paşve

Nîsanname

ROJAN HAZIM

 

I.

Iraq û Kurdistana Başûr

Nîsana 2004ê. Ji ser hilweşandina rejima Seddam û Beasê salek borî. Berî salekê, anku heta 9ê Nîsana 2003ê, fermîyen Seddam Huseyn serokê Iraqê bû. Gerçî ji 20ê Adara 2003ê pêve, pratîken ji serokatîyê ketibû, -çiku êrişa Amerîkayê ya pêşîyê şeva Newrozê destpêkiribû-, lê piştî ku Bexda ket, anku 9ê Nîsanê, êdî hilweşîna rejima Seddam misoger bû. Mala dinyayê! Ew ”Seddamê ezîm!” tinê sê heftîya karîbû xwe li ber “bombeyên Amerîkayê” bigire! Belêm heta meha Adarê jî gelek dixurî, nav di xwe dida û Amerîka gazî “meydana mêranîyê” dikir! Lê piştî bombeyên şeva Newrozê wekî koremişkekê xwe di labîrentên axa sar da veşartibû. Ew Seddamê, ku heta 9ê Nîsana 2003ê fermîyen serokê Iraqê, heçku bibû “hêlm” û bi ber bayî ketibû! Ew Seddamê ku çarêk milyon Kurd, ku ji nav wan bahra pitir ji binemala Barzanîyan bûn, bi operasyonên “enfalê” bêseraşûn berze kiribûn. Ew Seddamê ku bi çekên kîmyayî li Helepçeyê 5000 Kurd jahrî dayî û kuştî, ji şeva Newrozê û pêve xwe dabû dol û nihalên Tikrîtê û li cihekî ku xwe lê veşêre digerîya. Paşê jî li sergûvkekî Tikrîtê di çaleke genî da bo xwe “mekanek” peyda kiribû û di serê meha kanûna 2003ê da jî, bi wan ser û rihên gevizî, bi hevkarîya Kurdan ji alîyê leşkerên Amerîkî ve hate girtin. Piştî salekê, li Nîsana 2004ê, , kesekî ji binemala Barzanî, kurê lîderê efsane Mela Mustefa Barzanî, serokê PDKyê Mesûd Barzanî, bû serokê fermî yê Iraqê, ku hejmareke mezin ji binemala wî bi ber enfala Seddam ketibûn. Cîlweya qederê! Mesûd Barzanî, wekî lîderekî polîtîk, bi xwe jî hinde hizir nedikir ku dê piştî ketina Seddam salekê, li ser sandelîya serokkomarîya Iraqê rûne. Berî Mesûd Barzanî, serokekî dî jî yê Kurd li dawîya sala 2003ê, meha Teşrînê, serokê YNKyê Celal Talabanî, ji bo mehekê bibû serokê Iraqê. Du “mixalifên xurt û dînamîk” yên rejima Seddam, belêm herweha du “mixalifên hevdu” jî, piştî ketina Seddam, li goreyî rotasyona “Konseya rêvebirîya demokî ya Iraqê” bibûn serokkomarên Iraqa nû.

Îraqa nû

Îraqa nû! Ev gotine bi zanahî tête bi kar înan. Ji ber ku desthilata çil sale ya Beas û Seddamî, bi rastî jî Iraq hem fizîken, hem jî “ruhen” “kevin” kiribû! Ew Iraqa “kevin” êdî nedihate reorganize kirin. Divîyabû ji nû ve bête ava kirin. Li vê derê gotinên fîlozofîya xelkî gelek cih digirin. Gotineke qedîm heye; „heta kavil nebe, ava nabe“! Ev gotine, di tixûbê bêhnfirehî û bêhntengîyê da, peqîna bêhntengîyê îfade dike. Di fîlozofîya xelkê da bi sedan gotinên bi vî rengî yên ku „rewş û rojevê“ mana dikin hene. Jîyana xelkê sade ji vî alî ve defîne ye. Ji bo her bûyer, rewş û rûdanekê „gotinek“ heye. Heke pirs û pirsgirêk bi hemû hewildanên bêhnfirehî û aştîyane bi serekê nekevin, anjî bi gotineke dî heke “av çik bibe” êdî çareyek dimîne, ku ew jî „kavil kirine“! Helbet ev cure gotin, herçend di nav xwe da „lojîkekê” disitirînin jî, bi taybetî di bûyer û rûdanên civakî û polîtîk da, bi manaya metaforîkal têne gotin. Vêca Iraqa kevin, berî salekê li Nîsana 2003ê hate kavil kirin. Gerçî Iraq ji xwe ji alîyê rejima Beas û tîranîzma Seddamî ve bi salane hatibû kavil û wêran kirin. Di nav wê kavil û wêranîya Iraqê da tinê çendek “Serayên Seddam û rejima Beasê” hebûn. Berî salekê, tiştê ku hatîye kirin, bi navê xelkê feqîr û hejare Iraqê, ew “ezameta Serayên Seddam û rejima wî ya xwûnî” bi serê wî û dorberê wî da hate hilweşandin. Anku welatekî ava nehate kavil kirin! Di nav welatekî hatîye kavil kirin da, seray, qesr û koşkên tîranîzma Seddamî hatin xirab kirin. Ji bo avakirineke nû, divîyabû ku ew serayên sembola zulmê bi serê zaliman da bêne kavil kirin. Li vê derê divêt behsê paradoksekê jî bête kirin. Seddam ew “serayên zulmê” bi hevkarî û desteka Amerîkaye avakiribûn. Lê dem hat, dewran zivirî, berjewendîyên Amerîkayê rengekî dî wergirtin û vêcarê Amerikayê ew “seray” bi serê “Seddamê tîran” da hilweşandin!

Çi bi manaya negatîv be, çi bi manaya pozîtîv be, xirabkirin, kavilkirin, wêrankirin, hergav demekî kurt digire. Belêm, avakirin demekî dirêj dikêşe. Rejima xirabker, kavilker, wêranker ya Seddam û Beasê ya çil sale, mehek nekêşa bi serê wan da hate xirab kirin, hate kavil kirin. Di midehê sê heftîyan da ew “ezameta Seddamî” bû sergûvk! Rêzikeke “unîversal” e, “jîyê zulmê dirêj nakêşe”! Ya Seddam jî herwisa bû!

