paþve

Kurdistan û Tirkîye

 

ROJAN HAZIM

 

Serok wezîrê hukûmeta Tirk Teyîb Erdogan dîsa ve digel hejmareke bilind ya wezîrên xwe, parlementerên partîya xwe û çend zewatên li dora xwe, 27ê Gulanê çû serbajêrê Kurdistanê, Amedê [Diyarbekirê]. Erdogan wekî hercar li serbajêrê Kurdistanê, ji xelke Kurd rû nedît. Lewma jî li þûna meydanên Amedê, li saloneke bêhnçik kombûneke çend sedî kir. Xelkê Kurd teweccuhî Erdogan nekir. Çiku Erdogan li ber çavê xelkê Kurd nîþana direw û durûtîyê ye. Amedîyan ew gotinên Tebaxa 2005an yên Erdoganî ji bîr nekirine. Çi gotibû Erdogan; ”Pirsa Kurdî heye û em dê bi demokrasîyê çareser bikin!.”. Eynî Erdogan çû bajêrê xwe Rîzeyê, hewayekî dî lêda û got; ”Em hemû Tirk in!.”. Vê carê jî Erdoganî li wê salona Amedê benîþtê xwe yê þevî dîsa ve cû: ”Em li ser gotina xwe ne; yêk milet, yêk dewlet, yêk ala”!. Lê vê carê ”yêk ziman” negot!. Helbet neku ji bîr kir, dê wê gotinê li bajêrekî Tirkîyeyê lê zêde bike!. Erdoganî ji bin kevþê xwe gelek soz dan, milyar û trilyon danan alîyekê, behsê katrilyonan kir!. Butçe di destê wî da ye û hestîyê zimanî jî nîne. Ew jî wekî yên berî xwe hizir dike ku pirsa xelkê Kurd ya polîtîk, tinê ekonomîk e!.­ Lewma jî soz li ser sozê da xelkê Amedê û bajêrên dorber ku goya ew dê jîyanê bo wan bike beheþt!. Zikê xelkê Amedê, xelkê Kurd ji van soz û weadên Erdoganî gelekî têr e û ji xwe bihayek jî neda van gotinên pûç û vala. Lê belê, axivtina Erdoganî di nav haletî rûhîyeyeke xirab û têkçûyî da borî. Erdogan bi navê dewleta xwe ya kolonyalîst, wekî serok wezîrekî ku kolonîya xwe berze kirî axivt. Ji xwe Erdogan hatibû welatekî dî, nav xelkekî dî ku gelekî lê bîyanî bû. Erdoganî wekî kolonîzatorê dewleta xwe, serê xwe li sûr û dîwarên Amedê da û dest ji pêya dirêjtir vegerîya welatê xwe Tirkîyeyê. Tiþtekî dî yê balkêþ jî ew bû ku Erdoganî di axivtina xwe da tixûbê Tirkîye û Kurdistanê jî kivþ kir. Gava êriþî hevrikên xwe yên Tirk dikir wisa got; ”Yên ku derbazî rojhilata Sêwasê nebûyî di derdê we nagihin. Hûn bi Xwudê kin, berê xwe bidine wan lîderên heta îro hatî, çend ji wan derbazî rojhilata Sêwasê bûne?”. Rastîyek e ku tixûbê Tirkîye û Kurdistanê, Sêwas di nav da, ji Sêwasê dest pê dike. Eve ji devê serok wezîrê Tirkîyeyê itirafek bû!. Xebat û têkoþîna xelkê Kurd, rê li ber lîder û partîyên þoven û rasîst yên Tirk girt û ew nihe nikarin ji Sêwasê derbaz bibin. Lê bila Erdogan jî xema nexwe, dûr nîne ku ew tixûb dê li Erdogan û partîya wî jî bête girtin. Erdoganî piþtî hilbijartinên Tîrmeha 2007ê, bi þêleke mexrûr, þehridarîya Amedê bo xwe kiribû armanc. Belêm Kurdan ew bêbersiv nehêla û aþkera gotin ku Amed kela Kurdan e û êdî nakeve. Erdogan bi hatina Amedê û aþkerakirina planê xwe yê domandina nîrê kolonyalîzma Tirkîyeyê, herwisa starta hilbijartinên þehridarîyê jî da. Lê Amedê gelek bi zelalî rengê xwe, rûyê xwe, dengê xwe kivþ kir û rêya balefirgehê nîþanî Erdoganî da. Eve tête wê manayê ku xelkê Kurd þehridarîya serbajêrê xwe careke dî teslîmî partîyeke sîstemê kolonyalîzma dewleta Tirk nake. Divêt neke jî. Ji ber hindê xelkê Amedê tinê ji þehridarîya xwe ne berpirsiyar e, herweha ji barê giran yê þoreþa Kurdistanê, ji honur, þeref û namûsa Kurdistanê jî berpirsiyar e. Digel ku Amedîyan di hemû Newrozan da reftara xwe aþkera kirîye jî, lê dîsa ve divêt pirsa hilbijartinên þehridarîyê sist neyê girtin. Partîya dawîyê ya sîstemê kolonyalîzma dewleta Tirk AKP, partîya Erdogan jî divêt cihê xwe li Kurdistanê êdî nebîne. Xelkê Kurd dê vê þerbetê bi Erdogan jî bide vexwarin, þika me nîne!.

