paşve

Rêzikeya Kolektîva Ronakbîrên Kurd

 

Armanca Kolektîvê

Kolektîv;

Di çarçoveya giştî da bi kar û xebatên ramanî, kulturî, edebî û zimanî dê xizmeta bihayên neteweyî bike û di kûlwarê xwe da mil bide pêşvebirina prosesa rizgarîya neteweyî.

Bi pirs û pirsgirêkên polîtîk yên bizava neteweyî ya xelkê Kurd ve jî mijûl dibe û spesîfîken li ser rûdanên aktuel reftara xwe kivş dike û aktîven piştevanîya bizava bi giştî ya neteweyî dike.

Di navbeyna endamên xwe da bi dereceya herî bilind piştgirîyeke xurt pêktîne.

Pêkhatina kolektîvê

Ji nivîskar, rojnamevan, şair, hunermend û ronakbîrên Kurd pêktêt.

Endametîya kolektîvê bi referansa du endaman dibe.

Kolektîv girêdayî norm û rêzikên etîka ronakbîrîya ûnîversel e.

Rêvebirîya kolektîvê nîne, anku bêyî hîyerarşî ye û bi timamî bi îradeya hemû endamên xwe û bi mekanîzmayeke kolektîv kar dike û her şeş meha carekê berpirsiyarek tête hilbijartin û ew berpirsiyar têkilî û organîzasyona pratîk pêktîne û herweha di midehê şeş mehan da berdevkîya kolektîvê jî dike.

Salê du caran, anku şeş meha carekê li cihekî ku piranîya endaman muwafiq in kom dibe.

Demê kombûnê li goreyî hewcehîyê û bi biryara endaman tête kivş kirin.

Kolektîv kar û xebata xwe bi rê û imkanên endamên xwe dide nas kirin û li goreyî hewcehîyê bulteneke taybetî jî diweşîne.

Aborîya kolektîvê

Kolektîvê kaseya malî û butçe nîne, belêm birkeke kolektîv heye û di bin însîyatîv û berpirsiyarîya hemû endaman da ye.

Kolektîv bêş, hevkarî û sponsorîya li goreyî norm û etîka ronakbîrîyê qebûl dike û di birka kolektîv da kom dike û belgeyên wan bi şeffafî aşkera dike û ji bo çavdêrîya giştî di arşîva xwe da diparêze.

Mesrefa karûbar, hatûçûn û kombûnan endam û beşdar didin.

Damezrênerên kolektîvê:

ROJAN HAZIM

MEDENÎ FERHO

HAYDAR IŞIK

MÎRHEM EGÎD

DERWÊŞ FERHO

 

 

01ê Tebaxê 2006

ROJAN HAZIM

serî