15ê Tebaxê û PÊÞMERGERÎLA
ROJAN HAZIM
Þoreþa Kurdistanê komple ye û di hemû bask û kanalan da pêþdikeve. Ji çeperê leþkerî heta cepheyê sivîl û legal, di hemû waran da têkoþîn tête dan. Di halê hazir da karekterîstîka berbiçav baskê leþkerî ye. Ji bilî parçeyê baþûrarojava, li hersê parçeyên dî, bakur, baþûr û rojhilat, xebat û têkoþîna polîtîk di coka leþkerî da herikî, polîtîka bi giranî di saheya leþkerî da hate kirin. Eve ne tercîha Kurdan bû, kolonyalîstan çu rêyên dî li ber Kurdan nehêlan. Li paþ destkevta îro ya baþûr jî têkoþîna çekdarî heye û ji xwe hêza pêþmerge jî, ji demê berî serkevtinê maye, ku îro rola xwe di warê asayiþ û ewlekarîyê da bi cih tîne û þik têda nîne ”Gerîla” jî dê piþtî serkevtina parçeyên dî vê rolê bîne cih.
Di þoreþa bakur û rojhilat da îro jî þerê çekdarî bi rol û gringîyeke mezin dom dike. Hêza çekdarî xwudan deshilat e. Di tradisyona þerê çekdarî ya Kurdistanê da ji bo þerkerên çekhilgir gotina ”Pêþmerge” tête bi kar înan. Ev tradisyone ji bilî baþûr, li rojhilat hêj jî dom dike û di nav xelkê da gotina ”Pêþmerge” belav e. Belêm di þoreþa bakur da, ji ber giranahîya îdeolojîk û tradisyona ”baskê çepê” gotina ”Gerîla” hêj ji despêkê pêve hate bi kar înan. Gava PKKyê wekî hêza pêþeng ya polîtîk, þerê çekdarî di 15ê Tebaxa 1984ê da daye dest pê kirin, þerkerên xwe wekî ”Gerîla” bi nav kirin. Ev ”nav” bi giranî ji ber reftar û alîgirîya îdeolojîk û polîtîk ya ”baskê çepe”, hate tercîh kirin. Belêm axir, çi ”pêþmerge” bêjin, çi ”gerîla” bêjin, hemû jî hebûna xwe ya herî pîroz, canê xwe fedayî welatê xwe, xelkê xwe dikin û daku jîyaneke azad, demokratîk û bi rûmet ava bikin, welatê xwe ji bin destê dagîrker û kolonyalîstan rizgar bikin bêyî bedel xwe diavêjin pêþîya þer. Lewma em dê di vê nivîsê da, bi munasebeta ”15ê Tebaxê, roja Gerîla”, bi navê hemû ”pêþmerge” û ”gerîla”yên þehîd, du ”þerkerên þoreþa Kurdistanê”, du ”pêþmerge” û ”gerîla” bi bîr bînin.
Yêk hem pêþmerge, hem jî kadroyekî polîtîk û bijare û pêþeng yê þoreþa Kurdistanê li parçeyê rojhilat e: Elî Kaþifpûr.
Elî Kaþifpûr, endamê komîteya merkezî ya Partîya Demokrat ya Kurdistana Iranê bû. Ev pozisyona xwe, hem di demê Dr. Qasimlo da, hem jî di ”PDK-I, Rêberîya Þoreþger” da domandibû. Ji ber þertên bêhnçikêr yên wan salan mecbûr ma berê xwe bide penaberîyê û li dawîya sala 1989ê pêþîyê jin û zarokên xwe rêkirin Tirkîyeyê ku serî li ofîsa penaberîyê ya UNê bidin. Li dûv wan ew jî di serê sala 90î da hate Tirkîyeyê û wî jî serî li ofîsa penaberîyê ya UNê [Rêxistina Yêkitîya Neteweyan] da û ji teref UNê ve li bajêrê Konyaya Tirkîyeyê hatin bi cih kirin. Di van þertên penaberîya dijwar da jî Elî Kaþifpûr xebata xwe ya polîtîk domand. Lê wekî hemû dewletên kolonyalîst û dagîrker yên Kurdistanê, dewleta Îranê dewsa wî berneda û bi hevkarîya ajanên xwe cihê wî kivþ kirin û di 15ê Tebaxa 1990ê da li Konyayê þehîd kirin. Di kuþtina Elî Kaþifpûr da mutehid dewleta Îranê bû, belêm taþeron, destik û lolebkêþ çendek Kurdên xwefiroþ yên ji rojhilatê, ji dorberê navçeya Elî Kaþifpûr [Soma-Bradosta] û polîs û ajanên dewleta Tirk bûn. Tifaqa ”Antî Kurd” ya dewletên Tirk û Îranê di kuþtina Elî Kaþifpûr da jî tête dîtin. Elî Kaþifpûr nîveka þevê ji mala ku lê dima ji nav zar û zêçên xwe hate birin û her wê þevê jî demildest hate kuþtin. Malbata wî mixabin ku ew li Konyayê li goristana bajêr veþartin. Kuþtina Elî Kaþifpûr ji bo þoreþa Kurdistanê û bi taybetî parçeyê rojhilat berzebûneke mezin bû. Ew hem pêþmergeyekî jîr û netirs bû, hem jî kadroyekî pêþeng, organîzator û bijare yê polîtîk bû. Ew di ”15ê Tebaxê, roja Gerîla” da hate þehîd kirin. Roja þehadeta wî, herwisa roja ”hevsengerên” wî, roja ”PÊÞMERGERÎLA”yên Kurdistanê ye. Em Elî Kaþifpûr wekî ”PÊÞMERGERÎLA”yê þoreþa Kurdistanê, di vê roja giring ya ”Gerîla” da bi dilgermî û bi rêz û vîneke mezin bi bîr tînin.
Di vê roja ”Gerîla” da, wekî yêk ji sembolên bizava gerîla, hêja ye ku gerîlaya navdar, netirs û têkoþer Nûda Nazan Bayramê jî bi bîr bînin. Nûda Nazan di þerê 24-25ê Tîrmeha îsal [2008] da li Bota, navçeya Goya, Bestayê hate þehîd kirin. Ew jî hem gerîlayeke jîr û pêþeng ya HPGyê, hem jî kadroyeke bijare ya PKKyê bû. Nûda Nazan Bayram ji Elbakê, ji binemaleke heyî, belêm welatparêz kete nav refên þoreþê. Wekî gerîla û polîtîker, temsîleke bilind ya jina Kurd jî kir di têkoþîna Kurd û Kurdistanê da. Wê jî digel heval û hevçeperên xwe, hazirîyeke xurt dikir bo pîrozbahîya 15ê Tebaxa 2008ê, lê mixabin ku dijmin ew keys neda Nûdaya nazdara welatê xwe û ew jî tevî nav refên ”Gerîlayê Bênav” bû.
Di ”15ê Tebaxê, roja Gerîla” da, di vê roja bihadar ya þoreþa Kurdistanê da, Elî Kaþifpûr û Nûda Nazan Bayram, ji nav þerkerên doza Kurd û Kurdistanê, ji nav hêzên ”Pêþmerge” û ”Gerîla” du navên sembol in û ”PÊÞMERGERÎLA”yên Kurdistanê ne. Bila silav, rêz û vîna herî mezin bo giyanê wan yê pak û nemir be!.
ROJAN HAZIM
13 Tebax 2008