Seddam çû, bila paþpahnî li hêrve bin!..
2003 jî xilas dibe. 2004 li ber derî ye… Sal bi dûv salê ve, dem wekî bayê birûskê diçe. Herikîna dem ji hêla sîpa aþî xurttir dibe... Ev lez û beza demî, ji bo objeyan ”kevn”îyê tîne, ji bo ”giyanber“an jî ”salmezin”îyê… Hindî gotina ”pîrîtî”yê ye ji xwe qet naête ser lêvan... Di nav ”giyanber”an da bi taybetî ”mirov” gelek ji xwe razî ye, belkî jî ji ”kubarîyê”, siha ”pîrîtî”yê qet nêzîkî xwe nake û hergav xwe ”ciwan” his dike, anjî dixwaze xwe wisa his bike. Gerçî ”his kirin” hindî hûn bêjin baþ e, motîvasyon e, lê belê realîteya ”fizîkî” jî mixabin naête veþartin!.. Belêm li milê dî, dawîya salekê, hatina saleke nû, destpêka jîyanên nû û taze ye, keþfa zanyarî û teknolojîyên mezintir û pêþvetir e… Dûmahîk û destpêk, mirin û jîyan, kevn û nû… Axir çerxa jîyanê dizivire, digel hemû zor û dijwarîyan dîsa ve ber bi xweþîyê ve jîyan didome, pêþve diçe…
Di 2003ê da gelek tiþt çêbûn, ketin û rabûn pêkhatin, bûyerên baþ nebaþ, qenc neqenc qewimîn. Di dawîyê da ”herkes” vewejartinekê dike, ka çi tiþt herî giring bû, herî baþ bû, herî xirab bû, herî qenc bû, herî neqenc bû, herî kirêt bû, herî spehî bû… Axir ravekirinek, muhasebeyek, hizirînek tête kirin... Ez bêjim bo Kurdekê qewimîna herî giring, baþ, spehî, axir her çi tiþtê baþ hebe, di 2003ê da, bi hilweþandina rejima Seddam li 9ê Nîsanê pêve, hem hesûya polîtîk ya xelkê Kurd li baþûr sahî û zelal bû, hem Kurdistana Baþûr bi timamî rizgar bû û gelek spesîfîk jî, girtina Seddam Huseyin bû…
Wekî Seddam êvara 13ê kanûnê hatîye girtin û ew rûyê wî yê durundeh piþtînîvroya 14ê kanûnê di preskonferansa Poul Bremerî da, -rêvebirê desthilata Amerîka Yêkbûyî li Îraqê-, li televizyona hatîye weþandin, zulma wî ya bi salan, qetlîama wî ya Helepçeyê, operasyona ”enfal”ê, -ku babê Hesin û babên hizaran Hesinan, Simaîlê Têlî û hizaran Têlîyên li navçeya Barzan, di þevekê da birandin,- sotin û wêrankirina wî ya Kurdistanê, selteneta wî û binemala wî û hemû kiryarên wî yên nemirovî, wekî fîlmekê li ber çavên me herikîn. Ji dawîya salên 1960ê were navê Seddam li bîra me ye û ew wekî fîgûrekî xirabîyê, bêyûmîyê, þer û neqencîyê di hiþ û bîrên me da cih girtîye. Gava wî bi wan ser û rihên xwe yên wekî tahtîyê ber linga, dev û didanên xwe li ber destê doktorê Amerîkî didan kontrol kirin, hem serê wî, hem jî çavên wî gelek û bi kûrahî þor bibûn. Stûyê wî çemhayî bû. Ma da î çawan ba!.. Heke em li vê derê bi îronîyekê ”emperyalîzm”, ”despotizm” û girtina Seddamî pêkve girêdin di cih da ye!.. „Pilingê ji kartonê“ gotineke meþhûr e! Mao di demê têkoþîna xwe da, bo emperyalîzmê, „emperyalîzm pilingê ji kartonê ye“ gotibû û bi wê gotinê zafera xwe îfade kiribû. Lê belê em dê di konteksta „despotîzmê“ da rave bikin ku evro ev teswîre kêm zêde li Seddam Huseyin jî têt! Belêm bi ferqekê, Seddam di destê doktor û leþkerên Amerîkî da, -(Amerîka emperyalîst da!)-, ne wek „pilingekê“, wekî „kitikekî ji kartonê“ bû! Gerçî ji kartonê jî be, çu „kitikîtîya“ wî jî nemabû, belêm axir teþbîhek e!.. Ew Seddamê ku di demê selteneta xwe da wekî þêrê sor diþihî, niha êdî bibû kitikekî kurî birî, ku „mewîn“ jî jê nedihat!..
