paþve

Li ser ronakbîrîya Kurdî digel ROJAN HAZIM

întervû

 

MEDENÎ FERHO 

 

 

Kekê ROJAN HAZIM,

Pirsên yekem mijarê li jêr in.

1-Her dem li ser rewþenbîrî û rewþenbîran gengeþî heye. Di demên dawî de ji bo rewþenbîrên Kurd  tê gotin ku di hejmara rewþenbîran de zêdebûn çêbûye, lê vê zêdebûnê di aliyê nehêzî û qelsî de di nirxînin. Yanî dibêjin qalîte qem bûye, rewþenbîrî di wateya hiþ û raman de nizim û qels e. Di aliyê hiþ û raman û afirgeriyê de hezeyanek, rewþeke nekarî, nekesî û waweylê ya felcbûnî heye. Li gorî min ev yek ji destpêka Bizara Rizgarîxwaz û heya weke roja îro berdewam dike. destpêk nû bû û kesî li rewþenbîran nedigirt. Lê di demên dawî de ku hinek pîþe bi saya tevgera gelê Kurd û  Bizava Rizgarîxwaz a Kurdistanê ketin helwesta profesyonelî rewþ guherî. Gelek pekînok, ji rê ketin çêbûn, lewra rewþenbîriya Kurd bi awayekî kor, seqet, felcoyî meþiya û kirasekî li gora xwe û pêþketinan qaz ne kir. Tu çi sdibêje?

2-Pirraniya rewþenbîran ji nava klîk û grubên siyasî derketine. Vê yekê di hest û raman de þikestîk, dijberî, kîna kronîk derxistiye holê. Lewra 2 alternatîf derketin bêþberî wan. Yek: Dibin navê bêalîtiyê de alîgirî ku bû sedema hebana pifdayî... Du: Kîna kronîk ku hemberî hinek partî, kes  û gruban dikin. Bêguman sedemên tolhildanê desp pê kir... Ev jî bu sedema ku þîrove û nirxandinên çewt û þaþ bêne kirin. Hinek derdor van rewþenbîran weke -bermayiyên þûr- dinirxînin. Li gorî min  ev helwest, ew rewþ teva ji bo paþerojan wê bibin bingeha rêkûpêkiya bi encam.  Bêguman dîrok wê moxila xwe bi kar bîne. Tu jî dizane ku moxila dîrokê gelekî hur e. Lewra dijberî û dijminatiya kronîk wê berteref bibe, Tu çi dibêje?

3-Rewþenbîriya Kurd, ji berheman, ji afirgeriya -tîtr-ên binbarî, ramyarî, zanistî bêhtir di wateya dijberiya partî û gruban de pêþdikeve. Gelek malper hene ku tenê ev naxþeya neyînî didine xuya kirin. Ev teva bi hestên -ezî-ve girêdayî ye. Vekirina malperên zêde weke rewþeke erênî û ronbînî xuya bike jî, ji sedeme nabûna exlakê weþangerî û kontrola binbariya hest û toreya civakî, simbilên dexla pûç û korîk derdikevin holê. Tu çi dêje?

4- Di rojên dawî de helwesta hinek rewþenbîrên Kurd weke -çavsorên oryantalîst- têne nirxandin. Li gorî min ev gotin her çiqasî ji derdorên Bizava Rizgarîxwaz a Kurdistanê derketibe jî, rastiyek tede heye. Li gorî min rewþenbîrên ji grub û klîkan pekiyane û xwe ji helwesta dijberî, neyartî û hemberiya kronîk xelas ne kirine þaþiyên gelekî mezin dikin û dubendiyên mezin dikine nava Kurdan. Gelo ev nabe arikariya  dijmin? Rol û binbariya erênî û zanistî ya rewþenbîriyê dikujin. Ji ber ku tenê sixêf û dijunî di nivîsên wan de hene. Gelo ev kes nikarin xwe biguherinj? Tu çi dibêje?

