paşve

60 salîya Komara Kurdistanê ya Mahabadê

 

ROJAN HAZIM

 

22yê vê mehê, meha çile ya vê salê, sala 2006a, dibe 60 salîya Komara Kurdistanê ya Mahabadê. Berî 60 sala vê rojê li Meydana Çarçira ya sentera Mahabadê, îlana Komarê ji teref Qazî Mehemed ve, ku herwisa serokê Komara Kurdistanê bû, hate kirin. Nivîskarê pirtûka ”Komara Kurd ya Mahabadê” William Aegleton wisa dibêje ji bo vê îlana dîrokî:

”Li başûra bajêrê Mahabadê, li cihê ku xanîyên ji axeşînê hatine çêkirin yên li hindava ”Çemê Sablax”ê, meydaneke şubî çemberê heye. Navê vê meydanê bi Kurdî ”Çarçira” ye. Ji ber ku li dormandorê meydanê çar stûnên bi lambe hatine çikilandin, lewma ev nave wergirtîye.

Li rexekî meydanê jî heykelekî Şah Riza Mehemed Pehlewî hatîye danan. Li çar kujîyên binetara heykelî jî çar heykelên şêra yên rengkirî hatine bi cih kirin.

Aha tam li vê vê derê, Qazî Mehemedê Mahabadî, spêdehîya roja 22ê Çileyê [1946] çû ser kursîyekê. Li ser Qazî ûnîformayeke Rûsî hebû. Li ser serê wî jî şaşîka wî ya ku wezîfeya wî ya dînî kivş dike hebû.

Qazî Mehemedê Mahabadî li ser kursîyê xîtabî hevwelatîyên xwe yên vî bajêrê biçûk û xelkê li meydanê kombûyî kir… Belêm, ev mesaja Qazî Mehemed ne tinê bo wan bû, ji bajêr wêdatir, ji tixûbên vê dewleta biçûk ku hêj tixûbên wê nehatine kivş kirin wêdatir, heta çîya û dolên Kurdistanê diçû…” [W. Aegleton, Komara Kurd ya Mahabadê, r. 15-16]

Tesbîteke di cih da bû, çiku ew mesaja Qazî, herçend di wê meydana tenge Mahabadê, ”Meydana Çarçira” da hatibû dan jî, lê dengvedana wê mesajê di nav wê meydanê da nema. Li çaralî Kurdistanê, li çîya, dol, nihal, deşt û zozanên Kurdistanê, li gund, bajêrk û bajêrên Kurdistanê dengekî gur veda, xwûna mirovê Kurd keland, hiş û bîra mirovê Kurd ronahî kir, geş kir, bawerîya mirovê Kurd ya bi paşeroja xwe, bawerîya li ser pêya manê, bawerîya jînde manê û rojek ji rojekê bûna xwûdanê dewleteke serbixwe, xurt kir. Anku ew mesaja kurt ya Qazî Mehemed ya îlankirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê, bû çirîskeke geş ya xelkê Kurd ya bi xwe bawerbûnê… Ew çirîsk paşê melûl bû, belêm netemirî, hêza xwe ya potansîyel parast ku rojekê geş bibe ve û bibe ronahîya hêza hetavîn û timamî welat ron bike. Evro ev ronahîya heyî, ji wan çirîskên xurt û geş yên demê Komara Kurdistanê ya Mahabadê zayîne. Ew çirîsk hind bi hêz bûn ku melûlîya salan jî venegerîya milê tarîtîyê. Hêza ronahîyê, ew hêz, ew hiş û bîra xelkê Kurd ya bi xwe bawerbûnê piştî çendîn sala jî be, bilind û geş bû ku êdî çu hêz û quwet nikarin perdeya tarîtîyê bikêşin ser rûyê ronahîya xelkê Kurd. Di 60 salîya damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê da ev hêza ronahîyê êdî mayînde bûye ku germ, geşî û enerjîya hetavê çu cara ji ser xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê kêm nabe û dê her bo her xurt û mezintir bibe. 60 salîya damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê di nav van bîr û hizran, di nav vê realîteyê da, li parçeyekê jî be, li başûr, di gihiştin û avabûna dewleta Kurdistanê da tête bîrînan ku alaya li ser esmanê vê dewleta Kurdistana Başûr pêldide, dîyarîya herî mezin ya wê Komara Kurdistanê ya Mahabadê ye.