Li milê dî, þer û þiddeta kolonyalîzma dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê, jîyanê li xelkê Tirk jî dike jahr û mirin. Dewleta Tirk, bi xerca leþkerî ya ertêþa xwe, bi avêtina her bombeya li Kurdistanê, bi peqandina her fîþeka li bedena kur û kiçên Kurd, nanê xelkê xwe jî zuha dike, ava jîyana wan jî çik dike, xwûna lawên xelkê xwe jî dirêje. Berxwedana xelkê Kurd ji xwe heye û dê heta rizgarî û azadîyê jî dom bike. Lê êdî xelkê Tirk jî divêt dengê xwe tevî dengê ”êdî bes e!” yê xelkê Kurd bike. Heta ku xelkê Tirk, ronakbîrên Tirk nebêjine dewleta xwe, ertêþa xwe ”êdî bes e!”, ew jî ji zerar û zîyana vî þerê neheq xilas nabin. Kurd tixûbên xwe dizanîn. Sêwas û ber bi rojhilatê ve welatê wan Kurdistan e û di bin postal û potînên ertêþa Tirk da dagîr e. Þerê antî kolonyalîst berdewam e. Vê gavê hewcehî bi destek û piþtevanîya xelkê Tirk, ronakbîrên Tirk heye. Hêdî hêdî ev þuûr di wan da jî peyda dibe ku dijî polîtîkên þerxwaz yên dewleta xwe derkevin. Mitînga 1ê Hezîranê li Stanbolê ji vî alî ve giring e. Ev mitîng bi pêþengîya ”Meclisa Aþtîyê ya Tirkîyeyê” tête kirin. Tirk bi vê mitîngê divêt gelek bi cesaret û bi dengekî bilind dijî kiryarên dewleta xwe rawestin û destê aþtîyê, hevkarî û piþtevanîyê dirêjî xelkê Kurd bikin. Xelkê Tirk bi mitînga 1ê Hezîranê li Stanbolê, divêt dengê xwe gelek gur derêxe ku bigihe Amedê û tevî dengê gur yê xelkê Kurd bibe. Heke dengê aþtîyê yê ji Tirkîyeyê gur derket û gihiþte Kurdistanê, ew deng li hewayî namîne, xelkê Kurd dê bi dilgermî tevî dengê xwe yê aþtîxwaz bike. Kurd hêvîya xîretê ji xelkê Tirk û ronakbîrên Tirk dikin. Tirkîye û Kurdistan bila bi dengên aþtîyê bigihin hev. Stanbol û Amed dikarin bi vî dengê xurt yê aþtîxwazîyê, serên beton yên Ankarayê bijbelav bikin û xizmeta pêkhatina Tirkîye û Kurdistanê bikin. Hêvî dikin wisa be.

ROJAN HAZIM

28 Gulan 2008

serî