Di
nav hemû xelk û neteweyan da, grûb anjî kategorîyeke civatê heye ku
”rastgo” ye. Ev kategorîya civatê ya ku dîrekt û rastgo ronakbîr in.
Gerçî ev gotina ”rastgo” gelek caran bi manaya negatîv wekî ”naîvî”yekê,
tête dîtin, belêm qet xem nake!. Bêyî hisab û kitabên biçûk, bêyî
”taktîk” û endîşeyên zêde hisabdar, ronakbîr, dîtin, awir, nêrîn,
axir hûn çi bêjin, bawerî û hizir û bîrên xwe gelek rast û durust dibêjin,
anjî divêt wisa bin!. Lê belê, ew tinê bi gotinê namînin, herfîyen bi
gotina xwe jî dikin. Anku ronakbîr di pratîkê da jî reftara xwe nîşan
didin. Ji xwe yêk ji karekterîstîkeke unîversal ya ronakbîrî jî ev e ku,
bedelê wê çi dibe bila bibe, çi dihizirin, wisa jî dikin. Heke bi gotina
xelkî em bêjin, fikir û zikirê ronakbîran yêk e, wekî hev e. Ev rastî û
durustîya ronakbîran e ku wan bijare dike di nav civatan da. Ev xasyeta pozîtîv
ya ronakbîran, erk û wezîfeyên wan jî zêde dike beramberî civatê û
mirovahîyê. Ronakbîr dijî her reng neheqî û zulmê ne. Li kî derê hawar
û gazîyek hebe, li wê derê ne. Ronakbîr qet ferq û cudahîyê nakin di
navbeyna mirovê xwe û yên der û cîran da. Ronakbîr bi jana hevwelatîyê
xwe jî, bi ya yêkî li dûlikê dinyayê jî diêşin û hewil didin ku
xwe bigihinîn hawara wan.
Îro
li seranserî Kurdistanê agirekî sojer hatîye vêxistin û jîyana xelkê
Kurd wekî cehnemê lê hatîye kirin. Rejimên kolonyalîst û dagîrker çembera
fetisandinê kêşane dormandorê Kurdistanê. Ji rojhilatê ve, ji bakur
ve, ji rojavayabaşûr ve car yêk bi yêk, carna jî bi hev ra êriş
dikin. Di serê sedsala 21an da, parçeyekî Kurdistanê li başûr rûyê
azadîyê, çavê ronahîyê dîtîye, wê jî li xelkê Kurd gelek dibînin û
dixwazin wî parçeyî jî bikine nav çembera agirê xwe yê sojer. Digel van
êrişkarîyan jî xelkê Kurd berxwedaneke destanî dide li rojhilatanavîn.
Rojhilatanavîn îro bûye meydana rikeberî û têkoşîna du enîyan: Yêk
ji van enîyan, ya dagîrker û kolonyalistan e, ya statukoperêsan e û temsîla
vê enîya bêyûm jî Tirkîye, Iran û Sûrîye dikin. Enîya duyê jî tek û
tinê xelkê Kurd û kêmanîyên Kurdistanê ne ku di serê wan da jî xelkê
Kildanî-Suryanî têtin. Pêşengîya enîya azadîyê, demokrasî, aştî
û yûmîyê xelkê Kurd dike. Serkêşîya enîya teror, şiddet, êrişkarî
û pêkve şer û bêyûmîyê jî dewleta Tirkîyeyê dike. Dewleta Tirkîyeyê
ji çar cepheyan êriş dike û herweha êrişkarîya Iran û Sûrîyeyê
jî kumanda dike. Di van mehên havînê û destpêka payîza îsal da, bi koordînatorîya
dewleta Tirkîyeyê, rejima Îranê ji erd û hewayî êrişên dijwar înan
ser bizava neteweyî ya xelkê Kurd ya rojhilat û bakur. Xelkê me li bin
teroreke mezin ya navdewletî ye. Belêm bersiva bizava neteweyî jî ji senga
êrişkarîya dijmin kêmtir nema û zerar û ziyanên mezin dane rêzên
dijminan li herdu çeperan.
