ROJAN HAZIM
Di meydana polîtîk da prensîbeke giştî heye ku ”encamê”, ”hêz û pozisyon” tayîn dike. Manakirina ”hêz”ê relatîv e. Herkesê manayeke ”hêz”ê heye. Belêm, manaya herî rast û etîk ya li ser zanînê ye; anku hêza herî mezin zanîn e! Zanîna herî rast û etîk jî ya di xizmeta bi giştî mirovahîyê da ye. Lê evro serûbinîyek, şêlûtîyek hind mezin di meydana ”reelpolîtîk”a cîhanê da heye ku ”serdestên cîhanê” ji bo berjewendîyên xwe yên polîtîk, ekonomîk û leşkerî, ”zanîn” jî kirine ”maddeyê xav” ku bo xwe bi kar bînin. Zanîn û zanyarî adeta hatîye kirêt kirin, hatîye biçûk kirin ji alîyê ”hakimên cîhanê” ve! Mixabin ku di nav vê toz û dûmanê da dengê mistek aladarên ”zanîn û zanyarîyê” jî tête birîn û daku dengê wan neête bihîstin jî adeta ”dîwarên denggîr” têne ava kirin. Di cîhana îro da ”hêz” qadirî mutlaq e, belêm ne hêza ”zanîn û zanyarîyê”, hêza ”sermaye” û ya ”leşkerî” xwudan desthilat e. Polîtîka jî bi mexseda dîzaynerîya wan berjewendîyan tête kirin. Eve duhî di demê ”şerê sar” da, anku di demê ”du polarîya cîhanê” da jî wisa bû, nihe di demê ”yêk polarîya cîhanê” da jî her eynî ye. Di demê ”şerê sar” da, bi navê ”sîstemê sosyalîst” ”Sovyeta Sosyalîst”, ku temsîla sosyalîzma rûsar û antî demokratîk dikir, -[Helbet roja sosyalîzma demokratîk û rûken jî dê bêtin!]- ”hêz” ji bo berjewendîyên xwe yên ekonomîk, polîtîk û leşkerî bi kar tîna. Sovyetan, di nav şertên şerê cîhanê yê duyemîn da ”hêz”a xwe dîsa ve ji bo berjewendîyên xwe bi kar îna, bi “îdealên paqij û humanîter” leyizî, soz da Kurdan ku piştevanîya wan bike û Kurdan jî bi vê ”germahîya” hêza Sovyetan ”Komara Mahabadê” îlan kirin. Lê salek neçû Sovyet û Ingilîz li hev hatin û Sovyetan ”îdeal”, ”maf û azadî” ji bîr kirin, hêzên xwe paşve kêşan ji Îranê û qet li paş xwe jî nenêrîn. Kurd di nav wê mij û dûmana ku wan hêlayî da ketin nav lepên Şahê Îranê û encam tête bîra herkesê; Qazî û sê hevalên xwe hatin hilawîstin û toza ji ber paletên tankên Sovyetan rabûyî bi ser pirsa Kurdan da werîya û heta demê Dr. Qasimlo bêdengîyê dom kir. Íro jî li şûna ”Sovyetan” bayê ”kapîtalîzma hov” bilind bûye û nihe Rûsya jî her wê tradsiyonê, anku ”di serê her tiştî da berjewendîyên -xwe-” didomîne. Maf û azadîyan ji bo xelkên di nav tixûbên xwe da zêde dibîne. Normên ”etîk û moral” duhî jî dûrî wan bûn, evro jî bi kîlometreyan ji wan dûr in. Temsîlkara ”kapîtalîzma hov”, babê emperyalîzma cîhanê Amerîkayê ji xwe ji serî were derdekî ”etîk û moral”an nebû. Heta serê salên ‘90î cîhan du polar bû. Piştî hilweşîna ”Sovyetan” bû yêk polar. Bloka Sovyetî jî, ya Amerîkayê jî, anjî bi jargona wê demê; blokên rojhilat û rojavayê, di demê ”du polarîyê” da, di yêk nuqteyê da digihiştin hev; her tişt ji bo berjewendîyên teng! Herdu ”blokan” jî ”hêz” di xizmeta ”berjewendîyên hevpar”, ”berjewendîyên mirovahîyê” da bi kar neînan, tam berevajî vê yêkê, ”hêz” bi timamî di xizmeta ”berjewendîyên xwe yên teng” da bi kar înan.
Amerîkayê
di demê şerê sar da, di ”preferîya xwe” da sîstemên dîktator tînane
ser kar. Wê demê, ji bo Amerîkayê rejimên herî ” populer”, ”cuntayên
faşîst yên leşkerî” bûn. Welatên Amerîkaya Navîn û Başûr,
ji bo Amerîkayê ”bexçeyê paş malê” bûn. Li welatên Rojhilatanavîn
û Rojhilatanêzîk jî eynî polîtîka dihate domandin. Di welatên Ereb da
rejimên herî kevneperest û dîktatorîyal bi ”dîzaynerîya” Amerîkayê
li ser pêya bûn, ku evro jî her wisa ye. Faşîzma Tirkîyeyê di koşa
Amerîkayê da mezin dibû! Beterîya Ísraîl ji xwe hergav bi ”okey”a Amerîkayê
bû.
