paşve

Sefaleta lîberaldemokratan

 

ROJAN HAZIM

 

 

Li Tirkîyeyê, sosyaldemokratên Tirk di pirsa bi giştî maf û azadîyan da ji serî were rêyeke ”şoven” dane berxwe û çu cara xwe nêzîkî standardên sosyaldemokrasîya navneteweyî nekirin. (Sosyalîstên Tirk li derveyî vê mijarê ne, ku ji wan jî kêm kitek têne, bahra pitir ya sosyalîstên Tirk jî di nav kirasê sosyal şovenîzmê da bûn û hêj jî wisa ne.) Belêm bi taybetî piştî bayê Turgut Ozal, baskekî nû bejin da li nav ”demokratên Tirk”. Ev reya nû di bazara polîtîk û ronakbîrî da wekî ”lîberaldemokrat” hate bi nav kirin. Van lîberaldemokrata di pirs û pirsgirêkên maf û azadîyan da, bi zelalî nebe jî, relatîven profîlekî ”humanîst”, derêxistin pêş. Li Tirkîyeyê gava gotina ”maf û azadîyan” hate ser maseyê, dîrekt pirsa xelkê Kurd tête têgihiştin. Eve têgihiştineke xwezayî ye, çiku maf û azadîyên xelkekî boş û li ser cografyaya xwe li ber çavan têne binpê kirin. Lîberaldemokratan hindek tabû sist ve kirin. Qet nebe ”Kurd” gotin, ”maf û azadîyên Kurdan yên kesane” bi lêv kirin. Helbet ev jargona lîberaldemokratan jî ji alîyê me Kurdan ve bihayekî mezin nedikirin, lê axir dîsa ve xelekeke sempatîyê peyda dibû ji teref Kurdan ve bo van lîberaldemokratan. Ev tarz axivtin û nivîsînên wan xizmeta legalîzebûna nav û hindek xwastekên Kurdan dikir. Kurdan ew di vî warî da teşwîq dikirin, hetta carna ji heddê wan zêdetir qedir û qîmetekî mezin jî didan wan. Di wan salên ”dewrî Ozal” da bi taybetî gotina ”mozaîk” gelek popûler bû û van lîberaldemokratan jî axivtin û nivîsînên xwe li ser vê gotinê dizivirandin. Ev keşfa ”Mozaîka Anadolîyê” gelek li van lîberaldemokratan xweş dihat, ku hejmareke ne kêm ya Kurdan jî adeta xwe berdabûn ser pêla vê gotina ”sihrî”! Di wê demê da reaksîyona herî balkêş ji Turkeş hat ku di lîteratûra polîtîka Tirkîyeyê da bû ”termek”! Turkeş di preskonferansekê da, li ser pirsekê, bala van ”lîberaldemokratên Tirk” gelek hişk kêşa û ew bi ”xaînî” sûcdar kirin û ev gotina xwe ya flaş peqand: ”Ne mozaiği ulan!” Anku ”çi mozaîk e kuro!” Esasen ev ”tesbîta masûmane” ya mozaîkê, ne îfadeya armanc û xwastekên Kurdan, nejî çareya derdê wan bû. Lê axir, hind ji lîberaldemokratên Tirk dihat. Hem nedixwastin bêjin Kurd û Kurdistan, hem jî nediwêran. Ev edebîyata ”mozaîkê” li hisaba wan jî dihat. Lê belê, helbet vê gotina mozaîkê jî tirarê (tasê) serê Turkeşê rasîst dida avêtin. Digel hemû bêçaretîya lîberaldemokratên Tirk, ev helwest û edebîyata wan ya ”mozaîkî” ji alîyê Kurdan ve dihate biha kirin û rêz didît. Bi gotina herî nerm em bêjin, qusûra herî mezin ya lîberaldemokratên Tirk ew bû ku, wan ev edebîyata mozaîkê, wekî projeyeke çareserîya pirsa Kurdan dida pêş û dixwastin ku Kurd jî vê nêrîn û pêşniyarê qebûl bikin û xwe bikin ”hûreberên” anjî ”hûrefayansên” vê ”mozaîka anadolîyê” û di bin navê ”nasnameya serî ya Tirkî” da, wekî kesane Kurd bijîn!

