bû ku di wan salên reş da bi sedan Kurd bi destê ajan û tîman dane kuştin, her evro jî li ser wê kar û kiryara xwe ya berê ye. Heke wisa neba da boçi tîmên bombeavêj ewil car bi telefonê li wî bigerin û hawara xwe bigihînin wî... Mehmet Agar wekî elemanekî dewleta çal û qirêj, wê wezîfeya xwe ya bêyûm bi destê ajan û tîmên xwe yên mirovkuj li Hekarîya didomîne. Piştî ku ev rola Mehmet Agar aşkera bû û maskeyê wî hate xwarê, ew beyanat da rojnamevana ku goya Kurd dixwazin Hekarîyê bikin „navçeya rizgarkirî“!.. Agar û yên wekî wî, bi van gotinan esas dixwazin zemînê êrişkarî û terora dewletê hazir bikin, belêm rastîyekê jî destnîşan dikin! Helbet bi navê xelkê Kurd rêxistinên Kurd dixwazin Hekarîya ji bin destê TCyê rizgar bikin. Hekarî ji xwe xwerû û paqij, anku homojen Kurd e û xelkê xwecih bi Kurdetîya xwe serbilind e. Xelkê Hekarîya gelek baş dizane ku digel bajêrên dî yên Kurdistanê, Hekarî jî ji teref TCyê ve hatîye dagîr kirin û hemû kar û bizava xelkê Hekarîya jî ew e ku Hekarîya ji bin nîrê kolonyalizma TCyê, ji bin dagîrîya TCyê rizgar û azad bike. Ji ber vê rastîya Hekarîya ye ku TC hemû ajan, tîm û bilcumle xirabkerên xwe rêdike Hekarîya ku xelkê çavtirsandî bike, bide koç kirin, revandin, mişext kirin ku Hekarîya ji alîyê nifûsê ve bête vala kirin û ku ji huvîyeta xwe ya serhildêr dûr bikeve. Lê belê, ev xewn û xiyalên wan bi cisaret û jîrîya xelkê Şemdîna di gewrîya wan da ma. Xelkê Şemdîna planê wan têkbir û bi serê wan da dirand. Xelkê Geverê bi merasima sed hizarî jî rûreşîya TCyê bi hemû alîya ve aşkera kir û rik û berxwedêrîya xelkê Kurd wekî dirêşekê kire di nav çavên TCyê da. Êrişkarîya tîm û ajanên TCyê dişubî ya Susurlukê, lê belê aşkerakirina êrişkarîyê ne bi tesadufa qezayeke trafîkê pêkhat, bi hişyarî, serwextî, zanahî û cisaretkarîya xelkê Şemdîna derkete meydanê. Ferq ev e. Xelkê Şemdîna bêyî tirs û xof, dest dana ser plan û projeyên tîm û ajanên TCyê û ew li ser kiryara xwe ya qirêj û gemar girtin. Xelkê Şemdîna bi wê desteserîya xwe ya bi cisaret jî xwûnsarîya xwe ji dest berneda û ew ajan lînc nekirin, digel ku bawerîya wan bi polîs nedihat jî, lê dîsa ve teslîmî polîs kirin, ya rastî teslîmî bîr rehîya giştî kirin ku bûyer bi hemû cepheyên xwe ve bête dîtin. Xelkê Şemdîna bi wê xwûnsarî û cisareta xwe bûne nimûne ji bo bizav û têkoşerî û berxwedêrîya sivîl û demokratîk. Xelkê Şemdîna bi wê netirsîya xwe sehma TCyê ya di serê xelkê xwecih da hatîye mezin kirin jî, şkand û tarûmar kir. Ji evro pêve ne leşker, ne polîs û nejî tîm û ajanên TCyê newêrin wekî berê bibizivin û kiryar û êrişkariya bikin. Destê xelkê dê li ser patika wan be û ew destê xelkê dê ji bo wan ajan û tîmên mirovkuj û êrişkar sehmeke kûr û xurt be. Xelkê Şemdîna, Geverê û Çolemêrgê di kelegerma bûyerên 9ê Teşrînê û êrişkarîya 15ê Teşrînê da, piştî şehîtbûna pênc kes û birîndarîya nêzîkî sih kesan, bi reftara xwe ya aktîv û aksîyoner tiştek gelek aşkera nîşanî TCyê da ku du teref hene: Terefek dewleta Tirk e, terefê dî xelkê Kurd e. Dewleta TCyê kolonyalist û dagîrker e û li Kurdistanê dijî xelkê Kurd şerekî neheq dike û bêdadîyeke mezin bi serê xelkê Kurd tîne. Xelkê Kurd jî mexdûrê vî sîstemê kolonyalîst û zordar e, bindest e û şer û têkoşîna azadî û rizgarîyê dide û bi vê têkoşîna xwe ve jî terefê heqî û dadîyê ye. Xelkê Kurd bi vê pozisyon û reftara xwe ve wekî hemû xelkên hevdemên xwe têkoşînê dide. Şîn û şahîya xwe herwekî hemû xelkên bindest pêktîne. Ji ber vê yêkê ye ku serleşkerê baskê reşahî yê ertêşa Tirk Yaşar Büyükanıt hêj nîveka havîna 2005ê digot ku „terorist“, anku xelkê Kurd, bi merasim û kiryarên xwe şubî Filistînîya hereket dikin. "Türkiye Filistinleştirilmek isteniyor. 31 Ağustos/Tebax 2005 – [Tête xwastin ku Tirkîye wekî Filistînê lê bêt“] Boçi wisa digot vî generalî? Çiku xelkê Kurd jî wekî Filistînîya berxwe dide, mîtîng û demonstrasyona dike, xwastekên xwe bi dengekî bilind dibêje, li hemberî êrişkarîya polîs gavan paşve naavêje, aksîyonerîya xwe didomîne. Heke di vê têkoşîn û berxwedêrîyê da şehîdan jî bide, kuştîyên xwe bi merasimên boş, bi cil û bergên neteweyî, bi lorî û sloganên Kurdî radike û vedişêre. Di her rakirina cinazeyekê da bi hizaran xelk komdibe û ev merasim adeta dibine xwenîşandanên neteweyî. General çawa merasimên kuştîyên xwe, cinazeyên leşkerên xwe bi alayên xwe ve dikin mîtîngên antî Kurd, Kurd jî cinazeyên xwe bi ala û sembolên xwe, bi his û bawerîyên xwe yên neteweyî radikin. Bi vî rengî jî „du cephetî“ derdikeve meydanê. Li milekê Kurd şehîdên xwe bi beşdarîya hizaran radikin û van merasima dikin xwenîşandanên neteweyî, li milê dî general jî cinazeyên xwe dikin xwenîşandanên êrişkarî û şovenîzma Tirkîst. Ev tabloye evro bi zelalî li meydanê ye û tête jîyan. Ji ber hindê ye ku general nerazîbûna xwe dîyar dikin. Anku çi „tête xwastin ku Tirkîye wekî Filistînê lê bêt“? Heke Kurd wekî Filistînîya dikin, dîyar e ku generalên Tirk û ertêşa Tirk, komple dewleta Tirk jî wekî Israîlê dike. Israîla ku polîtîkên sîyonîst û antî Filistîn bi israr didomîne, xelkê Filistîn jî berxwedaneke meşrû pêktîne. Xelkê Kurd jî berxwedaneke meşrû dike û beramberî êrişkarîya TCyê teref e, hem jî terefê heqî û dadîyê. Her wî generalî, anku Yaşar Büyükanıtî, bejn û bala xwe di êrişkarîya Şemdîna da jî nîşanda û got ku „serçawiş Alî Kaya, serleşkerekî min yê gelekî jîr û kêrhatî ye, di operasyonên dijî PKKyê da li Kurdistanê her li tenişta min bûye, xizmetên bihadar kirine.“... Disa her wî generalî biryara firandina firokeyên cengî da ku ji esmanî otorîteya xwe ya kolonyalîst û dagîrkerî nîşanî xelkê Kurd bide li esmanê Geverê. Çiku di merasima mezin ya Geverê da hêzên reşahî yên dewletê timamî otorîteya xwe berze kiribûn û xelkê Kurd otorîteya xwe, muqtedîrîya xwe, bi boşahî nîşandabû. Vêca êrîşkarî, provakatorî û ajawekarîya hêzên reş û tarî yên dewletê bê sebeb nînin li Hekarîya ku wan kiryarên xwe yên dijî mirovî pêkbînin. Hekarî wekî senger û çeperekî saxlem yê doza neteweyî ya xelkê Kurd, ji bo wan cihê sehm, tirs û xofeke mezin e. Belêm xelkê Hekarîya bi nimûneya Şemdîna û Geverê nîşanda ku ew dê beramberî hemû provakasyonên tîm û ajanên TCyê hişyar bin û hindî ji wan bêt dê rê nedin wan kiryarên tîm û ajanên TCyê.