Lê belê, li ser wî kavilî, avakirina nû, dem digire. Eve serê salekê ye, hêj jî di bizava avakirina Iraqa nû da gaveke mezin nehatîye avêtin. Eve ji alîyekê ve tête têgihiştin. Desthilatdarên nû yên Iraqê, ku hêj Amerika û Ingilîz in, digel „konseya Iraqîyan“, bi danan û organîzekirina „mekanîzmayên dewletî yên nû“ ve mijûl in. Planekî dewirkirina desthilatê hatîye çêkirin û gava pêşîyê dê di dawîya meha Hezîranê da bête avêtin û rêvebirîya sivîl dê bigihe destê Iraqîyan. Prosedûra îdarî û huqûqî jî heta 2005ê dê bête timam kirin û di nav sala 2005ê da jî dê hilbijartinên giştî pêkbên, heke hertişt li goreyî planî bi rê bikeve helbet! Lê belê, hem ji nav Iraqê, hem ji derveyî Iraqê, têkvedan û arêşekarîyên mezin têne kirin ku ev prosese bête asteng kirin û stabîlîzasyonek pêkneêt li Iraqê. Di meha Nîsanê da êriş û arêşekarî gelek zêde bûn. Baskekî radîkal kevneperest yên şiîyan û bermayên Seddam û Beasê, di ”sêkuçeya” Felluceyê û Necefê da ”teroreke bêtixûb” dikin. Sivîlên ji welatên bîyanî hatî û rojnamevanan direvînin, êxsîr dikin, dikujin. Li ser vê yêkê, endamê konseya giştî Dr. Mehmûd Osman wisa dibêje: ”Helbet serhildana Şiîyan hêj ji nihe ve tesîrek li ser hindek misogerîyên prosesê kirîye. Dibe ku dewirkirina desthilatê direng bihêle. Bûyerên dawîyê endîşeyan zêde dikin. Heke serhildan û êriş nerawestin, dûr nîne ku guhorînên micid bêne rojevê.”

Bi taybetî dewletên cîran, ji avakirina Iraqa nû, nerazî ne, gelek aciz in. Ji ber ku „Iraqa nû“ heke bi programa ku hatîye kivş kirin, bête organîze kirin, eve dê di demekî ne dûr da sîrayetî dewletên cîran jî bike. Rengê Iraqa nû: ne li goreyî hevdemên xwe yên li cîhanê jî be, federasyon e û di vê federasyonê da xelkê Kurd di welatê xwe Kurdistanê da dibe xwudan desthilata xwumal. Iraqa nû, li ser du stûnên ragir, Kurd û Ereban tête ava kirin. Bi statuya Iraqa nû Kurd di nav Iraqê da jî be, li ser cografyaya xwe dibin xwudan mekanîzmayên dewletî. Ev nimûne, Iran, Sûrîye û Tirkîyeyê bêtixûb aciz dike. Ji ber hindê jî, ev hersê dewlet, hem yêk bi yêk, hem jî bi koordîne provakasyonên mezin pêktînin li nav Iraqê. Sûrîye û Tirkîye gelek aşkera hevkarîyê didin Beasîst û Seddamîstên Felluce û dorberê. Ji xwe Tirkmenên Kerkûkê ji alîyê Tirkîyeyê ve têne perwerde û organîze kirin, ku dijî Kurdan provakasyonan bikin. Li paş êrişkariya Mukteda El Sadr jî Iran heye û Tirkîye jî piştevanîyê didê. Seddamîst, Sadrîst û Tirkmenên ji alîyê Tirkîyeyê ve têne organîze kirin, bi taybetî di meha Nîsanê da êrişên xwe gelek xurt kirin. Tirkîye, eynî wekî li Qibrisê kirî, dijî Kurdan „hêza muqawemeta Tirk“ organîze dike. Ji bo vê yêkê stratejîst û taktîsyenên xwe yên sivîl û leşkerî rêdike nav Tirkmenan. Gundên Tirkmenan kirine depoyên çekan. Tirkîye herweha desteka lojîstîk dide Seddamîst û Sadrîstan jî. Êriş û provakasyonên li Mûsilê pêktên jî bi koordînasyona Tirkîye û Sûrîyeyê çêdibin. Bilindbûna êriş û provakasyonên di meha Nîsanê da ne tesadif bûn. Tirkîye, Sûrîye û Iranê, adeta bi hev ra pîmên terorê kêşan. Serokê Sûrîyeyê êrişkarî û terora li Iraqê wekî „berxwedaneke meşrû“ bi nav kir, ku eve mesajeke teyîdkara van kiryaran û piştevanîyeke aşkera bû. Tirkîyeyê çek û materyalên dî yên leşkerî ji ser Sûrîyeyê ve gihandin dora Mûsil û Kerkûkê. Tirkîyeyê propaganda û aitasyoneke gelek provakatîf kir ku goya pêşmergeyên Kurdistanê, bi cil û bergên leşkerên Amerîkî, şerê Felluce û Necefê dikin. Serokê Iraqa nû yê meha Nîsanê, Mesûd Barzanî, ev provakasyone red kir. Tirkîyeyê bi vê provakasyonê dixwast Kurd û Ereban berde hev û di konseyê da jî rewş û pozisyona Mesûd Barzanî têkbide û di navbeyna Mesûd Barzanî û endamên konseyê yên Ereb da konfilîktê derêxe. Tirkîyeyê bi vê têkvedanê plan dikir ku bi taybetî aramîya ku Kurdan li Kerkûkê pêkînayî sabote bikin û di nav Kerkûkê da şerekî Kurd, Ereb û Tirkmenan bidin destpêkirin. Di vî derbareyî da jî Dr. Mehmûd Osman endîşeyên xwe wisa dibêje; ”Bizaveke van derûdorên ku tête behs kirin, heye. Li Mûsil û Kerkûkê nifûzeke wan heye. Em di nav endîşeyê da ne ku arêşe û ajawayekê derêxin. Li Kerkûkê Tirkmen, Şiî û Kurd dijîn. Herweha li Mûsilê jî Kurd û Erebên Sunî yên şoven hene. Di van rojên dawîyê da, tête ber guhê me jî ku dixwazin provakasyonan bikin. Lê belê, Kurd ne Kurdên berê ne, organîze ne û têkoşînê didin. Di her halî da temetî rejima Seddam nikarin ser ji Kurdan bistînin. Heke Seddam nikarî Kurdan nîne bike, eve qet nikarin bikin”