Demê nû
Íro cîhan ”yêk polar” e û ”efendîyê cîhanê” Amerîka ye! Di polîtîka Amerîkayê da armanc nehatîye guhorîn; di merkeza her gav û hemleya wê da ”berjewendîyên xwe” hene. Amerîkayê di demê şerê sar da ”cuntayên faşîst û leşkerî” û ”rejimên kevneperst û dîktetorîyal” ji bo armanc û berjewendîyên xwe tercîh dikirin û bi hemû ”hêz”a xwe ve piştevanîya wan dikir. Belêm, dem û dewran guhorî, bi taybetî piştî hilweşîna ”Sovyetan”, stêra ”cîhana rojavayê” biriqî! Digel vê prosesê xwastekên ”maf û azadî”yan jî bilind bûn. Li welatên Ewrûpaya mezin hêza ”demokrasîya sivîl” xurt bû. Bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî di nav vê prosesa bayê ”demokrasî, maf û azadî”yê da geştir bû. Êdî konjonktûra ”demekî nû” dest pê dikir. Amerîkayê xwe zû adapteyî vê prosesê kir û li goreyî berjewendîyên xwe, ”stratejîyeke nû” da dest pê kirin. Li cîhanê û bi taybetî jî di herêmên bi krîz da, xwasteka xelkan bi giştî di gotina ”demokrasî”yê da digihişte hev. Li rojhilatanavîn dengê herî xurt yê ”demokrasîxwazîyê” ji nîveka Kurdistanê bilind bû. Statûkoya rojhilatanavîn bi serê xwe maka ”antî demokratîzm”ê bû ku wê statûkoyê xelkê Kurd bê maf û azadî hêlabû. Gerçî di nav şertên ”şerê sar” da parêzera herî mezin ya vê statûkoya antî demokratîk Amerîka bi xwe bû, lê êdî vê statûkoyê bo ”berjewendîyên” Amerîkayê jî tehlîke diafirand. Trenda ”kevneperestî û radîkalîzma Islamî” ji rojhilatanavîn pê ve bilind bû ku jan û êşa herî mezin da Amerîkayê bi xwe, ku her wê Amerîkayê di demê şerê sar da ew ”radîkalîzma îslamî” mezin dikir, organîze dikir û berdida ber singê ”pêşkevtinxwazan”. Li Iraqê rejima Seddam ”produksîyona” Amerîkayê bû û paşê li serê wan bû bela. Kevneperstîya îslamî ”marîfeta” Amerîkayê bû, nihe nikarin xwe ji ”girêbenda” wan rizgar bikin. Di nav van şert û bûyînan da Amerîkayê xwe li Iraqê da û di hemleya pêşîyê da, piştî şerê Kuweytê, berpêyên Seddam teng kirin û di hemleya duyê da jî, axir li Nîsana 2003ê dawî li rejima Seddam înan.
Gelek
spesîfîk, di prosesa hilweşandina rejima Iraqê ya Seddam da, ji bo Amerîkayê
di dereceya ewlehîyê da hêz, cih û warê lojîstîk xelkê Kurd û welatê
wan Kurdistan bû. Amerîka di serkevtina ”hemleya duyê” da şik têda
nîne ku seda sed bi hevkarîya Kurdan gihişte armanca xwe. Ji piştî
şerê Kuweytê û kêşana paralela 36ê were di navbeyna Kurdan û
Amerîkayê da ”alyansek” pêkhatibû. Helbet di vê ”pêkhatinê” da
berjewendî û armancên herdu alîyan di ”muştereka asgarî” da gihiştibû
hev ku ew jî ”demokrasî, maf û azadî” bûn. Her ji destpêkê, anku
biryara paralela 36ê were, Kurdan mifayekî mezin ji vê ”hev alyansî“yê
dîtin. Ne wisa ye ku Kurdan qet îstifade ji vê ”tifaq”ê nekirine. Kirine
ku ”rewşa îro ya ne bi dil” derketîye meydanê! Lê tiştekî dî
yê aşkera jî heye ku di vê bazarê da Kurdan encamên hêjayî hêz û
şiyana têkoşîna xwe û pozisyona stratejîk û lojîstîk ya
Kurdistanê wernegirtine. Em gelek dûr neçin, hema bûyînên ji serê vê
sala 2004ê were, nîşan didin ku rêvebirîya polîtîk ya Kurd, polîtîk
û ”dîplomasîyeke serkevtî” nîşan nedaye. Her di serî da Kurdan
armanca xwe bi destê xwe di dereceya herî kêm da bi tixûb kir. Kartê herî
xurt û saxlem bi ”zeafa xwe” sivik û lawaz kir. Xwastek û armanca Kurdan
di van şertên gihiştî û konjonktûra pozîtîv da mînîmalîze
kir, bi çarçoveya federasyonê ve xwe girêda. Hal ew bû ku, rêvebirîya polîtîk
ya Kurd dikarî xwastekên xelkê Kurd gelek kurt, zelal û vekirî bi çarçoveya
serxwebûnê ve formûle bike. Ji bo vê armancê referandûmeke li ser sê
xalan dikarîn amade bikin û ji xelkê xwe bixwazin ku biryara xwe ya li ser
qedera xwe aşkera bikin û helwesta xwe bi zelalî kivş bikin. Ji
encama amadekarîyeke wisa şika me nîne ku da sedased tercîha serxwebûnê
derkeve. Organîzasyoneke bi vî rengî hem da xwastek û armanca xelkê Kurd
konkret bike, hem jî bi bîr û rehîya giştî ya cîhanê bide zanîn.
