Wekî
herdu TVyên dî yên Kurdî, Med TV û Medya TV, Roj TV jî ji ber fişarên
girtina dewleta Tirkîyeyê bêbahr namîne. Hêj di destpêka weşana Roj
TVyê da, dewleta Tirkîyeyê dosyayek bo danegirtina wê jî amade kiribû.
Gava Roj TVyê ji ser lîsansa Danmarkê dest bi weşana xwe kir, konsolosên
Tirkîyeyê dosyaya di derheqê Roj TVyê da amade kirî dane bin kevşê
xwe û rêyên ber derê hukûmeta Danmarkê dewisandin. Maf û azadîya weşangerî
û bi giştî çapemenîyê ya li Danmarkê xema wan nebû. Wan dixwast hukûmeta
Danmarkê li goreyî huqûqa wan, li goreyî xwastek û daxwaza dewleta Tirkîyeyê,
kilîlî bavêje ser derê Roj TVyê û ekranê wê tarî bike. Ji bo vê armanc
û xwezîya xwe hewceyî çu argumentên huqûqî, qanûnî nedidîtin. Bo wan
binasek hebû û têra her tiştî dikir; Roj TV kanalê PKKyê bû ew jî
organizasyoneke terorîst bû!.. Her hind! Ji destpêka weşana Roj TVyê pêve
[Adar 2004] berpirsiyar û nimayendeyên dewleta Tirkîyeyê di her keysî û
her platformê da ev dosyaya danegirtina Roj TVyê danan ber berpirsiyarên hukûmeta
Danmarkê û herweha yên EUyê jî. Daku bigihin vê armanca xwe ya qirêj, bi
sedan dek û dolab zivirandin, bazarên kirêt kirin, adeta xwe rûs û tazî
kirin û avêtin ber lingên berpirsiyar û nimayendeyên dewleta Danmarkê û
EUyê. Derdekî wan hebû; çi dibe bila bibe Roj TV bête girtin. Di van karûbarên
xwe yên antî demokratîk da heta nihe gihiştibûn mexseda xwe, lewma jî
gelek bêperwa li ser rika xwe disekinîn. Med TV û Medya TV bi van êrişkarî
û polîtîkên xwe yên antî demokratîk û despotîk dabûn girtin û mixabin
di vî warî da du welatên mezin yên EUyê [Brîtanya û Fransa] jî bibûn
darûdesteyê hukûmeta Tirkîyeyê û ew herdu TVyên Kurdî hatibûn girtin. Vê
sistî û durûtîya herdu dewletên EUyê Tirkîye gelek hemer kiribû û ji
ber hindê jî dewleta Tirkîyeyê hemle li ser hemleyê tîna ser hukûmeta
Danmarkê ku ew jî wekî Brîtanya û Fransayê bike û ekranê Roj TVyê tarî
bike. Lê belê, hukûmeta Danmarkê xwe nedida ber vê bêperwatîya dewleta
Tirkîyeyê ya ne huqûqî û antî demokratîk. Ji bo Danmarkê norm û krîterên
bîr û raman û weşangerîya azad di serê her tiştî da bûn. Lewma
jî xwe li ber salvoyên dewleta Tirkîyeyê radigirt û rû nedida wan. Lê
Tirk jî ji rika xwe nehatin xwarê û di platformên EUyê û Natoyê da dora
Danmarkê teng dikir û ev têkilîyên xwe yên digel welatên EUyê û Natoyê
dijî polîtîka Danmarkê aktîve dikirin. Di vî warî da piştevanîya
hindek welatên EUyê jî, bi taybetî yên ku berê TVyên Kurdî girtî,
werdigirt û têkilîyên xwe yên di nav Natoyê da jî bi kar tînan û bi
taybetî USA kire hevpişkê polîtîkên xwe yên antî demokratîk. Digel
van hemû atraksîyonên dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta Danmarkê gelek vekirî
û zelal digot ku ji bo wan norm û krîterên azadîya bîr û raman û weşangerîyê
giring e û tayînker e û medya azad e. Heta ku Roj TV di nav huqûq û qanûnên
Danmarkê da karûbarê xwe bike, li goreyî normên etîka weşangerîyê
weşana xwe bike, ew daberizîna polîtîk li ser Roj TVyê nakin. Her tişt
girêdayî huqûq û qanûnên Danmarkê ye. Vê reftara hukûmeta Danmarkê
Tirk gelek aciz dikirin ku êdî di 19ê Tîrmeha 2005ê da serfermandarê duyemîn
yê fermandarîya giştî ya leşkerîya Tirk general Ilker Başbuğ
di kombûna digel medyayê da adeta dîrektîv da û paşê jî êrişên
aşkera dest pê kirin beramberî Roj TVyê. Axivtina general Yaşar Büyükanıt
ya di Tebaxa 2005ê da ji xwe bû agir û hukûmeta Tirk xwe lezand ku Roj TVyê
jî bide girtin. Serleşkerê hêza reşahîyê orgeneral Yaşar Büyükanıt
jî wekî hevalên xwe dilê xwe yê reş vereşand û aşkera gef
li dewleta Danmarkê xwarin. Bi tarzekî êrişkar digel medyaya Tirkî
axivt û Danmark bi nav kir û got ku ew tehemmul nakin ku Danmark wekî welatekî
endamê Natoyê, TVyeke dijî welatekî dî yê Natoyê di nav tixûbên xwe da
rabigire û destûra weşanê bidê. Büyükanıt wisa digot; ”Ma
Danmark wekî endamê Natoyê ne tifaqdarê me ye? Belêm televizyona PKKyê ji
vî welatî weşanê dike. Eve ne weşaneke normal ya televizyonê ye,
wezîfeyeke operatîv dikin. Gava yêkîneyeke me serê xwe rakir, ev TVye
programên xwe dibire û yêkser li ser karûbar û operasyonên yêkîneyên me
weşanê dike. Min hiştarek da Danmarkê û nihe jî bala wan dikêşim.
