Wekî
hersal, bihara evsale jî bi guregura firoke, humehuma tank û topa û barîna
bombeyan erd û esmanê Kurdistanê deng veda û ev dengvedane hêj jî didome…
Dewleta Tirkîyeyê dîsa ve makîneya xwe ya şer dijî xelkê Kurd û
bizava neteweyî aktîve kir. Ertêşê bi rêya dem û dezgehên ragihandinê
rojeva timamî Tirkîyeyê dagirtîye, zevt û asê kirîye û termînolojîya
xwe ya şablonî ya şer ya bi salan, hakimî jîyanê kirîye;
“Operasyona Biharê”!.. Medyaya “Mehmetçîk” dev û zimanê xwe kirîye
yêk û timamî organên xwe yên elektronîk û çapî dayne xizmeta vê
operasyona ertêşê. TV, radyo û rojname, heftename û dezgehên dî yên
medyayê pêkve di çeperê dijî “terorê!” da, belêm ya rastî di çeperê
dijî “Kurd” da, çiku di ferhenga wan da “teror” anku “Kurd” e, milên
xwe dayne yêk ku av di nav wan da nazihine. Medyaya Tirkî pêkve wekî didanê
çerxa dewleta dagîrker û kolonyalist, ji hemû etîk û normên medyaya azad
ya dinyayê dûr berdevkîya ertêşê dike û elemanên xwe yên seresker
şandine Kurdistanê ku vê operasyona biharê ya ertêşê ji nêzîk
ve taqîb bikin û destekê bidine ertêşa xwe ya millî û xelkê xwe yê
Tirk ji vê operasyona dijî Kurd serwext û agahdar bikin!.
Ertêşê
zemînê şerê psîkolojîk hêj ji meha Sibatê pêve hazir kir û timamî
medya di vî warî da înforme kir û qalibê xwe, planê xwe dana ber patron û
qelemşorên leşkerhez yên medyayê. Çarçove kivş bû û hewce
bû ku medya û elemanên wê yên leşkerhez di vê çarçoveyê da karê
xwe yê hazirkirina zemînê şerê psîkolojîk bikin. General û herweha
serokwezîr Erdogan 25ê Sibatê çûne “Tetbîqata Zivistanê” ya li Qersê.
Erdoxan jî bi cilên leşkerî yên komandoyî beşdarî wê tetbîqatê
bû. Ertêşê ji xwe ev midehek bû, piştî bûyera Şemdîna û
girtina ajanên JIT û JÎTEMê li Wanê, Erdoxan û hukûmeta wî teslîm
wergirtibûn û rakêşabûne binê xeta xwe. Erdoxan jî bê qeyd û şert,
daku hukûmet û sandelîya xwe biparêze xwe teslîmî ertêşê kiribû.
Bi taybetî li tenişta asayişê, hakimîyeta îdarî ya sivîl jî li
Kurdistanê bi timamî sparte ertêşê ku ji xwe ertêşê ew mecbûrî
vê kiribû. Generalên ertêşê, bi taybetî Yaşar Büyükanit û
mezinên dî yên ertêşê 26ê Sibatê hatin Diyarbekirê û beyanatên
xwe yên goya dijî terorê dubare kirine ve. Büyüykanit û generalan li
Diyarbekirê planê xwe yê „operasyona biharê“ anku şerê dijî Kurda,
bi mexsûsî û gelek provakatorane, li merkeza polîtîk ya Kurdistanê, li
Diyarbekirê bi rêya medyaya mehmetçîk aşkera kirin bo bîr û rehîya
Tirkîyeyê û dinyayê. Starta
şer êdî hate dan. Ertêşê amadekarîyên xwe lezandin û dest bi
teqwîyekirina hêzên xwe yên li Kurdistanê kir. Xelkê Kurd jî beramberî vî
planê şer, planê xwe yê aştîyê û demokrasîyê kivş kir û
pratîken jî di heftîya Newrozê da li hemû bajêrên Kurdistanê bi sed
hizaran derket meydana, cade û kolana û tinê yêk slogan avêt: Aştî,
azadî, wekhevî û demokrasî!.. Bi aktîvî nêzîkî pênc milyonan xelkî ev
daxwaz bilind kirin li bin esmanê Kurdistanê. Ev dengê heqî û dadîyê gihişte
bîr û rehîya humanîter li timamî dinyayê û sempatî peyda kir ji bo
bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd. Ertêşê bi „okeya“
Erdoxanî reaksîyona xwe ya şer derhal aktîve kir û firoke û helîkopterên
cengî firandin li esmanê Kurdistanê, li ser serê milyonan xelkê ku bi aştîyane
Newroza xwe pîroz dikirin. Di wî demî da îddîanameya dozgerê Wanê Ferhat
Sarikaya ya ji bo bûyera Şemdîna hazirkirî kete rojevê û dozgerî di vê
îddîanameyê da tîrên dijwar digihandin perasûyên general Yaşar Büyükanit
û ew û ajanên Jît û Jîtemê yên hatîye girtin wekî „çeteya sûc“
bi nav kirin û sûcdar kirin. Vê tesbîta dozgerê Wanê, qîyamet rakir di
cepheyê ertêşê û derûdorên ertêşperês da. Di 16ê Adarê da
serfermandarê ertêşê general Hilmî Özkök seradanîya Erdoganî kir û
bi devkî „muhtura“ya ertêşê bi xurtî da hukûmetê û adeta ferman
da Erdoganî ku digel Yaşar Büyükanit rûne û biaxive. 24ê Adarê jî
Yaşar Büyükanit çu seradanîya Erdoganî û wî jî dîrektîva xwe ya
şer da Erdogan. Erdogan çeng û perên xwe sist kirin, înan xwarê û wekî
mirîşka xwe mit kir. Timamî muhtura û dîrektîvên ertêşê bi çavniqandî
qebûl kirin û planê êrişkarîya ertêşê ji bo Kurdistanê tesdîq
kir. Ertêşê bi vê muhturayê êdî karûbarên xwe, hazirîyên xwe goya
di çarçoveya qanûnan da pêkînan û êdî li ber çavê medyayê sewqîyata
xwe ya leşkerî kirin ji bo Kurdistanê. Ertêşê sewqîyata xwe û
starta xwe ya operasyona biharê bi êrişa çekên kîmyayî dane dest pê
kirin û di wê roja ku Büyükanit digel Erdoganî rûniştî, anku 24ê
Adarê, 14 Gerîlla li navbeyna Mûş, Bîngol û Diyarbekirê bi çekên kîmyayî
hatin şehît kirin. Êdî şerê psîkolojîk û şerê pratîk di nav
hev da hatin di rê birin û agirê şer hate gur kirin. Firandina firoke û
helîkopterên cengî li ser serê xelkê li pîrozîya Newrozê û piştî
Newrozê jî kuştina 14 gerîllayan bi çekên kîmyayî ji xwe êdî îlana
şerekî dorfireh bû, nîşana sefera qirkirina Kurda bû. Di merasima
gerîllayên şehît da li Diyarbekirê jî ertêş û polîs li goreyî
planê vî şerî û konsepta operasyona biharê hereket kirin û 14 Kurdên
berxwedêrên xwenîşandana sivîl û demokratîk kuştin. Piştî
van bûyer û qewimînan ertêşê êdî çu tişt veşartî nehêla
û hem sewqîyata xwe ya leşker û sîlehan, hem jî operasyona xwe li ber
kamerayên medyaya mehmetçîk pêkîna. Ji xwe li Kurdistanê nêzîkî 250
hizar leşker bi cih e, di vê sewqîyatê da jî 250 hizar leşker rêkirin
û bi taybetî li Hekarîya û Botanê bi cih kirin. Ertêş bi şandina
leşkeran nema, çek û makîneyên giran yên şer jî rêkirin. Ji
Hekarîyê heta rojavaya Şirnexê di wê cografyaya asê û çiya da hêzên
zirhî û bi taybetî tank hatin bi cih kirin. Firoke û Helîkopterên cengî
esmanê Kurdistanê adeta dagîr kirin, refek rabû, refekê dada. Di 12ê Nîsanê
da, dîsa ve çekên kîmyayî hatin bi kar înan û di Gelîyê Besta Goya da vê
carê jî 8 gerîlla hatin şehît kirin û vê carê termên şehîdan
nehatin dan û bi hovane li wî gelîyê kûr û asê nehatin veşartin, yêkser
hatin çal kirin... Ertêşê zor da medyaya mehmetçîk û êdî heroj behsê
vê „Operasyona Biharê“ ya mezin hate kirin. Mexsed jê ew bû ku xelkê bi
timamî çavtirsandî bikin, jîyana xelkê bi timamî terorîze bikin û manewîyata
xelkê bişkênin. Medyayê bi yêk dengî slogan û armanca operasyonê bi
navê ertêşê wisa dane pêş; „Bi vê operasyona biharê ve êdî
teror dê bête xilas kirin, pişta terorê dê bête şkandin, eve derbê
dawîyê ye!..“ Hewayekî wisa tirsbar pêkînan, atmosfer bi vî rengî
şidandin û givaştin û di bin vê terora psîkolojîk da jî
operasyonên xwe domandin. Medyayê ji Hekarî û Şirnexê, weşanên
zindî kirin digel leşkeran û bi vî rengî moral û cisaret pompeyî leşker
û binemalên leşkeran û xelkê Tirk dikirin... Ertêşê jî di bin vê
desteka medyayê da êrişkarîya xwe adeta reklame dikir û hemû çekên
giran û kîmyayî bi kar tînan beramberî hêzên gerîlla...
Iranê
ji piştî hatina serokkomar Mehmûd Ehmedînecad kivş bû ku dê polîtîkên
gelek konservatîv bîne serê rojeva xwe û rûyê xwe yê şiddetperês
derêxe pêş. Gava Ehmedînecad hatîye ser postê serokkomarîyê, mesaja
wî ya ewilî şerê dijî „minafiqan“ bû. Di ferhenga wan da jî heçi
kesê dijî rejima Ayetullahan be „minafiq“ tête qebûl kirin.“Şeytanî
Buzurg“ jî ji xwe Amerîka ye û dijî Amerîkayê jî gef xwarin Ehmedînecad...