Eve di eynî demî da, da destê rêvebirîya polîtîk ya Kurdî jî xurt bike
ku manewrayeke bikêr ya dîplomasîyê pêkbîne. Rêvebirîya polîtîk, pirsa
serxwebûnê, bi axivtina ”serxwebûn heqê Kurdan e, lê...”
gelek abstark hêla û
armanc biçûk kir. Di têkoşîn û bazara digel ”hûtan” da divîya bû
ku alîyê Kurd, bi biryareke referandûmê ya li ser ”serxwebûnê” rûniştiba
ser maseyê. Di prosesên bi vî rengî da ”maksîmalîzm” pozisyona herî
xurt û saxlem e. Di pirseke bi vî rengî da kes pêşniyara ”taqîyekirinê”
nake helbet, ji ber ku terefê azadîxwaz ”heq e” û divêt di daxwazên xwe
da vekirî û sahî (şeffaf) be. Lewma di şerê dîplomasîyê da ”çûn
û hatin”, hevdu ”birin û înan” heye û bi pozisyonên xurt û sahî,
”alî” dikarin xwastekên xwe bi partnerên xwe bidine qebûl kirin. Lewma
neçûna referandûma bi sê alternatîv, federasyon, konfederasyon û serxwebûn,
şaş bû û ev şaşîya rêvebirîya polîtîk ya Kurd îro
derdikeve meydanê. Kurd bi tevahî ketin nav rehaveteke kûr, ku goya Amerîka
dê ”wefadar” bimîne û xwastekên Kurdan bi zêdehî ve li ber çavan
bigire. Lê evro baş derkete meydanê ku, hizirîneke wisa bi gotina herî
nerm ”naîvî” bû. Kurdan hizir kir ku, wan di delîveyê herî tengav da
piştevanîya Amerîkîyan kirine, lewma Amerîkî pişta xwe nadin
xwastek û daxwazên wan. Di polîtîka bi normên mirovî, îdealî, etîk û
moral ve hûnandî da rast e, ”wefadarî” heye, lê qet derdekî Amerîkayê
bi wefadarîyê ne duhî hebû, nejî îro heye. Paşê, Amerîka di
merheleya pêşîn da gihiştibû mexseda xwe û Iraq vegirtibû. Êdî
aktor û faktorên dî derketibûn meydanê ku Amerîkayê hisab li ser wan jî
dikir. Li milê dî, der û cîranên Iraqê, bi taybetî jî Tirkîyeyê fişareke
(preseke) mezin dibire ser Amerîkayê û rol û pozisyona xwe ya endametîya
Natoyê heta dawîyê îna bîra Amerîkîyan. Íranê jî li milê dî têkvedaneke
mezin pêkîna li nav Íraqê. Bi taybetî piştî ku ”makqanûna muwaqet
ya Iraqê” hatîye qebûl kirin, ku çarçoveyeke mîkrofederal tîna ji bo
Kurdan, Erebên Şiî nerazîbûna xwe bi êrişan dan kivş kirin,
ku Amerîkîyan bidine zorê ku di pratîkê da nehêlin realîze bibe.
Provakasyona milîtanên Sadrîst, tesadufî nebû, esasen di serî da Ayetullah
Sîstanî û hemû şiîyan ji bin ve piştevanîya Sadr dikirin. Ji xwe
Íranê hem malîyen, hem jî leşkerîyen hevkarîya wan dikir, herwisa Sûrîyeyê
jî. Hindî ku êrişên şiîyên şiîst zêde bûn, Amerîkayê
xwe paşve kêşa û şiîyan bi vê provakasyonê balansa hessas ya
nav Íraqê bi serê xwe da birin. Ew êrişên Nîsanê destpêkirî û
heta ”hilbijartina hukûmeta nû ya Iraqê” bi xurtî dom kirî, bi zanahî
hatin plan kirin û bi destê milîtanên Sadr dane kirin. Ew rewş, ”krîza
bi kontrol” bû ku li hisaba Amerîkayê jî dihat, ku xwe ji bin presa Kurdan
jî xilas bike. Ji ber ku Amerîka ji serî were naxwaze karekî wisa bike ku têkilîyên
wan digel Tirkîyeyê xirab bibin. Tirkîyeyê ev ”zeafa” Amerîkayê gelek
bi hostahî ji bo berjewendî û armancên xwe bi kar îna, jê îstifade kir.
Di pirsa Kerkûk û Mûsilê da rola bêyûm ya Tirkîyeyê gelek tesîr kir ku
Amerîkîyan piştevanî nedan Kurdan. Êriş û provakasyonên şiîyên
şiîst, têkvedanên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê çarçoveya ku Kurd li
hêvîyê bûn teng kir û Amerîkayê di vê ”ekuasyonê” da berjewendîyên
xwe dane pêş û li paş ”tez û teklîfên” Kurdan nesekinî.