Heqê wan nîne. Ez hezim nakim. Di demekî ku timamî dinyayê biryara têkoşîna
dijî terorê dayî da, tifaqdarên me çawa vê yêkê dikin?“ [31 Tebax, ji
medyaya Tirkî].
Kirêtîya
Erdoxanî û spehîtiya Rasmussenî
Piştî
van gef û fîrînên general Ilker Başbuğ û general Yaşar Büyükanıt,
organên dî yên hukûmetê dîsa ve aktîve bûn û fişara xwe ya li ser
Danmarkê zêdetir kirin. Wezîrê wan yê dadîyê Cemîl Çîçek, di gera xwe
ya Swêdê da [Çirî 2005] bi zimanekî vulger êrişî hukûmeta Danmarkê
kir ku boçi heta nihe Roj TV negirtine!.. Ertêşê tila xwe danabû ser
qulpikê û hukûmet û medyaya Tirkî jî li ber vê fermana ertêşê çik
rawestan û bi yêk dengî xwastekên xwe yên li ser girtina Roj TVyê bilind
kirin û rojev li ser vê xalê girêdan. Di vê atmosfera nasyonalîzma Tirkî
û dijîtîya weşangerîya Kurdî da, serokwezîr Teyîb Erdoxan ji ber
kombûneke Natoyê [14-15 Teşrîn 2005] hate Danmarkê. Erdoxanî di hindek
kombûn û hevdîtinên digel medya Danmarkê û berpirsiyarên fermî û organîzasyonên
sivîl da bi taybetî êrişî bizava neteweyî ya xelkê Kurd kir û têkoşîna
xelkê Kurd wekî terorê bi nav kir û gotin îna ser welatên EUyê jî ku
goya welatên EUyê hem yêk bi yêk, hem jî bi tevahî dijî terorê piştevanîya
dewleta Tirkîyeyê nakin!.. Erdoxan di van axivtinan da spesîfîken li ser weşana
televizyona Kurdî rawesta û yêkser û bi uslûbekî req rexneyî polîtîkên
hukûmeta Danmarkê kir ku çawa destûrê dide weşana Roj TVyê. Erdoxanî
bê tehemmulîya xwe ya dijî bîr û ramana azad hind pêşve bir ku vê
carê êrişî medyaya Danmarkê kir ku boçi karîkatûrên pêxemberê
islamê, Mehemed pêxember, di rojnamyeke Danmarkê da [Jylland Post] hatine weşandin.
Erdoxanî mekanîzmaya mantiq berze kiribû û bi hisên xwe radibû û beramberî
normên dîplomasîya navdewletî jî bê etîk hereket dikir. Esas Erdoxan hêj
nehatîye Danmarkê ew rexneya xwe ya li ser reftara demokratîk ya medyaya
Danmarkê û hukûmeta Danmarkê gotibû. Ji ber wan axivtinên wî serokwezîrê
Danmarkê Anders Fogh Rasmussen jî reftara xwe kivş kiribû û gotibû ku
gava Erdoxan hate Danmarkê ew dê normên demokrasîya Yêkitîya Ewrûpayê bîne
bîra wî. Gera
Erdoxanî ya Danmarkê di bin vê tansîyona bilind da dest pê kiribû. Di hevdîtina
Erdoxan û Rasmussen da jî rojev bi zêdehî ve li ser pirsa weşana Roj
TVyê zivirî. Erdoxanî daxwazeke bê huqûq û bê qanûnî ji Rasmussen dikir
ku hema hukûmeta Danmarkê yêkser destûra weşana Roj TVyê betal bike. Lê
belê, Rasmussen gelek aşkera û zelal bo Erdoxanî da kivş kirin ku
Danmark welateki azad û demokratîk e û li Danmarkê azadîya bîr û ramanê,
ya medyayê di dereceya herî bilind da ye û ew nikarin polîtîken daberîzînê
di karê medyayê da bikin û ev teklîfa Erdoxanî red kir. Lê gote Erdoxanî
ku konsolosîya wan dikare bi rêya huqûqî li ser pirsê raweste, ku ji xwe hêj
meha çile ya 2005ê konsolosîya Tirkîyeyê ser li dayreya Radyo û TVya
Danmarkê dabû ku lîsans û destûra Roj TVyê betal bikin. Dayreya Radyo û
TVya Danmarkê jî ev şikayîta konsolosîya dewleta Tirk di Nîsana 2005ê
da dabû xuya kirin û ji terefan ra rêkiribû. Di meha Ilonê da jî dozger û
polîsê Danmarkê lêpirsîn dabû destpêkirin û di encam da çu bêqanûnîtî
peyda nekiribûn û eve jî aşkera kiribûn...
