paşve

Kolektîva Ronakbîrên Kurd 

 

 

 

 

Ramana Kolektîva Ronakbîrên Kurd: I

 

Di rêzên demokrasîyê da cih girtin û Yêkitîya Ewrûpayê [YE]

 

[Tête hêvî kirin ku polîtîkerên Kurd, Muzaffer Ayata, Riza Erdogan û Nedîm Seven, bêne berdan]

 

Dîtina rewşê

Rojhilatanavîn ji alîyê potansîyela pirs û pirsgirêkan ve navçeya sereke ye li cîhanê ku êdî ber bi herikîna guhorîneke nû ketîye. Di merkeza alozî û giriftarîya rojhilatanavîn da ji alîyê cografya, nifûs û giranahîyê ve pirsa Kurdistanê, daîm xeleka sereke bûye û ji ber vê yêkê jî pirsa xelkê Kurd û Kurdistanê di nîveka hemû pirs û pirsgirêkên navçeyê da bûye. Ji alîyê xelkê Kurd ve gelek aşkera tête gotin ku heta ku ev pirsa sereke neête çareser kirin rojhilatanavîn xweşîyê nabîne.Yên ku ev rastîye nedidîtin, îro êdî yêkser rûbirûyî vê rastîyê hatine û ji xwe dîrekt nebe jî ji doralîyan ve bi pirsê ve rabûne û dixwazin li goreyî armanc û xwastekên xwe rêyeke çareserîyê jî bibînin. Helbet per û baskên planê wan berfireh e û ji serê rojhilatanêzîk, ku cografyaya Israîl û Filistînê di navendê da ye, heta serê asyayanavîn, ku yêk ji navçeyên stratejîk yê vê cografyayê Afganistan e, dirêj dibe. Di navbeyna van herdu seran da jî rojhilatanavîn heye û merkeza vê navçeyê jî Kurdistan e. Ev hersê navçe jî ji alîyê petrol, av û rêyên neqlîyata enerjîyê ve cihên gelek stratejîk in ji bo bi taybetî Amerîkaya Yêkgirtî û pêkve cîhana rojavayê. Ev navçeya fireh û pahn û berîn di demê şerê sar da, ”kemera kesk” ya Amerîkayê bû ku Amerîka û Ewrûpayê digel hev dijî ”Yêkitîya Sovyeta” di bin alaya îslamîyetê da xurt dikir. Rejima Seddam li Iraqê, rejima Talîban li Afganistanê li goreyî vê konsepta kemera kesk ji teref Amerîkayê ve dihatin destek û têr kirin. Wê demê li navçeyê bayê herî xurt û dijwar yê antîdemokratîzmê dihate rakirin beramberî demokrasîxwazan. Hingê jî bizava neteweyî ya xelkê Kurd di serê bizava demokrasîxwaz da bû. Belêm mixabin Amerîka û hevalbendên wê, di wî demê reş û tarî da, digel rejimên kevneperês û dîktatoryal adeta bêhn li xelkê Kurd çik dikirin… Dem hat çerxa dinyayê zivirî û berê berjewendîyan rû guhorî û êdî bayekî nû hate rakirin. Di serê salên 90î da Sovyet digel dûgirên xwe serûbin bû. Şerê sar perde girt û dinya êdî bû yêkserî. Hakimîyet êdî ya Amerîka û tifaqdarên wê cîhana rojavayê bû. Di deh salên dawîya sedsala 20an da rejima Seddam û rejima Talîbana ji bo Amerîka û cîhana rojavayê bêbiha bûn û hetta li ber berjewendîyên wan kelem û asteng bûn. Ew ”hût”ên ku Amerîkayê bi destê xwe mezin kirî, di konjonktûra nû da li serê Amerîka û cepheyê wê bûne bela. Rejima Seddamî di serê 90î da xwe şaş kir û serê xwe li berekî req da û Kuweyt dagîr kir. Talîbana jî li asyayanavîn alaya kevneperêsîya îslamî bilind kirin û bi organîzatorîya bizava Usame Bin Ladin, El Qaîde, dest û didanên xwe yên radîkalîzma îslamî dirêjî Amerîkayê û Ewrûpayê kirin. Amerîka û tifaqdarên wê êdî tehemmûlî van rejima nedikirin û dest bi plankerîya hilweşandina van rejiman kirin. Dagîrîya Kuweytê bû hêcet û Amerîkayê çeng û perên Seddamî jêkirin û ew hem ji Kuweytê derêxistin, hem jî polîtîken girêdan û parçeyê Kurdistanê yê di bin destê rejima Iraqê da ji bin otorîteya rejima Seddamî derêxistin û hilgirtin binê ewlehîya xwe û rê li ber otorîteya Kurdî vekirin. Prosesa planê guhorandina wan ya rojhilatanavîn êdî dest pê kiribû. Benikê rejima Talîban jî bi kiryara hovane ya 11yê Îlona 2001ê hate kêşan. 2002 bû demê hilweşîna rejima Talîban û êdî dor hate rejima Seddamî ku bi timamî bête rakirin. Nîsana 2003 jî bû nuqteya dûmahîkê ji bo rejima Seddamî û rejima Beasê hilweşîya û Iraqeke nû bi destê Amerîka û Ewrûpayê hate ava kirin. Di Iraqa nû da Kurd bûne xwudanê roleke tayînker. Ji xwe Kurda ji deh salên dawîya sedsala 20an pêve di nav paralela 36an da û di bin ewlehîya Amerîka û cîhana rojavayê da xwe gihandibûn, organîze kiribûn û çerxa dewletê kêm zêde danabûn. Bi hilweşandina rejima Seddamî û di organîzekirina Iraqa nû ya federal da Kurd bûne xwudanê dewleta xwe ya federal.