Mala dinyayê, aha wisa ye, dûmahîka zulmê, dûmahîka seltenetê, dûmahîka her newil „serok“îyê nîne!.. Ew Seddamê ku ev hemû sifetên neqenc li pêþ navê wî bûn, niha bûye serþorekî sergûvkê Tikrîtê... Wî bi salan bû ku gora xwe dikola û di dawîyê da jî, di wê gora ku bo xwe kolayî da, hate desteser kirin. Þubî koremiþkî bo xwe erd kola bû û çareya xwe veþartinê di çaleke sergirtî da dîtibû ku ew çal bo wî bû gor!.. Esas ew di wê gora ku bi salane bo xwe kolayî da ye. Tinê ew leþê wî yê ji komek hestî û çerm pêkhatî yê qirêj î girtîye. Ew bi armanceke ne bi xêr û bêyûm, ji sergûvkê Tikrîtê derketibû bazara polîtîk ya Îraqê û dûmahîka wî jî bû ew sergûvkê Tikrîtê!.. Bila ev dûmahîka wî ya serþorî ji bo hemû tîrana bibe nimûne!
Girtina Seddamî, -ku rastîyeke sedased e, di girtina Seddamî da, axir her bi çi awayî be, rola Kurdan gelek ber bi çav e-, bi serê xwe bûyereke dîrokî ye, gelo çawa bête nivîsîn, notek, têbînîyeke, çawa bête danan… Ji ber ku li ser girtina tîran Seddam, hema demildest gelek spekulasyon, tevaturên bêbin, teorîyên komployê û gelek „analîzên“ dî yên „enteresan“ hatin kirin! Belêm çiku xelkê me gelek ji vî bêbextî kêþabû, girtina wî, desteserkirina wî encameke gelek konkret bû, þûna analîzeke teorîk, komentareke polîtîk, dilê min xwast bi têbînîyeke kurte edebî hissîyata xwe verêjime ser kaxezê û hingê jî çîrokeke ji bo zaroka hatîye nivîsîn hate bîra min, ku min di wextekê da wergêrabû Kurdî û ji bo zarokan dixwand: Kulîlkên Biharê û Tîran. –Li vê derê dixwazim parantêzekê vekim: Navê çîrokê „Kulîlkên Biharê û Qiral“ bû. Lê belê, evro „unvanê“ „qiral“, „þah“ êdî ji bo manakirina „despot“îyê, „dîktetor“îyê sivik dimînin, têra nakin. Ji xwe di manaya „qiral“ û „þah“ da silsileyeke malekînî, anjî „aristokrat“îyek heye, ku eve qet li bejna Seddamî naên!.. Lewma min „Tîran“ hilbijart. Hûn dikarin „dîktetor“ jî bêjin… Di encam da Seddam sembolê zulmê, neqencîyê, reþ û tarîyê, îþkence û mirinê ye… Ew êdî „Tîran“ê çîroka ye!-
Çîrok bi Tirkî hatîye nivîsîn û nivîskarê wê, Efendî Yildiz e. Çîroka wî bi naveroka xwe ve unîversel e, çi reng bin, çi netewe bin, bo hemû biçûka nivîsîye ku zarok paþeroja mirovahîyê ne.. Ew „Tîran“ê ku wî teswîr kirî, „Tîran“, anjî dîktetorê faþîst yê Tirkîyeyê ye, belêm heçku Seddam û gelek Seddamên dî teswîr kirîye, çi ferq dike! Ew dûmahîk, dûmahîka zulma Tîranê qatilê kulîlka bû, ya Seddam jî herwisa!.. Kulîlkên Kurdistanê, yên tevahîya Iraqê, selteneta Seddam kire sergûvkê Tikrîtê. Bila ji bo hemû seltenetperêsan bibe ders!..
Vêca ez dê hema wê çîrokê pêþkêþî we bikim. Hergav mezin þîretan li biçûka dikin. Vê carê jî bila ji ser biçûkan ra bo mezinan þîret be… Ji bo mezinan çîrokên biçûkan… Anjî biçûk mezin bila ji çîrokên bi vî rengî bi þîret bikevin!.. Ma ew Tîran, anjî dîktetor, ew Seddam nebû ku tinê li Helepçeyê ji pênc hizaran zêdetir kulîlkên Kurdistanê jahrî dabûn!..