Helbet Amerîkayê durûtî kir, ”dubilmoralî” kir, ”bêwefatî” kir, lê
polîtîka Amerîkayê ji serî were ev bû. Di dîrokê da kengî, ”durustî”
û ”wefadarî” di polîtîka Amerîkayê da hebûye ku îro ji bo Kurdan
hebe. Esasen divîya bû ku Kurd helwesta negatîv ya Amerîkîyan ya di demê
”Peymana Cezayîrê” û têkçûna 75ê da, ji bîr nekiriban. Ew hişyarî
ne maniê ”tifaqdarîya” îro bû. Evro di şertên nû û cuda da
Kurdan digel Amerîkîyan ”alyansek” pêkîna û eve ne şaş bû û
rastîya wê di pratîka van salên ji 1992ê were jî tête dîtin. Lê belê,
tiştê şaş, li goreyî ”reelpolîtîka” Amerîkayê hereket
nekirine, hisaba ”fen û fêhlên” wan nekirine û pişta xwe bi timamî
bi wan ve girêdane. Di hilbijartina serokkomar, serokwezîr û danana hukûmeta
nû ya Iraqê da, gelek aşkera Amerîkayê ”dost û tifaqdarê xwe yê ji
dil”, ”naîvîyê” jî em pêve bikin, Kurd, dîsa ve ”xiyalşkestî”
kirin, -le ya rastî li goreyî berjewendîyên xwe lêhbandin-! Amerîkayê
Kurd di bazara digel Ereban da, bi tinê hêlan. Hêza hemû dewletên Ereb,
leyiz û têkvedanên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê û helbet xirabkerîya
şiîyên şiîst yên Iraqê dîkilokê terazîya ”edaleta Amerîkayê!”
bi serê wan da giran kir. Di vê rewşê da ew şiî û hindek sunîyên
ku berî hilweşîna Seddam heroj li ber derê Kurdan bûn, li kombûn û
konferansên London û Waşîngtonê teklîf û xwastekên Kurdan bê qeyd
û şert qebûl dikirin, êdî bi çeng û per ketibûn û ”sozên xwe”
ji bîr dikirin, li kuçe û kolanên London û Waşîngtonê dihêlan. Di
”reelpolîtîk”a îro da ”normên etîk moral” nînin, keysperestî
hakim e. Yên ku duhî, digel Kurdan soz û biryar didan, peyman girêdidan, îro
keysekî dî bo wan hate pêş û ew ”soz û peyman” mixabin belêm li
paş man! Elî Sîstanîyê şiî, di demê Seddam da nediwêra nivêja
xwe li mizgeftê bike, lê îro bi xêra Kurdan tama azadîyê standîye û nihe
bi wî dil û mejîyê xwe yê reş û tarî yê şiîst û şovenîzma
Erebî, pêyê xwe li erdî dişidîne û ”federalîzmê” jî, ku
daxwaza herî kêm e, bo Kurdan gelek dibîne! Sîstanî ev dilreşîya xwe
hind zêde bir ku Konseya Ewlekarîyê ya Yêkitîya Neteweyan jî tehdît kir,
ku di ”rezolusyona li ser Iraqê” da qet behsê mafên Kurdan neête kirin.
Di nav vê ”bazara qirêj da”, ”berjewendîyên xwetî” çavên Amerîkayê
tarî kirin û tawîzên mezin dan şovenîzma Erebî û kevneperestîya
şiîst. Bi vê polîtîk û helwestê, dê çawa li Iraqê sîstemekî
demokratîk bi cih be, rûne û kar bike. Erebên ku misqalekê rêzê nîşanî
Kurdan nedin, dê çawa digel wan ”Yêkitîya Iraqê” biparêzin. Erebên ku
maf û azadîyên Kurdan teng bikin, dê çawa digel wan hukûmeta Iraqê di rê
bibin. Ev polîtîka Amerîkayê, ev helwesta Ereban ji bo Iraqê demokrasîyê
naîne. Li Iraqê sîstemekî parlementerî dikare pêkbêt, lê demokrasî naêt.
Li welatekî ”pir etnîk”, bi navê pir partîyetî û parlementarîzmê jî
be, bi zordarî û şovenîzma xelkê piranî û tehdîta mezhebî, ne
demokrasî çêdibe, ne jî laîsîzm anjî sekularî. Cihê ku laîkî û
sekularî lê nebe, demokrasî nabe û cihê demokrasî lê nebe maf û azadîyên
bîr û bawerî û herweha etnîkî jî nabin. Şiî û destekdarên wan yên
sunî bi vê polîtîka xwe dixwazin li Iraqê di bin kirasê parlementerî û
gelek partîtîyê da, sîstemekî antî demokratîk ava bikin û ev helwesta
wan ya beramberî Kurdan jî werarên (semptom) vê yêkê ne.