Gava rejima Seddamî Kuweyt dagîr kirî, Amerîkayê sînyalên hilweşandina rejima Seddamî û herweha guhorandina rojhilatanavîn dabûn. Lê çûyîna Bushê bab û destpêkirina dewrê Clinton, konjonktûreke nû îna dinyayê û navçeyê û planê Amerikayê, anjî em bêjin projeya Republîkana, deh sal paş ket. Bi hatina Bushê kur, plan û projeya guhorandina rojhilatanavîn aktîve bû û bûyera 11ê Îlona 2001ê jî bû çirîsk. Çibû naveroka projeya Amerîkaya di pêşengîya Bush û Republîkanan da? Her bi çi awayî be, berjewendîyên Amerîka û cîhana rojavayê parastin!. Amerîka û rojavayê berê, di demê şerê sar da bi rê û metodên komple antî demokratîk daberizîna navçeyê dikirin û bi vî rengî berjewendîyên xwe diparastin û hêz û mil didan rejimên antî demokratîk, kevneperês û dîktatoryal. Lê di demê nû da, ew hêzên ku bi destek û hevkarîya wan xwudan desthilat bûn, bibûne astengên mezin û herweha tehdît û tehlîke ji bo berjewendîyên wan. Lewma Amerikayê di demê nû da slogana ”demokrasîyê” bilind kir û navê projeya xwe kire ”Projeya Rojhilatanavîn ya mezin” û prosesa demokratîzekirina navçeyê da dest pê kirin. Di navenda projeya wan da guhorîna statûkoya kevnare hebû. Di armanca vê projeya wan da jî piştî birina rejima Afganistanê ya Talîbana, pêşîyê rejima Iraqê û paşê jî rejimên Îran û Sûrîyeyê hebûn. Di guhorîna statûkoyê da bivê nevê xerîteya navçeyê ji nû ve dihate dîzayn kirin û di vî planî da dewletên nû pêdivî bûn. Li goreyî vî planî xelkekî mezin yê bê dewlet, xelkê Kurd, di hemleya pêşîn da li nav tixûbên Iraqê wekî dewleteke federal dihate organîze kirin û ev plan bi guhorandina rejima Seddamî û avakirina Iraqa nû ya federal hate bi cih înan. Li goreyî vê prosesa demokratîzekirina rojhilatanavîn gaveke mezin hate avêtin û keleke asê ya antîdemokratîzma navçeyê hate hilweşandin. Di vî planê Amerîka û rojavayê yê li navçeyê da, armanc wekî ”demokrasî” hate kivş kirin.