5-Rewþenbîr vijdanê gel in, berdevkê komên xelkê ne. Pêwiste argumantên xwe yên rêzantî, zanistî bînin cih. Di aliyê edebî, felsefî, dîrokî, lêkolîmî de, zanyarî û afirgeriya xwedî helswest de binbariya xwe bînin cih. Mixabin rewþenbîriya Kurd ketiye wateyeke ku tenê bi kinc û cilan û bi gotinên dijminatiya kronîk ku encamên komplowarî jê derdikevin derketiye pêþ. Zimanê wan jî biyanî ye û berhemeke wan hêjayî nirxanidnê tune ye. Vê yekê rewþenbîr ji gel, ji komên xelkê dur kirine. Hun çi dibêjin.

6-Gotina ku layikî rewþenbîriya Kurdî hatiye dîtin -rewþenbîrên dewþirme- ye. Gelo ev gotin, ji sedemên ku navenda entelektueliya Kurd saz nebûye derdikeve, yan jî rewþenbîrên Kurd ev gotin heq kirine?  Tu ava kirina navenda entelektueliya Kurd de çi di rame? Bêyî dewlet hebe, yan jî azadiya di çarçoveya demokratîk de ku bi destur hîmî bête erê kirin û komên xelkê di nava xwe de sazîbûna xwe temam bikin, ev yek dikare pê were yan na?

Medenî Ferho

21 Sibat 2006

 ***

Kekê Medenî,

Ezbenî, spas, pirsên te hatin û ez jî hema wisa kurt bersiva wan didim, çiku dizanim hindî ku bersiv kurt bin ihtimala ”pejinandin”a [budama] hevokan ewqas kêm dibe di rojnameyeke rojane da!..

  1. Berî ku yêkser derbazî bersivdanê bibim, pêþîyê dixwazim li ser gotina „rewþenbîr“ jî gelek bi kurtî rawestim. Termê „Rewþenbîr“ formê xirabbûyî yê gotina „roþenbîr“ anjî „roþinbîr“ e ku di zaravayê soranî da bi kar têt. Faris jî „roþenfikr“ anjî „rûþenfikr“ dibêjin. Piranîya Kurdên kurmancîaxêv û bireke mezin yên soranîaxêv jî „ronakbîr“ dibêjin. Helbete ev dere ne cihê riberiza li ser vê gotinê ye, belêm min hewce dît ku destnîþanîyekê li ser bikim: „Roþenbîr“, „roþinbîr“ û „ronakbîr“ formên rast in, belêm „rewþenbîr“ formê xirabbûyî ye û dê di cih da be ku bête terk kirin. Tercîha min li ser formê „ronakbîr“ e… Heke em bêne ser pirsa we; di xwezaya cîhana ronakbîrî da riberiz [munaqeþe] heye. Ronakbîrîya bêyî riberiz divêt neête hizirîn. Riberiza bi kalîte dînamîzma giyanê ronakbîrîyê ye û kar û bizava ronakbîrîyê berwer û berdêr dike. Hindî “kalîte” ye, ji xwe “ronakbîrî” bi xwe bûyîneke bi “kalîte” ye. Ronakbîrî encameke hiþ û bîra bi kalîte ye. Cihê “kalîte” lê neyî, li wê derê “ronakbîrî” nîne û nabe jî, anjî divêt nebe… Li goreyî pirsa we ez dikarim bêjim ku xwezî hejmara ronakbîran di nav civata Kurdî da zêde biba. Belêm mixabin ku di þertên îro da hejmar ne zêde ye, gelek bi tixûb e. Lê belê, di nav vê hejmara gelek biçûk da, kakilê kalîteyê heye û divêt em optîmîst bin ku ev kakilê bi kalîte dê mezin bibe. Di vê derê da karê giring ew e ku, bi hejmareke biçûk jî be, ronakbîrên Kurd vê kalîteyê bi baldarîyeke mezin biparêzin, bigihînin û mezintir bikin. Li alîyê dî, binasên kêmî û lawazîya ronakbîrîya Kurdî gelek in û piralî ne, lê di çarçoveya teng ya vê întervûyê da dest nade ku bi firehî li ser bisekinin. Xwanda bûyîn, xwudan dîploma bûyîn, akademîker bûyîn, anjî nivîskar bûyîn naête manaya ronakbîr bûyînê. Di nav krîterên ronakbîr bûnê da, di serê her tiþtî da divêt “kes” xwudanê bîr û ramaneke têr û tijî ya ronahîker be û vê hebûna xwe ya ronakbîrî di pratîka xwe da jî azadane û bê tixûb bi kar bîne. Anku “ronakbîr” divêt hem ji alîyê zanahîyê ve têr û tijî be, hem jî ji alîyê pratîkê ve aktîvîst be. Gotina ku te bi kar înayî, anku “felcbûn” di vê enîþkê da derdikeve meydanê. Heke bi qeyd û bend bête fikirîn û hereketkirin, eve felcbûyîne û gelek aþkera ye ku eve jî dûrî ronakbîrîyê ye.