Kronolojîya êrişên li Hekarîya

Hindî ku di çapemenîya Tirkî da cih girtî, leşkerîya Tirk hêj ji meha Tîrmehê pêve biryar daye ku rêze kiryarên bombekirinê pêkbînin li Şemdîna, Gever û Çolemêrgê. Bombeya ewil 15ê Tîrmehê li taxekî Çolemêrgê peqandin. 20ê Tîrmehê li ber derê lojmanên lîseya Geverê bombe peqandin. Bi rêzê ve, 29ê Tîrmehê disa li nav Çolemêrgê, li 6ê Tebaxê li nav Şemdîna, li 1ê Îlonê li Şemdîna di nav xîveta aştîyê da, her wê rojê li Geverê, 10ê Îlonê li nav Çolemêrgê, 15ê Îlonê li Geverê, 3ê Çirîyê dîsa ve li Geverê, 11ê Çirîyê li Çolemêrgê, 20, 25 û 28ê Çirîyê li nav Geverê, 1ê Teşrînê li nav Şemdîna û 9ê Teşrînê jî li sentera bajêr, di dikana Seferî Yilmaz ya pirtûkfiroşîyê da bombe peqandin. Bombeyên berî 9ê Teşrînê herçend ji teref xelkê dihate zanîn ku ajan û tîmên TCyê dikin, lê bê dews û bê seraşûn diman. Belêm dewletê jî propaganda dikir ku goya PKK van bombeyan dipeqîne ku dilê xelkê jê sar bike. Lê xelkê guh nedida van propagandayên dewletê, çiku baş dihate zanîn ku eve jî şerekî psîkolojîk bû beramberî PKKyê û bizava xelkê Kurd. Dewletê bi israr propaganda dikir û bi rêya vê propagandayê jî manîplasyoneke mezin pêktîna dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd û bi taybetî li meydana cîhanê ev bombe û peqandin wekî kiryarên terora PKKyê didan nîşandan. Belêm bi bombeya 9ê Teşrînê herçend Kurdek hate kuştin û gelek birîndar jî bûn, lê esasen bombe di destê dewleta Tirkîyeyê da peqî û vê peqînê maskeyê wan jî îna xwarê û rûyê wan yê terora dewletî da aşkera kirin ku li paş van hemû bombe û peqandinan dewlet bi xwe heye û TC bi xwe terorê dike. Bi peqandina bombeya li dikana Seferi Yilmaz li çarsûya Şemdîna, ji bo Ewrûpa jî kivş bû ku dewleta Tirkîyeyê li Kurdistanê teroreke nedîtî dike.