Çare
referandûm e
Amerîkayê eve midehek bû dixwast ku Rêxistina Yêkitîya
Neteweyan -UN, di hilbijartina hukûmeta nû ya Iraqê da xwudan însîyatîf,
hetta xwudan desthilat be. UNê jî ev berpirsiyarîye qebûl kir û sekreterê
giştî Kofî Annan, bi ”okeya” Amerîka û Ingilîzan, temsîlkarê xwe
L. Brahîmî rêkire Iraqê. Brahîmî jî piştî gelek danûstandin, hevdîtin
û lêkolînan planê xwe, lîsteya kabîneyê û namzetê xwe yê serokkomarîyê
amade kir. Piştî bazareke dijwar kivş bû ku terazîya Iraqa nû dîsa
ve bi serê Ereban da giran bû. Li goreyî vî planî, di danana hukûmeta nû
ya Iraqê û hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê da, Rêxistina Yêkitîya
Neteweyan bê edaletîyeke mezin dikir. Garantîyên ji bo Kurdan yên di
”makqanûna muwaqet ” da adeta ji bîr bibûn! UNê danûstandineke ne
wekhev, alîgir û ne objektîv pêkîna û rola xwe ya ”bêalîtî” ne
leyist. Berpirsiyarê UNê, L. Brahîmî gelek aşkera ”tagîrî” kir û
xwastekên Kurdan sivik girtin. Êriş, fişar û tehdîtên Erebên
Şiî û sunîyên Seddamîst mezin kir û guhê xwe da wan. Li merkeza UNê,
dîplomatên UNê jî di axivtina digel wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî
da, ev ”tagîrîya” xwe dane dest û gotin ku ew nikarin ji ber
”muxalefeta Sîstanî”, xwasteka Kurdan ya li ser ”behskirina biryarên
makqanûna muwaqet” qebûl bikin. Kofî Annan jî digot ku ”ji zimanê
rezolusyonê, Iraqa yêkgirtî û federal tête têgihiştin”, ku eve bi
serê xwe nezelalîyek e bi destê UNê tête kirin. Ev helwesta UNê bêdadîyeke
mezin e beramberî xelkê Kurd. Her vê UNê ji bo sed û pêncî hizar Tirkên
Qibrisê referandûm dida kirin û mafê çarenivîsê bo wan pêşniyar
dikir û di Qibrisa yêkbûyî da nêzîkî wekhevîya digel Rûman rol dida
Tirkan di rêvebirîya Qibrisa Yêkbûyî da. Dewletên domînant yên UNê ew
”hessasîyeta” ji bo Qibrisê nîşan didan mixabin ku ji bo mafên
Kurdan li Iraqê nîşan nedan. Rûsya ji ber pirsa Çeçenan, Çîn ji ber
Tîbetê xwe nêzîkî demokratîzekirina welatên ku problemên etnîkî hene
nakin û lewma jî piştevanîya biryarên ku mifayekî xelkên bindest têda
heyî, nakin. Ingilîz ji xwe digel Amerîkayê hev çeper in. Fransa û Elmanya
jî ji ber berjewendîyên xwe yên ekonomîk û leşkerî naxwazin ku Tirkîye
û welatên Ereb ji wan aciz bin! Ev ”berjewendîperestî”ya wan, serî ji
”maf û azadî parêzîyê” stant ku bi oportunîstî hereket kirin. Vê
tabloyê rê li ber Amerîkayê xweş kir ku digel Ingilîzan
”rezolusyoneke” bi dilê Erebên şiîst
amade bikin û bi van dewletên ”dubilmoral” bidin qebûl kirin.
Helwesta wan dewletan jî li hisaba Amerîkayê jî hat ku bi vê minasebetê
xwe ji ber êrişên milîtanên şiîst û Seddamîst xilas bike. Di
rewşeke hinde nazik û herweha aloz da hêza Kurdan, mixabin em bêjin, têra
nekir ku xwastekên xwe bi vî ”cepheyê bêdad” bidin qebûl kirin, ku dîsa
ve Hişyar Zêbarî bi xwe îtîraf kir ku ew li UNê di ”kulîskirina”
vê pirsê da bi ser neketin. Di zemînê ku normên ”hêza reş” hakim
da, encamên bi dad û dadyarî bi dest ve naên. Li milekê timamî dewletên
Ereb, bi navê parastina yêkitîya Iraqê û ”berjewendîyên Erebî” piştevanîya
antî Amerîkîyan dikin, li alîyekê cîranên ku jana wan ji Kurdan heyî ku
serê nerehetîya wan Tirkîye dikêşe, anku cepheyê antî Kurd, li alîyê
dî Amerîkaya ku tinê berjewendîyên xwe difikire û li beramberî van hemûyan
jî Kurdan dikarî çi bikin gelo? Ev enîya hinde berfireh ya antî Kurd li
rojhilatanavîn û dostekî bêwefa yê wekî Amerîkayê, gelo dibe mazereta rêvebirîya
polîtîk ya Kurd ku nikarîn bi serekê bikevin? Helbet di krîtîkê da jî
divêt normên objektîv bi kar bên. Di nav vê cendereya mezin û hûrker da,
anjî di nav hêrana beraşan da, tinê toka mirinê bikine stûyê rêvebirîya
polîtîk ya Kurd jî, dadyarî nabe. Lê belê, divêt krîtîka ”du serîyê”
hergav bête kirin, ku ew du hukûmetîya Silêmanîyê û Hewlêrê, bi taybetî
jî bê koordînetî û ”du serîya” di warê dîplomasîyê da, di têkilî