Xelkê Kurd ji xwe ji serî were ji bo azadîya xwe, bo demokrasîyeke kamil, bo şkandin û hilweşandina rejimên kolonyalîst, antî demokratîk û dîktatoryal û herweha guhorandina statûkoya kevneperês ya navçeyê têkoşîn dida. Di vê xalê da armanca xelkê Kurd û Amerîka û tifaqdarên wê pratîken kete ser hev û bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Amerîka û tifaqdarên wê di enîya demokrasîyê da gihiştin hev. Amerîka û tifaqdarên wê herçend berê di rêzên antî demokratîk da li hember bizava neteweyî ya xelkê Kurd ya ji bo demokrasîyê radiwestan jî, belêm di şertên nû û evro da ew li xwe vegerîyabûn û hatibûn rêza ku Kurd lê, anku rêza demokrasîyê.

Amerîka û cîhana rojavayê di şertên îro da dixwazin rengekî nû bidine rojhilatanavîn û ji xwe gava destpêkê bi avakirina Iraqa nû ve avêtin. Nihe jî janên zayîna rojhilatanavîneke nû û demokratîk dom dikin û Amerîkayê projektorên xwe avêtine ser Sûrîye û Îranê. Şer û bûyerên li rojhilatanêzîk qewimî, şerê di navbeyna Îsraîl, Filistînîya û Hizbûllaha Lubnanê da rûdayî jî bi vê konseptê ve girêdayîye û ev şer, rol û fonksîyona çeperên pêşîyê yên şerê dîrekt di navbeyna Amerîka û Îranê da li meydana Lubnanê û di bin guhê Sûrîyeyê da, dibîne. Eve tête wê manayê ku planê Amerîkayê dom dike, hêj jî aktûel e û ji xwe tam di nav agirê şerê di navbeyna Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê da wezîreya karê derve ya Amerikayê, Riceê, biryar û armanca xwe dubare kir û ”divêt rojhilatanavîn ji nû ve bête dîzyn kirin” got. Heta ku rejimên Îran û Sûrîyeyê neêne guhorîn, planê Amerîkayê naçe serî. Ewlehîya navçeyê û rojhilatanavîneke nû çûyîna rejimên Îran û Sûrîyeyê ferz dike. Hilweşandina van herdu rejiman jî dê bi xwe ra Îran û Sûrîyeyên nû bîne. Di Îran û Sûrîyeyên nû da, Kurd dê xwudan rol bin, parçeyên Kurdistanê dê azad bin û li goreyî planê Amerîka û rojavayê qet nebe di qonaxa pêşîn da Iran û Sûrîye jî dê wekî Iraqa nû, bi rengekî federal bêne dîzayn kirin. Di Îran û Sûrîyeyên federal da, Kurd hem di merkezîyeta dewleta sereke ya federal da, hem jî li ser axa xwe dê xwudan iqtidar bin. Ev pêşhatina nû li sê parçeyên Kurdistanê azadîyê tîne û sê parçeyên federal pêktên. Bi guhorîna rejimên Îran û Sûrîyeyê, rojhilatanavîn dê gaveke dî jî nêzîkî demokrasîyê bibe û statûkoya kevnare bête hilweşandin û di avakirina rojhilatanavîneke nû da Kurd dê qedera xwe hilgirin destê xwe. Prosesa ku Amerîka û cîhana rojavayê daye dest pê kirin ber bi vê armancê ve diherike û Kurd di vê prosesa demokratîzekirina rojhilatanavîn da roleke tayînker dileyizin û dînamîka herî xurt ya demokrasîyê ne li navçeyê û ji nimûneya Iraqê jî kivş bûye ku bêyî Kurdan demokratîzekirina rojhilatanavîn ne mumkun e û ji xwe di serî da Amerîka, pêkve cîhana rojavayê kêm zêde di vê bîr û hizirê da ye û polîtîkên xwe yên navçeyê jî, bi tempoyeke nizim û sivik jî be, li ber vê realîteyê di rê dibin û di pratîkê da bi cih tînin.