Reaksîyonên li ser bûyerê

Gelek aşkera dikare bête gotin ku heke xelkê Şemdîna ew cisaret û jîrî nîşan nedaba û dest nedanaba ser wê kiryara Şemdîna ya li 9ê Teşrînê pêkhatî, rekasîyonên hinde mezin û dengvedêr jî pêknedihatin. Eve serê çend salan e ku Kurd dibêjin, hawar û gazî dikin ku TC li Kurdistanê terorê dike, bombeyan dipeqîne, mirovan direvîne, dikuje, lê ne ji nav Tirkîyeyê, nejî ji derveyî Tirkîyeyê dengekî dost bi xurtî nedihate bihîstin. Lê kengî xelkê Şemdîna dest dana ser bûyerê, xwudanên kiryara terorê li ser kar girtin, êdî çu îmkan nema ku leşker û polîsê dewleta Tirk xwe ji terorê bişon. Ji ber ku bombe di destê wan da peqî û ew li ser sûc hatin desteser kirin. Êdî ne serleşkerîya li Ankarayê, ne walî û qaymeqam û serleşker û serpolîsên Hekarî û Şemdîna nikarîn minareya xwe rû bikin. Hertişt derkete meydanê. Hindî ku serleşkerîya li Ankarayê û walîyê Hekarîya xwe livandin ku bûyerê bipeçinin, lê ji wan nehat û êdî rûyê wan yê terorîst bi hemû kirêtîya xwe ve derkete meydanê. Medyaya wan jî nikarî bigihe hawara wan ku rewşê bişêlîne, hedefê tarî bike. Reaksîyona xelkê Şemdîna û desteserîya wan ya ajanan demildest di medyaya cîhanê da sanîye sanîye hate dîtin û seyir kirin. Lîsteyên kuştinê û bombekirinê, cebilxaneya tîm û ajanan di bagaja tirimpêla wan da di ekranên televizyonên cîhanê da hate dîtin. Bizav û cisareta xelkê Şemdîna her yêkser di televizyonan da gihişte her derê cîhanê. Dinyayê dît ku terora dewleta Tirkiyeyê bi çi rengî didome li ser xelkê Kurd li Kurdistanê.

Reaksîyona herî mezin ya dijî êrişkarîya TCyê ya li Şemdîna, disa ve ji xelkê navçeyê hat û ji xwe serhildêrîya xelkê Geverê, Çolemêrgê û bajêrên dî yên Kurdistanê nimûne bûn. Di serî da serokê DTPyê Ehmed Turk û çend rêvebirên partîyê, şehridarê Diyarbekirê Osman Baydemîr û şehridarên dî yên bajêr û bajêrkên Kurdistanê yên DTPyî [DEHAPî] di hawara xelkê Şemdîna da hatin, pişkdarê xema wan bûn, piştevanîyeke xurt nîşandan. Ehmed Turkî bangî dewletê kir ku hem van êrişkarîyan bi dawî bînin, hem jî kirdarên van êrişan peyda bikin û bidin ciza kirin. Ehmed Turk herwisa xelkê Şemdîna ji ber vê berpirsiyarî, cisaret û berxwedêrîya wan pîroz kir û got ku partîya wan DTP xelkê navçeyê bi tinê nahêle û ew bi hemû hêza xwe ve piştevanê xelkê Şemdînan e. Osman Baydemir jî ”metanet û xwûnsarî” ji xelkê xwast û tika kir ku nerazîbûnên xwe bi şêweyên demokratîk û bi sebir bidomînin û keysî nedin ajan û ajawekeran ku careke dî vê refleksa xelkê Kurd têkbidin. Osman Baydemîr herweisa bangî hukûmet û mezinên dewletê jî kir ku vê bûyerê bi hemû rûyên xwe ve aşkera bikin, kirdarên vê provakasyonê di kîjan dereceya dewletê da jî bin, bêne dîtin û ciza kirin. Baydemîr dîsa balkêşa ser giringîya bûyerê û got ku divêt ev bûyere wekî ya Susurlukê neête peçinandin. Digel van reaksîyonên xelkê Kurd, hejmareke bilind ya nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên Tirk, hindek partî û rêxistinên sivîl û demokratîk yên xelkê Tirk jî hem bi belavok û daxuyanîyên medyayê, hem jî yêkser bi seradanîya Şemdînan di hawara xelkê navçeyê hatin, nerazîbûna xwe nîşandan û ev kiryarên teroristî yên dewleta Tirkîyeyê şermizar kirin û piştevanîya xwe ya digel xelkê Kurd aşkera kirin.

Bi navê însîyatîfa ronakbîrên Kurd û Tirk heyeta berdevk, ku di nav da Oya Baydar, Gençay Gürsoy, Mesut Öztürk û gelekên dî jî hene, di belavoka xwe da wisa gotin: ”Bûyerên Şemdîna, bi gelek alîyên xwe ve ”Çeteya Susurlukê” tîne bîr û grûbeke wezîfedarên asayişê bi çek û çolên xwe ve li pêş çavê parlementer û rêvebirên navçeyê ji teref xelkê ve hatine desteser kirin… Ev hişyarî û baldarîya xelkê navçeyê nîşandayî bi navê aştî û demokrasîyê hêvîdar e.” [16 Kasım / Teşrîn 2005 / Çarşemb – Milliyet]

Çendek ji van ronakbîran çûne Şemdîna, Gever û Çolemêrgê û digel xelkê xwecih û berpirsiyarên grûb û komeleyên sivîl û demokratîk axivtin, rewşa wan, şertên jîyana wan yêkser ji devê wan bihîstin. Piştî vê seradanîya xwe jî van ronakbîran dîtî û bihîsîyên xwe di kombûneke çapemenîyê da gotin û dubare kirin ku dewlet desta ji van kiryarên êrişkarî û bêhuqûqî bikêşe û digel xelkê navçeyê aşt û dadyar be.

Berpirsiyarên Yêkitîya Ewrûpayê [YE] jî nerazîbûna xwe dîyar kirin ku “hindek kesên ji nav ertêş û polîs” kiryarên “ne qanûnî” û “bê huqûq” dikin. YEyê bala hukûmetê kêşa ser vê bûyerê ku berpirsiyarên vê bûyerê aşkera bikin û bidin dadgeh kirin û cizayên heqkirî bidinê.

Ji koşenivîsên rojnameyan bigirin heta komentatorên televizyonan hemû rojnamevanan, qenc xirab li ser bûyerên Şemdîna û bi giştî Hekarîya rawestan, nivîsîn. Gelek ji wan nivîsan ne objektîv bûn, dijî xwastek û daxwazên xelkê Kurd bûn, lê hevpişkîya hemû analîz û komentaran ew bû ku dewlet divêt serê vê bombekirina Şemdîna ne peçine, kirdarên vê kiryarê aşkera bike, dadyarane bide dadgeh kirin û çi cizayê layiqî wan be, bête dan.