Rasmussen
got ku heta ku Roj TV li goreyî qanûnên Danmarkê hereket bike ew polîtîken
ji xwe têkil nabin, lê heke bê qanûnîtîyek jî hebe, dadgehên Danmarkê
hene ew dikarin bi pirsê ve mijûl bin. Rasmussenî dersa azadîyê da Erdoxanî
û got ku divêt otorîteyên polîtîk daberizînê di karûbarên medyayê da
nekin, hertişt bila di kanalê huqûq û qanûnê da biherike. Ev reftara
Rasmussenî ya demokratîk helbet ne bi dilê Erdoxanî bû. Erdoxanî dixwast
ji ber bîr û rehîya nasyonalist û antî Kurd ya Tirkiyeyê û fişara
ertêşê şovekê bike li Danmarkê. Erdoxanî ev reftara Rasmussenî
û bi giştî medyaya Danmarkê ya demokratîk bo xwe kire rik û tam di
konferansa çapemenîyê ya bi hev ra da aqilmendên wî û konsolosên li
Danmarkê pif kirin guhê wî ku rojnamevaneke ji Roj TVyê jî [Senem
Güneşer]
di salona konferansa çapemenîyê da ye. Erdoxanî eve bo kompleksa xwe kire
keys û kete bazarê digel Rasmussenî. Erdoxanî gote Rasmussenî ku bila
rojnamevana Roj TVyê ji salonê derêxe, an ne ew beşdarî kombûna çapemenîyê
ya bi hev ra nabe. Erdoxanî bi vê yêkê gef li Rasmussenî xwarin û li goreyî
dilê xwe rest kêşa Rasmussenî!. Rasmussenî bi bêhna fireh û bi sebir
dubare gote Erdoxanî ku ew çu rojnamevana ji salonê dernaêxe û li Danmarkê
azadîya medyayê, ya bîr ramanê heye û teklîf kir ku ew jî li goreyî normên
EUyê hereket bike. Lê belê, Erdoxanî eve bo xwe kire firset û gote
Rasmussen ku ew beşdarî kombûna çapemenîyê nabe û hewayekî protestoyê
da vê reftara xwe. Rasmussenî ev resta Erdoxanî ya sivik dît û tawiz neda vê
reftara antî demokratîk û bê tolerans. Erdoxan bi heyeta xwe ve derket çû,
lê Rasmussen bi serbilindî hate salonê û gelek aşkera û zelal gote
rojnamevanan ku Erdoxan ji ber beşdarîya rojnamevana Roj TVyê nexwastîye
bête kombûnê û çûye. Rasmussenî reftara xwe disa ve dubare kir û got ku
li Danmarkê azadîya bîr û ramanê, ya medyayê heye û bi çu rengî ew
naxwazin ku otorîteya polîtîk daberizînê li medyayê bike, hetta sihê jî
lê bike. Rasmussenî ev reftara ji etîka dîplomasî û demokrasîyê dûr ya
Erdoxanî jî xerîb û bê mana dît. Rasmussenî binê gotina xwe ya li ser
azadîya bîr û ramanê û medyayê xîç kir û serbilindahîya xwe ya bi vê
polîtîk û tradisyona Danmarkê îfade kir û got ku ew dê vê polîtîk û
tradisyona demokratîk ya Danmarkê bidomînin. Medyaya Danmarkê, ya welatên
EUyê û hetta ya gelek welatên dî yên cîhanê ev reftara Erdoxanî bê etîk,
bê tolerans dîtin û şermizar kirin. Berpirsiyar û mezinên EUyê jî piştevanîya
xwe ya digel Rasmussen û hukûmeta wî dîyar kirin û wan jî got ku Tirkîye
û berpirsiyarên wê divêt xwe bi norm û krîterên demokrasîya Yêkitîya
Ewrûpayê baş têr bikin û bi cih bînin. Berpirsiyarê karûbarê
firehkirina EUyê Olli Rehn bi xwe daxuyanî da û got ku ew di krîza Roj TVyê
ya li Kopenhagê derketî da reftara Andersen Fogh Rasmussen destek dikin û
herweha got; „Divîyabû Erdoxanî bûyer wekî lîderekî Ewrûpî biha
kiriba.“... Lê ma xema Erdoxan û medyaya rasîst ya Tirkîyeyê bû!.