Paradoksa YEyê

Di prosesa demokratîzasyona rojhilatanavîn da asteng, giriftarî û dijberî ji pozisyon û pratîka dewleta Tirkîyeyê derdikeve. Ji ber ku Tirkîye hem endamê Natoyê ye, hem jî di nav têkilîyên Yêkitîya Ewrûpayê [YE] da, namzeta endametîya yêkitîyê ye. Tirkîye di nav xwe da pirsa herî mezin, pirsa xelkê Kurd disitirîne ku bi çu reng û awayan nêzîkî çareserîyê jî nabe. Ev asêtîya dewleta Tirkîyeyê hem bizava demokratîzasyona di nav xwe da girêdide, ablûka dike, hem jî li ber pêyên Amerîka û cîhana rojavayê dibe bend û barîyereke mezin ku bizav û aksîyona wan ya demokratîzekirina navçeyê sernekeve. Dewleta Tirkîyeyê, ji destpêka hilweşandina rejima Iraqê were, dibîne ku prosesa guhorandina navçeyê dest pê kirîye û gav bi gav pêş dikeve û dor dê bête Îran û Sûrîyeyê û di nav vê hercûmercê da xelkê Kurd dê bigihe azadîya xwe û li ser axa xwe wekî dewlet organîze bibe û bi vî rengî sê parçeyên Kurdistanê rizgar dibin ku ne dûrî ihtimal e ku di nav xwe da ber bi yêkbûnekê ve jî biçin. Ev pêşhatin û pêşveçûn, xewa Tirkîyeyê direvîne, lewma jî bi hemû dek û dolab û desîseyan lêdigere ku prosesê qet nebe rawestîne û direng bihêle û heke jê bêt berevajî û serûbin bike. Ji ber van binasan ew Tirkîyeya ku bi salan dijî rejima şiîst ya Îranê rawesta û rejima Îranê bi ixraca rejima dînî sûcdar kir, îro bûye pal û pişt ji bo rejimê û adeta beramberî Amerîkayê berevanîya rejima Îranê dike. Di vê çeper guhorîna Tirkîyeyê da, binasê sereke pirsa Kurd û Kurdistanê ye. Jana Tirkîyeyê û ya Îranê yêk e û ji ber hindê jî hemû giriftarî û konfilîktên di navbeyna xwe da didin paş û li ser xeta antî Kurdîtîyê milên xwe didin hev û bi hev ra dijî bizava giştî ya neteweyî ya xelkê Kurd şerî dikin. Gava rejima Îranê bi hazirîyên xwe yên çêkirina çeka nukleer bû armanca êriş û fişarên Amerika û rojavayê, dîsa ve Tirkîye çû hawara Îranê û xwast bibe navbeynkar di navbeyna wan û Amerîkayê da. Digel ku Îraneke xwudan çeka nukleer dijî berjewendîyên dewleta Tirkîyeyê ye jî, belêm dewleta Tirkîyeyê li ber vê rastîya berjewendîyên xwe jî bi timamî ters hereket dike û rûdine koşa Îranê ku bi hev ra dijî Kurda rawestin. Tirkîye her ji ber van binasan xwe nêzîkî Sûrîyeyê jî dike. Ew Tirkîyeya ku ji çu alîyan ve xwe nêzîkî Sûrîyeyê nabîne, lê gava dor hate pirsa Kurdî, hemû xalên dijberî radike gardirobê û di çeperê antî Kurdî da mil bi milê Sûrîyeyê disekine. Pirs û pirsgirêka Kurd û Kurdistanê adeta hiş û bîra dewleta Tirkîyeyê serûbin kirîye, Tirkîyeyê mekanîzmaya mantiq berze kirîye, îflas kirîye, lewma jî bi xwûnsarî nahizire, li goreyî mantiq û berjewendîyên xwe hereket nake û hema bes ku dijî Kurd bin ferq nake xwe diavêje koşa herkesê!. Tirkîyeya ku sûndxwarîya dijî Kurd e, digel sûndxwarîyên dî yên antî Kurd, Îran û Sûrîyeyê, di çeperê fetisandina bizava xelkê Kurd da digihin hev ku ev hewildanên wan yêk bi yêk ji zeîfî û pûçîya wan têtin.

