paþve

 

Li ser Necmettin Buyukkaya

ROJAN HAZIM

Komîteya Bîrînana Þehîd Necmettîn Büyükkaya ji bo 25 salîya þehadeta wî, di 23ê Çileya 2009ê da, amadekarîyeke bîrînanî dike. Li goreyî vê programê pirtûkeke bîrînanî tête amade kirin. Ji bo vê pirtûkê sê pirs ji dostên Necmettîn hatine kirin. Ev daxwaz, wekî dostekî Necmettîn, ji min jî hate kirin. Bersivên min li jêr in.

RH

Pirs: 1- Bîrewerîyên we yên taybet digel Þehîd Necmettin de çi ne?

ROJAN HAZIM: 1. Min Necmettîn Buyukkaya giyaben ji “Doza DDKO”yê dizanî, ku 1969-1970ê serokatîya DDKOya Stanbolê kiribû. Belêm cara ewil min Necmettîn li sala 1975ê li Ankarayê dît. Ferît Uzun, [Ew û Necmettîn ji Sêwerekê, hemþehrîyê hev bûn.], em bi hev dan naskirin ku wê salê ji Swêdê vegeryabû. [Ferît, digel ku ji alîyê pozisyona îdeolojîk û politîk ya wî demî ve em dûrî hev jî bûn, (ew Pro-Çîn bû û di cudahîyên îdeolojîk û polîtîk yên di DDKDya Ankarayê da, li ber çavan nebe jî, rêberîya grûba “Kawa” wî dikir.), lê dostayetîyeke germ di navbeyna me da hebû. Ferît mirovekî tengbîn nebû û di nav polemîkên dijwar yên wî demî da jî ferq û cudahîya îdeolojîk û polîtîk bi rengekî negatîv sîrayetî têkilîyên sosyal nedikir. Ew jî îro di nav rêza þehîdên Kurdistanê da ye û 22yê vê mehê, -22 Teþrîn-Mijdar 2008-, (22 Teþrîn-Mijdar 1978), 30 salîya kuþtina wî ye û ez vî dostê xwe yê hêja jî bi rêz û vîneke mezin bi bîr tînim.] Hingê me xwandekarên Kurd yên li zanîngehên Ankarayê komeleya bi navê “DDKD” [Devrimci Demokratik Kültür Derneði – Komeleya Þoreþgerî û Demokratîk ya Kulturî] damezrandibû. [DDKDya ku me cara ewil damezrandî, sala 1976ê ji teref DGMya (Dadgeha Ewlekarîya Dewletê) Ankarayê ve hate girtin. Paþê “PDK-Tyîyan” (T-KDP-KIP), DDKD li Diyarbekirê ava kirin û digel DDKDya Stanbolê di meydana polîtîk da bi navê vê komeleyê hatin nas kirin. –(DDKDya Izmîrê serekî cuda dikêþa.)- Anku ferqa DDKDya ewil ya li Ankarayê û DDKDyên dî heye. DDKD ewil car li Ankarayê vebû, yên Stanbol û Izmîrê paþê vebûn, lê piþtî þêwra digel DDKDya Ankarayê ev nav wergirtin. Di nav wan da têkilîyên rêxistinî yên organîk yên bi rengê merkezî, federasyonî anjî otonomî nebûn, bi pozisyoneke serbixwe têkilî hebûn.]

Salên piþtî faþîzma 12ê Adara 1971ê bûn. 74ê hukûmeta Bulent Ecevît [CHP – Partîya Xelkî ya Komarê] bi koalisyona digel Necmettin Erbakan [MSP – Partîya Selametê ya Millî] li ser kar bû. Efûya giþtî derketibû û xebatên þoreþgerî û demokratîk wekî kulîlkan dibiþkivîn li Tirkîye û Kurdistanê. Di wan þertan da, me refek xwandekarên Kurd yên li zanîngehên cuda yên Ankarayê ew komele vekiribû. Gava me di dawîya sala 1974ê da komele li Cebecîya Ankarayê, li muqabilî Fakûlteya Zanyarîyên Polîtîk [SBF] û Fakûlteya Huqûqê vekirî, baleke germ û bilind kêþabû, dengekî mezin vedabû. Ji xwandekarên zaningehan heta yên lîseyê ciwan dihatin komeleyê. Ciwanên Kurd yên ku di nav jîyana kar da jî ref ref dihatin, diçûn. Kurdên Ankarayê, biçûk mezin, jin mêr dihatin komeleyê. Welatparêzên Kurd yên ku ji Kurdistanê dihatin Ankarayê jî, di gava ewil da serek li komeleyê didan. Komeleya me bibû êwirgeha Kurdan li Ankarayê. Bawerîya ku em hemû xwandekar gihandibûn hev, Kurdbûyîn û Kurdistanîbûyîn bû, bi doza Kurdistanê ve girêdayîn bû.

