paşve

 

Nûçeyek û kulturek

 

ROJAN HAZIM

 

Li Kurdistanê roj bîst û çar seet ”maf, huqûq û azadî” têne binpê kirin. Eve tête manaya ku esasen ne maf, ne huqûq, nejî azadî nînin li Kurdistanê. Ma dê çawa hebin! Tirkîye di nav tixûbên xwe yên ”fermî” da, du polîtîkên ekonomîk, sosyal, kulturî û huqûqî bi kar tîne. Teorîken her tiştê wan ji bo ”tixûbên fermî” hatine amade kirin. Belêm, pratîken du navçe ji hev gelek cuda ne û encam jî ne wekî hev in. Huqûq bi giştî, mewzûatên fermî, malîyet, perwerde, realîzekirina plan û programên avadanîyê û gelek baskên dî yên hewce, li du navçeyan ji hev cuda têne tetbîq kirin: Li Kurdistana kolonî cuda, li Tirkîyeya kolonyalîst cuda!. Ji sê bahra du bahr û nîv butçeya dewletê li Tirkîyeyê, anku bi jargona fermî, li ”rojavaya Tirkîyeyê” tête xerc kirin. Nîv bahra mayî li Kurdistanê, anjî dîsa li goreyî ”zimanê fermî” li ”rojhilata Tirkîyeyê” tête serf kirin, ku ew jî bi zêdehî ve ji xwe li mesrefa binke, baregeh, dayre û dezgehên fermî û karmend, polîs û leşkeran, anku ji bo di dest da girtina kolonîyê çend hewce be hind tête xerc kirin. Meblaxekî biçûk jî, li rê û rêbaran têne serf kirin,  ku ew jî zêdetir bi mexseda polîtîkên kolonyalîstî tête kirin. Di salên 60î da ev neheqîya dihate kirin, ji alîyê xwandayên Kurd ve dihate protesto kirin û ji bo vê dij derketina polîtîkên dewletê jî sloganeke gelek balkêş dihate avêtin; ”doğuya karakol, batıya fabrika yol”, anku ”bo rojhilatê qereqol (binkeyên leşkerî û polîsî), bo rojavayê fabrîke û rê”! -Mexsed ji ”rojhilatê” Kurdistan e-. Ev slogane di wê demê da gelek popûler bû û di hemû mitîng û demonstrasyonên Kurdan da dihate avêtin, ku gelek kurt û vekirî polîtîka dewletê ya beramberî Kurdan îfade dikir. Ji serê damezrandina komara Tirkêyeyê were ”Polîtîka erqê” ya dewletê ya bi taybetî hebû û li goreyî wê polîtîkê bi rê diketin ku ew tradisyon evro jî di şertên nû da û bi dijwartirî tête domandin. Bi navê ”perwerdeyê” jî, tiştê ku dewletê li Kurdistanê kirî jî, avakirina ”merkezên asîmîlasyonê” bû. Ji salên 60î pêve li timamî Kurdistanê ”yatili okul”, anku ”dibistanên bi xwarin û vexwarin û cihê nivistinê (razanê)”, vekirin û biçûkên binemalên destteng û feqîr hilgirtine van ”dibistanên taybetî” û bi perwerdeya Tirkî xwastin serê wan bişon û yên kêmekan jî şûştin. Gerçî di nav dem û salan da ev ”sîleha wan” li wan zivirî û bi hizaran ciwanên Kurd yên ku li wan dibistana xwandî, bûn welatperwer û neteweperwerên bijare. Ji alîyê di rê birina kar û barê dewletê da jî, li Kurdistanê wezîfeyên rêvebirî di destên karmend û berpirsiyarên Tirk yên ji rojavayê dihatin da bûn.  Kêmek ”xwe firoşên Kurd” jî bi navê wan di dereceya duyê da dibûn berpirsiyarên dewletê li Kurdistanê. Digel hindê, dewletê Kurdistan, anjî bi gotina wan ”şerq anjî doğu”  herwisa kiribû cihê mişextîyê, anku ”surgun”ê jî. Ji amir an memûrek nerazîban, ew rêdikirin Kurdistanê. Ji bo karmendên xwe yên ku wezîfeya komîserîya kolonîyê dikirin jî, ”şark-doğu hizmeti”, anku ”xizmeta rojhilatê” bi kêmasî du salan kiribûn mecbûrî, belêm meaşekî têr jî didanê. Temsîla dewletê ji xwe polîs û leşkeran dikir li Kurdistanê, ku evro jê her ew in. Ew polîtîkên tradisyonel yên dewletê, helbet evro hêj xurttir, bi zanahîtir, bi plan û programtir têne domandin li Kurdistanê. Vê polîtîka wan ya asîmîlasyonîst, birandin û zulmê ya li ser Kurdan, beramberî xwe berxedaneke bilind û xurt ya xelkê Kurd îna. Êdî Kurd ne Kurdên salên 60î bûn. Organîzebûn û di salên 70, 80 û 90î da têkoşîn û şerekî xurt beramberî dewletê dan û rûhîyeta neteweyî bilind bû, Kurd bûn, Kurdistanî bûn geş bû û gelek tiştên dî yên baş pêkhatin li nav Kurdan û Kurdistanê. Ji ber vê rewşa nû ya Kurdan û Kurdistanê, dewletê jî di warê ”tepeserkirina xelkê Kurd û wêrankirina Kurdistanê” da, xwe nûtir û xurttir kir!