Şertên berî komarê

Dawîya salên 30î û destpêka salên 40î li hemû cîhanê, demê rabûna bayê germ yê şerê cîhanê yê duyemîn bû. Herçend kel û germa şerî reşahîya Ewrûpayê û cografyaya Sovyetê disot jî, belêm têhna wê ya sojer bi taybetî li navçeya ku Kurdistan lê jî dihate his kirin. Almanyaya Hîtler û tifaqdarên wan li milekê agirê şer gur dikirin, dinya adeta kavil û wêran dikirin, xelkên welata qir dikirin, li milê dî jî Yêkitîya Sovyeta, Amerîka, Ingiliz û tifaqdarên wan planên xwe parastina ji belaya nazîzma Hîtler çêdikirin. Xirabkerîya şerî zedetir cografyaya Sovyetê ji serî heta binî diqewirand. Di wê hercûmerca şerê cîhanê yê duyemîn da Ingilîstan û Amerîkayê hawara xwe digihande ”dijminê xwe yê sereke”, Sovyeta Komûnîst. Sovyeta Komûnîst jî daku xwe ji bela û agirê sojer yê Nazîzma Hîtler xilas bike û biparêze destê xwe digihande Amerika û Ingilîstana emperyalîst!. Di nav wî bayê sojer yê şerê cîhanê yê duyemîn da du cîhana, cîhana emperyalist ku Ingilîstan û Amerîka serkêşên wî sîstemî bûn, digel cîhana sosyalîst ku serkêşîya wî sistemî jî Sovyeta dikir, tifaqa ”antî nazîst û antî faşîst” pêkînan. Hîtler û Mussolînî ji Afrîkaya bakur heta baskên Asyaya nêzîk hegemonyaya xwe ya nazîst û faşît hakim kiribûn. Li Asyaya dûr jî tifaqdarîya Nazîzm û faşîzmê mîlîtarîzma Japonî reş û tarîtîya xwe berdabû ser welat û xelkên Asyaya dûr. Dewletên Mîhwer [Almanya, Îtalya û Japonya] bibûne belayeke mezin li ser serê xelkan. Rojhilata navîn û rojhilata nêzîk jî bibûne meydanên lojîstîk yên Amerîka, Ingiliz û Sovyeta. Vî cepheyê mutefikan [Sovyet, Brîtanya, Amerîka] dixwastin paş cephe û serkanîya petrola rojhilatanavîn wergirin bin ewlehîyê û helbet di xeta ji Basrayê heta Kafkasan jî kemereke barîyerî pêkbînin, ku cepheyê ”dewletên mîhwer” nikarin nufûzê li vê navçeya stratejîk bikin. Ji ber ku polîtîka Şah Pehlewî bawerî nedida cepheyê mutefikan, bi taybetî jî Sovyeta. Kurdistana Rojhilatê anku parçeyê di bin dagîrîya Iranê da, tam dikete nav vî planê Ingilîz û Sovyeta. Di vî warî da Sovyet bi avantaj bû, çiku Moskowê bi rêya Azerbaycana Sovyetî dikarîn ber bi Azerbaycana Iranê ve xwe dahêlin. Di navbeyna Azerbaycan û kan û bîrên petrolê da jî Kurdistan hebû. Lewma wan dixwastin vê xeta stratejîk dagîr bikin û li goreyî berjewendîyên xwe û konjonktûra nû statûkoyê jî biguhorin. Ji alîyê Sovyetan ve bi taybetî eve dihate manaya ku di vê xetê da, anku li Azerbaycana Iranê û li Kurdistana Iranê dizayneke nû pêkbînin û di çarçoveya sîstemê xwe da Azerîyan û Kurdan polîtîken organize bikin û hetta ber bi organîzekirina xwe bi xwe îdarekirina neteweyî ve jî bidin, ku vê kemerê ji alîyê xwe ve bikin barîyera ewlehîyê û herweha kontrola kan û bîrên petrolê. Di Tebaxa 1941an da ji bakur ve Sovyeta, ji başûr ve jî Ingilîzan Iran dagir kirin. Sovyeta leşkerê xwe ji başûra Azerbaycana Sovyetî ber bi Kurdistanê ve şand. Heta Senendejê jî daketin. Belêm paşê jî li sêkuça Mahabad, Miyandab û Şinoyê binecih bûn. Ingilîz jî ji başûr ve heta Kirmanşahê hatin. Hem ji başûr ve, hem jî ji bakur ve Kurdistana Rojhilat, anku parçeyê Kurdistanê yê di bin dagîrîya dewleta Iranê da, nihe jî ji alîyê leşkerê Sovyet û Ingilîzan ve hatibû dagîr kirin. Leşkerên rejima Şah xwe paşve kêşabûn û otorîteya rejima Şah li vê xeta ji Makûyê heta Kirmanşahê otorîteya Sovyet û Ingilîzan tesîs bibû. Di nav van şertan da xelkê Kurd ji alîyê organîzebûna polîtîk ve ji jar û lawazîyê zêdetir adeta bê organize bû. Ji başûra Mahabadê ber bi tixûbê Sovyeta ve Kurdistana Rojhilat di bin otorîteya leşkerê Sovyetan da bû. Êl û eşîrên Kurda piştî têkçûna otorîteya rejima Şah, ji bo xwe parastinê dest danan ser çek û çolên leşkerîya Îranê. Sovyetan jî daku bikarin xwe li Kurdistanê vegirin, destek dane Kurdan. Digel van pêşhatinan jî di nav Kurdan da beramberî Sovyetan bêbawerîyek jî hebû. Ew kiryarên demê Çar yên li şerê cîhanê yê yêkemîn li Kurdistanê ji bîra Kurda neçûbûn. Berpirsiyarên leşkeriya Sovyeta eve his dikir û daku Kurda qani bikin û bidin bawerkirin, di dawîya sala 1941ê heyeteke mezinên Kurdan gazî hevdîtinê kirin û li Bakûya Azerbaycanê mêhvan kirin. Serokwezîrê Komara Azerbaycana Sovyetî Cehfer Bakirov heyeta Kurda qebûl kir, digel wan rûnişt. Serokatîya wê heyeta Kurdan Qazî Mehemed dikir. Bi vê hevdîtinê pêve têkilîyên Sovyeta û Kurdan pêşve çûn. Daxwaza Kurdan ya herî mezin ew bû ku Sovyet di warê organîzebûna polîtîk û leşkerî da, di warê ragihandin û çapemenîyê da û ji alîyê malî ve hevkarîyeke xurt û rêkûpêk digel Kurda bike. Qazî û hevalên xwe di van waran da hindek soz wergirtin û hêvîdar vegeryan. Qazî û heyeta xwe baş hate pêşwazî kirin. Hetta dihate gotin ku demanceyek dîyarî kurê Qazî Mehemed yê heşt salî ”Elî Kurîreş” [Elî Qazî] jî kiribûn. Hevdîtin û mêhvandarîya li ber çava, baş derbaz bibû. Lê helbet di serê berpirsiyarên Sovyetan da jî berjewendîyên wan li serê her tiştî bûn. Wan bi van bîr û bawerîyên pragmatîk xwe nêzîkî Kurdan dikir ku vê yêkê di dawîya prosesê da xwe nîşan jî da… Lê belê, di serî da Qazî Mehemed û hemû heyeta Kurda, bi dilpakî hereket dikirin, wan jî ji bo qazanca xelkê xwe têkilîyên xwe di vê çarçoveyê da di rê dibirin. Qazî û hevalên xwe di nav dek û dolaban da nebûn. Belêm, Sovyet di nav hizaran dek û dolab, fen û fêhl û hisabên kûr da bûn û bi van binasan di nav têkilîyê da bûn digel Kurdan. Wî demî jî qazanca wan di têkilîdanana digel Kurdan da bû. Lewma jî hêvî dane Kurdan ku dê hevkarîya wan bikin ku Kurd xwe organîze bikin û îdareyeke xweser ava bikin li nav tixûbên di bin dagîrîya leşkerê Sovyetan da. Kurd bi vê germahîyê dest bi kar bûn û dest bi xwe organîzekirinê kirin, ku heke muhtemel şert û konjonktûr gihiştin, daku bikarin jê istifade bikin û ber bi avakirina dewleta Kurdî ve gavan biavêjin.

