Lîga Kurdistanê û Iraq
Ji serê salên 90î were cara pêþîn e ku hemû dînamîkên Kurdistana Baþûr li ser mijareke spesîfîk ya hilbijartinan jî be bi armanca berjewendîyên neteweyî alyanseke berfireh pêktînin. Du dînamîkên xwudan desthilat û polîtîken jî domînant, PDK û YNK, bi lîteratûra polîtîk ya Kurdan, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, di serê Kanûna 2004ê da nîhayet li hev hatin! Eve, li goreyî gotina wan bi xwe, ji bo demekî kurt jî be gaveke gelek pozîtîv e. Demekî kurt dibêjin, ji ber ku yêk ji serokên dînamîkên polîtîk yên Kurdistana Baþûr, serokê PDKyê Mesûd Barzanî, vê lihevhatina neteweyî bi hilbijartinên dûmahîka çileya 2005ê ve tixûb dike. Ser û bin û ber û piþtên vê stratejîyê dikarin bêne riberiz kirin, ew li milekê, belêm hema spesîfîken ji bo hilbijartinên heyva çileyê jî bin, resmekî gelek ron û zelal derkete meydanê ku vî resmî hem li nav welat dengekî xurt û neteweyî veda, hem jî li meydana navneteweyî sîyaneta Kurdan bilind kir. Çiku, heta nihe bi taybetî li derveyî welat, li saheyên dîplomasîya navneteweyî îmaja ku Kurdan bi xwe dayî, mixabin lê negatîv bû; ”Di meydana navneteweyî da hinde sempatî bo Kurdan heye, boçi ew bi xwe ne di vê þuûrê da ne” dihate gotin! Ev hizra ku li nav dostên Kurdan belavbûyî neheq nebû, gelek rast bû. Bi taybetî di pirsa bi giþtî xelkê Kurd ya li rojhilatanavîn da, piþka Kurdistana Baþûr, piþtî þerê Kuweytê keysekî herî mezin bi destêxist û bû xeleka herî nêzîkî serkevtinê di nav parçeyên dî yên Kurdistanê da. Êdî bi hevkarîya Amerîka û hindek dewletên Ewrûpayê cografyaya Kurdistana Baþûr ji 1992ê heta 2003ê Kerkûk û Xaniqîn têne, ketibû bin desthilata Kurdan bi xwe. Ji xwe piþtî 9ê Nîsana 2003ê û dagîrîya Amerîka û Ingilîzan ya Iraqê û ketina rejima Beas û Seddamî, Kurdistana Baþûr bi tixûbên xwe yên dîrokî ve rizgar bibû. Herçend bi taybetî Kerkûk dîrekt di bin îdareya Kurd da nebû jî, lê ”de facto” bi plan û polîtîkên îdareya Kurdistanê ve dihate rêvebirin. Eve dîsa ve ”de facto” dihate manaya rengekî serxwebûnîya Kurdistanê li piþka baþûr. Piþtî 9ê Nîsana 2003ê êdî rûperekî nû vebû bo Iraqê jî. Anku demê avakirina Iraqa nû dest pê dikir. Di vê ekuasyonê da rola Kurdan ji hêz û þiyana wan zêdetir derkete meydanê. Kurd li ser qedera timamî Iraqê bûne xwudan rol û desthilat. Di danana makqanûn, qanûn û organên rêvebirî yên seranserê Iraqê da ev giranîya Kurdan li berçav bû. Digel hindê jî, prosesa taveyî Iraqê ji ber ”berxwedana paþverû” ya radîkalîstên îslamî û têkvedanên provakatîv yên dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê stabîlîzasyona Iraqê paþkevt, ew texmîna ku Amerîka û rêvebirîya nû ya Iraqê dikirin ku rewþa Iraqê ber bi tenahîyê ve biçe neçû serî. Desthilat formelen di destê Iraqîyan da ye, belêm Amerîka û Brîtanya domînant in. Koalisyona îdareya Iraqê jî adeta bi benikê binþeyê pêkve girêdayî ye. Heke hêz û