Ew biçûkên ku bi darê zorê heroj spêdê êvarê digotin „Sedam zêr e“, niha jî ketibûn cahde û kolana û „bimre Seddam“ digotin! Wan biçûka di demê rejima Seddam da ji ber darê zorê û bi serê lêva digotin „Seddam zêr e“! Belêm piþtî desteserkirina wî, li çarnikarê Kurdistanê di nav azadîyê da û ji nîveka dilê xwe digotin „Seddam bimre!“, anjî „Bimre Seddam!“…
Wekî biçûkên Kurda ev slogane bang didan, digel ku Seddamî di demê rejima xwe da bo wan tinê zulm û mirin înabû, lê dîsa ve hem wan, hem jî daybab û mezinên wan yên rêvebir, ji bo Seddam dadgeheke vekirî û dadyar û cizayekî „humanîter“ raman dikirin û digotin bila Seddam bi cizayê „muebbed“ê bête hukum kirin. Anku digel ku wî Seddamî, bab û bapîrên wan, xwûþk û birayên wan, da û dapîrên wan, têkoþer û rêvebirên wan yên azadîyê îdam kiribûn, belêm dîsa ve wan, îdam nedixwast, tinê heta mirinê zîndan teklîf dikirin!.. Van mexdûrên rejima hov ya Seddamî, wekî ji bo Seddamê makîneya kuþtin û birandinê, ev „cizayê“ mirovî teklîf dikirin, çendî dadyar û kubar bûn!.. Ew xelkê ku berê di cahde û kolanan da digotin „Bi xwûn, bi can em bi te ra ne ya Seddam -(anjî serok)“, digel ku piþtî girtina Seddam, sloganên „em serê Seddam yê jêkirî dixwazin“ digotin jî, lê dîsa ve bo dijminê xwe yê herî xedar, dadgeh, dadgehkirineke dadyar û cizayê zîndanîya muebbedê dixwastin!... Evê helwestê, digel hemû kîn û nefreta heq ya beramberî despotekî wekî Seddam, berzenebûna bihayên mirovî nîþan dida!.. Eve ferqa bîr û bawerîyekê, ferqa kulturekê jî nîþan dide. Xelkê me bi salan e ku di nav þerê azadî û demokrasîxwazîyê da bi kultura mirovperwerîyê xwe gihandîye. Bo tîranê wekî Seddam, ku çerxa îþkenceya rejima wî rojê bîst û çar seet, mirov dihêran, bi sêpî û gulebaranan îdam dikirin, lê dîsa ve, xelkê me bi ramanên mirovhezîyê biryara xwe aþkera dikir...
Belêm tiþtek heye ku ev dawîya „trajîk!“ divêt ji bo hemû „serok“ û „namzet serok“ên ku xwe dikin tabû, bibe derseke mezin. Heykel û bustên ji rêzê dûr, bê tixûb û sar, ji bo kîjan „serok“ û „serok“an bêne danan, ev sloganên „bi xwûn, bi can em bi te ra ne“ bêne gotin, bila baþ bête zanîn ku dûmahîka wan „serok“ û „serok“an, sergûvk e. Xelk wisa ye! Dike wezîr jî, dike rezîl jî!.. Li vê derê pîv, mafperwerî ye, dadyarbûne, azadî û demokrasî parêzî ye, dilþakirin û xweþkirina jîyana xelkê ye. Wisa be „wezîr“ î! Ne be “rezîl” î!.. Heke xelkek jî, ji dil û azadane hej mezin û rêberên xwe dike, bila wan slogana neavêje, wan neke tabû û pê neperise!.. Heke „serok“ naxwazin li kolana bikevin ber pêya, wêneyên wan neêne dirandin û sotin, bust û heykelên wan bi werîsan bi erdî ra neêne kêþan, bila xwe nekin tabû, ji çareya demokrasîyê xwe banedin, dadyar bin, xelkî bin, xwe bi “sandelîya hukum” ve girênedin, wan slogana nedene avêtin û heykel û bustên xwe yên sar û beton, bê tixûb û bê perwa nedene danan!..