û danûstandinên Kurdan yên digel Amerîka û Ereban da bivê nevê bû jana
Kurdan, ku partnerên wan jî ji vê zeafê îstifade kirin. Wê zeafa navînî
hêza dîplomasîya wan qels kir. Di nav van şertên dezawantaj da Ereban
û Amerîkayê soza ”makqanûna muwaqet” jî bi cih neînan û serokatîya
komarê, anjî serokwezîrîtî nedan Kurdan. Di vê leyizê da gelek aşkera
Kurdan ”golek” xwar! Li alîyê dî, di hejmara wezîran da jî bêdadîyek
heye ku bahra Kurdan dîsa ve kêm e. Herweha di wezaretên hatine dayîn da jî
tinê wezareteke stratejîk tête dîtin. Wezareta karê derve, yêk ji stûna
ragir ya dewletekê ye û di destê Kurdan da mana wê wezaretê destkevteke biçûk
nîne. Lê belê, yêk ji wezaretên parastinê anjî asayişê divîyabû
ku di destê Kurdan da ba ku asayiş û ewlehî hatiba garantî kirin. Gerçî
di burokrasîya wezareta parastinê û îskeletê ertêşa nû da, rola
general û bisporên leşkerî yên Kurd dê hebe, lê wezaret di bin
berpirsiyarîya polîtîk û însîyatîf û koordîneya Kurdan da ba, da sîstemekî
demokratîktir hatiba hûnandin di nav burokrasîya sivîl û leşkerî ya
asayiş û ewlehîyê da. Pozisyona cihgirê serokwezîrîyê ya ji ”ewlehîya
neteweyî” berpirsiyar, bo Kurdan hatîye dan, ku ji kontenjana YNK Behram
Salih e, lê ew pozisyon dê çend fonksîyonel be naête zanîn. Bi kêmasî
divîyabû deh wezaretên fonksîyonel yên Kurdan ban. Serokkomarî di sîstemê
Iraqa nû da xuya ye ku sembolîk e û cihgirek Kurd e, ku ew jî ji kontenjana
PDKyê, serokê parlementa Kurdistanê Roj Nûrî Şawês e. Di vê tabloyê
da, bi vê hejmara kêm ve, însîyatîfa Kurdan dê gelekî xurt nebe di hîyerarşîya
dewletê da. Herçend digel çend wezaretên dî, wezareta derve û bahreke
mezin ya wezarete parastinê û cihgirekî serokwezîr yê ji ”ewlehîya
neteweyî” berpirsiyar û herweha cihgirîya serokkomarîyê di destê Kurdan
da jî be, bi vê mentalîte û şovenîzma Erebî û sektarîzma mezhebî,
di nav Kurd û Ereban da aheng û lihevîyek dê bi zehmet pêkbêt. Amerîka di
rewşeke wisa nazik da dê hergav nîveka darî bigire, li goreyî rêzikên
”balans polîtîkê” hereket bike, ku ev polîtîk û helwesta Amerîkayê
di pratîkê da dê alîyê Ereb xurt bike, ku tiştê îro tête dîtin jî
ev e. Hêj ji nihe ve hem Amerîkayê, hem jî Ereban teehhudên xwe yên di
makqanûna muwaqet da binpê kirin, ku di amadekirina hukûmet û serokkomarîyê
da eve hate dîtin. Ev pratîka wan îşareta wê dide ku salnameya ji bo
hilbijartin û amadekirina makqanûneke esasî hatîye danan jî dikeve tehlîkeyê.
Di rûdan û domkirina vê krîzê da, binasê sereke ji nav
”dînamîka” navîn derdikeve. Belêm temetî binasê sereke, faktorên
derve jî roleke mezin leyist. Kurd ji ber problemên xwe yên navînî qels
man, nikarîn rikeberîyê bikin, pêyê xwe li erdî bişidînin, xwe asê
bikin. Gelek bi pasîvî û çavtarî û hetta ji tixûbê piştevanîyê wêdatir,
adeta ”li dûv” polîtîkên Amerîkayê çûn. -[Li vê derê divêt
helwesta beramberî Amerîkayê bête zelal kirin. Çu berjewendîyên
xelkê Kurd di ”antî Amerîkanîzm”ê da nînin û hewceyî vê yêkê jî
nîne. Lê belê, tiştê ku tête xwastin polîtîka ”duajo” neête
kirin. Polîtîka digel Amerîkayê jî divêt li ser prensîbên wekhevîyê û partnerîya bi
normên demokratîk û dostayetîyê bête kirin, ku ya rast jî ev e.]- Vê
”ji dil”îya Kurdan ew li ber çavê Amerîkayê kirin ”yê malê”! Di rûdana
probleman da hergav ”yê malê” tête îhmal kirin, hisab li ser ”yê bîyanî”
tête kirin. Amerîkayê jî muameleya ”yê malê” bi Kurdan kir, xwastek û
tehdîdên Ereban li pêş girtin. Vê helwesta şaş ya Amerîkayê
di eleyhê Kurdan da encam dan ku binasê vê yêkê Amerîkî bûn. Bedelê
dostanîya ji dil, divîyabû eve neba, lê mixabin ku di ”reel polîtîk”a
îro ya cîhanê da fatûraya dostanîyê, hevalbendîyê, hevçeperîyê,
tifaqdarîyê giran tête birîn û ev normên mirovî ”naîvî” têne qebûl
kirin, ku herçend ”naîvî” jî xasyeteke pozîtîv ya mirovî ye, lê
mixabin di bazara ”reelpolîtîk”ê da pare nake û ”zeîfî” tête qebûl
kirin!