Lê belê, Mesûd Barzanî û endamên dî yên Kurd yên konseyê, bi taybetî Celal Talabanî û Mehmûd Osman, digel serok û rêberên navçeyî têkilîyeke aktîv danan û rê li ber vî planê provakatîv birîn û provakasyona Tirkîyeyê betal derêxistin. Li milê dî, Mesûd Barzanî wekî serokê konseya Iraqê û herweha Mehmûd Osman, pratîk û tedbîrên leşkerên Amerîkayê jî rexne kirin ku metodekî gelek şaş bi kar tînin li Felluce û Necefê. Ev rexneya wan gelek heq û di cih da ye. Hêzên leşkerî yên Amerîkayê, di Felluce û Necefê da, şûna ku operasyonên ”lokal” bikin, nîveka bajêr û taxên dorberê bajêran pêkve dan ber roket û bombeyan, ku bi hejmareke bilind xelkê sivîl jî hatin kuştin. Helbet ev êrişên li xelkê sivîl têne kirin divêt bêne protesto kirin. Yên ku bi navê ”azadkirinê” hatî, divêt xelkê sivîl û provakator û sabotoran ji hevdu cuda bikin û ziyanê nedin xelkê sivîl! Çu ”mazereta heq” ya leşkerên Amerîkî nîne ku xelkê sivîl dikujin. Mesûd Barzanî, li ser vê ”bêperwatîya” leşkerên Amerîkî gelek heq wisa digot; ”Ertêşa Amerikayê, bi van kiryarên xwe ji wesfê xwe yê ”ertêşa azadîye” dûr dikeve û dibe ”ertêşa dagîrker”! Aşkera ye ku Amerika bi van kiryarên xwe, desta ji ”yankîzm”a xwe ya tradisyonel bernade! Di nav van bûyer û arêşeyan da, Mesûd Barzanî wekî serokê Iraqê yê meha Nîsanê, spesîfîken roleke gelek pozîtîv leyist ku şerekî Kurd, Ereb û Tirkmenan li Kerkûkê dernekeve.

Di meha Nîsanê da, blançoya bûyer û kuştîyan ji destpêka Nîsana 2003ê were, hejmara herî bilind bû. Li alîyê dî, çi sivîl, çi leşker, rola kadroyên bijare û gihiştî yên Kurdan di avakirina Iraqa nû da gelek konkret tête dîtin. Piştî ku Amerîkîya, pîramîdê burokrasîya dîplomasîyê û wezareta parastin û ertêş û sivîl, fermî dezgehê polîsî belav kir, ji „elemanên“ Kurd îstifade kir. Kurdan di midehê deh salên ji 1992ê were, di warê „mekanîzmayên dewletî“ da xwe gihandibûn. Eve awantajeke mezin bû bo Kurdan. Her di destpêkê da ji xwe dîplomatê Kurd Hişyar Zêbarî bibû wezîrê derve yê Iraqê, ku berê jî berpirsiyarê karûbarê derve yê PDKyê bû. Di mekanîzmayên dî jî yên sentrala dewleta federal ya Iraqê da, gelek kadroyên Kurd hatine wezîfedar kirin. Lê di meha Nîsanê da wezîfedarîyeke balkêş hate kirin. Di ji nû ve danana ertêşa Iraqê û avakirina wezareta parastinê da elemanên gelek bijare yên Kurd wezîfe standin. Amerîkîyan bi teyîda „konseya demokî ya Iraqê“ ku bahra pitir Ereb in, serleşkerê navdar yê Kurd General Babekir Zêbarî ji bo serokîya ertêşa nû ya Iraqê wezîfedar kirin. Babekir, serleşkerê „hêza peşmergeyên Kurdistanê“ yên PDKyê bû. Di strûktûra dewletê da du stûnên ragir hene ku gelek giring in: Wezareta karê derve û wezareta parastinê. Nihe di danan û rêvebirina van herdu stûnên xîmî da, kadroyên Kurd wezîfeyên bilind dikin. Heke ev planê bi cih kirina eleman û kadroyên bijare yên Kurd, di mekanîzmayên sentral yên dewleta nû ya Iraqê da, dom bike û rastî çu „astenga“ neêt, Kurd di dewleta sentral da jî dê xwudanê desthilateke gelek xurt bin. 

Meha Nîsanê bi gelek provakasyon, êriş, arêşe û destwerdanên dijwar borî. Di bûyer û rûdanên meha Nîsanê da hate dîtin, ku Amerika ji alîyê kontrol û rêvebirîya asayiş ve û hetta di îdareya polîtîk da ketîye nav zeaf û bêçaretîyeke mezin. Amerîkayê ji alîyê leşkerî ve, tinê di meha Nîsanê da, ji timamî salekê zêdetir leşker û „elemanên“ xwe yên sivîl berze kirin, kuştî dan. Bûyerên Nîsanê careke dî nîşan da ku, Amerîka heta ku bi timamî pişta xwe nede Kurdan, rol û însîyatîfa Kurdan di ji nû ve avakirina Iraqa nû da xurt û zêde neke, nikare xwe ji van „arêşe“ û „giriftarîyên“ Iraqê xilas bike. Esasen sîboba emnîyeta nav Iraqê jî Kurd in. Hêz û hebûna Kurdan nebe, hem şiî dê bi nav hev kevin, hem jî şiî û sunî dê berhingarî hev bibin. Amerîka di vî warî da, hisab û planên şaş dike ku fatûraya wan „şaşîyan“ giran dide. Ev opsîyone di meha Nîsanê da bi zelalî hate dîtin. Amerika tinê bi peymandarîya digel Kurdan dikare hem li nav Iraqê aramîyê pêkbîne, hem jî zemînê „projeya rojhilata mezin“ realîze bike. Ne tinê digel Kurdên başûr, herweha digel Kurdên parçêyên dî jî, heta ku Amerîka bi firehî digel Kurdan bi rê nekeve, nikare polîtîkên xwe yên li navçeyê di rê bibe. Bûyerên li meha Nîsanê pêkhatî ev rastîye wekî dirêşê kire nîveka çavê Amerîkayê, belêm heke bibîne!