Di salên dawîya 80ê û salên 90î da belkî konjonktûren qîmetekî vê edebîyata mozaîkî hebû. Lê belê, ji wan salan heta serê sedsala bîst û yêkan, avên gelek boş rabûn û ji bin piran herikîn û hetta gelek pir û bend jî serûbin kirin. Lîberaldemokratên Tirk danin milê dî, Kurdên ku bi keyfxweşî û baldarî li ser ”edebîyata mozaîkê” radiwestan jî îro li ser ”çareyên dî”, biçûk jî be ji ”çareserîya mozaîkî” pêşvetir diaxivin!

Vîzyona sedsala bîst û yêkan

Vîzyona serê sedsala bîst û yêkan ji alîyê me Kurdan ve ”edebîyata mozaîkê” kire nostaljî! Lê lîberaldemokratên Tirk hêj jî li ser wê edebîyatê patînajê dikin. Patînaj paşve çûne, asê bûne û di dawîyê da li şovenîzma tradisyonel vegeryane. Lîberaldemokratên Tirk nihe ketine vî kanalî. Gerçî baskê lîberaldemokratên Tirk, di nav xwe da ne homojen e û herweha ne organîze ye jî. Ji ber hindê helwest û pozisyona hindek ji wan generalîze nabe, lê bi hemû nûansên xwe ve, di pirsa Kurdî da, kêm zêde nêzîkî hev dihizirin. Piştî hilweşîna rejima Seddam û avabûna Iraqa nû ya federal, norm û pîvên nû ketin nav axivtin û nivîsînên li ser ”çareserîya pirs û pirsgirêkên etnîkî li rojhilata navîn”! Mînîmûm şablonek derkete meydanê di demokratîzebûna dewletên pir xelk da. Iraqa nû ya federal ne bi dilê me Kurdan jî be, konjonktûren şabloneke pêşve pêkîna: ”Iraqa demokratîk û federal ji du neteweyên sereke û kêmanîyên dî pêktêt”. Eve êdî mînîmûm projeya çareserkirina maf û azadîyên xelkan e li rojhilatanavîn. Di vê projeyê da, gotina kilîl ”Iraq ji du neteweyên sereke pêktêt” e: Anku Kurd û Ereb. Gava ev tesbîte hate kirin, fakta cografî derdikeve meydanê. Kurdistan û Erebistan. Gerçî Erebên Iraqê cografyaya xwe wisa bi nav nakin, lê fakt ew e. Fakta dî jî cografyaya Kurdan e, Kurdistan e. Ne Kurdistan, nejî Erebistan sedased  ne homojen in, kêmanîyên dî jî lê dijîn, belêm bi zêdehî ve ji neteweyên ku navê xwe dayne cografyayê pêktên. Lewma ev herdu neteweyên boş û li ser axa xwe, dibin stûnên ragir yên dewleta nû ya federal. Di vî warî da opsîyonên Ereban cuda bûn, lê di encam da dînamîka navînî û konjonktûrê ev opsîyona ”konsensûsî” pêkîna.

