paşve

 

Polîtîka Ziman 

(Ev danezane, di ”Konferansa Zimanê Kurdî” da li Berlînê, 26 – 27 – 28ê meha çile 2001, ya ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Berlînê ve hatîye amade kirin, hate pêşkêş kirin.)

ROJAN HAZIM

Destpêk

Li ser ziman ji gelek alîyan ve tête sekinîn. Eve awayekî rast e jî. Ji ber ku ziman her di serî da kilîlê di hevdu gihiştinê ye. Anku ziman bi vê taybetîya xwe stûneke bingehîn ya jîyana mirov û civatê ye. Di vê gotara xwe da em naxwazin bi firehî li ser teorîya ziman rawestin. Çiku hem ji alîyê alfabeyê, hem jî ji alîyê gramerê ve, digel kêm û kasîyan jî be, sîstemek hatîye danan û evro (îro) bi kar têt. Hem paşê evro pirsa serek ya zimanê me, ne ’hebûn’ anjî ’nebûn’ e. Ji alîyê xelkê me bi xwe ve, axivtina li ser vê yêkê, bi gotineke herî sivik, xwe ne zanîn e. Ji xwe di vî warî da, ji nav dagîrkerên welatê me, tinê dewleta Tirka di nav vê hezeyanê da ye! Bersivên zanyarî em danin alîyekê, pratîka sosyal ya xelkê me bi xwe, bersiva mezin daye wan û vê yêkê heroj wekî dirêjekê di nav herdu çavên wan da diçikilîne. Xelkê me li ser axa xwe bi zimanê xwe wekî abîdeyekê li ber çavan e. Eve rastîya rûyekî madalyonê ye. Belêm divêt em berê xwe bidine milê dî yê madalyonê jî.

Ravekirina vê pirsê, her di serî da bi aşkerakirin û vekolîna rewş û statûya welat û civatê ve girêdayî ye. Ji ber ku asteng, pirsgirêk û gefa li ser welat û xelkê, pêşîyê xwe li ser zimanî dide kivş kirin.

Lewma polîtîka ziman, di nav hev da ye û li ber vê rastîyê, tedbîrên parastina bi giştî zimanî jî bi danana plan û programekê dibe, ku eve polîtîka zimanî ye. Polîtîka ji xwe sistemekî plankirin, rêvebirin û îdarekirinê ye. Plan bi rêya polîtîkê tête pratîze kirin. Zimanê me, ji ber statûya ku xelkê me têda dijî, ketîye nav asteng û helandineke mezin. Ji ber ku polîtîkek, anku sistemekî ku zimanî di rê bibe, îdare bike nehatîye danan, hêj jî bi kar û xebatên belav û palyatîf li ser ziman tête rawestan. Bihayekî van kar û xebata heye û ji xwe wan kar û bara ziman gihandîye evro. Belêm êdî divêt li goreyî şertên evro ziman ji nû ve bête reorganîze kirin ku bersiva hewcehîyên evro bide. Ji ber ku xelkê me jî êdî ne di rewşa berî pêncî-şêst salan da ye. Hem ev rastîye, hem jî êriş û planên ku zimanî asîmîle dikin, lezînîya reorganîzasyoneke bi giştî tîne serê rojevê, ku ziman bête xurt kirin û pêşve birin. Hewcehîya polîtîka ziman, ji vê rewşê derdikeve û divêt planekî domdirêj bête çêkirin û polîtîka ziman li ser vî planî bête pratîze kirin.

Li vê derê ew gotinên Mîr Celadet Bedir Xanî, yên di weşana Hawarê da gotî, hêj jî giringîya xwe diparêzin û ji bo helwesta evro jî gotinên rênîşan in. Wisa dibêje Mîr: ”Divêt bête zanîn ku ziman jî hîmê heyîna me ye û bê zimanê xwe em nikarin bijîn û di nav koma miletan de wek miletekî serxwe bimînin û paydar bibin. Ji xwe ji bona her miletî jî holê ye. Nemaze ji bona me û ji bona wan miletên ku ketine rikanê miletekî hevol. Ji ber ku miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yêk, ziman du. Lê heke ola miletê serdest û bindest yêk bibe, hingê çek yêk bi tinê ye û bend tinê ziman e.

Halê me Kurdan ev e. Em ketine bin destê sê milet û dewletên misilman, piranîya me jî misilman in, em û serdestên me ji olekê, ji dînekê ne. Her se jî xebateke zor dixebitin ku me têxin milîyeta xwe. Lê herçî miletên nemisilman, wek filehên ermenî û yûnanî, ku bi babelîskan ve bin destê tirkan de mane û piranîya wan bi zimanê xwe jî nedizanîn û bi tirkî xeber didan, dîsan milîyeta xwe winda ne kirine. Ji ber ku ew û serdestên wan ne ji olekê bûn, ji olinên din bûn. Ola wan ew diparastin û nedihiştin ku winda bibin, di nav milîyeteke din de bihelin, bibin tirk, ereb an ecem. Jê dixuye ku ziman hindî olê ne xurt e jî, xasma, zimanekî ku hêj  ne ketîye nivîsandinê.

Carin hebûn, bê winda kirina zimanê xwe jî, tenê bi hînbûna zimanê wan em diketin tora wan û dibûn ji miletekî din. Ji ber ku ola me ji xwe em digihandin wan, bi hînbûna zimanê wan, benda zimên jî ji navê radibû û zimanê me ku tenê zimanê axiftinê bû, di devê me de wek zimanekî bîyanî dima û bi zemanî ve me ew ji bîr dikir. Çimkî zimanê miletê serdest zimanê nivîsandinê bû, me pê dixwend, dinivîsand û zanayên me  kitêbên xwe pê çêdikirin.

Ev e ziman, ev e kurdanî, ev e winda bûn, ev e çekên me.

Ji gotinên jorîn rind dixuye ku çeka ku di destê me de ye çekeke ne têkûz e jî, nîvçekek e. Ol li raserî wê ye. Heke me ew jî pêşve nebir, winda kir, hingê divêt em destê xwe ji heyîna xwe bişon. Gotineke nas heye. Dibêjin ku; ew miletê ku ketîye bin destê miletekî din û zimanê xwe winda ne kirîye, mîna dîlekî ye ku mifta zîndana wî di destê wî de ye, rojekê derîyê zîndana xwe vedike û jê derdikeve.

Lê yê ku zimanê xwe winda kirîye, mifta zîndana wî êdî ne di destê wî, lê di destê dijminê wî de ye û dijmin derîyê zîndana girtîyê xwe tucar venake.

Ew mifte, îro hêj di destê me de ye.”

(Nivîsanoka Hawarê, Mîr Celadet Bedir Xan, Hawar, hj. 20, cild, 1, r. 404 – 405, w. Nûdem)

Belê, wekî Mîr Celadet jî gotî, hêj kilîl di destê me da ye, belêm ew dest sist bûye. Wekî em dibêjin rewşa ziman bi taybetî li bakur, Tirkîye û pişka mezin ya Ewrûpa jî di nav da, di nav tehlîkeyê da ye, em rastîyeke rûs nîşan didin. Hawara me jî ev e. Perîşanîya ê me ya li bakur û Tirkîyeyê, vê gotina Mîr çend heq derdêxe: Ev e ziman, ev e kurdanî, ev e winda bûn, ev e çekên me!

Rewşa bi giştî zimanî li milekê, ya herî dijwar ya diyalektê (zaravayê) kurmancî (kirmancî) ye, ku ew jî bahra pitir û bi giranî li bakur tête axivtin. Lewma em bi giringî li ser radiwestin.

Bi vê bîr û bawerîyê, em dê niha bi analîzeke fireh li ser polîtîka ziman rawestin. Belêm, di serî da em berê xwe bidin rewşa bi giştî zimanî.

* * *

Zimanê me

(Bi giştî rewşa zimanî)

Li ser zimanê Kurdî, hem ji alîyê dîrokî, hem jî ji alîyê zanyarî ve heta evro (îro) hindek lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û weşandin. Piranîya van jî, ji alîyê bîyanîyan ve hatine kirin. Lê belê, bi taybetî ji nîveka sedsala dawîyê pêve ji nav Kurda jî lêkolînerên zimanî derketin. Hindî sal derbaz bûn hejmara van lêkolînerên xwecihî jî zêde bû. Evro gelek belge û zanînên giring yên li ser zimanê Kurdî hene. Êdî li ser hebûn û nebûna zimanê Kurdî, keşfa Amerikayê ji nû ve hewce nake! Xelk li meydanê ye, ziman girêdayî kîjan famîlya, grûb û kategorîyê ye, kivş e. Ji alîyê alfabe û gramatîkê ve li ser ziman hatîye kar kirin û bi alfabeya tîpên kevin (erebî), ji sedsala heftan, bi alfabeya tîpên latînî jî ev nêzîkî heştê sal e tête nivîsîn. Di vê prosesa pratîk ya ziman da helbet hindek kêm û kasî derketine pêş, belêm ji bo çareserkirina wan jî, kêm zêde, çare hatine dîtin û bi kar jî hatine. Digel vê yêkê, jîyan didome û ev dînamîzma jîyanê bivê nevê pirsgirêka diafirîne û heke çare bo wan neête dîtin jî, her diçe zêde dibin û wekî xelkê me dibêje, ji Çiyayê Qaf mezintir dibin.

Di çarêka duyemîn ya sedsala bîsta da, bi taybetî ji alîyê ekola Hawarê ve peydakirina çare û qaydeyên bo ziman, eve bi salan e hewcehîya zimanî dibînin û ev kapasîteya wan hêj jî dom dike. Lê belê, pêşveçûna zimanî ya di warê nivîsînê da, digel xwe hergav riberizê jî tîne. Riberiz taybetîyeke bivê nevê ya jîyana entelektuelîyê ye. Ji ber hindê, dom kirina riberizên li ser zimanî divêt ecêp neête dîtin. Belêm, wekî di her riberizan da, tiştê bingehîn, berwerî ye. Heke pîv bû ev, hingê divêt terazîya riberizê baş bête danan. Evro heke dîsa pêdivîya riberiza li ser pirs û pirsgirêkên zimanî tête dîtin, divêt ev pîv û terazîye baş bête ragirtin. Di çarçoveya vê nivîsara xwe ya kurt da, daku em nekevine dubarekirina tiştên heta niha hatine gotin û nivisîn, wekî me li jor jî gotî, li ser bingehê ziman, grûb û kategorîyên famîlyayî û detayên gramatîkê ranawestin, belêm wekî spesîfîkî, em dê bi giştî li ser diyalektê kurmancî (kirmancî) û bi taybetî jî rewsa ku ev diyalekte li Tirkîye û Kurdistana Bakur têda, bisekinin. Lewma li ser timamîya ziman em dê tinê ravekirineke giştî bikin. Belêm dîsa ve wekî adetî heke ziman bête tarîf kirin, bi kurtî mirov dikare wisa bêje; ziman, sistemekî piralî û pêşkevtî ye ku his, raman û xwasteka, bi hevkarîya denga û bi lihevîyeke manadar û bi qayde, ragihandinê pêktîne.

Maceraya destpêka zimanî ya digel civatê

Digel sedsala bîsta, mîlenyûma duyê jî xilas bû. Bi destpêka sedsala bîst û yêkê, mîlenyûma sêyê jî dest pê kir. Maceraya jîyana xelkê me ya ji berî bûyîna Îsa Pêxemberî heta vê sedsala bîst û yêkê, li ser cografyaya xwe dom dike. Digel ku xelkê me piştî bi hizaran sala gihiştîye evro, belêm herweha yêkemîn xelk e ku hêj jî li ser axa xwe dewleta xwe ya serbixwe ava nekirîye. Evro çu xelkên ku vê bêtalihîyê dijîn nînin. Eve çi bedbextî ye! Ev xelkê me yê ku berê di cografyaya xwe da dîkilê ser axa xwe bû, anjî bi gotina gelerî, dîkilê ser sergûvkê xwe bû, belêm çi mixabin ku evro bi timamî di nav jîyaneke dîl (êxsîr) da, şerê man û nemanê dide. Digel hindê jî, gihiştina xelkê me ya bi sax û silametî bo mîlenyûma sêyê, şansekî mezin e! Ji ber ku, kêm mabû ku ew aqîbeta xelkên cîranên me Sumerî (Semirî), Akadî û hetta Asurîya bi serî bêt, xwe parastina xelkê me ya bi nifûseke boş ya li ser axa xwe, ji talihî wêdatir, mirov dikare bêje ku bi enerjîyeke sihredarî pêk hatîye. Xelkê me, ji wan kêm xelkan e ku hem nikarîye dewleta xwe dane, hem jî karîye ku hebûna xwe biparêze. Evro xelkê me dijî û bi manayeke ”mîstîk” şukur bo vê yekê! Başe, evro xelkê me dijî, gihişte mîlenyûma sêyê jî. Gelo eve çi enerjî û hêza sihrî ye ku xelkê me gihandîye evro! Mexsed ji gotina ”sihr”ê, teswîrek e, her hind!Lê belê, hema teswîr jî be, ji sihrê neête behs kirin, gelo mirov dikare çawa zimanî rave bike… Eve edebîyat jî be, rastîyek heye ku her ziman, hêzeke bi sihr û qudreteke nexuyayî ye. Wekî mirov tekamulîya (evolusyona) xwe timam kir û ji çarpêyan cuda bû, zedehîyeke giring jî pêra peyda bû; ew jî şiyana axivtinê bû. Ev şiyane, di navbeyna mirovan da, di hevdu gihiştin û têgihiştînê, têgihandinê, têkilî û ragihandinê, bi sîstemekî lojîk û lihevî, sanahî dike. Ji xwe bo vî sistemê ku bi awayê zanahî û tekamulîya xweristî û xwezayî pêkhatî, ”ziman” hate gotin. Ji ber ku ya rastî jî, bo vî kilîlê vekirina derê axivtin, têkilî û danûstandina di navbeyna mirovan da, tinê ziman dê hatiba gotin. Ev alete helbet ji yên mekanîk cuda ye, ku jê ra hêza sihrî hate gotin ku ev tesbîte di warê zanyarî da jî tête kirin. Ev tesbîte giringî û hêza ziman ya di jîyana mirovahîyê da dide kivş kirin. Ziman vê tesbîtê, vê ravekirinê, vê bi nav kirinê heq dike û hêj jî zêdetir, ew dezgehek e, hebûnek e. Mirovî, di jîyana xwe da dîtîyeke herî bi hêz, giring û mezin peyda kirîye, ku jîyanê sanahî dike. Mirovî, ji bo mirovahîyê tiştekî ji vê hebûna bi sihr û nedîtî, baştir peyda nekirîye!