Piþtî hilweþandina rejima Seddam û bi taybetî jî girtina wî; ji bo guhên „serok“ û „namzet serok”an û herweha kes bin, organîzasyon bin, ji bo hemû “pêþeng û rêvebiran”, guharkê herî bihadar ev aqîbeta Seddam e!..
Niha em guh bidine wê çîroka þîretdar. Gelo kî bo kê bixwûne? Ez bêjim, biçûk bo mezinan bixwûnin, dê baþtir û encamgirtir be!..
Demek ji deman li welatekê Tîranek hebûye ku xwastîye bibe xwudanê hemû delalîyên jîyanê.
Gazî nobedarê xwe kirîye:
„Þivêdî min stêreke biriqî li esmanî dît, ez wê dixwazim, têgihiþtî?“
Ev Tîrane hizirîye ku tinê heqê wî ye ji nîmetên hemû spehîtîyan mifadar be.
Di seltenetxaneya xwe da xwudanê êlek nobedaran bûye.
Spedehîyekê hiþyar dibe û dibîne ku li derve, biharê jîyaneke nû daye dest pê kirin.
Erd bi kulîlkên vînê ve xemilîye.
Kamên wî yên çavbirsîtîyê radibin û gazî nobedarên xwe dike.
„Nobedarino!..“
„Ez timamî kulîlkên li dora serayê dixwazim! Dormandorê kulîlkan bi dîwarên xîmkûr ve rapêçin!“
Nobedaran fermana „fermandarî“ bi lez û bez înayne cih û li dora kulîlkan dîwarên stûr û bilind danane.
Bi vî rengî gulistaneke mezin wekî milkê Tîranî hatîye çêkirin.
Gulistan hatîye çêkirin, belêm Tîran têr nabe û „gulistaneke mezin pêkhat, lê dol û nihal, çiya, deþt û zozan hêj jî tijî kulîlk in“ dibêje.
Dihizire ku çawa yêkanetîya gulistana xwe biparêze û gul û kulîlkên dî jî ji rûyê erdî rake!
Demildest gazî nobedarên xwe dike û bo wan dibêje ku wî rêyek dîtîye ku dê çi li wan kulîlkên dî bike. Fermana xwe dibarîne û dibêje nobedaran, „wan gul û kulîlkên li derî gulistanê pêkve rakin, tuxmê wan biqelînin, bila re û rîþeyên wan di axê da nemînin“!
Nobedaran bi heyecaneke mezin daku vê fermana Tîranî bînin cih, verevîne çarnikarê welatî û bi tevir û mera ketine nav gul û kulîlkan û reyên wan ji erdî hilkêþane.
Piþtî vê kiryara xwe nobedar vegeryane serayê û gotine Tîranî, ku bila mereqê neke, ku wan, gul û kulîlkên derveyî gulistanê ji binî ve qelandine.
Piþtî van gotina tirs, xof û endîþeyên Tîranî tena bûne û wisa qêryaye:
„Bijît! Xwudanê hemû delalîya ez im. Min layiqî qudreta xwe gulistanek heye“!
Digel van hemû kiryarên Tîranî, hêl û hêza jîyan û biharê dom kirîye, wan gul û kulîlkên serbirî, dîsa ve bejn dane, þîn bûne û adeta li çarnikarê welatî ser hildane.
Ji berê xurttir û geþtir biþkivîne, axa binê xwe xurt û qewî kirine.
Spêdehîyeke dî Tîran dîsa ve dibîne ku kulîlkên li dora gulistana wî þîn bûne.
Xwe bi xwe „bawer nakim, ma eve xewn e? Nabe! Nobedarno!..“ dibêje û diqîre ser nobedaran, „ka we tovê kulîlkên li dora gulistanê qelandibû. Kulîlk dîsa ve þîn bûne! Gêjên mejîreþ!“
Tîranî vê carê tirpan dayne destê nobedarên xwe û hinartine þerê gul û kulîlka, ku serê wan jê bikin û hetta binbir bikin! Fermana xwe bi dengekî bilind dubare kirîye, „gêjên evdal, herin hemûya mehû bikin!“
Vê êriþ û bizava nobedaran jî pare nekirîye.
Kulîlkan ji berê gurtir û geþtir aj daye û li dormandor belav bûne.
