ROJAN HAZIM
Wekî tête zanîn UNESCOyê [*] 21ê Sibatê wekî ”Roja Makzimanên Cîhanê” qebûl kirîye. UNESCOyê ev biryare, di kongreya xwe ya 17ê Teþrîna 1999ê da wergirtîye û cara ewil jî 21ê Sibata 2000ê li timamî cîhanê hatîye pîroz kirin û ev tradisyone dom dike. UNESCOyê ev biryare li ser pêþnîyara hukûmeta Bengladeþê standîye. Di kongreya UNESCOyê da dewletên ku piþtevanîya vê teklîfa Bengladeþê kirî jî ev in; Ivorycoast (Peravê Didanê Fîlan), Italya, Indonezya, Iran, Oman, Comoros, Gambîya, Chile [Þîlî], Dominican Republic [Komara Domînîk], Pakistan, Papua New Guinea, Paraguaya, the Philippines [Filîpîn], the Bahamas [Bahama], Benin, Blearus, Vanatua, India [Hindistan], Micronesia [Mîkronezya], Malaysia [Malezya], Misir, Rûsya, Lithunia, Srilanka, Saudi Arabia [Erebistana Suûd], Sûrînam, Slovakîya û Honduras.
Binasê ku Bengladeþê ev roj teklîf kirî jî, bûyereke ku bi serê xelkê Bengal hatîye. Bengladeþ, berî 1971ê, kolonîya Pakistanê bû û wekî ”Pakistana Rojhilat” dihate nas kirin û di nav sîstemê ”Unîter”îya Pakistanê da bû. Lewma zimanê fermî yê Bengladeþê [Pakistana Rojhilat] jî zimanê Urdu bû û Bengalî di dem û dezgehên fermî da qedexe bû. 21ê Sibata 1952ê xwandekarên unîversîteyê doza fermîkirina zimanê Bengalî ji hukûmeta Pakistanê kirin û ji ber vê xwasteka xwe jî demonstrasyonek kirin. Hukûmeta Pakistanê ev daxwaza xwandekarên Bengalî red kir û bi þiddet çû ser xwandekaran û di encam da 5 xwandekarên Bengalî bi fîþekên polîsan hatin kuþtin. Xelkê Bengalî jî nerazîbûna xwe ya beramberî hukûmeta Pakistanê nîþan da û ev roj, anku 21ê Sibatê wekî ”Roja Þehîdan û roja makzimanê Bengalî” îlan kir. Piþtî ku Bengladeþ ji Pakistanê hate rizgar kirin û bû dewleteke serbixwe, ev roj êdî bi rengekî fermî jî hate pîroz kirin û ew xwandekar jî hatin bîrînan. Hukûmeta Bengladeþê ev tradisyona xwe teklîfî UNESCOyê kir û UNESCOyê jî li ser daxwaza Bengladeþê ev roj, anku 21e Sibatê, kire ”Roja Makzimanên Cîhanê”. Ji 21ê Sibata 2000ê were jî li timamî cîhanê tête pîroz kirin.
Li vê derê tiþtê balkêþ ew e ku, gava Bengladeþê ev teklîfa xwe înaye kongreya UNESCOyê, dewleta Pakistanê jî destek daye vê pêþnîyara Bengladeþê û bi vî rengî jî ew þerm û kirêtîya wan salên ku zor û zulm li xelkê Bengal û zimanê wan Bengalî kirî, piçekê jî be telafî kirîye.
Îro bi navê xelkê Kurd jî, KNKyê bi pêþnîyara ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” 14ê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kirîye û ewil car jî 14ê Gulana 2007ê dê bête pîroz kirin.
Dewleta Tirk, gelo dê wê ”ji xwe þermkirin”a dewleta Pakistanê ya beramberî Bengladeþê, nîþan bide û ew jî dê vê roja zimanê Kurdî qebûl bike, ne kivþ e, belêm dewleta Tirk ji wê ”kubarî”yê gelekî dûr e!. Helbet gelek giring jî nîne reftara wê!.
Gelek dewletên cîhanê hene ku salê rojek anjî heftîyek dîyarî ziman û kultura xwe kirine û wan rojan pîroz dikin. Yêk ji wan dewletan jî Tirkîye bi xwe ye. Dewleta Tirk, ku ji destpêka damezrîna xwe were makîneya asîmîlasyonê ji ser serê zimanê Kurdî neînaye xwarê, 26ê Îlonê wekî roja ”Cejna Zimanê Tirkî” qebûl kirîye û pîroz dike.
26ê Îlona 1932ê ”Kongreya Yêkemîn ya Zimanê Tirkî”, li ”Seraya Dolmabahçe”yê û bi beþdarîya Mustefa Kemal kombû. Bi pêþnîyara ku ev roja ”kongreyê” bibe roja ”Cejna Ziman”, bi yêkdengî hatîye qebûl kirin û ji wê rojê were jî fermîyen tête pîroz kirin.
Bi rasthatineke enteresan, 26ê Îlonê wekî roja ”Zimanên Ewrûpayê” jî ji teref Komîserîya Yêkitîya Ewrûpayê ve hatîye qebûl kirin û ewil car 26ê Îlona 2001ê hatîye pîroz kirin.
Xirwatistan jî heftîyekê wekî “Heftîya Zimanê Xirwatî” pîroz dike. Ji 11ê Adarê heta 17ê Adarê, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Ewil car di sala serxwebûna Xirwatistanê, sala 1991ê hate pîroz kirin. Ji 1997ê were jî fermîyen tête pîroz kirin.
ROJAN HAZIM
01 Gulan 2007
[*] UNESCO: Navê vekirî yê Ingilizî “United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization” e û ji tîpên serî yên bêjeyan pêkhatîye. Kurdîya wê wisa ye: “Organîzasyona Zanyarî û Kulturê ya Yêkitîya Neteweyan”. Piþtî þerê cîhanê yê duyemîn, sala 1946ê hatîye damezrandin.