Ehmedînecad hêj ji serî pêve dest bi qutana dahola şer kir. Îranê piştî
şerê salên heştêyî yê digel Iraqa Seddamî dest bi avakirina
sentral û laboratuwarên afirandina Uranyûm kiribû ku xwe hazirî çêkirina çeka nukleer dikir. Di demên Refsancanî û Hatemî da qonaxeke mezin dane paş
xwe di afirandina Uranyûm da... Gava dem hatîye dewra duyemîn ya Hatemî êdî
ji bo têra çekeke nukleer Uranyûm afirandibûn... Di vî warî da hem Rûsyayê,
hem Koreya Bakur û hem jî Çînê destekeke mezin didane Iranê û hem amûret,
hem jî teknolojîya hewce difirotine Iranê hem jî personelên xwe yên bispor
didane xizmeta Iranê. Iranê bi van hevkarî û piştevanîya, xwe îna
dereceya gihiştî
ya çêkirina çeka nukleer. Eve ji bo navçeyê, ji bo dinyayê tehlîke
bû ku dewleteke wekî Iranê, di bin desthilata rejimeke req û hişk ya
Islamî da bibe xwudan çeka nukleer. Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê hêj di
demê Hatemî da sînyalên vê tehlîkeyê belavî dinyayê kirin û xwastin ku
tedbîrên gelek micid bêne standin ku rê li ber vê programa Iranê bête
girtin. Di serî da Rêxistina Yêkitîya Neteweyan, UN, aktîve kirin ku pirsê
hilgire rojeva xwe. UNê jî bi rêya Konseya Enerjîya Atomê çavdêrîya xwe
ya li ser vê programa Iranê xurt kir û Iran hilgirte bin kontrolê. Bisporên
Konseya Enerjîya Atomê çûn Iranê û lêkolîn kirin û di van kontrolan da
kivş bû ku Iranê dezgeh û laboratuwarên bi teknolojîyeke pêşketî
karên çêkirina çeka nukleer pêşve birine, maddeyê xav yê çeka
nukleer, Uranyûm afirandine... Konseya Enerjîya Atomê piştî van tesbîtên
xwe alarm da ku Iran di dereceya tehlîkeyê da ye û divêt bete kontrol kirin.
Lê belê, Iranê qet xwe neda ber kontrola UNê û di programa xwe da israr kir
û got ku ew tinê ji bo hewcehîya xwe ya ji bo enerjîyê Uranyûmê diafirînin...
Lê rastî ne wisa bû û di serî da Amerikayê û YEyê dizanîn ku gava Uranyûm
bi zêdehî ve hate afirandin, ew dibe maddeyê xav yê çeka nukleer.
Tecrubeya wan hebû, çiku wan jî bi vê rêyê çekên xwe yên nukleer çekiribûn...
Lewma ev karûbarê Iranê ji bo xwe û bi taybetî jî ji bo rojhilatanavîn ku
kana petrolê ye û cografyayeke stratejîk e ji bo ewlehîya rojavayê, wekî
tehlîkeyeke sereke qebûl kirin û Iran hilgirtin binê zaptûreptê. Piştî
ku Ehmedînecad bû serokkomar ji xwe Iran êcarî bû tehîke di warê çêkirina
çeka nukleer da. Ehmedînecad heroj derket axivt, gef li Amerîkayê xwarin,
li cîhana rojavayê xwarin, li Israîlê xwarin û hetta gotina xwe hind zêde
bir û got ku Israîl divêt di rojhilatanavîn da nemîne. Ma çi ji vê gefê
mezintir bû bo Israîl, Amerîka û YEyê... Di roja îro da Iranê programa
xwe êdî legalen aşkera kirîye û bi merasim û şahîyan çêkirina
çeka nukleer pîroz dike û di dawîyê da jî xwe wekî dewleta xwudan çeka
nukleer jî îlan kir. Amerîkayê vê gavê Iran danaye nîveka nîşangeha
xwe. Ji xwe Amerîkayê gava rêya xwe ya demokratîzekirina rojhilatanavîn kivş
kirî, piştî Iraqê destnîşanîya Iranê jî kiribû. Iraq hatîye
guhorîn û rejimeke nû hatîye ser kar. Herçend pirsgirêk û alozî hêj jî
di nav Iraqê da dom dikin jî, esasen proses li goreyî planê Amerîkayê pêş
dikeve. Iraqeke federal hatîye danan û bi taybetî Kurdistan hatîye xurt
kirin û Kurd wekî hevçeperên hêzên demokrasîyê li rojhilatnavîn,
tifaqdarên Amerikayê ne. Amerîkayê nihe Iran derêxistîye pêş û
hilgirtîye serê rojevê. Ajandaya Iranê hatîye vekirin û plan û projeyên
hilweşandina rejima Ayetullahan li ser maseya Pentagon û Qesra Spî ye.
Amerîkayê dest bi şerê psîkolojîk jî kirîye û gav bi gav binê
rejimê dikole, di warê dîplomasîyê da Iranê ablûka dike. Amerikayê û
YEyê vê gavê Iran kirine nav devê meqesê û her diçe devê meqesê
digirin. Iran jî ketîye nav manewrayên beyhûde. Li milekê gefxwarinê didomîne,
li milê dî li rêyekê digere ku belaya Amerikayê ji serê xwe dûr bike. Ji
ber ku dizane ku gava Amerikayê ewrên xwe gihandin esmanê Iranê, êdî veger
nabe û şer dest pê dike û destpêka şer jî tête manaya hilweşîna
rejima Ayetullahan. Tam di vî delîveyî da Iranê jî eynî wekî Seddamî dest
pê kirîye ku xelkê xwe hazirî şerê dijî kafiran, minafiqan û „Şeytanî
Buzurg“ bike. Iranê jî bêyî rawestan dest bi şerê psîkolojîk kirîye.
Iran gefa li Amerikayê û rojavayê dixwe ku heke dest bi êrişê bikin,
hingê ew jî dê hemû grûbên îslamîst aktîv bikin ku teroreke mezin pêkbînin
di nav cografyaya Amerîka û cîhana rojavayê da. Iranê li goreyî vê polîtika
xwe ya şidandin û givaştinê li rojhilatanavîn jî dest bi manewrayên
nû kirîye û bi taybetî lê digere ku terefdaran bo xwe amade bike ku xwe ji
fişara Amerîkayê xilas bike. Ji bo Iranê kartê herî pare dike jî Kurd
in û Iranê nihe polîtîka xwe ya antî Kurd gelek aktîve kirîye, daye pêş
û adeta şampîyonîya dijî Kurd dike. Li goreyî vê polîtîka xwe
alyansa xwe ya digel Tirkîye û Sûrîyeyê bi zêdehî ve xurt kirîye û rola
jandarmetîya dijî Kurda wergirtîye ser xwe. Mexseda Iranê ew e ku her bi çi
awayî be rê li ber operasyoneke Amerîkayê bigire û astengan derêxe pêşîya
Amerîkayê. Di operasyona Iraqê da kivş bû ku Amerîkayê bi tifaqdarîya
Kurdan planê xwe bire serî û gihişte mexseda xwe. Di nav Iranê da jî
Kurdistan hem wekî cografya herêmeke mezin e, hem jî bi deh milyon nifûsa
xwe ve Kurd hêzeke hazir û amade ne ji bo tifaqdarîya digel Amerîkayê. Iran
baş dizane ku di nav Iranê da opozisyona herî xurt, organîze û xwudan
armanc Kurd in. Berjewendîyên Kurda û Amerîkayê evro dikevin ser hev û di
xeta demokratîzekirina rojhilatanavîn da hevçeper in. Ev realîteye xewa Iranê
direvîne. Lewma jî Iranê eve serê du salan e ku polîtîka xwe ya beramberî
tevahî xelkê Kurd guhorîye û gelek bi dijwarî tête ser xelkê Kurd û
şiddeteke mezin bi kar tîne li Kurdistanê. Mexseda Iranê ew e ku Kurda
ji hêz bêxe daku destê Amerîkayê zeîf bike di nav Iranê da. Di pirsa Kurdî
da jana Tirkîyeyê jî baş dizane Iran. Ji ber hindê jî, hindî ji dest bêt
Tirkîyeyê dizêrîne, provake dike û teşwîqî êrişkarî û
operasyoneke hevrayî dike. Iran daku Tirkîyeyê razî operasyoneke bi hevrayî
bike, leyizên mezin pêktîne. Heta nihe gelek girtîyên Kurd teslîmî Tirkîyeyê
kirine. Di nav tixûbên xwe da jî dijî pêşmergeyên PJAKê êrişkarîyeke
bêtixûb dike, dijî xelkê sivîl şeddet û terora dewletî bi kar tîne.