Rezolusyon
Konseya Ewlekarîyê ya UNê, 8ê Hezîranê rezolusyona bi
hejmara 1546ê ya li ser Iraqê, bi yêkdengî
qebûl kir. Di vê biryarê da, statûya Iraqa nû wekî ”welatekî serbixwe
û yêkgirtî” tête qebûl kirin. Belêm qet behsê ”federalîyê” û
”makqanûna muwaqet”, ku têda gelek garantîyên Kurdan hene, naête kirin,
ku eve bi gotina ”şaşîyê” naête îfade kirin. Bi vê biryarê
Kurdan goleke dî xwar! Ev biryare rola hukûmeta merkezî xurt dike ku ev hukûmeta
bi piranî di destê Ereban da, bi vê şovenîzm û mezhebîtîya Erebî û
şiîst ya ku îro tête nîşan dan, dûr nîne ku berpêyên Kurdan bêne
teng kirin. Ji xwe hêj ji nihe ve serokwezîrê şiî Ellawî, ”hêza pêşmerge”
û ”milîsên şiîstan” dike nav yêk qalibî û behsê belavkirina hêza
pêşmerge dike ku eve dijî naveroka ”makqanûna muwaqet” e! Hêza pêşmerge,
hêzeke meşrû ya parastina Kurdistanê ye ku ne bi navê ”pêşmerge”
jî be lê wekî hêza asayişa hukûmeta Kurdistanê fermîyen hatîye qebûl
kirin. Ev biryara Konseya Ewlekarîyê ya UNê, beramberî xelkê Kurd bi gotina
herî maqûl, ”bêrêzî” ye! Bi vî rengî qebûlkirina vê biryarê, dîrekt
teyîda makqanûna muwaqet ya Iraqê naête kirin ku di wê makqanûnê da
xaleke herî giring jî mafê vetoyê dide Kurdan. Bi biryara UNê, bi qebûlkirina
vê rezolusyonê ji bo şiîzmê, antî laîkî û antî sekularîyê tawîzeke
mezin hate dan ku eve bi timamî dijî ”demokratîzasyona Iraqê” ye jî. Hêzên
şiî yên şiîst aşkera dixwazin Iraqê ber bi îdareya dîn û
mezhebî ve bibin. Ev biryara UNê cisareteke mezin dide şiîstan ku
helwest û polîtîka xwe bidomînin. Amerîka bi vê polîtîka xwe ya zîgzagî
darê binê pêyê xwe dibire. Xurtbûna şiîzmê li Iraqê dê Iranê jî
xurt bike, ku eve hêj ji nihe ve nîşanên ”ne aramî”ya navçeyê ne.
Bi qebûlîya vê biryarê, Amerîka di nav Kurdan da dê prestîja xwe gelek bişkêne
ku eve hêj ji nihe ve tête his kirin. Berî ku ev rezolusyone bête qebûl
kirin, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî nameyek jî bo Bush şandin ku
Amerîkayê li ser ”heq û huqûqê xwe” careke dî hişyar bikin ku
neheqîyeke nû neête kirin. -[Mala dinyayê! Mela Mustefa Barzanî jî piştî
têkçûna 1975ê, li sibata sala 1977ê ji bo serokê Amerîkayê, Jimmy Carter
nameyek şandibû û mixabin Amerîkayê hingê jî ”dostên xwe yên ji
dil” ji bîr kiribûn û neheqî li wan kiribû!..]- Belêm piştî
belavkirina ”rezolusyonê”, aşkera bû ku Amerîkayê ev ” balkêşana”
Kurdan li ber çavan ne girtîye. Serokên Kurdan di nameya xwe da behsê hindek
”mueyyîde”yên xwe dikirin û bi zelalî digotin ku dibe ku ew xwe ji hukûmeta
Iraqê vekêşin. Nihe piştî biryara ”Konseya Ewlehîyê” ya UNê,
rêvebirên Kurd dê stratejîyeke çawa di rê bibin, bi hemû rengên xwe ve
gelek ne xuya ye. Di serê serokên Kurdan da jî çend ”taktîk” dizivirin,
naête zanîn, lê mirov dikare bêje ku Kurd hatine ser ”durêyankê”! Divêt
”hissîyatê” danin milekê, ”hêza mantiq” derêxin pêş û bi
timamî berjewendîyên xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê danin merkeza
”riberiza xwe” û biryarekê bidin. Bi sebir, xwûnsarî û şêwreke kûr
û fireh, divêt polîtîka xwe aşkera û zelal bikin û hemû rîskan
bidin ber xwe û biryareke di xêra xelk û welatê xwe da bidin. Piştî
name, hişyarî û gefan, heçku qet tiştek nebûy li mala xwe rûniştin,
li ser biryara UNê bê reaksîyon man, dê hem prestîja rêvebirîya polîtîk
ya Kurd li nik xelkê xwe bişkêne, hem jî dê tesîreke gelek negatîv li
ser bizava bi giştî ya neteweyî ya xelkê Kurd bike.
