paşve

Ramana Kolektîva Ronakbîrên Kurd: III

Azadî, wekhevî, maf, dad û dadyarî û agirbes

 

Eve midehek e ku agir ji devê berpirsiyarên dewleta Tirk dibare. Piştî agirbesa PKK-KKKyê û hewildanên bizava neteweyî ya xelkê Kurd û berpirsiyarên xelkê Kurd yên li welat û derveyî welat û axivtinên şehridarên Kurd yên li meydan û platformên navîn û derve têne kirin, mekanîzmaya mantiqî ya dewleta Tirk û berpirsiyarên wê bi timamî îflas kirîye û ji dijminahî, kuşt û kuştdarî û xwûnê pêve tiştekê naaxivin!. Gelek aşkera ye ku berpirsiyarên xelkê Tirk bi agir dileyizin. Ev uslûb, reftar û pratîka wan her di serî da ji bo xelkê wan bi xwe, xelkê Tirk, ne xêrê tîne, ne xweşîyê tîne, nejî serkevtinê!.. Ji baskê polîtîkê bigirin, êrtêş, polîs, burokrasî, unîversîte, sendîka, komele û dezgehên sivîl, piranîya ronakbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermendên wan, axir ji binê pîramîdê struktura dewleta Tirk heta serê pîramîdê dewletê, pêkve adeta gora dewleta xwe dikolin, ji bo rûreşîya xelkê xwe bîst û çar seetan kar dikin, dibezin, xwe diperitînin, ji bo bi tek û tinê manê çi ji destê wan têt texsîr nakin, dikin. Nihe hûn bi serê xwe kin; destê xwe danin ser wijdana xwe û lê binêrin. Eve serê dehan salan e, dewleta Tirk çi bi serê xelkê Kurd înaye? Xelkê Kurd şkandîye, êşandîye, sedan reng heqaret lê kirine, têkoşerên Kurd ji dezgehên îşkenceyê neînane xwarê, jîyan li timamî xelkê Kurd kirîye hefs, welatê wan Kurdistan kavil û wêran kirîye, navên gund, bajêr, mezra, deşte, zozan, çîya, dol û nihalan hatine Tirkîze kirin, bi darê zorê leşkerî pê dayne kirin, bac jê hatîye standin, kirêtîyên nedîtî bi serê xelkê Kurd hatine înan, ziman û navên Kurdî lê hatine qedexe kirin, axir jîyan lê hatîye heram kirin, jîyan lê kirine jahr û mirin. Anku ev gotinên ku me li serê nivîsarê bi cih kirî, pêkve, ji bo xelkê Kurd zêde hatine dîtin, her gotina wan bêjeyan bi xwe jî lê hatîye qedexe kirin û mana û naveroka wan gotina ji bo xelkê Kurd kirine hizret. Mixabin ev bêdadîye bi israr jî tête domandin. Ji hemû dereceyên struktura dewleta Tirk, berpirsiyarên xelkê Tirk, di vî warî da sûcdar in, gunehkar in. Ji baskê rastê heta baskê çepê, hemû polîtîkerên xelkê Tirk, sûcdar in, gunehkar in. Bi hejmara giranî ya ronakbîrên Tirk, sûcdar in, gunehkar in. Helbet xelkê Tirk jî ji ber ku destek daye van berpirsiyarên xwe yên bêpersiyar û bêkêr, ew jî sûcdar e, gunehkar e. Gunehên xelkê Tirk û pêşengên wî hind zêde ne ku têra heftê û heft cehneman dikin!..