Helbet ziman wekî hêzeke bi sihr, hergav ji alîyê mirovî ve bûye mijara lêkolîn û têgihiştinê. Destpêkerên vî karî, di serî da Hindî û Yûnanî bûn. Ji demê antîk yê Hindî bigirin heta demê antîk yê Yûnana diçin ev kar û bare. Ji ber ku ziman tinê ne aletê têkilî dananêye, ew herweha bo pêşveçûnên sosyal û kulturî jî roleke bingehîn dileyize. Lewma hergav bi hûrî li ser hate xebitîn, lêkolîn hatin kirin û ji kêm û kasî û şaşîyan hate paqij kirin, ku bi rehetî jê bête têgihiştin. Yên ku pêşîyê bi vî karî rabûyî, hem berî bûyîna Îsa, hem jî piştî bûyîna Îsa, fîlozof û nivîskarên ronakbîr bûn. Bo nimûne, di demê Hinda antîk da, belgeyên dînî Veda, ku roleke giring pêktînan di jîyana sosyal û kulturî da, daku bê kêmasî bêne nivîsîn, xebat li ser ziman hate kirin ku ji şaşîya bête paqij kirin. Fîlozofê navdar yê Yûnanî, Platon jî li ser ziman xebitî û pirtûkeke diyaloga bi navê Kratylos (Rastîya Navan), nivîsî. Dîsa di Yûnana antîk da, Arîsto jî li ser van mijara xebitî. Kar û barên li ser ziman yên berî bûyîna Îsa, di demê piştî bûyîna Îsa da jî dom kirin û piştî sedsala 8an hem li rojhilatê, hem jî li rojavayê xebatên zanyarî hatin kirin. Lê belê, xebatên herî rêkûpêk, di sedsala 19 û 20an da hatin kirin. Li ser pirs û pirsgirêkên ziman, alfabe, gramer û rastnivîsînê, bi berfirehî lêkolîn hatin kirin û ev kare li ser zemînekî pêşveçûn û nûjenîyê hatin domandin. Eve ji alîyekê ve pêdivî jî bû. Ji ber ku ziman di nîveka jîyanê da bû û hindî pêşkevtinên sosyoekonomîk dihatin bi destêxistin, vê yêkê hem ziman zengîn kir û pêşve bir, hem jî ev pêşveçûne bi ziman ve girêdayî dihatin kirin ku herdu alîyan hevdu xwudan dikir û pêşve dibir. Bi vê yêkê, jîyanê û ziman, wekî reyên ku xwûnê didin hev, pêşveçûn pêkhat.

Zanayên ji nav xelkên cuda, ku berî bûyîna Îsa û piştî bûyîna Îsa, kar û xebat li ser ziman dikirin, digel cudahîyên wan, hevpişkidigel cudahîyên wan, hevpişkîyeke wan ya herî balkêş jî ew bû ku ziman wekî elementekî herî giring yê îdentîtêta kolektîv ya civatê didîtin. Di hevpişkîyeke dî da jî dihate gotin ku, ziman aletê kiryarên ramanî ye û herweha ziman di navbeyna aktîvîteya ramanî û axivtinê da girêdaneke herî giring e. Di nav Kurda da jî paralelî vê ramanê cara pêşîn fîlozof Ehmedê Xanî nivîsî û di pratîka nivîskarîya xwe da nîşan da ku ziman di jîyana xelkekê da, xerca bingehîn ya hebûna îdentîtêta etnîkî ye. Platon çawa bi van endîşeyan pirtûk nivîsî, Ehmedê Xanî jî her bi van endîşe û bawerîya bo perwerdeya zaroka, ku paşeroja civatê ne, pirtûka bi navê ”Nûbara Biçûka” nivîsî. Xanî wisa digot di vê pirtûka xwe da:

Ji paş hemd û selawatan

Ev çend kelîme ne ji luxatan

                      Vêkêxistin Ehmedê Xanî

                      Navê ”Nûbara Biçûka” lê danî

Ne ji bo sahib rewaca

Belkî ji bo biçûkêt Kirmanca

 

Xanî bi vê raman, bawerî û zanyarîya zimanî, destana xwe ya navdar, Mem û Zîn jî bi Kurdî nivîsî û wisa got:

Xanî, ji kemalê bêkemalî

Meydana kemalê dîtî xalî

                      Yanî ne ji qabilî-w xebîrî

                      Belkî bi teessub û eşîrî

Hasil, ji înad, eger ji bêdad

Ev bîd’ete kir xilafê mu’tad

                      Safî şemirand, vexwarî durdî

                      Manendê durê lîsanê Kurdî

Înaye nîzam û întîzamê

Kêşaye cefa ji boyê amê

                      Da xelk nebêjîtin ku: ”Ekrad

                      Bêmarîfet in, bêesl û binyad

Enwaê mîlel xwudan kitêb in

Kirmanc tinê di bêhisab in“

                      Hem ehlê nezer nebên ku: „Kirmanc

                      Eşq nekirin ji bo xwe amanc“

Mirovahîyê ji alîyê dîrokî û civakî ve gelek bask û hesû dane paş xwe û di vê prosesa tekamulîyê da gelek xelk û zimanên cuda derketin¸ ku eve macerayeke mezin ya mirovahîyê bû. Mirovahîyê di vê prosesa jîyanê da, hem dijî xwezayê têkoşîn da, hem şerê hevdu kir û di vê zelzeleya civakî da hindek xelk û ziman li ser pêya man, hindek jî, mixabin, belêm pûç bûn. Di vê ketûrab û hercûmercê da, bi bedelên giran jî be, yêk ji xelkên ku şiya li ser pêya bimîne, Kurd bûn, anku xelkê me bû. Xelkê me, ev li ser pêya mane, digel hêz û rika berxwedana fizîkî û ramanî, bi hêza ziman, ku lokomotîfa zanîn û kolektîvîteya jîyanê ye, bi dest êxist. Bê şik, xelkek bê ziman, zimanek jî bê civatek nabe. Ji xwe ew wekî goşt û nûnik pêkve kelîne û bi awayê sîrkûlatîf hevdu timam û xwudan kirin, bi hêz kirin û di dawîyê da, bi kar û xebata dahîyên wekî Xanîyan, hem xelkê me, hem jî zimanê me hate jînde kirin.

Ziman, zimanê me û evolusyon

Evro li ser rûyê erdî, nêzîkî sê hizar, -li goreyî hindek lêkolîneran çar û hetta pênc hizar- ziman têne axivtin. Digel vê zengînîya zimanan, cih û warên ku ev zimane bi kar tên, ji hev cuda ne. Civatên pêşveçûyî, li goreyî xwe zimanên pêşkevtî, xelkên paşvemayî jî li goreyî dereceya pêşkevtina xwe ziman hene.

Di nav van hizaran zimanan da, li goreyî boşahîya nifûsa xwe zimanê ku ne yê dewletê be, zimanê Kurdî ye. Kurdî, zimanê xelkekî ku li ser cografyaya xwe bi nifûseke pêncî milyona dijî, hêj jî ne zimanê dewletê (anjî dewleteke serbixwe) ye. Bi vê rewşa xwe zimanê Kurdî,  di nav dezgehên fermî yên cîhanê da wekî “zimanê lokal”, anjî “zimanê kêmanî” tête bi nav kirin. Evro nêzîkî 120 ziman di nav dezgehên navneteweyî da wekî zimanên dewletê têne nas kirin, ku hindek ji van zimana, ji alîyê du-sê milyonan ve têne axivtin, belêm zimanê ku ji alîyê pêncî milyonan ve tête axivtin, wekî “zimanê lokal”, anjî “zimanê kêmanîya” tête pejirandin! Eve ji alîyê normên humanîter û tradisyona demokratîk ve neheqîyeke mezin û paradokseke kûr e. Belêm rastîyek jî ew e ku dawîînana vê neheqî û paradoksê tinê bi hêza xelkê me ya navxweyî dê bibe.

Xelkê me, hem ji ber asteng û tesirên navîn, hem ji ber yên derveyî, bê dewlet kete sedsala bîst û yêkê û mîlenyûma sêyê. Lê belê, hem sedsala bîst û yêkê, hem jî mîlenyûma sêyê, dê bibin şahidê azadî û serxwebûna xelkê me û herweha xelkê me dê di vî demî da zimanê xwe ji kategorîya “lokal” rizgar bike û di dezgehên navneteweyî da wekî zimanê dewletê bide pejirandin. Eve sedased e!

Di prosesa dîrokî da, gava komikên mirova gihiştin dereceya bilind û kolektîv, ji hev cuda bûn û ferqîyet zêde û kûr bû û di vê qonaxê da ziman tinê bi rola di hev gihiştinê nema, êdî bû nav û îdentîtêta van cudahîyên komên mirovan. Hindî taybetîyên civata zêde bûn, gelek ji wan bi navê zimanê xwe hatin nas kirin û bi nav kirin. Piştî ku ev komik û civate gihiştin dereceya xelkbûn û netewebûnê, zimanên wan jî pêşkevtin û di nav zimanan da jî famîlya, grûb û kategorî pêkhatin. Li goreyî vê prosesê, Kurdî jî di nav famîlyaya Hindogerman da, dikeve nav baskê Asyayê û li nav grûba zimanên arî jî nêzîkî farisî tête hejmartin. Kurdî jî wekî hemû zimanan, di nav xwe da dabeşî gelek diyalekt (zarava), navdiyalekt (navzarava), devok, aksan û nuansa dibe. Evro di warê nivisînê da, digel dereceyên ji hev cuda, sê diyalekt fonksiyonel in: Kurmancî (Kirmancî), soranî û zazakî. Helbet Kirmanşan senter û li dorberê jî diyalektê goranî tête axivtin... Ev bi navkirina diyalekta, li goreyî her nivîskar, lêkolîner, zimanzan û zimannasî, tête guhorîn. Kurmancî û soranî wekî kurmancîya jor û jêr, zazakî jî wekî kirdkî têne bi nav kirin. Belêm em dê li vê derê wekî bi navkirina belav û pratîk, kurmancî, soranî û zazakî bêjin. Di nav van diyalekta da, yê herî mezin kurmancî ye, ku ji alîyê nifûseke boş ve tête axivtin. Ji alîyê cografîk ve, ji başûra Bahdîna bigirin heta ser tixûbên Sûrîyeyê li başûrarojava,Tirkîye û Ermenistanê li bakur, parçeyê herî mezin yê Kurdistanê, kurmancî diaxive. Anku di dest da statîstîkên fermî nebin jî, di nav pêncî milyon Kurda da, nêzîkî 35 milyon Kurd, kurmancî diaxivin. Kurmancî jî wekî her diyalektî, di nav xwe da dabeşî navdiyalekt, devok, aksan û nuansa dibe. Lê em di çarçoveya vê nivîsarê da nakevin detayan.

Bi giştî birîndarîya zimanê Kurdî, ji satûya polîtîk derdikeve. Di cihên ku otorîte û erkê polîtîk yê Kurd derdikeve meydanê, zimanê me pêş dikeve. Bo nimûne, di başûr da bi taybetî ji piştî salên 60î pêve, trenda pêşkevtineke giring tête dîtin. Xelkê me ji salên 60î pêve îradeyeke polîtîk nîşan da û beramberî dewleta Iraqê, hêzeke desthilatdar pêkîna û piştî terazîya polîtîk jî bi alîyê xwe ve rakêşa, êdî Kurdî li jîyana pratîk û di perwerdeyê da bi kar hat û dûv ra çapemenî û weşangerîya nivîskî, bihîstinî û bînahîyî derketin. Dezgeh hatin danan. Akademîya Kurdî hate damezrandin. Rojname, pirtûk û kovar hatin weşandin. Bo perwerdeyê pirtûk û hewcehîyên dî hatin amade kirin. Radyoya Bexdayê beşê Kurdî li her derê Kurdistanê dihat guhdar kirin û tesîreke gelek pozîtîv di warê ziman, edebîyat, muzîk û hunerê da kir. Televizyona dewleta Iraqê, nîvrojekê jî be, bi Kurdî weşan kir. Ev kiryare hemû bi aletên resmî yên dewletê hatibin kirin jî, bi zimanê Kurdî bûn û vê yêkê ziman pêşve bir. Hindî ziman di pratîkê da bi kar hat, kêm û kasî jî derketin pêş û ji ber van hewcehîya, zimanzan û zimannasa dest bi lêkolîna kirin û van kar û xebata, ziman zengîn kir. Bi vî awayî komerîyeke fireh pêkhat. Xelkê didît ku zimanê wan di pratîkê da bi kêr têt û vê yêkê bawerîya wan ya bi xwe û zimanê xwe, zêde dikir. Li başûr ev pêşveçûnên zimanî bi giranî bi soranî dibûn û soranî ji her alî ve pêşve çû. Vê yêkê tesîreke pozîtîv li ser xelkê soranîaxêv yê rojhilatê jî kir û hewcehîyên wan yên kulturî înan cih. Bi soranî pirtûkên perwerdeyê hatin hazir kirin û diyalektê soranî di warê edebîyatê da jî gavên fireh avêtin. Ev pêşkevtinên baş û bikêr, diyalektê soranî ji alîyê term û gotinan ve heyî kir û bûn binasê peydakirina termên zanyarîya pozîtîv jî. Piştî 1992ê, ku li başûr otorîteyeke otonom (hetta serbixwe) pêkhat, soranî bi plankirina vê rêvebirîya polîtîk, ew pirs û pirsgirêkên diyalektê kurmancî heyî, bi relatîvî û cihê riberizê jî be, çareser kirin û pêşkevtina xwe didomîne. Belêm divêt aşkera bête gotin ku, li başûr bi kar înana polîtîkayên şaş yên di warê ziman da, diyalektê soranî hate domînîze kirin û kurmancî paşkevt, anjî bi zanahî hate paşêxistin. Rêvebirîya niha, bi direngî jî be, dixwaze terazîya herdu diyalekta durust bike. Lê belê, diyalektê kurmancî, bi giştî li beramberî soranî kete nav rewşeke bi dezavantaj û pêşkevtinê danin milekê, diyalektê kurmancî di warê nivisînê da bi salan kete nav bizava man û nemanê. Herçend nivîsên pêşîyê, şaheserên edebîyata klasîk, rojnameya pêşîn ya Kurdî, bi kurmancî hatibin nivisîn û weşandin jî, lê ji ber ku diyalektê kurmancî di bin otorîteyeke neteweyî ya polîtîk da firseta pêşkevtinê bi dest neêxist, di nav dem û salan da, di warê nivîsînê da paşkevt. Belêm di warê axivtin û edebîyat û hunera devkî da, hemû asteng û çeperên asê rakirin û pêşveçûna xwe, bi bayê beza kûselekî jî be, domand. Weşanên serê sedsala bîsta li Stanbolê, bi kurmancî hatin kirin. Kovara Hawar û kolektîva wê, bû mîlada ji nû ve jîyandina diyalektê kurmancî. Gerçî kovara Hawar û kolektîva wê, bi timamî û giştî, xizmeta zimanê Kurdî kir, belêm di pratîkê da hema bêjin nêzîkî timamîya weşanên xwe bi diyalektê kurmancî kirin. Vê destpêkê, di warê nivîsînê da rêya diyalektê kurmancî vekir û êdî ev rêye bi asteng jî be, kurmancî pêşve diçe. Helbet divêt bête gotin ku, di pêşveçûna diyalektê kurmancî ya di warê nivîsînê da, kar û xebata Kurdên Kafkasyayê, bi taybetî yên Ermenistan û Ûrisatê (Rusyayê), cihê pesnê ye ku bi berhemên xwe yên ziman, dîrok, edebîyat û muzîk, rojnamegerî û bi giştî kar û barên ronakbîrî û akademîkî, xizmetên bihadar înane cih. Dîsa Kurdên Ermenistanê bi weşanên Radyoya Êrîvanê beşê Kurdî, rojê seetek jî be, hem xizmeta pêşkevtina kurmancî, hem jî bilindkirina bîr û bawerîya neteweyî kirin.

