ROJAN HAZIM
Kurdî
Li goreyî zimanzanan îro li dinyayê kêm zêde 6784 ziman têne axivtin. Kurdî jî yêk ji van zimanan e ku bi derketina xelkê Kurd ve bûye elementê sereke yê hebûna xelkê Kurd.
Kurdan, wekî mîratxwerên Medan, digel hemû zor û zordarîya dîtî jî, ji sedsalên BI [Berî Îsa] heta îro zimanê xwe wekî alaya dengî ya hebûna xwe parastine. Di warê nivîsînê da jî, ji sedsala heftemîn ya PI [Piştî Îsa] were, zimanê xwe bi kar înane û bi vê berxwedanê dijî jenosîdator û asîmîlatoran, hem zimanê xwe, hem jî xwe ji toka birandinê rizgar kirine.
............ Amade dibe!!!!!!!!
Bi gihiştina qonaxa îro ya têkoşîna xelkê Kurd, Kurdî wekî ziman, ji birandinê hatîye parastin. Îro li Kurdistana Federal zimanê fermî yê dewletî ye. Herwisa li parçeyên dî yên Kurdistanê jî Kurdî di nav hemleyeke xurt ya pêşkevtinê da ye. Kurdî îro zimanekî jînde ye û paşeroja xelkê Kurd e.
Îlon 2009
[Ji bo kovara DKAFê]