Di Sibata evsale da li Makû û dorberê wê 11 Kurd kuştin, bi dehan kes
birîndar kirin û gelek kes jî girtin. Şik têda nîne ku ev dijayetîya
xurt û dijwar ya Iranê ya beramberî xelkê Kurd dil û hinavên dewleta Tirkîyeyê
hûnik dike, dilê wan rehet û şa dike. Iran û Tirkîye timamî agahdarî
û îmaknên xwe parve dikin beramberî bizava neteweyî ya Kurd. Ew ji rojhilat
ve lêdidin, Tirkîye ji rojavayê ve lêdide. Armanca wan ya qirêj ew e ku
operasyonên sandwîcî bikin ku bi hev ra Kurdan perçiqînin, bizava polîtîk
û leşkerî ya xelkê Kurd bişkênin û têkbibin. Ji bo vê yêkê
timamî mekanîzmayên xwe bi koordîneyî bi kar tînin. Iranê jî li goreyî
vê konsepta xwe eynî wekî Tirkîyeyê „operasyona biharê“ daye dest pê
kirin û dijî hêzên PJAKê bi çekên giran şerî dike. Iran û Tirkîyeyê
adeta di navbeyna xwe da wezîfe parve kirine û karê bombekirina Qendîl û
dorberê Qendîl Iranê wergirtîye ser xwe. Tirkîye ji ber endametîya Natoyê
û têkilîyên digel YEyê newêre dîrekt dakeve heta navçeya Qendîlê. Ji
ber ku Amerîka di her keysî da aşkera dibêje ku ew nerazî ye ku Tirkîye
dakeve nav tixûbên Kurdistana Başûr. YEyê jî nerazîbûna xwe kivş
kirîye di vî warî da. Lewma Tirkîyeyê asteng
hene. Li milê dî hukûmeta Kurdistana Başûr jî bi vekirî û zelal ji
bo Tirkîyeyê kivş kir ku heke ew dakevin nav tixûbên Kurdistana Başûr,
ew dê vê gavê wekî şer biha bikin û qetîyen qebûl nakin û dê dijî
vê yêkê çi hewce be bikin. Amerîka jî ji ber alozî û rewşa nazik ya
nav Iraqê piştevanîya polîtîka Kurda dike û vîzeyê nade Tirkîyeyê
ji bo operasyoneke di nav tixûbên Kurdistana Başûr da dijî PKKyê. Derdê
Tirkîyeyê biryargeha HPG û PKKyê ya di Qendîlê da ye. Destê Tirkîyeyê
nagihe heta wan deran. Lewma jî mutehidîya xwe ya şerê dijî Kurda bi
kar tîne û di vê wezîfeyê da rola taşeronîyê daye Iranê. Iran jî
ji xwe di serî da hazirî vê rola bêyûm bû û nihe jî bi bombekirina navçeya
Qendîlê dixwaze zerar û ziyaneke mezin bide hêzên PJAK û PKKyê. Di
navbeyna PKK û PJAKê da hem polîtîken, hem jî leşkerîyen koordînasyonek
heye û lewma jî Tirkîye û Iran jî bi koordîne diçine ser herdu hêzan.
PJAK hem ji alîyê rêxistinîya polîtîk, hem jî ji alîyê leşkerî ve
li
Kurdistana Rojhilat organîze ye û ji ber ku hêzeke nû û ciwan e, bi taybetî
di nav nifşê nû û ciwan da, di nav xwanda û xwandekaran da û herweha
di nav xelk da jî bi firehî û kûrahî organîze bûye û xurt e û bi vê
kapasîteya xwe ve jî ji bo Iranê tehlîkeyeke mezin e, çiku heke Amerîka li
tifaqdarekê bigere di nav Kurdan da dê li hêza herî organîze û xurt bigere
û alyansekê digel pêkbîne dijî rejima Iranê. Iran jî daku vî keysî nehêle
bo Amerikayê, bi hemû hêza xwe ve û bi piştevanîyeke xurt ya Tirkîyeyê
binkeyên PJAK, PKK û HPGyê yên li dora Qendîlê bombe dike. Li milê dî
Iran di nav xwe da jî, li Kurdistanê, li bajêrên wekî Mahabad, Urmîye,
Sine, Seqiz, Serdeşt, Pîranşehr, Bane û yên dî operasyonên dijwar
pêktîne û teroreke ecêp bi kar tîne li ser Kurdan. Tirkîye jî paralelî vê
operasyona Iranê, di nav xwe da eynî terora dewletî bi kar tîne. Tirkîyeyê
jî nîv milyon leşkerê xwe li Kurdistanê di haletê teyakkuza şer
da bi cih kirîye. Evro li Hekarîya, li Botan digel ku topografyaya wan bajêran
dest jî nade, belêm tank tijî wan dol û nihalan kirine, heroj firoke û helîkopterên
cengî bombeyan dibarînine wan gelîyên kûr û wan çîyayên bilind û asê
yên Hekarîya û Botanê. Leşkerên Tirk gundên başûr û rojhilat yên
nêzîkî tixûbên fermî yên Tirkîyeyê bombe dike û xelkê sivîl dide bar
kirin. Tirkîye û Iranê bi koordîne ev ”operasyona biharê” dayne dest pê
kirin û hêzên xwe di çarçoveya vê koordînasyonê da bi kar tînin. Tirkîye
û Iran bi van operasyonên koordîne dixwazin bi berekê çend çûçikan
bikujin. Bi vê operasyona koordîne hem dixwazin opozisyona Kurd ya navxweyî
bişkênin, lawaz û bêtaqet bikin, hem berpêyên Kurdistana Başûr
teng bikin û di ser serê wan da wekî şûrê demokles bi gef û tehdît
rawestin, hem jî astengan derêxin ber polîtîkên demokratîzekirina Amerîkayê
li navçeyê. Tirkîye û Iran di van xalên sereke da gelek hevpar difikirin û
hêzên xwe hem hevpar, hem jî bi koordîne bi kar tînin. Belêm digel vê
koordînasyona hevpar ya digel Tirkîyeyê, spesîfîken armanceke Iranê jî ew
e ku bi rêya vê operasyona dijî hêzên HPG û PKKyê xîtabî bîr û rehîya
xelkê Tirk jî bike daku di muhtemel operasyoneke Amerîkayê ya dijî Iranê
da, xelkê Tirk fişarê bîne ser hukûmeta xwe ku Tirkîye nebe tifaqdara
Amerikayê di operasyona dijî Iranê da. Amerîka jî vê manewraya Iranê baş
dizane, lewma di 25ê Nîsanê da wezîreya karê derve Rice hate Tirkîyeyê û
gelek aşkera bala Tirkîyeyê kêşa ku di têkilîyên digel Iranê da
gelek zêde neçe û ji çarçoveya tifaqdarîya digel Amerikayê xwe dûr neke.
Rice di vê hevdîtinê da nerazîbûna xwe ji bo operasyoneke muhtemel ji bo
Kurdistana Başûr jî aşkera kir û dij derket. Di vê ekuasyona têkilav
da Tirkîyeyê hejmara leşkerê xwe li Kurdistanê du qat zêde kir daku
pozisyona xwe ya beramberî Amerîkayê jî xurttir bike, lê Amerîkayê ev
blofa Tirkîyeyê ferq kir û pûte pê neda. Amerîkayê aşkera gote Tirkîyeyê
ku hem ji tifaqdarîya digel Iranê xwe dûr bikin, hem jî bi çu awayî ketina
nav tixûbên Kurdistana Başûr fikir nekin. Lê belê, digel vê reftara
Amerîkayê jî Tirkîye dijî hêzên HPG û PKKyê yên li navçeya Qendîlê,
digel Iranê di nav tifaqdarîyeke xurt da ye û Iran jî dijî hêza herî
organîze ya li nav xwe, dijî PJAKê ku tifaqdara PKKyê ye di nav êrişkarîyeke
dijwar da ye. Halîhazir Iran û Tirkîye vê koordîansyona xwe ya di warê leşkerî
da didomînin û çep û rast navçeya Qendîlê, Hekarîya, Botanê û Bahdîna
bombe dikin. Tirkîye û Iran bi van operasyonên xwe yên dorfireh û dijwar ji
milekê ve jî dixwazin sehma xwe mezin bikin di serê xelkê Kurd da û li parçeyên
Kurdistanê yên di bin dagîrîya wan da, li nav xelkê Kurd haikimîyeta
”tirs”ê tesîs bikin. Ne Iran, nejî Tirkîye bi van polîtîkên xwe yên
antî Kurd ne dikarin xwe ji problema Kurd xilas bikin, nejî dikarin statûkoya
xwe bi vî rengî bidomînin. Tifaqdarîya Iran û Tirkîyeyê ya bêyûm ya dijî
xelkê Kurd, ne duhî nejî îro çu xêr bo wan neînaye û naîne jî. Iran jî
spesîfîken, bi vê atraksîyona xwe ya antî Kurd û tifaqdarîya digel Tirkîyeyê,
ne dikare xwe ji devê meqesa Amerîkayê xilas bike, nejî dikare rejima xwe
biparêze. Amerîkayê
seeta demê operasyona dijî Îranê bar kirîye û li bin guhê Pentagon û
Qesra Spî ye. Çikçika seeta dawî înana rejima Iranê dest pê kirîye û lêdide.
Iran nikare pişta opozisyona Kurd bişkêne û hêza herî xurt ku ji
bo Iranê derê demokrasîyê veke jî Kurd in û Kurd dê digel hêz û dewletên
ku dixwazin demokrasîyê bînin Iranê û Iranê demokratize bikin bi koordîne
kar bikin û bibin tifaqdarên wan. Hilweşîna vê rejima kevneperês dê
derê demokrasîyê veke hem bo Kurda, hem jî bo xelkên dî yên Iranê. Kurda
çawa roleke bi xêr leyistin bo Iraqê û hem xwe rizgar û azad kirin, hem jî
xelkên dî yên Iraqê ji bin wê rejima zordar ya Seddamî rizgar kirin. Kurd
çawa li Iraqê bûne kilîlê demokrasîyê û derê demokratîzasyonê vekirin,
dê li Iranê jî vê rolê bileyizin û dê bibine pêşengên hewayê bijûn
yê demokrasîyê li Iranê jî. Kurd hazirî roleke wisa ne û xwe amade jî
kirine. Jan û zikêşîya rejima Iranê ji ber vê yêk ye, lewma bi hiddet
û şiddeteke bêperwa êrişî xelkê Kurd dike û binkeyên opozisyona
Kurd, binkeyên leşkerî yên PJAKê bombe dike. Iran bi van operasyonên
xwe esasen dawîya xwe hazir dike, gora xwe dikole. Kurdên rojhilatê xwe
amadeyî hilweşandina rejimê dikin û ev operasyon nikarin vê îradeya
wan ya muqawemeta dijî rejimê sist bike.