Huvîyeta serekî û binekî

Ji bilî kes û hêzên bizava bi giştî ya sivîl û demokratîk, berpirsiyarên fermî jî çûn Şemdîna û navçeyê. Di serî da serokwezîr Erdoxan, piştî bûyerê yazdeh rojan, anku 20ê Teşrînê, digel wezîrê karê navînî û wezîrê dadê û çendek parlementer û burokratan di nişkê da firîn Wanê û ji wê derê jî bi helîkopterê çûn Şemdîna. Li nav bazarê, çarsûyê gerîyan, seradanîya dikana ku hatîye bombekirin kirin û digel xelkê axivtin. Erdoxanî bi vekirî wisa got: “Em rê nadin ku ev bûyer bête peçinandin. Li ber û piştên vê bûyerê kî hebin, dê bêne dîtin û ciza kirin. Em di vê yêkê da ferq û cudahîyê nakin û bila kes jî li hêvîyê nebe ku em hindekan biparezin. Em wekî hukûmet sozê didin ku em dê vê bûyerê bi hemû binas û kirdaran ve aşkera bikin. Bila dilê xelkê navçeyê rehet be. Kurd, Tirk, Laz û Çerkez ferq nake û herkes dikare xwe bi huvîyeta xwe ya etnîkî ve îfade bike, belêm em hemû pêkve hevwelatîyên Tirkîyeyê ne, anku huvîyeta me ya serekî hevwelatîtîya Tirkîyeyê ye. Di bin sihwaneya hevwelatîtîya Tirkîyeyê da hemû huvîyetên binekî dikarin xwe azadane îfade bikin… Û ez dibêjim ku werin em vî demê kîn û nefretê bigirin… Bizanin ku heke şaşî û xeletîyek hebe, em wekî îdare dê li ser rawestin û taqîbatê bikin…”

Wekî Erdoxanî ev axivtina xwe dikir, xelkê Şemdîna jî bi rêzdarî guhdarî dikir lê xwastekên xwe bi plakatên destnivîs didane zanîn: “Soza xwe ya li Diyarbekirê bîne cih”, “Şemdîna ji bîr neke”, “Li Şemdîna rast bêje, li Ankarayê xwe şaş neke”, “Heke dewlet mirovan bikuje, ewlekarîya canî ya me emanetî kê ye”, “Em perwerde û îbadetê di bin bombeyan da naxwazin” û “ROJ TV bila neête girtin”… Mixabin ku Erdoxan digel ku çûbû ku pişkdarê xema xelkê Şemdîna bibe, belêm beramberî van nivîsên li ser kartonan  jî xwe negirt û nerazîbûna xwe kivş kir ji bo van xwastekên xelkê yên bi plakatan.

Digel hindê jî, hem xelkê Şemdîna, Gever û Çolemêrgê, hem jî şehridar û berpirsiyarên grûb û komeleyên sivîl û demokratîk yên navçeyê soz û gotinên Erdoxanî yên di derbareyê bûyera Şemdîna da û herweha axivtina li ser “huvîyeta serekî û binekî” da bi kêm û kasî jî be, maqûl dîtin û hêvî kirin ku ev soz û axivtin li navçeyê nemînin, li Ankarayê jî bêne bîra wan û ya herî giring jî encameke baş û bi xêr bidin û di pratîkê da jî bi kar bên. Bo nimûne şehridarê Çolemêrgê [Metin Tekçe] wisa digot: “Ez ne Tirk im û naxwazim bi navê Tirk bême nasandin… çiku Kurd im. Ji ber hindê, riberiza serokwezîr Erdoxanî ya li ser huvîyeta serekî û binekî giring e û di cih da ye. Belêm hindek dibêjin ku hevwelatîtîya Komara Tirkîyeyê nabe ku bibe huvîyeta serekî, huvîyeta serekî miletê Tirk e û serokwezîr Erdoxanî xwe şaş kirîye. Hal ew e ku li Tirkîyeyê herkes bi rehetî divêt bikare bêje ez Kurd im lê Tirkîyeyî me, hevwelatîyê Komara Tirkîyeyê me…”. [Ji roportaja Neşe Düzelê, Radikal, 28 Kasım / Teşrîn 2005]. Şehridarê Geverê Salih Yildiz jî di vê naverokê da axivt… Herçend ev axivtin û ravekirinên şehridaran hisîyata xelkê Kurd û bawerîya Kurdistanîtîyê bi giştî îfade nakin jî, lê beramberî reaksîyonên antî Kurd yên li Tirkîyeyê û di nav wê riberiza “huvîyeta serekî û binekî” da relatîven jî be, nêrîneke pozîtîv bû.

Mixabin ku wekî hemû soz û axivtinên Erdoxanî yên “konjonkturel” ew axivtina li Şemdîna jî li hewayî ma. Erdoxan piştî Şemdîna çû peravên Deryaya Reş û vê carê jî nakarata fermî ya dewletê dubare kir; “Kurd be, Laz an Çerkez be, em hemû Tirk in”!.. Erdoxanî bi vê gotinê, ew axivtina xwe ya li tenişta Çîyayê Cîloyê ji binî ve pûç kir. Ev reftar û axivtinên berevajî, ji hev dûr û bi zîgzag yên Erdoxan û wezîrên dî yên hukûmetê, şik têda nîne ku bawerîya xelkê navçeyê dişkêne. Lê di pratîkê da xema wan jî nîne ku xelkê navçeyê ji van durûtîyên wan aciz e!.. Axivtin û kiryarên wan li Kurdistanê bi rengekê ne, li Ankarayê bi rengekî dî ne!.. Lewma ew pankarta li Şemdîna gelek di cih da bû ku xelkê wisa digot: “Li Şemdîna rast bêje, li Ankarayê xwe şaş neke”!.. Belêm Erdoxanî wekî her car xwe li Ankarayê şaş kire ve!..