Organîzebûn

16 Îlona 1942ê çendek xwanda û mirovên bi hiş û bîr yên Kurd biryara organîzebûna polîtîk dan û bi navê ”Komeleya Jîyaneweyî Kurdistan”, ku di nav Kurda da bi kurtî wekî ”JêKaf” hate bi nav kirin, damezrandin. Komeleyê bi xebata nehênî, di demekî kurt da li Mahabadê bin girt û endam zêde bûn. Têkilîyên wan digel parçeyên dî yên Kurdistanê jî çêbûn. Taybetî ji ber xebat û têkoşîna li Kurdistana Başûr, ku wê demê Ingilîz li Iraqê xwudan desthilat bûn, têkilîyên Kurdên başûr dîrekt pêkhatin digel JêKafê û Mîr Hac bi nave rêxistina Hêvîyê ev têkilî pêkînabû. Piştî kombûnên Nisana 1943ê Komeleyê xwe rêkûpêktir û firehtir kir û ber bi partîbûnê ve gav avêtin, ku şairên navdar Hejar û Hêmin jî di wî demî da berpirsiyarî wergirtin. Ji 1944ê pêve vê rêxistinê baskên xwe ber bi bakur ve, li naçeyên Şikaka û ber bi tixûbê Sovyeta ve fireh kir. Di Gulana 1944ê da jî alaya Kurda amade kir, ku ev alaya evro êdî bûye alaya fermî ya Kurdistanê di wî demî da hate hazir kirin. Komeleyê per û baskên xwe ji bo hemû kes û kesayetîyên neteweyî vekiribûn û dixwast bibe zemînekî organize yê neteweyî û ji hemû bîr û bawerîyan kesan di bin banê xwe da bigihîne hev. Çirîya 1944ê bo Qazî Mehemed teklîf hate kirin ku tevî komeleyê bibe. Qazî bêyî dudilî ev xwasteke qebûl kir û paşê jî bi karîzmaya xwe bû rêber û pêşewayê bizava neteweyî. Komele bi tevbûna Qazî xurt û mezintir bû. Xebata xwe ya têgihandin û serwextkirina xelkê Kurd xurt, gur û geştir kir. Bi vê munasebetê pîyeseke Kurdî hate amade kirin, ku ev opera di vî warî da yêkemîn bû. Grûbeke Komeleyê pîyesa ”Dayîka Niştiman” hazir kirin û di meha Adara 1945ê da li Mahabadê bi Kurdî leyistin. Naverok û mesaja pîyesê polîtîk bû. Li goreyî naveroka pîyesê; niştiman, anku Kurdistan di tehlîkeyê da bû û ewladên Kurd xwe feda dikirin û niştiman dihat rizgar kirin. Vê naverok û mesaja nasyonalîst ya pîyesê, bîner adeta efsûnî kirin û bîneran bi heyecaneke nedîtî sempatîya xwe nîşandan û bi deqîqeyan li ser pêya dest qutan ji bo leyizê û hunermendan. Pîyesê li seranserî welat dengekî mezin veda û di Tirmeha 1945ê da li cihên dî yên ku di bin otorîteya leşkerên Sovyetê da hate nîşandan. Demê pîyes li Şinoyê leyistî, heyecana xelkê di maksîmûm dereceyê da bû… Gava dem hatîye Îlona 1945ê êdî cepheyê antî nazî û helbet Sovyeta ser ji Nazîya standibû û serkevtî bûn. Lewma jî Sovyeta dixwastin ku piştî seradanîya 1941ê, heyeteke Kurda dîsa ve seradanîyê bike bo Sovyetan. Di bin serokatîya Qazî Mehemed da heyeteke Kurda hate teşkîl kirin û ji ser Tebrîzê ra çûn Bakûya Azerbaycana Sovyetê. Qazî û hevalên xwe digel serokwezîr Cehfer Bakirov jî rûniştin û xwastek û daxwazên xwe gotin. Di vê hevdîtinê da bakirov aşkera got ku di Iranê da xelkên cuda divêt qedera xwe xwe bi xwe tayîn bikin. Ji bilî Farisa Azerî û Kurd jî hene û divêt Kurd jî bibine xwudan desthilat li ser axa xwe. Lê belê, herwisa Bakirov digot ku di nav van şertan da, Kurd tinê di nav tixûbên Azerbaycanê da [mexsed jê Azerbaycana rojavayê, anku ya Iranê ye] bibine xwudanê îdareyeke otonom têra dike… Ev axivtina Bakirov ne bi dilê Qazî bû. Qazî jî di axivtina xwe da got ku wan biryar daye ku ew ji derveyî çarçoveya Azerbaycanê dê îdareya xwe ya otonom danin û herweha bi zelalî got ku bila wê hevkarîya ku digel rêvebirên Azerîyên Tebrîzê dikin, digel Kurdan jî bikin… Bakirov bi dengekî bilind got ku ”hindî ku Yêkitîya Sovyetan hebe, Kurd dê bigihine azadîya xwe.”… Qazî jî bersiva wî bi dengekî bilind da û wisa got; ”Xelkê me yê hewceyî hevkarîyê, de wî destê ji bo hevkarîyê hatîye dirêj kirin bi dilxweşî bigir…”. Hevdîtin li goreyî dilê Kurda derbaz bû û xwastekên Kurda yên li ser hewcehîyên leşkerî, malî û dezgehên ragihandinê hatin qebûl kirin. Bakirov di vê hevdîtinê da herwisa li ser organizebûneke nû ya Kurd rawesta û tewsîye kir ku Kurd wekî partî organîze bin û bi navê partîyeke demokrat xwe ji nû ve organize bikin… Qazî digel heyeta xwe bi van destkevtan vegerîya Mahabadê… Piştî ku Qazî Mehemed vegerya Mahabadê, êdî xebata organîzebûna polîtîk û ya bi çekbûnî xurttir bû. Ji xwe Kurda di midehê van salên dagîrîya Sovyetan da qederekê xwe bi çek kiribûn. Piştî sefera Bakûyê û sozên Bakirov, qederek dî jî sîleh hatin û aktîvistên Komeleyê hatin bi çek kirin.

Hatina Barzanî

Di van salan da [1943-44] ji xwe di pêşengîya Mela Mustefa Barzanî da li Kurdistana Başûr têkoşînek dihate dan. Hukûmeta Nûrî Seîd hem dixwast digel Barzanî pêkbêt, lê li alîyê dî jî baskê nasyonalîstên Ereb rê nedida ku li hev hatinek pêkbêt. Ji ber van nakokîyan nasyonalîstên Ereb Nûrî Seîd ji ser hukûm înane xwarê. Baskê êrişkar xurt bû û dor li bizava Mela Mustefa Barzanî hate teng kirin. Di vê ekuasyonê da Ingilîzan durûtî kir û piştevanîya hukûmeta Iraqê kir. Gava dem hatîye payîza 1945ê, Barzanî mecbûr ma ku digel hêzên xwe, xwe paşve vekêşe nav tixûbên Kurdistana Rojhilat anku Iranê. Di vê tercîha Barzanî da, rewşa Kurdên Iranê tayînker bû, çiku bizava Qazî Mehemed û Komeleyê êdî li Mahabad û dorberê otorîteya xwebixwetî dana bû û navçe ji leşkerên Iranê hatibû rizgar kirin. Barzanî û hêzên xwe ji çîyayan ber bi Şinoyê ve hatin xwarê. Paşê jî li dorberê Mahabadê bi cih bûn.  Ji bilî endamên eşîra Barzanîya, eşîrên dî û terefdarên rêxistina Hêvîyê, Mîr Hac û hevalên xwe jî tevî Barzanî bibûn. Mela Mustefa Barzanî di hevdîtina ewil ya digel Qazî Mehemed da, gelek aşkera gote Qazî ku ew amade ne ku bi hemû hêz û şiyana xwe piştevanîya wan bikin. Qazî Mehemed bi vê gotina Barzanî gelek şa bû û piştî vê hevdîtinê hemû hêzên Barzanî li ber û piştên Mahabadê hatin bi cih kirin.

Danana partîyê

Di sefera Bakûyê da ji bo Qazî û heyeta wî hatibû tewsîye kirin ku ji organîzebûna ”Komeleyî” derbazî ”partîyetî” bin. Qazî bi vê munasebetê hevalên xwe di meha Çirîya 1945ê da kom kirin û ev tewsîye û hewcehîya partîyekê dubare kir. Beşdaran bi yêkdengî ev pêşnîyara Qazî qebûl kirin û şûna ”Komeleyê”, avakirina ”Partîya Demokrat ya Kurdistanê” tesdîq kirin. Partîya nû, programeke kurt amade kir û xwastekên xwe yên polîtîk zelal û aşkera kirin. Di heşt maddeyên vê programê da wisa dihate gotin:

Xelkê Kurd yê li Iranê, di rêvebirina karûbarê xwe yê navçeyî da dê xwudanê otonomîyê be û di carçoveya dewleta Iranê da jî dê ototnomî be.

Zimanê perwerdeyê û zimanê fermî yê di dezgehên hukûmetê da dê Kurdî be.

