paşve

 

Makqanûn û Tirkîzasyon

 

ROJAN HAZIM

 

Karektera dewletekê di serî da naveroka makqanûnê dîyar dike. Makqanûn, reng û formê îdarekirin û rêvebirina dewletekê tayîn dike û kana qanûnan e û maf û azadîyên ferdî û komî tertîb dike. Makqanûn bi naverokên xwe yên kurt, zelal û konkret ve belgeyên xîmî yên sîstemên dewletan e. Makqanûn herweha çarçoveya sîstemê huqûqî û qanûnî jî kivş dike. Makqanûn eyneya sîstemê dewletê ye. Berê xwe bide makqanûnê û reng û karektera dewletê tesbît bike. Vêca heke em berê xwe bidine makqanûna dewleta Tirkîyeyê, naverokeke antî demokratîk, otorîter, şovenîzm sivik dimîne, rasîst û faşîzan derdikeve pêşîya me. Makqanûna Komara Tirkîyeyê [KT], -ku ji alîyê cuntaya faşît ya leşkerî ya 12yê Îlona 1980ê ve hatîye danan û di ”referandûma 1982ê” da bi darê zorê bi xelkê daye qebûl kirin paşê jî hindek guhorînok lê hatine kirin-, bi vê naveroka xwe ve esasen karektera dewletê jî îfade dike. Li vê derê krîtera bingehîn ev e; beramberî xelk û kêmanîyên ne Tirk formûlasyoneke çawa têda heye?.

Di serî da hertişt li goreyî homojenîya nijada Tirk hatîye îzah û formûle kirin. Ji xwe yêk ji karektera dewleta Tirk jî ew e ku hemû materyalên bingehîn yên struktura dewletê ji bo xizmeta Tirkîzasyonê hatine amade kirin. Qanûndanerên dewleta Tirk, di polîtîka xwe ya Tirkîzasyonê da, ji makqanûnê dest bi kar bûne û ev maddeyên faşîstî di makqanûna xwe da bi cih kirine. Di makqanûnê da gelek zelal ”etnîsîteyên dî” têne red û inkar kirin. Anku civata li nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê bi hemû reng û cudahîyên xwe ve, bi heterojenîya sosyolojîk ve nehatîye qebûl kirin. Rengek û formek esas hatîye wergirtin û ”maf û azadî” jî li goreyî vê yêkrengî û yêkformîyê hatine rave kirin: Herkes Tirk e û hertişt jî bo Tirk hatîye nivîsîn û dîzayn kirin di makqanûnê da. Netewe Tirk e, lewma jî ”marşa millî“, xîtabî Tirk dike!. Ala bi xwûna Tirk sor bûye, lewma temsîla Tirk dike!. Ji xwe ziman yêk e û ew jî Tirkî ye!. Xelkên mayî bi gotina Erbakan ”fasa fîso” ne!. Anjî ”hewa cîwa”!.

Astenga herî mezin ya li pêşîya perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî, ev makqanûn bi xwe ye. Du maddeyên makqanûnê wekî qeraseyekê li pêşîya perwerdeya bi zimanê Kurdî barîyer in. Yêk ji wan maddeyê 3yê ye û wisa hatîye formûle kirin:

”Madde 3. Tirkîye bi dewleta xwe, welatê xwe û miletê xwe ve yêkpare ye ku nayê kerkirin. Zimanê wê Tirkî ye. Alaya wê, wekî di qanûnê da hatîye kivş kirin, alaya sor ya bi heyv û stêrka spî ye. Marşa millî ”Marşa Istiqlalê” ye. Serbajêrê wê Ankara ye.”

Ev madde pêkve maddeyekî faşîst e, ew li milekê. Belêm gotina spesîfîk li vê derê ”Zimanê wê Tirkî ye” ye. Eve bi serê xwe astenga herî mezin e li pêşîya Kurda.

Eve têra nake, qanûndaneran ev madde hilgirtine binê ewlehîyeke wisa ku bizava guhorînê danin alîyekê, jê behskirin ne mumkun e!. Ev madde nikare bête guhorîn, belêm ya herî balkêş, teklîfa guhorîna vî maddeyî jî nikare bête kirin!. Ji bo vê yêkê maddeyê 4ê wekî zirhekê bi taybetî hatîye danan:

“Madde 4. Maddeyê yêkê yê makqanûnê ku hukumê di derheqê şeklê komarê da ye û maddeyê 2. yê di derheqê karekterîstîkên komarê da û hukumên di maddeyên 3yê da nikarin bêne guhorîn û teklîfa guhorînê jî nikare bête kirin.”

Maddeyê 42ê jî dubare asteng û barîyeran li pêşîya perwerdeya bi Kurdî ava dike û bi gotinên formê “fermanî” pirsê qutbir dike û diavêje!. Bendê ku bi qedexetîya Kurdî ve girêdayî wisa hatîye formûle kirin:

Madde 42. –“Ji bilî Tirkî çu ziman di dem û dezgehên perwerdeyê da ji bo hevwelatîyên Tirk wekî makziman nabe ku bidin xwandin û fêr kirin…”

Vêca aşkera ye ku eve astengên herî mezin in, adeta Seddê Çînê ne li pêşîya perwerdeya bi Kurdî. Ev formûlasyona maddeyên makqanûnê rê li ber perwerdeya fermî jî, ya prîvat jî digire. Kurd mecbûr in van maddeyan di platformên navîn û derve da aktûel bikin, bidine riberiz kirin û hemle û pêleke xurt bidine dest pê kirin ku opozisyoneke fireh û mezin beramberî van maddeyên faşîst bête organîze kirin. Gerçî ev makqanûn pêkve faşîzan e û divêt bête rakirin, lê axir ew karê demekî dirêj e. Belêm spesîfîken guhortina van maddeyan divêt ji serê rojeva Kurdan neête xwarê. Ji karektera makqanûnê û formûlasyona maddeyan jî kivş e ku karekî sanahî li pêşîya Kurda nîne, lewma divêt dijî van maddeyan xwe hazirî têkoşîneke bihêz û xurt û berdewam bikin.

Ji bo bizaveke bi vî rengî jî, divêt hemû element û dînamîkên neteweyî di nav xebateke koordînatîv da û bi plandarîyeke rêkûpêk kar bikin û hem bîr û rehîya navxweyî agahdar, hişyar û serwext bikin, hem jî di vê prosesa endametîya Tirkîyeyê ya Yêkitîya Ewrûpayê [YE] da, mekanîzmayên YEyê jî bi berfirehî agahdar bikin ji van maddeyên antî demokratîk û faşîstî.

Di destpêkê da van maddeyên 3yê û 42yê yên faşîst yên makqanûna KT, divêt bidine guhorîn!..

ROJAN HAZIM

24 Çirî [Oktober] 2006

 serî