Tîranî dîsa ve kulîlk dîtine û çav lê tarî bûne, dîn bûye û hirîye ser nobedarên xwe… „Heramên bêkêr!“
Û seferberîyeke dî ji bo serbirîna kulîlkan îlan kirîye…
Vê carê tevir dayne destê nobedaran…
Bi gotina „dê þêrên min, we bibînim, bi van tevira yêk bi yêk re û rîþeyên kulîlkan ji binî ve derêxin, tovê wan hiþk bikin!“ dilê wan xweþ kirîye.
Nobedara li çiya, deþt û zozanan dest bi qelandina kulîlka kirîye…
Di nav xwe da jî wisa axivtine; „Tîranî ferman kir, divêt em koka kulîlkan biqelînin. Çiku eve bêyî destûra Tîranî dibiþkivin.“
Heroj, roj ava dibû û westyayî vedigeryane serayê.
Gava spêdehîyeke dî çûyne ser kar, çi bibînin!…
Li ser wan girên axa ku reyên kulîlka derêxistî, gul û kulîlkan dîsa ve bejn daye û biþkivîne.
Nobedar jî êdî dîn û har bûne û bi wê hiddetê tevrên xwe hartir di axê werandine û xwe bi xwe axivtine; „parçe parçe bikin van kulîlkên melûn!“
Belêm êdî tiþtek ji wan nehatîye û dîsa xwe bi xwe, „nabe nabe“ gotine...
Westyayî, verêlhayî û dest û mil ketî û guh þorbûyî vegeryane serayê… Tiþtê bûyî bo Tîranî gotine…
Tîranî bersiva wan kurt daye; „dîsa!?“
Tîran ji bo bêhnvedanê diçe jûra xwe û xwe bi xwe diaxive; „ca ya bi xêr, heta spêdê çi dibe“…
Belêm xew bi çavan ne ketîye, hizirîye…
„Ez, ev Tîranê ezîm, ku hakimî her tiþtî me, ma dê neþême van kulîlkan“...
Wê þevê… Zelzeleyek dibe, ku li serayê jî tête bihîstin…
Birc dihejin… Ji dîwarên serayê ber dikevin…
Hûn nebêjin, ew kulîlkên ku Tîranî bi çu tarzî neþiyabû ku binê wan hiþk bike, tovê wan biqelîne, bûyne binasê vê zelzeleyê…
Tîran serê spêdê ji pencereya serayê berê xwe dide derve û di cih da þaþ û mat dibe.
Çi bibîne, ew dîwarên stûr û kûr ku li dora gulistana xwe dabûne danan, pêkve hilweþîyane…
Re û rîþeyên kulîlkan ji binê wan dîwaran ve xwe gihandibûn hev û xîmên diwara hejandibûn!..
Kulîlk bi vê jî nemane û heta binê xîmê serayê jî xwe fireh kirine û seray ji erdî xulole kirine.
Ew seraya bi þêl û heybet, ji bin bûye û xwahr bûye…
Tîran û nobedar dar û karîteya tînin, didin bin dîwarên serayê ku ragirin û nehêlin hilweþe…
Belêm nikarîne wê dawîya serayê rawestînin…
Seray û selteneta wan ya zalim pêkve hilweþîyaye ser wan…
Piþtî wê rojê, rûyê erdî bi gul û kulîlkên rengareng ve adeta bûye gulistaneke mezin…
Belê zarokên awir bihar, eve serpêhatîyeke gul û kulîlkên vîn û evînê ne…
Bila jîyana we jî wekî biharê bi coþ be, dil û hinavên we bi gul û kulîlkan tijî û xemilandî be…
Bila girnijîn û ken ji rûyê we kêm nebe…
Dîsa ve belê. Seddamî her ji destpêka desthilatdarîya xwe û pêve ev dûmahîka xwe hazir kir. Wî seraya xwe ya zulmê li ser qetla kulîlkan ava kir û di dawîyê da wan kulîlka bin girt, þîn bûn û rejima wî bi serê wî û wan da îna xwar. Ew serayên Seddam, ew ‘ezamet’, ew dinyanedîtîya binemala wî, ew rejima hov, kuþtin, îþkence, sotin û wêranîya bi salan li xelkê xwe û Kurdan kirî, ew dezgehê selteneta wî, hemû pêkve bi serê wî, binemala wî û þirîkên wî da hilweþîya û hemû di bin da man... Xelk, ew xelkê ku di demê rejima wî da bêqîmet, rizgar bû, azad bû... Mîmarê wê rejima xwûnxwar, sembolê zalimîyê Seddam nihe î girtîye û li ber dadgehkirinê ye. Ew xelkên hinde salan e ji bo azadîyê, demokrasîyê, mafên mirov û jîyaneke bêtirs û xweþ têkoþîn didan, dê vî sembolê zulmê dîsa ve li goreyî prensîbên bawerîya xwe ya mirovperwerî dadgeh bikin... Heke Tîran û tîranîst têbigihin!..