Li goreyî hukûmên makqanûna Iranê, derhal dê mecliseke navçeyî bête danan û ev meclise di hemû karûbarên dewletî û jîyana giştî ya xelk da dê xwudanê mafê çavdêrîyê be.

Wezîfedarên fermî divêt ji nav Kurdan bêne hilbijartin.

Di navbeyna gundî û malikan da dê wekhevî bête pêkînan û paşeroja herdu cûnan jî dê bête garantî kirin.

Partîya Demokrat ya Kurdistanê, ji bo pêkve jîyana bi yêkitî û biratî ya digel xelkê Azerbaycan û xelkên wekî Asûrî, Ermenî û yên dî yên li Azerbaycanê dijîn, dê di nav xebatên taybetî da be û piştevanîya têkoşîna van xelkan bike.

Partîya Demokrat ya Kurdistanê, dê kanên xwezayî yên Kurdistanê yên zengîn bi kar bîne ku standarda jîyana ekonomîk û sosyal ya xelkê Kurd bilind bibe û dê bixebite ku ticaret û ziraet pêş bikev û mustewa saxî û hûbûnê [fêrbûnê] bilind bibe.

Partîya Demokrat ya Kurdistanê, bawer dike ku xelkên Iranê ew hêz heye ku welatê Iranê pêş bêxin û refahê bi dest ve bînin. [W. Aegleton, Komara Kurd ya Mahabadê, r. 144]

Bi amadekirina vê programê, bizava neteweyî rengekî demokratîk wergirt. Partîyê, Qazî Mehemed û hevalên wî bi vê gava nû bawer dikirin ku dê serbikevin û li goreyî vê programê jî xebata xwe xurttir kirin. Bizav ber bi avakirin û danana dewleta Kurdistanê ve pêşdiket. Di vê prosesê da, li 12ê Kanûna 1945ê Azerîyan, di pêşengîya „Partîya Demokrat ya Azarbaycanê“ da meclisa xwe kom kirin û otonomîya xwe îlan kirin. Vê pêşhatinê, bizava damezrandina komara Kurdî bi lez êxist.

Hazirîya otonomîyê

Piştî ku Qazî û hevalên xwe, li şûna „Komeleyê“, „Partîya Demokrat ya Kurdistanê“ ava kirin, xebata xwe ya rêxistinî û propagandayî firehtir û xurttir kirin. Li goreyî sozên hatine dayîn, Sovyeta li Teşrîna 1945ê çapxaneyek şandin Mahabadê. Partîyê dest bi weşandina rojnameya Kurdistan kir. Weşana vê rojnameyê û çapên dî yên ragihandinî, potansîyela neteweyî mezintir kir û bi taybetî hêza ciwana xurt bû. Di bizav û demonstrasyona 17ê Kanûna 1945ê da li Mahabadê „Seraya Dadîye“ hate vegirtin û alaya Kurdistanê hate kêşan bo ser stûna li ber derê serayê. Kela xelkê her diçû bilind dibû û di vê konjonktûra gihiştî da Qazî Mehemed çû Tebrizê û xwastekên xelkê Kurd pêşkêşî berpirsiyarên Sovyetê û serokwezîrê otonomîya Azarbaycanê Cafer Peşwarî kirin. Piştî vegerînê, êdî biryar hate dan ku hazirîya îlanakirina „Komara Kurdistanê ya Mahabadê“ bête kirin û dem jî wekî 22ê Çileya sala 1946ê hate kivş kirin. Qazî ev demê kivşkirî bo berpirsiyarên Sovyeta yên li Miyandabê [Galazyov] û Tebrizê [Yarmakov] jî got û wan jî itiraz nekir. 17ê Çileyê hate beyan kirin ku dê di „Meydana Carçira“ da kombûneke giring û jîyanî bête kirin û ev denge li dorberê belav bû. Heta roja beyankirina komarê jî xebat bi disiplîn û veşartî hatin kirin. Qazî digel bist hevalên xwe çarçoveya axivtin û beyana 22ê Çileyê amade dikir.

Dem hat

Mahabad bi hetaveke geş û biriqî hişyar bû roja 22ê Çileyê. Spêdehîya vê rojê, ji ya rojên dî cudatir, spehîtir û xweştir xuya dikir. Eve ne teswîr bû, rastî jî şans li xelkê Mahabdê yar hatibû û ev roja pîroz ji teref xwezayê ve jî adeta hatibû qebûl kirin û xwezayê di vê meha çileyê zivistanê da, befr û baran, ba û bagera xwe paşve dabû û tinê tîrên hetava geş û ron berdabûn ser Mahabadê. Meydana Çarçira ya li sentera bajêr hincûhinc tijî bibû. Xelk ji dorberê, ji Somayê heta deşta Serdeştê hatibû û meydan mişt kiribû. Cade û kolanên Mahabadê bi alaya Kurd, bi rengên Kurdî, sor, kesk, spî û zer ve hatibûn xemilandin. Rêber û mezinên partîyê û rihspîyên civata Kurd çûn ber derê mala Qazî û Qazî bi heyeteke boş înane meydanê. Ji bo axivtina Qazî li koşeyê rojhilatabakur kursîyek hatibû amade kirin. Di meydanê da biçûk mezin, jin û mêr ref ref xelk li hêvîya Qazî bûn. Meydana Çarçira bi sloganên vê mehşerê dizinginî. Xelkê bi cil û bergên xwe yên gelerî û qedîm meydan rengareng kiribûn. Parastina vê kombûnê endam û milîtanên partîyê dikir. Qazî Mehemed derkete ser kursîyê û pêşberî vê boşahîya mehşerî ya xelkê Kurd. Gava Qazî hate dîtin li ser kursîyê meydanê bi slogana adeta deng veda. Qazî axivtineke dîrokî kir. Qazî di axivtina xwe da bi zelalî got ku xelkê Kurd jî wekî her xelkî xwudan maf e, li ser axa xwe dijî û heqê xelkê Kurd e ku li ser vê axa xwe xwudanê qedera xwe be. Herwisa Qazî got ku xelkê Kurd êdî hişyar bûye û beyana komarê bi van gotinan aşkera kir: „Nihe Komara Kurd ya Otonom hatîye damezrandin.“

Piştî vê axivtinê meydan wekî zevîya genimî ya li ber bayî, bi pêl ket û heyecan û tezahurata xelkê di maksîmûm dereceye da bilind bû. Qazî di dawîya axivtina xwe da spasî dostên xelkê Kurd, rêvebir û endamên partîyê û herweha xelkê Kurd kir ku xizmeteke mezin kirine di xebat, têkoşîn û hazirîya damezrandina komarê da. Piştî ku axivtina Qazî xilas bûyî û ji kursîyê hatîye xwarê, xelkê şahîyeke mezin kir û ev roja bihadar û dîrokî bi peqandina sedan sîlehan hate pîroz kirin.

Piştî vê seramonîya mezin ya xelkî ya beyankirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê, Qazî û mezinên partîyê dest bi karûbarê teşkîlkirina hukûmetê kirin. Qazî serê meha Sibatê digel mezinên partîyê kombûn pêkîna û li ser danana kabîneyê gotûbêj kirin. Lîsteya kabîneyê hate qebûl kirin û di roja 11ê Sibata 1946ê da di rojnameya Kurdistanê da hate weşandin. Qazî Mehemed wekî serokê komarê sûnd xwar ku dê di wezîfeya xwe da girêdayî komarê be: „Bi mezinahîya Xwedê û pîrozîya Quranê, li ser welat û alaya xwe sûnd dixwum ku heta dilopa dûmahîkê ya xwûna xwe û bêhna xwe ya dawîyê, bi can û bi malê xwe, li ser rêya azadîyê daku alaya me li esmanî bête pêldan sozê didim ku bixebitim.“... Û wezîran jî herwisa sûnd xwar.