Îro
çavê xelkên aştîxwaz yên cîhanê jî li navçeyê ye û dixwazin ku aştî
û tenahî bête rojhilatanavîn, lê mixabin ku destek û hawara wan kêm û zeîf
tête his kirin. Ji serê cîhanê bigirin heta cîhana cîran, dengê ronakbîran
bilind dernakeve, rêzên ronakbîran xurt nînin. Di demên berê da, ronakbîran
li çaralî cîhanê piştevanîyeke mezin didan bo bizava xelkê Filistîn.
Herweha ronakbîrên dewletên cîran û dewletên dagîrker jî destekeke mezin
nîşanî xelkê Filistînê didan. Xuh û keda xelkê Kurd jî di nav wê
lehîya destek û piştevanîya ji bo Filistînê da hebû. Xelkê me hesûdî
û çavnebarîya desteka ji bo xelkên bindest nake, belêm temetî wê hêzê jî
destek û piştevanîyê dixwaze, hêvî dike. Xelkê Kurd îro li navçeyê
ji hemû xelkan zêdetir hewcehî bi azadî û aştîyê heye. Bizava
neteweyî ya xelkê Kurd ji xwe di vî kanalê azadî û aştîyê da
diherike. Ji ber hindê jî, digel hemû êriş û hemleyên îmhakar, hem
berxwe dide û alaya azadî û demokrasîyê bilind digire, hem jî plan û
projeyên çareserîyê teklîf dike û li aştîyeke dadyar digere û alaya
aştîyê jî ji dest bernade. Lê belê, mixabin ku bersiva hawar û gazîyên
aştîyane yên bizava neteweyî demildest bi êriş û hemleyên leşkerî
tête dan. Di meha Tebaxê da bizava neteweyî, KKKyê, planekî çareserîyê pêşkêşî
dewleta Tirkîyeyê kir, lê rojek ser ra neborî, ji erd û hewayî êriş
hatin kirin, gerîlla û xelkê sivîl hatin şehît kirin, daristan, çol
û beyarên Kurdistanê hatin sotin. Di heftîya duyê ya meha Îlonê da jî bi
însîyatîva ronakbîrên Kurd û Tirk, bangeke aştîyê hate kirin. Dîsa
Partîya Civaka demokratîk, DTPyê teklîfa agirbesê kir. Lê hêj hubira van
daxuyanîyan zuha nebûy, tîmên taybetî yên dewleta Tirkîyeyê vê carê bi
rengekî nû qetilamek pêkînan û 10 kes li Diyarbekirê bi bombeyê kuştin
û ji deh kesan zêdetir jî birîndar kirin. Gava bûyer qewimî, dîsa ve
merkezên ajawe û têkilavkirinê, xwastin hewayî şêlû bikin û vê
kiryara hovane bikin stuyê Kurdan bi xwe. Lê kirasê wan nikarî minareya wan
veşêre û ji bin vê qetilama wan jî rûyê wan yê reş derket.