Tirkîye jî eve serê dehan sal e ku gotinek di devê xwe da kirîye benîşt û dicû; ”min teror xilas kir!.” û her sal biharê jî operasyoneke ji sala borî mezintir amade dike dadikeve meydan, deşt, zozan û çîyayên Kurdistanê û hemû çekên xwe yên giran di xwezaya Kurdistanê da bi kar tîne û teroreke bêtixûb bi kar tîne li ser serê xelkê Kurd. Di her operasyoneke xwe da dewlet tehrîbateke piralî pêktîne li Kurdistanê. Ji xwezayê, ji şînkatîyê bigirin heta kavil û wêrankirina gund û wargeha û helbet bi şiddeteke mezin jî xelkê terorîze dike û jîyana sosyal û kulturî birîndar dike hetta têk dibe. Dewletê bi taybetî gava li Sibata 1999ê serokê PKKyê Ocalan bi hevkarîya Amerîkayê dîl girtî, xelkê Kurd bi reflekseke nedîtî reaksîyon nîşanî vê operasyona dewletê da û di navbeyna mehekê da seranserê Tirkîyeyê bû meydana şerekî cade û kolana. Piştî ku prosesa dadgehkirina Ocalan dest pê kir, PKKyê reftareke nû kivş kir û bi xwastina Ocalan ve girêdayî jî stratejîyeke nû da ber xwe û peyderpê kiryarên çekdarî kêm kirin û paşê jî xwe bi timamî vekêşa xeta xwe parastina pasîv. Piştî hukmê îdama Ocalan jî, PKKyê ev reftara xwe ya nû neguhorî û kêm zêde, bi ketûrab jî be heta 2004ê domand. Lê belê, dewletê ev reftar û stratejîya nû ya PKKyê wisa tercume kir ku goya bizava neteweyî ya Kurd şkest û êdî nikare pişta xwe rast bike!. Di vî midehî da jî operasyonên xwe yên wêranker domandin, girtin û kuştin kir. Belêm di her salê da bizava xelkê Kurd ji sala borî xurttir bû û di warê legal da jî xwe bi hêztir kir û destkevtên giring bi dest ve înan. Hema li Nîsana 1999ê ku Ocalan di Sibatê da hatibû girtin, du meh ser ra derbaz bûn hilbijartin pêkhatin. Di wan hilbijartinan da Kurda di warê legal da û di bin baskê HADEPê da nêzîkî 60 şehridarî qazanc kirin û nêzîkî du milyona rehî înan. Lê ji ber ku baraja seda deh hebû nikarîn bikevin parlementa Tirkîyeyê. Di serî da Diyarbekir, Wan, Hekarî, Batman, Agirî û li gelek bajêr û bajêrkên dî yên stratejîk yên Kurdistanê şehridarên Kurd hatin ser kar. Hema di hemleya ewil da teza dewletê îflas kir ku bi girtina Ocalan digot ku ”teror”, helbet wekî ew dibêjin ”teror” hûn wê wekî ”Kurd” bixwûnin, xilasbû!. Di hilbijartinên 2002ê da jî Kurda bi hindek kêm û kasîyan û ji zeafa navxweyî çendek şehridarî berze kirin, belêm bi giştî pozisyona xwe dîsa ve parastin. Evê yêkê tiştek nîşandida, dewleta Tirk xwe bi aşkerayî dilêhband. Wekî hercar dewletê polîtîka firloqî didomand û serê xwe ji nav xîzî dernedixist. Lê jibereke dewletê hebû û gavê seetê ew dubare dikir; ”Min terora cudaxwaz xilas kir!.” Lê belê, tam bereksî vê retorîka dewletê, ”terora cudaxwaz!” jî geş û bilind dibû, ji sala borî xurttir û bi hêztir bi pêş diket!. Hukûmeta Erdoxanî, ya AKPyê ji sala 2003ê pêve bi fişara YEyê û ji ber namzetîya YEyê hindek guhorîn di qanûnan da kirin, guhorîneke biçûk jî li makqanûnê kirin û bi vî rengî di warê axivtin û fêrkarîya zimanê Kurdî da hindek gav avêtin, çendek qencyarî kirin. Di televizyona fermî da heftîyê nîv seetek bi du zaravayên Kurdî bi Kurmancî û bi Zazakî weşan hate dest pê kirin. Rê li ber kursên prîvat yên zimanê Kurdî hate vekirin û her hind. Wekî dî çu gavên ku em bêjin reform in, nehatin avêtin. Mafê perwerdeyê nehate dan. YEyê jî ji ber van guhorînên nû rê li ber endametiya Tirkîyeyê vekir û Tirkîye kire namzeta endametîyê ku Kurda ji serî were piştevanîya vê prosesê dikirin. Tirkîye û hukûmeta Erdoxanî gihiştibû xwezîya xwe, bibû namzetê endametîya YEyê. Hukûmeta Erdoxanî raza ser vê prosesê û guhê xwe li daxwazên Kurda girt. Ya ji wan ve tiştê hewce kirine, ma êdî Kurd çi dixwazin, bila çekê danin û werin rûnine mala xwe!. Kurda dît ku hukûmeta Erdoxanî raza ser prosesa YEyê û êdî çu xema naxwe û bersivê nade xwastekên polîtîk yên Kurd, hingê êdî pozisyona xwe ya parastina pasîv betal kir û xwe îna ser xeta parastina aktîv. Hem di warê legal da xwenîşandan, mitîng û aktîvîteyên dî hatin zêde kirin, hem jî di êrişên leşker û polîsan da bersivên xurt hatin dan û êdî leşker û polîs ketin nav armanca parastina aktîv ya gerîllayan. Kurd di Newrozan da bi milyonan derketin meydanan û çembera tirsê şkandin û xwe bi huvîyeta xwe ya Kurdetî û xwastekên xwe yên neteweyî îfade kirin, sloganên xwe avêtin, plakat û pankartên xwe yên bi xwastekên Kurdetîyê rakirin û ala û flamayên bi reng û sembolên neteweyî bilind kirin. Dewletê û hukûmeta Erdoganî jî her car mengeneyê li ser stuyê xelkê Kurd şidandin, terora xwe zêdetir kirin. Ji 2005ê pêve jî dîsa ve dest bi girtin û kuştinên tarî kirin, di nav bajêran da bombe peqandin û dest bi çavtirsandina xelkê kirin. Xeleka dawîyê ya van operasyonên veşartî di meha Teşrîna 2005ê da li Şemdîna hate kirin. Li Şemdîna ajanên JÎT û JÎTEMÊ dikanên welatparêzan bombe kirin, girtin û kuştin kirin. Kiryara xwe ya dawîyê 9ê Teşrînê kirin û narincokek avêtin dikana pirtûkfiroşîyê ya Seferî Yilmaz. Seferî bi mucîzewî ji wê êrişê xilas bû lê muşterîyekî wî hate kuştin. Ajanê ku narincok avêtî itirafkarê ji PKKyê bû û êdî bibû ajan û lolebkêşê makîneya terorê anku JÎT û JÎTEMê. Itirafkarî rojenîvro narincok avêt û revî. Lê Seferî Yilmaz zû pê hesîya û da dûv û bi hevkarîya xelkê Şemdîna ew di tirimpêla du ajanên dî yên planker da desteser kirin. Xelkê Şemdîna bi wê çalakîya xwe deftereke nû vekirin di polîtîka Tirkîyeyê û Kurdistanê da. Sê ajanên JÎT û JÎTEMê yên ku ew bi meh û salan bû ku li Hekarîya û bajêrên dî yên Kurdistanê karê bombeavêjîyê û kuştina têkoşer û welatparêzan dikir, di tirimpêla wan da, di tirimpêla fermî ya dewletê da, bi çek, narincok û cebilxaneya wan, dokûman û xerîte û planên kuştinan, bombekirinan girtin û bi rêya medyaya Kurdî îlanî medyaya dinyayê û bîr û rehîya giştî kirin. Kiryara xelkê Şemdîna, çalakîyeke nedîtî bû û timamî maske û kirasê li ber rûyê dewleta Tirkîyeyê înan xwarê û ew rûyê kirêt, rûyê terorîst yê dewleta Tirkîyeyê bi hemû zelalîya xwe ve aşkera kirin. Medyaya Tirkîyeyê jî mecbûr man ku vê kiryara ajanên dewletê di televizyon û rojnameyên xwe da bidin, nikarîn êdî veşêrin. Di wê kiryara Şemdîna da ajanên JÎT û JÎTEMê bi belge û huvîyetên xwe yên ertêşê hatin girtin. Xelkê Şemdîna ertêşa Tirkîyeyê li ser kar û kiryarên qirêj û terorî desteser kir. Bi desteserkirina wan ajanan generalên li paş wan jî deşîfre bûn û di serê wan da jî fermandarê hêza reşahî general Yaşar Büyükanit derket. Ji xwe wekî yêk ji wan ajanan, Serçawiş Elî Kaya, di televizyonan da hate dîtin, Büyükanit yêkser lê xwudan derket û zirhê xwe yê parastinê avête ser ku dozger û dadger lê muqayyet bin!. Rastî jî lê muqayet bûn û piştî ku bûyer mezin bûyî û di bîr û rehîya giştî da cihekî mezin girt, dadgeha Wanê mecbûr ma wan bigire û rêke hefsê. Ji Erdoganî bigirin heta partîyên dî û heta kes û rêxistinên sivîl û demokratîk yên sivîl, bi rêzê çûne Şemdîna, piştevanîya xelkê Şemdîna kirin. Erdoganî wekî serokwezîr soz da xelkê Şemdîna ku serê vê dava kiryara Şemdîna biçe heta kî derê ew dê li dûv biçin