Hacî Baba Şêxê Bokanî bû serokwezîr, pismamê Qazî Mehemed, Seyfî Qazî jî bû wezîrê parastinê. Wezîrê perwerdeyê bû Menaf Kerîmî, Emîn Mûînî bû wezîrê karûbarê navîn, Seyid Mehemed Eyûbîyan bû wezîrê saxîyê,, wezîrê karûbarê derve bû Evdirehman Ilxanzade, wezîrê rê û transportê jî bû Ismaîl Ilxanzade, wezîrê ekonomîyê bû Ehmed Îlahî, wezîrê xebatê bû Xelîl Xusrew,, wezîrê poste, telgraf û telefonê jî bû Kerîm Ehmedîyan, wezîrê bazirganîyê [ticarete] bû Hacî Mustefa Dawûdî, wezîrê dadîyê bû Mela Huseyîn Mecdî, wezîrê candinîyê jî bû Mehemed Welîzade ku wezîrê herî ciwan, [23 salî], yê kabîneya wezîra bû.

Demê ku hukûmeta Komara Kurdistan ya Mahabadê hate danan, kakilê ertêşa Kurd esasen hazir û amade bû, gihiştî bû. Ev kakil ji hêza Barzanîya pêkdihat. Qazî Mehemed piştî ku kabîneya xwe danayî jî, di warê asayiş û parastinê da hergav şêwra xwe bi Mela Mustefa Barzanî dikir. Adara 1946ê Barzanî serleşker û şervanên xwe yên bijare li Mahabadê bi cih kirin. Biryargeha leşkerî ya Barzanî êdî li Mahabadê bû. Parastin û asayişa komarê bi giranî û pratîken di destê hêza Barzanîya da bû û Mela Mustefa Barzanî jî di pozisyona serleşkerîya ertêşê da bû. Ji xwe hukûmetê biryarek wergirt û rûtbeya generalîyê da Mela Mustefa Barzanî û ev biryare di dawîya meha adarê da di rojnameya Kurdistanê da jî belav kir. Digel Barzanî, Seyfî Qazî, Emer Xanê Şikakî û Heme Reşîd Xanê Baneyî jî bûne general. Lê belê, ji nav van generala, hem ji alîyê hêz û hejmara pêşmerge, hem jî ji alîyê tecrube û qabilîyeta leşkerî ve rol û pozisyona Mela Mustefa Barzanî li pêş bû.

Dûmahîka trajîk

Komara Kurdistanê ya Mahabadê, di nav şert û konjonktûra şerê cîhanê yê duyemîn da hate damezrandin. Aktorên şerî dewletên mezin bûn. Li milekê alyansa Almanyaya Hîtler, Italyaya Mussolînî û milîtarizma Japonyayê, li milê dî jî Sovyet, Amerîka û Ingilîstan. Di cepheyê antî nazî da, herçend alyanseke „antî nazî“ û „antî faşîst“ hebû jî, lê herweha di vî cepheyî da dubendî jî hebû. Amerika û Ingilîstan yêk bûn, Sovyet bi tinê bû. Şerê cîhanê yê duyemîn bi serkevtina cepheyê Sovyet, Amerîka û Ingilîstanê xilas bû. Piştî şer rekabeta cîhana emperyalîst-kapîtalîst ya beramberî sîstemê sosyalîst û Sovyetê gurtir bû. Amerika û Ingilîstanê êdî ber û piştên Sovyetê dişidandin, ew peymanên di demê şerê dijî Hîtler da hatibûn çêkirin, betal dikirin. Ingilîz û Amerîkîyan zor dane Sovyetê ku hêzên xwe yên leşkerî ji Iranê paşve bikêşe. Qazanca Ingilîz û Amerîkîyan êdî di alyansa digel Sovyetê da nemabû. Sovyeta jî di danana Komara Mahabadê û Komara Azarbaycanê da li nav tixûbên Iranê, meyla wan zêdetir li ser Komara Azerbaycanê bû. Esasen bi navê Sovyetê, Azerbaycana Sovyetî digel Kurd û Azerîyên Iranê têkilî didomandin. Wan jî di vê têkilîyê da tagîrîya Azerîyên Iranê dikir. Rêvebirên Azerbaycana Iranê jî di her keysî da daxwaz dikirin ku „otonomîya Kurda ya Mahabadê“ girêdayî wan be û ji ber vê yêkê jî hergav ajawe û provakasyon derdêxistin. Li milê dî Sovyetan jî li ser petrolên Iranê digel Ingilîzan  bazar dikir. Bedelê paşvekêşana hêzên xwe ji Kurdistanê, hindek kanên petrolê dixwastin. Qazî Mehemed ji ber van şert û pêşhatinên komplîke his dikir ku rewş aloz dibe û ji ber hindê jî li ber digerîya ku di navbeyan Azerî û Kurdan da şer dernekeve. Qazî dizanî ku şerekî wisa dê di eleyhê Kurdan da be. Di meha Nisanê da digel Azerîyan peymanek çêkir. Di vê peymana heft maddeyî da teref gihiştin hev ku piştevanîya hevdu bikin.

Di van şert û pêşhatinan da rejima Şah jî vala nedirawesta û ji her alî ve êrişî Kurda dikir, ku xîmên komarê têkbibe û hukûmetê hilweşîne. Sovyetan ji milekê ve hêzên xwe paşve dikêşan, ji milê dî ve jî digel rejima Iranê hevdîtin didomandin. Sovyeta di meha Gulana 1946ê da hêzên xwe paşve kêşane ser tixûbê Azerbaycana Sovyetê. Kurdan jî beramberî hazirîya êrişên rejima Şahî xwe amade dikirin û carna daberizîn jî pêkdihatin di navbeyna hêzên leşkerî yên Iranê û Kurda da. Ji teref Iranê ve jî baş dihate zanîn ku hestîyê piştê yê hêza leşkerîya Kurda, hêzên Barzanî ne û tecrubeya şerkarîya hêzên Barzanîya heye û xurt e. Lewma jî Iranîyan xof dikirin. Di nav vê ketûrabê da di navbeyna Iranê û Kurdan da, di navbeyna Iranê û Azerîyan da jî hevdîtinên agirbesê dihatin kirin. Di demê van hevdîtinan da berpirsiyarên Sovyeta nîyete xwe ya „bêterefî“yê didan nîşandan. Konsolose Sovyeta yê Tebrize digel Qazî Mehemed û Barzanî hevdîtinek pêkîna ku Kurd xwe nêzîkî navçeya di bin dagîrîya Ingilîzan da, anku ber bi Kirmansahê ve neçin, çiku dê berjewendîyên Ingilîzan bikevin tehlîkeyê. Konsolosê Sovyeta haşimov bala Kurda bi reqî kêşa ku heke Kurd cephê şer yê beramberî Iranê jî fireh bikin, bila pişta xwe bi hevkarîya Sovyeta ve girênedin. Ev axivtina bi dek û dolab ya konsolosê Sovyeta Haşimov bo Qazî û hevalên wî bû sînyala xeberê nexweş. Bi vê sînyalê reftara Sovyeta hêdî hêdî kivş dibû ku ew li goreyî berjewendîyên xwe di nav manewrayeke bêyûm da ne û bi ihtimaleke mezin dê Kurda di nîvîya rê da bihêlin.  Li ser van pêşhatinên tirsbar, Qazî sê alternatîv danan pêşîya hukûmeta xwe:

  1. Hêzên Kurd, guh nedin iştarên [ixtar] Rûsa [Sovyeta] û ber bi Senendejê ve êrişê bikin.

  2. Guh bidine şîretên Rûsa [Sovyeta] û xwe paşve bikêşin.

  3. Li ber hukûmeta merkezî ya Iranê stûyê xwe biçemînin.

          [W. Aegleton, r. 228-229]

Dem di eleyhê Kurdan da diherikî. Azerî bi tewsîyeya Sovyeta digel Iranê li hev hatibûn. Hêzên Sovyeta li milê dî yê çemê Aras bi cih bibûn û bi ihtimaleke mezin di berxwedana Kurdan da hevkarî nedikirin. Terazîya navxweyî û alyansa berê êdî serûbin bibû. Vê yêkê tifaqa navxweyî ya Kurdan jî sist dikir. Gelek eşîrên Kurda, paşeroja xwe di "lihevhatin"a Iranê da didîtin. Bi vî rengî kivş dibû ku berxwedana Kurda beramberî Iranê pêknaêt. Lewma hukûmeta Mahabadê dest bi hevdîtina kir digel serleşkerên ertêşa Iranê. Iranê bi sebir ev hevdîtinên digel Kurdan domandin lê mexseda wan ne agirbes bû, dem qazanckirin bû û hisabên lêhbandinê dikirin. Di mehên havînê da, Hezîran û Tirmehê da bêdengîyeke tirsbar hebû. Digel van bûyer, qewimîn û pêşhatinan, fen û fêhlên dijminane, jîyanê li Mahabad û bajêrên dî yên di bin kontrola hukûmeta Kurd da dom dikir. Weşangerîya kovar û rojnameyan û çapkirina pirtûkên perwerdeyê dihate kirin.edetir dibû. Serê terazîyê êdî bi alîyê Iranê ve xwahr bibû. Iranê leyizeke mezin dileyist, li milekê fişar dibire ser Azerîyan, li milekê ablûkaya li ser Kurda teng dikir, li milekê navbeyna Azerîya û Kurda têkdida. Bi hemû taktîkan pozisyona xwe xurt dikir. Konjonktura nû jî di lehe Iranê da bû. Amerîka û Ingilîzan dîreksîyona ber bi Şahê Iranê ve badabûn. Ji xwe Sovyeta jî hêzên xwe paşve kêşabûn, Azerî û Iran li hev hatibûn. Di van şertan da rewşa Kurda ber bi xirabîyê ve diçû. Pozisyona hukûmeta Qazî Mehemed êdî zeîf bibû. Bi tewsîye û şîretên Sovyeta Qazî di Tebaxa 1946ê da çû Tehranê digel hukûmetê rûnişt. Digel serokwezîr [Ehmed Qiwamussaltana] û serleşkerê giştî [General Razmara] axivt. Serokwezîrê Iranê planê „Istana mezin ya Kurdistanê“ teklîfî Qazî kir, ku Senendej jî têda bajêrên Kurdistanê bibine yêk „istan“ û bikevin binê îdareya walîyekî giştî yê ku hukûmeta Tehranê wezîfe dayî. Qazî ji neçarî terefdarê vê teklîfê bû. Lê Sovyeta û bi taybetî bi navê Moskowê, Azerbaycana Sovyetî, ji ber ku tagîrîya Azerîya dikir, xwe nedane ber li hev hatineke bi vî rengî ya Kurda û Tehranê. Iranê jî dizanî ku ev teklîfa wan dê ji teref Sovyetan ve bête asteng kirin û naçe serî û Kurd dê tengavtir bibin. Mixabin ku wisa jî lêhat û kabilîyeta manewraya Kurda tengtir bû.

Rekabeta Ingilîz û Sovyetan ya li ser rê û kanalên petrolê, têkilavîya rejima Iranê, rewş ji alîyê Kurda ve naziktir dikir. Opozisyona di pêşnegîya komûnîstên Iranê da hukûmeta Iranê dida zorê. Di Tebaxa 1946ê da ewil car bû ku serokwezîr Ehmed Qiwamussaltana sê endamên Tudehê [Partîya Komûnist ya Iranê] wergirtine kabîneya xwe. Vê yêkê destê Sovyetê xurt kir û Sovyet zêdetir ber bi Iranê ve çû û pişta xwe da Kurda. Ingiliz ji vê rewşa nû tirsan û xwastin başûra Iraqê wergirin bin ewlehîyê û leşkerê xwe derêxistin nav Basrayê ku bajêrê cîran yê Iranê bû. Eve herwisa mesajek bû bo hukûmeta Iranê. Ingilîzan dixwast ku nufûza Sovyet û komûnîstên Iranê bişkêne. Di vî demê krîtîk da Şahî xwast ku serokwezîr istifa xwe bide. Wî jî qebûl kir, lê Şahî disa ve wezîfeya danana kabîneyê da wî, lê vê carê bi qeyd û şert. Şertên Şahî ew bûn ku, Tudehîya ji hukûmetê derêxe û otorîteya hukûmeta merkezî ya Tehranê disa ve li Azrbaycana Iranê binecih bike. Ev pêşhatine bi dilê Ingilîzan jî bû. Serokwezîr Ehmed Qiwamûssaltan li goreyî daxwaza Şahî hereket kir û Tudehî tirpan kirin, girtin û leşker jî rêjkire Azerbaycanê û otorîteya merkezî disa ve xurt kir.

Hukûmeta Tehranê vê carê jî berê xwe da Mahabadê û digel Qazî dest bi gotûbêjên nû kir. General Razmara, nimayendeyekî xwe, Elî Esxer Fuyuzî rêkire Mahabadê. Mexseda wan „lihevhatinek“ nebû. Dixwastin bizanin ka kapasîteya leşkerî û berxwedana Komara Kud çend e. Ji ber ku di serê wan da gihandina şertên operasyoneke leşkerî dizivirî...

