Hûn dikarin pirtûka
Devokê Hekarîya
ji adresa jêr bixwazin.
ROJAN HAZIM
Postboks 39
2660 Brøndby Strand
DANMARK
E-mail: belg@xweza.com
Birek ji pêşgotina pirtûka Devokê Hekarîya
ROJAN HAZIM
Pêşgotin
Li ser Devokê Hekarîya
Devokê Hekarîya yêk ji devokên bingehîn û sereke yê bi giştî zaravayê Kirmancî [Kurmancî] û herweha bi giştî yê zimanê Kurdî ye. Hekarî cografîyen sentrala Kurdistanê ye. Digel hemû dagîrîyên xelk û dewletên zordar yên di dîrokê da pêkhatî jî, Hekarî ji qedîm were warê Kurdan bûye. Axa Hekarîya bingehê bûyîn û tekamilî û pêşkevtina xelkê Kurd e. Ji sîstemên îdarekirin û domandina jîyanê yên ji destpêka jîyana prîmîtîv heta sîstemên relatîven pêşkevtî yên dûmahîka sedsala 19an, xelkê Kurd yê xwecih ev warê xwe yê bab û bapîra, her bi çi rengî be, xwe bi xwe avadan kirîye û di rê birîye. Di bin îdareya Osmanî da be jî, Mîranîya Hekarîya ya li dawîya sedsala 19an bû sîstemê dûmahîkê yê xwe bi xwe îdarekirina Kurdetîyê. Li Hekarîya ji serî were sîstemê eşîrî xwudan desthilat bû. Feodalîyet wekî sîstem li Hekarîya nebû xwudan desthilat. Sîstemê eşîrîya Hekarîya digihe sîstemên klan [clan] û trîbeya [tribe] kevin. Reya xwûnê stûna ragir ya vî sîstemî ye. Li Hekarîya organîzebûna jîyanê bi rêya sîstem û mekanîzmayên êl û eşîrî pêkhat. Eşîr, êl, babik, hûrebabik, ûcax û qinêt bûne xelekên pîramîdê vî sistemî û ev pîramîde bi stûna xwûnê hate ragirtin. Vî sîstemî, ji huqûqê bigirin heta bazara kirîn-firotina navxweyî, pîramîdê rêvebirîna civatê organîze kir û damezrand. Di vî sîstemê eşîrî da, aşê rêvebirina civatê bi zimanê xwe, bi zimanê Kurdî hate gêrandin. Ji jîyana sosyal, kulturî, hunerî bigirin heta komple baskên dî yên jîyanê bi zimanê Kurdî hatin jîyan. Vê çerxê zimanê Kurdî bi hemû elementên xwe ve jînde hêla û parast. Tarzê jîyana eşîrî ya Hekarîya, bû zirhê gîyanê xwerûtî û otantîkîya zimanê Kurdî. Dagîrîyan û zimanê dagîrkeran neşîya (nikarî) vî zirhê polayî [pîlayî] yê li dora zimanê Kurdî bihelîne, anjî bişkêne. Sîstem û mekanîzmayên eşîrî, tevnê sosyolojîk yê civatê wekî ferşên zinarê Berê Şine hind şithayî raçand ku çu zimanên sîstem û mekanizmayên dagîrkerî neşîyan nifûzeke têkbir lê bikin. Folklor û kultura xwecih, şîn û şahî pêkve bûne çeperên parastina zimanê Kurdî li Hekarîya. Ji ber ku di nav vî sîstemê eşîrî da, zimanê bazarê Kurdî bû, zimanê dîn û dîyanetê Kurdî bû, zimanê huqûqa eşîrî Kurdî bû, zimanê xwandina li medreseyan Kurdî bû, zimanê bizava sosyal, kulturî û hunerî Kurdî bû. Xelkê komple şîn û şahîya xwe bi zimanê Kurdî kir. Di jîyana şahîyane ya Hekarîya da, zimanên ”pêşkevtî” yên cîranên dagîrker bi kar nehatin. Deng û gotina Kurdî ji dest nehate berdan. Di danan û avakirina malekînî da şahîyên şûkirinê sê şev û sê rojan bi stranên Kurdî xemilîn, geş bûn. Serpêhatî, çîrok û tîyatroyên di şahîyên şûkirin û şevborîkên zivistanan da bi Kurdî hatin gotin û leyistin. Lorîyên şînê bi Kurdî hatin gotin, xem, kul û keser bi Kurdî tîr bûn. Rûyê negatîv yê sîstemê eşîrî, pêşveçûna civatê ya sosyoekonomîk, sosyokulturel û sosyopolîtîk û baskên dî yên