Piştî Erdoxanî vê carê serokê CHPyê [Partîya Xelk ya Komarê] Deniz Baykal û çend berpirsiyarên partîya wî çûn Şemdîna, Gever û Çolemêrgê. Baykal di pirsa xelkê Kurd û bûyerên Kurdistanê da hindî hûn bêjin şoven e û adeta berdevkîya hêza leşkerî dike. Belêm ji ber ku maskeyê kiryara ajan û tîmên leşkerîya Tirkîyeyê êdî ketibû û ew kiryarên wan yên qirêj nedihatin veşartin, mecbûr ma bêje ku ew jî wekî partîya serekî ya opozisyonê anku CHP, dixwazin ku ev bûyer bi hemû cepheyan ve bête aşkera kirin û kirdarên vê bûyerê bêne girtin û ciza kirin. Baykalî li Şemdîna berevajî Erdoxanî li ser riberiza “huvîyeta serekî û binekî” axivt û got ku ev tarz axivtin dê bibin binasê cudabûn û parçebûna Tirkîyeyê. Denîz Baykalî got ku, huvîyetên binekî dikarin xwe îfade bikin, lê huvîyeta serekî “Miletê Tirk” e û divêt herkes vê yêkê qebûl bike. Li goreyî vê axivtina Denîz Baykalî, “Kurdek dikare bêje “ez Kurd im” lê dîsa ve “ew Tirk e”!.. Ev ecêbîya şovenên Tirk hêj jî dom dike…

Heyeta komisyona mafê mirov ya parlementa Tirk jî di bin serokatîya Mehmet Elkatmiş da çû Şemdîna. Wan jî gelek lêgerîn, lêpirsîn kirin, digel şehridar, berpirsiyarên grûb û komeleyên sivîl û demokratîk û gelek kesan axivtin, guh dane binkeyên leşkerî û polîsî, qaymeqam û walî û berpirsiyarên dî yên fermî. Vê komisyonê hêj di serî da reftara xwe kivş kirin ku ev kiryar û êrişên ajan û tîmên leşkerî û polîsî şaş in û neheqî digel xelkê xwecih tête kirin. Serokê komisyona parastina mafê mirov ya parlementa Tirk Elkatmîş herwisa got ku firandina firokeyên cengî ya li ser serê merasima cinazeyên Geverê jî şaş bûye…