otorîteya bi taybetî Amerîkayê nebe, kaosa Iraqê dê adeta serûbinîyeke mezin hem li nav xwe, hem jî li navçeyê, pêkbîne. Di vê rikeberîya polîtîk ya bi taybetî di navbeyna Erebên Iraqê da, rewþa polîtîk naziktir dike. Kurd herçend di nav xwe da gelek li hev nebin jî, kêm zêde di armanca parastina destkevta Kurdistanê da pêk dikin. Di midehê salek û nîvan da, anku ji Nîsana 2003ê heta Kanûna 2004ê, bizava sivîl û demokratîk ya Kurdistanê hem nîv referandûmek pêkîna ku xelkê Kurdistanê her bi çi rengî be ”xweserî”yê dixwaze. Eynî hêza sivîl nêzîkî du milyona îmza jî kom kirin û dane UNê ku xelkê Kurd serxwebûna xwe dixwaze. Heke ji pênc milyon Kurdên Kurdistana Baþûr, jîyê rehîdanê li ber çav bête wergirtin, du milyon îmzayên kesên ”baliq” tête wê manayê ku piranîya nifûsê ”self determînasyon”ê daxwaz dike ku eve amadebûna serxwebûnîyê ye. Li alîyê dî ji xwe di makqanûna demokî ya Iraqê da hatibû tesdîq kirin ku li Kurdistanê jî ji bo îdareya navxweyî hilbijartin di eynî roja ku hilbijartinên giþtî yên Iraqê, bêne kirin. Vêca di vê konjonktura gelek pozîtîv ya navneteweyî da, ev rewþa Kurdan, pozisyona wan hem li nav Iraqê, hem jî li navnetewetîyê da xurt û qaîm dike. Du meh berî hilbijartinên Iraqê jî bin, pêkhatina Kurdan ya navxweyî, rûyê wan li derveyî welatî spî dike. Her li Kurdistana Baþûr jî xelkê Kurd hindî hûn bêjin þa ye û Kurdên parçeyên dî yên Kurdistanê jî di her keysî da þabûna xwe nîþan didin. Hilbijartinên dawîya meha çileyê ji alîyê UNê ve jî hatine herêkirin û meþrûîyeta huqûqî û polîtîk heye. Di pirsa hilbijartinan da, polîtîken gava ku dînamîkên polîtîk yên Kurdistanê avêtî, dê bibe garantîya stabîlîzekirina hem statûya Kurdistanê, hem jî ya Iraqê. Milekî dî yê pêkhatina du partîyên xwudan desthilat, PDK û YNKyê baþ e ku çarçoveya hilbijartinan tinê bi xwe ve teng ne girtine, hisaba dînamîkên dî yên polîtîk, sivîl û herweha kêmanîyên wekî, Suryanî-Kildanî, Tirkmen û Kurdên Êzidî jî kirine. Ev helwesta wan di rewþeke wisa ne zelal da, xizmeta tenahîya nav Kurdistanê dike û herweha jî pratîkeke demokratîk e. Bi relatîvî jî be polîtîken tabloyeke baþ hatîye derêxistin, lê belê, eve teknîken dê çawa xwe li pratîka hilbijartinan nîþan bide, ew gelek ne zelal e. Tête hêvî kirin ku heta demê hilbijartinan pirs û pirsgirêkên muhtemel yên teknîkî jî bêne çareser kirin. Garantîya hilbijartinên li Kurdistanê jî bi vê yêkê ve girêdayî, gelek giring e. PDK û YNK li Kurdistanê iqtidar in. Divêt vê pozisyona xwe, van imkanên xwe tinê ji bo xwe bi kar neînin, rê nedin partîfanîya (fanatîzma partîyetî) xwe ku neheqî li grûbên kêmanî neête kirin û sih nekeve ser hilbijartinan. Ev hilbijartine ji bo PDK û YNKyê dê rola kaxeza ”turnusol”ê bileyizin. Demokratîkbûna wan dê di pratîka hilbijartinan û herweha piþtî hilbijartinan, di avakirina hukûmeta neteweyî da, di pratîk û kiryarên fermî da, bête sengandin.
