paşve

 

Nîveka Sibatê û xewneke şirîn  

 

ROJAN HAZIM  

 

Biraderekî gelek nêzîk, di nav axivtina xwe da behsê xewneke xwe kir. Xewneke gelek balkêş bû. Lê belê, ne serê wê, ne nîveka wê, ne jî binê wê xewnê li bîra wî bû. Belêm, ecêba mezin ew bû ku, wekî bi wan tiştên kem û kêmên li bîra wî mayî xewna xwe digot, heyecanek di çavên wî yên ela da gelek baş dihate his kirin. Çavên wî dibiriqîn, rûyê wî dikenî, girnijîneke şirîn di lêvên wî da xuya dikir. Vê yêkê di min da xwasteka guhdarîkirinê fûrhand. Bi mereqdarîyeke mezin min tika jê kir ku bi sebir û bêhn, xewna xwe bi hemû alîyên xwe ve bîne bîra xwe û bêje. Wekî wî ev hezkirina min, mereqdarîya min ji dil dît, heyecana xwe lixav kir, bêhneke kûr hilkêşa û ji nû û serî ve dest bi gotina xewna xwe kir. Hindî bi nav xewna xwe da çû, vêca heyecanê ez girtim. Min xwast vê heyecanê digel we parve bikim.

Nîv esir

”Heke bû nîveka mehê û tu rastî surprîzekê hatî, şaş nebe” got eşqa salan. Lê daku ”surprîzê” li ber min belav bike, bal kêşa ser dirêjîya sibata ev sale; ”tu dizanî sibata ev sale 29 roj in û eve çar sala carekê tête dîtin, ku ew jî surprîzeke baş e”! Rojekê berî ”nîveka mehê” surprîza surprîzan di êvareke direng da, li ser tûşên komputerê xwe kivş kir. ”Nîv esrekê” berçavk dabûn ber wan çavên xwe yên ela, li ber komputerê, wekî hercar bi karê "qelemî" ve mijûl bû. Hevrêyê çarêk esrekê gava silav dayî, heçku fîlm li ser ekranê sar dibe, wisa bû, lê salîse bû ew dem. Axivtina ewil ya vî hevrêyê Ezîzê Ezîzan, ”rastî pêncî sal bûn” bû!.. Hingê derkete meydanê ku eve surprîza surprîzan bû! Kilîlê şîfreyê ”pêncî” bû! Şîfre veresî û surprîz deşîfre bû! Mexseda hatinê kivş bû. Lê divêt gelek aşkera bête gotin ku ev surprîza eziz, bi rastî ezîz bû. Eve çi kubarî, wefadarî, qedirgirî û bihazanînî bû. Em çûn ser û stuyê hevdu û qederekê wisa man. Hevrêtîya çarêk esir û çar sal jî li ser, wekî fîlmekê li ber çavan herikî. Hevaltîyeke ji dil û bêqusûr hatibû jîyan di wan salan da, ku ew germahî hêj jî dom dike û dê heta hetayê jî bidome. Li bîr bûn, di demekî wisa gelek prîvat da, li bîr bûn û seradanî, diyarîya herî mezin û bihadar e ji bo mirov. Ev demê hinde xweş û bihadar bi organîzatorîya eşqa salan hate jîyan. Eşqa salan xwe mezintir kir bi vê nazikî û kubarîyê. Demên wisa gelek taybetî û prîvat, tête xwastin ku digel mirovên gelek taybetî, gelek nêzîk bêne jîyan û wisa lêhat. Yên gelek nêzîk, yên ji dil, yên dost, bi organîzatorîyeke gelek hostahî, surprîzeke bi tam û lezet dane jîyandin. Di serî da ji bo eşqa salan, du lawan, ezîzê ezîzan û dostên dî yên gelek nêzîk û taybetî, spasdar im, minetdar im. Ew hemû hêjayî îltifata ji nîveka dil ya herî mezin û bilind in.

Sal bi dûv salan ketibûn, lê dîsa ve kûrahîya salan rengên xwe gewr ne kiribûn. Nîveka mehê bû, nîveka sedsalê, anjî  bi gotineke qedîm, ”nîveka esrekê” bû.  Gelek tişt di nav van hinde salan da hatibûn hevîr kirin. Eşqa salan digot ku, ji van salên ”nîv esrekê”, çarêkek sal û plus çar salên dî jî, bi germeke şarhayî bi hev ra hatine jîyan. Heyecana van salan di maksîmûm dereceyê da bûye… Helbet wekî hemû reng û rûyên jîyanê, xem û xiyal jî hatine jîyan, lê belê serê terazîyê bi alîyê geşî û dilşahîyê ve herdem giran bûye. Berhemên hêja û bihadar hatine dan. Berwerîyeke têrker derketîye meydanê. Belêm di nav vê berwerî û berhemdarîyê da, pêşabûna herî mezin, hebûna du law û egîdan bûye... Di pîrozîya jîyê „nîv esir“î da lawê biçûke hetavî ev şahîya mutewazî diwergirte fîlm û lawê çelenge dilpola jî di axivtina xwe da wisa digot:

„Gava min ewilcar çavên xwe vekirî ji bo dinyayê, li zivistana ´81ê li serbajêrê dewleta dagîrker, li Enqereyê, tu ne li wê derê bûyî. Hingê min binasên vê yêkê nedizanîn, tênedigihiştim helbet. Em vê bidene milekê, min nedizanî ku babekî min heye. Lê piştî çend saleka em li Sûrîyeyê gihiştin hev, ez û tu. Û niha ez dizanim ku, nebûna te ya li Enqereyê, li zivistana ´81ê, pêwîstîyek bû. Ne tinê ji ber rewşa polîtîk ya Tirkîyeyê, lê herweha ji ber ku tu çawa difikirî, wisa jî dijîyayî, lewma. Eve hişyardarîyeke giring e û bi bawerîya min taybetîya herî bihadar ew e ku, mirov goreyî îdealên xwe jîyana xwe bidomîne. Ev harmonîya navbeyna fikr û jîyanê, divêt bibe mantra û kodeksek bo herkesê. Tu bo min nimûneyî. Xwezî herkes şubî te ba. Hingê dinya di nav aştî û biratîyê da pêşve diçû.