Encam çi lê hat

Bi navê fermîyeta dewletê kî çûbe Şemdîna û navçeyê, di carçoveya giştî da baş axivtîye. Lê belê, di midehê van du mehan da tiştê berçav hatîye dîtin, ji bilî itirafkar û sercawişê bispor yên ku di germahîya bûyerê da hatîye girtin, tinê girtina [28ê Teşrînê] wan du serleşkerên ertêşê bûye. Digel ku yên li paş vê kiryarê, plankerên xeleka serî nehatine kivş kirin û li ser dewsa wan jî nehatîye sekinîn, lê vê gavê çar kirdarên bûyera Şemdîna, Veysel Ateş, Tansu Çavuş, Özcan Ildeniz û Ali Kaya, di hefsa Wanê da girtîne. Dozgerê Şemdîna bi doznameya ku “bi çeteyî karê kuştinê kirin” doz li wan vekirîye û dosya rêkirîye dozgerîya Wanê. Serdozgerê dadgeha Wanê nihe berpirsiyarê vê dozê ye. Herweha walîyê Hekarîya, qaymeqamên Geverê û Şemdîna û mudûrên asayişa Geverê û Şemdîna hatin rakirin û li şûna wan berpirsiyarên nû hatin bi cih kirin. Eve xwasteka xelkê Şemdîna, Gever û Çolemêrgê jî bû ku bi taybetî walî Erdogan Gürbüz çavê xwe li hemû kiryar û êrişên leşker û polîsan digirt û ew diparastin. Walî Gürbüz ji bo bajêrê Tirkîyeyê Tokatê hate hinartin û walîyê Tokatê Ayhan Nasuhbeyoglu jî rêkirin Hekarîya. Di serî da walî û guhortina van berpirsiyaran, ji teref xelkê xwecih ve baş hate biha kirin û xelkê razîbûna xwe da kivş kirin. Ji bilî van pêşhatinan devê hemû berpirsiyarên fermî hatîye girtin û hemû pêkve ker û kip in!.. Heke ji wan hate pirsîn ku boçi dengê xwe nakin, bersiva wan hazir e; “kirdar hatine girtin û êdî bûyer di destê dadgehê û dadgeran da ye û divêt kes neaxive û daberizînê di prosesa dadgehê da neke û bawerîyê bi dadyarî û dadger û dozgerên komarê bîne!”… Ev hevoke benîşt e di devê serok û berpirsiyarên fermî yên dewleta Tirk da. Ji alîyê Kurda ve, tirs ew e ku ev bûyer di nav demî da bête peçinandin û bête ji bîr kirin. Werarên heyî û pratîka heta evro hatîye nîşandan, vê tirsê mezintir dike. Parêzerên kirdarên wê kiryara terorî ya li Şemdîna ertêş bi xwe ye û ertêşê parêzerekî ji leşkerîyê teqawîdbûyî [Mehmet Uçman] wezîfedar kirîye ku wan ajanên leşkerî li beramberî xelkê Şemdîna biparêze. Hemû mesrefa parêzerî ertêş bi xwe dide û di ser da jî parêzerî bi helîkopterên leşkerî dibîne û tîne. Vêca ertêşa Tirk bi aşkerayî xwe kirîye terefekî vê bûyerê û ajan û tîmên xwe yên terorîst diparêze. Serleşkerê giştî yê ertêşê general Hilmî Özkök hêj di serî da digot “ez personelê xwe ne sûcdar dikim, nejî diparêzim” ku tercumeya vê hevokê “personelên min sûcan nakin û ez wan diparêzim” e û ji xwe dozger û dadgeran jî ev mesaja ertêşê baş wergirtine! Belêm parêzerên xelkê Şemdîna di bin gef û gurên dewletê da ne. Hema serokwezîr Erdoxan bi xwe got ku ew şahidîya xelkê Şemdîna qebûl nakin, çiku ew teref in!.. Werin vê ecêbê! Ew serokwezîrê ku çûye Şemdîna û soz daye xelkê Şemdîna ku vê bûyerê aşkera bike, kirdarên vê bûyerê bide ciza kirin, şahidîya xelkê mexdûr yê Şemdîna qebûl nake. Başe Gronlandî dê bên û şahidîyê bikin û bêjin belê van çar ajan û tîmên ertêşa Tirk bombe avêtine dikana pirtûkfiroşîyê?.. Ev reftara Erdoxanî trajîkomîk e!.. Nihe piştî ku leşkerîya Tirk hemû mesrefa parêzerê wan ajan û tîmên bombeavêj bide, serokwezîr Erdoxan şahidîya xelkê Şemdîna qebûl neke, dadyarî [edalet] dê çawa encam bide?!.. Belê! Ev e dadyarîya dewleta Tirk! Hem kirdar in, hem dozger in, hem dadger in, encam dê çawa be?.. Dewleta Tirkîyeyê çawa bi hostahî bûyer û kir û kirdarên Susurlukê dane berze kirin, peçinandin û ji bîr kirin, aqîbeta bûyera Şemdîna jî kêm zêde dê wisa be! Ma serokê çeteya Susurlukê Mehmet Agar nebû ku nihe serokê partîyekê ye û di parlementê da ye. Di germahîya bûyera Şemdîna da „çeteya Geverê“ ya ku li sala 1996ê rûdayî, ku têda albay Hamdi Poyraz, bînbaşî Mehmet Emin Yurdakul, üsteğmen Bülent Yetüt, serokcehş Kemal Ülmez, itirafkarê ji doza PKKyê Kahraman Bilgiç, ji tîmên taybetî polis Enver Çırak hebûn, ji alîyê dadgeha cizayên giran ya Çolemêrgê ve hatin biraet kirin. Tam di demê destpêka dadgehkirina çeteya Şemdîna da, hatina vê biraetê di serê xelkê da gelek heq pirs pêkînan ku gelo aqîbeta vê doza çeteya Şemdîna jî dê wisa be an ne?! Ev rasthatina enteresan nîşan dide ku ertêş bi van atraksîyonan dixwaze berê doza çeteya Şemdîna bide evrazî ku çu cara serek jê dernekeve û di nav demekî dirêj da bête ji bîr kirin. Heke dadgeha kirdarên bûyera Şemdîna jî di bin siha gef û gurên ertêşê da dom bike, aqîbet jî dê biraeta ajan û tîmên taybetî yên leşkerî be. Li milê dî ji xwe biryardêrê bûyera Şemdîna jî serleşker û generalê hêza reşahîyê general Yaşar Büyükanıt e û ew jî dê di havîna [Tebax] 2006ê da bibe serleşkerê giştî yê ertêşa Tirk. Sîstem û mekanizmayên dewleta Tirkîyeyê, ji xeleka biçûk heta ya mezin, ji binî heta serî, li ser antî Kurdîtîyê hatîye danan û xebitandin. Ev sistem û mekanîzma dê çawa xwe ji kiryarên li Kurdistanê sûcdar û ciza bike… Ji bo çavboyekirinê dê rebenekî ku bi pare hatîye kirîn, ajanekî rêza herî binî, itirafkarekî cehş, dê toka sûc bikin stu û gunehkarê vê bûyerê îlan bikin. Hêj ji nihe ve kivş e ku dê „sûcdaran“ di xeleka herî binî da bihêlin û fermandaran jê muaf bikin! Eve tradisyona dewleta Tirkîyeyê ye. Di peçinandina vê bûyerê da, zimmen lihevîyek jî heye di nav hêzên çerxa dewletê da. Ji opozisyonê heta hukûmetê û hemû xelekên dî yên sîstemê dewletê, hemfikir in ku dewleta xwe bi kêmxusaret xilas bikin ji vê bûyere!.. Ma reftara CHP û parlementê ne nimûne ye bo vê yêkê?.. Ne CHPyê parlementerê xwe yê Hekarîya Esad Canan kire endamê heyeta xwe ya li ser bûyera Şemdîna, nejî parlementê bi xwe Esad Canan kire endamê komisyona ku goya dê li ser bûyera Şemdîna lêkolînê bike. Esad Canan her ji serê bûyerê pêve li cihê bûyerê hazir bûye, hertişt bi çavê xwe dîtîye û di aşkerakirina bûyer, kirdar û aletên kirdaran da jî xizmeteke mezin kirîye. Di komisyona li ser bûyera Şemdîna hatîye pêkînan da, parlementerê cihê bûyerê nîne, eve çi ecêbî ye? Ma eve sînyalekê nade ku dewlet û berpirsiyar pêkve dixwazin ku serê bûyerê her bi çi awayî be bipeçinin. Medya Tirk jî êdî qet xwe bi ser bûyerê ve nabe û jê behs nake. Ji ber ku fermandarîya giştî ya leşkerî sînyal daye ku divêt li ser neête axivtin. Hukûmet be, opozisyon be, ertêş be, medya be, hemû hêzên çerxa dewletê bo xwe kirasekî huqûqî jî peyda kirine ku li ser bûyerê neaxivin û nedin axivtin: “Bûyer di destê dadgehê da ye, divêt daberizîn di prosesa huqûqî da neête kirin!”... Bi navê huqûqê tabûyek mezin hatîye avakirin li ser bûyerê ku li goreyî dilê xwe bidin encamdan. Ji xwe tam di vî demî da, ertêşê bi rêya medyayê dîsa ve didanên xwe yên kêlbe nîşandan û vê carê jî generalekî tûgaya li Geverê doza cil û bergên Kurdî da vekirin li dadgehê. Çi ye? Cil û bergên tîma dîlanê ya lîseya Geverê wekî cil û bergên gerîllayên PKKyê ne!.. Êdî bes! Nûçe di rojnameyên 19ê Kanûnê da wisa hate belav kirin: “Kumandanê tûxaya ser tixûbî ya 21ê ya Geverê Tûxgeneral Erdal Akpınar, di derheqê mudûrê dibistana seretayî ya Gazî da, Alî Ozkan û perwerdekarê govendê Abdullah Gungor, doz da vekirin ku cil û bergên tîma govendgêrên dibistanê dişibine yên gerîllayên PKKyê, ku vê tîmê di cejna komarê ya li 29ê Çirîyê da dîlanek pêşkêş kiribû…”. Hem mudûr Alî Ozkan, hem jî perwerdekarê govendê Abdullah Gungor digotin ku ev tîme her bi van cil û berga beşdarî gelek berabezinkên dîlanê bûye û bi van cil û berga madalya qazanc kirine, dereceyên bilind wergirtine. Paşê ev cil û bergên ku tîma govendê kirine ber xwe, cilikên adetî yên navçeyê ne û xelkê sade di jîyana xwe ya rojane da jî van cilikan ber dikin. General û berpirsiyarên dewletê heta nihe boçi doz nedane vekirin ji ber van cilikan? Generalî di vî demê doza kirdarên bûyera Şemdina da, xwast terora dewletî bi behaneya cilikan bidomîne ku hewayê li ser bûyera Şemdîna bide sar kirin, xelkê çavtirsandî bike û herweha mesajê bide dadgehê, dozger û dadgerî ku biryareke di eleyhê ajanên leşkerîyê yên girtî da nedin. Di serî da kumandanên leşkerîyê yên li Ankarayê û yên li navçekên Hekarîya, di her keysî da van cure gefan dikin ku tesîrê li ser dadgehê bikin û ajan û tîmên xwe yên bombeavêj ji cizayekî giran xilas bikin. Her cure axivtin, gef xwarin bo wan serbest e û eve bo wan naête daberizîna prosesa dadgehê. Belêm heke parêzerên xelkê Şemdîna axivtin, eve dibe daberizîn û dengê wan demildest tête birîn!

