Nîsan
heyva duyê ya demsala biharê ye, lê li her derê Kurdistanê di eynî hewayî
da nîne. Li bakur, li zozan, suwar, mezra û çîyayên bilind, anjî em bêjin
li sarmîyana hêj jî kevî beleke hene. Li cihên navro û başûr yên
welatî, anjî em bêjin li germîyana bêhn û hêlma biharê ji av û erdî têtin.
Hewayekî pak û bijûn tête
his kirin. Nîsan, li Kurdistanê wekî heyva baranê jî tête zanîn. Avetîkên
Nîsanê meşhûr in. Di meha Nîsanê da baraneke dijwar dibare, befra mayî
dihelîne û di çîya, gir û betenên bilind da aveşûtik û lehî
radibin, çem û robar boş dibin. Baranên Nîsanê herçend bi boşahîya
xwe ve bibine binasê zerar zîyanê jî, belêm di nav xelkê da wekî baranên
xêr û bereketê, saxî û xweşîyê jî têne qebûl kirin. Di rojên
baranên Nîsanê da bi taybetî bo zarok û ciwana tête gotin ku serkol di bin
baranê da bigerin ku barana Nîsanê saxîyê bide leş û bedena we. Carna
jî tête gotin ku serkol bigerin li bin barana Nîsanê daku pora we xurttir bêt.
Biçûk mezin gelek kesên ku ji kêmporîyê mexdûr, serkol xwe diavêtin binê
barana Nîsanê û heta ku di bin baranê da şubî dîkil û mirîşka
lêdihatin diman, daku pora wan dirêjtir û xurttir bibe… Ev tarz bawerîye
herçend rengekî mîstîk bidin jî, belêm li milê dî, ji nav tecrubeyên
dem û salan jî afirîne û hatine û bo xelkê bûyne bîr û bawerîyên xêr
û xweşîyê… Di Nîsanê da li cihên germ yên Kurdistanê da, meyweyê
herî ter û taze bahîv in ku di dol û nihalan da, li ber çêm û robaran,
anjî di bexçeyên ku lê hatine çandin da bahîvterk xwereka biharê ne li
Kurdistanê. Nîsan bejndayîna biharê ye li Kurdistanê. Ne sar, ne germ e,
hewayekî têhnşîr tête his kirin di Nîsanê da… Bi taybetî destpêka
Nîsanê carna hewayekî lêhbok e jî… Hûn dê hind bînin ku esman nîv ewr
e, li milekê hetav e, li milê dî baran e, carna di bin tîrên hetavê da
gijlok dibare, anku teyrok e… Ev ketûraba Nîsanê heye û xelk jî vê
rengdana Nîsanê baş dizane û zû bi zû xwe nalêhbîne û tedbîrên
xwe distîne… Lê tiştek zelal e bo xelkê ku Nîsan meheke ter e, bi
baran e, befr dihele, av û derav boş dibin, lehî û lêmişt radibin,
xweze reng diguhore, şînkatî serî hildide, gil û gîya zîx dide, dar
û bar pozisyona bişkivînê werdigirin û ber bi dawîya mehê ve jî
dipeqin û dibişkivin…
Nîsana
ev sale jî wekî demekî salê, kêm zêde xêr û bêra xwe kêm nekir ji ser
esman û hewayê Kurdistanê. Lê belê ji alîyê bûyer û qewimînan ve
mixabin ku tiştên bi xem, kul û keser û dilsoj rûdan di meha Nîsanê
da… Helbet wekî her meh û demê salê, di Nisanê da jî başî û nebaşî,
xêr û şer, qenc û xirab di senga hev da nebin jî paralelî hev hatin jîyan…
Jîyan wisa ne, xeteke rast û yêk ton nîne, zîkzak hene, vîraj, hene nişîv
û evrazî hene û ketûraba jîyanê heye… Eve esasen dînamîzma jîyanê jî
nîşandide… Jîyan ne statîk e, dînamîk e wekî hergav tête gotin…
Vêca li Kurdistanê jî Nîsan yêk alî, yêk rû û yêk xet neçû û nehate