Di vê polîtîka dewleta Tirkîyeyê ya kolonyalîst da gelek elementên nînekirina Kurdan, bi reng û rûyên cuda evro bi zanahîtir têne domandin. Asîmîlasyon, anku helandina zimanê Kurdî û elementên dî yên Kurdbûnê, diskrîmînasyon, anku ferq û cudahîya etnîkî ya di eleyhê Kurdan da, bi plan û proje û teknîkên ”modern” têne kirin. Dewlet, digel van metodên ”nûjen”, kiryar û tarzên xwe yê kevin jî bêperwa didomîne. Qanûnên xwe, nîzamname û hemû ”nameyên xwe yên zept û reptê” li Tirkîyeyê, anku li ”rojavayê” li ser xelkê xwe ”piçek mirovîtir” bi kar tîne. Belêm li Kurdistanê heta zerreya biçûk di eleyhê Kurdan da bi kar tîne. Di vî warî da hewcehî bi ”veşartinê” jî nabîne. Bo nimûne, ji dawîya sala 1999ê were, Tirkîye bûye namzeta endametîya Yêkitîya Ewrûpayê (YE). YEyê li goreyî xwe norm û rêzik, qanûn û destûr hene. Li ser bîr û bawerî, tarzê jîyanê, maf û azadîyan, dad û dadyarîyê, krîter hene, ku bi navê ”Krîterên Kopenhagê” navdar in. Gava YEyê, Tirkîye kire namzet, ev koma krîteran danan ber Tirkîyeyê ku di nav xwe da guhorînên huqûqî, destûrî û gelek mewzûatên dî pêkbîne. Berî her tiştî YEyê ji wan xwast ku, di serê hemûyan da, ”maf û azadîyên xelkên kêmanî” bi qanûnan bêne garantî kirin û realîze kirin, anku xelkên kêmanî maf û azadîyên xwe bi serbestî bi kar bînin, bijîn. Wekî li Tirkîyeyê behsê ”maf û azadîyên kêmanîyan” tête kirin, her di serî da û gelek heqane, Kurd têne bîr. Herçend li goreyî Kurdan gotina ”kêmanî” şaş jî be ji bo tarîfa hebûna wan li nav ”tixûbên fermî” yên Tirkîyeyê, lê dîsa ve, mexseda YEyê ji ”kêmanîyan” di serî da Kurd in. Ji ber ku ji Ermenî, Rûm û Cihûyan, ”kêmanîyên dînî” tête behs kirin. Ji alîyê YEyê ve bo Kurdan çi tête xwastin; ”perwerde û weşana bi Kurdî û wekî Kurd jîyan û di navçeyên xwe da, xwe îdare kirin”! Herweha YE ji Tirkîyeyê dixwaze ku hemû qanûn û mewzûatên xwe li goreyî ”şertên YEyê” nûve bike û di pratîkê da jî bêqusûr bi kar bîne. Ji 1999ê were eve pênc sal borîn. Tirkîyeyê ev demê dirêj, bi rêveçûna kûselekî derbaz kir. Di guhorînên qanûn û mewzûatî da tiştên sivik û rûavkî kirin, ji bingehî guhorîn pêkneînan, xwe bi makyajkirina qanûn û destûran ve mijûl kir. Hûrmûrên wekî maske û makyajî û dekoratîf kirî jî, qet di pratîkê da tetbîq nekirin. Bi kurtî, ne di warê ziman, perwerde û weşana bi Kurdî da, ne jî di xwastekên dî yên demokratîk yên Kurdan da çu guhorîn û qenckirin pêkneînan. Ew guhorîna li ser perwerde û weşana bi Kurdî kirî jî, hem ne guhorîneke micid û têrker bû, hem jî tiştê kirî jî di pratîkê da bi kar neînan. Ew guhorîn wekî dekor danan vitrîna xwe ku YEyê pê bixapînin. Di eslê xwe da xwe dixapînin, lê vê xemê jî qet naxwun. Di vî warî da bi hizaran nimûne hene. Gava hewce bû ku guhorîna di warê ”perwerdeya bi zimanên kêmanîyan” da bikin, dîsa li goreyî tradisyona xwe ya salan ya asîmîlasyonîst û şoven, kirin û bi navê ”qanûna perwerdeya bi lehceyên navçeyî” qanûnokek bêserûber derêxistin û ew jî bi rastî tetbîq nekirin. Kurdan dîsa ve li ber vê guhorînê xwastin ”kursên prîvat yên Kurdî” vekin, vêcarê jî bi hizaran binas û astengên pratîk û teknîkî derêxistin pêşîya wan. Li Batmanê gava ”kurs hate vekirin” bi hêceta ”der û pencereyan” ku goya ne li goreyî standardên dibistanan e, asteng kirin, nehêlan kurs vebe. Heta ku der û pencere ji nûve hatin çêkirin, axir bi rik û berxwedana Kurdan mecbûr man destûra vekirina ”kursa Kurdî” bidin. Ew asteng bi zêdehî ve li Wanê jî danan pêşîya Kurdan. Bi van polîtîkên xwe dixwazin Kurdan bêzar bikin ku desta ji van kar û xebatan berdin. Lê helbet Kurd jî xwe sist nakin, dixebitin ku ji her kun û derzeke qanûn û destûrên fermî îstifade bikin ku perwerdeya bi Kurdî bidomînin. Kurd adeta avê berevajî diherikînin beramberî van dek û dolabên dewleta Tirkîyeyê ku astengan rakin, hîle û desîseyên dewletê pûç û betal derêxin.