Doza bûyera Şemdîna di vî hewayî û van şertan da dom dike. Çu hêvî nîne ku kirdarên derece bilind, anku yên ku ji serî ve biryar dayî bêne peyda kirin. Herweha hêvî naête kirin ku ev kirdarên hatîye girtin jî cizayên giran bixwin. Hem MITê, hem jî serokê JITê rapor amade kirine ku ber û piştên bûyerê tarî bikin û balê bikêşin ser çalakî û xebatên aktîvistên polîtîk yên Kurd. Bi hemû alîyan ve ev dezgehên istixbaratê, MIT û JIT, dixwazin kiryarên van kirdarên bombeavêj heq derêxin. Li goreyî raportorên MIT û JITê, kirdaran dijî PKKyê xebat kirine, istixbarat kom kirine, lewma ji teref “organizasyona terorê” anku PKKyê ve bûyne armanc û ev provakasyone PKKyê bi serê wan înaye! Serokê JITê Tûxgeneral Mehmet Comertî raporeke bi vî rengî pêşkêşî komisyona Şemdîna ya parlementê, ku di 23ê Teşrînê da ji parlementên AKP û CHPyê pêkhatiye, kir û di raporê da iddia kir ku kirdarên terorê, “astsubay” Özcan İldeniz û Ali Kaya, demê ku bombe peqî, li ser kar û xebata xwe ya fermî bûne û li dûv Seferî Yilmaz bûne ku li goreyî raporên wan, Seferî Yilmaz aktîvistê PKKyê bûye. [26 Aralık, 2005 CNNTürk]. Vêca dezgehên dewletê ji hemû cepheyan ve dest pê kirine ku prosesê bişêlînin, delîl û dîtîyan tarî û serûbin bikin, daku kirdaran xilas bikin. Di vî warî da qederekê rê jî dane ber xwe û bûyer tepisandine.

Di sala 2006an da rûyê vê bûyer û dadgehê dê bi kîjan alî ve biçe, zelal naête zanîn. Belêm tiştek baş têta zanîn ku hindî ji dezgehên dewletê bêt dê kirdarên bûyera Şemdîna ji cizaxwarinê xilas bikin, anjî “sûcî” biavêjin ser stuyê “itirafkarê ji PKKyê” û çawişî!.. Eve karê wan e. Li goreyî wan ew li Kurdistanê dijî ”terorê” anku aktîvist û milîtanên doza neteweyî ya Kurdistanê şer dikin û heqê wan heye her awa û metodî bi kar bînin. Bo wan ne qanûn nejî huqûq kar dike û ji xwe bê mana ne. Tiştê ku ew jê dizanin “qanûna Nazîyan e”, “huqûqa Pînoşet e”!.. Ji bo wan her Kurdek potansîyelen ji xwe terorîst e, gerîlla ye! Ma heke wisa neba da boçi cil û bergên govenda zarokên dibistanê jî bikin binasê dozê li dadgehê, ku xelkê Hekarîya bi gelekî ve van cil û bergan dikin ber xwe. Xwudanên vî mentalîteyî, vî mejîyî, vê bîr û bawerîyê, dê çawa dadyar bin beramberî kiryarên terora dewletî!.. Ev dewleta bi xwe planên terorê dide çêkirin û bi destê ajanên xwe bombeyan dide peqandin dê çawa bûyerê ronahî bike!. Piştî bûyera Şemdîna û reaksîyon û reftara ertêşê, MIT û JITê û hukûmetê kivş bû ku, di nav tixûbên fermî yên Tirkiyeyê da “du sîstemên huquqî” hene. Yêk li Tirkîyeyê, anku li rojavayê, yêk jî li Kurdistanê, anku li rojhilatê. Tirkîye bi biryarên Ankarayê huqûqa kolonyalî dide xebitandin li Kurdistanê, anku li rojhilatê. Ji dadgehan bigirin heta binkeyên polîs û leşkerî û heta dayreyên dî yên dewletê, wekî organên dewleta kolonyal kar dikin û biryarên xwe bi mentalîteyê kolonyalî didin û pratîze dikin. Di bûyera Şemdîna da baş kivş bû ku Ankara wekî merkeza dewleta kolonyal, biryar û pratîkên xwe bi polîtîkên kolonyalî li Kurdistanê dixebitîne. Merasima cinazeyên Geverê û firîna firokeyên cengî ji xwe nimûneya herî konkret ya vî sîstemê kolonyal bû. Axivtina general Yaşar Büyükanıt ya “eve, anku Kurd, dixwazin wekî Filistînîyan bikin” jî nimûneyeke dî ya konkret bû ji bo vî sîstemê kolonyal. Heke Kurd wekî Filistînîyan bin, Tirkîye jî wekî Israîl e. Heke li ser serê merasimên cinazeyên şehît yên xelkê kolonî, firokeyên cengî yên dewleta kolonyal hatin firandin, di wê derê da du cografya hene, kolonî û kolonyalîst hene. Di bûyerên Şemdîna, Geverê û Çolemêrgê da ev rûyê kolonyal û kolonyalîst bi hemû desen, motîv û nexşên xwe ve hate dîtin. Eve ji bo xelkê Kurd jî gelek zelal û ron bû. Di serî da dadyarî, dadgeh û bi timamî sistemê huqûqa Tirkîyeyê û hemû dem û dezgehên fermî bi du awayan kar dikin. Li Tirkîyeyê cuda, li Kurdistanê bi rengekî dî dixebitin. Dewleta Tirkîyeyê hemû sîstem, rêz û rêzikên xwe yên fermî di nav tixûbên xwe da, anku li rojavayê cuda, li Kurdistanê jî bi mejîyê kolonyal bi kar tîne. Ev rikeberîya Tirkîye û Kurdistanê her diçe aşkeratir dibe. Kes û hêzên humanîter û hemû organizasyonên sivîl û demokratîk yên Tirk jî piştî çûn Şemdîna û navçeyê, bi çavê xwe dîtin ku sîstem li nav tixûbên fermî yên Tirkiyeyê bi du rengan dizivire û ev yêke piştî seradanîyên xwe di kombûnên çapemenîyê da jî gotin. 