Wî demî hêj grûbên îdeolojîk û polîtîk bi hemû rengên xwe ve zelal nebibûn. Ji 75ê pêve hêdî hêdî rengên grûbî derketin, xetên îdeolojîk û polîtîk ji hev ferq bûn. Riberizeke berfireh û kûr ya îdeolojîk û polîtîk hebû di navbeyna xwandekarên Kurd da. Komele bibû platformeke van riberizan. Kampa sosyalîzma cîhanî, Sovyetî û Çînî, tesîreke tayînker hebû li ser van riberizan. Herwisa fikira nasyonalîzma Kurdî jî dihate riberiz kirin. Piþtî têkçûna “Þoreþa Kurdistana Baþûr” ya piþtî “Peymana Bêyûm ya Cezayîrê ya 6ê Adara 1975ê”, ji xeta polîtîk ya “PDK-Iraq”ê dûrketineke ber bi çav hebû. Fikira çepîtîyê, ya “Antî-Emperyalîst”, “Antî- Emperyalîzma Amerîka” û sosyalîzmê xurt bû di nav xwandekar û endamên komeleyê da. Riberiza di navbeyna sosyalîstî û nasyonalîstîye da herdiçû zêdetir dibû. Rêz bi bayê bezê ji hev cuda dibûn. Di nav wan riberizan da herkesê rêza xwe kivþ dikir. “Bêterefî” nemabû. Pro-Sovyetî, Pro-Çînî û Nasyonalîzma Kurdî sê xetên sereke bûn di nav Kurdan da. Pro-Sovyetî di wan þertên cîhanê yên “Þerê Sar” da li pêþtir û bi hêztir bû, belêm xeta Pro-Çînî [Maoîstî], -ku wan “Yêkitîya Sovyetan” wekî “Sosyal Emperyalîst” bi nav dikirin-, li goreyî xetên dî zeîf bû. Tandansa “Ne Sovyet, ne Çîn” jî hebû lê lawaz bû. Xeta Nasyonalîzma Kurdî bi hemû nûansên xwe ve û tandansa “Ne Sovyet, Ne Çîn” jî, di hindek waran da, nêzîktirî hev bûn. Di nav van riberizên dijwar da kadroyên ku piþtî 12ê Adara 1971ê derketîye derveyî welat û yên ku piþtî efûya 74ê ji hefsê derketî jî bûne terefekî van riberizan. Kadroyên ji derveyî welat hatî û yên ji hefsê derketî roleke pêþeng dileyistin di van riberizan da û digel kadroyên demê nû grûb hatin danan, kovar hatin derêxistin. Sala 1975ê sala herî xurt û dijwar ya van riberizan bû. Trafîka li ser DDKDya Ankarayê zêde bibû. Hemû kadroyên me behs kirî, bi gotineke amîyane, çingalê xwe avêtibûn DDKDya Ankarayê ku bo xwe dorberekê çêkin, tesîrekê li ser bikin. [Di destpêka avakirina DDKDya Ankarayê da, tesîra dorberê ku paþê kovara Rizgarî derêxistin zêdetir bû.] Wî demî DDKDya Ankarayê bi mîsyonekî pêþeng û merkezî dihate dîtin û di pratîkê da jî wisa bû û ji ber vê yêkê jî bibû cihê semîner û riberizên îdeolojîk û polîtîk. Necmettîn jî yêk ji wan kesan bû ku dixwast di DDKDya Ankarayê da ji bo xeta xwe, dorberekê çêbike. [Piranî wekî “Neco” ji wî dihate behs kirin]. Necmettîn ji tradisyona Dr. Þivan [T-KDP/PDK-T] bû û bo wê xetê dixebitî ku paþê bûne KIP [Kurdistan Iþçi Partisi – Partîya Karkerên Kurdistanê (Ne PKKya îro)]. Necmettîn mirovekî gelek bi hereket bû, digerîya, lewma têkilîyên xwe zêdetir ji ser DDKDya Stanbolê ra didomandin. Di wan þertan da me hevdu dît, lê rêyên me yên polîtîk, gelek kûr nebe jî, [Ew jî di nav kategorîya Pro-Sovyet da bû], axir dûrî hev bûn. Rêya wî kivþ bû, bo tradisyona Dr. Þivan [T-KDP] dixebitî, em jî li ser xeta Pro-Sovyet li dor kovara “Özgürlük Yolu” [Rêya Azadî] kom bûn, ku piþtî girtina DDKDya Ankarayê [1976], li zivistana 1977ê me li Ankarayê DHKD [Devrimci Halk Kültür Derneði – Komeleya Þoreþgerî ya Xelkî ya Kulturî] vekir.