Aştîya bi Kurdî

Di vî warî da nimûneyeke nû jî dîsa li Batmanê pêkhat. Mamostayekî Kurd, ku li dibistana seretayî ya Zubeyda Xanimê ya li nîveka bajêr perwerdekarîyê dike, ji bo ”cejna xwandinê” digel helbesteke Tirkî, tercumeya wê ya bi Kurdî jî bi xwandekaran dide ji ber kirin. Binemaleke an xwefiroş, an tirsonek, anjî bi rastî caş, pêdihese ku zarokên wan digel helbesta Tirkî, Kurdîya wê jî ji ber dikin. Xwe nagirin û bi lez û bez vê ”bûyera mezin” digihînin ”meqamên dewletê”.  Ew berpirsiyarên dewletê ku ji bo xizmetê ji cihê xwe nalivin, di sanîyeyekê da xwe digihînin dibistanê û wî mamostayê ku ev ”sûce” kirî, radikêşin îstasyona polîs û didin ber pirs û pirsyaran. Ji Walî bigirin heta mudûrên dibistanê, lêpirsîneke ”kûr” li ser vî mamostayê ”terorîst” dikin û di encam da wî mişextî (surgûnî) dibistana gundê ”Yêmişlî” ya girêdayî Gercûşê, dikin. Piştî ku ”bûyera terorîstî” tête bihîstin û mamosta ji dibistanê tête dûr kirin, binemalên welatparêz, têne derê dibistanê û vê kiryara mudûrîyeta dibistanê û Walîyetê protesto dikin û ji wan dixwazin ku vê ”mişextkirinê” rawestînin û rê bidin mamostayî ku karê xwe bidomîne. Ji ber ku mamostayekî jîr û kêrhatî bûye, binemal lê xwudan derketine ku zarokên wan ji perwedeyeke baş bêbahr nemînin. Lê ma xema Walîyet û mudûrîyeta dibistanê ye. Qet guhê xwe jî nedane wan û mamosta rêkirine cihê nû û lêpirsîna li ser wî ya hiqûqî jî domandine. Mamosta Oktay Erîman jî li ser van ecêbîyan xwe parastîye, lê ma huqûq heye! Mamostayî di parêznameya xwe da wisa gotîye; ”Min ev helbest di CDyan da bihîstibû. Li TVyan jî carna stranên Kurdî dihatin gotin. Min jî ji vê yêkê cisaret wergirt û ew helbesta li ser aştîyê digel ya Tirkîyê, Kurdîya wê jî da zarokan ku ji ber bikin û di ”cejna xwandinê” da bixwûnin. Ma min çi zanî ku dê bête vê dereceyê. Ez bi xem im ku hêj min ”karne” nedayî xwandekarên xwe hatim mişext kirin.” Helbesta li ser aştîyê jî hem bi Tirkî, hem jî bi Kurdî ev e:

Tirkîya wê:

Dünya çocuklarıyız

Beyaz güller gibiyiz

Barış istiyoruz biz

Barış, barış, barış

Barış ve özgürlük.