Evro hem li nav welat, hem jî li derveyî welat, bi diyalektê kurmancî gelek weşanên edebî, hunerî û kulturî têne kirin, yên kevin ji nû ve têne weşandin. Kurmancî di warê nivîsînê da, bi kar û xebateke xurt, trenda bilindbûnê vegirtîye û pêşve diçe.

Polîtîka antî Kurd ya Komara Tirkîyeyê (KT)

Di fîlozofîya xelkî da, bo bûyerên konkret li şahidên abstrak tête geryan. Wekî; ”dîwarno, bi ziman bikevin, daku axivtinên di nav çeperên we da hatine kirin bêne zanîn!”, anjî ”zimanê rêya heba û axivtiban!”. Helbet li vê derê baş tête zanîn ku ne dîwar, ne jî rê bi ziman nakevin. Eve tarzekî îronîya xelkê ye. Li ber vê, heke em jî ji zimanê Kurdî bipirsin, gelo ka çi bi serê te hatîye înan ji alîyê dagîrkeran ve. Ji ber ku heta niha nehatîye qebûl kirin, hatîye şkandin û birîndar kirin, hetta xwastine bibirînin. Belêm hema bi kurtebirî bersiva zimanî dê eve ba! Şahidê zimanî dîsa ziman bi xwe ye! Li ber vê yêkê formûl jî ev e: Ziman + Ziman – Ziman x Ziman : Ziman = Ziman. Eve çar kiryara matematîkê ye. Bi taybetî di demê Komara Tirkîyeyê da (KT), bûyerên ku bi serê zimanê Kurdî hatine înan, kêmek, zêdek carkirin û dabeşkirin, ev e. Helbet encam giring e. Bi hemû kiryar û êrişan jî be, zimanê Kurdî xwe parast û jîna xwe hilgirte bin ewlehîyê. KTyê ji pelixandina zimanî bigirin heta helandinê, ji lêkolînên ku goya Kurdî devokê Tirkên çîyayî ye bigirin heta ithama zimanê bê zimana, hemû karên kirêt û qirêj kirin. Van têra nekir, paşê jî rabûn cizayên pareyî înan û serê gotineke Kurdî, quruşek standin. KTyê ev kiryare hemû bi zanahî dikirin û eve rengên polîtîka wan ya beramberî zimanê Kurdî bû. Ji ber ku xelkê me heçku xwudanê hiş û bîra masîya anjî pelatînkan e, van kiryara zû ji bîr dike. Lewma divêt hindek pêrabûn û kiryarên KTyê bi kurtî jî be bînin bîra xelkê xwe.

Di salên 1930î da KTyê dest bi fîrandina teorîyên naylon kir ku goya piranîya zimanên cîhanê ji Tirkî afirîne! Navê vê teorîya xwe jî ”Teorîya hetavî ya ziman” danan. Mexseda wan ya sereke ew bû ku Kurdî bihelînin, heke nikarîn vê bikin, qet nebe bi hevkarîya van teorîyên direw, Kurdî wekî şaxekî zimanê Tirkî nîşan bidin. Hilbijartina navê vê teorîya wan jî enteresan e! Boçi hetav? Hetav di bawerîyên mîstîk yên kevin yên mirovahîyê da, wekî qudreteke mezin tête ditin. Li ber vê dîtinê, Tirkî xwudanê qudreteke mezin e û serûkahnîya hemû ziman û kulturan e! Zanyarên kirêgirtî yên KTyê, bi van kar û bara, zimanê Tirkî û hetav dikirin yêk û ew teorîya xwe ya sentetîk pêkînan! Lê ya rastî, KTyê bi van kompleks û hezeyanên beramberî xelkê Kurd û zimanê Kurdî, xwe adeta êxiste rewşeke trajîkomîk di warê zanyarî û akademîk da. Belêm ma xema wan bû! Wan xwe hind şkand ku hindek „zanyarên“ wan yên mejî keşkilk, digotin ku goya Kurdî gava mirov li ser befra kuşre diçe, ji ber pêya dengekî wekî „kart – kurt“ têt û Kurdî ji vî dengî derketîye! Barîkella bo van tesbîtên zanyarî yên akademîkerên (ya rastî akademî-kerên) Tirk û KTyê! Li milekê ev hêke dikirin, belêm li milê dî jî ziman bi quruşan qedexe dikirin. Ew paradoksa wan evro jî dom dike. Makîneyeke asîmîlasyonê danan û bi rêya xwandin û perwerdeya giştî, xwastin nifşên ku zimanê Kurdî ji bîr kirî, bigihînin. Ji bo vê armanca dijî mirovî dibistanên taybetî li gelek cihên Kurdistanê ava kirin û biçûkên Kurd hêj ji şeş salîyê pêve ji nav malên wan, bi mexsedên veşartî û xapandî, hatin wergirtin û li van dibistana hatin bi cih kirin. Li ser serê xelkê mengeneyê zulm û îşkenceyê hind hate şidandin ku zimanê xwe neaxive, bi kultur û adetên xwe nejî. Evro ev polîtîka bi reng û metodên klasîk û nû, belêm bi şiddeteke nedîtî tête domandin. Lê belê, ew bi van kiryar û polîtîkan negihiştin armanca xwe. Xelkê me digel hemû zulm û zorê, xem, kul û keserê, di serî da kilîlê îdentîtêta xwe, anku zimanê xwe parast, axivt, li şîn û şahîya kire lorî, stran, destan û çîrok. KTyê di vê polîtîka xwe da iflas kir. Di şerê birandin û helandina zimanê Kurdî da, hemleya mezin zimanê Kurdî kar kir. Lê belê, KTyê dest ji vê polîtîka xwe bernedaye. Bi metod û planên nû, polîtîka xwe ya asîmîlasyonîst didomîne, hetta mirov dikare bêje ku evro hemû rê û heyîyên xwe, bi kar înana teknolojîya nûjen xurt dike û zorê dide asîmîlasyonê. Ji ber ku KT, evro metodên asîmîlasyona klasîk bi kar naîne. Bi timamî metodên nûjen bi kar tîne ku hetta ji dest bêt, qet nebe cografyaya ku zimanê Kurdî lê tête axivtin, teng bike.

Digel ku ziman ji birandinê hatîye xilas kirin jî, lê ji ber asîmîlasyonê hêj jî bi saxlemî nehatîye parastin. Lewma divêt ev xebat û têkoşîna parastina ziman neête sist kirin û bi awayên nûjen bête xurt kirin û bi hêz kirin. Eve karekî neteweyî ye û divêt yêk sanîye û santîmek ji xebat û têkoşîna jîyandina zimanî dûr neete rawestan.

Panorama giştî ya Kurdistanê

Ji ber ravekirina zimanî jî be, divêt rewşa Kurdistanê û civata Kurd ya heyî û li ber cav, bête aşkera kirin. Lê belê, daku firehtir li ser mijara ziman bête rawestan, em dê vê panoramayê bi xalên giştî bidine bar çava.

Cara pêşîn, evro li statpêşîn, evro li statûya polîtîk ya Kurdistanê guhorînek pêknehatîye. Sîstemê kolonyal di her parçeyan da dom dike. Statûya ’de facto’ ya otonom (hetta serbixwe) li başûr istisnayek e û digel ku destkevteke pozîtîv e, belêm hêj li wê derê jî zelalî û meyavîyek pêknehatîye. Ji ber hindê, di tesbîta ku xelkê me bê dewlet gihişte mîlenyûma sêyê da, guhorînek nebûye.

Ev rewş û statûya polîtîk, jîyana xelkê me tayîn dike; lewma jî, prosesên kulturî, civakî û ekonomîk, bi destê van hêza tête îdare kirin û jîyana xelkê bi timamî di bin zeptûreptê da tête girtin. Digel relatîvîya xwe, civat ji alîyê kolonyalîsta ve û li goreyî berjewendîyên wan tête dîzayn kirin. Bi salan e ku berxwedan û têkoşîneke xurt tête dan, lê belê hêj jî di statûya polîtîk da guhorînek nehatîye kirin. Rewşa parçeyên Kurdistanê ji hindek alîyan ve wekî hev be jî, lê ji hindek alîyan ve ve jî ne wekî hev e û prosesên ji hev cuda têne jîyan. Ev yêke bi taybetî di pratîka ziman da baş tête dîtin.

Îran, digel ku sistemê zulmê didomîne, lê di jîyana rojane da zimanî qedexe nake, belêm mafê perwerde û danana dibistana jî nade. Li Îraqê, proseseke cudatir hate jîyan. Ziman, hem di axivtinê da, hem jî bi kar hatina di warê perwerde û kulturî da, nehate asteng û qedexe kirin. Helbet ev rewşa bi awantaj, di serî da bi berxwedan û têkoşîna xelkê me hate bi destêxistin. Rejima Îraqê, herçend ziman kire didanekî çerxa sîstemê xwe, lê di pratîka jîyanê û axivtinê da, ziman fonksiyonel bû û rê lê nehate birîn. Hetta di nav van şertan da, dezgehên zimanî û kulturî hatin danan û xebata bi ziman ve girêdayî, bi awayekî nîv organîze hate kirin. Li Sûrîyeyê, ziman di jîyana rojane da bi kar hat, lê zêdetir maf nehate dan.

Dewleta Tirkîyeyê, hemû heyîyên xelkê Kurd kirin nav makîneya birandinê û di serî da operasyonên helandinê li ser ziman hatin kar înan. KTyê her ji serî pêve plan û projeyên asîmîlasyonê gelek bi zanahî hazir kirin û bi kar înan. Ji bo van pratîka, dezgeh û rêxistinên taybetî danan û butçeyên mezin dane xizmeta van dezgehan, ku karê helandina ziman bi hemû metodan bikin. Ji xwe “Teorîya hetavî ya ziman” jî, ji vê hewcehîya wan derketibû! Helbet tinê bi van teorîya neman. Gelek tez û teorîyên dî jî,, ji ”zanyarên” zanîngehên xwe sipariş kirin ku zimanê Kurdî her bi çi awayî be, red û inkar bikin, anjî isbat bikin ku ne ziman e! Digel van karên ”teorîk”, di pratîka jîyanê da jî, tedbîrên polîsî û leşkerî bi awayên herî zalimane wergirtin ku xelk bi zimanê xwe neaxive û şîn û şahîya xwe pê nejî. Zor dane dibistana û li her kujîyê Kurdistanê dibistanek vekirin ku zimanê Tirkî nîşanî nifşên nû bidin û bi vî awayî, makzimanê wan bi wan bidin ji bîr kirin. Ev polîtîkayên xwe, bi plan û projeyên dî jî dane xurt kirin. Bi taybetî jî roleke mezin dane medayaya xwe ku vê polîtîka dewletê bi xelkê bidin nas kirin û qebûl kirin. Li milê dî, berhemên kultur û folklora xelkê me jî, bi destê çendek xwe firoşên binyat Kurd, wergerandin û di bin kirasê zimanê Tirkî da kirin malê xwe. Ji muzîkê bigirin heta her cure edebîyat û hunera destxetî ya xelkê me, hate talan kirin. Xwarinên qedîme Kurdî, berik û mehfûrên ku bi nexş û fîgûrên xwerû ji jîyana kurdewarî hatine afirandin, kirin malê xwe. Evro timamî muzîk û dansa gelerî ya Kurdî, bi gotin, aheng, tarz û cilên xwe ve, hatîye dizîn û bi rûçirîyeke nedîtî, di bin kirasê Tirkî da tête pêşkêş kirin. Ji bo van karên xwe jî, çend binyat Kurd yên xwe firoş hatine kirê kirin û ev zengînîya xelkê me dîsa bi dev û destê van bêbabên Kurd, tête kar înan. Bi kurtî KTyê bi aşkerayî dest danaye ser hemû zengînîya zimanî, edebî, kulturî, folklorî û hunerî ya Kurdî û bi timamî wekî malê Tirkî bi kar tîne. Dewleta Tirkîyeyê, ev kar û barên xwe yên dijî Kurdî, ji serî were bi plan û proje kirin. Belêm bi taybetî piştî salên 80yî di demê berxwedana mezin ya xelkê Kurd da, ev êrişkarîya xwe bi metodên leşkerî gihande dereceya herî bilind. Ji milekê qetlîam kirin, li milê dî demografîya Kurdistanê serûbin kir û bi milyonan xelkê me ji gund û warên xwe kirin û berê wan da bajêrên mezin yên Tirkîyeyê. Ev kiryara danebarkirina ji cih û waran, ji qetlîama leşkerî xirabtir bû, adeta qetlîameke sosyokulturî bû. Ji ber ku xelk ji welat dihate derêxistin, ku eve herwekî ji axê hilkêşana dareke bi hemû re û rîşeyên xwe ye, bû, ku ew dar ji binî ve hişk dibe. Xelkê ku ji welat hatîye dûrêxistin, adeta avêtin nav devê semasîyan. Digel birsîtî û perîşanîyê, ne ziman ne jî kultura xwumalî ma di destê wan da. Digel domandia van polîtîka, piştî sala 90î jî planê bombardumana medyaya elektronîk bi kar înan. Rê li ber radyo û televizyonên xweserî vekirin û piştî van amadekarîya, bi sedan radyo û televizyona dest bi weşanê kirin. Dewletê gelek bi zanahî piştevanîya van weşana dikir û hemû imkanên teknîk û malî didan xizmeta wan ku bîst û çar seeta weşanê bikin. Van weşana digel programên xwe yên dejeneratîf, zor didan programên huner û folklorê jî û di van programan da bi timamî berhemên ku ji Kurdî hatine dizîn, bi dev û destê Kurdên xwe firoş, hatin pêşkêş kirin ku bi vî awayî xelkê me asîmîle bikin. Ev polîtîka dewleta Tirkîyeyê ya bi kar înana medyayê, evro gelek pêşve çûye û heta dereceyekê mirov dikare bêje ku gihiştîye mexseda xwe jî. Ji ber ku evro li her derê Kurdistanê, heyî be anjî neyî be, di her maleke Kurd da televizyonek heye û van programên asîmîlekirinê seyir dikin. Piştî vê bombardumana medyaya elektronîk, zimanê Kurdî gelek paşkevtîye û di midehê van deh salan da, bi sedan gotinên Tirkî ketine nav ziman û heta mirov dikare bêje ku zimanê Kurdî herwekî leşkerên Tirk çawa welat dagîr kirine, herwisa ji alîyê zimanê Tirkî ve hatîye dagîr kirin. Kurdên li bajêrên mezine Tirkîyeyê, evro zimanê xwe bi halekî nostaljîk, ew jî carna, bi kar tînin. Xelkê ku ji gund û warên xwe hatine bar kirin û li bajêrên Kurdistanê bi cih bûyî jî, bi ber vê perîşanîya zimanî  ketine û mixabin ku zimanê xwe gelek şkestî diaxivin û zimanê wan jî hatîye birîndar kirin. Ji xwe heta niha, kan û depoyên parastina zimanê Kurdî, gund û bajêrkên biçûk bûn li Kurdistanê. Niha ew rezervên zimanê me hatine tehrîb kirin û xelk ji wan serûkahnîyên zimanê xwe hatine dûrêxistin. Lewma zimanê Kurdî evro ketîye ber tehlîkeyeke gelek dijwar û mezin.