Başe beramberî van kir û kiryarên dewleta Tirk, berpirsiyarên jormeqam yên dewleta Tirk û xelkê Tirk, xelkê Kurd çi kirîye, bi navê xelkê Kurd berpirsiyarên Kurd çi kirine?.. Xelkê Kurd xwastîye bi zimanê xwe biaxive, navên Kurdî li dûndeha xwe bike, cih û warên xwe bi Kurdî bi nav bîne, dîn û dîyaneta xwe bi Kurdî bike, bawerîya xwe ya cudayî dîn û dîyaneta esmanî, bi Kurdî bijî, xwandina Kurdî xwastîye, bi kurtebirî jîyana xwe bi Kurdî û Kurdewarî xwastîye bijî li ser welatê xwe Kurdistanê. Anku xelkê Kurd, azadî, wekhevî, maf, dad û dadyarî xwastîye… Heqê xelkê Kurd heye ku serxwebûnê jî -[dilê xelkê Kurd sedased bi vê armanc û xwasteka rewa ve tijî ye]-  bixwaze, ku digel xelkê Tirk û dewleta wan di nav aştîyê da cîranîyeke bi xweşî bijîn. Belêm eve demekî dirêj e ku berpirsiyar û pêşengên xelkê Kurd, daku pêkhatineke nîvenîvî pêkbêt di navbeyna xelkê Kurd û dewleta Tirk da, çarçoveya xwastekên xwe kêşayne dereceya mumkunîya di şertên heyî da û azadî xwastîye ku xelkê Tirk çawa xwe îfade dike, ew jî bibine xwudanê wê azadîyê… Xelkê Kurd wekhevî xwastîye ku xelkê Tirk çi hebe, ew jî bibine xwudanê wan… Xelkê Kurd xwastîye ku xelkê Tirk çi mafên sosyal, polîtîk, ekonomîk hebin ew jî xwudanê wan bin… Axir xelkê Kurd dad û dadyarî xwastîye… Bi navê xelkê Kurd, kes bin, organîzasyon bin, ji hemû baskên jîyanê, pêşengan, doza van mafan kirîye ji dewleta Tirk. Xwastinên xelkê Kurd hemû jî xwastekên heq in, rewa ne, xwastekên mirovî ne… Vêca gelek normal e ku ev daxwaz û xwastekên xelkê Kurd li cih, meydan û platformên navneteweyî jî piştgiran peyda dike û destekeke mezin dibîne. Ev mezinbûna xeleka hevkarî û piştevanîya li seranserê cîhanê jî êcarî berpirsiyarên dewleta Tirk dike barût û har û hêc dike.

Xelkê Kurd têkoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî, maf, dad û dadyarîyê di hemû baskan da didomîne. Ji baskê leşkerî bigirin heta kanalên sivîl û dîplomasîyê, di hemû waran da têkoşîn, berxwedan û xebateke komple di hemû cepheyan da bi koordîne tête dan û kirin. Digel vê berdewamîya têkoşînê, li goreyî hewcehîya xwastekên xelkê Kurd, berpirsiyar û pêşengîya Kurd, gavên keysdana pêkhatinê jî diavêje û agirbesan îlan dike û di pratîkê da jî bi cih tîne. Agirbesa vê carê jî ji teref PKK-KKK û serokê wan Abdulla Ocalan ve hate îlan kirin û ji 1ê Çirîyê pêve jî hate bi cih înan. Gelek heq, vê biryar û gavê her di serî da li nav xelkê Kurd, li seranserê Kurdistanê deng veda, piştevanîyeke mezin hate nîşandan. Helbet vê biryarê li meydana navneteweyî jî dengekî gur veda û piştevanî û destek wergirt. Hem xelkê Kurd, hem berpirsiyar û pêşengên xelkê Kurd, hem jî kes bin, rêxistin bin, dewlet bin, li cîhana humanîter jî bi dengekî bilind hate gotin ku eve gav û biryareke di cih da ye, dê rê li ber lihevhatin û aştîyê veke, lewma divêt ev keyse bi aqilane bête bi kar înan û teref li goreyî vê berpirsiyarîyê hereket bikin.

Belêm mixabin, şûna ku dewlet Tirk, berpirsiyarên dewletê, rêber û rênîşanerên xelkê Tirk, vê biryar û gava pêşengîya xelkê Kurd dayî û avêtî û di pratîkê da jî bi cih înayî, bi dilşahî qebûl û pêşwazî bikin, maqûl û aqilane bibînin û danin ser serê xwe, ji hemû cepheyan ve êriş dane dest pê kirin. Dîsa ve plaka xwe ya xirabe danan ser gramafonê û gotinên xwe yên bi salan dubare kirin. Jibera xwe ya salan misqalek jî neguhorîn. Ji gotinên neqenc, gotinên heqaret, gotinên biçûkkirin û şkandinê pêve tiştek ne gotin… Argumentasyona xwe ya kevnare wekî savara rij dîsa ve kelandin û dane serwîsê!. Ji polîtîkerên wan heta nivîskar û rojnamevanên wan, ji komeleyên wan heta sendîkayên wan, hemû bûne yêkdev û ji hevoka “Dewleta me ne hevrikê terorîstan e”, tercumeya wê wisa ye; “Dewleta me ne hevrikê Kurdan e”, pêve çu tişt negotin û hêj jî vê jibera xwe wekî benîşt dicûn!.