Medyaya Tirkîyeyê ev reftara Erdoxanî wekî „mêranîyê“ nîşanda
û ji baskê çepê heta rastê ev „resta Erdoxanî“ di cih da dîtin. Reya
nasyonalizma Tirkî êdî rabibû û mideheki dirêj jî xwe bi vê kirêtîyê
tetmîn kirin. Lê hem Erdoxanî, hem jî Tirkîyeyê rûyê xwe di cîhana
demokratîk û humanîter da dîsa ve reş kirin û baş nîşandan
ku ew bi kîlometreyan ji norm û krîterên demokratîk yên EUyê û cîhana
demokratîk dûr in. Vê reftara kirêt ya Erdoxanî, ev polîtîka antî Kurd,
bê tehemmulîya normên demokrasîyê ji bo xaneya dewleta Tirkîyeyê û
taybetî jî bo şexsîyeta Erdoxanî bû mînus, belêm bo xaneya bizava
neteweyî ya xelkê Kurd bû plûs. Erdoxanî bi wê reftara beramberî serokwezîrê
Danmarkê, beramberî medyaya Danmark û cîhanê, beramberî bi giştî
normên EUyê ku Tirkiye bi xwe namzet e ji bo endametîya EUyê, xwe gelek
sivik kir, gelek biçûk kir, gelek kirêt kir, xwe rûreş kir. Belêm
Rasmussen bi xwudan derketina norm û krîterên EUyê û tradisyona demokrasîya
Danmarkê rûyê xwe û welatê spî kir, ji vê krîzê rûspî û spehî
derket. Di bîr û rehîya YEyê û hetta timamî cîhanê da ji xwe dihate zanîn
ku dewleta Tirkîyeyê çu mafên xelkê Kurd nade, qebûl nake, nahêle bi Kurdî
weşangerî û perwerde bête kirin, radyo, TV û rojname bi Kurdî bêne weşandin,
di ser da jî ev dewleta antî demokratîk nahêle ku Kurd li derveyî welat, di
nav cografyaya YEyê da, di nav cîhana demokratîk da jî karûbarên weşangerîyê
bikin, bi radyo, televizyon û rojnameyan dengê xwe bilind bikin, bi rêya van
aletên ragihandinê jîyana xwe bi zimanê xwe, bi kultur û folklora xwe bijîn.
Ev neheqî û bêdadîya dewleta Tirkîyeyê ji xwe bêhna xelkê Kurd çik kirîye,
lê êdî bîr û rehîya demokratîk ya cîhanê jî tehemmula van polîtîkên
despotîk yên dewleta Tirkîyeyê nake. Reftara serokwezîrê Danmarkê û ya
medyaya Danmarkê, ya bi giştî berpirsiyarên EUyê spesîfîken di vê
pirsa azadîya bîr û ramanê û weşangerîyê û konfilîkta Roj TVyê da
rast û maqûl bû û heke dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê, Erdoxan bi xwe têbigihin,
ev reftara Danmarkê bo wan derseke demokrasîyê bû.
Dewlet
û hukûmeta Tirkîyeyê, Erdoxan bi xwe û berpirsiyarên dî yên Tirkîyeyê
dijîtiya xwe ya beramberî Roj TVyê xuya ye ku dê bidomînin. Belêm ew
hisaba tiştekê nakin ku ew jî reftara xelkê Kurd e. Kurd di hemû bask
û çeperan da li Roj TVyê xwudan derdikevin û bi aşkerayî dijî vê polîtîka
Erdoxanî û ya dezgehên dî yên dewletê reaksîyonê nîşan didin. Hem
li Kurdistanê, hem jî li meydanên diasporayê xelkê Kurd bi xurtî û boşahî
piştevanîyê digel Roj TVyê dikin û polîtîkên dewleta Tirkîyeyê
şermizar dikin. Bi serê xwe xwudan derketina Roj TVyê bûye bizavek li
Kurdistanê û dîasporayê. Nerehetîya Erdoxanî, ya bi giştî dewleta
Tirkîyeyê ji Roj TVyê helbet baş tête zanîn. Ew ji rabûna xelkê
Kurd, ji organizebûna xelkê Kurd, bi hemû aletan weşangerîkirina Kurdan,
ber bi avabûna kakilka dewletbûna Kurdan, bê tixûb aciz in. Roj TV jî yêk
ji wan dezgeh û aletan e ku xerca avakirina Kurdîtîyê çêdike, Kurdbûyînê
jînde dike, mayînde dike, diparêze û pêşve dibe. Anku Roj TV pê li
reya jîyanê ya dewleta Tirkîyeyê dike. Ew
acizê vê ne. Êrişkarî, bê tehemmulî û harîtîya wan bê binas nîne.
