Li ser ronakbîrîya Kurdî digel ROJAN HAZIM
întervû
MEDENÎ FERHO
Kekê
ROJAN HAZIM,
Pirsên
yekem mijarê li jêr in.
1-Her dem li ser rewşenbîrî û rewşenbîran gengeşî heye. Di demên dawî de ji bo rewşenbîrên Kurd tê gotin ku di hejmara rewşenbîran de zêdebûn çêbûye, lê vê zêdebûnê di aliyê nehêzî û qelsî de di nirxînin. Yanî dibêjin qalîte qem bûye, rewşenbîrî di wateya hiş û raman de nizim û qels e. Di aliyê hiş û raman û afirgeriyê de hezeyanek, rewşeke nekarî, nekesî û waweylê ya felcbûnî heye. Li gorî min ev yek ji destpêka Bizara Rizgarîxwaz û heya weke roja îro berdewam dike. destpêk nû bû û kesî li rewşenbîran nedigirt. Lê di demên dawî de ku hinek pîşe bi saya tevgera gelê Kurd û Bizava Rizgarîxwaz a Kurdistanê ketin helwesta profesyonelî rewş guherî. Gelek pekînok, ji rê ketin çêbûn, lewra rewşenbîriya Kurd bi awayekî kor, seqet, felcoyî meşiya û kirasekî li gora xwe û pêşketinan qaz ne kir. Tu çi sdibêje?
2-Pirraniya rewşenbîran ji nava klîk û grubên siyasî derketine. Vê yekê di hest û raman de şikestîk, dijberî, kîna kronîk derxistiye holê. Lewra 2 alternatîf derketin bêşberî wan. Yek: Dibin navê bêalîtiyê de alîgirî ku bû sedema hebana pifdayî... Du: Kîna kronîk ku hemberî hinek partî, kes û gruban dikin. Bêguman sedemên tolhildanê desp pê kir... Ev jî bu sedema ku şîrove û nirxandinên çewt û şaş bêne kirin. Hinek derdor van rewşenbîran weke -bermayiyên şûr- dinirxînin. Li gorî min ev helwest, ew rewş teva ji bo paşerojan wê bibin bingeha rêkûpêkiya bi encam. Bêguman dîrok wê moxila xwe bi kar bîne. Tu jî dizane ku moxila dîrokê gelekî hur e. Lewra dijberî û dijminatiya kronîk wê berteref bibe, Tu çi dibêje?
3-Rewşenbîriya Kurd, ji berheman, ji afirgeriya -tîtr-ên binbarî, ramyarî, zanistî bêhtir di wateya dijberiya partî û gruban de pêşdikeve. Gelek malper hene ku tenê ev naxşeya neyînî didine xuya kirin. Ev teva bi hestên -ezî-ve girêdayî ye. Vekirina malperên zêde weke rewşeke erênî û ronbînî xuya bike jî, ji sedeme nabûna exlakê weşangerî û kontrola binbariya hest û toreya civakî, simbilên dexla pûç û korîk derdikevin holê. Tu çi dêje?
4- Di rojên dawî de helwesta hinek rewşenbîrên Kurd weke -çavsorên oryantalîst- têne nirxandin. Li gorî min ev gotin her çiqasî ji derdorên Bizava Rizgarîxwaz a Kurdistanê derketibe jî, rastiyek tede heye. Li gorî min rewşenbîrên ji grub û klîkan pekiyane û xwe ji helwesta dijberî, neyartî û hemberiya kronîk xelas ne kirine şaşiyên gelekî mezin dikin û dubendiyên mezin dikine nava Kurdan. Gelo ev nabe arikariya dijmin? Rol û binbariya erênî û zanistî ya rewşenbîriyê dikujin. Ji ber ku tenê sixêf û dijunî di nivîsên wan de hene. Gelo ev kes nikarin xwe biguherinj? Tu çi dibêje?