Di nav vê deryaya antî demokratîk ya rojhilatanavîn da, yêkem hêz heye ku kamilen têkoşîna demokrasîyê dide, ew jî bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Bizava neteweyî ya xelkê Kurd, hem ji alîyê bîr û ramanî ve, hem jî ji alîyê rêxistinî û projeya avakirina welat û organîzekirina jîyana sosyopolîtîk û sosyokulturel ve modern, demokratîk û sekûlar e û pêşengîya bi giştî bizava neteweyî ya xelkê Kurd bi giranahî ve norm û krîterên cîhana rojavayê ya demokratîk nêzîkî xwe dibîne û berê xwe daye vê cîhana demokratîk, modern û sekûlar ya rojavayê. Lê mixabin ku di serî da Amerîka û dewletên Yêkitîya Ewrûpayê, di senga bizava xelkê Filistîn û konfilîkta di navbeyna Filistîn û Israîlê da giringî û nêzîkahîyê nîşan nadin. Îro xelkê Filistînê bi piranî ve berê xwe daye rejimeke dînî û sîstemekî antî demokratîk û paşverû. Lê xelkê Kurd berê xwe daye rejimeke demokratîk û sekûler û pêşverû. Filistîna di pêşengîya Hemas û grûbên dî yên îslamîst da tercîha xwe daye rejimeke antî laîk û sîstemekî şerîetê îslamê. Filistîna ku bi salan dijî antî demokratîzmê têkoşîn dayî, mixabin ku bi vê pêşengî û tercîha îslamîstan ve objektîven xwe ji rêza demokrasîyê dûr dike û dijî demokratîzekirina rojhilatanavîn di çeperê statûkoperêsên dijî demokrasîyê da cih digire. Lewma di rojhilatanavîn da tek û tinê hêzek heye ku bi rastî ji bo demokrasîyê şer dike û ji dil dixwaze navçe pêkve demokratîze bibe û statûkoya bi salan bûye bela serê xelkên navçeyê bihilweşe û li şûna wê sîstemekî nû, demokratîk, laîk û modern ava bibe. Eve jî gelek aşkera ye ku bi avabûna Kurdistanê dibe. Gerçî Amerîka û piranîya dewletên Yêkitîya Ewrûpayê destekeke mezin dane xelkê Kurd di nav tixûbên Iraqê da û Kurd bi hevkarî û piştevanîya wan karîn bigihin mafên xwe û li nav tixûbên Iraqa nû ya federal da jî be dewleteke federal û sîstemekî relatîven demokratîk û laîk pêkînan. Şik têda nîne ku ji bo parçeyê başûr yê di nav tixûbên Iraqê da, Amerîka û rojavayê hevkarîyeke mezin kirin û Kurdan di bin sihwaneya wan da xwe wekî dewlet organîze kirin. Dîsa Amerîka û rojava hevkarî û piştevanîyeke abstrak û devkî didine bizava xelkê Kurd ya li parçeyên rojhilat û başûrarojavayê jî. Belêm eynî Amerîka û rojava di pirsa xelkê Kurd ya li parçeyê bakur, anku ya di bin destê Tirkîyeyê da, ewqas comerd nînin û mixabin serê xwe ji bizava neteweyî badidin û adeta reftareke xemsar nîşandidin û ev reftar û pozisyona wan bivê nevê dibe destek ji bo dewleta Tirkîyeyê. Helbet tête têgihiştin ku şert, rewş û pozisyona dewleta Tirkîyeyê û ya yên cîran, Îran û Sûrîyeyê, ne wekî hev e. Tirkîye di nav alyansa Natoyê da ye û herweha di nav prosesa endametîya Yêkitîya Ewrûpayê da ye. Ji ber vê rewşa cuda û guhortî xelkê Kurd jî têdigihe ku Amerîka û YE li goreyî van şertan hereket dikin û naxwazin têkilîyên wan yên alyansî digel Tirkîyeyê zerarê bibînin. Lê belê, di vê hessasîyetê da şaşîyeke mezin jî dikin û li ser Tirkîyeya tifaqdara xwe bi micidahî nasekinin û tesîra xwe ya alyansî li ser Tirkîyeyê layiqen bi kar naînin û bi vê li dûv berdana Tirkîyeyê, pratîken Kurdan bi tinê dihêlin. Di ser da jî, di