Qazî û hukûmeta wî jî didîtin ku rewş ber bi başîyê ve naçê. Di payiza 1946, meha Ilonê da ateşeyê leşkerî yê konsolosîya Amerîkayê yê Tehranê, Archi Roosevelt çû Mahabadê. Seradanîya ateşeyê Amerîkî bi zanahî bû û dixwast resmê rewşê bikêşe û bizane ka Kurd dê çêbikin. Di vê çavdêrîya xwe da dît ku sîstemê polîtîk û hukûmetkirina Kurda ji ya Azerbaycana Iranê demokratîktir e û ev razîbûna xwe jî ji bo Qazî Mehemed dîyar kir. Qazî jî gotê ku ew dixwazin sîstemekî federe yê wekî Amerîkayê danin. Qazî herweha gote ateşêyî ku heke Amerîka ne hazirî piştevanîya Kurda be, hingê çu binas jî nînin ku dij derkeve. Ateşeyê Amerîkî hizir dikir ku nufüza Sovyetî xurt e li Mahabadê, lê ya rastî ji berpirsiyarekî derece kêm zêdetir, [Esedov], kesekî Sovyeta nemabû li Mahabadê. Lê Amerikayê di wê konjonkturê da di berjewendîyên xwe da nedidît ku xwe nêzîkî hukûmeta Kurda bike û meyla wan li ser hukûmeta Tehranê bû. Xurtbûna otorîteya Tehranê, rêzên Kurda jî sist dikir. Veresînê ji bakur û başûra Mahabadê dest pê kir. Kurdên ku dixwastin xwe nêzîkî Tehranê bikin, bi rêya konsolosîya Amerîkayê ya li Tebrîzê mesajên xwe dişandin. Konsolosîya Amerikayê jî ji bo wan garantî distandin ji hukûmeta Tehranê. Serokwezîrê Iranê Ehmed Qiwamusaltana jî cab ji Kurda ra rêdikir ku heke ew itiadî hukûmeta merkezî bikin, hingê dê di nav reftareke baştir da bin digel wan. Di van têkilîyên bi rêya konsolosê Amerîkî yên digel Tehranê da Emer Xan serî dikêşa. Dûmahîka trajîk her bo her nêzîk dibû. Ambasadê Amerikayê Georg V. Allen, di 27ê Teşrîna 1946ê da li Tehranê aşkera piştevanîya hukûmeta Iranê dikir û digot ku heqê hukûmeta Tehranê heye ku li her derê welat asayişê tesîs bike. Esasen Ingilîzan jî di vê çarçoveyê da piştevanîya Şahî dikir. Sovyet jî di têkilîyên xwe yên bi Azerî û Kurda ra êdî tam sist bibû û li rêya têkilîdanana digel hukûmeta Tehranê adeta digerîya. Bûyer hind zû herikîn ku 13ê Kanûna 1946ê Tebrîz kete destê ertêşa Iranê û Komara Xelk ya Azerbaycanê têkçû. Kivş bû ku dor dihate Mahabadê. Ew pêşhatinên li nav ”tixûbên fermî” yên Iranê da, di nav şertên şerê cîhanê yê duyemîn da, di nav konjonktûra şerê dewletên mîhwer û dewletên mutefik da hatîye meydanê, piştî şerî jî dîsa li goreyî pozisyona wan û konjonktûra ku wan afirandî reng werdigirt. Komara Xelk ya Azerbaycanê û Komara Kurdistanê ya Mahabadê, di bin pêyên rekabeta navxweyî ya mutefikan da, anku di bin postalên hevrikîya di navbeyna Sovyet û alyansa Ingilîz û Amerîkîyan da dibûn gorî.

Ketina Azerbaycanê dengekî tirsbar veda li Mahabadê. Mahabadê texmîn nedikir ku Sovyet dê hinde zû pişta xwe bide Komara Xelk ya Azerbaycanê. Lê mixabin ku gelek naîv difikirîn. Realpolîtîka wî demî baş nexwandin. Ji ber hindê jî xeyalşkestî bibûn. Di nav vî haletî da kaosek jî peyda bû di navbeyna rêvebir û karmendên hukûmeta Mahabadê û partîyê da. Hindeka dixwast biçin ilticayî Sovyeta bikin, hindekan dixwast biçin Iraqê. 14ê Kanûnê çûn mala Qazî û teklîfî wî kirin ku digel wan bêt. Qazî rê da wan, lê bi zelalî gote wan ku ew ji Mahabadê dernakeve, wî soz daye xelkê Mahabadê û ew dê digel xelkê Mahabadê be. Grûbek ji karmend û serokeşîran çûn Miyandabê ku digel general Fazlullah Humayûnî biaxivin. Humayûn daku cepheyê Kurda têkbibe ev heyeta hatî bi hewayekî azaker [efûker) pêşwazî kir. Demê ku ev heyet zivirîye Mahabadê tewsîyeya teslîmbûnê kirin. 15ê Kanûnê temsîlkarê Sovyete Esedov jî bajêr terk kir û çû.

16ê kanûna 1946ê jî Qazî Mehemed, Seyfî Qazî, Hacî Baba Şêx û çendekên dî çûn nik general Humayûn li Miyandabê ku xwe teslîm bikin. Ev çûne çûneke dawîyê bû. Eve dawîya trajîk ya Komara Kurdistanê ya Mahabadê û Qazî Mehemed bû... Mixabin ku dînamîkên navînî yên Kurdistanê têra nedikir ku vê destkevta xwe biparêzin, ji ber ku di nav wan şertan da bi hêza dînamîkên derve û şertên konjonkturel yên ne stabîl pêkhatibû ev komar. Wekî dînamîkên derve meydan terk kirî û çûyî, qet li paş xwe nenêrîn ka dê çi kadastrof bi serê wan xelkan bêt û gelek xema wan jî nebû!..

Teklîfa Barzanî

Berî ku Qazî û hevalên xwe biçin xwe teslîmî general Humayûn bikin, 16ê kanûnê, digel Barzanî şêwirîn û gotine Barzanî ku ew jî şerî neke û hêzên xwe bêyî şer paşve vekêşe. Barzanî di vê hevdîtina dawîyê da tika ji Qazî kir ku teslîm nebe û digel wan were çîyayên Kurdistanê ku ji bo berxwedaneke saxlemtir xwe biparêzin. Lê mixabin ku Qazî êdî biryara xwe dabû ku biçe teslîmî general Humayûn bibe. Qazî hizir dikir ku dê digel hukûmeta Tehranê lihevhatinekê pêkbînin. Lê mixabin ku Qazî di vê enîşka bûyeran da gelek naîv fikirî û hisaba bêbextîya hukûmeta Tehranê nekir. Qazî divîyabû ku teklîfa Barzanî qebûl bike û ji bo paşerojê, ji bo gavek pêşve avêtineke di rojên bêt da, ne gavekê, du gava paşve biavêje û xwe û hevalên xwe wergire binê ewlehîyê. Qazî divîyabû ku digel Barzanîyan bi disiplîn û kêm zerar û zîyan paşve vekişe. Lê mixabin ku Qazî Mehemed, ev teklîfa Barzanî qebûl nekir û ber bi dûmahîka xwe ya trajîk ve gav avêt. Mesûd Barzanî wê hevditîna Qazî û Barzanî ya dawîyê wisa neqil dike; „Barzanî hevditîna xwe ya dawîyê ya şeva 16ê Kanûnê ya digel Qazî Mehemed bo min wisa gotibû: Ez çûme nik Qazî Mehemed. Min xwast bizanim ka niyeta wî çi ye. Gote min, ku ew naxwaze xwûna xelkê Mahabadê birije, lewma ew dê xwe feda bike û dê teslîmî ertêşa Iranê be. Wisa gote min: „min heyetek hinartîye bo general Humayûn li Miyandabê û ev niyeta xwe gotîyê“. Wekî Qazî ev axivtine dikir, rondik ji çavên wî diwerîyan. Gotina xwe wisa domand: “çu cara ji bilî cimaeta xwe bawerîyê bi kesê neîne! Çiku, min bawerîya xwe bi kê înabe, hemûyan xiyanet li min kirin û çûne bûne rêz ku teslîmî ertêşa Iranê bibin. Ez tewsîyeyî te dikim ku tu xwe ji serokeşîra biparêzî. Ji ber ku gava ew keysekê bibînin dê xirabîyê li te bikin. Tikaya min ji te ew e ku di demekî kurt da Mahabadê terk bike û digel ertêşa Iranê şerî neke.“