5-Rewşenbîr vijdanê gel in, berdevkê komên xelkê ne. Pêwiste argumantên xwe yên rêzantî, zanistî bînin cih. Di aliyê edebî, felsefî, dîrokî, lêkolîmî de, zanyarî û afirgeriya xwedî helswest de binbariya xwe bînin cih. Mixabin rewşenbîriya Kurd ketiye wateyeke ku tenê bi kinc û cilan û bi gotinên dijminatiya kronîk ku encamên komplowarî jê derdikevin derketiye pêş. Zimanê wan jî biyanî ye û berhemeke wan hêjayî nirxanidnê tune ye. Vê yekê rewşenbîr ji gel, ji komên xelkê dur kirine. Hun çi dibêjin.
6-Gotina
ku layikî rewşenbîriya Kurdî hatiye dîtin -rewşenbîrên dewşirme-
ye. Gelo ev gotin, ji sedemên ku navenda entelektueliya Kurd saz nebûye
derdikeve, yan jî rewşenbîrên Kurd ev gotin heq kirine? Tu
ava kirina navenda entelektueliya Kurd de çi di rame? Bêyî dewlet hebe, yan jî
azadiya di çarçoveya demokratîk de ku bi destur hîmî bête erê kirin û
komên xelkê di nava xwe de sazîbûna xwe temam bikin, ev yek dikare pê were
yan na?
Medenî Ferho
21 Sibat 2006
***
Kekê
Medenî,
Ezbenî,
spas, pirsên te hatin û ez jî hema wisa kurt bersiva wan didim, çiku dizanim
hindî ku bersiv kurt bin ihtimala ”pejinandin”a [budama] hevokan ewqas kêm
dibe di rojnameyeke rojane da!..
Berî ku yêkser derbazî bersivdanê bibim, pêşîyê dixwazim li ser gotina „rewşenbîr“ jî gelek bi kurtî rawestim. Termê „Rewşenbîr“ formê xirabbûyî yê gotina „roşenbîr“ anjî „roşinbîr“ e ku di zaravayê soranî da bi kar têt. Faris jî „roşenfikr“ anjî „rûşenfikr“ dibêjin. Piranîya Kurdên kurmancîaxêv û bireke mezin yên soranîaxêv jî „ronakbîr“ dibêjin. Helbete ev dere ne cihê riberiza li ser vê gotinê ye, belêm min hewce dît ku destnîşanîyekê li ser bikim: „Roşenbîr“, „roşinbîr“ û „ronakbîr“ formên rast in, belêm „rewşenbîr“ formê xirabbûyî ye û dê di cih da be ku bête terk kirin. Tercîha min li ser formê „ronakbîr“ e… Heke em bêne ser pirsa we; di xwezaya cîhana ronakbîrî da riberiz [munaqeşe] heye. Ronakbîrîya bêyî riberiz divêt neête hizirîn. Riberiza bi kalîte dînamîzma giyanê ronakbîrîyê ye û kar û bizava ronakbîrîyê berwer û berdêr dike. Hindî “kalîte” ye, ji xwe “ronakbîrî” bi xwe bûyîneke bi “kalîte” ye. Ronakbîrî encameke hiş û bîra bi kalîte ye. Cihê “kalîte” lê neyî, li wê derê “ronakbîrî” nîne û nabe jî, anjî divêt nebe… Li goreyî pirsa we ez dikarim bêjim ku xwezî hejmara ronakbîran di nav civata Kurdî da zêde biba. Belêm mixabin ku di şertên îro da hejmar ne zêde ye, gelek bi tixûb e. Lê belê, di nav vê hejmara gelek biçûk da, kakilê kalîteyê heye û divêt em optîmîst bin ku ev kakilê bi kalîte dê mezin bibe. Di vê derê da karê giring ew e ku, bi hejmareke biçûk jî be, ronakbîrên Kurd vê kalîteyê bi baldarîyeke mezin biparêzin, bigihînin û mezintir bikin. Li alîyê dî, binasên kêmî û lawazîya ronakbîrîya Kurdî gelek in û piralî ne, lê di çarçoveya teng ya vê întervûyê da dest nade ku bi firehî li ser bisekinin. Xwanda bûyîn, xwudan dîploma bûyîn, akademîker bûyîn, anjî nivîskar bûyîn naête manaya ronakbîr bûyînê. Di nav krîterên ronakbîr bûnê da, di serê her tiştî da divêt “kes” xwudanê bîr û ramaneke têr û tijî ya ronahîker be û vê hebûna xwe ya ronakbîrî di pratîka xwe da jî azadane û bê tixûb bi kar bîne. Anku “ronakbîr” divêt hem ji alîyê zanahîyê ve têr û tijî be, hem jî ji alîyê pratîkê ve aktîvîst be. Gotina ku te bi kar înayî, anku “felcbûn” di vê enîşkê da derdikeve meydanê. Heke bi qeyd û bend bête fikirîn û hereketkirin, eve felcbûyîne û gelek aşkera ye ku eve jî dûrî ronakbîrîyê ye.