gelek waran da bizava Kurdan asê dikin, hizaran dijwarî, asteng û barîyeran derdêxin pêşîya bizava Kurdên bakur û meydana polîtîk ya pratîka Kurdên bakur ablûka dikin. Organîzasyonên Kurdên bakur li goreyî xwasteka dewleta Tirkîyeyê dikin nav lîsteyên terorê, polîtîker û aktîvîstên bizava Kurdên bakur bi tedbîrên polîsî ve adeta terorîze dikin, bi girtinên bêqanûnî û nehuqûqî kar û xebatên wan yên polîtîk asê dikin. Bi taybetî dewleta Elmanya û Holendê bi zêdehî ve li goreyî daxwaz û xwastekên dewleta Tirkîyeyê bi rê dikevin û fişareke mezin tînin ser bizava neteweyî ya xelkê Kurd li bakur. Elmanya û Holendê li nav xwe adeta qanûnên antî demokratîk yên Tirkîyeyê û sîstemê bêhuqûq yê Tirkîyeyê bi kar tînin beramberî polîtîker û ronakbîrên Kurdên bakur. Di tebaxa îsal da jî Elmanyayê polîtîkerên Kurd yên ku penaberên wê ne, Muzaffer Ayata, ku piştî cuntaya faşîst ya leşkerî ya 12ê Îlona 1980 li Tirkîyeyê deh salan li zîndanê di bin îşkenceyê da maye û bi bîr û raman û pratîka xwe ve ronakbîr û polîtîkerekî aştîxwaz yê Kurd e û herweha rojnamevan Riza Erdogan, bêyî binas, ji ber daxwazên Tirkîyeyê girtine. Holendê jî eynî keyfîyet kirîye û polîtîkerekî Kurd, Nedîm Seven, girtîye. Ev reftarên Elmanya û Holendê, ne huqûqî ne, ne qanûnî ne, polîtîk in, lê ji etîk û normên polîtîka navneteweyî jî dûr in. Elmanya û Holend du dewletên xwudan seng in di nav Yêkitîya Ewrûpayê da. Dewletên Yêkitîya Ewrûpayê yêk bi yêk û pêkve cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê lahndika demokrasîyê ye, cih û warê pêşkevtinên dîrokî, modernîzm û ronahîbûnê ye. Ji reformasyonên dijî konservatîvîzma dînî bigirin heta ronesansê, ji bizavên demokratîk û modernîzmê heta gihiştina azadî û mafên mirov, xwudanê tradisyoneke pêşkevtî û pêşverû ye cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê. Vêca gava ev kir û kiryarên antî demokratîk têne dîtin li vê cografyayê, bivê nevê pirsek tête serê rojevê; gelo ew hemû pêşkevtin û bihayên demokratîk û mirovî yên vê cografyayê çi lê hatin? Xelkê Kurd di hemû parçeyan da û herweha li meydanên dîasporayê bi timamî ji bo demokrasî û azadîyê têkoşînê dide. Bizava neteweyî ya xelkê Kurd, hem li welat, hem jî li derveyî welat, girêdayî norm û krîterên demokrasîyê, mafên mirov û azadîyê ye û ji alîyê bîr û ramana dînî ve jî hindî hûn bêjin laîk û sekûlar e. Kurdên ku ji teref dewleta Elmanya û Holendê ve hatine girtin jî, ji ber têkoşîna xwe ya azadî û demokrasîyê ji Tirkîyeyê koç kirine û hatine li van welatan bûyne penaberên polîtîk. Elmanya û Holend bi girtina van polîtîkerên Kurd, her di serî da norm û krîterên xwe yên demokratîk û humanîter binpê dikin. Ev polîtîkerên Kurd, ku aktîvîstên demokrasîyê ne, ji ber antî demokratîzm û despotîzma dewleta Tirkîyeyê revîne hatine cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê. Wan berê xwe daye cografyaya demokratîk û humanîter. Elmanya û Holend bi girtina polîtîkerên Kurd gelek aşkera dijî tradisyona demokratîk, azadîxwaz û humanîter ya Yêkitîya Ewrûpayê hereket dikin û bi vê reftara xwe ya negatîv xizmeta pêşvebirin û demokratîzekirina Tirkîyeyê jî nakin.