û dê li ser rawestin û kirdarên vê bûyerê yên mayî jî dê derêxin û rê nadin ku çu tişt veşartî bimîne. Lê ew soza Erdoganî li meydana Şemdîna ma!. Erdogan piştî ku vegerya Ankarayê devê xwe miçand û êdî hew axivt li ser bûyerê. Ji xwe hat nehat generalan dîrekt û îndîrekt bala hukûmetê û Erdoganî bi hişkî kêşan ku rûnine ser kurîya xwe û Erdogan jî ji xwe wisa kir, anku rûnişte ser qûna xwe!. Hêj ji Şemdîna pêve Kurdan aşkera got ku, helbete ew dixwazin ev bûyer bi hemû alîyên xwe ve aşkera be û kirdarên wê li kî derê bin bila bin, bila bêne aşkera kirin û ciza kirin, belêm herwisa ji tecrubeya xwe ya bi salan jî gotin ku bawerîya wan li dewleta Tirk naêt û ew bi şik in ku serê bûyerê bête peçinandin. Piştî midehekê, di meha Adarê da dozgerê wanê Ferhat Sarikaya îddîanameya xwe xilas kir û beyan kir. Têda gelek bi aşkerayî general Yaşar Büyükanit û ew sê ajanên JÎT û JÎTEMê bi çetebûnê sûcdar kirin. Vê tesbîta dozgerî, di serî da general Yaşar Büyükanit û hemû ertêş adeta hilfirande ber perê esmanî. Ertêşê demildest beyanata xwe da û ev îddianame wekî êrişeke ser ertêşê biha kir û ji hukûmetê xwast ku zûtirîn dem dozgerî ciza bikin û vê îddîanameyê ji halê rakin. Serokê ertêşê Hilmî Özkök bi xwe 16ê Adarê çû nik Erdoganî û muhturaya ertêşê bi devki da Erdoganî û bi fermanî gote Erdoganî ku digel general Yaşar Büyükanit biaxive. Medyaya „mehmetçîk“ û derdorên ertêşhez jî qiyamet rakirin li ser îddîanameyê û dozgerî. Dozger hêj di rojên ewil da hate mehkûm kirin û benikê wî hate kêşan. Yaşar Büyükanit jî 24ê Adarê çu seradanîya Erdoganî û wî jî muhturaya ertêşê dubare kir, ku ji xwe dê di meha Tebaxê da bibe serfermandarê ertêşê jî. Erdogan bê qeyd û şert teslîmî ertêşê bû û bi vê teslîmîyetê sandelîya xwe û jîyê hukûmeta xwe parast. Erdoganî bi vê teslîmîyetê, timamî prestîja xwe jî şkand û tifa xwe alîst ku her car behsê heq û huqûqê dikir, behsê mafê xelkê Kurd dikir, pirsa xelkê Kurd wekî „Pirsa Kurdî“ bi nav dikir. Erdogan û hukûmeta wî, piştî îddîanameya dozgerê Wanê rûyê xwe bi timam ji rêya demokratîzasyonê bada û çû di xeta tradisyonel ya dewletê da xwe bi cih kir. Erdogan hind paşve çû ku êdî di kombûnên xwe da teza fermî û qedîm ya dewletê ew jî dubare dike û dibêje „etnîk orîjîn çi dibe bila bibe, em hemû Tirk in û miletê Tirk pêktînin“!. Ew Erdoganê ku berî salekê digot „hevwelatîya Tirkîyeyê“ nihe bi hiştara ertêşê guhên xwe şor kirin û wî jî dest bi retorîka fermî ya dewletê kir, anku Kurd jî Tirk in!. Ertêş daku vê presa li ser Erdoganî sist neke û domînantîya xwe bidomîne, planê operasyona biharê zû bi zû kire di dewreyê da û sefera Kurdistanê da dest pê kirin. Ji xwe roja ku general Yaşar Büyükanit digel Erdoganî rûniştî, anku 24ê Adarê, wê rojê ev plan pê dane qebûl kirin û her wê rojê jî ji xwe 14 gerîlla bi çekên kîmyayî li dora Mûş, Bîngol û Diyarbekirê hatin şehît kirin. Xelkê Kurd ew ezameta xwe ya di Newrozê da nîşandayî û xwezî û daxwaza xwe ya ji bo aştî, demokrasî, wekhevî û azadîyê bi dengê milyonan gotî, mixabin ku bi çekên kîmyayî hate bersiv dan. Piştî Newrozê sê roja ertêşê bersiva xelkê Kurd ya aştîyane ya bi dengê milyonan, bi toz û dûman û bêhna jahra kîmyayî da û careke dî jî rûyê xwe yê şerxwaz û dijî aştî û demokrasîyê û herweha dijî Kurd nîşanda. Belêm xelkê Kurd jî piştî şehadeta 14 gerîllayan û di merasima Diyarbekirê da berxwedaneke xurt nîşanda û adeta dewlet lerizand û ji cih livand. Ertêşê di merasima termên gerîllayên şehîd da jî hovîtîya xwe domand û 14 kes kuştin ku ji nav wan sê jî biçûk bûn. Ertêş êdî di bajêran da jî firoke û helîkopterên cengî difirîne, tankan diajo nav bajêran. Li merasima şehîdên li Geverê jî, piştî bûyera Şemdîna, ertêşê firokeyên cengî li ser serê mitînga sed hizarî ya Geverê firandibûn û xelk bi bombekirinê tehdît kiribû. Ew polîtîka xwe domand û di Newroza îsal ya Wanê û Diyarbekirê da jî firoke û helîkopterên cengî firandin û mesajên şer dan û xwastin ku xelkê çavtirsandî bikin. Lê ne van firandinên firokeyan, nejî paletên tankan xelk ji meydanan dûr kir û xelkê li termên şehîdên xwe jî xwudan derket, li Newroza xwe jî xwudan derket û xwe ji êrişan neda paş. Rast e bedelên giran dan, digel 14 gerîllayan, di bûyerên Diyarbekirê da jî 14, bi timamî 28 şehît dan di navbeyna heftîyekê da, belêm dîsa ve xelkê xwe neda paş û bi israr li ber êrişa leşker, polîs, tank û panzeran xwe ragirt û berxweda.
Ertêşê bi hemû îmkanên hukûmetê û okeya Erdoganî hêza
xwe ya giran kêşaye Kurdistanê. Gerçî Erdogan mecbûrî erêkirina vê
operasyona ertêşê bûye û çu şansê wî nîne û ji xwe desthilata
wî jî di vî warî da nemaye û ji destê wî hatîye standin. Lê axir formalîte
jî be Erdogan û hukûmeta wî jî ev operasyona ertêşê erêkirîye.
Esasen Erdogan jî dixwaze ertêş di demê hukûmeta wî da encamekê werbigire û
dawîyê li serhildana xelkê Kurd bîne, anjî bi jargona wan, dawîyê li
terora PKKyê bîne!. Erdogan û hukûmeta wî hisabên hilbijartinê dikin û
bi taybetî li goreyî xwe di prosesa endametîya YEyê da wisa hizir dikin ku
serkevtî bûne û dixwazin vî kartî di hilbijartinan da bi kar bînin. Nihe jî
dixwazin li vê operasyona ertêşê xwudan derkevin ku ji vî hewayê antî
Kurdîtîyê û nasyonalîzma Tirkî jî istifade bikin û rehîyên xwe ji baskên
faşîst û rasîst yên Tirkîst jî zêde bikin. Erdoganî û hukûmeta wî
ji xwe prosesa YEyê adeta tatîl kirîye û guhorînên qanûnî rakirine
gardirobê. Di meseleya Kurda da ji xwe dibêjin ku karê hewce hatîye kirin û
ji wê zêdetir tiştekê nakin. Di van heyvên dawîyê da tiştê ku
hukûmetê kirî, destûr daye televizyonên prîvat yên Kurda ku heftîyê çar
seeta weşanê bi Kurdî bikin, lê ew jî bi binnivîsa Tirkî û tinê li
ser mijarên kulturî û folklorî, her hind. Ji bo zarokan jî divêt çu
program neêne kirin, anku televizyon bi qedexeyan ve hatîye dorpêç kirin. Vêca
ev e reftara hukûmeta Erdoganî beramberî pirsa xelkê Kurd. Erdogan û hukûmeta
wî pirsa Kurdî bi timamî hewaleyî ertêşê kirîye, ya rastî ertêşê
îdareya Kurdistanê ji destê hukûmeta Erdoganî standîye û însîyatîv bi
timamî wergirtîye destê xwe. Bi vî rengê dawîyê êdî rengê kolonî û
kolonyalîyê derketîye meydanê
hem
jî bi statûya klasîk!.. Bi navê sîstemê kolonyal ya dewleta Tirkîyeyê,
îdareya kolonîyê, anku Kurdistanê ketîye destê ertêşê. Ertêş
jî bi yêkcarî sîstem û mekanîzmayên kolonyalîya klasîk bi kar tîne li
Kurdistanê û qanûna çolê bi kar tîne. Bi vê operasyona biharê jî plan
û programa xwe realîze dike ertêş. Hejmara ertêşa dewleta Tirkîyeyê
650 hizar e. Ji vê hejmarê 500 hizar, anku nîv milyon nihe li Kurdistanê hatîye
bi cih kirin. Berê 250 hizar hebûn, nihe jî 250 hizar rêkirin û hemû jî
li sêkuçeya Hekarî, Botan û Bahdîna hatîye binecih kirin. Heroj manewrayên
bi çek û makîneyên giran têne kirin li wê navçeya fireh. Wekî me li jor
gotî, Tirkîye ji ber astengên Amerîka û YEyê nikare yêkser û aşkera
ertêşa xwe rêke Qendîlê. Lewma bi dîzayna xwe ev operasyone hewaleyî
ertêşa Îranê kirîye û ew jî lojîstîk destekê dide ertêşa Îranê.