Vêca lîberaldemokratên Tirk, wekî Kurdên bakur li ser vê ”şablon projeya Iraqa nû” diaxivin, tirarê serê wan jî eynî wekî yê Turkeş diavêje û serê xwe li dîwaran didin. Reaksîyona wan, uslûba wan, zimanê wan neoTurkeşîst e. Gelek normal e ku li bin guhê ”dewleta Tirkîyeyê”, li Iraqê, dewleteke nû ava dibe û karaktera vê dewletê jî bi tesbîta ”du neteweyên avaker” tête îfade kirin. ”Tirkîyeya fermî” jî, şertên xwe yên taybetî û orîjînal li alîyekê, belêm terkîben dişube Iraqê. Du neteweyên serek hene; Kurd û Tirk. Herwisa du cografya jî hene ku yêk Kurdistan e, ya dî jî Tirkîye ye. Di herdu cografyayan da jî homojenîyeke safî nîne, belêm di cografyayên xwe da neteweyên piranî Kurd û Tirk in. Kêmanîyên wekî Ereb, Tirk, Çerkez, Ermenî û Suryanî-Kildanî li Kurdistanê li deverên cuda hene. Herweha Li Tirkîyeyê jî piranî Tirk in, lê bi nifûsa xwe ve xelkê duyê jî dîsa ve Kurd in û di serî da Stanbol, Enqere, Mersîn, Edene, Konya û Izmîr û gelek bajêrên dî, nifûseke zêde Kurd dijîn. Kurdên bi taybetî li Konya, Enqere, Mersîn, Edeneyê dijîn, di tax û navçeyên xwe da nêzîkî tixûbê homojenîyê ne. Bi vê hejmara xwe ve Kurd li Tirkîyeyê grûba herî boş in. Li dûv wan Laz, Çerkez, Ermenî, Cihû, Rûm, Boşnak, Ereb û kêmanîyên dî yên Kafkasî tên. Di nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê da, esasen ”dewleteke ji du neteweyan pêkhatî”, -ku dewleteke federal an konfederal helbet dê mînîmûm ji du neteweyan pêkbêt-, tinê ji yêk opsîyonan e, ne tek û tinê ew opsîyon heye. Xelkê Kurd li Kurdistana Bakur bi piranî li ser çareya serxwebûnê dihizire, belêm konjonktûren opsîyonên federal û konfederal jî têne plan kirin. Ji ber hindê, wekî lîberaldemokratên Tirk hêj ji nihe ve xwe li opsîyona ”dewleteke ji du neteweyan pêkhatî” jî gij bikin, hingê dîyar e ku ew jî çareserîyê, demokratîzebûnê naxwazin û bi vê helwest û nêrînê jî dikevin rêza hêzên tradisyonel yên rasîst û şoven.

Yêk ji van lîberaldemokratên Tirk jî nivîskara rojnameya Radîkalê, Nuray Mert e, ku piştî berdana parlementerên DEPê Leyla Zana, Hatîb Dîcle, Selîm Sadak û Orhan Doganî, çend opsîyonên çareserîya xelkê Kurd dihatin axivtin, ku yêk ji wan federasyon û ya dî jî ev formûlê ”dewleteke ji du neteweyên avaker pêkhatî” bû ku nîveka vê opsîyonê nehatibû tijî kirin jî. Tinê wekî pêşnîyar dihate axivtin. Nuray Mert, di nivîsara xwe ya bi navê ”Du unsurên bingehîn” da, (24/06/2004), nerazîbûna xwe dîyar dike û adeta Kurdan wekî Turkeşîstan tehdît dike û dibêje ”anku çi? Du unsurên bingehîn çi ye?” û Kurdan bi nasyonalîzma wekî nasyonalîzma Tirkî îtham dike. Aşkera ye ku ev uslûb û helwesta ”lîberaldemokrat” Nuray Mertê, eynî wekî reaksîyona Turkeş e. Turkeş digot; ”çi mozaîk e kuro!”. Nuray Mert jî dibêje; ”Du unsurên bingehîn çi ye?” û Kurdan bi tengbînî û nasyonalîstî sûcdar dike û gazî ”lîberaldemokratan” dike ku dijî vê helwest û nêrîna Kurdan derkevin. Nuray Mert, bi paradokseke mezin û kor, daxwaz, xwastek, helwest û nêrînên Kurdan dike nav qalibê nasyonalîzma rasîst û faşîst ya Tirkî. Çi sefaleteke fikrî ye ku ev lîberaldemokrata Tirk ketîyê. Lê belê, ev ”lîberaldemokrata Tirk” bi vê uslûba xwe ji çarçoveya bîr û ramanî û riberiza ronakbîrî derdikeve û gelek hişke hişk pozisyoneke neoTurkeşîst werdigire. Helbet eve ”dubilmoralî”ya wê ye. Eynî lîberaldemokrat Nuray Mert digel ”hevbîr”ên xwe seferan amade dike û diçe seradanîya Filistînîyan li Sûrîye, Lubnan û Urdunê dike, dijî kiryarên dewleta Israîl piştevanîya bizava xelkê Filistîn dike. Bila bike, ji ber ku ew vê piştevanîyê belkî nihe dike, lê Kurd bi salan e ku piştevanîya xelkê Filistînê dikin, digel ku Filistînîyan çu cara piştevanîyeke xurt digel xelkê Kurd nekirin jî. Lê ew lîberaldemokrata Tirk, Nuray Mertê çend caran seradanîya Diyarbekir, Wan û Hekarîyê kirîye ku dilê xelkê Kurd di cografyaya wan da bikire. Eynî Nuray Mert û hevbîrên wê, aktîvîstîyê ji bo doza turbanîstên îslamî dikin, belêm qet piştevanîya çalakîya xwandekarên Kurd ya ji bo perwerdeya zimanê Kurdî, nekirin. Nihe ji vê reaksîyona wê xuya dibe ku polenên kulîlkên Kurdistanê alerjîyê di wê da peyda dikin. Ji kî derê bo kî derê! Lîberaldemokratên Tirk, hindî ku Kurd opsîyonên xwe zengîn dikin, alternatîvên çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê zêde dikin, ew jî xwe li çeperên şovenîzma qedîm ya Tirkî asê dikin. Cihê ku lîberaldemokrat Nuray Mert û hevbîrên wê hatîyê, mixabin em bêjin, belêm çeperê neoTurkeşîstan e; anku ”çi mozaîk e kuro” û ”du unsurên bingehîn çi ye?” eynî mentalîte ye û zemînê hevpişk yê vê zihnîyetê jî ”antî Kurd” û ”antî Kurdistan” bûyîne.