Yêkitîya Ewrûpayê di cîhana îro da, di şertên îro da, relatîven kela demokrasîyê tête dîtin. Welatên ku di nav vê cografya û yêkitîyê da cih girtine, divêt li goreyî norm û krîterên vê yêkitîyê hereket bikin. Heqê me ronakbîrên Kurd heye ku em vê reftara negatîv ya dijî norm û tradisyona demokrasîyê ya Elmanya û Holendê krîtîk bikin. Em hêvî dikin ku Elmanya û Holend dê zûtirîn dem bi vê şaşîya xwe bihesin û jê vegerin û polîtîkerên Kurd berdin.

Em ronakbîrên Kurd gelek bi micidahî tewsîyeyî Elmanya, Holend û pêkve dewlet û mekanîzmayên Yêkitîya Ewrûpayê dikin ku rê li ber xebat û têkoşîna Kurdan vekin, çiku Kurd bi timamî têkoşîna demokrasîyê didin, şerê kevneperêsîyê, antî demokratîzmê, despotîzmê dikin. Kurd û Yekitîya Ewrûpayê di warê demokrasîyê da, di bi destêxistin û parastina mafên mirov, azadî û komple dad û dadyarîyê da hevçeper in û divêt destekê bidine hev ku çarçoveya demokrasîyê fireh be. Li rojhilatanavîn îro şer û têkoşîna demokrasîyê tête dan. Pêşengîya bizava demokrasîyê, azadîyê, mafên mirov û laîsîzm û sekûlarîyê xelkê Kurd dike. Yêkitîya Ewrûpayê divêt bi hemû hêz û şiyana xwe ve mil bide vê bizava xelkê Kurd, neku asteng û giriftarîyan derêxe pêşîya xelkê Kurd û pêşengên polîtîk yên bizava neteweyî ya xelkê Kurd. Elmanya û Holend û pêkve Yêkitîya Ewrûpayê bi astengkirina bizava xelkê Kurd ya li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê, şer û têkoşîna demokrasîyê ya li rojhilatanavîn zeîf dikin û ev polîtîka wan ya bê hesû ji bo antî demokratîzma Tirkîyeyê dibe destek û jîyê wê dirêj dike û eve paradoksa YEyê jî nîşandide.

