paşve

Piçek berpirsiyarî!

 

ROJAN HAZIM

 

Xelk û neteweyên di nav prosesa têkoşîna neteweyî û demokratîk da, berî her tiştî pêdivîyê yêkitîya navxweyî ne. Dijminên dagîrker û kolonyalîst jîyê desthilata xwe ya xwûnawî tinê bi darê zorê dirêj nakin. Yêk ji metodên wan yên dijmirovî jî, parçekirina yêkitîya xelk û neteweyê bindest e. Eve digel ku ji teref herkesê ve tête zanîn jî, belêm dîsa ve di vî warî da şaşî têne kirin. Li ser vê yêkê devê parêzerên yêkitîya neteweyî zuha bûye, hindî ku vê pirsê dubare dikin û bi dengekî bilind dibêjin. Lê ji pratîka tête jîyan kivş dibe ku, di vî warî da dê hêj gelek bête nivîsîn û axivtin, bang û hawar bêne kirin. Yên ku di vê pirsa neteweyî da xwe berpirsiyar dizanin, nawestin û divêt vê rola xwe ya çêker bi israr bidomînin.

Lê belê, heke digel vê berpirsiyarîya neteweyî, şaşî jî bi israr bêne dubare kirin, bêne domandin, hingê bivê nevê şika nîyetên negatîv tête bîr. Nihe herkes baş dizane ku hindek element, obje, sembol û hebûn hene ku xelk û neteweyan pêkve girêdidin, yêkitîya wan, hebûna wan temsîl dikin, nîşan didin. Di nav van elementan da jî hindek hene ku şertê ”hebûn”ê ne. Ziman yêk ji van elementan e ku xelk û neteweyan bi nav dike, bo wan xelk û neteweyan dibe îdentîtêt. Ziman bi wî xelk û neteweyî ve dibe ziman, xelk û netewe bi wî zimanî ve dibe xelk û netewe. Ziman bi vê rola xwe ya sereke, di parastina neteweyan da dibe garantîya paşeroja xelk û neteweyan. Vêca pirs hinde ron û zelal e. Zimanê Kurdî elementê bingehîn û sereke yê hebûna xelkê Kurd, neteweyê Kurd e. Garantîya paşeroja neteweyê Kurd bi parastina vî elementî dibe. Ziman herwisa temsîla yêkparetî, yêkbûn û yêkitîya neteweyî jî dike.

Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî baş tête zanîn. Bi taybetî di nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê da, li bakur, aşê asîmîlasyonê hind xedar tête bi kar înan ku adeta bêhn li zimanê Kurdî tête çik kirin. Li milê dî, Kurd bi xwe jî di nav xemsarîyeke bêtixûb da ne beramberî zimanê xwe û eve jî wekî otoasîmilasyonê encam dide ku avê dikêşe ser aşê asîmilasyona dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirkîyeyê. Dijî vê polîtîka bêbext, neheq û bêdad ya Tirkîyeyê, ji bilî rê û metodên leşkerî, polîtîk, sivîl û demokratîk, di warê ziman bi xwe da jî têkoşînek tête dan. Daku şuûra neteweyî ya bi kar înana ziman di her xeleka jîyanê da bête bilind kirin, li dehan rê û metod, teknîk û formûlasyonan tête gerîyan û di pratîkê da jî têne bi kar înan. Li milekê ev kar û xebate têne kirin, belêm li milê dî jî, nîyet çi dibe bila bibe, ev tarz xebate, axir bi rengekê, têne asteng kirin. Ji burokratîzm û egoîzma organîzasyonî heta çavnebarîya kesînî, ji tengbînîya îdeolojîk û polîtîk heta neteweyî nefikirînê, sedan barîyer têne danan li pêş kar û xebatên bizava zimanî. Kes be, rêxistin be, ferq nake, ev nisaxîye, bi reng û dozajên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê di nav civata Kurd da heye û mixabin ku ber bi kronîkîyê ve jî diçe. Divêt neyê ji bîr kirin ku her tehrîbata li ser bizava xwudanderketina zimanê Kurdî, dîrekt tesîreke negatîv ya tehrîbkar li ser yêkitîya neteweyî jî dike.

Di roja îro da, du tişt hene ku divêt li ser wan yêkdengî hebe: Zimanê Kurdî û alaya Kurdistanê. Alaya Kurdistanê wekî sembol ”obje” ye, belêm dîsa ve temsîla yêkparetî û yêkitîya neteweyî dike. Digel hindê jî ne ”ayet û ehda dînî” ye. Bi mutabeqeteke neteweyî dikare bête guhorîn jî. Belêm ziman ne wisa ye. Ziman jî alaya dengî ya xelk û neteweyan e, belêm ne ”obje” ye. Ew şertê hebûna xelk û neteweyan e. Lewma kes nikare teserufekê li ser bike. Lê mixabin ku îro li ser kar û xebatên zimanî, daberizînên îdeolojîk, polîtîk û pragmatîk yên organîzasyonî têne kirin. Ev reftar û polîtîke misqalek jî xizmeta bizava neteweyî nakin, hetta xizmeta armancên organîzasyonan jî nakin. Çi sosyopolîtîk bin, çi sosyokulturel, çijî sosyoekonomîk bin, bi giştî organîzasyonên neteweyî yên Kurd û Kurdistanî, divêt li ser du hebûnan, li ser zimanê Kurdî û alaya Kurdistanê, nekevin nav hisab û kitab û berjewendîyên xwe yên teng û rêxistinî. Zimanê Kurdî wekî alaya dengî, alaya Kurdistanê jî wekî sembol, divêt şubî xerc û çîmentoya yêkparetî, yêkbûn û yêkitîya neteweyî bêne qebûl kirin. Tête hêvî kirin ku kes û hêzên ku ji bo doza Kurd û Kurdistanê têkoşînê didin, bedelên mezin didin, kar û xebatên fedakarane dikin, li ser van du zemînên hevgirtina neteweyî mîlîmek jî xwe şaş nekin, varê nebin û van herdu bihayên neteweyî bi eşqeke mezin ya neteweyî biparêzin. Di vî warî da heqê her Kurdekê heye ku bêje ”piçek berpirsiyarî!”.

ROJAN HAZIM

28 Nîsan 2008

serî