Þirîkatîya stratejîk ya Iraqê û Tirkîyeyê
ROJAN HAZIM
Serokwezîrê Tirkîyeyê ”R.T. Erdogan” 10ê vê mehê seradanîyeke yêk rojî li Bexdayê kir. Ev sefera Erdogan surprîz nebû, piþtî hazirîyekê pêkhat. Berpirsiyarên dewleta Tirk ji mêj ve bû ku binaxeya vê hevdîtinê amade dikirin. Herwisa hukûmeta Iraqê jî, bi baskên xwe yên Ereb û Kurd ve, giringîyek didane vê hevdîtina digel Erdoganî!.
Di van reng têkilîyan da fayde û qazancên ekonomîk, polîtîk, leþkerî heta kulturî, gelek rû hene. Lewma armanca vê gerê jî divêt bi berfirehî bête vekolîn ka çi di binê vê sefera yêk rojî da heye. Gelo seradanîyeke ”cîranane” ye, ”masûmane” ye, ”dostane” ye û gelek pirsên dî. Herweha çi hate armanc kirin, çi dihate hêvî kirin û çi hate bi destxistin. Bersiva van pirsan di mesajên bêyûm yên Erdoganî da yêkser têne dîtin. Çi ne ev mesaj:
” Ez bangî dewletên cîran dikim, paþeroja Iraqê paþeroja navçeyê ye. Grûbên etnîk û dînî yên Iraqê yêkitîya xwe biparêzin, paþeroja welatê xwe bi hev ra ava bikin. Em wekî Tirkîye dê desteka xwe ya ji bo parastina yêkitîya polîtîk ya Iraqê bidomînin. Heke Iraq yêkparetîya xwe biparêze, dê rojên zor li paþ xwe bihêle.”
”PKK wekî rêxistineke terorê tinê dijmina Tirkîyeyê nîne, herwisa dijmina Iraqê ye jî. PKK paþeroja me ya bi hev ra tehdît dike.”
”Dijî terora PKKyê, di serî da ji birayê min Malikî û hukûmeta Iraqê û herweha ji rêvebirîya herêmî ya bakura Iraqê, me gelek destek û hevkarî dît û ji ber vê yêkê spasên xwe pêþkêþ dikim.”
”Li Kerkûkê em yêkitîyeke polîtîk ya adil û muþterek dixwazin. Herweha ji daxwaza Iraqê zêdetir av dê bête dan.”
Tercumeya van mesajên Erdoganî, ji alîyê me Kurdan ve bi yêk gotinê, ”dijminahî” ye!. Boçi Erdogan bi navê dewleta Tirk, bi israr ”yêkitî û yêkparetîya polîtîk ya Iraqê” dixwaze? Ji ber ku modelê federal yê Iraqê xewa wan direvîne ku bibe nimûne ji bo Tirkîyeyê jî. Piþtî qebûlîya makqanûna Iraqê ku sîstemekî federal hatîye danan û fermîyen Kurdistana Federal hatîye qebûl kirin jî, belêm dîsa ve devê wan nagere ku vê rastîyê bi lêv bikin û daîm ”bakura Iraqê” dibêjin.
Digel ku çu têkilîya pirsa PKKyê bi Iraqê ve nîne, lê di hevdîtina xwe da bi giranî li ser vê bûyerê rawestaye û bi taybetî Malikî û baskê Ereb yê hukûmeta Iraqê jî kirîye þirîkê vê pozisyona xwe ya dijminane. Yêk ji armanca Erdogan ew bû ku pirsa PKKyê bike pirseke hevrayî ya Tirkîye û Iraqê û dijî PKKyê têkoþîneke hevrayî organîze bikin. Di paþkevtina referanduma Kerkûkê da jî rola xirabker ya sereke, ya hukûmeta Erdogan bû. Di têkvedana Kerkûkê da, dewleta Tirk hemû desteka xwe da ”Cepheyê Turkmenan” ku bi timamî girêdayî ”Jîtem” û ”Mît”a Tirk in. Comerdîya Erdogan ya li ser avê jî balkêþ e. Bi kartê ava Kurdistanê pozisyona xwe xurt dike. Ava Firat û Dicleyê pêþkêþî hukûmeta Iraqê dike û li beramberî wê jî tengkirina mafên Kurdan ji hukûmeta Malikî dixwaze ku Kurd jî þirîkên wê hukûmetê ne!.
Li alîyê dî, Erdogan bi peyman û têkilîyên bazirganî dixwaze Kurdan jî rakêþe nav alyansa xwe ya digel Malikî. Eve gelek aþkera provake kirina têkilîyên Kurdên baþûr û bakur e. Wisa dide xuya kirin, heçku rêvebirîya herêmî ya Kurdistanê destekê dide êriþên wan yên hewayî û reþahî yên li ser PKKyê. Eve çandin û þînkirina nifaqê ye di navbeyna Kurdan da.
Belêm li milê dî, ji reftar û axivtinên rêber û mezinên Kurdan yên di hukûmeta merkezî da jî, mixabin bêhna yêkgirtina neteweyî ya Kurdan nayê û eve jî bivê nevê cesaretê dide Erdogan û pêkve dewleta Tirk ku têkilîyên Kurdan yên di nav xwe da sabote bikin, hevratîya wan têkbibin.
Erdogan bi navê dewleta xwe bi du destkevtan vegerî ji Bexdayê: Yêk danana ”mekanîzmaya þirîkatîya stratejîk ya di navbeyna Iraqê û Tirkîyeyê da” ye ku armanc ”tengkirina [çiku êdî nikarin têkbibin] destkevtên Kurdan” e û eve di pirsa Kerkûkê da tête dîtin. Ya dî jî wergirtina mafê lêgerîn û bi kar înana petrol û gazê ye ku kana mezin ya ku Tirkîyeyê çavê xwe berdayê li Kurdistanê ye. Ev herdu ”peyman” jî destê Tirkîyeyê li navçeyê xurt dikin ku nîyeta wan ya xirab tête dîtin. Rewþeke paradoksal e ku di îmzaya Malikî da teyîda wezîrên Kurd û serokkomar Mam Celal jî heye, lê mixabin çu qazanca xelkê Kurd di vê ”peymana stratejîk” ya Iraq û Tirkîyeyê da nîne.
Ev ”peymana stratejîk” ya Erdogan û Malikî îmza kirî, bi encamên xwe ve dê tesîrên negatîv li bizava bi giþtî xelkê Kurd bike. Divêt Kurd jî di nav xwe da ”têkilîyeke stratejîk ya neteweyî” ava bikin ku hem tesîrên negatîv qet nebe mînîmalize bikin, hem jî firsetê nedine entrîka û provakasyonên dewleta Tirk û piranîya hukûmeta Iraqê ya baskê Ereb, ku bêhnê li Kurdan çik bikin. Ji bo vehûnandina ”têkilîyeke stratejîk” ya navxweyî ya Kurdan jî wezîfeya ehlaqî dikeve ser milê rêvebir û mezinên Kurdistana Federal.
ROJAN HAZIM
13 Tîrmeh 2008