Kurdîya Kurd, Kurdîya Tirk
ROJAN HAZIM
Reya “cengawerîya” ertêa Tirk, dewleta Tirk, miletê Tirk dîsa ve bilind bûye!. Miletê Tirk, kêm kitek têne, bi piranî destekê dide, dewleta xwe, ertêþa xwe!. Di halê hazir da, çu çirîskên ku dengekî xurt yê aþtîyê derkeve ji nav miletê Tirk, mixabin xuya nake. Reftara medya û medyatorên Tirk li meydanê ye; di vî cepheyî da jî, dîsa ve kêm kitek têne, bahra pitir adeta bûyne dar û desteyê ertêþa Tirk. Nivîskar, hunermend û bi giþtî cîhana ronakbîrîya Tirk jî, dîsa ve kêm kitek têne, bi gelekî ve beramberî bizava neteweyî ya xelkê Kurd, bi gotina herî nerm û sade, di nav reftareke nebaþ da ne. Di nav vê tabloyê da, polîtîka hukûmetê ji xwe ji hemûyan xirabtir e. Serokwezîr Teyîb Erdogan bi hêza partîya xwe [AKP], hem li meclisê, hem jî li hukûmetê polîtîkên herî antî Kurd bi kar tîne. Hindî ku berxwedana xelkê Kurd bilind dibe, þûna ku li rêya dîyaloga digel bizava neteweyî bigerin, polîtîka neyartîya digel xelkê Kurd didomînin, dozaja þiddetê her diçe zêdetir dikin. Li hemû cephe û çeperan, di vê polîtîka xwe ya antî Kurd da, bi israr in. Di warê leþkerî da, berhingarî hêza gerîla ne. Di warê ziman û perwerde û bi giþtî kulturî û hunerî da asîmîlasyona herî xedar bi kar tînin. Di warê polîtîk da, ji meclisê bigirin heta þehridarîyan, rênadin ku livîneke xêrê pêkbêt. Ji xwe di warê medyayê da nahêlin ku medyaya Kurdî bêhnê werbigire. Herî dawîyê jî Azadîya Welat, ji bo heyvekê jî be, girtin. Dijî rabûna li zimanê Kurdî xwudan derketinê jî eynî êriþkarîyê dikin û yêk ji organîzator û aktîvîstên bizava zimanî, nivîskar Hemîd Dilbihar girtin avêtin hefsê. Axir her çi xebat, kar û kiryara bêhna Kurd û Kurdistanê jê bêt, hedefa wan e û êriþ dikin.
Ev bûyer û rûdanên îro pêktên êdî tiþtekê bi vekirî didin xuya kirin ku di prosesa bizava neteweyî da qonaxeke nû hatîye pêþ. Dewleta Tirk bi fiþara bizava neteweyî ya xelkê Kurd û dînamîkên derve, bo nimûne Yêkitîya Ewrûpayê, li beramberî zimanê Kurdî polîtîkeke nû daye pêþîya xwe. Bi gavên kûselekî jî be, wê reftara xwe ya req û hiþk ya beramberî Kurdî hêdî hêdî û bi tarzekî revokî jî be, terk dike. Êdî dewleta Tirk jî gihiþtîye wê qenaetê ku axivtin û bi kar înana Kurdî divêt pêkbêt, lê ne di nav sîstemê perwerdeya fermî da. Gerçî vê yêkê jî bi cesaret nake, lê axir bi zor û zehmetî jî be Kurdî tête bi kar înan. Dewleta Tirk di vê pirsa giran da tercîha xwe ya karînana Kurdî kivþ kirîye ku ”Kurdîya fermî” bi kar bîne û rê li ber vî kanalî veke. Polîtîka dewleta Tirk ya di vî warî da, diþube polîtîka Seddam Huseyin ya ”Seddam Zêr e”!. Li Iraqa demê Seddam bi ”Kurdîya fermî” herroj strana ”Seddam Zêr e” dihate xwandin, lê Kurdîya bi giyanê Kurd û Kurdistanî qedexe bû. Dewleta Tirk jî, vê polîtîkê bi versîyona xwe bi kar tîne; ”Atatürk Zêr e”!.
Bo pratîzekirina vê zihnîyetê, bi destpêkirina weþana Kurdî ya di TRTyê da, gav hate avêtin. Bi vê weþanê ve, bi ”Kurdîya fermî”, li Kurdîya bi giyanê Kurd û Kurdistanî heqaret tête kirin, Kurdî tête þkandin û biçûk kirin. Kurdîya ku xizmeta rejima Kemalîst dike êdî ji teref dewletê ve tête bi kar înan. Kurdîya Tirk, serbest e. Kurdîya ku bo Gerîla dibêje ”Terorîst”, Kurdîya ku dibêje bizava neteweyî û partîyên Kurd û Kurdistanî ”Seperatîst” [Cudaker], Kurdîya ku dibêje alaya Kurdistanê ”çapût”, Kurdîya ku dibêje rêber, serok û berpirsiyarên Kurd û Kurdistanî ”Serterorîst”, ”Xaîn” û ”Serokeþîr”, Kurdîya ku dibêje bakura Kurdistanê ”Anatolîya Rojhilat” û ”Anatolîya Rojhilatabaþûr”, Kurdîya ku dibêje Dêrsimê ”Tunceli”, Kurdîya ku dibêje Kurdistana Federal ”Iraqa Bakur” serbest e. Kurdîya ku giyanê Kurd û Kurdistanê red dike azad e. Belêm Kurdîya ku dibêje ”Azadîya Welat” qedexe ye. Kurdîya ku pê doza Kurd û Kurdistanê tête kirin sûc e!. Lê Kurdîya ku yêkitî û yêkparetîya Komara Tirkîyeyê pê tête xwastin azad e. Kurdîya ku pê tête gotin ku Kurd hevwelatîyên Komara Tirkîyeyê ne û Tirk in, heta dawîyê serbest e!. Hasilî Kurdîya giyan Tirk azad e, serbest e!. Belêm Kurdîya giyan Kurd, anku Kurdîya ku Kurd û Kurdistanê dixwaze qedexe ye!. Tiþtê ku li Tirkîyeyê di van salên dawîyê da pêþkevtî ev e: Bo Kurdîya Tirk belê, bo Kurdîya Kurd no!. Zihnîyet vê gavê ev e. Þik têda nîne ku ev mentalîte û polîtîke tête manaya merheleyeke nû û eve dijminahîya ji berê xirabtir e. Dewleta Tirk heta vê gavê Kurdî qedexe dikir, lê nihe dest pê kirîye ku hebûna xwe, serdestîya xwe ya li ser Kurdistanê û antî Kurd û Kurdistanîtîya xwe bi Kurdî bike. Kurdîya ku ji giyanê Kurd û Kurdistanê tête dûr kirin, ne Kurdîya Kurd e, Kurdîya Tirk e û ev Kurdî aletê domandina nîrê kolonyalîzma dewleta Tirk e. Lewma divêt ev ferqa Kurdîya giyan Kurd û Kurdîya giyan Tirk baþ bête dîtin. Bi vê polîtîka nû ya dewleta Tirk, aþkera ye ku Kurd jî divêt pozisyoneke nû werbigirin û maskeyê dewleta Tirk, ku li ser Kurdî durûtîyê dike, bînin xwarê û vê yêkê bi taybetî bi Yêkitîya Ewrûpayê jî bidin zanîn.
ROJAN HAZIM
13 Çirî [Oktober] 2008