Di roja evro da, panoramaya zimanê me, gelek tirseke mezin derdêxe meydanê. Helbet digel hemû zulm û zordarîya dewletê, xebatek û berxwedaneke parastina ziman jî heye, belêm ev kar û bare kêm in, qels in, palyatîf in û bê sîstem û plan in. Lewma jî ev êrişên dewletê yên asîmîlasyonîst mixabin ku naêne sekinandin.

Polîtîkên ziman

Di nav rejimên dagîrker yên Kurdistanê da, bêyî mubalexe, rejima herî dijî Kurd dewleta Tirkîyeyê ye û kiryarên wan yên beramberî xelkê me jî, hem ji alîyê teorîk, hem jî ji alîyê pratîkê ve li meydanê ye. Di merkeza van polîtîkên wan yên dijî Kurd da, helandina zimanê Kurdî têtin. Di vî warî da polîtîka wan gelek zelal û aşkera ye û di pratîkê da jî gelek bi detay bi kar têt, ku lojîka vê polîtîka wan jî heye: Daku Kurd nemîne, di serî da divêt Kurdî bihele! Lê belê, muhatabên vê polîtîkê, ku xelkê Kurd e, ne di wê serwextîyê da ne. Ji alîyê teorîk ve ev polîtîka KTyê tête zanîn, bi dengekî bilind jî tête gotin, belêm di pratîkê da, daku ev polîtîka KTyê bête hilweşandin û têkbirin, bi navê parastina ziman, tiştekî berbiçav naête kirin. Xelkê me di nav paradokseke hinde mezin û kûr da, nabîne ku debîya herikîna vê helandina zimanî çende bilind û xurt e. Eve di warê ziman da bi timamî tête manaya bê polîtîkîyê. Eve bi dehan salan e, ku KT zimanê me asîmîle dike, lê xelkê me hêj jî nikarîye lihazeyekê li dînamoya vê makîneya asîmîlasyonê bide. Dewleta Tirkîyeyê vê polîtîka xwe bê perwa didomîne, belêm hem xelkê me, hem jî pêşengên xelkê me, wisa raman dikin ku dê bi tedbîrên antîbîyotîk bikarin rê li ber vê êrişê bigirin. Ne zelalî û bê polîtîkîya di warê ziman da, bi timamî rê li ber kiryarên dewletê sanahî û fireh dike.

Başe, polîtîkeke alternatîv dê çawa bête danan û di rê birin?

Helbet di serî da divêt bête gotin ku, di vî warî da bi şablon û reçeteya dest bi kar nabe. Cara pêşîn divêt micidî û giranîya tehlîkeya vê pirsê bête dîtin û zanîn û nav lê bête dan. Vekirî û zelalîya di vî warî da, dê çarçoveya tedbîran jî kivş bike. Ji ber ku,  KT tinê bi metodên polîsî û leşkerî namîne, herweha bi planên sosyopolîtîk, sosyokulturî û sosyoekonomîk teqwîye dike ku di kurttirîn dem da encamên helandina zimanî bi dest bêxe. Li vê derê, heke ev tesbîte bi detay û zelalî bête dîtin, hingê çarçoveya polîtîka alternatîv jî dê derkeve meydanê. Anku, bingeh û çarçoveya polîtîka parastina zimanê Kurdî ji alîyê xelkê Kurd ve, divêt tam dijberî polîtîka KTyê be. Ew rika ku KTyê heyî, ku zimanê Kurdî asîmîle bike û li şûnê zimanê Tirkî îkame bike, divêt ji wê xurttir rika xelkê me jî hebe û bi hemû şiyan û hêza xwe, zimanê xwe hem biparêze, hem jî bi hêz û xurttir bike. Eve jî bi timamî di pratîkê da bi rika axivtinê û di warê nivîsînê da jî bi sîstematîkî û dîsa bi rikeke mezin kar înana nivîsê dibe. Zimanê Kurdî, ku evro zimanekî jînde ye, daku operasyonên zuhakirina re û rîşeyên zimanî bêne rawestandin û belav kirin, bi israr û rikeke nedîtî, divêt ziman di jîyana rojane da, herweha di jîyana sosyal û kulturî da bête fonksiyonel kirin, aktîve kirin û bête kar înan. Helwesteke bi vî rengî, dê kanalên jîyandina ziman zêde û xurt bike, tîr û tijî bike û eve jî dê çeperên mezin û saxlem ava bike ji bo parastina zimanî. Gava herî lezîn ev e. Ji bo xurt û bihêzkirina van gava jî, divêt zûtirîn dem hemû awayên perwerdeyê bêne amade kirin û di pratîkê da bêne kar înan. Bo amadebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî, ya ji hemû alîyan ve, divêt hemû hewcehîyên perwerdeyê bêne plan kirin û hazirî pratîkê bibin. Pêrabûnên di vî warî da, dê hem zimanî ji alîyê naverokê ve têr û tijî bike, zengîn bike, hem jî dê bawerîya xelkê bi zimanê xwe bîne ku eve dê digel xwe li îdentîtêta xwe xwudan derketinê jî bîne.

Ziman û Medya

Bi giştî medya û cîhana weşangerîyê, ji giringtirîn rêyên bi kar înana zimanî ne. Aletên medyayê, ku digel ragihandinê yêk ji fonksiyonên wan yên giring jî perwerde û pêşvebirina zimanî ye. Di civatên ne xwanda, anjî kêm xwanda da, tesîr û rêvebirina medyaya nivîskî ne hind xurt e. Belêm, medyaya bihîstinî û bînahîyî, hem ji alîyê pozîtîv, hem jî ji alîyê negatîv ve, tesîreke xurt heye li ser hemû fonksiyonên civatê. Evro KTyê ji bo îmhakirina xelkê Kurd, asîmîlekirina zimanî danaye merkeza polîtîka xwe ya dijî Kurd. Lewma jî ji perwerdeyê bigirin heta hemû dezgeh û aletên ragihandinê (komunikasyonê), gelek bi zanahî, bi plan û startejîyeke domdirêj bi kar tîne. Bi sîstemê perwerdeya xwerû Tirkî, ji xwe bingehê asîmîlasyonê gelek xurt hatîye danan. Yên ku ji vî dezgehî derbaz dibin, digihin, ji alîyê xwe îfadekirin û formûlekirinê ve, di bin mentalîteya Tirkî da dimînin û ji xwe asîmîlasyon ji vê gavê pêve, xwe dihûne. Li derveyî sîstemê perwerdeyê, qedexebûna zimanî ya di jîyana rojane da jî, destpêka asîmîlasyonê xurt û teqwîye dike. Eve, bivê nevê mekanîzmaya zimanî ya bi ramanê ve girêdayî, dihilweşîne û sîstemê makzimanî ji serî pêve seqet dike. Lewma evro di nav piranîya xelkê me yê bajêran da, digel ku Tirkîya wan jî ne gelek xurt e, belêm dîsa ve digel hev bi Tirkî diaxivin. KTyê bi metodên hovane yên asîmîlasyonê, di nav dem û salan da encamên ku ew li hêvîyê bûn, kêm jî be, wergirtine. Ji ber hindê jî, hindî ji destê wan têt vê mengeneya li ser zimanî sist nakin, her bo her dişidînin. Ji xwe pasîvîya xelkê me ya di vî warî da jî, hem hêz û qeweteke mezin, hem jî di pratizekirina polîtîka asîmîlasyonê da,şansekî nedîtî dide KTyê. Tam di vê dereceya ber bi windabûna ziman da, KTyê wekî baraneke gur, bombeyên bi hêz, giran û kambax yên medyaya elektronîk barandine ser xelkê me û xelkê me adeta bê hiş kir. Berî salên 90î, bi rêya kanalekî fermî yê televizyonê dewlet nedigihişte her malekê. Belêm piştî salên 90î, dewletê paralelî pratîka xwe ya asîmîlasyonîst, hemû rê û rêbar li ber televizyon û radyoyên xweser vekirin û bi taybetî jî berê wan da Kurdistanê. Kanalên ku li bajêrên Tirkîyeyê nedihatin seyir kirin, bi teşwîkên malî û teknîkî yên dewletê, li her derê Kurdistanê dihatin seyir kirin. Ev hevkarîye bi zanahî dihate kirin ku bi programên televizyonê mejîyê xelkê bête şuştin û roj bîst û çar seet di bin gêjkirina zimanê Tirkî da bimînin. Di vî demî da KTyê, lezîyeke mezin da pratîka asîmîlasyonê. Ji ber ku dawîya salên 80yî û destpêka salên 90î, bizava neteweyî ya xelkê me di dereceya herî bilind da bû. Bîr û bawerîya neteweyî roj bi roj geş dibû, refên xelkê welat û neteweperwer xurt dibûn. Di rewşeke wisa da dewletê dest bi xirabkirina demografîya welatî kir, anku gund û bajêrkên biçûk vala kirin û xelk bi darê zorê ber bi bajêrên Tirkîyeyê ve da bar kirin. Serûkahnîya ziman ji xwe ew gund û bajêrkên biçûk bûn. Wekî ew serayên zimanê Kurdî hatin hilweşandin, bi rêya televizyonên xweser jî zor dane weşanên mejî şuştina bi Tirkî û armanca wan jî ji xwe xelkê mayî yê bajêrên Kurdistanê bû. Ew xelkê mayî ji xwe nîvî hatibû asîmîle kirin. Bi vê bombardumana televizyona jî xwastin ku derbê dûmahîkê li zimanê Kurdî bidin. KTyê xelkê nexwanda û bê kar, di nav çar dîwaran da mecbûrî seyirkirina televizyonên Tirkî dikir. Stran û berhemên dî yên folklorîk yên xelkê me hatin talan kirin û bi Tirkî hatin weşandin. Bi giştî kultur û folklora me bi mexseda asîmîlasyonê dîsa bi destê bêbextên binyat Kurd ve kirin Tirkî û her bi van bêbexta dane xwandin û kar înan. Gotinên stranên Kurdî kirin Tirkî û her bi melodîya orîjînal, lê bi devê stranbêjên binyat Kurd ve û bi Tirkîyeke aksan Kurdî, hatin xwandin û xelkê me mecbûr kirin ku wan stranên xwe yên hizar salî, bi melodîya xwe ya Kurdî, belêm bi Tirkî guhdar bikin. Zulm û îşkenceya ji vê mezintir di dinyayê da nehatîye dîtin: Xelkek stranên xwe bi melodîya xwe ya orîjînal, lê bi zimanê Tirkî û herweha bi zora qanûn û metodên polîsî guhdarî bike! Gelek awayên asîmîlasyonê hatine dîtin li cîhanê, belêm yên ku dewleta Tirkîyeyê bi kar tîne beramberî xelkê me, hovanetirîn metodên asîmîlasyonê ne. Eve ne tinê helandina kultur û folklora me ye, herweha biçûkkirina xelkê me ye jî. Kolonyalîstên mezine cîhanê li çu deran ev awayên ku dewleta Tirkîyeyê bi kar tîne, neku bi kar bînin, her ne ceribandine jî. Eve jî di vî warî da hovîtîya dewleta Tirkîyeyê nîşan dide ku beramberî xelkê me, kultur, edebîyat, huner û timamî folklora me misqalek, rêzgirtinê danin milekê, mirovî raman nake. Gava ku televizyonên xweser dest bi weşanê kirî, rêya qanûnî li ber wan girtîbû, belêm ji ber vê xizmeta wan ya asîmîlasyonê rê dane wan, hetta teşwîk kirin, destekên malî danê ku li Kurdistanê vê rola xwe ya ne bi xêr û bêyûm bînin cih. Evro encama van weşanên televizyonên xweser li meydanê ye. Van televizyona hem ziman heland, anjî birîndar kir, hem jî jîyana xelkê ji gelek alîyên sosyal û giyanî ve tehrîb kir. Berî pazdeh-bîst sala li Hekarî û Botanê Tirkî axivtin di dereceya herî kêm da bû, hetta nêzîkî nînê bû, belêm evro li wan dera jî Tirkî axivtin ketîye nav malan jî. Dîsa berê li çayxaneyan, xelkê kart, domîno û tawle bi Kurdî dileyistin. Evro zimanê van leyiza jî êdî bûye Tirkî. Heke li Kurdistanê zimanê kolana, çayxaneya û nav malê bû Tirkî, hingê eve tête manaya alarma sor!

Tehlîke di dereceya astronomîk da ye. Dewleta Tirkîyeyê ji bo armanca xwe ya asîmîlasyonê van kiryarên nemirovî dike û eve êdî bûye polîtîka wan ya tradisyonal û her diçe jî xurttir dikin. Belêm gelo xelkê me beramberî van polîtîkên asîmîlasyonîst çi dike? Helbet li vê derê yêkser xelkê sade naête gotin. Digel ku di vê prosesê da kêmasî û şaşîyan wan jî heye, belêm di serî da tîrên dijwar divêt li ser singê pêşengên xelkê me bêne çikilandin. Dewlet ji bilî polîtîkên xwe yên kolonyalî û dagîrkerîyê, bi rêya terora medyayê ziman, kultur, huner û folklora me hem di dide ji bîr kirin, hem jî di bin kirasê zimanê xwe da dike malê xwe.

Tedbîra herî lezîn û yêkser, danana medyaya xwerû Kurdî ye. Dewleta Tirkîyeyê kîjan metodî bi kar bîne, divêt çekên xurttir bi kar bên ku ew awayê wan bête şkandin û pûç kirin. Lewma terora medyaya Tirkî, bi xurtkirina medyaya Kurdî dê bête asteng kirin. Li vê derê xala bingehîn ziman e. Kîjan raman dibe bila bibe, medyaya Tirkî, wê, bi zimanê xwe dide xwarin! Ji ber hindê, medyaya Kurdî tinê bi zimanê Kurdî dikare hêza asîmîlasyona Tirkî bişkêne. Medyaya Kurdî, bi kar înana zimanê Tirkî, nikare rê li ber asîmîlasyonê bigire. Ev metode her di serî da ji alîyê xelkê me ve micid naête girtin û nikare xelkê qani bike. Medyaya Kurdî, bi kar înana zimanê Tirkî nikare xelkê xwe ji ber asîmîlasyona zimanê Tirkî biparêze. Ji xwe eve paradokseke trajîkomîk e!