Îran herçend bi xwe jî operasyona dijî opozisyona nav xwe ya Kurd dike, dijî
binke û biryargehên PJAKê bombebaranê dike, lê dîsa jî spesîfîken di vê
operasyonê da rola taşeronîya dewleta Tirkîyeyê û ertêşa Tirk tîne
cih. Di vê operasyona du alî da esas mutehid û dîzayner ertêşa Tirk e
û taşeron û hêza di çeper da ertêşa Îranê ye. Îran û Tirkîye
bi vê wezîfeya parvekirî û koordînasyona bêyûm dixwazin xwe ji belaya
hevpar xilas bikin, lewma jî planên sandwîç operasyonê çêdikin, lê Kurd
jî di nav aktîvîte û aksîyonê da ne û xwe nakine nanê makîneya sandwîcê
ya Îran û Tirkîyeyê. Helbete yêk ji armancên vê operasyona hevpar ya Îran
û Tirkîyeyê jî gefa li ser Kurdistana Başûr e. Kurdistana Başûr
evro êdî di nav fermîyeta Iraqa Federal da statûya federal wergirtîye û ev
fermîyete ji alîyê UNê ve jî hatîye erêkirin. Kurdistana Başûr wekî
dewleteke federal parçeyekî Iraqa Federal e û timamî ewlehî û asayişa
xwe bi hêzên xwe yên fermî û meşrû pêktîne. Kurdistan Başûr
êdî hatîye qonaxeke wisa ku ne gef û êrişên Îranê nejî yên Tirkîyeyê
pare nakin. Ji xwe serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî gelek aşkera
û zelal polîtîka û reftara xwe ya fermî kivş kir û got ku ew bi çu
awayî qebûl nakin ku Îran û Tirkîye gavekê jî be bikevine nav tixûbên
wan û bi xurtî Îran û Tirkîye hiştar kirin ku xwe ji ev reng polîtîka
û êrişkarîya dûr bikin. Serokê Îraqa Federal Celal Talabanî jî piştevanîya
vê reftara Mesûd Barzanî kir û herduyan jî bi hev ra gotin ku ew muqtedîr
in ku tixûbên xwe, axa xwe, dewleta xwe biparêzin û ev êrişkarîya Îran
û Tirkîyeyê jî karekî aqilane nedîtin. Mesûd Barzanî dîrekt got ku heke
cîranên me bi ewlehîya me bileyizin, em jî nahêlin ku ew jî di nav ewlehîyê
da bin. Vêca Îran jî Tirkîye jî bi van atraksîyon û manewrayan zêdetir
dixwazin sehmê bidine têkoşîna opozisyona navxweyî. Lewma Tirkîye bi vê
operasyona dorfireh ya digel Îranê ji milekê ve jî dixwaze di nav xwe da jî
hakimîyeta tirsê tesîs bike û xelkê Kurd, bi taybetî jin û zarokan çavtirsandî
bike daku nekevin nav xwenîşandanên sivîl û demokratîk. Tirkîye
dixwaze berxwedana xelkê Kurd di çîya da, li dora Qendîlê îzole bike û li
nav Kurdistanê jî, li bajêr, bajêrk û gundan jî xelkê terorîze bike ku
tevî xwenîşandanan nebin. Tirkîye ji bo van armancên xwe hemû dek û
dolab û desiseyan bi kar tîne. Digel Sûrîyeyê jî di nav têkilîyeke xurt
ya antî Kurd da ye. Ji ber vê tifaqdarîyê ye ku dewleta Sûrîyeyê jî termên
gerîllayên ku Tirkîyeyê teslîmî polîsê Sûrîyeyê kirî, nedan famîlyayên
wan û bi nepenîkî veşartin. Tirkîye operasyonên xwe tinê li ser tixûban
nake, li cihên dî yên Kurdistanê jî fireh dike vê operasyona xwe.
Di çarçoveya vê operasyona biharê da, li navçeya Botan û Hekarîya,
12ê Nîsanê dîsa ve bi çekên kîmyayî 8 gerîlla şehît kirin û vê
carê termên wan nedan famîlyayên wan û di cihê şer da, li Gelîyê
Besta Goya adeta bi komî çal kirin. Tirkîye û ertêş bi vê operasyona
hinde giran bi agirî dileyize. Wisa bawer dikin ku dê bi vê operasyonê pirsa
xelkê Kurd dîsa ve bi metodên kevin xilas bikin û xwe ji vê belayê rizgar
bikin. Çend polîtîkeke kor e, xwe lêhbandine, dûrnebînî ye. Hukûmeta
Erdoganî di vê pirsê da hatîye xesandin û ji dewreyê hatîye derêxistin.
Îdareya Kurdistanê "de facto" di bin desthilata ertêşê da ye. Xuya ye ku
çareserîyeke maqûl ya digel xelkê Kurd jî îdareyên sivîl nikarin derêxin
meydanê. Heke bi vî rengî dom bike hingê muhatabê bizava neteweyî ya xelkê
Kurd jî dibe ertêş û ertêşa Tirk jî halîhazir ji zimanê şer
pêve tiştekî dî nizane. Eve jî tête wê manayê ku Kurd mecbûr in ku
parastian aktîv bidomînin û helbet ev rikeberîya leşkerî dê digel xwe
bedelên mezin bîne, wêranîya Kurdistanê bîne, kuşt û kuştdarîyê
bîne, zerar û ziyaneke bêtixûb pêkbîne. Di vê rewşê da ertêşa
Tirk û pêkve dewleta Tirk tiştekê ji bizava neteweyî ya xelkê Kurd
dixwazin, bê qeyd û şert teslîmîyet!. Ertêşa Tirk, hukûmeta Tirk,
dem û dezgehên dî yên dewleta Tirk, didanên dî yên çerxa dewleta Tirk
teslîmîyetê ji Kurda dixwazin. Ew pêk ve dixwazin ku Kurd teslîm bin!.
Mixabin ku xwanda û ronakbîrên Tirk jî bi termînolojîya xwe ya xweser jî
be, ew jî teslîmîyeta Kurda dixwazin. Ronakbîrên Tirk jî tinê bangî
Kurda dikin ku çekê danin. Hêj rojek ji rojekê bangî ertêşa dewleta
xwe nekirine ku xwe ji Kurdistanê paşve bikêşe, qet nebe şerî
rawestîne. Vê gavê jî ronakbîrên Tirk daku xwe ji mesûlîyeta ronakbîrî
xilas bikin, dixwazin bizava Kurd parçe bibe û bangî Kurda dikin ku dijî hêza
xwe ya çekdar derkevin, anku dijî hêza gerîlla derkevin. Nîyeta ronakbîrên
Tirk çi dibe bila bibe, bi vê xwastek û reftarê xizmeta çerxa dewleta xwe
ya kolonyalîst dikin, ku ev kar û pratîka wan bi kîlometreyan ji ronakbîrîyê
dûr e. Bo wan gelek rehet e, nasyonalîzma miletên serdest û bindest têkilav
bikin û bikin yêk rêzê da. Bo wan çend rehet e ku ew pozsiyon û fonksîyona
ertêşa dewleta kolonyalîst û hêza çekdar ya miletê azadîxwaz tekîlav
bikin û wekî hev mana bikin. Ew bi xwe dijî milîtarîzma xwe dernekavin, lê
ji Kurda dixwazin ku dijî gerîllayên xwe serî rakin, ku wekhevkirina
pozisyona milîtarîzma dewleta serdest û hêza çekdar ya miletê bindest jî
ne yêk e û kes nikare pozisyona wan têkilav jî bike.
Vêca
pêkve dewleta Tirk, bi operasyonên ertêşa Tirk, reftara hukûmeta Tirk,
hewildanên neheq û nedadyar û hetta bêdad yên ronakbîrên Tirk, tinê rêyekê
dadinin ber Kurda, ew jî teslîmîyet e!. Ev teklîfa wan jî gelek aşkera
toka mirinê ye ku dixwazin bikine stuyê Kurda û eve jî helbet naête qebûl
kirinê û Kurd heta hetayê dê vê daxwaza wan red bikin!.. Dewleta Tirkîyeyê
her diçe ji xeta mantiq dûr dikeve û roj bi roj mengeneyê zulmê dişidîne
li ser stuyê Kurda. Ji bilî vê operasyona biharê ya li navçeyên Hekarî,
Botan û koordînasyona digel operasyona Îranê, hukûmeta Erdogan jî, dîsa
bi dîrektîva ertêşê dixwazin şertên qanûnî jî girantir bikin
li Kurdistanê. Hukûmet li goreyî konsepta nû ya ertêşê „Qanûna dijî
Terorê“, bi xwandina me anku „Qanûna dijî Kurd“ dixwazin derêxin û
teklîfa xwe jî amade kirine û dê bi herî direngî di meha Gulanê da ji
parlementa xwe jî derêxin. Qanûn, bi timamî qanûna mustemlekeyê ye, anku
qanûna kolonyal e. Qanûn bi armanca têkbirina bizava neteweyî ya xelkê Kurd
tête derêxistin. Piştî vê qanûnê, reng, motîf, desen û sembolên
xwerû Kurdî dê qedexe bin û heçî kesê li ser xwe bigerîne dê wekî
terorîst bête sûcdar kirin û bi kêmasî pênc sal dê ciza bête dan. Bi vê
qanûnê mafê kuştinê tête dan bo polîs û leşkeran. Polîs û leşker
dikarin mirovan bikujin û naêne dadgeh kirin. Bi vê qanûnê gelek aşkera
terora dewletê tête îkame kirin. Bi navê dewletê polîs û leşker
dikarin bêyî pirs û pirsyar Kurdan bigirin, bikujin. Ji bo wan her Kurd
potansîyelen terorîst e. Qanûn di destê leşker û polîs da qadirî
mutlaq e û mafê her reng şiddet, îşkence, kuştin û birîndarkirinê
dide wan. Qanûn mafê biryarê dihêle li ber wijdana dadger û dozger di
dadgehê da. Wijdana dadger û dozgerên dadgeha dewleta Tirkîyeyê çu cara di
lehê Kurdan da tecellî nekirîye!. Dadgeha dewleta Tirk her demî tixûbên
qanûnan û dengê wijdana xwe di elehyê Kurdan da bi kar înaye. „Qanûna
dijî Terorê“ aşkera sîstemê qanûna çolê tîne Kurdistanê û bi vê
qanûnê êdî leşker û polis gelek rehet dikarin nêçîra xwe bikin û
şûna kew û pezkûvîya Kurda bikujin... Leşker û polîsên Tirk di
van şertan da ji xwe bêdadîyên ecêp kirine li Kurdistanê, ji xwe heke
ev qanûn jî derket, êdî hewceyî kiraskirin û maskekirina kiryarên xwe jî
nabînin û dê bi rehetî û vekirî terora xwe bi kar bînin. Hukûmet bi derêxistina
vê „Qanûna dijî Terorê“, anku „Qanûna dijî Kurd“, terora dewletê
qanûnî dike... Dewleta Tirk bi vê qanûnê û operasyonên leşkerî
dixwaze li Kurdistanê hakimîyeta tirsê tesîs bike û timamî xelkê Kurd çavtirsandî
bike. Kurd vê bêdadîyê qebûl nakin û dê têkoşîna xwe ya beramberî
terora dewletê bidomînin.