jîyanê, bi giştî tekamilî û prosesa pêşkevtinê direng hêla, belêm rûyê pozîtîv yê sîstemê eşîrî di serî da huvîyeta Kurdbûnê, anku zimanê Kurdî parast. Di nav hemû dijwarî, zulm û zordarîyan da jî be, li Hekarîya, li vî warê qedîm yê Kurdan, li sentrala Kurdistanê, li nav dilê Kurdistanê, Kurdî hate jîyan. Hekarîya ji xwe kana folklor, huner û edebîyata devkî ya Kurdî ye, belêm herweha bû kana zimanê nivîskî yê Kurdî jî. Aladarên zimanê nivîskî yê Kurdî ji vê axa bi xêr û bêr ya Hekarîya derketin. Destan, şeir (helbest), tîyatro ji ber qelemên zanayên vê axê rijyan ser kaxezê. Ramana Kurdayetîyê bi mezinahîya mejîyê Ehmedê Xanî û qelemê wî yê sihrî bû destan. Folklora Kurdî, jîyana sosyal û kulturî ya xelkê Kurd, digel xwezî û daxwazên bilind yên xwebûnîya Kurdî, ji ber qelemê Ehmedê Xanîyê Hekarîya bûne re û mûreyên fîlozofîk di destana Mem û Zînê da, bûne şîret û mesajên paşeroja xelkê Kurd, anku biçûkên Kurda, di Nûbihara Biçûkan da. Di perwerdeya li medreseyên di cografyaya fireh ya Hekarîya da, zimanê Kurdî bû destûra jîyana Kurdîtîyê. Şeir û mesnewîyên herî têr û tijî ji ber qelemên zanayên Hekarîya herikîn. Mewlîda Kurdî, ji bo meth û senayê pêxemberê islamê Muhemed hatibe nivîsîn jî, di dereceya herî bilind ya lîrîk da û bi zimanê Kurdî ji ber qelemê Mela Huseynê Bateyî yê Elkîya Hekarîya derketîye. Elî Herîrî û herweha xwudanê şeirên destanî û serpêhatîyî Feqîyê Teyra jî ji cografyaya Hekarîya Kurdî bilind kirine. Dîsa Feqî Reşîd, Pertew Beg heta Evdirehîm Rehmîyê Hekarî, gelek şair û zanayan ji axa Hekarîya alaya dengî ya xelkê Kurd, zimanê Kurdî bi ruh û can êxistine. Ji ber vê axa pîroz ya zimanê Kurdî ye ku gelek zanayên Kurd bihayekî mezin dayne Kurdîya Hekarîya û Kurdîya Hekarîya wekî bingehê zimanê Kurdî, zaravayê Kirmancî wergirtine, qebûl kirine. Di kar û xebatên zanyarî û edebî ya bi Kurdî da, li serê sedsala 20an da jî ji Kurdîya Hekarîya hatîye dest pê kirin. Hema bi serê xwe destana Mem û Zîn, Mewlîda Mela Huseynê Bateyî, şeirên Feqîyê Teyra, herweha şeirên Mela Ehmedê Cizîrî jî, ku bi devokê nêzîkî Hekarîya, devokê rojhilata Botan û bi hizr û hisên bilind yên evînî hatine nivîsîn û yên dî, bûyne materyalên bingehîn yên zimanê Kurdî di destê nivîskar û perwedegeran da. Melayên Kurd ev materyalên behskirî di medreseyan da bi kar înane, bi sedan feqî gihandine. Ji ber vê zengînî, xwerûtî û otantîkîya Kurdîya Hekarîya ye ku di serê sedsala 20an da zanayê bihadar Xelîl Xeyalîyê Modanî [Motkî] di nivîsareke xwe ya li ser hûbûna [fêrbûn] Kurdî da, balê dikêşe ser Kurdîya Hekarîya jî û wisa dibêje: ”Di amadekirina gramera Kurdî da, rêya herî kurt û xwezayî ew e ku famîlyaya mezin ya zimanî bingeh bête wergirtin. Di demê me da ev heq yê Kurdîya bakur e. Ji ber vê yêkê, bo vê armancê ez dikarim tewsîye bikim ku lehceya Hekarî û Bohtan bête tercîh kirin.” [Seîdê Nûrsî, Malmisanij, r. 109. w. Doz]
Xebata Samuel Audly RHEA
Ev xebata gramerî û ferhengokî ya li ser devokê* Hekarîya, ji alîyê mîsyoner Samuel Audly RHEA ve di serê nîvîya duyê ya sedsala 19an da (1851-1860) hatîye kirin.
