paşve

Melayên Kurdistanê

 

ROJAN HAZIM

 

Herçend piranîya xelkê Kurd bi xwastek û rizaya xwe ”îslam” qebûl nekiribe jî, axir îro hejmara mezin ya nufûsa Kurd musulman e. Di nav piranîya Kurdên musulman da jî mezhebê domînant ”sunnî” ye. Di nav mezhebê ”sunnî” da jî piranîya Kurdên musulman ”şafiî” ne û hejmareke biçûk jî ”henefî” ne. Kurdên ”şiî – elewî” jî hene. Helbet Kurdên Êzidî, yên Mûsawî, yên Îsawî, yên Bûdîst û yên Xweza bawer – ateîst jî hene. Li vê derê armanca me kategorîzekirina dîn û bawerîyan nîne. Me xwast destnîşanîya ”fakt”ekê bikin. Mexseda me cuda ye. Wekî me gotî, piranîya Kurdan musulmanên şafiî ne û di vê nivîsara kurt da em dixwazin li ser rola Melayan ya di bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd ya li parçeyê di bin dagîrîya dewleta Tirk da rawestin.

Dewleta Tirk ji destpêka damezrîna xwe were, “îslam” gelek bi hostahî bi kar îna dijî xelkê Kurd û xelkê Kurd bi vê propagandaya “biratîya dînî” lêhband [xapand] û vî metodê lêhbandinê îro jî didomîne. Dewletên kolonyalîst yên dorberê jî ev “çeka” îslamê bi kar înan û evro jî bi kar tînin. Duhî rejima Seddam jî wisa dikir, Sûrîye hêj jî dike û ji xwe Îran di dereceya fetîşîzmê da vê polîtîkê didomîne. Faktorê “îslam”ê di demê Osmanîyan da jî hate bi kar înan, belêm relatîven jî be, sîstemê “Ademî merkezîyet”ê bêhn li Kurdan çik nedikir û Kurdan bi sîstemê “Mîrekîyên Kurd” jîyana xwe îdare dikirin û didomandin. Ev propagandaya “biratîya îslamî” îro jî gelek bi zanahî tête kirin. Ertêş li Tirkîyeyê xwe wekî nobedar û metalê laîsîzmê nîşan dide, belêm li Kurdistanê fanatîzma îslamî organîze dike û bi vê rêyê mevcudîyeta rejimê dide domandin. Partîyên dî yên rejimê jî vî faktorê îslamê bi kar tînin li Kurdistanê. Beramberî bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd, muştereka asgarî ya hemû hêz û dînamîkên Tirk ev slogana “biratîya îslamî” ye. Bi vê sloganê nîrê kolonyalîzma Tirk didin mayînde kirin li Kurdistanê. Dijî vê edebîyata “biratîya îslamî” mixabin ku xelkê Kurd polîtîkeke xurt û dînamîk neafirand heta îro û eve qelsîyeke mezin e. Li alîyê dî wekî mabeda îbadetî “Mizgefta Kurdistanê” û wekî rêberên dînî “Melayên Kurd” jî rol û erkên xwe yên neteweyî layiqen bi cih neînan. Şik têda nîne ku di nav dînên esmanî da kategorîya rêberîya dînî û mabeda îbadetî ne wekî hev e. Kinîşteyê [Sînagog] û Rabînan di nav civata Mûsawî [Cihû] da roleke rêber û rêvebir leyistine. Dîsa Dêrê û Papa - Qeşê – Matranan jî di nav civata Îsawî da roleke rêber û rêvebir bi cih înane. Hîyerarşîya di nav Rabîn û Papa - Qeşê – Matranan da, di nav Melayan da nebûye. Lê di nav rêberên dînî yên mezhebê Şiî da hîyerarşîyeke serwarî wekî “Ayetullah”an heye. Di nav Elewîyan da jî rêberîyeke hîyerarşîk wekî “Pîrîtî”yê tête dîtin. Vê hebûna hîyerarşîk, qenc an xirab, hêzeke xurt daye van rêberîyên dînî û mabedên wan. Lê “Mizgeft” û “Mela” di vî warî da zeîf mane, bi rengê hîyerarşîk organîze nebûne. Em li ser binas û başî û xirabîya vê yêkê nasekinin û eve mijareke dî ye. Bi taybetî di sedsala bîstan û vaye di serê sedsala bîst û yêkan da, di têkoşînên neteweyî û demokratîk û yên sosyal da li nav hemû civatan vê “klasa rêberîya dinî” û “mabedên îbadetî” rola mixalifîyê leytistine. Li hindek welatan pêşengî kirine, li hindek welatan jî destek dayne hêzên opozisyonê û dijî rejimên zordar di rêza xelkê bindest da cihê xwe girtine. Li Afrîkaya Başûr dijî rejima apartheidê piştevanîya bizava Mandelayî di serî da Papa - Qeşê - Matranan dikir. Li Nikaraguayê jî dijî rejima Somoza Dêrê û Qeşe - Matranan piştevanîyeke aktîv dida bizava Sandînîstan. Îro jî Rahibên Bûdîst li “Bêrman – Burma – Myanmar”ê dijî cuntaya leşkerî di serê berxwedanê da têkoşînê didin. Lê belê, Mizgeftê û Melayan ev rola pêşeng û piştevan li şoreşa Kurdistanê gelek organîze, xurt û dîmanîk bi cih neînan. Melayan bi kesane [ferdî] cih girtin di nav şoreşê da û hetta wekî lîder û kadroyên pêşeng jî kar û xebat kirin. Lê, wekî “klasa rêber ya dînî” û wekî mabeda îbadetî jî “Mizgeftê” ev rol bi vê huvîyetê ne leyistin. Hal ew e ku di roja îro da dijî kolonyalîzm û dagîrîya dewleta Tirk divêt hemû baskên opozisyona neteweyî bêne organîze kirin, bêne seferber kirin. Yêk ji wan kan û baskên opozisyonê jî Mizgeft û Mela ne. Mela divêt her di serî da dijî rejima kolonyalîst û dagîrker ya dewleta Tirk di nav xwe da organîze bin û bi vê organîzebûnê jî gelek aktîv beşdarî têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê bin.