Li Tirkîyeyê vê gavê kar û reftara herî popûler antî Kurd bûne. Ji xwe antî Kurdîtî di genên dewleta Tirk da bi cih in. Dewleta Tirk, di her demî da û di her keysî da, antî Kurdîtî derzîyî xwûna xelkê xwe kirîye. Ew kîn û nefreta xwe dijî Kurda çu cara venaşêrin. Bo wan Kurd „dijmin“ e. Helbete di bin vê kîn, xerez, nefret û dijminahîya wan da wekî binasê sereke „tirs“ heye. Dewleta Tirk, miletê Tirk ji Kurda ditirse. Tirsa wan jî, ji ber rewş û pozisyona wan derdikeve. Ew baş dizanin ku, welat welatê Kurdan e, ax axa wan e, cih cihê wan, war warê wan e, ew xelkê qedîm in, xwecihên vî warî û vê axê ne. Ew baş dizanin ku ew ji Asyayanavîn hatine, ji çol û beyarên Çîn û Maçînê hatine û ev welatê bijûn û bi xêr û bêr dagîr kirine û îlhak kirine, bi darê zorê ji wan standine. Vêca ev psîkolojîya dagîrkerîyê, talan û wêrankerîyê, vandalîzmê ji serê wan dernakeve û her dem di labîrentên mejîyê wan da cihê xwe muhafeze dike û tirsa ji Kurda jînde digire... Ji roja ku hatine ev warê bab û bapîran dagîr û îlhak kirine û heta evro, çu cara stêra wan digel stêra Kurda aşt nebûye. Wan beramberî Kurda hergav xwe biçûk dîtine, bi êrişkarî û talankerîya xwe jî her dem xwe neheq dîtine û ji ber hindê jî eve bo xwe kirine kompleks û di tixûbê neheqîyê da refleksên xwe yên parastinê aktîv kirine beramberî Kurdan. Vê haletîrûhîya wan, „dijminahîya Kurdan“ xurt kirîye di mejîyê wan da, di dilê wan da. Dizanin neheq in, lê neheqîya xwe qebûl nakin, çiku hatine û axa Kurda dagîr kirine. Dizanin neheq in û ji ber hindê jî daku vê neheqîya xwe perde û kiras bikin tinê êrişkarîyê dikin, dijminahîyê jînde digirin. Belêm di bingehê vê êrişkarîya wan da cisaret, bi xwe bawerbûn û heq û heqyarî nîne. Di binê vê dijminahî û êrişkarîya wan da, di binê vê kîn û nefreta wan ya dijî Kurdan da „tirs“ heye û ew heta nîveka hestîyê xwe ji Kurda ditirsin. Tirsa wan ji neheqîya wan têtin, tirsa wan ji bêdadîya wan têtin, tirsa wan ji nedadyarîya wan têtin. Lewma tinê zulmê dikin, zordarîyê dikin, digel xwe ne aşt in heta ku digel xelkên cîran aşt bin. Wan ev ware bi darê zorê kirine malê xwe û wî edetê xwe yê zor û zulmê jî didomînin. Dewleta Tirk û miletê Tirk ji Kurda ditirse, lewma jî mekanîzmaya mantiqî îflas kirîye û di derheqê Kurda da lojîken nafikire û hereket nake. Tirk bi hisên xwe yên dagîrî û neheqîyê hereket dikin, radibin û rûdinin. Nexweşîya“antî Kurdîtî“yê tûşî bedena Tirk bûye û vê gavê jî di dereceya kronîkîyê da ye. Di dewleta Tirk da, di piranîya miletê Tirk da Kurdofobî hakim e. Kurdofobîyê hakimîyeta xwe tesîs kirîye di mejîyê piranîya miletê Tirk da. Eleyhdarîya Kurd, di xwûna mirovê Tirk da [helbete em generalîze nakin] vîrûsê eleyhdarîya Kurd heye. Ev vîrûs bi derman û antîbîyotîkan jî sax nabe û vîrûsekî vejîner û vegir e. Eleyhdarîya Kurd evro li Tirkîyeyê bûye mode û trendî ye. Kurd berê di ferhenga wan da „Kiro“ bûn, nihe jî „terorîst“ in. Gerçî li hemberî gotina „kiro“, gotina „terorîst“ ji bo Kurda dereceyeke pêşkevtî ye û rutbeyek e, lê axir zihnîyet û reftara wan ev e!. Tirk bi yêk gotinê hej Kurd nake. Ji ber vê nehezî û nevînê ye ku slogana „An hez bike, anjî terk bike!“ ji devê nasyonalîstên Tirk nakeve. Ew ji Kurdê xwefiroş jî hez nakin. Hind tehemmula Kurdê xwefiroş jî dikin hindî ku bi kêrî wan bêt. Kurdê xwe înkar dike ji bo wan hind meqbûl e heta ku di xizmeta wan da be. Êdî ev nefreta ji Kurd hatîye dereceya hind bilind ku van hisên xwe yên antî Kurd bi zimanê herî vulger jî be aşkera dinivîsin û belav dikin. Ji bo piranîya Tirkan, -ku em dîsa ve generalize nakin-, kan û maka hemû xirabî, neqencî, kirêtî, dizî, talan û heramîyê Kurd in!..
Eve midehek e ku teksteke hind bêperwa di nav deryaya înternetê da belav dibe ku gava mirov dixwûne tinê digirnije û bi halê mirovê Tirk dikene!.. Nêrînên di tekstê da êdî ji dereceya hizirîna ultra faşîzan ya Tirkîst jî borîne!..
Tekst [*] bi vê sernivîsê dest pê dike: Pirs cudaxwazî anjî teror nîne; pirs Kurd bi xwe ye.
Û êdî pêda diçe û timamî negatîvîya li Tirkîyeyê bi Kurda ve girêdide û miletê Tirk pîr û pak dike. Ya ji wan ve çi tiştê bête hişê we yê ku xirab be, neqenc be, kirêt û heram be, dizî û talan be, fehş û fuhûş be, krîmînalî û mafîya û narko be, ji Kurda derdikeve, anku Kurd eve hemû ne.
Paragrafa serî wisa ye: Li Tirkîyeyê heroj kiç [keç] ji bo
fuhûşê têne revandin, jinên me têne şelandin û tecavûzî wan tête
kirin, heroj li bajêran xwenîşandanên PKKyê hene, alayên Tirk têne
sotin, otobûs têne sotin, heroj çendek esker şehît dibin. Kî
vana dike? Boçi ji berê were tinê Kurd serî radikin, Kurd rêxistina dadinin,
Kurd xwûnê dirêjin?.. Gava me tirimpêla [otomobîl]xwe li rexê rê park
kir, yê ku têt û pareyê parkê ji me dixwaze, heke me neda piştî me
tirimpêla me xîç dike û direve boçi her Kurd e?.. Yên ku di lambeyên sor
da tên û parsê ji me dikin boçi hemû Kurd in?.. Yên ku di nîveka rêyê
da tên û berhingarî pêsîra me dibin û pêzevengîya jinfiroşîyê
dikin, yên ku kardarîya jinfiroşîyê [kerxanekarîyê] dikin her Kurd in
û ne kesek in?.. Yên ku bazirganîya narkoyê [triyakê] dikin boçi illeh
Kurdên ji filan eşîretê ne?.. Boçi tacizkar û tecavûzkar bi piranî
ji Kurdan pêktên?.. Digel ku herdu jî eve bi salan e ku eynî karî dikin,
heta nihe navê Orhan Gencebay têkilî çu bûyereke xirab nebûye, belêm Îbrahîm
Tatlises hemû rezîlîya dike, hemû sûcan dike, binasên vê yêkê, yêk Tirk
e, yê dî Kurd e lewma… Bi kurtî “pirsa Kurd”, wekî hindek empoze dikin
ne tinê PKK û bûyerên polîtîk in. Di giştîya Tirkîyeyê da yên ku
her reng pîsatî, karê rezîl dikin, her reng sucî dikin bi piranî Kurd in.
Kurdê ku jinfiroşîyê [kerxanekarîyê] dike, Kurdê ku pavyonkarîyê
dike, Kurdê ku qumarkarîyê dike, Kurdê ku mafyatîyê dike, Kurdê ku narkoyê
[tiryakê] difiroşin, Kurdê ku dizî û şelandinê dike, Kurdê ku
peyarêka parsel dike, Kurdê ku tecavuzkarîya namûsê [irzê] dike emperyalîst
nazêrînin, girêdana wan bi PKKyê ve jî nîne… Eve
di xwûna wan da heye ku van sûcan dikin. Em Tirkîst, bi giştî berê xwe
didine pirsa Kurdî û ji alîyê sosyal ve rave dikin û hemû Tirka serwext û
hişyar dikin ku eve [anku Kurd] mexluqên ku zerarê didine civatê...”
Kîn û nefreta wan bi van gotinan jî xilas nabe û ji boşbûna
nifûsa Kurda jî dikevin nav tirs û xofeke hind mezin ku li goreyî hisaba wan
heta sala 2050ê nifûsa Kurda dê ji ya Tirkan zêdetir be û eve xewa wan
direvîne, zikê wan diêşîne. Li ser vê jan û zikêşîya xwe jî
wisa dibêjin: ”Di malperên Kurdî da tête gotin ku di sala 2050ê da Kurd
di rojhilatanavîn da dê bibine 87 milyon, nifûsa li Tirkîyeyê jî dê bibe
57 milyon. Eve
doneyên rast in, anku nehatîye avêtin, hetta kêm jî hatîye gotin. Çiku zêdebûna
çeprast, anku 8 zarok di demê pêş da bi 8 zarokan ve bizewice û zarokên
wan jî bi vî rengî zêde bin bête fikirîn, ev tablo jî kîfayet nake. Ji
bilî vê, di vî midehî da bi milyonan Tirk dê têkilî Kurdan bin û bibine
Kurd. Hejmara zêdebûna nifûsa Tirka evro hatîye dereceya welatên Ewrûpayê
[anku kêm bûye –RH]. Li bajêrên Tirka bi teşwîqkirina kontrola zarokînanê
polîtîkerên bênamûs yên dewleta me gora Tirkîtîyê dikolin; belêm li
Rojavayabaşûr bi dayîna hevkarîyê ji bo zarokan, zarokînana Kurdan tête
teşwîq kirin… Gelek vekirî û bi micidahî Tirk ji bo plankirina nifûsê
têne teşwîq kirin, belêm li milê dî pareyê elektrîk û avê ji Kurda
naête wergirtin ku bi vî rengî nifûsa wan ji ya Tirka zêdetir bibe…”
Tirsa
Tirka ya ji zêdebûna nifûsa Kurda tinê bi vê tekstê ve teng nîne, esasen
polîtîka dewleta Tirk e û dewleta Tirk gelek micid ji zêdebûna nifûsa
Kurda ditirse û dixwaze tedbîrên mezin wergire jî. Heke bête bîr, di salên
borî da spesîfîken ev pirsa nifûsê bû mijara lêkolîna Sekreterîya
Konseya Ewlekarîya Neteweyî [MGK] û herweha Serfermandarîya Giştî ya
Ertêşe jî. Wezaret û dezgehên dî yên ku bi vê pirsa nifûsê ve girêdayî
jî li ser boşbûna nifûsa Kurda radiwestin, lêkolîna bi ûnîversîteyan
didine kirin û lê digerin ku ka dê çawa rê li ber zêdebûna nifûsa Kurda
bigirin. Ji xwe eve mideheke ku li Kurdistanê dest pê kirine ku jinên Kurd
agahdar û serwext bikin ku hebika bixwin û mêrên Kurd jî teşwîqî bi
kar înana prezervatîvan [kondom] dikin. Li milê dî ji xwe bi kuşt û kuştdarîyê,
bi kavil û wêrankirinê û ya herî giring jî bi xebitandina makîneya hêrana
Kurd ya asîmîlasyonê jî dixwazin xwe ji “Kurd” xilas bikin… Anku ev
gotinên di tekstê da yên li ser nifûsa Kurda hatine gotin ne tinê yên kesê
ku ev tekste nivîsîne, ev nêrîne kêm
zêde hissîyata
giştî ya miletê Tirk îfade
dike.