jîyan… Belêm di jîyana mirovahîyê da û bi taybetî jî di jîyana xelkên
zorlêkirî da, yên bindest da reng û rûyên jîyanê yên dilsoj hergav li pêş
in, li ber çavan e û di hiş û bîrên mirovan da cihekî fireh û giran
werdigirin… Heke mirovan bo xwe ev jîyana bindestîyê kiribe derd û kul, ne
mumukun e ku sanîye an deqîqe ji bîr biçe û eve bivê nevê hiş û bîran
adeta zevt û dagîr dike… Mirov berî pêdivîyên jîyanê van tiştan
dihizirin û bi van derd û kulan radibin û rûdinin… Helbete neku tinê
dihizirin û stûyê xwe li ber vê “qederê” diçemînin û destên xwe di
ber xwe da şor dikin… Tam bereks hem vê rewşa kambax dihizirin, hem
jî milîm santîm mejîyê xwe bo çareserîyê mijûl dikin, xwe diwestînin
ku rêyekê bibînin ku ji vê çembera bêhnçik derkevin û xwe bigihînin nav
sing û berê xwezaya azad û bijûn… Xelkê me di meha Nisanê da jî di vê
bezê da xwuha xwe rêht. Xelkê me dizane ku hêj rêyeke dirêj li ber e, dê
hêj gelek mehên Nîsanê yên bi vî halî bibîne, lewma xwe bê hêvî nake,
çiku dizane ku dê Nîsanên bi xweşî jî bên û ew Nîsan jî ne dûr
in… Herçend hêvî nanê feqîran jî be, lê dîsa ve hêvî ye û ew hêvî
rojekê bi cih tên… Karê fer ew e ku ew hêvî çu cara neête berze kirin,
hergav jînde bête ragirtin… Hêvî hem santîmek li ber dest e, hem jî bi
salan û kîlometreyan dûrî dest e, ya giring ew e ku ked û renc bête nîşandan,
xwuh bête rêhtin… Bi xwuhê, bi ked û rencê hêvî ji xewnê dibe rastî
û hingê jî bi tam û lezet dibe… Xelkê me jî ne dûrî vê tam û lezetê
ye û ked û renceke bihadar jî dide ji bo vê rêya pîroz ya azadî û rizgarîyê…
Di
meha borî da, anku li meha Adarê xêr û şer, qencî û xirabî bi ser û
çavê hev ve bûn… Rikeberî û qayîşkêşîyeke dijwar hebû di
navbeyna van du serên jîyanê da… Eve wekî şer û hevrikanêya reş
û spî, şev û rojê, tarî û ronahîyê bû… Van du seran vekêşkanêyeke
ecêp kirin di meha Adarê da… Di vê dijayetîyê da yûmîyê û bêyûmîyê
hêz û şiyana xwe test dikirin. Kund û Kotiran di ber hev da baskanê
dikirin, di ber hev da difirîn, dihatin diçûn… Teyrên Baz tûrên bi sehm
diavêtin li esmanî… Mar û mişk ji kunên xwe dernediketin… Qirereş
di bin siha bêyûmîya Kundê kor da li dûv peyn û kirimkan adeta lengûlor
diçerixîn… Kotran, Bazan firên xwe car bilind, car nizim dikirin, per û
baskên xwe ji bo xêr û xweşîyê, bi ronahîyê, bo qencîyê dihejandin…
Di meha Adarê da esmanê Kurdistanê adeta bibû meydana xwenîşandana
bext û bêbextîyê… Bêbextan, Kundan, bêyûman şêlandinek kir di
meha Adarê da… Gava Adar xilasbûyî ji bilî 14 Gerîllayên li sêkuça Mûş,
Bîngol û Diyarbekirê şehîtbûyî, di berxwedan û serhildana Diyarbekirê
ya di merasima rakirina şehîdan da jî 8 lawên Kurd bi derb û fîşekên
leşker û polîsên dewleta hov ya Tirkîyeyê şehit ketibûn û bi
sedan kes jî birîndar bibûn… Deftera Adarê bi sûcên giran yên dewleta
Tirkîyeyê ve hatibû girtin… Belêm Nîsan jî kêmî Adarê nema û çipikên