Necmettîn di suhbet û axivtinan da mirovekî bi sebir bû, lê herwisa jî dihate his kirin ku bi rik jî bû. Ji bo qanikirinê î bi israr bû. Lê çu cara yê li hember xwe nediêþand, nediþkand, kubarî û nazikîya xwe ji dest bernedida û ya herî giring jî piþtî hind riberizan jî xwe sil nedikir, nedixeyidî, têkilîyên xwe yên sosyal di eynî germahîyê da didomandin. Necmettîn di pirsa kampên îdeolojîk da, xwe wekî sosyalîst-komûnîst [bi jargona wî demî, “Marksîst-Lenînîst”] bi nav dikir, ev îdeolojî bi aktîvî diparast û armanca wî jî organîzekirina rêxistineke “Marksîst-Lenînîst” bû. Lê bi taybetî salên 77-82ê ku têkilîyên wî yên pratîk bi giranî digel YNKyê [Yêkitîya Niþtimanî ya Kurdistanê] û Mam Celal bûn, lewma jî ji alîyê îdeolojîk ve gelekî asê nebû, hetta mirov dikare bêje ku Necmettîn li ser pirsa Kurd û Kurdistanê, di cephegirîya li meydana neteweyî û navneteweyî da “reel polîtîk” jî dihizirî û ji ber hindê pragmatîstekî pozîtîv jî bû. Gerçî ­teorîken meyla wî zêdetir li ser “Bloka Sovyetê” bû, [ku wî demî “Sîstemê Sosyalîzmê yê di pêþengîya Yêkitîya Sovyetan da” dihate gotin], belêm di pratîkê da, di navbeyna kampên îdeolojîk da xeta “berjewendîyên Kurd” li ber çavan digirt û bi vê reftara xwe ve jî nezîkî tandansa “Ne Sovyet, Ne Çîn” jî bû. Kurdistanî bû, lê li hember nasyonalîzma klasîk û tradisyonel ya Kurd jî bi mesafe bû. Heta cuntaya faþîst ya Îlona 1980ê, çend caran li Diyarbekir, Hekarî, Wan û Ankarayê jî em rastî hev hatin. Hevdîtin û rasthatinên me di hewayekî germ û dostane da diborîn. Piþtî ku wî rêya xwe ji hevalên xwe yên KIPê cuda kirî [1977], trafîka hevdîtinan zêdetir bibû. Di payîza 1978ê da li Sêwerekê digel Ezîz Bayram li mala babê wî em bûne mêhvanê wî. Di nav hewþekê da xanîyekî mutevazi û adetî yê Sêwerekê bû. Di nîveka dergehê mezin da derokekî biçûk hebû û hewcehîyeke mezin neba dergehê mezin venedikirin, ji wî derokê biçûk hatûçûya hewþa malê dikirin. Necmettîn jî bi wê bejn û bala xwe ya bilind û biþêl xwe diçemand û ji wî derokî hatûçûya hewþê dikir. Me mêhvandarîyeke gelek germ dîtibû ji Necmettîn û hemû malbata wî. Hingê gelek aktîv destek dida YNKyê. Li mala babê wî digel gelek mêhvanên YNKyî jî suhbetên me çêbûn. Di wî demî da sefereke me ya bi hev ra çêbû bo “binxetê” [Bo baþûrarojavaya Kurdistanê, ya Sûrîyeyê, “binxet” dihate gotin.]