ROJAN
HAZIM
Gelo li Tirkîyeyê ji pêşveçûneke maqûl û rasyonel, rast û durust dikare bête behs kirin? Heke bi çavekî objektîv li prosesa îro tête jîyan bête nêrîn, bersiveke pozîtîv mumkun xuya nake. Gerçî ji ber têkoşîna bizava neteweyî ya xelkê Kurd û presa Yêkitîya Ewrûpayê bi taybetî di van pênc salên dawîyê da hindek livînên kûselekî [kûs] pêkhatin, belêm guhorînên bi kûrahî nehatin dîtin. Guhorîn[ok]ên bûyî jî, ji ber ku dekoratîv û vîtrînal bûn, di çarçoveya reklamasyonê da man û her hind!. Ji xwe edetê dewleta Tirkîyeyê ye; guhorîn anjî guhorînokên dike jî gelek rûavkî dike û lewma jî di pratîkê da çu encamên pozîtîv nade. Zihnîyeta xwe guhorîneke esasî di halê hazir da nîne di serê rêberên dewleta Tirk da. Dewlet bi vê tengbînîya kronîk, di statûkoperêsîya xwe da bi israr e. Nîşaneyên vê reftara paşverû di amadekirina ”Makqanûna sivîl” da têne dîtin. Teyîb Erdoganî piştî hilbijartinên 22ê Tîrmehê û bi morala hejmara bilind ya rehîyan, -ku nêzîkî seda 47an bû-, hazirkirina ”Makqanûna sivîl” hilgirte serê rojeva xwe û sîparişa teksteke makqanûnê da çend akademîsyenên bispor. Nimûneya ku bisporan amade kirî vê gavê di nav rûper û malperên medyayê û di programên TVyan da dizivire. Partîya Erdogan jî digel van bisporan dê rengê dawîyê bidine vê nimûneya di dest da û dê pêşkêşî bîr û rehîya giştî bikin ku li ser riberiz bête kirin. Analîz û komentaran dest pê kirîye, belêm esas ”tekst” dê piştî xebata hevrayî ya AKPyê û bisporan derkeve meydanê û riberiza berfireh dê li ser wî tekstê dawîyê bête kirin. Di nav xelkê da gotineke qedîm heye; ”hatina pêncşembê ji çarşembê xuya ye”!. Vêca hema hêj nimûneya dawîyê derneketî jî, ji vî ”metin”ê ji ber destê profesoran derketî jî xuya dibe ku makqanûneke ku bersiva xwezî û daxwazên xelkê Kurd û kêmanîyên dî yên li Tirkîyeyê bide, di hesûyê [aso] da xuya nake. Ji ”muqeddîme”ya tekstê profesoran jî kivş e ku tiştekî di xera xelkê Kurd da ji vê hazirîya makqanûnê dernakeve. Şik têda nîne ku lêgerînên ber bi pêşve, nûvekirinên herî biçûk, guhorînên misqalî jî xizmeta pêşveçûna civatan dikin û pozîtîv in. Li ber vê rastîya relatîv hewildanên li ser makqanûneke nû helbet baş in. Lê belê, her di vî tekstê ”nimûne” da jî xuya dibe ku di zihnîyeta şovenîst ya Tirkî da guhorîneke ber bi çav nayê dîtin. Li ser gotin û terman tête leyistin, li dor gotinan tête zivirîn, hevokên girovir têne rêz kirin, belêm ji rastîya îro ya civatê û problema ku tête jîyan tête revîn. Hakimîyeta gotinên nijadperês, bi hîlebazîya termînolojîk tête domandin. Zihnîyeta hakim dîsa ve ya berê ye; ”Yêk dewlet, yêk netewe, yêk ziman, yêk ala, yêk marş”!. Ji xwe Erdogan jî di her keysî da van gotinan dubare dike û dixwaze xwe li ber dilê ertêşê şirîn bike!. Di tekstê akademîsyenan da şablona sembolên dewleta ûnîter ya Tirk tête parastin. Ji bo vê makqanûna nû gotina popûler tête bi kar înan; ”sivîl”!. Hukûmeta ”sivîl” sîpariş daye û bisporên ”sivîl” amade kirine, lê di rastîyê da zihnîyeta ”leşkerî” dewam dike. Nimûneya ji bo AKPyê hatîye şandin ev e û piştî rengê dawîyê jî dê bête riberiz kirin. AKP bi pragmatîzm û pratîka xwe ya van çend salan, newêre metinekî ku ertêşê aciz bike derêxe ber bîr û rehîya giştî û meydana riberizê. Di riberizan da jî guhorînên ku bersiva rastîya îro bidin pêknayên, çiku hêza domînant dîsa ve ertêş e û dar û desteyên ertêşê ne. Xelkê Tirk jî bi giranî ve dê ”hessasîyeta xwe ya qedîm” nîşan bide, guh nade hessasîyeta xelkên dî û hemû Tirk pêkve ji qumaşê berê dê kirasekî goya nû li komara xwe bikin û razî razî jîyana xwe bidomînin!.