Divêt bi dengekî bilind bête gotin ku, medyaya Kurdî, bi taybetî jî ya nivîskî, hindî ku zimanê Tirkî bi kar bîne, bi zimanê Tirkî weşanê bike, ew nabe medyaya Kurdî. Di vî warî da, têkilavîyeke gotin û terman heye û divêt eve bête zelal kirin. Medyaya ku bi zimanê Tirkî weşanê dike, bi objektîvî nabe ya Kurdî. Li vê derê orîjîna etnîkî ya xwudanê, anjî xwudanên weşana, karaktera medyayê tayîn nake. Li vê derê nîşana giring û tayînker ziman e. Ji ber ku di derheqê xelkê Kurd û bizava neteweyî da weşanê bike jî, ew bi zimanê Tirkî tête kirin. Navê vê medyayê dibe medyaya proKurd. Anku medyaya di derheqê Kurda da weşanê dike. Manaya wê hinde vekirî û zelal e! Kurd bo armancên xwe yên polîtîk, propaganda, ajîtasyon û ragihandin û têgihandinê dikarin bi her zimanî weşanê bikin. Anku dikarin weşanên proKurd jî bikin. Belêm, ev awaye divêt nebe stûna bingehîn ya weşangerî û medyaya Kurdî. Eve hem ji alîyê polîtîk, hem jî ji alîyê etîka bizava neteweyî ve şaşîyeke mezin e. Eve hemû li milekê, ji xwe weşaneke bi vî rengî nikare rê li ber asîmîlasyona medyaya Tirkî bigire. Metodên wisa, bêdil jî be encamên dijber dide û dibe sîpa ava aşê dewleta Tirkîyeyê ku zimanê me bihêre û bike hevîrê ziman û kultura xwe. Pratîka bi vî rengî, dê xelkê jî teşwîkî bi kar înana zimanê Tirkî bike ku nûçe û magazînê jî bi zimanê Tirkî werbigirin. Ji ber hindê, gava herî bi biryar, saxlem û rast ew e ku, dijî rola asîmîlasyonîst ya medyaya Tirkî, divêt weşaneke bi timamî Kurdî bête kirin. Di weşangerîyeke bi vî rengî da, prosenta ziman naête raman kirin. Weşangerîya nivîskî ya ku Kurd dikin, bi du rûper Kurdî, sê rûper Tirkî ve nabe weşangerîya Kurdî. Kengî weşaneke nivîskî bi timamî, anku sedased bi Kurdî hate kirin, hingê ew dibe weşana Kurdî. Yên ku zimanê Kurdî bi prosent bi kar tînin, nabine weşanên Kurdî. Rojname anjî kovarên ku zimanê Kurdî çendek prosent bi kar tînin, ne weşanên Kurdî ne. Eve hemû di nav kategorîya weşanên proKurd da têne hejmartin. Lewma divêt ev şaşîye bête berevajî kirin, anku zûtirîn dem bête serast kirin. Kesên qelemdest, divêt di serî da bi Kurdî binivîsin. Argumenta ku tête gotin, goya xelk nikare Kurdî bixwûne, niyet çi dibe bila bibe, xizmeta asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê dike. Bi israr kar înana zimanê Tirkî, helbet dê hûbûn, xwandin û nivîsîna zimanê Kurdî jî direng bihêle û hetta dê bêkêr bike û dê hêz û jîyê zimanê Tirkî xurt û dirêj bike. Eve jî di rewşa evro da, ku ji xwe zimanê Tirkî di jîyana xelkê me da domînant e, dê hêj jî xizmeta bicihbûn û domdirêjîya zimanê Tirkî bike.

Pratîka Kurda jî, mixabin tahl jî be, jahr jî be, ev e! Rastîya zanyarî ev e. Eve jî, bi destê xwe mala xwe xirab kirine, xwe bi destê xwe asîmîle kirine, anku OTOASÎMÎLASYON e!  

Li ber van hinde rastîya, wekî Tirkî di dereceya pêşîn da bi kar têt, divêt ji alîyê etîk ve jî bête raman kirin, ku Tirkî bi armanca asîmîlasyonê bi kar têt. Ji ber vê yêkê, Kurdên qelemdest divêt vê yêkê li ber çava bigirin û pêşîyê Kurdî bi kar bînin, zimanê Tirkî di dereceya duyê da wekî zimanê wergêrîyê bi kar bînin. Eve ne fanatîzma zimanî, anjî antî Tirkî bûne. Herweha ne ambargoya li ser Tirkî, anjî boykotkirina zimanê Tirkî ye. Tirkî jî wekî her zimanî spehî ye, bi rêz û rûmet e, bihadar e, ku bi salan e di warê perwerde û zanyarîyê da tête bi kar înan û ji bo Kurdekê (li bakur) ji gelek zimanên dî yên bîyanî nêzîktir e. Dîsa Tirkî zanîn zêdehîyek e, belêm heke di helandin û birandina zimanekî dî da bête kar înan, ku di şertên evro da vê rola ne bi xêr û bêyûm tîne cih, hingê divêt di dereceya pêşîn da qet bi kar neêt û hetta divêt helwesteke bi biryar û zanahî li hember bête rawestan. Divêt neête ji bîr kirin ku, Kurd hewcehîyên xwe yên rojane û yên jîyana ronakbîrîyê hindî ku bi Tirkî bi kar bînin, zimanê Kurdî pêş nakeve, dê her bo her paş bikeve, qels bibe û jar û lawaz bimîne. Hem zimanê Kurdî evro bo Kurda ne tinê aletê têkilî danan û ragihandinê ye, herweha di dereceya sereke da îdentîtêt e. Elementê herî pêşîn yê îdentîtêta etnîk e. Ji ber hindê, meydanên kar înana zimanê Kurdî divêt bêne fireh kirin. Domînantîya zimanê Tirkî ya di jîyana Kurda da jî divêt zûtirîn dem bête şkandin û zimanê Kurdî li seranserî jîyana Kurdî bête domînant kirin. Çu rêyên dî yên parastina zimanê Kurdî, ku herweha kilîlê îdentîtêta etnîkî ya Kurda ye, nînin. Helbet baş tête zanîn ku, bi salan e zimanê Tirkî hakimî jîyana Kurda ye û di demekî kurt da jî zehmet e bête terk kirin. Dê demekî dirêj biajo, belê divêt ji derekê jî bête dest pê kirin. Heta hetayê Kurdistan bi zimanê Tirkî naête jîyandin. Sistîya di vî warî da, tam bi dilê dewleta Tirkîyeyê ye. Hem evro êdî baş kivş bûye, ku konsepta dewleta Tirkîyeyê ya beramberî pirsa Kurda, modelê Amerîkayê ye. Carna bi serê lêva jî be dibêjin. Li goreyî vî modelî; digel ku civata Tirkîyeyê ya etnîkî, heterojen e, lê ev hebûna etnîkî ya civatê divêt di nav xwe da organize nebe û rengekî homojen negire û di nav unîterîya dewlete da zimanê fermî jî divêt Tirkî be! Eve xewn xiyala wan e: Anku tevnê sosyal yê civatê mozaîk jî be, dewleteke unîter; yêk ziman, yêk ala û yêk netewe! Amerîkayî çawa dibêjin “neteweyê Amerîkayê”, ku eve ji alîyê zanyarî ve ji binî ve şaş e, Tirk jî bi wê manayê “neteweyê Tirk” dibêjin! Hilweşandina vî planî her di serî da li timamî jîyana xelkê Kurd, bi hakim kirina zimanê Kurdî dibe. Di roja evro da eve, erkekî herî sereke yê xelkê Kurd e. Kurdistaneke bi zimanê dagîrker û kolonyalista divêt neête raman kirin. Nimûneyên bi vî rengî hene li cîhanê. Belêm ev nimûne divêt bo Kurda nebin mînak. Evro di timamî dewletên Amarîkaya Latîn da, zimanên dewletên kolonyalist yên wê demê, Ispanya û Portekizê, zimanên fermî hetta yên neteweyî ne. Zimanê Brezilyayê, Portekizî ye. Yên dewletên dî, ji Meksikayê, Kûbayê bigirin heta Şîlî û Arjantînê, zimanê Ispanî ye. Li gelek dewletên Afrîkayê jî zimanên fermî yên kolonyalîstên wê demê ne; an Ingilîzî, anjî Fransî ne. Belêm ev modelên kevin, hem li Kurdistanê bin nagirin, hem jî dê çu cara nebine nimûne ji bo Kurdistanê. Li vê derê armanc ew e, ku bala xelkê xwe bikêşin ser rastîyekê û tehlîkeyekê. Divêt wekî dewleteke kolonyalîst, ev armanca dewleta Tirkîyeyê jî sivik neête girtin. Kolonyalîstên berê, zimanên xelkên xwecih yên Afrîka û Amerîkaya Latîn helandin û birandin û zimanên wan xelkan kirine di nav kategorîyên zimanên mirî da û li şûna wan, zimanên xwe bi cih kirin. Niha ew welat, dewletên serbixwe ne, belêm zimanên xwe yên bab û bapîra, anku makzimanên xwe berze kirine. Evro ew dewletên ku bi operasyonên asîmîlasyonîst zimanên xwe winda kirî, êdî nikarin wan makzimanên xwe yên esîl û şirîn paşve bînin.

Guhorînek li statûya polîtîk ya Kurdistanê hêj jî nebûye. Dagîrî dom dike û kolonyalist xelkê me di nav cendereyê da digirin û dixwazin bi helandin û birandina zimanê Kurdî, bêhna jîyanê lê çik bikin. Evro herçend bi berxwedan û têkoşîna xelkê me, hindek destkevt hatibin bi destêxistin jî, bi taybetî rejima kolonyalîst ya Tirkîyeyê, bi polîtîkên nû, kar înana makîneya asîmîlasyonê gelek hovane didomîne. Demên berê dewletê bi metodên klasîk û darê zorê nikarî ziman bihelîne. Belêm di van şertên pêşkevtî yên evro da, hemû imkanên teknolojîyê û ‘zanyarîyê’ bi kar tîne. Dewletê di warê asîmîlasyonê da karê ku heta salên 80yî nikarî bike, di van deh pazdeh salên dawîyê da pêkîna û encamên berwertir bi destê xwe ve înan. Eve bi metodên nûjen û bi kar înana hemû imkanên teknolojîk û zanyarî bi dest êxist. Dewleta Tirkîyeyê bi vê polîtîka xwe, hêj ji niha ve li firehîya bakur, Tirkîyeke bi aksanê Kurdî pêkînaye. Eve jî bi kar înana medyaya elektronîk bi dest êxist. Di hemû televizyonên xweser û hetta ya dewletê da jî, di programên li ser Kurdistanê da (ew rojhilat û rojhilata başûr ya Tirkîyeyê dibêjin), Tirkîya bi aksanê Diyarbekir û Urfayê tête teşwîk kirin. Di van program û fîlmên bê kalîte da, digel vî aksanî, çend gotin û navên Kurdî jî têne gotin û herweha stranên gelerî yên Kurdî têne wergerandin û bi aksanê Diyarbekir û Urfayê, yêk-du “lê lê, lo lo” û “hayê hayê” jî lê têne zêde kirin û bi devê stranbêjên binyat Kurd têne pêşkêş kirin. Bi vê yêkê xelkê Kurd adeta tête efsûn kirin, gêj û bê hiş kirin, mejî tête şuştin û ev Tirkîya bi aksanê Kurdî, li Kurdistanê şûna Kurdî tête bi cih kirin. Eve ne mubalexe ye, rastîyek e û divêt ev rewşa bi tehlîke ji alîyê Kurda ve gelek bi objektîvî bête dîtin û tedbîrên micid bêne standin. Heta ku rewşa bi tehlîke, bi hemû detayên xwe ve neête dîtin, standina tedbîran jî ne mimkûn e. Tiştê ku heta niha hatîye gotin di warê ziman da, bi timamî polîtîka dewleta Tirkîyeyê ye. Lewma divêt ev rastîye bête dîtin û zûtirîn dem polîtîka zimanê Kurdî bête ava kirin. Zemînê polîtîka zimanê Kurdî di serî da bi red kirina polîtîka dewletê dest pê dike. Zimanê Kurdî, di serî da li hucreya herî biçûk ya civatê, anku li nav malê, famîlyayê divêt bête hakim kirin. Kurdî divêt di timamî jîyana Kurdî da bête pratîze kirin. Zimanê Kurdî divêt di jîyana Kurdî da aktîv, fonksiyonel û domînant be. Çarçoveya polîtîka zimanê Kurdî ev e.

Di pratîzekirina ziman da, digel perwerdeyê, rola sereke ya medyayê ye. Medyaya xwerû bi Kurdî divêt bête danan. Di vî warî da rojnameyeke rojane ya bi timamî Kurdî, divêt bête weşandin. Digel weşangerîya nivîskî, roleke gelek mezin û bingehîn dikeve ser milê weşangerîya elektronîk jî. Di nav civatên kêm xwanda da, medyaya bînahîyî û bihîstinî roleke sereke dileyizin. Ji xwe, ji ber vê yêkê ye ku dewleta Tirkîyeyê zor daye televizyona ku bi rêya wan li Kurdistanê bigihe armancên xwe yên dijî mirovî û qirêj. Di vî warî da destpêka televizyona satelîtî ya Kurdî MED tv û niha jî MEDYA tv, bi serê xwe şoreşek e. Di demekî ku ziman ketîye nav tehlîkeyê da, berpirsiyarîyeke mezin dikeve ser televizyona Kurdî. Gerçî Medya Tv, li goreyî terkîba etnîkî ya Kurdistanê weşanê dike, ku eve helwesteke demokratîk e û weşangerîyeke nimûne ye. Ev tarze, herweha alternatîva weşangerîya dewletê ye jî û di paşeroja Kurdistanê da, dê bibe nimûneyeke delal ku civateke demokratîk pêkbînin. Eve ji alîyê xelkê Kurd ve nîşandaneke dostane ye ji bo xelkên (Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb û Tirk) ku di cografyaya Kurdistanê da dijîn. Belêm rastîyek jî heye ku, ji ber tehlîkeyên mezin yên li ser zimanê Kurdî, divêt her reng programên sosyal, kulturî, zanyarî û polîtîk, bi gelekî ve bi zimanê Kurdî bêne çêkirin û weşandin. Weşana zimanê Kurdî divêt tinê di warê huner û muzîkê da neête teng kirin. Li ser vê yêkê em dixwazin anekdoteke Xelîl Xeyalî raber bikin. Xeyalî, di nivîsara xwe ya bi navê “Ziman û nezanîya Kurdan” da ya di “Rojî Kurd” da hatîye weşandin, wisa dibêje: “Berê xwe didim ku çu cara bi serê min nakeve, melayêd me, xwandayêd me axivtinên xwe bi Kurdî dikin, di dibistana da dersên ku dixwûnin, manaya wan bi Kurdî didin, belêm nivîsên xwe an Erebî, an Farisî, anjî bi Tirkî dinivîsin, lê bi Kurdî nanivîsin. Ya rastî ez di vê hikmetê negihiştime.” –(Seîdê Nursî û Pirsa Kurda, Malmisanij, w. Doz)-

Helbet wekî Xeyalî dibêje “negihiştime”, ew baş têdigihe, belêm ya wî kirî, îronîyek bû. Jêdera vê anekdotê ew e ku, divêt xelkê me bibîne û bibihîze ku zimanê wî têra mijarên zanyarî, sosyal, kulturî û polîtîk jî dike. Heke zimanê Kurdî tinê bi programên muzîk û baskên dî yên hunerê ve bête teng kirin, mijarên sosyokulturî û sosyopolîtîk bi zimanê Tirkî bêne weşandin, hingê di serê xelkê me da dê ramana jar û lawazî û qelsîya ziman peyda bibe, ku eve bêyî dil jî be, dê zerarê bide zimanî. Ji ber hindê, ev aletê hinde mezin û bikêr, divêt gelek xurt û rantabil bête kar înan. Ji xwe binasê hebûna Medya Tv, xelkê Kurd û zimanê Kurdî ye. Lewma gelek normal û di cih da ye ku Medya Tv seetên zêde bide weşana bi zimanê Kurdî û bi taybetî jî diyalektê Kurmancî. Di van programan da, divêt mijarên enternekirina weşanên asîmîlasyonîst yên medyaya Tirkî, bêne hilbijartin û weşandin. Digel vê, helbet prensîbeke rast e ku Medya Tv li goreyî tevnê etnîkî û cografyaya Kurdistanê, weşana pir zimanî bike û eve ji xwe polîtîka humanîter û demokratîk ya xelkê Kurd e. Belêm li demekî ku zimanê Kurdî li ber helandinê ye, weşana bi zimanê Kurdî û bi zêdehî ve jî bi diyalektê Kurmancî, ne dijberî wê prensîba demokratîk e, bi timamî li goreyî misyona wê ye. Di encam da, di navbeyna ziman û medyayê da peywendîyeke yêkser heye û ev aletê ragihandinê divêt ji bo pêşkevtin û perwerdeya ziman bi kar bêt û bi vê yêkê rê li ber weşangerîya asîmîlasyonîst ya dewleta Tirkîyeyê bête girtin. 

