paşve

Sê kiryarên giring

 

ROJAN HAZIM

 

Dijminê sereke yê neteweyê Kurd û Kurdistanê şik têda nine ku dewleta Tirk e. Li nik vê dewleta bêbab entrîka mişe ne. Ji Ermenîyan heta Rûman çi bi sere xelkên qedîm yên vê cografyaya mezin înaye baş tête zanîn. Ji xwe Laz û Çerkez û kêmanîyên dî helandine, adeta pûç kirine!. Vê gave jî xwe li Kurdan betal kirîye. Belêm nihe edî ew jî qebûl dike ku Kurd berekî req in!. Serhildanên berê li milekê, bi taybetî ji salên 70yî were “îsyanek” rabûye ku bi çu awayî nikare di derheq da bêt!. TC ketîye belayê di destê Kurdan da. Şerê çekdarî yê ji 1984ê pêve jî bûye xwê û bîber, çu tebabet li TCyê nabe!. Kî derê pate û pîne bike, nagire û ji ber hindê jî şaş û mehtel maye!. Agirek berbûye bedena TCyê ku hindî jê têt nikare bitemirîne. Agirê Newrozê êdî bûye sembol û li nîveka meha Adarê gur û geş dibe. Lê esas agirê serhildanê, sal 365 roj, TCyê disoje û heta azadî û rizgarîya mezin jî dê bidome.

Di vê prosesa têkoşînê da, pîrozîya Newroza 2008ê dereceya pêşkevtina bizava neteweyî ya xelke Kurd nîşan dide. 2008ê ji alîyê serkevtinên neteweyî ve bi xêr û bêr dest pê kir. Newroza îsal ji xwe bû serkevtina herî mezin ya van çend mehên destpêka sala 2008ê. Lê divêt destpêka pêşkevtinên serkevtî, di kiryarên payîza 2007an da bête dîtin. Ji meha dehan [Çirî] û pêve heta Newroza 2008ê, sê bûyer gelek giring in û bi dengvedana xwe ve jî encamên stratejîk dan. Ya ewil, kiryara Oremarê ye ku ji alîyê leşkerî ve kiryareke serkevtî bû. Belêm ji alîyê polîtîk ve jî encameke pozîtîv derêxiste meydanê. 21ê Çirîya 2007ê, êrişa ertêşa Tirk ya li ser binke û mangehên gerîla hate şkandin û belav kirin û digel gelek kuştîyan 8 leşkerên ertêşa Tirk jî hatin dîl kirin. Ew proses baş tête zanîn. Ji Amerîkayê heta hukûmeta Kurdistana Federal û DTPyê, gelek dewlet û hêzên xêrxwaz û humanîter ketin dewreyê ku leşkerên dîl bêne berdan. KCK û HPGyê jî ev trafîka navneteweyî baş îdare kir û bi teslîmkirina leşkeran rol û prestîja xwe mezintir kir.

Ya duyê jî, berxwedana şerê 9 rojî ya meha Sibatê ye. Ertêşa Tirk ji 21ê Sibatê pêve bi hejmareke mezin ya leşkeran, piranî ji Gelîye Zê ve, xwe berda “bin tixûbî”!. Hem berxwedana mezin ya gerîla, hem jî hezîmeta ertêşa Tirk baş tête zanîn, lewma hewceyî dubare kirinê nine. Ji sedan zêdetir kuştî dan û di ser da jî Helîkoptereke cengî berze kirin. Ertêşê gava 29ê Sibatê paşekişe kirî, li paş xwe têkçûneke mezin hêla. HPG bi nave neteweyê Kurd serkevtî bibû, ertêşa Tirk jî, ku bi nave dewleta xwe êriş kiribû, binkevtî bibû. Serkevtina gerîla ya Gelîyê Zê, li seranserê Kurdistanê û hemû meydanên dîasporayê, xelkê Kurd rakire ser pêya. Di şerê 9 rojî da, ertêşa efsane ya dewleta Tirk li Gelîyê Zê şkesteke hind mezin xwar ku di akademîyên leşkerî da dikare bibe mijara dersên binketinê!. Ev bûyere jî tinê di çarçoveya leşkerî da nema, herweha di warê polîtîk da jî hem li nav welat, hem jî li derveyî welat, encamên pozîtîv dan. Xelkê Kurd, bi bilindbûna vê hissa neteweyî, Newroz pêşwazî kir.