. Kontakên Necmettîn gelek û xurt bûn. Em bi hev ra ji ser gundekî Ceylanpinarê [Serê Kanîyê ya serxetê] derbazî jêr bûn û çûne Serê Kanîyê ya binxetê. Wekî em ji “tixûb” derbaz dibûn, Necmettîn gelekî pê sivik bû, di zevîya mayînan da þubî xezalekê dipeyikî. Direngî þevê em gihiþtin gundekê ku qonaxa ewil bû û li mala dostekî “Kak Selah” bûne mêhvan. Roja dî spêdê zû qonaxa me bû mala Xale Remo [Necmettîn “Ap Rem” digotê, lê “Yêkitîyan” “Xale Remo” digotinê] û Husênê Sêwerekî li Serê Kanîyê ya “binxetê”. Ew li “binxetê” û di nav “Yêkitî”yan da “Kak Selah” bû. Di wê seferê da me Salar, yêk ji berpirsiyarên YNKyê bû [Herwisa ji rêvebirîya “Komele”yê jî bû] û Dr. Kemal Xoþnav dîtin. Paþê jî ew bi Salar ra ma, ez û Dr. Kemal Xoþnav bi cîba [Jeep] Kak Behzatê YNKyî çûne Qamiþlo û ez bûme mêhvanê Dr. Kemal Xoþnav. Dr. Kemal berpirsiyarê YNKyê bû li Qamiþlo. Cigerxwûn û Hemîd Derwêþ digel çend hevalên xwe bo seradanî û pîrozkirina cejna musulmanan “Cejna Gorîyê” hatin mala Dr. Kemal. Întervuya digel Cigerxwûn jî min hingê di mala Dr. Kemal Xoþnav da kir bo “Roja Welat” ku di hejmara 12ê ya Kanûna [15ê Çileyê Pêþîn] 1978ê da bi îmzaya “Z. Elkî” hate weþandin. Kak Emer [Mustefa] Debabe, xwarzayê wî Lawa ku þofêrîya wî jî dikir, Mela Nasûh, Dr. Fuat Masûm, Adil Mûrad, Kak Þemal, du kurên Elî Eskerî Þoreþ û Þalaw [Kak Þemal, Mela Nasûh û Emer Debabe, rojekê em li mala Elî Eskerî bo þîvê mêhvan kirin, du xanimên Elî Eskerî xwarinên gelek xweþ çêkiribûn ku ji nav wan xwarinan bo me ya herî balkêþ “Kifteyê Silêmanîye” bûn ku ji pirteqalekê (Appelsîn) mezintir bûn.] û gelek kadroyên YNKyê jî li Þamê me dîtin hingê. Çend carên dî jî rêya me digel Necmettîn bi  “binxet”ê ket. Di van seferan da xortekî jîr û hiþyar, Serdar jî digel Necmettîn bû ku Necmettîn bawerîyeke mezin pê diîna. Serdar pismamê Necmettîn bû û di wî jîyê xwe yê xortînîyê da adeta milê rastê yê Necmettîn bû di van “seyr û sefer”an da û ji bo dostên Necmettîn jî di dereceya herî bilind da î rêzgir bû. Necmettîn di van reng têkilîyan da heta hûn bêjin hevkar bû, piþtevanî dikir, destek dida. Têkilîyên xwe tinê bo xwe nevediþartin, îmkanên xwe digel hemû welatparêzên Kurd parve dikirin. Di 79ê da piþtî ku Riza Þah ket û Ayetullah Xumeynî hate Îranê, di trafîka Mahabadê da jî rasthatineke me çêbû. Herî dawîyê me piþtî cuntaya faþîst ya 12ê Îlona 1980ê li Þamê hev dît. 1982ê berî ku vegere welat çend cara hevdîtina me pêkhat. Gava biryara xwe dayî ku vegere jî, li mala xwe em gazî xwarinê kirin. Digel Mamosta Xelîl Xetîb [Xelîl Xoce] diman. Cihên me nêzîkî hev bûn li Þamê. Mêhvanekî wî jî hebû, “Sendîkacî Zekî”, Kurdê Agirîyê bû, Necmettîn ew dê rêkiriba Ewrûpayê. Heta direngî þevê axivtin û suhbeta me li ser rewþa welat bû û li bersiva pirsa “bi hev ra em dikarin çi bikin?” digerîyan. “Çið Köfte”yeke bi tam û lezzet bo me çêkir. Gotina me ya wê þevê bo Necmettîn “lezê neke bo vegerê, sebir bike, em dikarin bi hev ra li zemînê bi hev ra xebatê bigerin” bû. Lê Necmettîn biryara xwe dabû. Vegerîya û mixabin hate girtin [Nîsana 1982ê] û di berxwedana mezin ya “Hefsa Diyarbekirê” da [23 Çile 1984] þehît ket.