Di sedsala bîstan da xebatên li ser ziman

Kar û xebatên li ser ziman, di dawîya sedsala nozdehan û serê sedsala bîstan da li Stanbolê di çarçoveya weşangerîya perîyodîk da dest pê kir. Gerçî nivîskar û hostayên edebîyata klasîk, Cizîrî, Bateyî, Teyra û helbet Xanî, bi berhemên xwe xizmeta ziman kirine. Berhemên wan yêkser li ser mijara ziman nebin jî, ji bo jîyandina ziman û paşeroja zimanî, bi zimanê xwe nivîsîne. Belêm karê ku Xanî bi taybetî bi “Nûbara Biçûka” kirî, yêkser bi mijara ziman ve girêdayîye û mirov dikare bêje ku xebata li ser ziman ya pêşîn ya Xanî ye. Belêm xebatên bi firehî û kûrahî û sîstematîk, di çarêka duyê ya sedsala bîsta da ji alîyê ekola Hawarê ve hatine kirin. Helbet eve naête wê manayê ku rojnameya Kurdistanê, ku dawîya sedsala nozdehan li serbajêrê Misrê, Kahîreyê dest bi weşanê kiribû, Jîn û Rojî Kurd, ku ev herdu kovare jî di serê sedsala bîstan da li Stanbolê hatin weşandin, di warê ziman da tiştek nekirine. Bo nimûne, wê demê nivîskarê navdar Xelîl Xeyalîyê Motkî, di Jîn û Rojî Kurd da, bi tîpên kevin (erebî-farisî) li ser ziman dinivîsî û alfabeya Kurdî ya bi tîpên kevin jî amade kiribû û gelekên dî jî. Belêm heke ji demên kevin du nimûne bêne wergirtin, du navên giring, wekî sembol derdikevin pêş. Yêk Ehmedê Xanî, yê dî jî Mîr Celadet Bedir Xan e, ku herduyan jî mohra xwe li pişta mîlenyûma duyê dane. Ew gava ku Xanî avêtî, bi hêz û jîrîya Mîr Celadet û ekola Hawarê derkete dereceya herî bilind. Mîr Celadet û ekola Hawarê, bi danana alfabeya bi tîpên latînî, hemleyeke mezin da dest pê kirin û di demê weşangerîya xwe da, pirs û pirsgirêkên zimanî, kêm zêde, hatin zelal û çareser kirin û di warê standartkirina ziman da stûnên bingehîn hatin ava kirin. Di xebatên modernîzekirina ziman da gava herî giring, pêşeng û şoreşgerî dana biryara alfabeya bi tîpên latînî bû û Mîr Celadet li ser destpêka vê maceraya xwe wisa dibêje: “Di sala 1919 de, me dabû çiyayên Meletyê. Em ketibûn nav eşîra Rewan. Mêcer Nowel (Ingilîzek) jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî, dixebitî ku hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsîn. Min jî hin metelok, stran û çîrok berhev dikirin.

Carina me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilêvkirineke biyanî, lê bê dijwarî destnivîsa xwe dixwend, lê belê ez, heta ku min (û,) ji (o,) û (î,) ji (ê,) derdixistin, diketim ber hizar dijwarîya. Ma çima?.. ji ber ku Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsî. Ser vê yêkê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdî minê bikarîya destnivîsa xwe paş hizar salî jî bê dijwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ku her deng cihê cihê li ser kaxezê dihat sekinandin.

Lewra ku di Elfabêya Latînî de tinê (26) herfên serxwe hene û di zimanê kurdî de deng ji bîst û şeşan bêtir in, gelek herfên hevedudanî ketibûn nav elfabêya min; weku: ch, ou, ai…

Ji xwe di zarotîya xwe de, weke min di dibistanan de dixwend û hînî herfên erebî û rûsî nas dikirin. Hema di çiyê de, rabûm herçi herfên hevedudanî ji elfabêya xwe derêxistin û li şûna wan ji elfabêya yûnanî û rûsî herfinên serxwe êxistin. Bi vî awayî, min elfabêyek bi sih û şeş herfên serxwe êxistibû destê xwe.

Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê, bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kirî bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng îrû ne di destê min de ne. Di sala 1925a de digel hin nivîsarên min ên din gehiştine heta pêşberê Mehkema Xarpûtê. Sala 1926a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê mêze kir û mideke xweş li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ku ev sê texlît herf qenc li hev nedihatin, herfên yûnanî û rûsî yêkrengîya elfabêyê xirab dikirin. Jû pêve têde du herf hebûn ku ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand; herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêke bi sih û çar herfan û yêkreng hate pê.”  

Mîr Celadet paşê alfabeya xwe didaêxe 31 tîpa û çîroka xwe wisa timam dike:

”Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ku elfabêya me paşîya xebateke sêzdeh salî ye, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye. Herê ev elfabê berî sêzdeh salan hatîye nivîsandin û gora zimên û dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îrû.

Berî û piştî belavkirina elfabêyê min fikrên gelek kesan pisîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin. Di nav wan de mirovinên yêkcar nexwenda jî hebûn.

Ji lewre ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê herkesî hêjatir û spehîtir e.” (Mîr Celadet ev nivîse wekî pêşgotina pirtûka xwe ya duyê ya ku di nav weşanên Hawarê da hatibû weşandin, nivîsîye û neqilî hejmara 13an ya Hawarê kirîye. RH). -(Hawar, hj. 13, Kanûn 1932, cild 1, r. 263, w. Nûdem)-

Riberizên li ser ziman

Riberiz bi gotineke giştî karekî baş û hewce ye. Belê wekî her tiştî, di riberiza li ser zimanî da jî divêt, çi, çawa û boçi, dê bête riberiz kirin, baş bête zanîn ku encameke bikêr jê bête wergirtin. An ne riberizên stewr, bê bin û pûç yên bê berwer, bê fayde ne û hewcehî jî pê nîne.  

Evro pirsa aktuel dîsa ziman e û di serê vê pirsê da jî alfabe têtin. Heke di pratîka ziman da pirs û pirsgirêk derketibine pêş û li ser van pirsa riberiz tête xwastin, ku çareserîyek bête peyda kirin, hingê divêt ji vê riberizê dûr neête man û gavên ber bi pêş bêne avêtin ku encamên bikêr û berwer bêne wergirtin. Di prosesa ku timamî jîyana xelkê Kurd polîtîze bûye da, tiştê ku di ser polîtîkê da bête dîtin û raman kirin, divêt ziman be. Eve hem ji alîyê zanyarî ve, hem jî ji ber hewcehîyên demê ku evro digel hemû asteng, rîsk û dijwarîya tête jîyan ve, wisa ne. Ziman, zimanê hevpişk yê timamî kesên ku neteweyekê pêktînine û ji ber hindê jî, nabe ku li ser zimanî operasyonên çînî û kategorîk bêne kirin. Di ziman da, ku elementê bingehîn yê îdentîtêta netewebûnê û aletê axivtin û ragihandinê ye, heke pirs û kêmasî derkevine pêş, divêt eve bi metodên zanyarî û bi destê bisporên ziman, bêne çareser kirin. Di riberizên li ser ziman da, problemên zimanî bi metodên palyatîf çareser nabin. Daku xebatên li ser ziman nekevin nav kaosê, divêt metodên zanyarî û bispor li ser kar bin. Heke di ziman da kul û birînên kûr hebin, dibe ku operasyonên cerrahî bêne kirin. Belêm herweha ziman divêt wekî kadavrayekî li ber destên xwandekarên tibbê jî neête ditin. Bi giştî pirs û pirsgirêkên zimanî divêt li ser zemînekî zanyarî bêne dîtin û riberiz kirin. Tinê bi vî metodî dê encamên pozîtîv bêne wergirtin.

Evro heke hewcehîyek tête dîtin ku li ser problemên giştî yên zimanî û alfabeyê bête axivtin û riberiz kirin, hingê li ber riberizên kevin yên di demê Hawarê da hatine kirin, bête sekinîn, dê encamên bikêrtir bêne wergirtin. Lewma em dê beşek ji riberizên di nav rûperên Hawarê da hatine kirin, pêşkêş bikin ku têhnek, germahîyek jê bête wergirtin. Carna dubarekirina riberizên berê, ji bo tazekirin û bihêzkirina zihnî, di cih da ye. Ev riberiza anketî di bin edîtorîya Mîr Celadet da û di navbeyna nivîskarên navdar yên Hawarê da hatîye kirin ku eve giring e, ji ber ku Hawarê bi van nava dest bi weşana xwe kiribû. Nivîskarê Hawarê, Hevindê Sorî, daku çareyekê peyda bikin, li ser pirsên zimanî ji nivîskar û xwandevanên Hawarê sê pirsa dike û herweha dide zanîn ku dê bersivan di Hawarê da biweşînin. Mîr Celadet jî ji ber giringîya vê pirsê û riberizê, pirsên Hevindê Sorî bi kurmancî jî dinivîse û piştevanîya vê riberizê dike. Piştî ku pirs di Hawarê da hatin weşandin, ji sê nivîskar û du xwandevanên jîr bersiv tên. Di serî da em dê bersivên nivîskarê ferhenga Kurdî-Erebî, Elî Seydoyê Gewrî û şair û nivîskarên navdar yên Hawarê, Cigerxwîn û Osman Sebrî pêşkêş bikin.

Hevindê Sorî di hejmara 16a da wisa dide dest pê kirin vê riberizê.

”Ciwanên Kurd!

Hûn tevda dizanin ku şerpeze bûn û ketina me û winda kirina biserxweyîya me tenê jê ye ku di navbera me de yêkitî nîne.

Di vê babelîskê (esr) de ku her qewm çavê xwe vekirîye, hişyar bûye û ji bona yêkitîya we dikuje û tête kuştin, divêt em jî xema xwe bixun, liber xwe bikevin û ji bona yêkitîya xwe bixebitin. Hûn dîsa dizanin ku pêpelûka yêkitîyê a pêşîn, belkû a mezintir jî yêkitîya ziman e. Bê yêkitîya zar û zimên yêkitîya qewmî nayê pê. Herwekî li Elmanya, Italya û di hikûmetên din de hetanî ku zar û ziman nebûne yêk û di navbera wan de zimanekî tevayî peyda nebû, yêkitîya wan neçû serî. Dîsan ji we re nas e ku armanca vê kovarê a mezin xistina zarên kurdî nîzîngî hev û pêanîna yêkitîya zimanê kurdî ye.

Êdî ev armanca ha ne tenê armanca kovarê ye. Lê belê armanca hemîyan e û bendewarîya wê digel her kurd û kurdparêzî heye.

Ber bi vê yêkê, em ji we, ji hemî kesên ku dilê wan ji bo miletî, disojit û dixwazit navê miletê xwe bilind bikit, hêvî dikin, li van sê pirsiyarîyên jêrîn vegerînin:

1-     Zimanê kurdî çawan xwerû û pak dibit?

2-      Bi çi awayî zarên Kurdistanê ên cihê dikevin nîzîngî hev û zarekî welê tête pê ku kurd hemî di zarê hev digehin. (zarên hev fehm dikin).

3-      Zimanê kurdî çawan pêş ve diçit û bi çi awayî biser dikevit?“

(Hawar, hj. 16, cild 1, r. 323-324, w. Nûdemê)

Bersiva pêşîn ji Elî Seydo têt û wisa dibêje:

“Weke Hawara şanzdehan giha destê min û min dest bi xwendina wê kir (û) dît ku têde bendek liser yekitîya zimanê kurdî heye. Pê gelek şa bûm û min dil kir ez jî fikra xwe di vê babetê de xuya bikim. Ezê ji gotina xwe bi çend pirsên biyanîkî dest pê bikim.

“Major Soane” yekî ingilîz ku di nav Kurdistan û Ecemistanê de geriyaye û hînî zimanê kurdî û farisî bûye. Li ser Kurdistana jêrîn kitêbek nivîsandîye. Major di kitêba xwe de bi zimanê kurdî û bi zarê mukrî jî mijûl dibe. Ev e gotinên Major Soane.

“Yên ku zimanê kurdî rind dizanin kêm in. Ji lewra hinek debêjin ku ev ziman ji zimanê farisî û erebî hevdudanî ye, piranîya pirsên xwe ji wan girtine. Hinekên din dibêjin ku ev ziman zarekî farisîya kevn e û pêş de ne çuye. No, her du gotin jî ne rast in. Zimanê kurdî zimanekî gelek kevn e, ewçend ku ji zimanê farisî ê nuh jî kevntir e. Zimanekî têkuz, bi zimanazîneke binizam. Ji hêla din zimanê kurdî ne ketîye bin hikmê zimanê erebî weke farisî û pirsên arî ên xwerû winda ne kirîye. Lê farisî ew winda kirine û dewlemendîya xwe bi pirsên erebî anîye pê.

Di nav zarên di zimanê kurdî de zarên paktir û xwerûtir zarên mukrî û kurdmancî ne. Ev her du zar gelek nêzîkî zimanê zendî, zimanê Avesta ne.”

Carkê hevalekî min ji min re gotibû ku zarê mukrî zarawakî zarê lolo ye. Ji xwe kurdîya lolo zarê kurdmancî ye. Hawar jî bi piranî bi zarê kurdmancî derdikeve.

Niho min divêt ez fikra xwe liser yekitîya zimanê kurdî bidim zanîn:

1-     Zimanê kurdî bi bijartina pirsên kurdî ji hemû zaran û bi xistina wan li şûna pirsên biyanî ku ketine nav zimanê me (tirkî û erebî).

2-      Berî her tiştî divêt em zarekî ji bo xwendin û nivîsandinê bibjêrin, piştre pirsên zarên din bêxin nav wî zarî.

3-      Zimanê kurdî bi awayê di jêrîn pêş ve diçit û biser dikevit:

A:  berhevkirina şihr û pendê di bapîr û kalan, da ku kanîyeke edebî bikeve destê her nivîsevanî.

B:  danîna dibistanan di nav bajar, gund û eşîran de.

