ROJAN
HAZIM
Mîrata dem nayê zevt kirin. Wekî bayê birûskî bi hêl û hêzeke hind mezin diherike ku adeta vêra gihiştin nemumkun e… Saleke dî jî li paş ma. Heke muhasebeya sala borî bête kirin, bizava neteweyî ya xelkê Kurd li ser zêdehîyê ye. Hema em gelek dûr neçin, ji destpêka salên 70yî pêve heta îro ji hemû alîyan ve bizava neteweyî, gav bi gav jî be, pêşkevtîye. Di salên heftêyî da pirsa Kurdî di warê teorîk da dihate riberiz kirin, Kurdbûn û Kurdewarî ji alîyê teorîk ve dihate vehûnandin. Şuûra Kurdetîyê bi xebateke xurt adeta ji nû ve dihate ava kirin. Anku wekî çarêka dawîyê ya sedsala bîstan ber bi xilasbûnê ve diçû êdî pirsa Kurd û Kurdistanê di nîveka rojeva cîhanê da, bi giranahîya ku dihate xwastin nebe jî, cihê xwe girtibû. Bi taybetî têkoşîna dijî dagîrkerîya dewleta Tirk bi bedelên mezin û giran her bo her pêşdiket. Şerê çekdarî yê gerîlla yê di pêşengîya PKKyê da, efsaneya ertêşa Tirk ya di serê xelkê Tirk da hind mezin, tarûmar kir. Xebat û têkoşîna salên dawîyê yên sedsala bîstan ew hêvîya çirmisî û melûl bûyî, şîn û xurt kireve. Li parçeyê başûr ji xwe bi hevkarîya hêz û dewletên navneteweyî avabûneke nû pêkdihat. Digel van pêşveçûnên berbiçav helbet ketûrab jî hatin dîtin. Lê belê, heke ji wan salên dawîya sedsala bîstan heta îro ev prosesa kurt sal bi sal li ber çavan bête rayêxistin dê bête dîtin ku xeta grafîka têkoşîna xelkê Kurd her bo her bilind bûye û eve esasen bi serê xwe nîşaneya serkevtinê ye. Gotineke xelkî ye, tête gotin ku ”hêvî nanê xîzan û feqîran e” û heta dereceyekê rast e jî. Belêm di pratîka têkoşîn û berxwedana xelkê Kurd ya van salên dawîyê da hate dîtin ku ev ”bêjeye” tinê di ”gotinê” da nema herwisa destkevtên berçav jî derêxistin meydanê. Anku xelkê Kurd wekî xelkekî mexdûr û belengaz ”hêvî” tinê wekî ”xewn û xiyalek”ê nehêla, di rastîya jîyana xwe da jî dît. Îro li parçeyê başûr avabûnek heye, li bakur pişta dewleta Tirk hatîye şkandin û li parçeyên rojhilat û başûrarojava jî têkoşîneke hêvîdar tête dan. Di çarnikarê Kurdistanê da û li meydanên dîasporayê xebat û têkoşîna xelkê Kurd li pêş e û eve bi serê xwe hêvîyê dide mirovê Kurd. Ji ber vê yêkê heqê mirovê Kurd nîne ku bêhêvî be. Têkoşîna xelkê Kurd sanahî nîne. Xelkê Kurd dijî dijminên mezin rabûye. Li milekê Tirkîyeya mîratxwera Împaratorîya Osmanîyan, li milê dî Îrana mîratxwera Împaratorîya Farisan û kunika zirneyê ya dûmahîkê jî be dewleta Sûrîyeyê jî dijminek e. Cepheyê Iraqê eve çendek sal in ji ber vebûye ku ewlehîyeke saxlem di parçeyê başûr da jî hêj bi timamî pêknehatîye. Lewma dormandorê Kurdistanê bi dijminên bi vî rengî ve hatîye ablûka kirin û êrişeke hevrayî jî tînin ser xelkê Kurd. Digel vê dorpêçîya bêhnçikêr jî Kurdan hêvîya xwe ji nû ve rakirine ser pêya, bi xwûn û oksîjeneke taze rûh dayînê. Eve adeta ji mirinê filitîn e. Di roja îro da binasên [sebebên] bihêvîbûnê hindî hûn bêjin hene û saxlem in. Çu êrişên dijminan êdî nikarin vê hêvîyê bikujin…
