paşve

 

Mexmûra bakur

 

ROJAN HAZIM

 

Li goreyî agahdarîyên şehridarê Mexmûra bakur, Evdilkerîm Mijinî, ku ji 2005ê were şehridar e, di hejmartina 2005ê da nifûsa Mexmûra bakur wekî 11.379 kes hatîye tesbît kirin. Lê nifûs bi hejmareke bilind jî her diçe zêde dibe. Erdê Mexmûra bakur, berî 1998ê li tenişta Mexmûra başûr pal û betenek çol û bi kuçeber û adeta kana mar û dupişkan bû... Belêm îro avadan e, şîn û şînkatî ye…

Di destpêka salên 90î da ji ber êrişkarî, şiddet, kuşt û kuştdarîya dewleta Tirkîyeyê refeke mezin ya bakurîyan, bi giranahî ve ji dorberên bajêrên Hekarî, Şirnex û hejmareke kêm jî ji Merdînê ber bi başûr ve çûn… Destpêkê li ber tixûb, paşê li Etroş, li Mûsil û axir li betenên Mexmûra başûr bi cih û war bûn. Maceraya van hizaran di xeteke trajîk da borî. Biçûk mezin, jin û mêr tinê bi canteyên dumilkî û parzûnên savayên xwe bi rê ketin. Bi hizaran mirovên me, sedan kîlometre li paş xwe hêlan û di dawîyê da singê xwe li nav kuçeberên betena Mexmûra başûr çikilandin. Pal û beteneke beyar, çol, zuha û di bin tîrên hetava sojer da axeke toz… Bi dest û nûnikên xwe ax kolan, ber vewejartin, erdekî ku xwe lê dirêj bikin, bisitirînin hazir kirin. Di nav wê çola zuha, bê dar û şînkatî da, warekî şîn, adeta ”wehayek” ava kirin. Pêşîyê dîwarên wekî şurheyan nijinandin, du sê dar û depên nîv rizî dirêjî ser wan şurheyan kirin, naylonekî qetqetî ranan ser wan nîreyan û çend ber jî danan ser naylonî ku bi ber bayî nekeve û xwe li bin wan kolikên bêserûber sitirandin… Bi vê destpêka neyîtîyê neman, gav bi gav jîyana xwe organîze kirin, hizaran destên xwe dan hev, bi zibareya hizar salî ya tradisyona xelkê Kurd harîkarîya hevdu kirin û dîwar bi dîwar ve, kolan bi kolanê ve kirin û ji taxekî neçar, gundekî avadan derêxistin meydanê. Bi gund ve jî neman, xwe mezintir û bihêztir kirin, xwe kirin şehridarî… Pêşîyê rêyên wan şose bûn, ji herî û teqinê sereder nedibûn. Belêm nihe cade û kolanên wan yên qîrkirî [asfaltkirî] hene. Wan dikanên ku her reng û cure mal difiroşin hene, qesab û meywefiroş hene, salonên kuaforîyê, çayxane, salonên pîng-pong û bîlardoyê û ya herî giring salonên înternetê hene. Ber û piştên xanîyên xwe bi gul û kulîlkan xemilandine, dar çandine, dorberê xwe şîn kirine. Şînkatîya li Mexmûra bakur li Mexmûra başûr ya sedansalî nîne. Ciwanên Mexmûra başûr ji bo hewcehîya xwe ya înternetê têne Mexmûra bakur. Li Mexmûra bakur dibistana seretayî, navînî û lîse heye û di destpêkê da xwandin li avahîyên wekî kolikan hatîye kirin. Belêm nihe hukûmeta federal ya Kurdistanê avahîyên nû çêkirine, dersxaneyên wan nûjen kirine. Ji alîyê materyal û pêdivîyên malî yên mamostayan ve desteka hukûmetê di dereceya têrîyê da nebe jî dom dike û tête hêvî kirin ku zêdetir hevkarî bête kirin. Mamosta bi fedakarî û li goreyî hêz û şîyana xwe ya zanyarî, xwe bi xwe amadekarîyên dersan dikin, bi karê kolektîvî xwe digihînin, materyalên dersan bi xwe hazir dikin. Dibistanên Mexmûra bakur bi îmkanên xwe yên gelek teng û kêm jî be, bi mufredateke relatîven tijî, perwerdeya xwe dikin û xwandekarên gihiştî mezûn dikin û rêdikin unîversîteyê. Heta nihe 117 xwandekar dayne unîversîteya Selahedîn ya Hewlêrê û dereceya jîrîya xwandekaran li goreyî wan şert û îmkanên teng, dîsa ve bilind e. Perwerdeya Mexmûra bakur bi timamî bi Kurdîya tîpên latînî tête kirin ku eve bi serê xwe serkevtinek e. Tinê ji bo amadekarîya unîversîteyê û adaptasyona sîstemê perwerdeya başûr, rojê du seet Kurdîya bi alfabeya tîpên erebî jî ders tête dan.

Xwecihên Mexmûra bakur, ji neyîyê, heyîn, ji nebûnê, hebûn afirandine û jîyana xwe organîze kirine. Rewşa xelkê Mexmûra bakur, ne wekî berî çend salan e, baştir e û pêşveçûneke berbiçav tête dîtin. Îro têkilîyên xwe yên digel hukûmeta Kurdistanê û dezgehên dî yên fermî, bi rêya şehridarîyê didomînin. Helbet gelek kêm û kasîyên bingehîn yên Mexmûra bakur hene; binaxeya wê, kanalîzasyona wê, av û elektrîka wê, rê, cade û kolanên wê pêdivîyê ji nû ve danan, çêkirin û restorasyonê ne. Bo xwecihan mijûlgeh û kargeh, kar û xebat hewce ne û herweha ji bo peydakirina kar û xebatê geryaneke destûrî jî zerûrî ye û eve jî erkekî mirovî yê hukûmeta Kurdistanê ye ku xelkê Mexmûra bakur jê bêbahr neke. Mexmûra bakur hewcehî bi pirtûkxaneyeke zengîn jî heye. Ji bo dibistanên Mexmûra bakur, di serî da materyal û pirtûkên dersê û xwandinê û pêdivîyên xwandekaran divêt bêne temîn kirin û rêkirin. Eve jî bi hevkarîyeke kamil û organîze dibe û divêt kes û organîzasyonên xêrxwaz seferber bin…

Li alîyê dî, nivîskar, hunermend, ronakbîr anjî polîtîkerên Kurd yên ji bakur, hetta yên parçeyên dî jî, gava bi seradanî diçin Kurdistana Başûr, divêt biçin seradanîya xwecihên Mexmûra bakur jî bikin. Ew hizaran kes, ji ber polîtîka birandêr ya dewleta Tirk bar kirine çûyne wê derê. Ew mexdûrên rejima kolonyalîst ya dewleta Tirk in û kesên ku dijî rejima Tirk têkoşînê didin, di kîjan bîr û bawerîyê da bin ferq nake, bi seradanîya Mexmûra bakur, dê qet nebe desteka moralî bidine wan ku eve wezîfeyeke ehlaqî û wijdanî ye.

Rêvebir, mamosta, xwandekar û pêkve xelkê Mexmûra bakur, di nav wan şertên dijwar da jî be jîyaneke jîndar organîze kirine û di rê dibin. Bila ked û renca wan helal be û ronahîya çavên wan geştir be. Tête hêvî kirin ku hevkarîyeke xurt digel wan bête kirin. Eve herwisa gazîyek e jî…

ROJAN HAZIM

26 Teşrîn [November] 2006

serî