Pirs: 2- Hûn keseyatî ya Þehîd Necmettin wek meriv û dostekî çawa dinirxînin (dibînin)?

ROJAN HAZIM: 2. Necmettîn bi gotineke kurt û sade, mirovekî baþ, camêr, paqij, têkoþer û fedakar bû. Necmettîn Kurd û Kurdistanîyekî xas bû. Ji doza Kurd û Kurdistanê pêve rojeveke wî nebû. Wî timamî jîyana xwe li ser vê armancê organîze kiribû. Ew “þoreþgerekî profesyonel” bû. Timamî kar û xebat û lêgerînên wî li ser vê bîr û bawerîya wî bûn. Mirovekî zana û têgihiþtî bû, belêm zêdetir jî “pratîkal” bû. Di têkilîyên xwe yên dostayetî da jî bi yêk gotinê î durust bû. Xwe ji hevkarîyê qet dûr nedikir. Çi îmkan heban didan xizmeta xebata þoreþgerî û mirovên þoreþger. Piþtî cuntaya faþîst ya 12ê Îlona 1980ê, derketina dehan welatparêzan bo “binxet”ê, bi hevkarî û desteka wî bûye. Hetta berî cuntaya faþîst ya 12ê Îlona 1980ê jî têkoþerên Kurd derbazî “binxete” kirin, ku yêk ji wan jî [1977ê] Mehmed Uzun bû. Necmettîn, di vê hevkarî û destekê da çu cara nekete “egoîzma polîtîk”. Derê xwe bo çu rêxistin û kesên þoreþger negirt. Kê derîyê wî qutaba, vedikir û çi jê hatiba dikir. Necmettîn “dost” bû, dostekî bi kalîte bû û mirovê rojên teng bû. Ew diçû hawara hemû þoreþgeran. Necmettîn ji vî alî ve nimûne bû.

Pirs: 3- Hûn rola (dewra) Þehîd Necmettin di nav tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de çawa dinirxînin (dibînin)?

ROJAN HAZIM: 3. Þehîtbûna Necmettîn ji bo bizava neteweyî ya xelkê Kurd berzebûneke mezin bû. Necmettîn bi pozisyona xwe ve, zanîn û têgihiþtina xwe ve, bi pratîka xwe ve kadroyekî bijare yê doza Kurdistanê bû. Wesfên lîderîyê hebûn û þexsîyetekî balkêþ û karîzmatîk bû. Di salên 75 heta 82ê da bi enerjîyeke mezin destek da “Þoreþa Baþûr”. Gerçî bi giranahî angajeyî xeta YNKyê bû, lê þertên wan salan, karekterîstîka têkilîyên wî demî bi wî rengî bûn. Wî demî “baskanê” hebû. Hindekan jî destek didan PDKyê. Lê ji alîyê objektîv ve armanca hemûyan hevkarî û piþtevanîya ji bo “Þoreþa Kurdistana Baþûr” bû. Necmettîn di çarçoveya têkoþîna parçeyên Kurdistanê da, bi manaya þoreþgerê Kurdistanî, “Þoreþgerekî Internasyonalîst” bû. Di wan salan da þerê çekdarî li baþûr hebû û li goreyî analîza xwe, baþûr di þerê dijî kolonyalîstan da, di têkoþîna dijî rejima Seddam da xeleka zeîf didît û lewma jî destek didayê. “Þoreþa baþûr” di ajandaya wî da li serê rojevê bû. Herwisa di berxwedana xelkê Kurd ya dijî rejima Xumeynî ya li 79ê destpêkirî da jî, piþtevanîya þerê çekdarî yê li “Rojhilat” jî dikir. Bawerîya Necmettîn ji bo bakur jî bi þerê çekdarî hebû. Bi vê armancê xebata wî ya organîzebûnê jî hebû.