Rewşa Kurdan

Di vê hercûmerca Iraqê da, herêma aram û tena Kurdistan bû. Digel hemû hewildanên provakatîv yên der û cîranan, hêzên asayişî yên Kurdan tedbîrên xurt standin. Ji alîyê jîyana rojane ve, „jîyana rûtîn“ bi normalî dom kir. Lê belê, rewşa „duserî“ û „dubendî“yê di meha Nîsanê da jî çareser nebû. Dihate hêvî kirin ku Mesûd Barzanî, di demê ”serokatîya xwe ya Iraqê” da gaveke bi biryar biavêje û dawîyê li vê ”duserî”ya Kurdan bîne. Çiku ev yêke pozisyona Kurdan bivê nevê zeîf dike. Di vî warî da, ne Mesûd Barzanî, nejî Celal Talabanî însîyatîfeke encamgir, mixabin, belêm nîşan nadin. Li ser vê helwesta herdu serokan nerazîbûnek heye, lê ji ber konjonktûra navxweyî û ya derveyî, nade der. Dr. Mehmûd Osman, ku endamê konseya demokî ya Iraqê ye, vê pratîka Barzanî û Talabanî rexne dike: ”Yêkbûna herdu hukûmetên Kurdistana Başûr êdî zerûretek e. Dîtinên teng, navçegirî, hetta kesanetî, li ber yêkbûnê dibin asteng. Birêz Barzanî û Talabanî xwudanên vê helwestê ne. Ev seroke, statûyên xwe yên ferdî, ji statûya ku dê Kurd bi dest ve bînin, zêdetir giring dibînin. Ev pirsgirêkên ku rê li ber giriftarîyan vedikin, berjewendîyên xelkê me û garantîya destkevtan, rîske dike. Ji xwe biryarên ji Konseya Muwaqet ya Iraqê û li meydana navneteweyî derdikevin jî bi timamî li ser Kurdistana Başûr in. Biryar etfen li ser rêvebirîyeke Kurdistanê derdikevin. Ji ber hindê jî, divêt li wê derê rêvebirîyek hebe. Belêm, di şertên heyî da du rêvebirî hene. Ev rewşe, hindî dom bike, dê zehmetîyan derêxe. Divêt rojek zûtir ji vê rewşe bête derketin.” (Ji întervûya digel Ajansa Mezopotamyayê ya Nûçêyan, Özgür Politika, 21 Nîsan 2004)

Çare federasyona navxweyî ye

Li Kurdistana Başûr, tinê formûlek dikare vê ”duserîyê” mînîmalîze bike ku ji bo paşeroja Kurdistanê û yêkitîya neteweyî nebe tirsbarî. Çareya herî maqûl, li nav tixûbên Kurdistana Başûr danana ”federasyoneke îdarî” ye.  Rêvebirîyên Hewlêrê û Silêmanîyê li goreyî şert û realîteya evro ya Kurdistana Başûr, dikarin ”makqanûn”ekê amade bikin û di demekî vebirî yê ne gelek dûr da, hilbijartinan pêkbînin û rê li ber hukûmeteke sentral ya federal vekin. Bi sîstemê ”federalîya îdarî”, Kurdistana Başûr dikare ji problematîkên navxweyî xilas bibe û hemû hêz, enerjî û şiyana xwe li avakirina Kurdistanê û xweşkirina jîyana xelkê Kurd serf bike.

Wekî Dr. Mehmûd Osman jî destnîşankirî, heke çareyek ji bo vê pirsgirêka ”duserî”yê neête dîtin, rewşa Kurdistanê dê zerareke mezin bibîne. Eve jî di meha Nîsanê da gelek zelal û sahî hate dîtin ku, divêt dem bi ”hatûçûyan”, hevdîtinên burokratîk û formel neête kuştin. Li Kurdistana Başûr, heke sîstemê ”federalîya îdarî” pêkbêt û hukumeteke sentral ya yêkbûyî, bi hilbijartinên demokratîk bête ser kar, dê rol û pozisyona Kurdan di nav Iraqê da saxlemtir û xurttir bibe û herweha dê zirhekê li ser û dormandorê Kurdistanê jî çêbike ku êriş û provakasyonên cîranên xêrnexwaz bêne betal û pûç kirin.

  ***

II.