Esasen pêjnên van kiryarên dijminane ji serê salê pêve dihatin. Li Şemzîna
jî eynî provakatorî kirin, lê demildest ji alîyê xelkê Şemzîna ve
li ser kiryarê hatin desteser kirin. Li paş bûyerê generalê navdar yê
şer, Büyükanit derket. Büyükanit prosesa doza Şemzîna bi saya newêrekîya
hukûmeta AKPyê berevajî kir û xwe jê xilas kir û dîsa bi destê hukûmeta
AKPyê hate ser postê serleşkerîya ertêşa Tirk. Ji bûyera Şemzîna
were kivş bû ku Büyükanit û ekîba xwe konseptek amade kirine û bi rê
ve dibin. Büyükanit digel tîma xwe ya êrişkar û şerxwaz nihe hemû
ben û lixavên desthilatê hilgirtine destê xwe. Ji xwe hem di axivtina xwe ya
di merasima veguhastina erkî da, hem jî roja qetilama Diyarbekirê, beyanatên
tehdîtkar, [”Li dinyayê çu hêz nikarin yêkbûyîna miletê Tirk ya li dor
welat, ala û miletînîya xwe, bişkênin. Di nêzîk da dost jî dijmin jî
dê vê yêkê bibînin.” -binêrin nivîsa Fatih Çekirge, li Hürriyetê,
13yê Îlona 2006ê], dan û adeta ferman û îşareta êrişên tîmên
xwe yên taybetî da. Ji xwe di eynî rojê da, hem jî di roja salvegera faşîzma
12ê îlona 1980 da, li nîveka Diyarbekirê, ku Diyarbekir di wan salan da
merkeza berxwedana zîndanîyan bû, ji alîyê tîmên taybetî yên general Büyükanit
ve bombeyeke bihêz hate teqandin û di encam da piranî zarok, 10 kes hatin kuştin
û bi dehan kes jî birîndar bûn. Piştî daxuyanîya ronakbîran, piştî
daxuyanîya DTPyê ya agirbesê û di ser ra 24 seet neborîn, ev teqîna ku
berpirsiyarîya wê jî TITê [Tûxaya Intiqamê ya Tirk] hilgirtîye ser xwe, pêkhat.
Esasen tam jî di vê xalê da divêt em bêjin, rasthatina vê teqîn û
provakasyona dewleta Tirkîyeyê ya piştî hevdîtina ”Koordînatorên
PKKyê yên Amerîka û Tirkîyeyê” ma ne manadar e gelo?!. Ev çi
rasthatineke deqîq bû!.. Dewleta Tirkîyeyê bi vê teqandina li merkeza polîtîk
ya Kurdistanê, li Diyarbekirê, mesaj da Amerîkayê ku ew tek û tinê ji vî
zimanî, anku ji şer pêve tiştekê nizane û li hêvîyê ye ku Amerîka
jî di vî şerê dijî PKKyê da mil bide dewleta Tirkîyeyê. Ertêşa
Tirk bi koordînatorê xwe yê generalê cil sivîl, ev mesaj da koordînatorê
cil sivîl yê Amerîkayê jî. Bi vê kiryarê jî dubare kivş bû ku
dewleta Tirkîyeyê astenga herî mezin e li pêşîya projeya demokratîzasyona
rojhilatanavîn ya Amerîkayê û divêt Amerîka jî vê yêkê bibîne ku
Kurda hizar car eve gotin û xwastin ku Amerîka hêza bi rastî ya demokrasîyê
bibîne ku ew jî Kurd in!.. Vêca TÎT be, JÎT be, JÎTEM be anjî tîmên dî
yên aşkera û veşartî bin, hemû jî pêkve girêdayî dayreya
şerê taybetî ya ertêşê ne û serokê hemûyan jî general Büyükanit
e. Tehdît, êriş û operasyonên berfireh yên leşkerî di bin
kumandaya ertêşê da têne kirin û serok û berdevkê wan jî Büyükanit
e. Ertêşa Tirk, di bin îdareya Büyükanit û tîma wî da, hukûmeta
Erdoxan jî xesandîye û esasen sewq û îdareya Kurdistanê jî hilgirtine
destê xwe.