Çi
bû, dewleta Tirk dawîya sala 2007an li xelkê Kurd kire jahr û mirin? Çi
kir, çi lêhat? 16ê meha Kanûnê 50 [pêncî] firokeyên xwe yên cengî, bi
desteka ”dostê durû” Amerîkayê, li esmanê Kurdistanê firandin, bi
tonan bombe barandin ser binkeyên gerîlla û gundên sentrala Kurdistanê. Li
hêvîyê bûn ku qira gerîlla bînin. Şik têda nîne ku şehadeta
her gerîllayekê ji teref dijmin berzebûneke mezin e, belêm di encama wê êrişa
mezin ya hewayî da tinê 5 gerîlla û du gundîyên hejar kuştin û sedan pez
û dewarên gundîyan jî telifandin. Dewleta Tirk bi wê êrişa giran jî
nikarî bigihe xwezîya xwe. Ertêşa Tirk demekî dirêj xelkê xwe hazirî
sefera Kurdistanê kir û bi navê dewleta xwe navekî mezin di xwe da, belêm
encam bû fîyasko
û ”sifireke mezin”!. Em mecbûr in bêjin ku bi rastî jî elîta
polîtîk ya Tirk, rêvebir û berpirsiyarên dewleta Tirk ”ehmeq” in. Ji
destpêka şerê çekdarî [15ê Tebaxa 1984ê] heta îro sal nîne ku ertêş
û dewleta Tirk armanca xwe neke birandina hêza gerîlla û PKKyê. Lê bereksî
wan ji wê rojê were jî gerîlla û PKK mezintir bûn. Nahizirin ku her
hemleya wan, her fîşek û bombeya wan dibe hêza motîvasyonê ji bo mirovê
Kurd ku li gerîlla û pêşengîya xwe ya polîtîk xwudan derkeve. Êrişa
16ê Kanûna 2007an jî ji bo dewleta Tirk, bo ertêşa Tirk bû şkestek,
belêm bo gerîlla, bo PKKyê û bi giştî xelkê Kurd ji bo li doza xwe
xwudanderketinê bû motîvasyoneke dî. Dewleta Tirk û ertêşa Tirk bi
van kiryarên xwe hizaran car di hawinî da avê diqutin. Esasen
ew jî baş dizanin ku bi vî rengî nagihin mexseda xwe, lê dixwazin dîsa ve hêvîya xelkê Kurd
bişkênin.
Di dawîya sala 2007an da generalên ertêşa Tirk aşkera digotin ku
divêt ”hêvîya wan” [anku hêvîya xelkê Kurd] bête şkandin. Nexêr
efendîyan!, Hûn ji xwe qet nikarin hêvîya Kurdan bikujin, lê hûn nikarin hêvîya
Kurdan êdî lawaz jî bikin!. Dewleta Tirk, ertêşa Tirk, bi desteka Amerîka û
YEyê jî nikarin hêvîya xelkê Kurd ya bi azadbûn û rizgarbûna xwe bişkênin.
Kurd mecbûr in bihêvî bin. Kurd
mecbûr in bawerîyê bi hêza xwe bînin. Gotina „hêvî“yê îro di
axivtinê da nemaye, nîşaneyên berçav afirandine. Kurd îro bi xebat û
têkoşîna xwe, bi destkevt û pêşkevtina xwe bûyne hêvîya xwe bi
xwe. Sala 2007ê ji sala 2006ê pêşvetir bû ji bo xelkê Kurd. Sala
2008ê jî dê ji sala borî pêşvetir be. Kurd sal bi sal nêzîktirî hêvîya
mezin dibin. Bi vê hêvîya mezin bila sala 2008an li xelkê Kurd pîroz be.
ROJAN
HAZIM
29
Kanûn 2007