Tirkîye di vê prosesa destpêka gotûbêjên digel YEyê da jî huqûqa duserî didomine. Esasen ev bûyera Şemdîna û doza wan kirdarên bombeavêj ji bo têkilîyên Tirkîye û YEyê jî kaxeza turnusolê ye. Lê belê, Tirkîye wekî dewlet bi hakimîyeta polîtîkên xwe yên berê û kevin, xwe ji nav vê hercûmercê zû bi zû xilas nake û ji xwe naxwaza xilas jî bibe. Xelkê Kurd divêt têkoşîna doza xwe ya heqîyê, huqûq û dadyarîyê nehêle ber insafa dewleta Tirkîyeyê û têkoşîna xwe ya aştîyane û demokratîk bi israr bidomîne û xwe li ber êrişkarî û provakasyonên dewletê sist neke, çeper û sengerên xwe xurt û saxlem bike, ref û rêzên yêkitîya xwe xurttir û bi hêztir bike. Bûyera Şemdîna rûyê kirêt yê sîstemê kolonyalist yê dewleta Tirkiyeyê bi zelalî derêxiste meydanê. Lewma xelkê Kurd divêt bawerîya bi hêza xwe berze neke û xurttir bike. Heq, huqûq, dad û dadyarî dê bi hêza navxweyî û serkevtina bi hêza xwe bi xwetî bête bi dest êxistin.

Şemdîna û xelkê Şemdîna rûyê xwe jî, rûyê timamî xelkê Kurdistanê jî spî kir di bûyera 9ê Teşrînê da. Şemdîna li dîroka xwe ya serhildêr û berxwedêr xwudan derket, xwe ji ser wê dewsê varê nekir û ma li ser rêya xwe ya têkoşer ya qedîm. Ji serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî [1878] bigirin heta serhildana 15ê Tebaxa 1984ê, kivş bû ku xelkê Şemdîna xwe ji ber êrişan nade paş, serê xwe li ber zulm û zorê naçemîne. Xelkê Şemdîna, xeniqandina Seyid Ebdulqadir Geylanîyê Nehrîya Şemdîna û kurê wî Seyid Mehemed, ji ber ku tevî serhildana Şêx Seîd bibûn û bi biryara “Dadgehên Istiklalê” yên nemeşrû û bêdad yên rejima Kemalîst, 27ê Gulana 1925ê li hewşa Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê hatibûn hilawîstin, ji bîr nekir û hêza xwe nîşanî dewleta TCyê da ku ew êdî wî keysî nadine vê dewleta hov ku kuşt û kuştdarîya xwe bidomîne. Serhildana 15ê Tebaxa 1984ê çawa li Şemdîna bû destpêka têkoşîneke domdirêj ya çekdarî, 9ê Teşrîna 2005ê jî bû destpêka serhildan û berxwedana sivîl, demokratîk û aştîyane ya xelkê Kurd. Şemdîna û xelkê Şemdîna bi van serhildan û berxwedanan, xwe jî, Hekarîya jî, timamî xelkê Kurd jî rûspî kir.

____________________________

 [*] Lîste

Alî Kaya û hevalên xwe lîsteyeke dirêj ya êl û eşîrên navçeya Şemdîna û navçekên dî yên Hekarîya jî amade kirîye ku ka kî li milê kê ye. Hem kesên cehş û hem jî kesên welatperwer bi nav û nîşanên xwe yên eşîrî ve hatine destnîşan kirin. Cehş dubare bi sadiqî û nesadiqîya dewletê ve hatine tesnîf kirin, ka kîjan cehş çend nêzîkî dewletê ye, çend dûr e. Lîsteya kesên welatparêz jî ji bo kuştinê hazir kirine û yên ku hatine kuştin jî bi tîpa “X” [eks] hatine nîşan kirin. Yên li dora kuştinê jî bi şîfreyên taybetî hatine destnîşan kirin. Di wê lîsteya ku di roja bûyera Şemdîna da hatîye girtin da xwudanê dikana pirtûkfiroşîyê [Umut / Hêvî] Seferî Yilmaz di rêza serî da bûye û xîçeke sor li ser navê wî hatîye kêşan ku ev xîçe dihate manaya telifandinê. Lê baş bû ku bi zîrekî û hişyarîya Seferî Yilmaz bi xwe û jîrîya xelkê Şemdîna, ajan negihiştin mexseda xwe ya qirêj û li ser kiryara xwe hatin desteser kirin.

[**] Alî Kaya kî ye? [Mutkili Ali…]

Ali Kaya, ji Mutkîya Bitlîsê ye, lewma bi navê “Mutkili Ali”, anku “Elîyê ji Mutkîyê”, tête nas kirin. Ali Kaya, di salên 1996-98ê da li Diyarbekirê li ber destê general Yaşar Büyükanıt dîsa her ev karê xwe yê ajanî û provakatorîyê kirîye. Yaşar Büyükanıt di navbeyna salên 1996-98ê da bi rutbeya Korgeneralîyê serokê “Kolordîya 7. ya Diyarbekirê” bûye. Endamê JITEMê û itirafkarê ji doza PKKyê Abdulkadir Aygan jî di itirafnameyên xwe da behsê vî Mutkili Ali, anku Ali Kayayî dike û dibêje ku Ali Kaya bi destûr û parastina general Yaşar Büyükanıt gelek serbest karên veşartî dikirin û her reng kuşt û kuştdarî dikir. Ji ber van xasyetên wî yên “qirêj” bû ku general Yaşar Büyükanıt li şagirtê xwe xwudan derdiket!

ROJAN HAZIM

Teşrîn / Kanûn 2005

serî