* [[Tam li vê derê hewcehî bi vekirina parantêzekê heye ku gotina ”zarava” û ”devok” bête zelal kirin. Di tekst û nivîsînên kevin da termên ”zar” û ”zarava” bi du manayan bi kar hatine; hem ji bo ”dîyalekt” hem jî bo navdîyalekt û aksanên cuda hatine bi kar înan. Di manaya ”dîyalekt” da zêdetir ”zarava” tête bi kar înan: ”Zaravayê Kirmancî, Zaravayê Soranî, Zaravayê Zazakî, Zaravayê Goranî”. Bo navzarava jî ”zar” bi kar têt; ”zar”ê filan eşîrê, yê bêhvan gundî tête gotin. Carna jî berevajî vê yêkê ”zar” ji ”zarava”yî mezintir tête dîtin. Bo navzaran jî ”zarava” tête gotin: ”Zaravayê Hekarîya”, ”Zaravayê Cizîrê -[Ronahî, r. 398, w. JN]-”. Bo ”şîwe”yên jêk cuda termên ”zarava” û ”zar” hêj jî bi kar tên. Xelkê du bajêrên cîran danin alîyekê, du gund carna jêk cuda diaxivin û bo vê cudahîyê ”zarava” û ”zar” dibêjin. ”Zarava” an ”zar”ê vî gundî, bajêrî anjî vê eşîrê ji yê me cudatir e dibêjin. Li hindek deveran bo ziman jî ”zar” dibêjin. Evro bi taybetî di warê zimanzanîyê da termên ”zarava” û “zar” bo “dîyalekt”î têne bi kar înan. Gotina ”devok” nû ye. Digel hindê jî êdî qebûlîyek jî peyda kirîye. Di nav bi giştî zimanî da, li nav zarava û devokan, ji ber telefuzkirina gotinan, hem deng cih diguhorin, hem jî cudahîyeke deng û telefuzî jî derdikeve meydanê ku ew jî navdevok û nuansan pêktînin. Lê belê, di bi kar înana ”zayend”ê gotinê da têkilavî û hetta şaşîyek bi giştî jî tête kirin. Di zaravayê Kirmancî da her ”nav” xwudan zayend e. Zayendê [cinsê] gotina ”ziman” anjî bi gotina Hekarîyanî ”ezman”î ”nêr” e. “Nêr” di dûmahîka navî da bi çemandina dengê ”ê”, “mê” bi dengê ”a” tête kivş kirin. Li goreyî vî formûlî; zimanê Kurdî tête gotin. Zimana Kurdî naête gotin. Li goreyî lojîka zimanzanîyê, di pîramîdê termînolojîk yê gotina zimanî da zayendê ”nêr” domînant e. Di serî da ”ziman”, paşê “zarava, zar, devok û aksan” hemû ”nêr” in. Bo nimûne;
* zimanê Kurdî / ezmanê Kurdî / zarê Kurdî
* zaravayê Kirmancî / dîyalektê Kurmancî
* zarê Hekarîya
* devokê Hekarîya
* aksanê Elkîyê / aksanê Şemdîna
Di vê ekuasyonê da, heke bi formê nêr ”zimanê Kurdî” bête gotin, belêm paşê jî bi formê mê ”zaravaya Kirmancî”, ”zara Hekarîya” anjî ”devoka Hekarîya”, ”aksana Elkîyê” anjî „aksana Şemdîna“ bête gotin, nabe û şaş e. Divêt ev silsileya zayendî ya termên zimanî neête xirab kirin. Ziman, zarava, zar, devok û aksan bi zayendê ”nêr” têne çemandin anku deklîne dibin. Di devokên rojavaya Kurdistanê da, ev taybetîya zaravayê Kirmancî [Kurmancî] ya zayendî, mixabin ku ber bi windabûnê ve diçe û hema bêjin hemû nav û term bi zayendê [cinsê] ”mê” têne bi kar înan ku eve şaşîyeke mezin e û herweha jî tehrîbata zimanî ye.]]