Di encam da, wekî em derzîyê dirêjî çavê lîberaldemokratên Tirk dikin, divêt sûjinê jî di çavê xe da biçikilînin! Heke em fakta Kurd û Kurdistanê û opsîyonên xwe zelal û ron nekin, ma xema lîberaldemokratên Tirk e, pirsa xelkê Kurd û Kurdistanê!

Fakt çi ye? Xelkê Kurd bi nifûseke gelek boş, nêzîkî 20 milyonan, li ser axa xwe, li cografyaya xwe, anku li Kurdistanê û hem jî gelek homojen dijîn. Kurdistan hatîye dagîr kirin, bûye kolonî û bi sîstemê kolonyalîzma kevin û nû, gelek zalimane ji alîyê TCyê ve tête îdare kirin. Eve fakt e û divêt bêyî ku bête beqem kirin û şêlandin, aşkera bête gotin. Pirsa çareserîya polîtîk armanceke mezin e û li cihê xwe dimîne. Organîzasyonên pêşeng û rêber yên polîtîk, dikarin li goreyî bîr û bawerîyên xwe, plan, proje û opsîyonên ji hev cuda pêşniyar bikin, têkoşîna xwe di vî warî da bidomînin. Belêm, karê sereke zelalîya fakt û opsîyonî ye. Divêt vê fakta Kurdistanê di nav dev û lêvên lîberaldemokrat, anjî ”bîlûmûm demokrat”ên Tirk da bidine gotin û axivtin. Di serî da Kurdên ku aktîvîstîya doza Kurdistanê dikin û hetta Kurdên ku di medyaya bi giştî Tirkî da cih digirin, divêt fakta Kurdistanê, navê Kurdistanê legalîze bikin, normalîze bikin. Şûna ku bêjin ”doğu” (rojhilat), ”güneydoğu” (rojhilatabaşûr), bila dîrekt Kurdistan bêjin. Yên ku ji bajêrên Tirkîyeyê diçin bajêrên xwe, bila navê welat, navê Kurdistanê bêjin. Navê cografyaya Kurdistanê divêt bête bilind kirin. Eyaleta Kurdistanê li Iranê legalen fermî ye. Li Iraqê, Kurdistan ”mîkrofederal” jî be, bi nav û îdareya xwe, anku ”Kurdistana Iraqê”, bi statû û pozisyoneke navdewlet, bûye parçeyê dewleta hevpişk ya Iraqa nû. Li Kurdistana Bakur û li nav Kurdên Tirkîyeyê, opsîyonên Kurdan çi dibin bila bibin, ji mînîmûm projeyê bigirin heta otonomî, federal, konfederal û yên serxwebûnê diparêzin, divêt navê welatî, navê Kurdistanê bi israr bi kar bînin. Divêt ev jargona "du cografya, du netewe", -ku lîberaldemokratan gelek aciz dike-, ji bilî "uslûba polîtîk", di axivtina rojane da jî domînant be. Divêt em wan fêrî vê faktê bikin. Dê fêr bin. Divêt fêr bin!

25 Hezîran 2004

ROJAN HAZIM

serî