Di vê atmosfera pozîtîv ya agirbesa terefê Kurd da, li Parlementa Yêkitîya Ewrûpayê jî, 16-17yê Çirîyê [Oktober] konferansa navneteweyî ya Kurdî hate organîze kirin. Terkîba konferansê dikare ji alîyê hebûna hemû elementên neteweyî ve bête krîtîk kirin, ku çarçove teng hatibû girtin û eve kêmasî ye, ew li alîyekê. Lê belê, hema bi terkîba heyî jî, konferansê bi beşdarên xwe yên Kurd û bîyanîyan ve destek da agirbesê û neku doz, bi zimanekî nerm, tika ji dewleta Tirk hate kirin ku ji polîtîka xwe ya req û hişk bête xwarê û vî keysê agirbesê bi pozîtîvî bi kar bîne û xwe nêzîkî çareserîya pirsa xelkê Kurd bike û bi pêşengîya xelkê Kurd ve bikeve nav dîyalogê. Way hûn in ku van gotina dikin!. Kurd dîsa ve bi parçekirina Tirkîyeyê hatin sûcdar kirin û Ewrûpi jî wekî destikên Kurda hatin gunehbar kirin. Qiyameta mezin jî li ser axivtina şehridarê Diyarbekirê [Amede] Osman Baydemîr hate rakirin. Çi gotîye Osman Baydemîr? “Bila sîstemê eyaleta li Tirkîyeyê bête danan” û “zengînîyên binerd û sererd yên navçeyê bila bi destê berpirsiyarên navçeyê yên hilbijartî, ji bo refaha xelkê navçeyê bêne îdare kirin, kontrol kirin û xerc kirin”. Helbet Baydemîr belkî motomot wisa negotibe, lê axir ev hevok mealen hatine nivîsîn ku di çapemenîya Tirkî da bi vî rengî belav bû axivtina Osman Baydemîr. Ji sosyaldemokratan heta faşîstan, timamî cepheyê Tirk, dîsa ve di enîya ”muqawemeta millî” da gihiştin hev û Kurd pêkve kirin depê polîgona xwe û eriş li ser êrişê kirin. Ev hezeyana wan hêj jî dom dike. Ev fûryana xelkê Tirk û berpirsiyarên wan dê kengî vemire ne kivş e!. Lê tiştek kivş e ku navbirka di navbeyna xelkê Tirk û Kurd da her diçe zêde û mezintir dibe. Berpirsiyarên xelkê Tirk, yên dewleta Tirk, ji hiş û bîrên rasyonalîteya cîhanê dûr, bi hissa nijadperêsî gavan diavêjin, tansîyona xwe bi vî vîrûsê dijminahîyê bilind dikin û bi timamî perdeya antî Kurdîtîyê kêşayne ber çavên xwe û ji kûrkirina dijminahîyê pêve tiştekê nakin. Hejmara tilên destekê têne, piranîya ronakbîrên Tirk jî mixabin di nav vê koroya bêyûm da ne û zanîna xwe, qelemê xwe ji bo pêkhatina xelkên Kurd û Tirk bi kar naînin.

Gelo dê kesek, derûdorek hebe ku bêjine berpirsiyarên dewleta Tirk, xelkê Tirk, hetta ronakbîrên Tirk ku ev reftara wan, ev gotin û kiryarên wan, ev polîtîka wan, ne çûyîneke xêrê ye ji bo wan û dê digel xwe têkçûn û hilweşînê bîne û di bin wî kavilî da dê komara nû ya Tirk, anku TC, bimîne û ev ”mîsaka millî” ya ku bi xêr û piştevanîya xelkê Kurd hatîye bi destxistin, dê ji dest biçe!. Gelo dê kesek hebe ku ji wan ra bêje; ”Gelî Tirkan, we ev komar bi destek, piştevanî, hevkarî û fedakarîya xelkê Kurd ava kir. Heke hûn vê serhişkîya xwe, vê antî Kurdîtîya xwe, vê bêwefatîya xwe, vê nankorîya xwe, vê heqnenasîya xwe beramberî Kurdan bidomînin, vê carê her ew Kurd dê vê komarê bi serê we da hilweşînin û we li çargoşeya rojavaya Anatolîyê tengav bikin”!.