Hindî ku di çapemenîya Kurdî da belav bûyî, ji deklerasyona Barzanî û Talabanî xuya dibe ku, piþtî hilbijartinan dê hukûmeteke koalisyona neteweyî ava bikin. Eve hem polîtîken, hem li goreyî berjewendîyên neteweyî, hem jî ji alîyê normên demokrasîyê ve nîyeteke rast û di cih da ye. Esasen gaveke direng mayî ye jî di meydana polîtîk ya Kurdan da. Divîyabû ku herdu lîderên Kurd, piþtî hilbijartinên 1992ê li ser modelê koalisyona neteweyî û demokratîk alyanseke polîtîk pêkînaban. Heke ji wê demê pêve ew gav hatiba avêtin, nihe rewþa Kurdan û Kurdistanê, da ji ya evro gelek pêþvetir biba. Lê axir, dûrnebînîya kasta polîtîk ya Kurd ne tiþtekî nû û xerîb e. Tradisyona lîderîya polîtîk ya Kurd çu cara xwe ji patînajê, ji tengbînîyê, egoîzmê xilas nekirîye. Çu cara li goreyî vîzyona modern û navneteweyî hereket nekirine. Ji ber vê nexweþîya wan ya kronîk gelek sal û keys hatine berze kirin. Bi taybetî rikeberîya bê mana ya navxweyî ya di navbeyna 1992 û 2003ê da bû binasê berzebûna gelek îmkan û çeperên neteweyî. Herçend di wan yazdeh salan da, piþka mezin ya Kurdistana Baþûr di nav sîstemekî taybetî û xweser yê polîtîk û îdarî da, di bin rêvebirîya Kurdan bi xwe da jî be, zêdetir dînamîkên derveyî xwudan desthilat û domînant bûn. Ew îdareya ”xweser”, di konjonktureke gelek spesîfîk da û di bin kontrol û ewlehîya Amerîkayê da pêkhatibû. Ji ber hindê jî, dînamîkên derve, hema ji ber berjewendîyên xwe yên dewletî jî be, rê nedidan ku Kurd bibine binasê kaoseke kûr di Kurdistanê û navçeyê da. Heke ew hêza domînant neba û her wê hêza xwudan desthilat û domînat ji ber berjewendîyên xwe jî be, Kurd nedaban organîze kirin, îmkan nedaban, ji alîyê leþkerî ve ne parastiban, hêzên Kurd amadebûn ku serê hevdu bixwin! Cuntayên Hewlêr û Silêmanîyê yên li 1993ê provayên helwesteke bi vî rengî bûn. YNKyê li ser PDKyê li Hewlêrê, bi hevkarîya Iranê, cunta çêkir, PDKyê jî li Silêmanîyê ew kontrcunta, hem jî bi hevkarîya tankên ertêþa Seddamî, li ser YNKyê pêkîna. Axir konjonktura navçeyê dîsa ve di xêra xelkê Kurd da aktîve bû û Amerîkayê û hindek dewletên dost yên Ewrûpî fiþar li ser Kurdan kirin ku dîsa ve nêzîkî hev bin û statûya xwe biparêzin. Dîroka van bûyeran ne gelek dûr e. Berî deh – yazdeh salan ev bûyer qewimîne. Ji wan bûyer û serpêhatinên negatîv derswergirtin helbete cihê þahîyê ye. Polîtîka ku îro bi aktîvî û di pêþengîya her wan partîyan da, anku PDK û YNKyê da, tête kirin, digel hemû zeafên wan yên kronîk, di þertên heyî da relatîv jî be di xêra neteweyê Kurd da tête dîtin. Lê mixabin ku polîtîka van herdu partîyan ya berî deh-yazdeh salan ne di xêra xelkê Kurd da bû. Bila duhî neête ji bîr kirin, lê ne bi manaya ”xwûndarîyê”, bi manaya ders jê wergirtinê ku careke dî nekevine wan þaþîyan. Pratîka îro berevajî wê polîtîka berî deh-yazdeh salan e û eve gaveke pêþ e û rûyê spî yê wan partîyan nîþan dide. Tiþtê ku ji dînamîkên Kurd têt, vê rewþa nû, vê nêzîkbûnê teþwîq bikin, têkilî û alyansa pêkhatî germ û geþtir bikin ku zemînê saxlem yê tifaqa neteweyî pêkve bête damezrandin.
Serokê PDKyê Mesûd Barzanî gotîye ku eve dê cara dawîyê be ku wekî ”yêk lîste” diçine hilbijartina. Gerçî ji xwe cara pêþîn e jî ku hemû organîzasyon û kesên neteweyî di yêk lîsteyê da beþdarî hilbijartineke mezin û giþtî dibin. Bila ya dawîyê be, lê ne bi manaya ku di xeta berjewendîyên neteweyî da dîsa ve pêkve hereket nekin. Di hilbijartinên paþerojê da wekî rekabeteke demokratîk her partî û grûbên polîtîk cuda û bi hêza xwe ve bikevin hilbijartina dê baþtir be û eve dê platforma demokrasîyê jî xurttir bike li nav welat. Heke rêberên Kurd, bi vê manaya ku hemû organîzasyonên neteweyî, di zemînê demokrasîyê da û bi rekabeteke demokratîk beþdarî