Teror û lîste

Di meha Nîsanê da bûyereke negatîv jî bi serê rêxistineke Kurdistana Bakur hat û Yêkitîya Ewrûpayê ”Kongreya Gel” ”terorîst” îlan kir! Yêkitîya Ewrûpayê (YE), bi vê biryara xwe ya "keş", dîsa ve dewsa Amerîkayê girt û ”Kongreya Gel” tevî lîsteya ”rêxistinên terorîst” kir. Eve bi gotina herî ”nerm” bêdadî ye. Ev biryara “terorê” ya YEyê, tam piştî “referandûma Qibrisê” hate rojevê, ku şika “bazara digel Tirkîyeyê ya li ser Kurdan” mezin kir. Ji ber ku “komîteya temsîlkarên daîmî ya YEyê”-coreper-, ku organeke polîtîk e, ev biryare da, neku dadgehekê!. -Biryar 2ê Nîsanê hate dan û 3ê Nîsanê jî di rojnameya fermî ya YEyê da hate weşandin û misoger bû!- Tirkîyeyê “li ber tawîzên li ser Qibrisê”, ji YEyê jî ”tawîza” îlankirina biryara “terorîstîyê” ya li ser “Kongreya Gel” stand! YE, di derheqê Kurdên Tirkîyeyê û Kurdistana Bakur da, “yarîya sê meymûnî” dileyize, ku ev helwesta wan, ne etîken, nejî polîtîken rast e! YE, “reformên” hukûmeta AKPyê, ku bi “okeya” MGKya (Konseya Ewlekarîya Neteweyî) Tirkîyeyê têne kirin, ji tixûbên xwe zêdetir mezin dike û bi vê “îrrasyonelîyê”, dewleta Tirkîyeyê û hukûmeta AKPyê adeta hemer dikin. YE hizir dike, ku bi vê “pişt perixandinê” dê Tirkîyeyê “teşwîq” bikin! Eve tam xwe xapandine. Tirkîye, di pirsa herî giring û sereke da, di pirsa Kurdistanê da hêj misqalek gav neavêtîye, guhorînek nekirîye. Hûr û mûrên li ser zimanî yên bi çend kursên prîvat kirî jî, di prosesa doza Kurdistanê da ”bihayekî” mezin nakin! Di ser hemû halan da jî YE, bi israr rêxistina ku di şertên evro da ya herî mezin û organîze li Kurdistana Bakur, ”Kongreya Gel”, ku tradisyona PKKyê ye, li goreyî daxwaza Tirkîyeyê ”terorîst” îlan dike. Bi vê ”dubilmoralîyê” YE, xizmeta polîtîkên ”antî Kurdistan” yên Tirkîyeyê dike. Ji xwe ev biryara YEyê ji alîyê Kurdan ve hate red kirin û Kurdan bi firehî nerazîbûna xwe aşkera kirin. Li ser vê yêkê, me çend ”niviskar, rojnamevan û hunermandên Kurd” jî bi daxuyanîyekê ev biryara YEyê bi vekirî, rexne kir û ji wan xwast ku vê biryara xwe ya bêdad, betal bikin û digel Kurdan diyalogê danin. YE û Amerika, divêt baş bizanin ku heke li rojhilatanavîn li partnerên demokrasîyê digerin, adres xuya ye û ew jî Kurd in, Kurdistan e. YE û Amerika, şûna ku terora dewletên rojhilatanavîn ”rûreş” bikin, kiryar û polîtîkên Tirkîye, Sûrîye û Iranê yên li ser xelkê Kurd ”şermizar” bikin, toka ”terorê” dikin stuyê rêxistinên Kurd. YE û Amerîka heta ku, kiryar û polîtîkên Tirkîye, Sûrîye û Iranê yên li ser xelkê Kurd, hetta li ser xelkên xwe jî dikin, red nekin, wan hişyar nekin, bi ambargo û çend tedbîrên dî li ser wan fişarekê nekin, nikarin rê li ber demokratîzasyona navçeyê jî vekin. YE û Amerîka, goya li ”dewlet û welatekî sekular yê musulman” digerin, ku di navbeyna ”rojava û cîhana îslam”da bibe pirek. Lê belê, nimûneya ku wan bo xwe dîtî, ne çu nimûne ye! Li Tirkîyeyê zemînê sekularîzm û laîsîzmê her diçe zeîf dibe. Dewleta Tirkîyeyê, bi taybetî jî ertêş, ”laîsîzma kemalîst” bi darê zorê radigire. Xelkê Tirkîyeyê her diçe ji ”laîsîzm û sekûlarîyê” dûr dikeve, konservatîtî zêde dibe. Ev partîyên wekî AKPyê ku xwe ”demokrat konservatîv” didin nîşan dan, bi timamî ”durûtîyê” dikin. Ew di eslê xwe da, ”antî laîk” in û ji xwe ji nav ”rêxistineke fundamentalîst” hatine. Di navbeyna rojava û rojhilatanavîn da, ku dewletên musulman zêde ne û herweha bahra pitir ya xelkê Kurd jî musulman in, tinê Kurd û dewleta Kurdistanê dikare pireke saxlem ava bike. Digel hemû paşvemayîn û nexwandahîya xelkê Kurd, dîsa ve zemînê ”laîkî û sekularîyê” di nav Kurdan da xurt e, ku xelkê Kurd ji berê were, ne gelek ”dînhişk” e. Rêz û rêzikên ”musulmanîya erebî”, rîtûelên dînî gelek xurt nînin di nav civata Kurd da. Kurd, di rojhilatanavîn da ji hemû xelkên dî zêdetir hazirî norm û kultura laîsîzm û sekularîyê ne. Ji vî alî ve jî Kurd, nêzîktirî kultura rojavayê ne. Ji alîyê normên demokrasîyê ve jî Kurd, hazirtir in. Xelkê Kurd li rojhilatanavîn hatîye ”mexdûr” kirin. Mexdûr hergav hazirî normên humanîzm û demokrasîyê ne. Çiku li ser serê wan bi navê dîn û neteweperestîyê, antîdemokratîzmeke masîv hatîye bi kar înan.

Di bûyer û rûdanên di meha Nisanê da, bi giştî hate dîtin ku ne YE, nejî Amerika, ”bilaistisna” digel Kurdên hemû parçeyan, diyalogê nedanin, peymandarîyê digel Kurdan nekin, nikarin çu plan û projeyên xwe li rojhilatanavîn realîze bikin. Dergehê demokratîzmê, laîsîzm û sekûlarizmê li rojhilatanavîn Kurd in, Kurdistan e û bi navê xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê jî, adresên têkilîyê, partî û rêxistinên polîtîk û sivîl yên Kurd in. YE û Amerîka, bi îlankirina terorîstî ya organîzasyonên Kurd, mehfûra binê pêyê xwe bi destê xwe didin kêşandin. Çu organîzasyonên Kurd ne terorîst in. Yên terorê dikin, dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ne. Tirkîye çiku endama NATOyê ye, ji alîyê YE û Amerîkayê ve tête parastin, ku eve Tirkîyeyê di terora li ser Kurdan da teşwîq dike. YE û Amerîka divêt bi taybetî xwe nekin şirîkên „polîtîkên nemirovî“ yên Tirkîyeyê.

ROJAN HAZIM

Nîsan 2004

***

Têbînî I:

Orîjînala wê daxuyanîya li ser biryara YEyê ya di derheqê tevîkirina „Kongreya Gel“ li nav lîsteya terorê, li jêr e. Daxuyanî, bi kurtebirî û bi Tirkî di rojnameya Özgür Politikayê da hate weşandin û bû manşeta rojnameyê. Herweha di sîteya Kongreya Gel da jî hate weşandin, lê ji ber ku zimanê wê hatibû guhorîn, manaya çend bêjeyan têkçûbû.

Têbînî II:

Ew întervûya digel Dr. Mehmûd Osman hatîye kirin jî, ji ber agahîyên aktuel me giring dît û ji Tirkî wergêra Kurdî û li jêr diweşînin.