Ew di ekranê Roj TVyê da gelek micid û aşkera “Kurdistana Muheqqeq”
dibînin. Herçend bo wan “Kurdistan Muhayyel” jî be, belêm Roj TV vê
xewna wan berbelav dike û wêneyê di dilê wan da anku “Muheyyel Kurdistanê”
dike “Muhaqqeq Kurdistan”. Dewleta Tirkîyeyê bi van hezeyanan nikare rê
li ber herikîna bizava neteweyî ya xelkê Kurd bigire. Xelkê Kurd êdi gihiştîye
wê dereceyê ku ne Roj TVyek, sedan TVyan dikare ava bike. Tirkîye ne bi
danegirtina Med û Medya TVyê gihişte mexseda xwe, nejî dikare bi vê
danegirtina Roj TVyê bigihe armanc û mexseda xwe ya qirêj. Dewleta Tirkîyeyê
bi van polîtîk û atraksîyonên antî Kurd, xwe bi xwe dilêhbîne, jîyê
xwe kurt dike, bedena xwe birîn û kul dike û navbeyna xwe û xelkê Kurd her
diçe xirabtir dike, xwe li ber çavê xelkê Kurd reştir, kirêttir û
necistir dike. Dewleta Tirkîyeyê û xelkê Tirk ku piştevanîya vê polîtîka
bê bin û pûç dikin, nikarin bi van kirêtîyan xwe ji pirsa Kurd û
Kurdistanê xilas bikin. Ew dê her bo her bi bin bikevin, belêm xelkê Kurd,
bizava neteweyî ya Kurd dê serbikeve. Eve qanûna dîyalektîk e, qanûna
evolusyonê ye, zordar berze dikin, zorlêkirî qazanc dikin. Tirkîye wekî
dewet dê berze bike, Kurd wekî xelk dê qazanc bikin û serkevin. Bi van polîtîkên
reş û bê hesû paşeroja dewleta Tirkîyeyê tarî ye, belêm paşeroja
xelkê Kurd ronahî ye. Xelkê Kurd di sengera heqîyê da ye, dewleta Tirkîyeyê
di çeperê neheqîyê da ye. Dewleta Tirkîyeyê polîtikeke bêdad didomîne
beramberi xelkê Kurd, lê xelkê Kurd bo dadîyê têkoşînê dide. Heqîya
xelkê Kurd, dad û dadyarîya xelkê Kurd, dê zora bêdadîya dewleta Tirkîyeyê
bibe.
Roj
TV dê bi weşana xwe berahîka xelkê Kurd ronahî bike û rûyê kirêt yê
dewleta Tirkîyeyê reş û tarîtir bike.
Em
hêvî dikin ku dad û dadyarî, heqî û heqyarî serbikeve û dewleta Tirkîyeyê
negihe xwezîya xwe ya bê hetik û Roj TV weşana xwe bidomîne.
ROJAN
HAZIM
Teşrîn
2005
____
Not:
Ji
ber van hewildanên dewleta Tirkîyeyê û hukûmeta Erdoxanî yên beramberî
Roj TVyê, fişarên wan yên li ser hukûmeta Danmarkê, me jî bo serokwezîrê
Danmarkê, hindek polîtîker û nivîskar û ronakbîrên Danmarkî name şand
ku firsetê nedin van polîtîkên hukûmeta Tirkîyeyê yên beramberî Roj TVyê
û li normên demokrasîya Danmarkê xwudan derkevin û rê nedin ku Tirkîye
normên xwe yên antî demokratîk û despotîk eksportî Danmarkê bike.
Li
jêr wan nameyan jî diweşînin.
**
Bo
Anders Fogh Rasmussen
Serokwezîrê Danmarkê
Birêz
Rasmussen,
Ez hewce nabînim ji bo we dubare bikim, çiku hûn jî baş dizanin ku li Tirkîyeyê rewşa xelkê Kurd di maksîmûm dereceyê da xirab e. Digel ku EUyê Tirkîye ji bo endametîyê kirîye namzet û vê prosesê 3ê oktoberê jî dest pê kirîye, lê wekî di rapora Olli Rehn da jî hatîye gotin, esasen li goreyî normên EUyê li Tirkîyeyê bi taybetî di pratîkê da guhorîn û pêşveçûnên konkret pêknehatine. Li Tirkîyeyê xwe îfadekirina xelkê Kurd hêj ne mumkun e. Kurdbûyîn hêj jî rîsk e û bedelê vê rîskê jî ji canê xwe bûne... Perwerdeya Kurdî nîne û di makqanûnê maddeyê 42an da qedexe ye û weşangerîya Kurdî jî adeta bend kirîye. Radyo û televîzyonên ku ji alîyê Kurdan ve têne danan, nikarin bi Kurdî weşanê bikin... Anku bi Kurdî jîyan li Tirkîyeyê bi asteng û ciza ye û dewleta Tirkîyeyê bi israr vê polîtîka xwe ya red û inkara îdentîtêta xelkê Kurd didomîne... Di emcam da bi objektîvî li Tirkîyeyê polîtîka antî Kurd bi hemû dozaja xwe ya dijwar ve dom dike...