Ji ber hindê jî divêt li çareyekê bête geryan û çareya
herî encamgir jî, referandûm e. Divêt parlementa Kurdistanê bi rûniştineke
awarte vê pirsê li ber xelkê xwe, riberiz bike û vê rûniştinê zindî
di TVyan da jî bide weşandin û bi yêkdengî biryara referandûmeke li
seranserê Kurdistana Başûr û diasporayê werbigire û bi lez realîze
bike. Referandûm jî divêt sê alternatîvan dane ber xelkê; federasyon,
konfederasyon, serxwebûn! Xelk kîjanê hilbijêre, divêt rêvebirîya polîtîk
wê xwasteka xelkê Kurd dane ber Amerîka, hukûmeta Iraqê û UNê. Prensîba
”selv determination”ê, anku ”mafê çarenivîsê” UNê berî bi salan
qebûl kirîye. Xelkê Kurd ji bo qedera xwe çi biryarê bide divêt Amerîka,
UN û hemû teref, bê qeyd û şert qebûl bikin. Di referandûmeke bi însîyatîv
û biryara parlementa Kurdistanê da, dê encameke pozîtîv derkeve meydanê.
Referandûma ku ji alîyê însîyatîva sivîl, ”bizava referandûmê” ve
hatibû kirin, helbet giring e, lê belê di van şertan da polîtîken divêt
parlementa Kurdistanê fermîyen vê gavê organîze bike û bi encam biêxe. Piştî
referandûmeke wisa em bawer dikin ku xelkê me dê seda sed bi biryara serxwebûnê
qedera xwe tayîn bike. Hingê ji bo UN û hemû cîhanê karek dimîne, ew jî
rêzê nîşanî biryara xelkê Kurd bidin û fermîyen qebûl bikin. Ya
rast û lojîk ev e. Referandûmeke bi vî rengî dê destê rêvebirîya polîtîk
ya Kurd jî xurt bike û herweha dê serbestîyeta manewraya polîtîk û dîplomatîk
jî bide wan.
Şûkirina
bê dil
Nihe piştî xwarina du golan, divêt objektîv bête hizir kirin. Ji
1992ê were Kurdan di bin parastina Amerîkayê da jî be li nav paralela 36an
îdareyeke serbixwe danan û di rê birin. Heta hilweşîna Seddam mekanîzmayên
dewletî ava kirin û bi kar înan. Piştî Seddam hate hilweşandin jî,
di avakirina Iraqa nû da rol û berpirsiyarîyên giring standin, bi cih înan.
Ya ku Kurdan bo Iraqê kirî, Ereban bi xwe nekirîye. Kurdan Ereb jî ji bin
zulma Seddam û Beasê rizgar kirin. Belêm mixabin ku ev ”xwe fedakirine” zû
tête ji bîr kirin, ku Ereban ev dilsozîya Kurdan ji bîr kirin. Nihe mafê
Kurdan yê serxwebûnê danin alîyekê, federasyonê jî qebûl nakin, hetta
naxwazin rêvebirîya merkezî ya Iraqê jî bi wekhevî digel Kurdan parve
bikin. Kurdan ji dil deklare kir ku ew dixwazin li ser esasê wekhevîyê û bi
sîstemekî federatîf digel Ereban bijîn û yêkitîya Iraqê bi norm û metodên
demokratîk biparêzin. Lê belê, Ereb vê yêkê naxwazin. Di pratîka wan ya
van mehên dawîyê da eve baş hate dîtin. Israra pêkvemana digel
Ereban bê fayde ye. Eve wekî ”şûkirina bê dil e” -[zewaca bê dil]!
Mahra digel Ereban bê mana ye û betal e! Ya rast ”berdan” e. Rêvebirîya
polîtîk ya Kurd, bi biryara parlementê û encama referandûmeke neteweyî divêt
”sê telaqên” Ereban bavêje û wan berde! Dem, şert, îmkan û
konjonktûra cîhanê dest didin û di rê da ye û biryareke piştî
referandûma neteweyî ya xelkê Kurd ya serxwebûnê, dê ji alîyê cîhana
humanîter ve bête qebûl kirin. Mexdûrîyeta xelkê Kurd di wijdana cîhana
humanîter da cih girtîye, lewma xelkê Kurd û rêvebirîya polîtîk divêt
nekeve nav şik û dudilîyan û gelek bi biryar prosesa referandûma
neteweyî bide dest pê kirin û êdî encam çi dibe dîsa ve bi biryar bi cih
bîne.
ROJAN HAZIM
10 Hezîran 2004