  1. Polîtîk û organîzasyonên polîtîk ji hewcehîyên civatê derdikevin û di manaya giþtî da polîtîk xizmeta xelkî ye û eve jî rûyê pozîtîv yê cîhana polîtîk e. Polîtîk û organîzasyonên polîtîk ne aletên tetmîna kesan e. Lê yên ku polîtîkê û organîzasyonên polîtîk bo xwe dikin nav û nan jî hene di meydana polîtîk ya Kurdî da û eve jî rûyê negatîv yê polîtîkê ye. Li alîyê dî, biçûk mezin hemû organîzasyonên polîtîk bi çarçove ne û xwudan statûko ne û kêm zêde hindek tabûyan jî di nav xwe da disitirînin. Lewma jî terkîba organîzasyonên polîtîk û “hebûna ronakbîrîyê” bi timamî nakevin ser hev. Kesê ku xwe di nav organîzasyoneke polîtîk da gihandî, heke xwe ji labîrentên “statûko” û tabûyên organîzasyona polîtîk rizgar nekiribe, nikare hilkeve cîhana ronakbîrîyê. Ji ber ku cîhana ronakbîrîyê antî statûko û antî tabû ye. Kesên ku bi kîn û xereza polîtîk, anjî zikreþî û dexesîya “ronakbîrî” radibin ji xwe ne di nav hisaba ronakbîrîyê da ne û ew tarîkbîr in. Wekî te jî gotî, “moxila dîrokê” wan dike berma.

 

  1. Cîhana polîtîk û ronakbîrî ya Kurdî, hêj nû rû bi rûyî modernîzasyonê ye. Lewma jî di nav demekî jandar da dibore. Rikeberîya di pîyaseya polîtîk û ronakbîrîya Kurdî da ji xeta normal û etîk dûr e. Hêj jî rekabeteke prîmîtîv tête domandin û ev tandansa negatîv mixabin ku domînant e. Eve proseseke dirêj e û di encam da hem bizava polîtîk, hem jî hêza ronakbîrîyê dê li goreyî qanûna dîyalektîk ya pêþkevtina civatê kanalên xwe yên xwezayî û rast bibînin û têda biherikin.

  1. Ronakbîrî hebûneke dînamîk e. Hevîrê ronakbîrîyê bîr û ramana azad e. Bîr û raman ji ber vê dînamizmê, berdêr e, aktîv e. Ronakbîr ji vê serkanîya dînamîk û aktîv xwe têr dike û digihîne. Lewma jî ronakbîr li hemberî hemû kar û bizavên reþ û tarî, hêza geþî û ronahîyê ye. Ronakbîrî û ronakbîrê / ronakbîra ku bi van elementên pozîtîv biçek [mucehhez] nebûyî, li ser maseya riberizê ye, anku bi þik e. Cîhan û hesûya ronakbîrîyê û ya ronakbîr fireh û mezin e. Bi kar û kiryarên biçûk û nizim ve mijûlbûn ne karê ronakbîran e. Kesên ku ji bo armanc û mexsedên xwe yên ”kirêt”, ji bo fitne û fesadîyê û dilreþîya xwe ”qelem”î bi kar tînin, bi kîlometreyan ji ronakbîrîyê dûr in. Ji xwe yên ku cîhana wan tinê nav, nan û çar dîwar ne ronakbîr in.