Ez dizanim ku ez dê bibime babekî baş. Ji ber ku min babekî baş dîtîye. Min yê herî baş dîtîye. Û ez serbilind im ku babê min hêj rêya rast nîşan dide. Ne tinê bo min, bo dinyayê jî. Ez gelek serfiraz im ku tu hêj alaya aktîvizmê, humanîzmê û hevkarîyê bilind dikî. Te hêj çeka xwe nehêlaye, nedanaye. Têkoşîn bo te ne tinê dîrok û çîrokên xweş e. Têkoşîn bo te duhu bû, evro ye û subehî ye. Ez gelek keyfxweş im ku, kilîlê jîyaneke rast û paqij, bo min hind zelal e. Û ez keyfxweş im ku mamostayê min yê jîyanê tu yî. Ez ji te gelek hez dikim babê min yê hêja, roja bûyîna te pîroz be, hizar salî be, babo…”

Ax! Bimrim bo van hevokên ji nîveka dil hatine gotin! Gerçî vî babî, tinê hindî ku jê hatîye rêya rast nîşanî biçûkên xwe daye, ne zêdetir! Belêm, heke zarokek jî babê xwe bi vî rengî dibîne û teswîr dike, eve jî gelek normal e, ku her bab di çavê biçûkên xwe da mezin e, hem jî gelek mezin e! Lewma, gelo ma ji van ristên zêrîn bihadartir çi dibû bo babakê, ku cihê diyarîyê bigire? Qet! Zêr çi ye! Elmas çi ye! Ev riste bihadartirîn dîyarîya ”nîv esir”ê bûn. Tacê vê diyarîyê jî, strana Ciwan Haco bû: Gula Sor.

Gula sor

Hil bû jor,

Bêhn da dor,

Gula sor…

Gula sor

Li paş çiyayê Qaf şîn bû,

Alem jê ra evîn bû,

Gula sor,

Bi me xweş,

Da me heş,

Em bi bêhna wê sermest,

Emê pê şa bin serbest.

Nazenîn...

Xemrevîn,

Xemilîn,

Pê zemîn,

Guleke bê kelemê,

Di nav baxê îremê.

Gula sor,

Em li dor

Bicivin,

Bêhn bikin

Dor bi dor.

Herdu lawan, Pola û Hetavî ev strane diyarî wan salên mezin kirin. Lawê mezin gîtar di destî da û digel lawê biçûk, gava bi dengên xwe yên zelal, nerm û tijî ev strane gotin, bêhemd rondik werîyane nav dil û hinavan. Bi wê kelegirîyê herdu law hatin koş kirin, hatin maç kirin, li ber sing hatin rapêçan. Ax! Çi tabloyeke rengîn, sentîmental û dilsoj bû, belêm herweha şa û serbilind!

Her tişt li milekê, heke di van salên ”nîv esirî” da, hema qet tiştek nehatibe kirin jî, gihandin û mezin kirina van herdu lawên bi hevîrê welatperwerî, neteweperwerî û mirovperwerîyê, berhemên herî bihadar in ji bo paşeroja xelk û welatê xwe. Heqê her babekê ye ku bi vê encamê serbilind be û hetta bifire ber perê esmanî!.. Tevazûyê xwe gihandîye nav xwûn û hestîyên min, belêm tika ye li min negirin, ez di vê çendê da nikarim tevazûyê nîşan bidim; min, helbet digel eşqa salan, du lawên jîr, jêhatî, kêrhatî bo xelkê xwe, welatê xwe û îdealên xwe û hemû mirovahîyê gihandin û dîyarî îdealên xwe, welatê xwe, xelkê xwe kirin. Ez çend bi wan serbilind bim heqê min e û ew hêjayî vê yêkê ne. Ez bimrim bo wan! Ew nîveka dilê min in.

Ez tême serê te Polayê min, mala min, ez gorî. Ez tême serê te Hetavê min, mala min, ez gorî. Nazdarên min Pola û Hetav; hûn li ser rêyeke rast in, dewam bikin. Bo xelkê xwe, bo hemû xelkan, bo welatê xwe, bo hemû mirovahîyê, bo başîyê, bo qencîyê, bo aştîyê, bo hemû bihayên mirovî bixebitin. Bo we daxwaza jîyekî dirêj, dilşa, serfiraz, serkevtî û bi xweşî dikim. We maç dikim, çavên we yên dibiriqin radimûsim lawên min yên delal û nazdar…”

Gava gotina xewnê xilasbûyî, recifîn û lerizîneke şabûnê ez girtim. Heçku min befrşîra zozanên Elkî û Elkîka Hekarya xwarî, enîya min jan da. Tinê xwezîyek ji nav lêvên min veresî; jîyan, bi hemû reng û rûyên xwe ve, bi hemû qencî û xirabî, kirêtî û delalî û spehîtîya xwe ve, gelek xweş e û digel hemû hezkirîyên xwe hêjayî jîyanê ye. Bila jîyekî dirêj, dilşa, serfiraz, serkevtî û bi xweşî bibe qismetê herkesê.

14-15 Sibat 2004, şembî-yêkşemb

serî