Polîtîk
û organîzasyonên polîtîk ji hewcehîyên civatê derdikevin û di
manaya giştî da polîtîk xizmeta xelkî ye û eve jî rûyê pozîtîv
yê cîhana polîtîk e. Polîtîk û organîzasyonên polîtîk ne aletên
tetmîna kesan e. Lê yên ku polîtîkê û organîzasyonên polîtîk bo
xwe dikin nav û nan jî hene di meydana polîtîk ya Kurdî da û eve jî rûyê
negatîv yê polîtîkê ye. Li alîyê dî, biçûk mezin hemû organîzasyonên
polîtîk bi çarçove ne û xwudan
statûko ne û kêm zêde hindek tabûyan jî di nav xwe da disitirînin. Lewma jî terkîba organîzasyonên
polîtîk û “hebûna ronakbîrîyê” bi
timamî
nakevin ser hev. Kesê ku xwe di
nav organîzasyoneke polîtîk da gihandî, heke xwe ji labîrentên “statûko”
û
tabûyên
organîzasyona polîtîk rizgar nekiribe, nikare hilkeve cîhana ronakbîrîyê.
Ji ber ku cîhana ronakbîrîyê antî statûko û
antî tabû
ye. Kesên ku bi kîn û
xereza polîtîk, anjî zikreşî û dexesîya “ronakbîrî” radibin
ji xwe ne di nav hisaba ronakbîrîyê da ne û ew tarîkbîr in. Wekî te jî
gotî, “moxila dîrokê” wan dike berma.
Cîhana polîtîk û ronakbîrî ya Kurdî, hêj nû rû bi rûyî modernîzasyonê ye. Lewma jî di nav demekî jandar da dibore. Rikeberîya di pîyaseya polîtîk û ronakbîrîya Kurdî da ji xeta normal û etîk dûr e. Hêj jî rekabeteke prîmîtîv tête domandin û ev tandansa negatîv mixabin ku domînant e. Eve proseseke dirêj e û di encam da hem bizava polîtîk, hem jî hêza ronakbîrîyê dê li goreyî qanûna dîyalektîk ya pêşkevtina civatê kanalên xwe yên xwezayî û rast bibînin û têda biherikin.
Ronakbîrî hebûneke dînamîk e. Hevîrê ronakbîrîyê bîr û ramana azad e. Bîr û raman ji ber vê dînamizmê, berdêr e, aktîv e. Ronakbîr ji vê serkanîya dînamîk û aktîv xwe têr dike û digihîne. Lewma jî ronakbîr li hemberî hemû kar û bizavên reş û tarî, hêza geşî û ronahîyê ye. Ronakbîrî û ronakbîrê / ronakbîra ku bi van elementên pozîtîv biçek [mucehhez] nebûyî, li ser maseya riberizê ye, anku bi şik e. Cîhan û hesûya ronakbîrîyê û ya ronakbîr fireh û mezin e. Bi kar û kiryarên biçûk û nizim ve mijûlbûn ne karê ronakbîran e. Kesên ku ji bo armanc û mexsedên xwe yên ”kirêt”, ji bo fitne û fesadîyê û dilreşîya xwe ”qelem”î bi kar tînin, bi kîlometreyan ji ronakbîrîyê dûr in. Ji xwe yên ku cîhana wan tinê nav, nan û çar dîwar ne ronakbîr in.