Wekî hûn jî dizanin, dîasporayeke mezin pêkhatîye li sahaya ewrûpayê. Nêzîkî milyonekê Kurd di nav tixûbên EUyê da dijîn, ku ji wan nêzîkî 25 hizaran jî li Danmarkê ne. Kurdên di nav cografyaya EUyê da gelek normal e ku di nav sîstemê demokratîk yê EUyê da xwe wekî Kurd îfade dikin û hindî ku ji wan bêt Kurdînîya xwe dijîn û dixwazin bidin jîyandin. Di nav vî sîstemê demokratîk da Kurdan xwe organîze kirine, relatîven jî be entegreyî jîyana EUyê bûne û ji ber hewcehîyên xwe yên sosyal û kulturî jî weşangerîyê dikin. Ji rojname heta radyo û TVyan, di baskekî fireh da weşangerîya Kurdî tête kirin. Yêk ji van weşana jî ya ROJ TV ye ku li goreyî huqûqa Danmarkê li Kopenhagê hatîye danan. Dewleta Tirkîyeyê hem li nav xwe rê nade weşangerîya Kurdî, hem jî tehemmula weşangerîya li welatên demokratîk tête kirin jî nake. Xwandin û nivîsîna bi Kurdî ya li nav xelkê Kurd, di dereceya herî nizm da ye. Ji ber hindê jî medyaya elektronîk, bi taybetî jî radyo û TV ji bo ji bîr nekirina ziman, pêşvebirina ziman, perwerdebûna sosyal û kulturî û parastina folklora otantîk ya Kurdî û di serê hemûyan da jî di domandina îdentîtêta Kurdbûyînê da, aletên herî giring in. Bi taybetî jî TV ji bo rê li ber girtina asîmîlasyona Tirkî, aletekî hind giring e ku xelkê Kurd hem li Kurdistanê, li Tirkîyeyê, hem jî li hemû meydanên dîasporayê aletekî herî mezin yê perwerdeker e. Vêca wekî ev rola TVyê bête dîtin, tête têgihiştin ku dewleta Tirkîyeyê boçi dixwaze dengê ROJ TVyê bide girtin. Wekî hûn jî dizanin, her kar û xebateke bi navê Kurdîtîyê bête kirin ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve bi mohra ”terorê” tête îtham kirin. Ev polîtîka dewleta Tirkîyeyê terorîzasyoneke mezin e, beramberî Kurdan... Xelkê Kurd xelkekî mexdûr e û hemû mafên mirovî û neteweyî ji destî hatine standin li Tirkîyeyê û dewleta Tirkîyeyê dixwaze bêhna Kurdan li EUyê çik bike. Bawerîya xelkê Kurd bi demokrasîyê heye û timamî bizava neteweyî ya Kurdan jî ji bo demokrasîyeke kamil e. Xelkê Kurd di nav demokrasîya EUyê da dixwaze xwe îfade bike. Heke ev xwezîya demokratîk û mirovî ya xelkê Kurd, ji ber presa dewleta Tirkîyeyê li welatên EUyê jî felc bibe, eve dê bibe binasê travmayeke mezin di nav xelkê Kurd da. Íro dewleta Tirkîyeyê dixwaze fişarê li Danmarkê bike ku weşana ROJ TVyê bide rawestandin. Danmark di timamî dinyayê da welatê yêkemîn e ku azadîya herî bilind ya weşangerîyê lê heye. Tirkîye adeta dixwaze sîstemê xwe yê antî demokratîk û despotîk eksportî welatên demokratîk yên EUyê jî bike. Danmarka ku bi navê serbajêrê xwe Kopenhagê, ”Krîterên Kopenhagê” normên demokrasîyê danayî, divêt rê nede van presên dewleta Tirkîyeyê yên dijî demokrasîyê.
50 milyon xelkê Kurd li hêvîyê ye ku dewleta Danmarkê demokrasîya xwe û ”Krîterên Kopenhagê” biparêze, rê û firsetê nede ”Krîterên Ankarayê” ku krîterên Ankarayê despotîzm û antî demokratîzm e, lê ”Krîterên Kopenhagê”, demokrasî û humanîzm e.
Ez wekî nivîskarekî Kurd li Danmarkê û endamê Komeleya Nivîskarên Danmarkê, bawer dikim ku hukûmeta we dê terefê heqîyê, huqûqê û dadîyê bigire û rê li ber TVya xelkê Kurd ROJ TVyê nagire.