xwûnê hatine ser meha Nîsanê jî… 6 birîndarên ji bûyerên meha Adarê,
ji berxwedana Diyarbekirê jî mixabin ku mirin û ketin nav karwanê şehîdan…
Bi şehadeta wan şeş kesan ve 14 kes di bûyerên Diyarbekirê da
hatin kuştin… Ji bo protestokirina kuştina 14 gerîllayan Diyarbekir
û bajêrên dî yên Kurdistanê 14 têkoşer dî jî bedel dan. Bo her gerîllayekê
berxwedêrek bû gorî… Bi timamî 28 Kurdên têkoşer ku di nav wan da sê
biçûk jî hebûn. Ji bo têkoşîna azadîya Kurdistanê bedelekî giran bû
berzekirina 28 lawên Kurd… Dewletê destê xwe yê zor û zulmê xurt kiribû
û meha Nîsanê jî li xelkê Kurd kire xem, kul û keser, kire şîn, kire
jahr û mirin… 12ê Nisanê jî ertêşa TCyê, bi hevkarî û rênîşanîya
cehşên navçeyê li Şirnexê, li gelîyê Besta Goya dîsa ve çekên
kîmyayî barandine ser binkeyên Gerîllayên HPGyê û di encam da vê carê jî
8 ciwan, law, egît, şêr û “Pilingên Katoyê Elkîya Hekarîya”
şehît kirin… Ev gerîllayên doza Kurdistanê jî wekî 14 gerîllayên
di meha Adarê da şehît bûyî, ji cih û warên cuda yên Kurdistanê
gihiştibûn hev û bibûne yêk dil û yêk armanc… Ji bakur heta başûr,
ji rojhilat heta rojavayê xortên çeleng yên Kurd, lawên egîd, ciwanên ter
û taze, jîr û jêhatî ji bo azadkirina xelkê xwe, bo rizgarkirina welatê
xwe Kurdistanê, dest bi dest, mil bi mil giyanê xwe yê pîroz feda kirin, xwe
gorî axa xwe ya pîroz kirin… Xewna wan, xiyala wan Kurdistana azad û
serbixwe, vê armanca heq û dadyar ew li bin esmanê sîrsahî yê Kurdistanê,
li wan çîya û zozanên bilind û bijûn, li wan gelî, dol û nihalên kûr yên
Kurdistanê gihandibûn hev… Wan bi bawerîyeke pîr û pak, bi cisareteke
şêrane, bi hirs û ezmeke mezin xwe avête pêş daku xelkê xwe azad
bikin, welatê xwe rizgar bikin… Hebûna herî pîroz giyanê mirov e, wan ev
giyanê xwe yê pîroz di ber doza welatê xwe, axa xwe da dan. Wan xwe kire stêrên
biriqî li esmanê sahî yê Kurdistanê ku her dem bibarin ser giyanê şehîdên
nemir yên doza Kurdistanê… TC wekî dewleteke bêbext û bêdad polîtîka
xwe ya nemirovî dîsa ve dubare kir. Hem ew gerîllayên dilpola bi çekên kîmyayî
şehît kirin, hem jî termên wan yên pîroz nedane kesûkarên wan. Piştî
ku ji bo şehîdên piştî Newrozê li Diyarbekirê merasimên mezin
hatin kirin û xelk bi hizaran li termên şehîdên xwe xwudan derket, TCyê
manewrayeke nû da dest pê kirin û rê li ber van merasima girt. Nihe termê
gerîllayên şehîd nadin û di cihê ku şehît ketî da naveşêrin,
adeta çal dikin… Eve jî bêtixûbîya xedarî û zulma TCyê nîşandide,
lê ma xema wê ye… Daybab, binemal û kesûkarên gerîllayên şehîd
welew ku dewlet termê şehîdên wan nedin jî, rêz û rêzika şîn
û behîya şehîdan tînin cih, bi beşdarîya hizaran kesan şehîdên
xwe bi bîr tînin û li doza wan xwudan derdikevin… Gelîyê Besta nihe bûye
gelîyê şehîdan êdî… Bi navê hemû şehîdan, gora şehîdê