Rêya rast ew e ku Yêkitîya Ewrûpayê û wekî du dewletên xwudan seng di nav yêkitîyê da, Elmanya û Holend, mil bi milê bizava neteweyî ya xelkê Kurd û pêşengên polîtîk yên Kurd, rêzên demokrasîyê xurt bikin, di çeperê parastina demokrasîyê da destekê bidine hev ku demokrasî serbikeve.

Di vî warî da rola sereke dikeve ser milên ronakbîrên Elmanya, Holend û hemû dewletên Yêkitîya Ewrûpayê. Ronakbîrî li dijî neheqîyê derketine, li dijî bêdadîyê rawestane û bi israr parastina maf û azadîyan û demokrasîyê ye. Em ronakbîrên Kurd gazî ronakbîrên Elmanya, Holend û dewletên Yêkitîya Ewrûpayê dikin ku di şer û têkoşîna azadîyê û demokrasîyê da xelkê Kurd û pêşengên wê bi tinê nehêlin, destekeke mezin bidinê û herweha fişareke xurt bibine ser hukûmetên xwe jî ku ji van kir û kiryarên xwe yên antî demokratîk vegerin.

Hem ronakbîrên Elmanya, Holend û timamî dewletên Yêkitîya Ewrûpayê, hem jî dewlet û hukûmetên YEyê divêt baş bizanin ku astengkirina bizav û girtina polîtîkerên xelkê Kurd bi kêrî dewlet û hêzên dijî demokrasîyê têt û çeperê demokrasîyê jar û lawaz dike. Desteka ji bo xelkê Kurd û pêşengên wê, têkoşîna demokrasîyê bilind dike. YEyê û xelkê Kurd hevçeperên demokrasîyê ne û divêt di maksîmûm dereceyê da destekê bidine hev ku demokrasî serbikeve. Xelkê Kurd di cografyaya rojhilatanavîn da, ku di şertên îro da hêz û dewletên antî demokratîk xwudan desthilat in, di rêzên pêşîyêda têkoşîna demokrasîyê dide. Rol û wezîfeya YEyê pêkve hevkarîkirina xelkê Kurd e, daku li rojhilatanavîn jî demokrasî serbikeve.

Demokrasî bi destekdana hêzên demokrasîyê serdikeve û tête parastin. Kurd têkoşîna demokrasîyê didin û demokrasîyê diparêzin. Elmanya, Holend û pêkve YEyê bi hevkarî û destekdana xelkê Kurd dikarin rêzên demokrasîyê, têkoşîna demokrasîyê xurt û saxlem bikin û çeperên demokrasîyê biparêzin.

Yêkitîya Ewrûpayê [YE]! Piştevanîya xelkê Kurd û Kurd parastin, bilindkirina demokrasîyê ye û demokrasî parastin e!

Kolektîva Ronakbîrên Kurd

20 Tebax 2006

Ronakbîrên îmza kirî ev in:

Rojan Hazim, Nivîskar

Medenî Ferho, Nivîskar

Haydar Işik, Nivîskar

Mîrhem Yigit, Nivîskar, Rojnamevan

Derwêş Ferho, Şair, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Ali Catakcin, Polîtîker

Kamer Veroz, Moderator

Jîr Dilovan, Nivîskar

Caner Canerik, Nivîskar

Haci Akman, Prof. Dr.

Cahit Mervan, Rojnamevan

Ronî Alasor, Nivîskar

Ilhan Akbas, Mamosta

Fuat Kav, Polîtîker

Ali Haydar Atik, Polîtîker

Huseyin Demirtas, Polîtîker

Duzgun Deniz, Rojnamevan 

Faysal Dağli, Nivîskar, Rojnamevan

Şoreş Reşî, Nivîskar

Ehmed Aktaş, Polîtîker

Hamîde Akbayir, Polîtîker

Kazim Baba, Polîtîker

serî