Xwezî xelk, netewe, çîn û navçînên bindest bêyî rijyana dilopeke xwûnê gihiþtiban hemû mafên xwe. Lê mixabin ku dîroka mirovahîyê di vî warî da mat û mehtel mayîye. Zalim û zordaran daîm statukoya xwe, dezgeh û sîstemê xwe yê desthilatê li ser neheqî, bêdadî û zulmê ava kirine û ji bo parastina vê makîneya xwe ya desthilatê jî çu cara xwe ji xwûn rêhtinê nedayîne paþ. Lêdan, îþkence, kuþt û kuþtdarî hergav metodên wan bûne. Eve duhî jî wisa bû, îro jî wisa ye û heta ku di nav mirovahîyê da sîstemekî bi dad û dadyarî avanebe, xuya ye ku dê dom jî bike.
Di dîrokê da dijî zordarîyê xebat, têkoþîn û berxwedaneke mezin hebûye, îro jî heye û dê her jî hebe. Herwisa dijî sîstemên zordar têkoþîn û berxwedan jî bêyî bedel nebûye û dîyar e ku îro û subehî jî nabe. Di vê prosesa têkoþîna heqîyê, dad û dadyarîyê da law û egîdan heyîna xwe ya herî bihadar, anku canê xwe dane. Yêk ji van têkoþînan jî, bizava neteweyî ya xelkê Kurd û doza Kurdistanê ye. Dagîrkeran sûcên mezin kirine beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê. Ev sûcên giran hêj jî didomin. Di vê rêyê da ciwan, pîr, jin û mêr hizaran Kurd bi ber zulm, lêdan, îþkence û kuþtina dijminên dagîrker ketine û ev prosesa bi xwûn dom jî dike. Rejimên dagîrker hemû dezgeh, sîstem û mekanîzmayên xwe ji bo birandina xelkê Kurd û têkoþerên Kurd bi kar înane. Di nav van rejiman da, serî dewleta Tirk kêþaye û vê rola xwe ya bêyûm îro jî didomîne. Dewleta Tirk jîyan li xelkê Kurd heram kirîye û zîndanên xwe hergav kirine cihên îþkence û kuþtina berxwedêrên Kurd. Di nav van zîndanan da ya herî li pêþ “Hefsa Diyarbekirê” ye. Bi taybetî piþtî cuntaya faþîst ya 12ê Îlona 1980ê, têkoþer û berxwedêrên doza Kurdistanê ji bin îþkenceyên nedîtî hatin borandin. “Hefsa Diyarbekirê” di salên 80yî da bû kela berxwedana berxwedêrên doza Kurdistanê. Îþkencekarên dewletê çu Kurd ji vê hovîtîya xwe bêpar nekirin. Bi sedan têkoþer kuþtin, bi hizaran jî seqet hêlan. Qatil û îþkencekarên dewletê di berxwedana “Hefsa Diyarbekirê” da lawên mîna Mezlûm, Xeyrî, Ferhat û gelekên dî fizîken ji nav bizava neteweyî rakirin.
Yêk ji wan egîdên ku canê xwe dayî jî têkoþer û berxwedêrê mezin Necmedîn Buyukkaya ye. Necmedîn Buyukkaya têkoþer û berxwedêrekî bijare û pêþeng yê bizava neteweyî ya xelkê Kurd bû. Necmedîn di nav wê wehþeta “Hefsa Diyarbekirê” da li hemberî zora dijmin serê xwe þor nekir, li rêza berxwedêran cihê xwe girt. Necmedîn bi zanîn û bawerîyeke têr û tijî û saxlem, pozisyoneke layiqî keda xwe ya têkoþerîyê wergirt. Necmedîn bi vê reftara xwe ya nimûne, bo zîndanîyên polîtîk yên doza Kurdistanê bû hêza motîvasyona berxwedanê. Îþkencekaran ji ber vê rola wî ya berxwedêr û pêþeng ew danane serê lîsteya kuþtinê. Necmedîn di rûniþtineke dadgeha leþkerî da li pêþ dadger û dozgerî ev nîyeta îþkencekaran aþkera kir. Piþtî vê axivtina wî ji xwe gelek nekêþa û 23yê Çileya 1984ê bi cob û daran êriþî hucreya Necmedîn û girtîyên dî kirin. Piþtî salan gava girtîyê ji doza PKKyê Mustafa Xarpêtî behsê wê eriþa hovane dikir, ji xema mirina Necmedîn adeta gotin di gewrîya wî da diman. Di wê êriþê da Necmedîn û Mustafa bêhiþ rakiribûn xestexaneyê, belêm Necmedîn xilas nebibû û Mustafa Xarpêtî jî demekî dirêj di komayê da mabû û paþê nîvemirov ji mirinê xilas bibû.
Dewleta Tirk wekî sedan têkoþer û berxwedêrên doza Kurdistanê, Necmedîn jî bi zanahî kiribû armanc û bi destê îþkencekarên xwe di “Hefsa Diyarbekirê” da þehîd kir. Necmedîn wekî têkoþerekî pêþeng di nav xebata xwe ya salan da hêj 1976ê li ser þehîdên Kurdistanê wisa gotibû: “Þehîd ew kes e ku di rêyeke pîroz da, di þerekî heq da tê kuþtin. Anku kesê ku ji bo rizgarîya welatek, neteweyek anjî sinifek bindest þer dike û bê kuþtin, þehîd dibe… Silav li we hemû þehîdno! Hûn her dijîn di dilê xelkê da…” [Kalemimden Sayfalar,-Rûperên ji qelemê min-, r.5].
Necmedîn mirovekî bihazan bû û hêj di saxîya xwe da ev bihazanîna xwe ya beramberî þehîdên Kurdistanê nivîsîbû û mixabin ku herwekî teswîra xwe ew jî þehîd ket. Di kesayetîya Necmedîn da rêz û vîna herî mezin divêt nîþanî þehîdên Kurdistanê bêta dan. Di 23yê meha Çile da, em Necmedîn û hemû þehîdên vê doza mezin, doza Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin. Necmedîn, wekî wî bi xwe jî gotî, dê heta hetayê di dilê xelkê xwe da bijî.
Bila silav, rêz û vîna herî mezin û tîr bo wî û hemû þehîdên Kurdistanê be.
ROJAN HAZIM
23 Çile 2008