Seddam û hemû Seddam, di serî da dijminê paþeroja mirovahîyê ne. Paþeroja mirovahîyê jî nifþên nû ne, anku zarok in… Zarok û nifþên nû gul in, kulîlkên ber dilê daybabên xwe ne… Bi berxwedan û têkoþîneke domdirêj, seraya wî ya zulmê, selteneta wî bi serê wî û wan da hate hilweþandin… Gul û kulîlkên Kurdistanê nihe li ser axa xwe azad bûn û welatê xwe dixemilînin…
Em hêvî bikin ku çu Seddamên dî ranebin û jîyanê li wan heram nekin. Dîsa em hêvî dikin ku Seddamên xwumal jî dernekevin û axa Kurdistanê ji nav xwe van ûc û hova derneêxe, li serê xwe neke bela!.. Kurdistan wekî dewlet ji binî û nû ve tête organîze kirin, binaxeya dewleteke geleke nû û taze tête danan. Xelkê me heta vê dereceyê ji bindestîyê û bi taybetî jî ji “despotîzmê”, ji “antîdemokratizmê” heta nîveka hestîyên xwe gelek kêþaye. Di vî demê nû û destpêka dewletbûnê da, xîm çawa bête danan dê midehekî dirêj, heta pêleke mezin ya navxweyî radibe, dê wisa dom bike. Ji ber hindê, divêt avabûna nû li ser xîmê demokrasîyê, parlamentarîzmê, plûralîzmê û hemû bihayên demokratîk, mirovperwerîyê, dad û dadyarîyê bilind be. Civata me digel hemû baþîyên xwe, lê hêj jî ji gelek alîyan ve paþvemayî ye, ji alîyê kultura demokrasîyê ve tekamulîya xwe timam nekirîye. Eve kêmasî û herweha potansîyelen jî tehlîkeyek e. Belêm dîsa ve digel hemû pozîtîvî û negatîvîyan jî, em hêvî dikin ku hem xelkê me, hem jî pêþengên xelkê me, ji vê aqîbeta Seddam û rejima wî ya tîranîst, ji bo paþeroja Kurdistanê ders û tecrubeyan werbigirin!..
Ji jîyaneke bê Seddamtir dîyariyeke xweþtir nedibû ji bo zarokên Kurd û Îraqîyan. Di van rojên erefata serê sala nû da, dîyarîya herî bihadar, girtina Seddam bû ji bo zarokên Kurd û tevahî xelkê me û helbet ji bo hemû Îraqîyan…
Em hêvî dikin ku sala nû, 2004, bibe mizgînîya xêrê ji bo xelkê me, ku bi vê destkevta li baþûr, di meydana navneteweyî da fermîyen bibe xwudanê dewleta xwe ya serbixwe û demokratîk û ev serkevtine bibe têhnek ji bo parçeyên dî yên Kurdistanê...
Di encam da Kurdan stranca digel Seddamî kar kir û ew mat kirin. Eve rovanþa 1975ê bû, ku Seddamî bi pêkhatina digel Þahê Îranê li Cezaîrê, ku divêt bête qebûl kirin ku nexþeyekî xaînane kêþabû serê xelkê me û derbekî mezin û giran li þoreþa Kurdistanê dabû, hate standin... Seddamî bedelê fatûraya 1975ê giran da Kurda. Hemleya dawîyê ya Kurdan çu cara ji bîra wî û Seddamîsta naçe û divêt neçê! Seddam mat! Leyiz xilas!..
Gotineke qedîm ya xelkê me heye; wekî, yêkî anjî yêke ku hejê nakin diçe, nifrînekê lê dikin, dibêjin „bila paþpahnî li hêrve bin!“ Vêca ev nifrîne li dawîya Seddam jî têt. Em jî wê nifrînê dubare bikin: Seddam çû, bila paþpahnî li hêrve bin!...
ROJAN HAZIM
14-15 Kanûn 2003