Keyfa wan e. Xuya ye ku dê midehekî dî di vê pozisyona xwe ya kevnare û dijminane da israr bikin. Lê tiştek aşkera ye ku, me di serî da jî got, em dubare dikin, mezinên dewleta Tirk, berpirsiyarên her qedemeya civata Tirk, zana, nezan, gundî, bajêrî, xwanda, nexwanda, ronakbîr, tarîkbîr, pêkve xelkê Tirk, dewleta Tirk, bi agir dileyizin. Divêt baş bizanin ku xelkê Kurd ne bêçare ye. Xelkê Kurd ne bêorganîze ye. Xelkê Kurd ne bêpêşeng e. Xelkê Kurd ne xelkê serê sedsala 20an e. Divêt qenc bizanin, ji bîr nekin ku rewş, konjonktûr, hewayê cîhanê di lehê xelkê Kurd da ye. Wijdana mirovahîya humanîter li timamî cîhanê piştevanîya herî mezin ya xelkê Kurd e. Sedsala 21an ji bo xelkê Kurd bi xêr û bêr dest pê kirîye. Tora nîrê kolonyalîzma navneteweyî ji parçeyê başûr ve hatîye veresandin. Ew veresîn dê dom bike. Dava ku ji teref hêza Kurd ve hatîye veresandin, dê mezintir bibe. Tora kolonyalîzmê hatîye kun kirin, ew kun dê bête fireh kirin. Îro parçeyê başûr, subehî jî parçeyên dî dê bêne rizgar û azad kirin. Nîşan û sînyalên vê têne dîtin. Hetava têr ronahî û geş ji rojhilatê ve dihilê û dê ronahîya xwe bide parçeyên mayî jî. Kurd ne bêalternatîv in. Reng û modelên çareserîya pirsa Kurd gelek in û xelkê Kurd ev hêz û şiyan heye ku ji nav vê hercûmerca cîhanê û navçeya rojhilatanavîn, her bi çi reng û awayî be, rêya serkevtinê peyda bike. Xelkê Kurd êdî qedera xwe hilgirtîye destê xwe û rêz û hejmara yarên xwe zêde dike. Ji xwe ev bixwebawerî û biryardarîya xelkê Kurd e ku xewa neyaran direvîne.

Di encam da; pirs û pirsgirêk di kîjan giranahîyê da bin, asteng û giriftarî di kîjan dereceyê da bin ferq nake. Ya giring û pêdivî, xurtkirina rêzên neteweyî ye û divêt pêkve xelkê Kurd û yên ku bi rola pêşengî û berpirsiyarîya xelkê Kurd rabûyî jî, baş bizanin û ji bîr nekin ku av dinive belêm dijmin nanive. Rewş, şert, konjonktûr û mezinahîya heza navînî çend xurt û di lehê Kurdan da be jî, dîsa ve dek û dolab û desîseyên dewleta Tirk divêt neêne ji bîr kirin. Bi gotineke dî, sicîla dewleta Tirk di vî warî da gelek reş û tarî ye û terefê Kurd divêt di dereceya naîvîyê da hevîdar nebe ku dewleta Tirk dê rûne ser maseyê anjî rê li ber pêkhatineke maqûl veke. Em ne reşbînin [pesîmîst in] helbet, belêm çu werarên geşbînîyê [optîmîzmê] jî gelek konkret û zelal naêne dîtin. Mezin û berpirsiyarên dewleta Tirk hêj jî vê agirbesê wekî jar û lawazî û têkçûna terefê Kurd mana dikin. Ji reftara hemû elementên dewleta Tirk jî xuya dibe ku ev agirbes û belkî hêj gelekên dî, dê bi bêberpirsiyarî bêne xerc kirin û rê naête dan ku encamên di xêra xelkan da bêne dîtin. Ji ber vê hîlebazî û entrîkatorîya dewleta Tirk, terefê Kurd divêt pozisyona xwe xurt û saxlem rabigire û biparêze. Eve jî yêkser bi hişyarî, serwextî û yêkitîya navxweyî ve girêdayî ye û avnehîya vê prosesê jî bi vî rengî dikare bête organîze kirin. Agirbes îlanîhayet dom nakin û peryodên agirbesan borînde ne, belêm encamên pozîtîv mayînde ne. Agirbes naête manaya têkoşînbesê. Divêt ji vê peryoda borînde ya agirbesê, encamên di xêra xelkê Kurd da bêne bidestxistin û mayînde kirin. Eve jî bi têgihîna berdewamîya têkoşînê û bi xebateke xurt, aktîv, dînamîk û organîze dikare bibe. Ronakbîrên Kurd bi vê şuûr û gihiştinîyê ve divêt mil bidine bizava bi giştî ya neteweyî, daku çeperên herî fireh yên neteweyî bêne xurt û saxlem kirin. Garantîya herî mezin û saxlem ev hêza yêkgirtî ya navxweyî ye. Em bi vê bîr û bawerîyê û ji bo berjewendîya xelkê Kurd, digel ku em dibînin ku agirbes bi çu awayî bersiveke pozîtîv nabîne ji terefê dewleta Tirk ve û ev negatîvîya dewleta Tirk prosesê bi dijwarî, rîsk û tehlîkeyan ve tijî dike jî, lê dîsa ve destekê didine prosesa agirbesê û herweha piştevanîya reftara pêşengîya polîtîk û pozisyona şehridarê Amedê Osman Baydemîr û encamên konferansa navneteweyî ya Kurdî ya di 16-17yê Çirîyê da li Parlementa Ewrûpayê li Brukselê pêkhatî jî, dikin.

Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd

ROJAN HAZIM

MEDENÎ FERHO

HAYDAR IŞIK

MÎRHEM EGÎD

DERWÊŞ FERHO

20 Çirî [Oktober] 2006

serî