Em
ronakbîrên Kurd, qetilama Diyarbekirê jî yêk ji xeleka êriş û
operasyonên li Kurdistanê dibînin û helbet şermizar dikin. Adresa van
êrişan kivş e û ew jî biryargeha ertêşa Tirk e û wekî kes jî
fermandar general Büyükanit e. Ne ertêşa Tirk, ne hukûmeta Tirk, ne dem
û dezgehên dewleta Tirk, aştîya digel Kurda dixwazin. Di ferhenga wan
da, digel Kurda aştbûn nîne. Digel ku ev realîteya komple dewleta Tirkîyeyê
baş tête zanîn jî, belêm bi israr agirbes û çek danan tinê ji terefê
Kurda tête xwastin ku bi bawerîya me ev reftare ji heqîyê û ji dadyarîyê
dûr e. Wekî hercar, em dixwazin dubare bikin, heta ku ronakbîrên Tirk,
beramberî polîtîk û kiryarên antî demokratîk yên dewleta xwe yên li ser
xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê, gelek aşkera û zelal pozisyonê
wernegirin û terora dewleta xwe bi nav nekin û herweha dîrekt ji dewleta xwe
rawestandina şiddet û terorê nexwazin, nikarin daxwazên xwe yên ronakbîrane
jî bi cih bînin û rêya aştîyeke dadyar vekin. Divêt ronakbîrên Tirk
û Kurd pêkve rewş û pozisyona xwe li goreyî du çeperan zelal bikin:
Dewleta Tirk ya dagîrker, êrişkar, antî demokratîk, statukoperês û
xelkê Kurd yê azadîxwaz, aştîxwaz, demokrasîxwaz û antî statuko.
Şer û têkoşîn di navbeyna van du çeperan da ye. Tirk jî be, rol
û erkê ronakbîrî di çeperê azadî, aştî, demokrasî û antî
statukoyê da cih girtine. Ronakbîrê Kurd ji xwe divêt di rêza têkoşîna
xelkê xwe da be, têkoşerekî aktîv û dînamîk yê çeperê bizava azadîxwaz
ya xelkê xwe be. Aştî bêyî azadîya xelkê Kurd nabe û divêt ronakbîrê
Tirk vê yêkê di nîveka dilê xwe da his bike, pê bawer be. Ronakbîrê Kurd
jî divêt baş bizane ku aştîya dadyar bi azadîya xelkê wî ve yêkser
girêdayî ye. Di van rojên tengav da, agirbes pêkbêt an pêkneêt, -ku dil
dixwaze agirbes du alî be-, rol û wezîfeya ronakbîrên Tirk û Kurd ew e ku
bizava aştîyê ji bizava azadîyê cuda negirin. Reftara ronakbîrane ya
unîversal jî ev e. Ronakbîrên Tirk û Kurd, bila di azadî û aştîya
dadyar da israr bikin. Tête hêvî kirin ku di cografyaya rojhilatanavîn da,
ku merkez Kurdistan e, bizava azadî, demokrasî û aştîyê serbikeve, ku
eve herweha serkevtina xelkê Kurd û doza Kurdistanê ye jî.
Kolektîva
Ronakbîrên Kurd
13yê Îlonê 2006
Bi
navê kolektîva ronakbîrên Kurd:
Rojan Hazim, Nivîskar
Medenî Ferho, Nivîskar
Haydar Işik, Nivîskar
Mîrhem Yigit, Nivîskar, Rojnamevan
Derwêş Ferho, Şair, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
Ali
Catakcin, Polîtîker
Kamer
Veroz, Moderator
Jîr
Dilovan, Nivîskar
Caner Canerik, Nivîskar
Haci
Akman, Prof. Dr.
Cahit
Mervan, Rojnamevan
Ronî
Alasor, Nivîskar
Ilhan
Akbas, Mamosta
Fuat
Kav, Polîtîker
Ali Haydar Atik, Polîtîker
Huseyin
Demirtas, Polîtîker
Duzgun
Deniz, Rojnamevan
Faysal
Dağli, Nivîskar, Rojnamevan
Şoreş
Reşî, Nivîskar
Hamîde
Akbayir, Polîtîker
Kazim Baba, Polîtîker
Nesîm
Yaman, Polîtîker
Aynur
Beydogan, Polîtîker
Baran Yigit, Dermanzan
Rojda
Beydogan, Xwandekarê unîversîteyê
Heval
Beydogan, Xwandekarê unîversîteyê
Zelal
Beydogan, Doktor