Rast
e, ronakbîr wijdana xelkî ne. Ronakbîr deng û garantîya heqîyê, dadîyê,
wekhevîyê û azadîya kamil in. Ronakbîr hem bîr û ramanê diafirînin,
hem jî di pratîkê da ronahî û geşîyê diteyisînin. Ronakbîr di
warê bîr û ramanê da, di hemû baskên edebîyat û zanyarîya pozîtîv
da afirandêr û berdêr in, anjî divêt wisa be. Lê ronakbîr herweha
objektîv in û bêyî hisabên biçûk li pêşîya bizava heq û huqûqê
ne. Ronakbîr bi bîr û ramana xwe ve, bi pratîka xwe ve pêşeng e û
di vê pozisyona xwe da, xwe û berjewendîyên xwe nafikire, ne egoîst e,
kolektîvîst e. Li kî derê doza heqîyê, dadîyê, wekhevî û azadîyê
hebe ronakbîr divêt li wê derê be. Ronakbîr tinê nabêje, herweha jî
dike, anjî divêt wisa be.
Divêt
em qebûl bikin ku xelkê Kurd di nav prosesa avabûna bi giştî
neteweyî da ye. Ev prosese bi nişîv û evraz e, bi çîlaçep e û bi
astengên dijwar ve tijî ye. Ji nav vê prosesa bi alozîyan ve mişt
û tijî derketin yêkgirtinîyeke neteweyî dixwaze. Ev milmilanêya
neteweyî nebe, di derheqê dijwarî û astengan da derketin jî nabe. Di
proseseke bi vî rengî da elementê herî saxlem û rênîşanêr jî hêza
ronakbîrîyê ye. Di gotin û pratîka ronakbîran da rekabet û hisabên
biçûk yên kesî û organîzatîv nînin, anjî divêt nebin. Ji ber hindê
jî hêza herî ku berbelavîyê mînîmalize bike, hêza ronakbîrî ye.
Lewma divêt ev hebûna pozîtîv bête parastin û rê nedin ku bête birîndar
kirin. Yên ku xelkê Kurd layiqî çu tiştê baş û bi xêr nebînin,
çi term û gotinên negatîv hebin wan bi kar tînin. Hemû dînamîkên jînde
û aktîv yên xelkê Kurd divêt ji hucreya biçuk pêve civata xwe organîze
bikin. „Dewlet“ serban e, divêt avahî bête avakirin ku serban li ser
bête danan. Ronakbîr parçeyê herî hişyar, têgihiştî û
serwext yên civatê ne. Ronakbîr jî divêt organîze bin û bi organîzebûnî
enerjîyê bidine heza bi giştî neteweyî, daku welat û xelk rizagar
û azad bibe. Li vê derê xeleka giring ew e ku, organîzebûna ronakbîrî,
ji ya polîtîk û meslekî cuda ye. Ronakbîr wekî hebûna bîr û ramana
xwe ya azad, divêt di maksîmûm dereceyê da, lê bi awayekî kamilen
demokratîk û antî sentralîst, organîze bin, daku xizmeta xwe ya ronakbîrî
bi hev ra û di nav etîk û normên ronakbîrî da layiqen bi kar bînin.
Hêvî
dikim ku bersivên min wekî xwe bêne parastin û weşandin.
Digel
silavên dostane û careke dî spas.
ROJAN
HAZIM
22 Sibat 2006
***
Not:
Ev întervûye ji bo ”Yeni Özgür Politika”yê hatîye kirin.