ROJ
TV dengê xelkê Kurd e û guhê xwe bidin gazîya xelkê Kurd ku ew gazî
wijdana mirovahîyê ye.
Digel
rêz û silavên min yên germ.
ROJAN HAZIM
13 Teşrîn 2005
**
Bo
Frants Iver Gundelach
Serokê
Komeleya Nivîskarên Danmarkê
Birêz
Gundelach,
Wekî hûn jî dizanin rewşa xelkê Kurd li Tirkîyeyê di dereceya herî xirab da ye. Çu mafên xelkê Kurd fermîyen naêne qebûl kirin, pratîken jî zulmeke nedîtî dom dike li ser xelkê Kurd. Digel ku prosesa endametîya Tirkîyeyê ya bo EUyê ji 3ê oktoberê pêve dest pê kirîye, lê mixabin ku Tirkîye bi israr normên EUyê ne qanûnen, nejî pratîken bi cih naîne. Kurd û Kurdbûyîn hêj jî binasê girtin û cizayan e. Perwerdeya Kurdî nîne û weşangerî jî bi asteng e. Dewleta Tirkîyeyê nahêle ku Kurd weşangerîya nivîskî û elektronîk bikin. Ji ber vê yêkê jî Kurdên dîasporayê îstasyoneke TVyê ya satellîtê danane û ji bo hemû Kurdan weşanên têgihandin, perwerdekirinên sosyal, kulturî, ziman û folklorî dikin. Li goreyî qanûnên Danmarkê bi navê ”ROJ TV” îstasyoneke TVya prîvat ya satellîtê hatîye danan û weşanê dike. Dewleta Tirkîyeyê dixwaze vê TVyê bide girtin û preseke mezin li ser hukûmeta Danmarkê dike.
Ez wekî nivîskarekî Kurd û endamê we, hêvî dikim ku hûn jî di vî warî da hevkarîyê bikin û ji bo nameya min ya bo serokwezîr Anders Fogh Rasmussen piştevanîyê bikin ku ROJ TV neête girtin. Girtina ROJ TVyê dê bibe şkandina ”Krîterên Kopenhagê” û dê bibe serkevtina ”Krîterên Ankarayê” ku ”Krîterên Ankarayê” temsîla despotîzm û antî demokratîzmê dikin, lê ”Krîterîn Kopenhagê” temsîla demokrasîyê dikin. Divêt rê neête dan ku ”Krîterên Ankarayê” li Kopenhagê zora ”Krîterên Kopenhagê” bibe.
Ez bawer dikim ku komeleya me jî dê guhê xwe bide gazîya xelkê Kurd ku weşana ROJ TVyê neête birîn, bête jîyandin.
Hêvî
dikim ku hûn jî vê piştevanîya xwe nîşan bidin.
Digel
rêz û silavên germ.
ROJAN HAZIM
belg@xweza.com
13
Teşrîn
2005
**
Birêzan,
Bendt Bendtsen, wezîrê ekonomîyê
Per Stig Møller, wezîrê karûbarê derve
Lene
Espersen, wezîreya dadîyê
Jens
Rohde, berdevkê polîtîk yê partîya Venstra [Çep, partîya serokwezîrî-V]
Helle Thorning-Schmidt, seroka Partîya Sosyaldemokrat [S]
Mogens Lykketoft, berdevkê polîtîka derve yê Partîya Sosyaldemokrat [S]
Marianne Jelved, lîdera polîtîk ya Radikale Venstra [Çepên Radîkal-RV]
Villy Søvndal, serokê Partîya Xelk ya Sosyalîst [SF]
Frank Aaen, berdevkê polîtîka derve yê Lîsteya Yêkitîyê [EL]
Pia Kjærsgaard, seroka Partîya Xelk ya Danmarkê [DF]
Tøger Seidenfaden, şefredaktorê rojnameya Politikenê
Palle
Weis, şefredaktorê rojnameya Informationê
Anders Jerichow, serokê Pena Danmarkê [Dansk PEN]
Adil
Erdem, endamê rêvebirîya Pena Danmarkê [Dansk PEN]
Wekî hûn jî dizanin, hukûmeta Tirkîyeyê fişareke mezin tîne ser hukûmeta Danmarkê ku weşana televizyona Kurdî, ROJ TV, bide sekinandin. Berî ROJ TV jî, Med TV û Medya TVyên Kurdî jî li Brîtanya û Fransayê bi fişarên polîtîk dabûn girtin. Nihe jî dixwaze bi eynî metodî hemû hêz û îmkanên xwe di warê polîtîk da bi kar bîne û bi vê fişara polîtîk li Danmarkê jî bigihe armanca xwe. Ji bo vê yêkê bi taybetî têkilîyên xwe yên navdewletî û dîplomatîk di dereceya herî bilind da bi kar tîne ku fişareke dorfireh li ser Danmarkê pêkbîne ku hukûmeta Danmarkê jî bi biryareke polîtîk