Ji xwe kiryara sêyê jî bû ev pîrozîya mezin ya Newroza 2008ê. Herdu kiryarên pêşîyê leşkerî bûn, lê ya sêyê kiryareke sivîl bû. Kurd li seranserê Kurdistanê û dîasporayê rabûne ser pêya. Ref bi ref, pêl bi pêl, herikîne meydanan, kuçe û kolanan. Ji cil û bergan heta pankart û plaketan, ala û flamayan, Kurdistan bi reng û sembolên neteweyî xemilandin. Bi vê hêza xwe ya mezin û bi slogan û axivtinan hêvî, xwezî û daxwazên xwe bi dengekî zelal û gur gihandin dost û dijminên xwe. Amed bû merkez û li dor vê xalê, xeleka pîrozîya Newrozê hate mezin kirin. Milyonên li meydana kombûyî, dewleta Tirk lerizand. Di serî da hukûmet û hemû dem û dezgehên vê dewleta dîktatoryal, daku rê li ber serhildanên serkevtî bigire, li bajêrên ”ser tixûb” Newroz qedexe kirin. Xelkê me, li Wanê û Hekarîyê bi hizaran ketine ser rê û ev qedexeya li ser Newrozê protesto kirin. Dewletê kîna şkestina Oremarê û Gelîyê Zê, ku du navçeyên stratejîk yên Hekarîya ne, xwast ji xelkê Wanê û Hekarîyê derêxe. Ertêşê û polîs bi hev ra xwastin ku rovanşa Gelîyê Zê û Gelîyê Oremarê wergirin. Lewma jî bi hovîtîyeke nedîtî êrişî xelkê kirin, jin û zaro di bin cob û postalan da adeta dirêjî erdî kirin. Polîsan destên ciwanên Kurd şkandin. Belêm dîsa ve nikarîn berxwedan û rika xelkê ya pîrozkirina Newrozê bişkênin. Wan û Hekarîyê du şehît dan di vê berxwedana Newrozê da. Di encam da xelkê Kurd her bi çi rengî be namûsa Newroza xwe parast. Van hersê bûyer û kiryaran dubare derêxiste meydanê ku dewleta Tirk di halê hazir da xwe bi çu awayî nezîkî dîyalog û lihevhatinê nake. Pratîka Newrozê jî nîşan da ku, TC dixwaze di şer, êrişkarî û şiddetê da israr bike, vê polîtîka xwe bidomîne.

Van hersê kiryaran û bûyerên pêra qewimî, tiştek dî jî bi zelalî derêxiste meydanê ku divêt bizava neteweyî ya xelkê Kurd, vê êrişkarî û şiddetperêsîya TCyê, li meydana navneteweyî gelek sîstematîk deşifre bike, rûyê wan yê dijî mirovî aşkera bike, maskeyê wan bi timamî bîne xwarê. Ji polîtîka qedîm û bi taybetî jî ji pratîka Newrozê kivş bûye ku dewleta Tirk dixwaze digel Kurdan bi metodên şer, asîmîlasyon û birandinê di nav “têkilîye” da be!. Zimanê ku TC digel Kurdan bi kar tîne, mixabin, ev e. Bo Kurdan jî bersiva bi vî rengî dimîne, çi bikin!. Belêm, bi şertekê; di nav vî baskê hinde fireh yê têkoşîna neteweyî da, meydana dîplomasîyê jî divêt bi çu awayî neyête vala hêlan ku dinya li ser heqîya doza Kurdistanê layiqen bête têgihandin û serwext kirin.

ROJAN HAZIM
30 Adar 2008

serî