Paşê jî ji min pirsî ka ez dê çi ikim. Min gotê: Em dê binemal [famîlya] û hêzên xwe li navçeyên Şino û Mergeverê kom bikin. Heta biharê em dê ji şerekî digel ertêşa Iranê xwe dûr bikin. Paşê ji, em dê bixebitin ku hukûmeta Iraqê qet nebe ji bo binemalên me azahîyekê [efûyekê] derêxe. Heke eve pêknehat, hingê bi binemalên xwe ve, em dê berê xwe bidine Yêkitîya Sovyeta. Em ne teslîmî ertêşa Iranê, nejî ertêşa Iraqê dibin. Paşê jî min gelek hewil da ku wî qani bikim ku Mahabadê terk bike û digel me bêt. Min soza şerefê dayê ku ji bo parastina wî xwe jî hevalên digel xwe jî feda bike. Min gotê ku ew sembola miletê Kurd e, lewma jî divêt digel me bêtin. Min gotê ku: Bawerîyê bi weadên hukûmeta Iranê neîne. Çiku êxsîrîya serokê komara ewil ya Kurd dê ji bo gelek giran bêt. Qazî Mehemed ji cihê xwe rabû, bi çavên rondikî ez maç kirim û wisa got: „Xwezîya min ji Xwudêyê mezin ew e ku te serfiraz bike û biparêze. Belkî jî jîyana min dê fedayî hevwelatîyên min bibe. Û belkî jî dê rê li ber hindek xirabîyên ku li wan bibe, bigire. Te hew dît dozaja şiddeta bête ser wan sivik bike.“

Eve gotin û paşê jî alaya Kurdistanê ji paxila xwe derêxist û teslîmî min kir. Got ku: „Eve sembola Kurdistanê ye. Wê emanetî te dikim. Çiku, bi bawerîya min kesekî ku dê wê baştirîn biparêze tu yî.“

Di nav wê atmosfera bi xem, kul û keser da, min xatira xwe jê xwast û ber bi Nexedeyê ve bi rê ketim.

[Barzanî û bizava azadîya neteweyî ya Kurd I, Mesûd Barzanî, w. Doz, r. 272-273]

Gava 17ê Kanûnê Barzanî gihiştîye Nexedeyê, ji radyoyê dibihîze ku ertêşa Iranê dikeve nav Mahabadê. Eve xeberekî trajîk bû bo Barzanî jî, bo hemû xelkê Kurd jî. Lê belê, ji axivtina Qazî ya digel Barzanî jî kivş dibe ku, ertêşa Iranê heta ku Barzanî ji Mahabadê dernekeve, nakevin nav bajêr. Ji ber ku tirs û xofa wan ew bû ku heke berxwedanek hebe jî dê bi organîzatorîya Barzanî û herweha bi hêza wan bibe. Kengî  piştrast bûn ku Barzanî ji Mahabadê derket, yêkser Mahabad vegirtin. Berxwedanek çênebû, Mahabad fizîken wêran û kavil nebû, xelk nehate kuştin û digel ku Mahabad dagîr kirin, Komara Kurdistanê bi dawî înan, lê nikarîn hêvîyên xelkê Kurd bikujin. Belêm mixabin ew hêvîyên taze û paqij bi kûrahî hatin birîndar kirin.

Rejima Iranê, hukûmeta bêbext ya Tehranê, Qazî Mehemed, birayê wî Sadrî Qazî û pismamê wî Seyfî Qazî girtin. Ji bo wan têkçûna Komara Kurdistanê ya Mahabadê bes nebû. Wan gorî dixwastin. Gorî jî ev hersê kurên dilpak yên xelkê Kurd bûn. Hukûmeta Iranê bedelê Komara Kurdistanê ya Mahabadê wekî can ji wan dixwast. Lewma jî biryara wan ji serî ve hazir bû. Wan di serê xwe da ji xwe sêpî danabûn.

31ê Adara 1947ê, serê spêdê seet 03.00. Anku 14 meh piştî beyankirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê, ev sê lîderên Kurd, li wê meydana ku Komar lê hatîye îlan kirin, li “Meydana Çarçira” hatin hilawîstin, anku hatin îdam kirin. Bedelekî giran bû ku Qazî Mehemed dayî. Belêm doza Kurdistanê herdem bi bedelên giran encam da û hêj jî dide. Heta ku ew meydana ku Qazî û hevalên xwe lê hatine hilawîstin azad û rizgar dibe, dê hêj jî bedel bêne dayîn. Belêm, azadbûn û rizgarbûna wê meydanê, “Meydana Çarçira” ne dûr e, gelek nêzîk e. Gava ew meydan gihişte destê xwudanên xwe, dê bust û heykelên Qazî û hevalên wî li wê derê bêne danan.

Dawîya Komara Kurdistanê ya Mahabade, dawîya Qazî û hevalên wî gelek trajîk bû. Belêm, ew trajedî, ew bedelê giran bi avê da neçû, bê encam nema. Xewna Qazî ya azadbûn û rizgarbûna Kurdistanê, li parçeyekê jî be, li başûr, bû rastî. Ew emanetê ku Qazî daye Barzanîyê nemir, evro di axa Kurdistanê da, li parçeyekî azad yê Kurdistanê da, fermîyen, li esmanê Kurdistanê, li ber derê parlement, hukûmet, dezgeh, dibistan û dayreyên Kurdistanê pêl dide. Ew alaya ku Qazî emanetî Barzanî kirî, evro fermîyeta dewletbûna Kurdistanê temsîl dike. Ew alaya ku Qazî li Mahabadê kêşaye ser stûnê, evro li timamî Kurdistana Bakur di dereceya herî bilind da tête ragirtin. Ew ala li parçeyên dî, li nav hemû Kurdên nav û derveyî welat bi serbilindî tête hildan.

Komara Kurdistanê ya Mahabadê emanetekî pîroz diyarî hemû Kurdan kir û ew emanet nihe gelekî bilind e û li esmanê Kurdistanê pêl dide.

60 salîya damezrîna Komara Kurdistanê ya Mahabadê bila li hemû xelkê Kurd pîroz be. Çi dilşahî ye ku di 60 salîya damezrîna Komara Kurdistanê ya Mahabadê da, parçeyê başûr, di nav çarçoveya Iraqê da jî be, fermîyen bû dewlet. Çend dilşahî ye ku di 60 salîya Komara Kurdistanê ya Mahabadê da, yêkitîya Kurdên li başûr pêkhat ku eve bû gaveke mezin ya saxlemkirina xîmê dewleta Kurdistanê.

Di 60 salîya damezrîna Komara Kurdistanê ya Mahabadê da, paşeroja xelkê Kurd û Kurdistanê ronahî ye û eve nîşana serkevtin û serfirazîya xelkê Kurd e.

ROJAN HAZIM

22 Çile 2006

 serî