weşana ROJ TVyê bide rawestandin. Hukûmeta Tirkîyeyê li nav dewleta xwe çu mafan nade xelkê Kurd û hemû metodên asîmîlasyonîst gelek xeddarane bi kar tîne. Digel ku 3ê oktoberê biryara EUyê hatîye dan ku gotûbêjên endametîyê digel Tirkîyeyê bêne dest pê kirin, lê dîsa ve Tirkîye çu norm û krîterên EUyê bi kar naîne. Şidandina menegeneyê zulma li nav Tirkîyeyê têra nake, destê xwe digihîne derveyî welat jî ku Kurd ji bo domandina ziman, kultur û folklora xwe, anku hebûna xwe, tiştekê nekin. Ji bo xelkê Kurd, ku bi salan e bi armanca asîmîlekirinê bê perwerde hatîye hêlan, ragihandina bînahîyî, anku TV, wekî oksîjena li ser bedena mirovî roleke jîyanî dileyize. ROJ TV jî yêk ji wan organan e, ku ji bo perwerdekirin, agahdarkirin û serwextkirina xelkê Kurd ya bi zimanê Kurdî, roleke jîyanî dileyize. Tirkîye dixwaze vî kanalî jî bide birîn û bêhnê li ser xelkê me çik bike. Tirkîye dixwaze normên xwe yên antî demokratîk li nav cografyaya EUyê jî bide bi cih kirin. Tirkîye rê nade ku xelkê Kurd li meydanên dîasporayê, li derveyî welat, li nav Ewrûpayê jî kar û barê weşangerîyê bike. Ev reftara dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê ya beramberî xelkê Kurd, mezintirîn ihlala mafên mirov e li nav cografyaya EUyê û timamî cîhanê. Xwastekên hukûmeta Tirkîyeyê bi timamî polîtîk in û antî Kurd in. Tirkîye dixwaze dewletên EUyê û USAyê jî bike şirîkê vê polîtîka xwe ya antî demokratîk û antî humanîter.
Íro girtina weşana ROJ TVyê ji teref hukûmeta Tirkîyeyê ve gelek hatîye aktuel kirin. Lewma ez wekî nivîskarekî Kurd li Danmarkê, hêvî dikim ku hûn piştevanîyê digel xelkê Kurd bikin û nehêlin ku hukûmeta Tirkîyeyê ”Krîterên Ankarayê” li ser ”Krîterên Kopenhagê” hem jî li Kopenhagê, ferz bike û bigihe vê armanca xwe ya kirêt.
Li ser vê yêkê min nameyek bo serokwezîr Anders Fogh Rasmussen rêkirîye ku norm û krîterên demokratîk ji teref Danmarkê ve bêne parastin û firset neête dan bo fişarên dewleta Tirkîyeyê.
Nameyek
herweha ji bo Komeleya Nivîskarên Danmarkê jî hatîye rêkirin ku hevkarî
û piştevanîya xelkê Kurd bête kirin.
Bila
huqûq, dadyarî [edalet] û demokrasî serbikeve.
Digel
rêz û silavên germ.
ROJAN HAZIM
Nivîskar
20
Teşrîn 2005
**
Bo
Grûba piştevanîya azadîya ramanî [Støttegruppen for Ytringsfrihed]
v/ Villo Sigurdsson
Rødkildebanken 9
4320
Lejre
Ez vê însîyatîva we ya ji bo piştgirîya ROJ TVyê, di prosesa parastina mafên demokratîk û azadîya ramanî da gelek rast û di cih da dibînim û piştevanîyê dikim. Min jî bi vê armancê nameyek bo serokwezîr A. F. Rasmussen, wezîrê karê derve Per Stig Møller, wezîrê ekonomîyê Bent Bentsen, wezîreya dadîyê [edaletê] Lene Espersen, seroka RV Marianne Jelved, seroka sosyaldemokrata Helle Thorning-Schmidt, Mogens Lykketoft (S), Jens Rohde (V), serokê SFê Villy Søvndal, Frank Aaen (EL), seroka DFê Pia Kjærsgaard, bo komeleya nivîskarên Danmarkê, bo Dansk PENê û çend şexsîyetên dî rêkiribû û kopîyek ji wan nameya bo we jî dişînim.
Hêvî dikim ku ev însîyatîva we serbikeve û firset neête dan ku despotîzm û antî demokratîzma dewleta Tirkîyeyê di nav cografyaya EUyê û di nav welatekî demokratîk yê wekî Danmarkê da bigihe mexseda xwe.
Digel
silavên dostane.
ROJAN
HAZIM
Nivîskar
e-mail:
belg@xweza.com
22 Kanûn 2005