Tirkê
ku ev tekste nivîsî, timamî krîmînalîya li Tirkîyeyê kirîye stuyê Kurd
û xortimkirin, şelandin û talankirina ji bankeyan heta bi kar înana
enerjîya elektrîkê Kurdî sûcdar dike. Ji bo vê îddîaya xwe hejmara serfîyata
elektrîka hindek bajêrên Kurda û yên Tirka beramberî hev dike û prosenta
elektrîka ku bêqanûnî tête bi kar înan dide:
Urfa
% 66.7
Diyarbekir
% 62.7
Hekarî
%62.5
Mêrdîn
% 59.3
Wan
% 58.0
Şirnex
% 52.0
Batman
% 51.0
Mûş
% 50.0
Bitlîs
% 48.0
Sêrt % 48.0
Kastamonu % 4
Trabzon % 5.4
Giresun
% 3.5
Di
dawîya vê tabloyê da jî ev hevoke hatîye danan:
”Ev
e tabloya elektrîka ku bêqanûnî hatîye bi
kar înan. Ma hewce ye ku rave
bikin?”
Helbet
du bajêrên Laza jî [Trabzon û Giresun] li ser xwe Tirka hesab kirine, ku xem
nake!.. Tirkê ku bi nisaxîya Kurdofobîyê seqet bûyî tirsa xwe ya ji Kurda
wisa didomîne: ”Ev cimaeta etnîk ya ku ji bo armanca xwe ya mezin ne cisaret
ne zeka nejî kultur heyî, tinê rêyek dayne ber xwe, ew jî zêdebûna ku
Xwedê dayî wekî sîleh bi kar tînin. Di demekî nêzîk da Tirkîyeyeke ku
nifûsa wê 100 milyon li hêvîya zarokên me ye ku bi kêmasî nîvî dê Kurd
bin… Ala eynî ala, tixûb eynî tixûb, nav nehatîye guhorîn, belêm di
meydanê da Tirk nemaye. Helbete çend milyon mane, lê ew jî bi tirs dijîn.
Di meydanê da wekî Brezîlyaya ku ziman û nijad têkçûyî ya ku bûye
şorbeya nijadan… Belêm hêj jî musulman… Eve ji bo me rewşeke wêranîyê
ye. Ev rewşe nerehetîyê nade humanîstên ku bi çavekê berê xwe didine
72 miletan… Di vê axa ku em têda dijîn, nihe tehlîkeya herî mezin Kurd
in…”
Şik têda nîne ku Kurd divêt Tirkê ku ev hissîyata xwe ya hinde faşîzan ya bi vî rengî û di vê dereceyê da rêhtîye ser kaxezê, sivik negire, nebêje ku eve karê dînan e. Rastî jî piranîya Tirka wisa dihizirin û gelek micid ji Kurda ditirsin. Eve werarên [semptomên] Kurdofobîyê ne û ev nisaxîya Kurdofobîyê tûşî bedena mirovê Tirk bûye. Kurdofobîyê hêza mantiq berteref kirîye di mirovê Tirk da. Ji ber hindê ye ku serê hemû binasan bi Kurd ve girêdide, Kurda wekî serkanîya hemû xirabî, neqencî û pêkve nexweşîyan qebûl dike. Ev nisaxîya Kurdofobîyê, ev tirsa Kurd ya di serê Tirk da cih girtî ji zulm û zordarîya Kurd dernakeve ku ji xwe Kurd mexdûrê zulma Tirk e, binasê vê nisaxîyê neheqîya Tirk bi xwe ye. Mirovê Tirk neheqîya xwe, bêdadîya xwe, dagîrkerî û zordarîya xwe bo xwe kirîye sehm. Ji ber ku dizane ku ev welatê ku dagîr kirîye, ev xelkê ku bindest kirîye li heqîyê, li dadîyê digere û adresa neheqî û bêdadîyê jî mirovê Tirk e. Tirk ji vê rastîyê direve û xwe dike gorîyê sehma neheqî û bêdadîya xwe…
Dewleta Tirk evro bi vê zihnîyetê tête îdare kirin. Lewma ji operasyonên leşkerî yên kuştinê, qirkirinê, wêrankirinê pêve tiştekî dî ne difikirin, nejî lê digerin. Ji bo wan heye nîne serê Kurda jêkirine. Di edebîyata wan da ji pelixandin, perçiqandin û serjêkirina Kurd pêve çu rê û metod nînin. Ji ber hindê ye ku sal dazdeh meh e hemû hêza xwe ya leşkerî bi kar tînin, lê di her operasyona xwe da jî xiyalşkestî dibin. Çiku rêya wan daye ber xwe ne rê ye, ne çare ye, lê ma Kurd dikare çi bike?.. Heke dewletek bi nisaxîya miletekî bindest ket, dê çawa be?.. Dewleta Tirk bi vê haletîrûhîyeyê radibe û ji top û teyareyê zêdetir çu metodan bi kar naîne. Ji ber hindê ye ku ji makîneya asîmîlasyonê pêve çu rêyan bi kar naînin. Armancek dayne ber xwe; divêt Kurdê ku îradeya Kurdîtîyê nîşan bide nemîne!.. Dîroka dewleta Tirk ya dûr jî ya nêzîk jî bi zelalî aşkera kiriye ku ev rêya ku evro dewleta Tirk daye ber xwe korerê ye û bo wan xêrê naîne… Dewleta Tirk dûr nîne ku dê serê xwe li zinarê Berê Şine bide!.. Hingê jî gava hiş hate serî, dê bibîne ku Kurdistan bi hemû heşmet, ezamet û spehîtîya xwe li ber çavan e!..
Dewleta Tirk bi polîtîkên xwe yên Kurdofobîst hesûya xwe tarî dike, paşeroja miletê xwe reş dike û gora xwe dikole.
Li vê derê anekdoteke ji dîroka îslamê dayîn dê di cih da be. Tête zanîn ku pêxemberê îslamê Mehemed ji Cihûyan nefret dikir. Rojekê ev kîn û nefreta xwe wisa daye der: ”Heta ku dijî Cihûya şer neête kirin û ev şere heta ku Cihûyekî ku di vî şerî da xwe li pişta berekê [kevirekê] veşartî nebêje; ”ey musulman, li pişt min Cihûyek heye, bikuje!” neête domandin, roja qiyametê naêt!..” [Ji hedîseyeke Ebû Hureyra, pirtûka Ilhan Arsel, Neteweperêsîya Ereb û Tirk, r. 44]… Vêca Tirkê ku eynî wekî kîn û nefreta Mehemedî ya dijî Cihûya, bi kîn û nefreteke reş û qîrî ve tijî û dagirtî, heta ku xwe ji vê hizirîna qirêj neşo û paqij neke gelek zehmet e ku digel Kurd aşt be, anjî li aştîyê bigere…
Tête hêvîkirin ku aqilselîmek [û gelek aqilselîm] ji nav miletê Tirk derkeve [derkevin], miletê xwe ji vê nisaxîyê xilas bike [bikin], digel derûcîranên xwe aşt be [bin] û desta ji zor û zulmê bikêşe [bikêşin] û xwe hazir û amade bike [bikin] ku di nav wekhevî, azadî, aştî û demokrasîyê da û wekî du cîranên pêkve aştyar bijî [bijîn]…
Xelkê
Kurd digel hemû hezeyan, tirs û xof, êrişkarî, zulm û zordarîya
dewleta Tirk, bi xwe bawer e û dê di rêya xwe ya lêgerîna li wekhevî, aştî,
azadî, demokrasî û dadîyê berdewam be û bi pêş bikeve. Paşeroj
ya xelkê Kurd e. Kurd heq in lewma dê bigihin heqîyê. Kurd mexdûr in lewma
dê bigihin dad û dadyarîyê. Kurd
bindest in lewma dê bigihin azadîyê. Kurd dê Kurdistanê ava bikin û gelek
aştîyane digel miletên cîran bijîn.
Ne
operasyonên biharê, ne yên havînê, ne yên payîzê, nejî yên zivistanê
nikarin miletê Kurd ji ser vê rêya heqî û dadîyê, azadî, demokrasî û aştîyê
varê bikin.
Nîsan
2006
[*]
Tekst bi Tirkî ye û timamîya tekstê di vê malpera Xwezayê, di rûbrîka Tirkî
da ye. Bo me jî hatîye
hinartin [şandin]. Ev tekst ji alîyê ramanwerê Tirk Murat Belge ve jî
hatîye rave kirin û me nivîsa wî jî danaye dawîyê.