C:  wergerandina kitêbên biyanîyan ên hêja li zarê xwe.

D:  belavkirina rûjname û kovaran.

E:  danîna du civatên cihê, zanistî û dînî. Ev her du civat bi hilbijartina pirsên kevnar û bi      peydakirin û hevedudanîna pirsên nuh dê mijûl bibin.”

Niha jî em bersivên Osman Sebrî bidin:

”Di hejmara Hawarê a şanzdehan de liser sehîtîya zimên sê pirsîyar ji Kurdên xwenda kirî bûn. Bi van çend xêzên jêrîn gotina xwe û bi gelek silavan ve pêşberî hingo dikim.

1-     Yekitîya elfabêya kurdî.

2-     Heçî xortên kurdan yên ku îrû bi zimanê kurdî re bendewar dibine ji Kurdên her welatî xortek bijartin û ji van xortan civateke zanistî anîn pê.

3-     Di vî civata zanistî de berî her tiştî ferhengeke gewre, di pişt re kitêbên kevnar û nûjen, temamên wan liser hemû zarên kurdî bilav kirin û di piştre bi yekitîya zimanê kurdî mijûl bûn.

Bi vî awayî heya deh salan di xwendinê de yekitî û di axaftinê de nîzîkayîyê hêsanî dibînim.

Xwedê vê bendewarîya Hevindê Sorî bi miletê kurd re dirêj û berxurdar bike.”

(Hawar, hj. 22, cild 1, r. 447-448)

Hindî bersiva Cegerxwîn e, gelek kurt û radîkal e, belêm hindek tesbîtên wî cihê riberizê ne.

Ev in bersivên Cegerxwîn:

„Ji ber hersê pirsan ve ez dibêjim:

1-     Gereke civatek ji çarkenarên Kurdistanê çêbibe seyda û zana û çend mirovên go bi lehceyên Kurdistanê tevan zanîn tê de kom bibin.

2-     Şêwekî sivik û bilind û şêrîn ku pirên kurdan pê mijûl dibin, bigirin ên din tevan bikujin eger pirsek ji wî ê bijartî kêm bî em karin ji şêwên kuştî bidizin.

Çiman... go em weha bikin dijwarî digihê du milyon kurd lê eger em şêwakî ji tevan çêkin hinga dijwarî digihê neh deh milyon kurd.

Çawan go miletan hemîyan weha kirîye yanî  şêwakî pir şêrîn girtine ên din kuştine.

Belê di konxerê de hê bêtir em karin delîl û nîşanan ji fikr û bîra xwe re dirêj bikin êdî heval sax bin.“ (Hawar, hj. 22, cild 1, r. 608)

Xwandevanekî Hawarê, Lacê Henê, ji serbajêrê Misrê, Kahîreyê tevî riberizê dibe û wisa dinivîse:

“Zimanê kurdî, bi rastî zimanekî pir şêrîn û zehf zengîn we rengîn e. Çunkî galgala wî (mufredat) zor, awayê qisebêjî (lehce û uslûb) gelek zehf e. Ew jî ji ber belavbûna Kurdan e li serhedan, we parçekirina welatê wan ê delal ê Kurdistan e li navbera du sê millet û dewletan da. Lewma Kurd, ji hevdu veqetîyane û ji hev dûr ketine. Û ji zulm û bêbextîya dijminan îstîbdat û tehqîra bêganeyan, bajêran û gundan berdane. Çûne ketine nav newalan û deştan û derketine ser çiyan û zinaran, dûr li medenîyet û mehrûm ji îlm û îrfanê.

Seva (seba) wî zimanê wan ê kurdî ê pak û delal, ji ni’metê xwendin û nivîsandinê mehrûm maye. We (tenê = tenha) li nav gund eşîran da hatîye peyv û qisekirin. Ema xwenda û zanayê kurdan –heke gundî û eşîrî heke bejêrî be- gişk bi zimanê bêgane û neyaran îlm û îrfan hîn bûne û xuyan zana û xwendayên kurdan hesibandine û tu li zimanê bav (bab) û dê pirs nekirine. Seva wê gire û rîbata ke navbera kurdan ê mezin û gewre rabûye. Belku her eşîrekê ji kurdan xwe tenê kurd hesibandîye û bi musteqbelê ê dinan nexwestîye eleqedar bibe. Bi vî awayî, tevda bêganey hev du bûne. Yanî çar, pênc merovên kurd eger li cîkî bicivin we dil bikin ke le ser welatê xwunan qise bikin we ji belengazîya wê bas bikin; bêşik nikarin bi asanî û bi gengazî miraza xwutan fehm kirin bidin û netiwanin meqseda xwuyan hîn bibin. Çunkî heryek li wan bi awayekî qise dike û dilê xwe da dibêje: Ez tenê kurd im. Ê din eger kurd jî bin zimanê kurdî nizanin. Çima? Çunke zar û şêweyê wê nizanin.

We’l-hal ewan hemû (heme, ´hemû, ´heme, gîşk, tevda, giştî) zaro û lawênî milletekî yekziman û yeknîjad û yekxwîn in. Welê jî li hev nehatîye şêwe û zarên wan, nikarin hev û din nas bikin we xwo naskirin bidin.

Eger xwenda û zanaya milletekî bi vî awayî nikaribin bi qise û nivîsa xwe yanî mil û destê hev din bigirin û arîkarîya xwutan bikin; bê şubhe ne mumkin e tiştekî din da jî destê hev bigirin û yekfikir û yekneseq bibin. Çira?

Çunkî nîşana yekitîya milletekî û yekbûna komelêkî hebûn û heyîya zimanekî -bi kêmî yanî ‘ela el-eqell li nivîsanê da- yekneseq û yekawa ye. Bê vaya tiştekî din çênabe û naye dirist kirin qet. Nuha li vêra pirsek tê bala hemû xwendevan û nivîsevan ew jî vaya ye: Çawan zimanekî kurdîkî yekneseq û yekawa (‘ela ‘l-eqell) li nivîsanê da tê peyda kirin ku hemû Kurdan tê bigihîne û pê miraz û meqseda xwuyan biqedînin we çak eda bikin?

***

Va nivîsa xwuyanî vira nivîsî û bona ke Hawar ra ray bikim temîz kiribûm, we bi cuhaba wê pirsê mijûl bûbûm. Ji jimara Hawarê ê şanzdehan da pirsiyarkî hêja dor aliya vî mewdu’î; mewdû’ê nivîsara min da hatibû belav kirin we bi kurtî heyanî yekiya gulanê cuhab dihat xwastin. Wexta ke min ev dît û xwend dilê min vebû çavên mi ronî bû we ez zor pê kêfxweş bûm. Seva wê mecbûr bûm cuhabê ku bo temamîya nivîsara xwe hazir dikirdim himan bi te’dîl û texyîrekî hindik binivîsim û bidim bo ev pirsiyariyanê ko li Hawarê da hatiye belav kirin. Paşê vegerim li ser temamiya nivîsarê (meqalê) xwo, we doralîya zar û zimanê kurdî, xwasima zazayî (dumilî, dunbilî) da hinek zanînî bo hurtî û zimanî belav bikim ku heyanî îro tiştek ji wî nehatîye neşir kirin. Hêvîya min ji mîrê delal û hêja xwediyê Hawarê me hemû Kurdan ev e ku ji vê nivîsê şitik dernexe ji ber ku dirêj e û muxalifê şertê pirsiyarîya Hevindê Sorî ye. (2)

1-     Zimanê kurdî çawan xwerû û pak dibit?

1-   Ma navê pirsiyarê divêt weha bit. Zimanekî kurdêkî tevayî (‘umûmî) çawan tê peyda kirin

ku hemû Kurdan –kurdmanc, goran, lor, kelhor, bextiyarî, zazan, hawraman- jor û jêr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê da, tê bigihêne we karibin pê binwêsin û bixwênin. Çima va pirsa lazimî weha bit? Çunkî zimanê ku hemû Kurdan, kêm û zehf têbigihîne hêj peyda nebûye û nehatîye meydanê ku mirov, bi paqijî û safî kirina wî mijûl bibe û bixerîke.

Herkes zane ku, saf û paqijîya zimanekî hanca paş yekîtî (wehdet) we li hev anîna zarên wî ê zehf tê tesewur kirin. Ji bo wê cuhaba vê pirsê ewilî weha didin seva gihiştina mirazê û peydakirina vê armancê divêt berî her tiştî çiqas zarên û zimanên kurdî –wek kurmancî, babanî, zazayî, lorî, fêlî, bextiyarî, hawremanî...- hene be hemû wasteyan û bi awakî zanînî (uslûb îlmî) were civandin û belavkirin. Yanî her zar û her şêwe de bi kêmî - el’l-eqell – du sê kitêbok divêt were çapkirin ku heta zana û nivîsevanê Kurdan, karibin jê fêde bibînin we şêhr (şî’r) û gotin û nivîsa xwonan, bi qise û pirs û galgalê hemû zarên û lehcekanî kurdî çêkin we durust kin we karibin qise û pirsanî bêganeyan berdin we hêdî hêdî desta wan jê were kişandin heta bitiwanin bi awayekî kurdî ê xalis û muxlis bêjin û binivîsin.

2- Bi çi awayî zarê Kurdistanê ên cihê cihê nêzîngî hev dibin. Û zarekî welê tête pê ku, Kurd hemû di zarên hev digihên?

Nêzîngbûna zarên zimanên kurdî, hêdî hêdî û bi xwe ancax paş civandin û belavkirina wan dibin. Çunke wê çaxê heryekê ji xort û ciwanê Kurdan ji xwe ra zarêktir -bi zarê xwe- diecibîne tedqîqat û xebata xwe ser wî zarî dimeşîne. We vaya mideyek dewam dike netîceyê da çiqas zar û lehceyanî Kurdan hene, têne belav kirin, lakîn bi awayekî zanistî. Û her xwenda û zana û nivîsevan dikare bo nêzîk kirina ezmananê kurdî û zarênî kurdmancî û zazayî... Nivîsa xwunan bi pirs û galgal û awaya hemû zar û zimananî kurdî tevlîhev we têkel bike. We bona ku hemû kurdanî zana û nivîskaran zanîn û tedqîqatî xwoyan ke li hemû lehceyanî kurdî da bikin were xwandin û têgihiştin, divêt îmlakî (awayî nivîsîn) muttelîq eleyhî mewcûd bî heke Latînî bî heke erebî. Mesela îmlayî erebî yê ke pê zimanî farisî û ‘Usmanî (osmanî) mirî tê nivîsandin ji bo kurdî jî –we lew muwaqeten- çak e û baş e xwasima li mabeyna zana û munewweran da. Ne ku wek biranê me ê Kurdanî welatê jêrînî Kurdistan ke nivîsa xwuyan bi hurûfê muqette’e binivîsin heta metb’eyê da, bibe wek şorbe tev li hev û têkel, mirov nikarîbî ji nav derkevit.

3- Zimanê kurdî çawan pêşve diçî û bi çi awayî bi ser dikevît?

Hemû nivîsevan û xwendevan ra nas e ku va pirsiyarîya netîceya pirsiyarîya yekem û ê duduyan e yanî li paş civandin û belavkirina hemû zaranî kurdî, xwe bi xwe ser dikeve we pêşçûyî tê hesibandin. We lê seva ku zû ser bikeve we zahf zengîn û rengîn bibe, lazim e pişt salekê ji va xebatanan civatekî hemûyayî / tevayî (mu’temerî umûmî) bo ziman were li hev we ji bona yekkirina awayê nivîsîn (îmla) û zarênî kurdî (lehecat) û danîna îstîlahata zanistî=zanînê mejûl bibe û bixerike. We qeraratê ke va xusûsa da derdêxe divêt nik hemû kurdziman meqbûl bit û bi dil were tenfîz kirin. Û dibit herkes bizanî ke mirovîtî û qedr û qîmeta wî bi şuxlandina zimanê bav û bapîr û dê û dotmaman tê naskirin û zanîn.

Ji ber wê lazim e li ser hemû Kurdanî welatparêzan, zar û zêça xwuyan zimanê kurdî ê tevayî hîn bikin we hemû nivîsa xwe bi vî zimanê dayîkê binivîsin.”

(Lacê Henê, Kahîre / Misir, Hawar, c. 1, r. 609) – (Ev nivîsên ji Hawarê hatine wergirtin her wekî xwe hatine neqil kirin, dest li îmlayê nehatîye dan. RH)

Di hejmara 10. ya Hawarê da xwandevanekî bi navê Pîrot ji başûra Kurdistanê, bo edîtorê Hawarê nameyekê dihinêre û jê dixwaze ku heke alfabeya bi tîpên latînî ya ku Tewfîq Wehbî amade kirî û ya Hawarê pêkînayî pêkve bête kelandin, belkî ev metode xizmeta yêkitîya zimanî bike. Em vê nameya Pîrotî bi kurtî didin.

“Bo kovara Hawarê ya hêja û serbilind:

Bi dilxweşîyeke ji dil çend hejmarên kovarê min xwandin. Bi rastî dilê teng fireh, bîra hişk bi av dike. Yezdan payîdar bike!

Belavkirina we ya tîpên latînî, bi rastî bo jîyandina Kurd û edebîyata Kurdî eve hingaveke palewane ye... Bi vê munasebetê du tişt hatin bîra min ku dixwazim pêşkêşî kovara we ya hêja bikim. Piştî kar û barekî çend sala zimannasê hêja Tewfîq Wehbî Beg bo zimanê Kurdî tîpên latînî hilbijartin û alfabeyeke li ser vî bingehî dana û xelkê Kurd li Iraq û ciwanên me hûyî van tîpa bûn û jê fayde dibînin. Belêm we rêvebirên hêja yên kovara Hawarê jî hindek tîpên cudatir hilbijartine ku digel yên Tewfîq Wehbî rêk nakevin. Gelo dest dide ku komek şarezayan li ser van herdu xebatan rawestin, an yêkê hilbijêrin anjî herduyan bikine yêk û bi vî rengî bo zimanê Kurdî danin?.. Hêvîya min ew e ku Hawara hêja di demekî di rê da, li ser vê raweste û diyalektekî Kurdî yê hevpişk pêkbîne daku xelkê me hewceyî bi zimanekî biyanî nemîne.” (Hawar, hj. 10, cild 1, r. 505-506-w. Nûdem)

Mîr Celadet jî wekî edîtorê Hawarê wisa bersiva Pîrot dide. Ji ber ku bersiva Mîr Celadet li ser pirsa yêkitîya ziman bi berfirehî disekine, em dê bi timamî pêşkêş bikin. Name bi sernivîsa “Li ser yêkitîya zimanê Kurdî” dest pê dike.

“Le bo Pîrotî xwoşevîst,

Gotina xweyiyê benda “Eksî Sedayî Hawar” gelek rast û qenc in. Di ser wan re tu gotin nînin. Herwekî me çend caran gotîye yêkitîya milletê Kurd bi yêkitîya zimanê kurdî tête pê. Di yekitîya zimên de gava pêşîn jî yekitîya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê milletekî divêt zana û xwendewarên wî milletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.

Ji hejmara pêşîn ve xuya ye ku armanca Hawarê a pêşîn û bingehî ev e:

Di her tiştî de yekîtî!