RH

***

Li ser Kongreya Gelê Kurdistanê, -Kongreya Gel

Bo bîr û rehîya giştî ya Yêkitîya Ewrûpayê,

Rêvebirên fermî yên Yêkitîya Ewrûpayê, normên „ewrûpîbûn“ê binpê dikin. Elementê sereke yê „ewrûpîbûn“ê, „demokratbûn“ e. Ev „norm“e, ji tradisyona têkoşerîya ji bo maf û azadîyan derketîye, ku di serî da meydana ewrûpayê bûye serûkanîya van norman. Ji ber vê yêkê ye ku „Ewrûpa lahndika demokrasîyê ye“, tête gotin. Demokrasî, kombînezona hemû normên humanîterîyê ye. Di navika van norman da jî „maf û azadî“ hene. Îro li hemû cîhanê pirsa herî giring û sereke ”maf û azadî” ne. Di navika ”maf û azadî”yan da jî ”serbestîyeta xwe îfade kirinê” cih digire. ”Xwe îfade kirin” bi gelek rengan dibe. Mirov, subjeyê jîyanê ye û armanc e. Lewma ”mirov”, ji alîyê etnîk orîjîn û bîr û bawerîyên fîlozofîk, îdeolojîk û polîtîk û herweha tarzê jîyanê ve, çawa xwe îfade û organîze bike, mafê wî ye. Li kîjan cihê dinyayê ”maf û azadî” bêne binpê kirin, li wê derê ”antîdemokratizm” heye. Ji ber vê yêkê ye ku, îro ”têkoşîna ji bo demokrasîyê” bilind dibe. Li timamî cîhanê îro sembola meydana têkoşîna ”cepheyê demokrasîyê” û ”cepheyê antîdemokratizm”ê bûye rojhilatanavîn. Di sentrala rojhilatanavîn da jî Kurdistan û xelkê Kurd cih digirin. Li vê cografyayê ”antîdemokratizm”eke gelek kûr û bêbin tête jîyan. Di nav elementên ”demokrasîyê” da, dad û dadyarî heye, lê bêdadîya herî dijwar li ser xelkê Kurd tête domandin. Xelkê Kurd, bi navê ”xwe îfadekirin”ê, ji bo ”maf û azadî”yên xwe, bo dad û dadyarîyê, bo wekhevîyê, bo hemû normên humanîzmê û demokrasîyê têkoşînê dide. Li ser rûyê dinyayê nehatîye dîtin ku bêyî organîzebûn têkoşîn bête dan. Têkoşîn bêyî organîzebûn nabe. Xelkê Kurd daku ”maf û azadî”yên xwe bi dest ve bîne, xwe organîze kirîye û bi giştî normên ”demokrasîye” bo xwe kirine armanc. Hema di vê dîroka nêzîk ya Ewrûpayê da, xelkên ”Yêkitîya Ewrûpayê” jî bi organîzebûnê, xwe ji belaya ”nazîzm” û ”faşîzm”ê xilas kirin. Di wê demê da, partîyên ”sosyal demokrat”, lîderên navdar yên wekî Willi Bîrand, François Mîtterand, Filipe Gonzales, dijî nazizm û faşîzmê, îllegal têkoşîn didan û paşê jî li welatên xwe bûne hukumet û serokwezîr.

Li rojhilatanavîn jî çar dewlet hebûn ku kelên antîdemokratîzmê bûn. Di serî da Tirkîye, Îran, Îraq û Sûrîye. Ji van dewletan yêk, anku Iraq û rejima Seddam, bi têkoşîna ”cepheyê demokrasîyê”, ku ji hêza xelkê Kurd, Amerika û Yêkitîya Ewrûpayê pêkhatîye, keleyeke antîdemokratîzmê hate hilweşandin. Ev ”cepheyê demokrasîye” li Iraqê bi avakirina dewleteke demokratîk ve mijûl in. Di sentrala avakirina ”demokrasîya Iraqê” da Kurd hene. Pêşengîya demokratizekirina Tirkîye, Sûrîye û Iranê jî Kurd û organizasyonên wan yên polîtîk dikin. Niha Amerikayê ”Projeya Rojhilata Mezin” daye ber xwe, ku Yêkitîya Ewrûpa jî destekê dide vê projeyê. Realîzekirina vê projeyê bêyî têkoşîn û hevkarîya xelkê Kurd û organîzasyonên wan, qet ne mumkun e, ku ev yêke di Iraqê da tête dîtin.

Niha li rojhilatanavîn sê keleyên ”antîdemokratizmê” mane; Tirkîye, Îran û Sûrîye. Xelkê Kurd li rojhilatanavîn dijî rejima faşizan ya Tirkîyeyê, dijî despotîzma Îran û Surîyeyê têkoşînê dide. Ev hersê dewletên ”antîdemokratîk” teroreke bêtixûb li ser xelkê Kurd bi kar tînin.

Parçeyê mezin yê Kurdistanê û nifûsa herî zêde ya xelkê Kurd jî di nav ”tixûbên fermî” yên Tirkîyeyê da ye. Tirkîye zulmeke nedîtî li xelkê Kurd dike. Tirkîye beramberî xelkê Kurd, ”jenosîda rûken(!)” bi kar tîne; di serî da navê welatê Kurdan, Kurdistanê, red dike, nav û îdentîtêta xelkê Kurd înkar dike, ziman û perwerdeyê qedexe dike, komple asîmîlasyonê pêktîne. Xelkê Kurd dijî vê ”antîdemokratizm” û ”teror”a dewleta Tirkîyeyê têkoşîna hebûna xwe dide. Li Tirkîyeyê yêk ji organîzatorên vê têkoşîna xelkê Kurd jî, ”Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel” e. Hemû organîzasyonên Kurd temsîla wijdana xelkê Kurd dikin. Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel jî, ku yêk ji organîzasyonên herî mezin e, wijdana gelê Kurdistanê ye! Çawa wijdana xelkekî ”mexdûr” bi ”terorê” tête ”îtham” kirin? Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel, aladara demokrasîyê ye! Têkoşîna xelkê Kurd û ya hemû organîzasyonên Kurd, objektîven têkoşîna demokrasîyê ye. Di serî da Amerika û herweha Yêkitîya Ewrûpayê, di nav paradokseke mezin da ne. Şûna ku ”terora dewletan” mehkûm bikin, organîzasyonên ”antîteror”ê dikin nav ”lîsteyên terorê” da. Amerîka û niha jî Yêkitîya Ewrûpayê, bi van kiryarên xwe, normên demokrasîyê binpê dikin. Di serî da Tirkîye û herweha Îran û Sûrîye, li ser serê xelkê Kurd ”terora dewletî” dikin. Belêm, xelkê Kurd û organîzasyonên wan têkoşîn û aladarî û herweha temsîla normên demokrasîyê dikin. Yêkitîya Ewrûpayê, bila normên demokrasîyê neke ”obje û elementên” bazara xwe ya ekonomîk û polîtîk! Li rojhilatanavîn partnerên ”alyansa demokrasîyê” Kurd û organizasyonên wan yên polîtîk in. Amerika û Yêkitîya Ewrûpayê, bila ”alyansa demokrasîyê” digel organizasyonên xelkê Kurd pêkbînin, ku yêk ji wan jî Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel e.