 

  1. Rast e, ronakbîr wijdana xelkî ne. Ronakbîr deng û garantîya heqîyê, dadîyê, wekhevîyê û azadîya kamil in. Ronakbîr hem bîr û ramanê diafirînin, hem jî di pratîkê da ronahî û geþîyê diteyisînin. Ronakbîr di warê bîr û ramanê da, di hemû baskên edebîyat û zanyarîya pozîtîv da afirandêr û berdêr in, anjî divêt wisa be. Lê ronakbîr herweha objektîv in û bêyî hisabên biçûk li pêþîya bizava heq û huqûqê ne. Ronakbîr bi bîr û ramana xwe ve, bi pratîka xwe ve pêþeng e û di vê pozisyona xwe da, xwe û berjewendîyên xwe nafikire, ne egoîst e, kolektîvîst e. Li kî derê doza heqîyê, dadîyê, wekhevî û azadîyê hebe ronakbîr divêt li wê derê be. Ronakbîr tinê nabêje, herweha jî dike, anjî divêt wisa be.

 

  1. Divêt em qebûl bikin ku xelkê Kurd di nav prosesa avabûna bi giþtî neteweyî da ye. Ev prosese bi niþîv û evraz e, bi çîlaçep e û bi astengên dijwar ve tijî ye. Ji nav vê prosesa bi alozîyan ve miþt û tijî derketin yêkgirtinîyeke neteweyî dixwaze. Ev milmilanêya neteweyî nebe, di derheqê dijwarî û astengan da derketin jî nabe. Di proseseke bi vî rengî da elementê herî saxlem û rênîþanêr jî hêza ronakbîrîyê ye. Di gotin û pratîka ronakbîran da rekabet û hisabên biçûk yên kesî û organîzatîv nînin, anjî divêt nebin. Ji ber hindê jî hêza herî ku berbelavîyê mînîmalize bike, hêza ronakbîrî ye. Lewma divêt ev hebûna pozîtîv bête parastin û rê nedin ku bête birîndar kirin. Yên ku xelkê Kurd layiqî çu tiþtê baþ û bi xêr nebînin, çi term û gotinên negatîv hebin wan bi kar tînin. Hemû dînamîkên jînde û aktîv yên xelkê Kurd divêt ji hucreya biçuk pêve civata xwe organîze bikin. „Dewlet“ serban e, divêt avahî bête avakirin ku serban li ser bête danan. Ronakbîr parçeyê herî hiþyar, têgihiþtî û serwext yên civatê ne. Ronakbîr jî divêt organîze bin û bi organîzebûnî enerjîyê bidine heza bi giþtî neteweyî, daku welat û xelk rizagar û azad bibe. Li vê derê xeleka giring ew e ku, organîzebûna ronakbîrî, ji ya polîtîk û meslekî cuda ye. Ronakbîr wekî hebûna bîr û ramana xwe ya azad, divêt di maksîmûm dereceyê da, lê bi awayekî kamilen demokratîk û antî sentralîst, organîze bin, daku xizmeta xwe ya ronakbîrî bi hev ra û di nav etîk û normên ronakbîrî da layiqen bi kar bînin.

Hêvî dikim ku bersivên min wekî xwe bêne parastin û weþandin.

Digel silavên dostane û careke dî spas.

ROJAN HAZIM

22 Sibat 2006

***

                                                  Not:

                                                  Ev întervûye ji bo ”Yeni Özgür Politika”yê hatîye kirin.

serî