Melayên Kurdistanê divêt bi weizên xwe dijî zulma sunnîzma henefîst ya fermî ya dewleta Tirk derkevin, mezhebê Kurdan şafiîtîyê biparêzin. Ji ber ku dewleta Tirk digel ziman û kultura Kurdî, mezhebê şafiî jî asîmîle dike û henefîzmê li Kurdistanê bi serdestî tetbîq dike. Melayên Kurdistanê û Mizgefta Kurdistanê divêt vê huvîyeta xwe ya cuda jî biparêzin û ew jî ji vî çeperî ve dijî dewleta Tirk têkoşînê bilind bikin. Hukûmeta Tirk û partîya desthilatdar AKP û serokwezîr Teyîb Erdogan, bi vê çeka lêhbandinê ya “biratîya îslamî” hem desthilata xwe, hem ya dewleta xwe, hem jî ya henefîzmê xurt û tehkîm dikin li Kurdistanê. Melayên Kurdistanê, Mizgefta Kurdistanê, hetta Dêr û Qeşe – Matranên Kurdistanê, Kinîşte û Rabînên Kurdistanê, Pîrên Êzidî û yên Elewî û rêberên dî yên dînî yên Kurdistanê ji çeperên dînî û mezhebî ve dijî rejima dagîrker ya dewleta Tirk, di cepheyî herî fireh yê Kurdistanî da divêt cihê xwe bigirin û têkoşînê bilindtir bikin. Roj nîne ku bedenên ter û taze yên têkoşerên doza Kurdistanê, yên gerîllayan bi ber top û tifekên ertêşa Tirk nekevin û şehîd nebin. Melayên Kurdistanê dijî vê wehşeta li Kurdistanê tête domandin divêt rojek zûtir dengê xwe bilind bikin û reftareke organîze, aktîv û aksîyoner nîşan bidin.

ROJAN HAZIM

28 Îlon 2007

serî