Kurdîya wê jî ev e: *

Em zarokên cîhanê ne

Wekî gulên spî ne

Em aştîyê dixwazin

Aştî, aştî, aştî

Aştî û azadî.

* Tercumeya wê me serast kir. (nota me -RH)

Ev nûçeye di Rojnameya Batmanê da hatîye weşandin û rojnamevan EÖ û BByan jî di malpera ”bianet”ê, 14ê Gulana 2004ê, dubare kirine nûçe. Helbet destên wan sax bin ku ev ”nimûne” jî li ser ”kirêtîyên” dî yên polîtîka dewletê zêde kirin. Gerçî ev nûçe, di şertên Kurdistanê da li ber wêrankirina gundan, girtin û kuştinan, terora dewletê ya li seranserê Kurdistanê, ne ”bûyereke” gelek mezin û nebûye! Ji ber ku ev cure kiryar êdî ji ”bûyînên” rêzê ne û di polîtîka dewletê ya li Kurdistanê da bûye ”rûtîn”! Belêm dîsa ve divêt bêne deşîfre kirin, nivîsîn û hem bêne protesto kirin, hem jî bo dezgehên navneteweyî û bi taybetî jî bo YEyê bi firehî bêne rapor kirin, daku bizanin Tirkîye di derheqê maf û azadîyên Kurdan da, ne guhorînan dike, nejî yên ku bi makyajî û bêserûber têne kirin jî qet naên bi kar înan. Divêt projektorên geş bidine ser pratîka antî demokratîk ya dewletê ya li Kurdistanê, ku ev cure bûyerên ku heroj têne dîtin jî, neêne ji bîr kirin û neêne peçinîn. Divêt Kurd ji rûtînê derkevin û ”rûtîna” dewleta Tirkîyeyê ya hovane, heroj û her seet deşîfre bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Esas ev bûyere herçend ji ”rûtîna” dewletê jî be, divêt micid bête girtin, li ser bête rawestan. Helbesteke hinde kurt, ku hemû gotin û hevokên wê ji ”aştî”yê pêkhatine, lê dîsa ve ji xezeba berpirsiyarên dewleta Tirkîyeyê xilas nabin! Belêm ma xema dewleta Tirkîyeyê ye. Aştî jî be, bi Kurdî hatîye gotin û ew sûc e!  Vêca ev e dewleta Tirkîyeyê! Ma mirov dikare çi bêje hey hewar! Dewleteke hinde ji gotina aştîyê ditirse, dê çawa pêşve biçe, xwe nûve bike, xelkê xwe têr û azad bike! Eve hovîtîyeke nedîtî ye! Dewleta Tirkîyeyê, bi van kiryarên xwe aşkera dike ku misqalek têhn ji aştîyê, ji kultur û tradisyona aştîyane û humanîter ya cîhanê wernegirtîye, dê çawa di aştîyê bigihe! Dewleta Tirkîyeyê, heçî gava gotina aştîyê bihîst, xwe li erd û esmanan bide, ji zulm û zorê pêve çu rê û metodên têkilî û diyalogê nizane, dê çawa digel xwe û xelkên der û dorên xwe aşt be gelo! Dewleta Tirkîyeyê û mixabin belêm bi piranîya xelkê xwe ve jî, ji kultur û tradisyona aştîyê dûr in, hem jî bi hizaran kîlometre dûr in! Tirkîye hinde antî Kurd e, ku tehmmula gotina aştîyê ya bi Kurdî nake. Eve tirs û xofeke kûr e!. Dewleta Tirkîyeyê ji siha xwe ditirse, tûşî nexweşîya paranoyayê bûye. Her çi gotineke Kurdî bibihîze, dilerize. Eve ta ye, hem jî taya mirinê! Tirkîye nikare xwe ji vê taya mirinê xilas bike, heta ku digel Kurdan aşt nebe! Dermanê taya mirinê ya dewleta Tirkîyeyê tinê aştbûna digel Kurdan e. Heta ku dewleta Tirkîyeyê ji ”sendroma Kurdan û Kurdistanê” xwe xilas neke, nikare ne qenc bibe, ne sax bibe, nejî ji hizaran pirs û pisgirêkên ekonomîk, polîtîk û yên dî, pişta xwe rast bike! Çareyeke dewleta Tirkîyeyê heye, ew jî, aştîya digel xelkê cîran, xelkê Kurd e. Çareyeke dewleta Tirkîyeyê heye û ew jî, aştîya digel welatê cîran, anku Kurdistanê ye!

ROJAN HAZIM

Gulan 2004

serî