Ev armanca ha ji me re bûye destûr. Heta niho em bi vê destûrê ve çûn, îro diçin, di dawîyê de dê biçin. Wekî niho, kiryarîya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantir e. Lê Hawara ku di hertiştî de meyldarê yekîtiyê ye kiriyariya xwe ji bona her welatê ku tê de Kurd hene wek hev kirine. Bi vî hawî li Hawarê ziyan dibe. Ji ber ku heqê postê ji bona Sûrîyê 10 santîm. Lê ji bona Îraq û Îran û welatên Qefqasê 150 santîm e.

Lê em pê qaîl bûn da ku Kurd di kiriyariya Hawarê de jî wek hev bin.

Belê em dizanin ku zimanzanayê bi qîmet û hêja mamostayê giram Tewfîq Wehbî Beg jî bi herfên latînî elfabêyek çêkiriye.

Pey ra rokê me hevdu li Şamê dît elfabêyên xwe ji hev re dan zanîn û ew danîn ber hev. Di navbera wan de ferqin hebûn. Me dil kir di cih de elfabêyên xwe bigihînin hev û ji herduwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin.

Hingê destbirayê min ê xwoşewîst û giram digot ku hîn ser elfabêya xwe dê bixebitim. Ji lewra yekirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê.

Di pey re Tewfîq Wehbî Beg çû Îraqê. Lê teşxelenin nexweş qewimîn ku ji bona herkesî nas in. Digel vê hindê min jê re çend caran nivîsand, lê li min venegerandibû. Vê paşiyê me zanî ku nivîsarên min negihabûn destê wî.

Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye. Hawar di meha gulanê de derket. Min ruxseta Hawarê di bîst û şeşê çiriya berê 1931’ê de girt û karên derxistina wê di pêşîya gicokê (şibatê) de pêk anîbû. Çar mehan ez li hêvîyê mam, da ku bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêke welê derînim ku pêşdetir rê li duyîtiyê vemekit. Lê herwekî min jor ve got li min nedihat vegerandin. Jê bêtir jî min nikarîbû ez li hêvîyê bimînim.

Ji lewre me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji Kurd û biyaniyan re dazanîn. Îro di meydanê de tiştekî çêkirî heye. Kovarek û elfabêyek. Elfabêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona îro ya çêtir û rastir ev e ku em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta hingê ku mehceta edlandinê bikevit pêşîyê û rê li me bigirit, pêşve bibin.

Digel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ku em hergav meyldarê yekîtiyê ne û armanca xebata me yekîtî ye. Em bi gavinin bi vîn û hişk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin. Ji ber ku destpêkirina me ji xwe bi derengî ketîye. Em nema dikarin di vê hêviyê de bisekinin.

Gelek sipasan li Pîrotê delal dikim ku ev hinceta ha xiste destê min.”

Xweyiyê Hawarê

(Hawar, hj. 10, cild 1, r. 509-510)

Me jêdereke riberiza di kovara Hawarê da, ya di çarêka duyê ya sedsala bîstan da, pêşkêş kir. Her di serî da kivş e ku ev riberize di dereceyeke bilind, ji dil û bi endîşeyên ku hevpişkîyek derkeve meydanê, hatîye kirin. Bi vê riberiza di nav ronakbîrên wê demê da, perspektîv û rênîşanîyek zelal û têrker tête dîtin ku ronahîyê li kar û barên evro jî bike. Xuya ye ku wê demê jî tiştê ku bi dengekî bilind dihate gotin, ji bo yêkitîya diyalektên Kurdî, xwezîya alfabeyeke bi tîpên latînî bû. Ji wê rojê heta vero 80 sal derbaz bûn, belêm mijarên ku têne riberiz kirin kêm zêde wek hev in. Lê eve wekî birîneke kûr di jîyana xelkê Kurd da, ji şertên derveyî, anku ji sistemê kolonyal derdikeve. Ev rewşa bi qedexe û zulma li ser ziman ve tijî, bû binasê mezinbûn û domkirina pirsgirêkan heta evro. Helbet hindek pirsgirêkên ku ji şertên navxweyî pêkhatî jî hene. Di vê prosesê da rejima kolonyalîst bi kar înana polîtîka asîmîlasyonîst ya reş, kirasekî bi agir kire ber xelkê me û nehêla bêhneke bijûn wergire. Helbet nezanîn û dûrnebînîya xelkê û bi taybetî jî ya pêşengên me, bû binas ku tedbîrên parastina ziman û herweha pirs û kêmasîyên gramatîk, alfabe û yên dî, hem nehatin dîtin, hem jî çareserî nehatin peyda kirin.

Belêm ji wê rojê heta evro, avên gelek boş rabûn. Dînamizma jîyanê bi hêleke mezin pêşve diçe. Kovara Hawarê jî di nav pirs û pirsgirêkên zimanî da xwe asê nekir, di nav pratîka jîyanê da çare peyda kirin. Hawarê bi 31 tîpan dest bi wesanê kir. Di demê weşanê da, çend asteng û pirsgirêkên derketî, dîsa di nav xebata weşanê da çareser kirin. Bo nimûne; di çend hejmarên pêşîyê da, şûna “k”“q” bi kar tînan. (Qurdistan dihate nivîsîn.) Belêm paşê ev şaşîye di hejmarên pêş da hatin serast kirin û tarzê ku evro bi kar têt, hate bi kar înan. Anku cihên “k” û “q”yê wekî dengên evro hatin veguhastin. (Anku Qurdistan bû Kurdistan!). Piştî ku weşana Hawarê di çarêka duyê ya sedsala çûyî da hate rawestandin, jîyana weşangerîya perîyodîk asê bû. Wekî Mîr Celadet, di salên 50yî da mirî, bira û hevrêyê wî Mîr Kamuran jîyana weşangerîyê li Parîsê domand. Mîr Kamuran li ser doz û biryara birayê xwe sadiq ma û wekî birayê xwe hem kar û barên zimanî, hem jî yên edebî berdewam kirin. Di vî demî da hem alfabe, hem jî qaydeyên zimanî yên ku ekola Hawarê danayî li bakurê Kurdistanê, li nav Kurdên Sûrîyeyê, Lubnanê û Ewrûpayê bi kar hatin. Rêz û rêzikên zimanî yên ku Hawarê danayî, bi taybetî li nav Kurdên Tirkîyeyê û bakurê Kurdistanê gelek bi belavî bi kar hatin. Tinê istisnayek hebû ku hindek Kurdan li şûna tîpa ”i” ya Kurdî ”1”ya Tirkî bi kar tînan. Lê belê, vê guhorînê bin negirt û ji alîyê piranîya Kurda ve nehate bi kar înan. (Paşê ew kes û derûdorên marjînal jî ji xwe mecbûr man û ew ’rika’ xwe ya bêmana hêlan.)

Piştî ku cuntaya leşkerî li sala 1980yê li Tirkîyeyê hate ser kar, dest bi girtin, lêdan û kuştinê kir. Gelek Kurd ji ber van operasyona revîn û berê xwe dane Ewrûpayê û wekî penaberên polîtîk li welatên cuda bi cih bûn. Piranîya yên hatî xwanda bûn û lewma jî di jîyana nû ya penaberîyê û rewşa demokratîk ya Ewrûpayê da, giranî dane ser pirsên zimanê Kurdî û kar û barên kultur û edebîyata bi zimanê Kurdî. Weşangerîya bi zimanê Kurdî ji nû ve bi giyan ket. Bi dehan kovar, rojname, heftîname û pirtûkên Kurdî hatin weşandin. Nîvîya duyê ya salên 80yî û timamîya salên 90î, demê herî berwer yê weşangerîya Kurdî ye. Gava ev xebatên di nîvîya salên 80yî da dest pê kirî, riberiza li ser ziman dîsa ve hate kirin, ku gelo alfabe û qaydeyên ku ekola Hawarê danayî, dê bersiva kar û barên evro bide an ne. Ji ber van hewcehîyan, li serbajêrê Franseyê, Parîsê, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji alîyê refek ronakbîrên Kurd ve hate damezrandin. Vê enstîtuyê kovarek bi navê Hêvî weşand û her ji hejmara pêşîn pêve li ser pirs û pirsgirêkên ziman hate sekinîn. Di wan şertan da komisyoneke ji zimanzana pêkhatî raporek amade kir. Di vê raporê da, ji bo weşangerîya demê nû, li ser standarda ziman hate rawestîn û ev biryare wekî tewsîye di Hêvîyê da hatin weşandin. Di van biryar û riberizên di Hêvîyê da hatine weşandin, baş tête dîtin ku herwekî domandina riberizên kovara Hawarê ne. Çawa Hawarê pirsa alfabeyê danabû nîveka kar û xebata xwe, Hêvîyê jî ev pirse danabû serê rojeva xwe. Di xebata sê komisyonên kurmancî, zazakî û soranî yên Enstîtuya Kurdî ya Parisê da, li ser alfabeyê biryareke hevpişk tête dan û bi yêk gotin alfabeya bi tîpên latînî ya Hawarê tête qebûl kirin:

”Îro Kurdên Tirkîye, Sûrîye û Libnanê (helbet yên Ewrûpayê jî -nota me-) zimanê xwe bi tîpên latînî, yên Îraq û Îranê, piranî, bi tîpên erebî dinivîsin. Heçî Kurdên Sovyetistanê ne, (Hingê Sovyet belav nebibû -nota me-) ew nivîsarên xwe yên zanistî bi latînî, yên din bi tîpên kîrîlîk (rûsî) dinivîsin. Ango, di demê îroyî de, zimanê me bi hindikî bi 3 alfabeyên cihê tê nivîsîn… Beşdarên civînê hemû hemfikir in ku alfabeya latînî baştir bersiva hewcedarîyên nivîsandina zimanê kurdî dide û divê rojekê Kurdên Îran û Îraqê jî derbasî tîpên latînî bin…” (Hêvî, hj. 1, r. 9-11)

Di Hêvîyê da tête gotin ku di şertên fermî yên Îran û Îraqê da nivîsîna bi tîpên latînî, bo yên ku bi diyalektê soranî dinivîsin herçend dijwar jî be, tête pêşniyar kirin ku qet nebe beramberî tîpên latînî, tîpên erebî bêne bi cih kirin. Gelek ji yên ku bi tîpên erebî dinivîsin, dibêjin ku tîpên stûr yên L û R bersiva sîstemê dengan yên soranî nade û hêvî dikin ku ev pirse di demên pêşîyê da bêne çareser kirin. Tête xwastin ku heke berhemên soranî yên rojhilat û başûra Kurdistanê bêne wergerandin bo tîpên latînî, Kurd, dê di zimanê nivîskî da bi sanahîtir di hev bigihin. Pênc tîpên bi apostrof, ç’, k’, p’, r’, t’, yên di alfabeya 31 tîp ya Hawarê da, çar ji wan hewce naên dîtin, belêm şûna r’ ya stûr cot rr tête pêşniyar kirin.

Hêvî, herweha li ser pirsa ”i”ya Kurdî û ”ı”ya Tirkî jî wisa dibêje:

”Di warê zanistî de jî ev ne rast e. Tîpa ”ı” tenê di tirkî de heye û dengekî taybetî dide. Ev deng ji dengê ”i” ya kurdî, cihê ye; ”i”ya kurdî wek ya ingilîzî (di this is de) ye. Gava ku wê wekî ”ı”ya tirkî binivîsin ew him ji bo Kurdên Tirkîyê û him ji bo kesên din ên ku bi tirkî dizanin û dixwazin hînî kurdî bin dikare bibe sedemê tevlihevîyê.

”î”ya kurdî wekî ”ee”ya ingilîzî dengekî dirêj e…

Em ji hemû welatîyên xwe hêvî dikin ku di vî wari de berpirsiyarîya xwe ji bîr me kin, cih nedin peydabûna dijwarî û tevlihevîyan.” (Hêvî, hj. 1, r. 16-17)

Di Hêvîyê da li ser rêzkirina tîpan jî wisa hatiye gotin:

”Alfabeya Hawarê, alfabeyeke latînî ye û di hemû zimanên ku tîpên latînî bi kar tînin, ev alfabe xwedî pergalekê ye, rêz kirina tîpan naguhure. Lê hin nivîskarên Kurd, heye ku di bin tesîra elîfbêtka erebî de, ”x” di nava ”h” û ”î” de, ”ê” di nava ”î” û ”i” de, ”q” di nava ”k” û ”l” de datînin, hin ”v” di nava ”f” û ”g” de, ”x” di nava ”h” û ”i” de, ”q” di nava ”j” û ”k” de dinivîsin.

Ev awa hemû ne li cih in. Yên ku 2700 sal berê alfabeya latînî çêkirine, jê re pergalekê jî danîne; guhurandina vê pergalê heqê me nîne...” (Hêvî, hj. 1, r. 17)

Piştî belavbûna Sovyetê, Kurdên li wê derê jî bi gelekî ve dest bi kar înana alfabeya bi tîpên latînî kirin. Hem ji riberiza Hawarê, hem ji ya di Hêvîyê da hatîye kirin, jêdereke hevpişk derdikeve ku alfabe, rêz û rêzikên Hawarê danayî hewcehîya zimanê Kurdî û bi taybetî jî diyalektê kurmancî dibîne. Evro Kurdên zaza jî vê alfabeyê bi kar tînin. Di soranîya li Ewrûpa tête weşandin da jî alfabeya bi tîpên latînî giranîya xwe nîşan dide.

Organîzekirina zimanî

Piştî van riberiza, ev encame derdikeve meydanê:

·        Êdî pirsa ”Bi kîjan alfabeyê?” bi timamî li paş ma. Nêzîkî sedasedê alfabeya bi tîpên latînî hate qebûl kirin û ji xwe ev nêzîkî esrekê ye ku bi kar têt.

·        Alfabe û rêza tîpa ya ku Hawarê amade kirî û bi kar înayî, evro jî hewcehîya nivîsînê tîne cih.

Belêm di paşerojê da ji bo nêzîkkirina diyalektên Kurdî, dibe ku zêdekirina hindek sembolên beramberî dengên nuans bête axivtin. Li vê derê du detay derdikevin pêş; ya pêşîn rêzkirina tîpa ya Hawarê, rast e û misoger e. Ya duyê jî, heke dê hevkarîya nêzîkbûna diyalekta bike, hingê li ser zêdekirina hindek sembolên beramberî dengên nuans dê bête axivtin. Ji bo karekî wisa, aşkera ye ku divêt otorîteyeke zimanî hebe û ew biryarê bide. Helbet eve dê otorîteya zanyarî be. Bawerîya me ew e ku, riberiz kirina pirsgirêkên zimanî û peyda kirina çareserîyan, wekî di hemû welatên hevdem da, bi rêya organîzasyoneke zimanî dibe. Dezgehekî wisa divêt ji alîyê zimanzan, zimannas û bisporên zimanî ve bête ava kirin. Bilindkirin, têr û tijî kirina riberizên zimanî û rênedana riberizên stewr, bi danana organîzasyoneke zimanî dibe. Li vê derê xala giring û balkêş, organîzebûne. Ji ber ku ziman bi serê xwe hebûneke, sîstemek e. Hem elementê bingehîn yê îdentîtêta neteweyî, hem jî aletê ragih