Di encam da Necmettîn, neteweyî difikirî, îdeala wî “Kurdistana Mezin” bû û ji ber hindê jî xwe bi “parçeyekê” ve girênedida, seranserî dihizirî û þoreþgerê Kurdistanê bû û li kî derê bizavek heba hevkarîya xwe digihandê. Necmettîn îro fizîken jîyaba, ji bo “Yêkitîya Neteweyî” dê roleke gelek pozîtîv û çêker leyistiba, ku bîr û hizirên wî yên ji bo “Yêkitîya Neteweyî” îro jî jînde ne û rênîþan in. Bizava rizgarîxwaz ya Kurdistanê mirovekî bi cesaret û netirs, þoreþgerekî têkoþer, kadroyekî bijare û lîder berze kir ku cihê wî îro vala ye û tijî nabe. Ji nêrîn û pratîka wî ya wan salên ku me hev naskirî, ez gelek rehet îro dikarim bêjim ku Necmettîn îro î sax ba, me dê mil bi milê hev ji bo “Yêkitîya Neteweyî” xebat kiriba. Necmettîn ev reftara xwe ya “Her tiþt bo yêkitîya neteweyî” di “Hefsa Diyarbekirê” da jî nîþan da. Wî bi zanahî terefê berxwedanê, terefê têkoþînê hilbijart. Wî terefê teslîmîyetê red kir. Wî serê xwe yê ezîz di vê rêyê da li “Hefsa Diyarbekirê” da. Necmettîn xwe bi pratîka xwe nemir kir. Gelek kesan di wan deman da xwe ji xeta berxwedanê dûr kirin. Lê wî ew nekir, serê xwe þor nekir û bi serbilindî canê xwe fedayî doza mezin, doza Kurd û Kurdistanê kir. Kurd û Kurdistan divêt Necmettîn û Necmettînan ji bîr neke û nake jî. Ez dostê xwe yê hêja Necmettîn, anku Kak Selah, bi rêz û vîneke mezin û kûr û ji dil bi bîr tînim.

ROJAN HAZIM

10 Teþrîn [Mijdar] / [November] 2008

**

Rêzdar  Rojan Hazim

Paþ silavên germ û dawa xweþî û serketina we.

Komîteya amadekirina rê û resmên bîrewerî ya 25-salîya Þehid Necmettin Büyükkaya, ko li Swedê dest bi karê xwe kirî ye, wê pir þad û bextewer be eger cenabê we karibin di rê û resmên bîrewerî de ko wê li Swêd, Tirkiye û Kurdistana Îraqê bêne kirin de beþdar bin.

Ew jî bý rêya hevpeyîvînekî vîdeo (2-3 deqîqe) û nivîsandina 3-4 rûpelan bi kurdî li ser pirsên jêr ko wê di roja bîrewerî de (23/1-2009) di kitêbekê de bê belav kirin.

Em hêvîdar in ko bersîvên we heta 15-30/11-2008 amade be û bikeve ber destê me.

Pirsiyar ev in:

1-Bîrewerîyên we yên taybet digel Þehîd Necmettin de çi ne?

2-Hûn keseyatî ya Þehîd Necmettin wek meriv û dostekî çawa dinirxînin (dibînin)?

3- Hûn rola (dewra) Þehîd Necmettin di nav tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de çawa dinirxînin (dibînin)?

Þehid Necmettin Büyükkaya têkoþerekî bi nav û deng û rêzdarî hemû perçeyên Kurdistanê bû,  lewre em pêwist dizanin ko rê û resmên bîrewerî ya 25 salîya wî bi rengekî niþtimanî û ji bo têkoþîn û xebata wî merasîmên laiq bên çêkirin

Ji ber wê, em pir bi rêz û hurmet bangî we dikin û reca ji we dikin ko hûn ê amade bin û karibin di van rê û resman de cihê xwe bibînin.

Rê û resmên bîrewerî yê wê wek li jêr e;

23/1/2009 li Sêweregê – Goristana bajêr

24/1-2009 li Stockholmê – ABF Huset

31/1/2009 li Diyarbekirê

9/2/2009 li Kurdistana Iraqê

Zanyarî yên din wê dûvre bêne belav kirin.

Her serfîraz bin û digel rêzekî bêsinor

Ji dêvla Komîteya Amadekar

Birayê we yê dilsoz

Umer Þêxmûs (Omar Sheikhmous)

Sten Bergmans Väg, 59

121 46 Johanneshov – Sweden

E-mail: omar.sheikhmous@bredband.net

Yan: omsheikh@gmail.com

Tel. Mob. +46-76-7651 652

Herwiha:

1-     Abdul-Razzaq Mirza: razaq96@hotmail.com

2-     Keya Izol: keya_izol@bredband.net

3-     Nemrud Buyukkaya: nemrudb@gmail.com

4-     Pasa Uzun: pasa.uzun@hotmail.com

Stockholm, 7/10-2008                            

 **

serî