Dewleta
Tirk, hukûmeta Tirk, polîtîkerên Tirk, xelkê Tirk, ronakbîrên Tirk, gelo
bi Kurdan dileyizin? Anku bi rastî dihizirin ku Kurd dê bo vê duaya wan bêjin
”amîn”!. Makqanûna ku îro tête hazir kirin, mumkun e ku hindek rotûşên
biçûk jî lê bêne kirin, belêm kivş e ku di zihnîyeta hakim da, ku ew
jî di manaya giştî da parastina nasyonalîzma Tirk e, guhorînên hêvîdar
nayêne kirin. Ji ber hindê divêt Kurd vê yêkê qebûl nekin. Li goreyî
normên pêşveçûna relatîv, tekstê makqanûna nû, ji makqanûna 12ê
Îlonê dikare pêşvetir be, belêm ji alîyê problematîka
xelkê Kurd ve ev pêşveçûn nayê dîtin. Bo
Kurdan krîtera pêşveçûnê, „Bo Kurdan çi tîne“ ye. Çu mecbûrîyeta
Kurda nîne ku di navbeyna du nimûneyên negatîv da bibin teref û li beramberî
tekstê „şer“ yê makqanûnê, destekê bidine tekstê „ehvenî
şer“ yê makqanûnê. Ehvenîşerê ku dadinin ber Kurdan jî esasen
„şer“ e. Bi metinê makqanûnê yê îro di dest da, [ku ihtimala guhorîneke
têrker jî nayê dîtin], çend gotina „sivîl“ danin pêş û paş
jî, zihnîyeta ertêşî, ya monîst û monolîtîk, ya Tirkîst tête
domandin û sîstemê dewleta kolonyalîst tête tehkîm kirin. Makqanûna ku
rastîya îro ya Tirkîyeyê û daxwaz, pozisyon û statûya xelkê Kurd îfade
neke, formûle neke, ji alîyê xelkê Kurd ve nayête qebûl kirin û divêt
neyête qebûl kirin jî. Helbet metinê dawîyê û demê referandûmê hêj ne
kivş e, lê axir ji axivtin û reftara mezinên dewleta Tirk û nimûneyên
„makqanûna sivîl“ yên di bazara polîtîk da têne dîtin, bo xelkê Kurd
çu îşaretên hêvîyê xuya nakin. Heke metinê dawîyê yê makqanûna nû
digel Kurdan neyête hazir kirin
-[Paradoksa Kurdan jî ew e ku heta îro jî amadekarîyek ji bo makqanûneke
demokratîk nekirine û eve jî qusûra Kurdan e!.]- û xwastekên Kurdan -qet
nebe yên mînîmal- têda cih negirin, hingê Kurd divêt reftar, pozisyon û
rengê rehîya xwe ji nihe ve zelal û kivş bikin: Belê an No!.
ROJAN HAZIM
12
Îlon 2007