hilbijartinan bibin, gotibin, rast gotine û eve jî dê xizmeta avabûn û bingirtina norm û rêzikên demokrasîyê bike di nav civata Kurd da. Ji alîyekê ve jî gelo ev gotina Mesûd Barzanî mesajeke serxwebûnê dide? Di binê vê gotinê da gelo, nîyeta ”hilbijartinên tên, -herçend ew dem ne kivþ jî be-, dê di Kurdistaneke serbixwe da pêk bên, lewma hewcehî bi yêk lîsteyê nabe” heye an ne? Ji nihe ve û bi van doneyên heyî yên reelpolîtîka Kurdan, ya navçeyê û ya navneteweyî, gotineke sedased ku dê ”di demekî gelek nêzîk da serxwebûn bête îlan kirin” zehmet e. Gerçî ji bo serxwebûnê þertên objektîv yên navxweyî gihiþtîne û konjonktura navneteweyî jî pozîtîv e, belêm rewþa spesîfîk ya rojhilatanavîn astenga herî mezin û dijwar e li pêþîya hem Kurdan, hem jî Amerîka û Ewrûpîyan. Vêca heke pirs tinê nîyet be, mirov dikare bêje ku ”belê nîyet heye”, lê ji nîyetê wêdatir, heke hazirîyeke konkret hebe jî di nav ”dîplomasîya nepenî” ya Kurdan da, -ku pratîka herî negatîv ya rêvebirîya polîtîk ya Kurd ev e ku her tiþt di binê maseyê da tête zivirandin!-, tiþtek xuya nake. Mixabin ku di polîtîka bi giþtî Kurdan da cihê þeffafîyet anku sahîyeta maqûl nîne. Heke hîpotetîk lê bête nêrin; nîyeta serxwebûn îlankirinê û pratîk hevdu timam bike û ji bo armanceke wisa kar bête kirin, hingê di yêk lîsteyê da pêkînana tifaqa navxweyî ya ji bo salekê, têra nake. Divêt heta vegirtina armanceke wisa, pêkvebûnî neête sist kirin. Hebûnîya lîga Kurdistanê, heta bi taybetî pirsa Kerkûkê neête safî kirin, divêt gelek jînde bête ragirtin. Di serî da Mesûd Barzanî û herweha Celal Talabanî û lîderên dî yên Kurd, pirsa Kerkûkê li pêþberî xelkê xwe deklare kirine ku Kerkûk her bi çi awayî be dê di nav tixûbên fermî yên îdareya Kurdistanê da be. Lewma her bi çi armancê be, wekî gavên nû têne avêtin, Kerkûk divêt di nav wê hisabê da be.
Di encam da; di serî da li hev hatina PDK û YNKyê û paþê jî bi kes û grûbên dî fireh kirina vê alyansa neteweyî, direng mayî jî be, gaveke hewce bû û di demekî giring da hatîye avêtin ku dê qedera hilbijartinên seranserî Iraqê jî tayîn bike. Ev pêkhatina nû ya Kurdan, di nav meydana mezin ya Iraqa nû da, di hilbijartinan û herweha piþtî hilbijartinan da, di vê leyiza mezin da, dê pozisyona lîga Kurdistanê gelek xurt û saxlem bike. Lîsteyên ku hatine amade kirin çend li goreyî prosesa demokratîk hatine tesbît kirin, gelek naête zanîn, lê ya giring di dereceya serokatîyê da eve hatîye vucûdê ku ji xwe xelkê jî eve dixwast. Lewma dengvedana vê hevrayîya partîyan ya di sewîyeya serokatîyan da, li goreyî normên demokrasîya sivîl û zemînî pêknehatibin jî, xelk jê razî ye. Di detayan da, normên demokratîk hatibin îhlal kirin jî, encam relatîven jî be di çarçoveya giþtî da bersiva xwastekên neteweyî yên xelkê Kurd dide. Di van þertan da, di vê konjonkturê da û bi ratiba van partîyan û tradisyona wan ya antî demokratîk, dîsa ve encama derketîye meydanê, hêvîyê dide ji bo paþeroja demokratîzebûna cîhana organîze û polîtîk ya Kurdistanê. Eve jî bi navê polîtîka neteweyî destkevtek e û herweha di meydana Iraqa nû da jî avabûna lîga neteweyî ya Kurdistanê ye ku ev lîga Kurdistanê dê di vehûnîna pîramîda polîtîk û îdarî ya timamî Iraqê û avakirina pira di navbeyna Ereb û Kurdan da jî bibe koçê ragir. Lewma xelk û dînamîkên demokrasîya sivîl divêt bihayekî mezin bidine vê encamê û binecihtir bikin. Hêvi dikin ku hilbijartinên dûmahîka heyva çileya 2005ê, -helbet heke hêzên îslamîst yên paþverû yên li nav û derveyî Iraqê û provakasyonên Tirkîye, Sûrîye û Îranê sabotajeke taybetî li hilbijartinan nekin ku neêne kirin-, ji bo Kurdistanê xêr û xweþîyê bînin û bibin dergehê avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê.
ROJAN HAZIM
Kanûn 2004