Tirkîye, Îran û Sûrîye, bi kiryar û polîtîkên xwe yen terorane, hem xelkê Kurd bê maf û azadî dihêlin, hem jî antîdemokratizmê jînde dikin. Bi taybetî Tirkîye, di bin maskeyê ”demokrasîya rojavayê” da piştevanîyeke mezin dide rejimên Îran û Sûriyeyê ku bizava demokrasîxwaz ya xelkê Kurd nîne bikin. Tirkîye, Îran û Sûriye temsîla antîdemokratîzmê li rojhilatanavîn dikin. Xelkê Kurd û organizayonên wan jî li rojhilatanavîn temsîla demokratizmê dikin. Demokrasî hêvî, xwezî û armanca ”mexdûran”e, ku xelkê Kurd ”mexdûr”e. Heke Yêkitîya Ewrûpayê digel normên xwe durust be, divêt bi pozisyon û rola xwe ve li tenişta ”mexdûran” rawest e, ku ew jî Kurd û organîzasyonên wan in. Kurd û organîzasyonên wan ”mexdûrên” terorê ne û antîteror in. Li paş îxraca terora li nav welatên Yêkitîya Ewrûpayê, Tirkîye, Îran û Sûriye hene. Yêkitîya Ewrûpayê, neku organîzasyonên xelkê Kurd ”terorist” îlan bike, divêt ”alyansa antîterorê” digel xelkê Kurd û organizasyonên wan dane ku yêk ji wan jî Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel e.

Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel, organîzasyoneke meşrû ya xelkê Kurd e.

Em ronakbîrên Kurd vê ”îthama terorê” ya li ser Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel, red dikin û ji Yêkitîya Ewrûpayê dixwazin ku rêzgirtinê nîşanî tercîh, biryar û xwastekên xelkê Kurd bide, ku xelkê Kurd, Kongreya Gelê Kurdistanê – Kongreya Gel, yêk ji organîzasyonên xwe yên bihadar qebûl dike.

ROJAN HAZIM –Nivîskar

MEDENÎ FERHO – Nivîskar

DERWÊŞ FERHO – Nivîskar

SERHAT BUCAK – Huqûqnas

MÎRHEM EGÎT – Rojnamevan

DR. ZERDEŞT HACO – Zimanzan

FAYSAL DAGLI – Rojnamevan

ABDULLAH UZUN – Nivîskar

SELÎM FERAT – Rojnamevan

HUSEYIN KARTAL – Nivîskar

RECEP MARAŞLI – Nivîskar

MUSTAFA REŞID – Nivîskar

MAHMÛD ONDER – Rojnamevan

CAHÎT MERWAN – Rojnamevan

MAZHAR GUNBAT – Rojnamevan

DUZGUN DENIZ – Rojnamevan

JÎR  DILOVAN – Nivîskar

CIWAN HACO – Hunermend

BIRADER – Hunermend

XÊRO ABBAS – Hunermend

ABBAS ABBAS – Nivîskar

RUKÎYE OZMEN – Nivîskar

FERGÎN MELIK AYKOÇ – Nivîskar

FEQÎR EHMED – Helbestvan

HOŞENG BIROKA – Nivîskar

NECAT SUNAR – Rojnamevan

DR. ALOYAN – Nivîskar

 

***

 

Intervûya digel 

Dr. Mehmûd Osman

 

[Ev întervû, ji ”Özgür Politika”yê -rojnameya bi Tirkî diweşe-, hejmara 21 Nîsan 2004, çarşemb, hatîye wergirtin. Intervû ji alîyê RAHMI YAĞMUR ve, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamyayê –MHA-, li Bexdayê hatîye kirin.]

 

Rêvebirîya Amerîkayê (Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê), heta dawîya Hezîranê dê desthilatê bi rastî dewrî Iraqîyan bike?

Di navbeyna Amerîka û Konseya Demokî ya Iraqê da, li meha Teşrînê peymanek hate çêkirin û hindek biryar hatin standin. Li goreyî van biryara, Hêzên Koalisyonê da desthilatê dewrî rêvebirîyeke nû ya Iraqê bikin. Lê belê, bi serhildana Şiîyan û herweha belavbûna êrişkarîyan ve, pirsa asayişî micid derkete meydanê.Vê, tesîr li terefan kir. Bo nimûne, Amerikayê nedixwast Rêxistina Yêkitîya Neteweyan –RYN-  tevî vê prosesê bibe. Belêm, ji ber derketina van pirsgirêk û alozîyan RYN tevî prosesê bû.

Heke problemên asayişî bi vî rengî dom bikin, dewirkirina desthilatê dibe ku bi direngî bikeve. Çiku berhingarî her diçe zêde dibe. Lê, dîsa ve dewirkirina desthilatê ya di demê vebirî da tête fikirîn. Di mehên borî da, RYNê, daku karûbarên vê yêkê bêne rêvebirin Lakhdar Brahîmî wezîfedar kir. Nûnerê taybetî yê Iraqê Brahîmî, piştî ku wezîfe wergirt, hate Iraqê û danîstandin kir, li ser pirs û pirsgirêkan agahdarî standin.

Serhildana Şiî û Sunîyan çawa tesîr li vê prosesê kir? Tête gotin ku Mukteda El Sadr, daku demê desthilatê domdirêj be, dest bi isyanê kirîye, hûn çi dibêjin?

Helbet serhildana Şiîyan hêj ji nihe ve tesîrek li ser hindek misogerîyên prosesê kirîye. Dibe ku dewirkirina desthilatê direng bihêle. Bûyerên dawîyê endîşeyan zêde dikin. Heke serhildan û êriş nerawestin, dûr nîne ku guhorînên micid bêne rojevê.

Serokê Amerîkayê Bush, bi pesindarî behsê nûnerê RYN, Brahîmî dike. Brahîmî „Planê Iraqa Nû“ yê xwe, amade kir?

Belê, planekî nû heye. Eve, planê pêkînana rêvebirîya Iraqa nû ye. Piştî bûyerên dawîyê, di navbeyna Amerîka û RYN da, li ser Iraqê, lihevîyek derkete halê. Eynî lihevî li ser Brahîmî jî heye. Em jî wekî Konsey, tevbûna RYN ya bo vê prosesê di cih da dibînin. Me berê jî dixwast ku RYN wezîfeyên aktîv hilbigire. Eve nihe bi Brahîmî ve dest pê dike. Eve hem dê di nav Iraqê da, hem jî di meydana navneteweyî da ji bo pêkînana rêvebirîya nû û meşrûîyeta wê dê tesîreke pozîtîv bike.