Xebata nivîskarî ji bilî li ser zaravayekî Kurdî rawestanê, ji ber nivîsîna bi tîpên latînî ya Kurdî ve jî gelek giring û bihadar e. Herçend ortografîya Ingilîzî jî bi kar îna be, alfabeya bi tîpên latînî di Kurdî da bi kar înaye. Ji vî alî ve, xebata RHEA, piştî xebata gramer û ferhenga Kurdî & Italî & Kurdî ya Dal P. Maurizio GARZONI ya li sala 1787ê li Romayê çapbûyî, xebata duyemîn e di vî warî da ku yêk ji nimûneyên destpêkê ye û ji vî alî ve jî hêjayî bihadayîneke mezin e. Xebata M. Auguste JABA û M. Ferdinand Justi jî ya „Ferhenga Kurdî & Fransî“, piştî ya RHEAyî, li sala 1879ê li St. Petersbourgê (Leningrad), çap bûye…
Navên genîtîv
Di formê piranîkirina halê genîtîv yê navan da jî, nivîskarî, gelek heq û normal, çi bihîstîye ew nivîsîye, ku di devokê Hekarîya, Bahdîna, rojhilata Botan û hetta Kurdên Kafkasyayê da, navên genîtîv bi paşkîtên ”êt” anjî ”êd” têne piranî kirin. Belêm Celadet Bedir Xanî di vê yêkê da jî reformek pêkînaye û formê piranîkirina navên genîtîv bi paşkîta ”ên” bi kar înaye. Li Hekarîya, Bahdîna, rojhilata Botan û Kafkasyayê, ”biraêt me”, anjî ”Kurdêt rojavayê” tête gotin. Celadet Bedir Xanî, eve wisa lê kirîye; ”birayên me”, ”Kurdên rojavayê”. Vêca, ya rastî di zimanê nivîskî yê bi alfabeya tîpên Latînî da, formê ”ên”, yê ku Bedir Xanî reforme kirî û bi kar înayî, evro kêm zêde belav bûye û adeta rengekî standardîyê wergirtîye. Riberiz dikare li ser bête kirin, gelo hewcehî bi vê reformê hebû an ne? Ji ber ku li goreyî piranîya nifûsê jî be, bi zêdehî ve formê ”êt” anjî ”êd” bi kar têt û herweha di edebîyata klasîk ya Kirmancî (Kurmancî) da jî, di destana Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî da, di Mewlîda Mela Huseynê Bateyî da, di helbestên Feqîyê Teyra û Mela Ehmedê Cizîrî û hemû tekst û pirtûkên nivîskarên berê da û herweha nivîskarên vî demê nû yên Hekarîya, yên Bahdîna û yên Kafkasyayê da jî formê qedîm yê destpêkê bi kar hatîye û evro jî bi taybetî di lîteratûra nivîskî ya li Kurdistana Başûr li Bahdînan da tête domandin. Lewma cihê riberizê ye, ku boçi gelo ”ên” bûye standart, anjî dê boçi bibe standart? Lê li alîyê dî, di piranîya pratîka cîhana nivîsînê ya evro da jî, reforma Bedir Xanî, ”qebûlîyek” jî peyda kirîye ku eve jî realîteyek e. Belêm, ji alîyê ”pirskerîya zanyarî” ve dikare dîsa ve li ser bête rawestan û riberizek li ser bête kirin. Li vê derê tiştê divêt bête gotin ew e ku, formê Hekarîyanî û Bahdînanî, anku paşkîta piranîkirina navê genîtîv yê bi „êt“ û „êd“, formên rast in û fonksîyona cêmikîya formê „ên“ tînin cih. Ji xwe destpêka nivîsîna bi Kirmancî jî bi vî formê „êt“ û „êd“ bûye. Belêm dîsa ve, herdu formên piranîkirina navên genîtîv jî, anku „êt“ û „ên“, rast in û di şertên evro da dikarin paralel bêne bi kar înan. Ji xwe di cîhana nivîsînê ya Kurdistana Başûr da, bi taybetî li Bahdîna, di zaravayê Kirmancî da ev formê qedîm yê destpêkê tête bi kar înan, anku evro jî pratîken fonksîyonel e. Esasen safîyetên di van waran da, di dirêjîya dem û salan da bi norm û rêzikên xwezayî û evolutîv ji xwe pêktên. Lewma daberizînên ûltra û ne di cih da û ji metodên zanyarî dûr, konfilîktên zimanî kûrtir û mezintir dikin. Di çarçoveya danasîna vê pirtûka taybetî da, helbet li ser vê mijarê naête rawestan, lê me xwast destnîşanîyekê li ser bikin. Me formê Hekarîyanî wekî xwe parast, lê formê nû jî di nav parantêzê da dana rex.
Di midehê 14 salan da, têkilîyeke gelek germ û dostane digel xelkê navçeyê, anku Kurdan danaye. Hind zû hûyî (fêrî) Kurdî bûye ku, rûniştîye hem ji alîyê gramatîk, hem jî ji alîyê vokabularî, herçend devokê Hekarîya jî be, li ser zimanê Kurdî xebitîye û hem xwe perwerde kirîye, hem jî bi vê berhemê xizmeta zimanê Kurdî kirîye, anku xizmeta elementê herî bingehîn yê hebûna xelkê Kurd kirîye. Pozisyon, niyet û armanca wî ya li nav Kurdan, li Hekarîya li navçeya Şemdîna, çi dibe ferq nake, di encam da bi vê berhema xwe ya bihadar, xizmeta zimanê Kurdî û xelkê Kurd kirîye.
Di vê xebata wî da gelek kêmasî û hetta şaşî jî hene, belêm eve bihayê kar û xebata wî kêm nakin. Em Samuel A. Rheayî, ji ber vî kar û renca wî ya zanyarane û ronakbîrane, bi başî û qencî bi bîr tînin.
ROJAN HAZIM
Sibat 2004
**
Dirêjîya vê nivîsarê di pêşgotina pirtûka “Devokê Hekarîya” da ye.
ROJAN HAZIM