paþve

 

Kurdî û Lazî

 

ROJAN HAZIM

 

Xelkekî sed nifûsî jî be mafê bi kar înana zimanê xwe heye. Li ser vê rastîya zanyarî hindî hûn bêjin formûlasyonên teorîk hene ku ji bo mafdarîya zimanî esasen hewcehî bi van teorîyan jî nîne. Lê belê, pirsa zimanê Kurdî di nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê da hatîye dereceyeke hind trajîk ku êdî hewcehî bi çu îzahatan jî nîne. Qeyd û benda li ser bi giþtî Kurdî, bi hizaran rê û metodan tête domandin. Qanûn bin, rêzike bin axir her bi çi awayî be bêhna Kurdî tête çik kirin. Bûyerên ku bi serê Kurdî têne înan mijara mîzaheke kûr in!. Harold Pinter gava piþtî cuntaya faþîst ya 12ê Îlona 80ê çûye Tirkîyeyê [1985ê], ev trajedîya bi serê Kurdî hatîye înan bi navê ”Zimanê Çîya” kiribû pirtûkeke dramayê. Ma Harold Pinter î neheq bû? Cehennema ku zimanê Kurdî kirine têda ji dramê wêdatir trajîk bû û îro ev rewþa trajîk bi hemû giranahîya xwe didome jî. Ditirsin ji Kurdî, bi rastî ditirsin. Heke Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê da hate bi kar înan, Kurdistan dê ava be!. Neheq nînin!. Lewma nahêlin ku rê li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî vebe. Naxwazin ku xelkekî 30 milyonî bi rehetî, bi azadî zimanê xwe biaxive, pê bixwûne, binivîse, perwerdeya xwe pê bibîne, nifþê xwe pê perwerde bike. Bi israr dixwazin zimanê Kurdî jî wekî zimanên kêmanîyên ku ber bi helîyanê ve çûyî bikin. Dixwazin ka çi bi serê Lazî înan, wisa bi serê Kurdî jî bînin. Aþkera dixwazin muameleya Lazî bi Kurdî bikin. Makîneya asîmîlasyona TCyê hind xedar bi kar têt ku îro hejmara Lazîaxêvan di bin hizarî da ye. Eve zulma TCyê nîþan dide. TC nihe dixwaze vê bêdadîyê bi serê Kurdî jî bîne. Êdî ne bispor, xelkê sade jî dizane ku zimanek heke di nav sîstemê perwerdeyê da neyête bi kar înan, ew ziman tinê di warê axivtinê da dimîne û hêdî hêdî jî lawaz dibe ku eve destpêkirina prosesa mirinê ye bo zimanî. Zimanê Kurdî heke di bin vê zulmê da dîsa ve di warê axivtinê da xwe parastî be, eve digel faktorên dî, bi zêdebûna nifûsê ve jî pêkhat. Heke nifûsa Kurdan wekî kêmanîyên mîna Lazan ban, Kurdî jî diçû. Nifûsa mezin digel hebûna neteweyî, ziman jî parast. Îro digel vê mezinahîya nifûsê jî, dewleta heramzade ya Tirk dixwaze kirasê mirinê [kifin] bike ber Kurdî jî.

Hukûmeta Erdoganê emirkurt dixwaze makqanûneke nû amade bike, lê di hemû hazirîyên wan da dîsa ve li hîle û desîseyan tête gerîyan ku rê li ber perwerdeya bi Kurdî venebe. Bi gotinan, terman dileyizin û di bin vî kirasê nû da dîsa ve dixwazin bi term û gotinên cuda cehennema li ser zimanê Kurdî bidomînin. Dezgehên hukûmetî ji xwe dixwazin her bi çi rengî be qedexetîya li ser perwerdeya bi Kurdî bidomînin, belêm akademîker û ”medyator”ên wan jî di fermîyeta tek û tinê ya Tirkî da hemfikir in. Li goreyî wan bila Kurd zimanê xwe di mala xwe da biaxivin, heke dixwazin fêrbibin bila biçin kursan û bila rojnameyên xwe jî derêxin... Baþe Kurdê zimanê xwe yê nivîskî fêrnebûyî dê çawa rojnameya xwe bixwûne?.

Erdogan 6ê vê mehê [Çile 2008] dîsa ve çû Diyarbekirê û dijî perwerdeya Kurdî fitoya xwe da. Piþtî pirseke li ser hewcehîya perwerdeya bi Kurdî çi got Erdogan? ”Li Tirkîyeyê tinê Kurd najîn, Laz jî, Çerkez jî hene. Heke ew jî bixwazin dê çawa be!.” Nihe eve axivtine? Helbet Laz jî, Çerkez jî dikarin vî mafî bixwazin!. Lê belê, li vê derê nîyeta Erdogan ya dijî Kurdî xwe dide dest. Ew dixwazin bêdadîya bi serê Lazî hatî bi serê Kurdî jî bêt. Erdogan û hukûmeta xwe gelek aþkera dixwazin ”fatîha”yekê li ser Kurdî bixwûnin!. Ev polîtîka û reftara wan nayê qebûl kirin û divêt neyête qebûl kirin jî. Her ev hukûmeta Erdoganî çiku þehridarîyên di destê Kurdan da li kar û xebatên xwe Kurdî jî bi kar tînin, teroreke nedîtî li ser wan dike. Kiryara bi serê þehridarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaþ înayî li bîr e. Kîjan þehridar û þehridarî dest bi kar înana Kurdî bike, demildest ji wezîfeyê têne dûr kirin û þûrê dadgeha bêdad li ser serê wan tête hejandin. Digel hukûmeta Erdoganî, mixalefeta Tirk jî gelek xurt dijî perwerdeya bi Kurdî derdikevin. Hukûmet jî mixalefet jî di yêk tiþtî da wekî hev difikirin; perwerdeya bi Kurdî nabe!. Kurd dijî vê polîtîka hukûmetê û bi giþtî dewleta Tirk divêt pêkve rawestin û di xwastina perwerdeya bi Kurdî da bi israr bin. Kurd bila li dora xwe binêrin. Kurdîya di nav sîstemê perwerdeya dewletê da bi kar neyêt ber bi berzebûnê ve diçe. Bombardumana Tirkî ya ji hemû cepheyan ve, her diçe cih û warên bi kar hatina Kurdî teng dike. Ma ji vê alarmê mezintir tehlîke heye gelo ji bo Kurdî? Kurd wekî xelkekî mexdûr helbet naxwazin zimanê Lazî jî, yê Çerkezî jî winda be, hetta dixwazin ne tinê di axitinê da, di nav sîstemê perwerdeyê da jî bi kar bên. Çiku Laz anjî kêmanîyên dî, mafê perwerdeya bi makzimanên xwe naxwazin, heqê hukûmeta Erdogan anjî dewleta wan nîne ku devê Kurdan jî bigirin. Maskeyê Erdogan û hukûmeta wî di her axivtina wî da dikeve û antî Kurdîtîya wan bi hemû zelalîya xwe ve derdikeve meydanê. Hêvîya ji wan beyhûde ye û Kurd divêt xwasteka perwerdeya bi Kurdî sist nekin û bi rikeke mezin vê daxwaza xwe bilind bikin.

ROJAN HAZIM

12 Çile 2008

serî