Başe, di planê nûnerê RYN yê Iraqê, Brahîmî, ”Planê Iraqa Nû” da çi hene?

Plan, prosesa pêkînana rêvebirîya Iraqê rêkûpêk dike. Brahîmî, piştî ku wezîfe dewir stand, dê tevî pêkînana hukûmetê bibe. Dê rêvebirîyeke ji serokek û du cihgiran pêkhatî bête pêkînan. Paşê dê kongreyeke ji grûbên ku temsîla xelkê Iraqê dikin, dezgehan, şexsîyatên giring û xelkê Iraqê pêkhatî dê bête kom kirin. Kongre dê lihevî û piştgirîya civakî ya xelkê Iraqê bo xwe bike armanc. Di eynî demî da kongre dê heyetekê hilbijêre. Tête hizirîn ku ev heyet di sewîyeya meclisekê da be. Ev meclis dê wezîfeya meclisa şîretdarîyê bi cih bîne. Paşê jî bi hilbijartineke demokratîk li Iraqê, dê danana meclis û hukûmetê pêkbêt.

Eve hemû dê di çend demî da bêne kirin?

Piştî Hezîranê, di midehê 7 mehan da tête armanc kirin.

Ev hemû bûyînên li Iraqê dê tesîreke çawan li ser Kurdan bikin? Berî demekê, Elî Sîstanî û hindek derûdorên Şiîyan, li ser destkevtên otonom yên Kurdan nerazîbûnên xwe diyar dikirin. Şiî, hêj jî di van xwastekên xwe da israrê dikin?

Belê, ev derûdore, bi taybetî hindek alîyên Şiî, di vî derbarî da nêrînên xwe yên bi nivîskî û devkî gelek caran didin. Lê kîjan plan bi kar bêt û proseseke çawan bi rê bikeve, Kurd dê mafên xwe bi dest bêxin û tevî prosesê bibin. Eve di bin garantîyê da ye. Şiî jî, goya bi navê demokrasîyê, dixwazin biryarên di derheqê Kurdan da paşveyî hilbijartinan bidin. Mexseda wan ew e ku di hilbijartinan da nifûza xwe ya boş bi kar bînin û rêvebirîya meclisê bi kêmasî seda 51 bi destê xwe ve bînin û makqanûn û rêvebirîyeke li goreyî xwe pêkbînin. Şiî hêj jî vê rewşê (anjî rikê -RH) didomînin.

Di rewşeke wisa da ne tinê Kurd, Sunî jî dikarin mafên xwe bi dest ve neînin. Adeta kêmanî têne tehdît kirin. Helbet em di demokrasîyan da rêzê ji bo biryara piranîyê digirin. Belêm, em demokrasîyeke dadyar û plural, ku têda mafên kêmanîyan jî bêne parastin, dixwazin. Em ji mafên ku bo Kurdan hatine garantî kirin gavan paşve naavêjin.

Ihtimal heye ku ev riberizên polîtîk wekî şerekê sîrayetî Kurdistana Başûr bikin? Bi taybetî li Mûsil û Kerkûkê şer dê bête rojevê?

Belê, bizaveke van derûdorên ku tête behs kirin, heye. Li Mûsil û Kerkûkê nifûzeke wan heye. Em di nav endîşeyê da ne ku arêşe û ajawayekê derêxin. Li Kerkûkê Tirkmen, Şiî û Kurd dijîn. Herweha li Mûsilê jî Kurd û Erebên Sunî yên şoven hene. Di van rojên dawîyê da, tête ber guhê me jî ku dixwazin provakasyonan bikin. Lê belê, Kurd ne Kurdên berê ne, organîze ne û têkoşînê didin. Di her halî da temetî rejima Seddam nikarin ser ji Kurdan bistînin. Heke Seddam nikarî Kurdan nîne bike, eve qet nikarin bikin, lê dîsa ve ez bêjim kes naxwaze şer hebe.

Di vegera Kurdên ji alîyê rejima Seddam ve hatine mişext kirin da, pêşveçûneke nû heye?

Li ser vê pirsê, ji serî were pêşniyarên me hene. Li ser vê yêkê hindek biryar jî hatine standin. Daku vegerê teşwîq bikin me gelek gazî kirin. Em dê vê gazîyê bidomînin jî. Lê belê, di vegerê da du pirsên bingehîn hene: Yêk, pirsa asayişî ye. Yên ku dê bên, divêt xwe di nav avnehîyê da bibînin. Hêj eve nehatîye çareser kirin. Hindî ya duyê ye, divêt ji bo yên ku dê vegerine ser axa xwe, kar, perwerde û hewcehîyên dî bêne tedarik kirin, ku mixabin em vê gavê ji bo vê yêkê ne amade ne. Dîsa ve hindek fikir hene; zerar û ziyana yên ku dê vegerin, bête tezmîn kirin, lê ev pirse jî hêj nehatine zelal kirin.

Pirseke dî ya di rojevê da jî, yêkbûna hukûmetên navçeyî yên Kurdistana Başûr e. Hêj jî di vî warî da gavek nehatîye avêtin. Yêknebûna herdu hukûmeta dê tesîreke çawa li prosesa polîtîk ya Iraqê bike?

Yêkbûna herdu hukûmetên Kurdistana Başûr êdî zerûretek e. Dîtinên teng, navçegirî, hetta kesanetî, li ber yêkbûnê dibin asteng. Birêz Barzanî û Talabanî xwudanên vê helwestê ne. Ev seroke, statûyên xwe yên ferdî, ji statûya ku dê Kurd bi dest ve bînin, zêdetir giring dibînin. Ev pirsgirêkên ku rê li ber giriftarîyan vedikin, berjewendîyên xelkê me û garantîya destkevtan, rîske dike. Ji xwe biryarên ji Konseya Demokî (Muwaqet) ya Iraqê û li meydana navneteweyî derdikevin jî bi timamî li ser Kurdistana Başûr in. Biryar etfen li ser rêvebirîyeke Kurdistanê derdikevin. Ji ber hindê jî, divêt li wê derê rêvebirîyek hebe. Belêm, di şertên heyî da du rêvebirî hene. Ev rewşe, hindî dom bike, dê zehmetîyan derêxe. Divêt rojek zûtir ji vê rewşe bête derketin.

Dr. Mehmûd Osman – Nîsan 2004

Kurdîya wê: ROJAN HAZIM

serî