ji Elkîya Hekarîya, şehîdê ji zozana bi nav û deng, ji Feraşîna
beheştîn, Ezamê Feraşînî jî di Gelîye Besta Goya da ye… Besta
Goya û Feraşîna Ertoşîya cîran û hevtixûb in… Binemal û hemû
kesûkarên Ezamê Feraşînî, digel hemû xem, kul û kesera xwe, digel
hemû dilsojîya xwe dîsa ve dilşa ne ku Ezamê wan digel bi dehan Ezamên
dî, ji bo doza Kurdistanê, ji bo azadîya neteweyê Kurd, daku vê axa welatî
ji destê dijmin, ji deste TCyê paşve bistînin şehît ketine û di
Gelîyê Bestaya Goya da serê xwe yê ezîz danane… Eve ked û renceke mezin
e ku ne tête kêşan, nejî tête pîvan… Ezam Feraşînî û hemû
Ezaman xwuha xwe, xwûna xwe, keda xwe, renca xwe di ber welat da dane… Ev ked
û renca wan ne bi avê da diçe, nejî herwe û belaş… Xelkê Kurd bihayê
vê ked û renca mezin dizane û lê xwudan derdikeve û vî bihayî radigire…
Rast e, ji bo azadîya xelkê Kurd, bo rizgarîya Kurdistanê bedelên mezin têne
dan. Ciwanên welat, lawên ezîz yên daybaban xwe gorî dikin. Ma çi ji giyanê
mirov bihadartir e û ew jî di ber vî xelkî û vî welatî da tête dan. Ev
welate, ev xelke bihazan e û divêt bihazan be… Ev welate, ev xelke qedirgir
e û divêt qedirgir be... Têkoşîna ji bo azadîya neteweyê Kurd û
rizgarîya welatê Kurdistanê dozeke giran e û mixabin em bêjin, belêm bedelên
giran dixwaze û ji xwe ev bedelên giran û mezin jî têne dan… Eve bedelên
ji bo jîyaneke azad û bextewar in. Yên ku bi dilekî temiz û paqij, bi nîyetên
pîr û pak yên welatperwerî û neteweperwerî serê xwe yê ezîz di ber vê
doza mezin da didin, bihayên herî mezin in, bihayên hevpişk yên neteweyî
ne, lewma jî divêt bi giyanekî kolektîvî li wan xwudan derkevin çiku ew êdî
malê netewe ne, malê welat in… Şehîdên doza Kurdistanê cegerpareyên
welat û xelkê Kurdistanê ne, ew ezîz in, ew stêr in… Bila vîn û rêza
herî mezin bo wan ciwan, law û çelengan be… Kurdistan, di serî da gerîlla
û pêşmerge, dê bi ked û renca hemû têkoşerên vê doza mezin ava
bibe… Dewleta Tirkîyeyê bi hemû îmkanên xwe ve jî, bi wan hemû çekên
xwe yên giran jî, bi wan firoke, tank û topan jî nikare têkoşîna azadîyê
bişkêne. Dûmahîka zulmê nîne û aqîbeta dagîrkerîya TCyê jî dê
wekî ya hevdemên xwe be û eve seda sed e. TC bi kuştinên li çîya,
zozan, dol û nihal û gelîyên Kurdistanê nikare dawîyê li hêza gerîlla bîne.
Dûr an nêzîk, dewsgir, hevsenger û hevçeperên wan gerîllayan dê tola
hevrêyên xwe bistînin û hêza dagîrker ya TCyê ji wan gelî, dol û nihal,
zozan û çîyayên Kurdistanê derêxin û eve jî wekî ronahîya rojê eseh
e, misoger e… Wekî gerîllayek, wekî pêşmergeyek Ezamê nazdarê ber
dilê dayîka xwe Sedîqayê û babê xwe Hesenî, ji palên Tanga Xana ya Elkîya
Hekarîya berê xwe da armanca rizgarîya welatê xwe Kurdistanê û xwe gorî wê
rêyê û wê armancê kir û di wê rêyê da jî şehît ket… Di kesînîya
Ezam Feraşînî da hemû şehîdên meha Nîsanê naêne ji bîr kirin
û divêt neêne ji bîr kirin.
ROJAN
HAZIM
Nîsan 2006