Planê vekirî yê Kurdan
ROJAN HAZIM
Eve demek e ku organên dewleta Tirk, dijî bizava bi giþtî ya neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê planên xwe yên ”veþartî” amade dikin û axir bi rêyekê jî ev plane deþîfre dibin û di medyayê da belav dibin. Serê plankêþîyê wekî hercar, ertêþa Tirk dikêþe. Vê gavê jî planê partîya hukûmetê, yê AKPya Erdogan yê ”veþartî” hate aþkera kirin. Hevpiþkîya van hemû planên veþartî, antî Kurd û antî Kurdistan bûyîne. Dewleta Tirk ji serê damezrîna komarê were van planên dijî Kurdan dide hazir kirin û hindî jê bêt jî di pratîkê da realîze dike. Planê pêþîyê bi navê ”Planê Isleheta Þerqê [Rojhilatê] – 24 Îlon 1925” hate amade kirin û hewileke mezin hate dan ku di pratîkê da bête bi cih înan. Belêm nikarîn vî planê dijî mirovî bibine serî û negihiþtin mexseda xwe ku xelkê Kurd mehû bikin û Kurdistanê ji Kurdan vala bikin. Lê ma qet radiwestin! Dewam kirin, plan li ser planan çêkirin û îro jî dest ji vê plankêþîya xwe bernedane. Lê belê, Kurd jî bi rik in û ew jî beramberî van plan û projeyên birandinê berxwe didin. Dewlet ji van plankêþîya newesta, Kurd jî ji berxwedanê newestan. Ev rikeberîye di þertên îro da bi xurtî dom dike. Axir ev dewleta bêbab carekê elimtîye çêkirina van planên mirandina xelkê Kurd, lewma jî bi israr vê polîtîka xwe didomîne. Çi digotin di wî ”Planê Isleheta Þerqê” [hûn Kurdistan têbigihin –RH] yê 1925an da: [Maddeyê 13ê] ”… Li merkeza wîlayet û qezayan da, [mexsed Kurdistan e –RH], li dayreyên hukûmet û beledîyeyan û teþkilatên dî da, li dibistan, bazar û çarsûyê da, ji bilî Tirkî zimanekî dî bête bi kar înan dê bi curmê ku dijî emirê [ferman] hukûmet û beledîyeyan derdikevin bêne sûcdar kirin.” Dîsa di maddeyê 16an da wisa dihate gotin: ”Kurdên ku li rojavaya Firatê bi belavî bi cih bûne, divêt zûtirîn dem Kurdî axivtina wan bête qedexe kirin û giringî bi dibistanên kiçan [keçan] bête dan û Tirkî axivtina jinan bête temîn kirin.”
Bi vî planî gelo gihiþtin armanca xwe? Bi giþtî û piranî nexêr, negihiþtin vê mexseda xwe. Herçend hejmareke kêm ya Kurdan di nav sîstemê xwe da helandin, kavil û wêranîyek li Kurdistanê kirin jî, nikarîn hem dawîya Kurdan bînin, hem jî rê li ber bizava wan ya mafxwazîyê bigirin. Têkoþîn û berxwedana îro tête jîyan bi zelalî nîþan dide ku planê wan yê 1925ê bi sere wan da hate hilweþandin.
Vê gavê jî hem ertêþ, hem jî partîya hukûmetê xwe dîsa ve li van kar û kiryarên þevî û bêencam mayî didin. Çi dibêje ertêþ di vî planê xwe yê nû yê “Islehkirina Kurdan” da!. “Dê bi xelkê navçeyê bête hesandin ku destekdayîna terorê [mexsed jê “bizava neteweyî” ye –RH] bêyî bedel namîne û sahkirin, operasyon û kiryarên dî dê bêne domandin. Xelkê Iraqa Bakur [anku Kurdistana Federal –RH] jî dê bi êriþa çekên giran bête aciz kirin ku heke desteka xwe bo PKKyê bidomînin dê ev êriþe bêne domandin.” – [Taraf - 20. 06. 2008]
Planê AKPya Erdogan jî kêmî yê ertêþê nîne. Armanca wan jî yêk e û wisa dibêjin: “Bo jin û zarokên ku Tirkî nizanin, dê kursên fêrbûna Tirkî bêne hazir kirin û ev perwerdekirine dê wekî seferberîyekê bête kirin.” [Tedbîra 26ê]
“Li Tirkîyeyê ji bilî Tirkî, çu ziman wekî zimanê fermî ji bo perwerdeyê nayên qebûl kirin û eve dê li hemû platformên navneteweyî jî bête îfade kirin…” [Tedbîra 30ê] – [Y.Ö. Politika, 28. 06. 2008]
AKPyê jî bi hazirkirina planê xwe yê antî Kurd û antî Kurdistan, rûyê xwe yê nijadperêsîya Tirkîst û îslamîst kivþ kir û maskeyê wan jî hate xwarê ku eynî mal in!.
Beramberî van planên ertêþê û AKPyê yên “neo islehetî” û ne meþrû û dijî mirovî, planê Kurdan yê meþrû û mirovî gelekî vekirîye:
* Domandina têkoþînê û bi kar înana hemû metodên berxwedana rewa.
* Bi kar înana zimanê Kurdî di hemû xelekên jîyanê da.
* Ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi Kurdî di nav sîstemê fermî da, bilindkirina her reng têkoþînê.
* Têgihandin, serwextkirin û organîzekirina xelkê Kurd, daku hem plan û projeyên dewleta Tirk têkbibe, betal derêxe û nehêle serkeve, hem jî plan û projeyên xwe yên doza Kurd û Kurdistanê bibe serî û serkevtî bike.
Dewletê bi hemû hêz û imkanan û pêkve êriþên leþkerî û polîsî ve nikarî û çu caran jî nikare li goreyî xwezî û daxwaza xwe “þerqê [anku Kurda] isleh bike”!. Belêm ev dewleta hov hewcehî bi “islehkirin”ê heye. Planê Kurdan ne veþartîye, vekirîye, zelal û kivþ e: Xelkê Kurd dê bi xebat û têkoþîna xwe ya rewa û mezin, hem xwe û welatê xwe rizgar û azad bike, hem jî dewleta Tirk û xelkê Tirk “isleh” bike û rêya jîyaneke xweþ û demokratîk li ber wan jî veke.
ROJAN HAZIM
28 Hezîran 2008