paşve

Karîkatûrên Mehemed Pêxember û Îslamîzm

 

ROJAN HAZIM

 

Tabû û dogma belayên ronahîya zanîn û zanyarîyê ne. Tabû û dogma astengên herî bilind yên pêşkevtina bi giştî ne. Tabû û dogma jahra bîr û ramanê, hiş û bîrê, zanîn û zanyarîyê, xwandin û têgihiştinê ne. Panjahra tabû û dogmayan jî zanîn û zanyarî, xwandin û têgihiştin, axivtin û gotin, riberiz û krîtîk e. Vêca mixabin ku çi esmanî bin, çi erdî bin di hemû dîn û dîyanetan da, di îdeolojîyên req û hişk û toerî û pratîkên statûkoperês da çîmentoya herî tîr ev tabû û dogma ne. Di dîn û dîyanetên esmanî an erdî da, heke hindek ”reformasyon” û guhorînên relatîven pêşkevtî pêkhatibin jî, li goreyî dereceya xwe dîsa ve tabû û dogmayan di nav xwe da disitirînin û diparêzin. Ji ber ku xwûn û xwereka otorîteya dînî û hemû organ û organîzma û bîr û bawerîyên statûkoperês tabû û dogma ne. Di nav civatan da ”bawerî”yên herî ku bi re û rîşe û bi normên xwe ve jî yên herî req û hişk bawerîyên ”mîstîk” in û di serê van bawerîyan da jî ”dîn” tên. Çi esmanî bin, çi erdî bin hemû dîn, bi tekst û rêzikên hind bi koşe hatine formûle kirin ku, ne li ser axivtin dikare bibe, ne riberiz û nejî krîtîk dikarin bêne kirin. Çarçove ji teref ”Xwudê” ve hatîye danan û xilas!. ”Kes”ê ku bi navê ”Xwude” van rêz û rêzikan di pratîkê da dadine û bi navê vî ”hebûnê nedîtî nebînayî” di rê dibe û kontrol dike, rê nîşandide û fermanan dibarîne jî ”rêberê Xwudê” ye û bi navê vî ”Xwudêyê mezin” peyaman digihîne mirovan û jîyana mirovan bi wan fermanên Xwudê îdare û tenzîm dike. Ew ”kes”ê ku bi rola ”peyambirîya fermanên Xwudê” rabûyî jî vê wezîfeyê xwe bi xwe dide xwe û dibe rênîşan û rêberê wê fermana îlahî û êdî ew ”kes” dibe ”pêxember”!.  Gotina ”pêxember” jî ji xwe ”peyambir” anjî ”peyamber” e û di nav demû salan da û li goreyî ziman û diyalektên zimanên Îranî formên cuda wergirtîye û di Kurdî da jî bûye ”pêxember”. ”Kes”ê ku emir û fermanên ”Xwudêyê mezin yê nedîtî nebînayî” bo mirovan dibe û digihîne wan, anku ”kes”ê ku ”peyama Xwudê” bo mirovan dibe, jê ra ”peyambir” tête gotin ku ev gotine paşê jî bûye ”pêxember”. Di naveroka hemû dînên esmanî da rol û wezîfeya ”pêxember”î qazidîya di navbeyna Xwudê û mirov da ye, anku pêxember qazidê Xwudê ye. Belêm ”qazid”îya di vê kontekstê da, qazidîyeke îlahî ye û qazid bi xwe jîr û zana ye. Neku tinê çi jê ra hatîye gotin bibe û bîne anku qazidîya di vê derê da ne bi manaya ”postekarî”yê ye. Wekî di ”Erebî” da jî ”resûl” tête gotin bi manaya ”qazidîya Xwudê” û ”pêxember”îyê da bi kar têt. Vêca di emir û fermanên Xwudêyê nedîtî û nebînayî da pirs û pirskerî nîne û nabe, şik û şikdarî nîne û nabe, axivtin û riberiz nîne û nabe, gilî gazind û krîtîk nîne û nabe. ”Kes”ê ku van emir û fermanên mutleq bo mirovan tîne jî bi wê sihra ”mutleqîya îlahî” tête efsûnî kirin û ew jî dibe mutleq. Di vê rêza mutleqîyê da sê element têne dîtin û ev hersê element jî mutleq in.

  1. Xwudê, nedîtî û nebînayî ye û li her derê hazir û nazir e û tek û tinê ye, bê şirîk û heval e.

  2. Emir û fermana Xwudê, wehîyên wî, anku tekstên wî yên rêz û rêzika mirovahî û hemû jîyana jînde û nejînde, anku kitêbên pîroz.

  3. ”Kes”ê ku van emir û fermana bi zanahî ji bo mirovan dibe û daku mirov di jîyana xwe da bi kar bînin rêberî û rênîşanîyê dike û ji bo pratîzebûna wan emir û fermanên Xwudê rol û wezîfeya sereke dileyize û bi vî kar û kiryara xwe ve jî hem ”peyambir” anjî ”pêxember” û hem jî ”rêber” û ”rênîşanêr” e.

Ev hersê element zîncîrekê pêktînin û di xeleka serî da Xwudê heye, li ya dî emir û fermanên wî hene û di ya sêyê da jî ”pêxember” heye. Eve herwisa hîyerarşîyeke îlahî ye jî û di serê pîramîdê vê hîyerarşîyê da Xwudê heye û ew qadirî mutleq e, ne kes dibîne, nejî kes dibihîze. Belêm ew herkesê û hertiştî dibîne û dibihîze. Tinê pêxember wî dibihîzin. Di nav pêxemberan da jî yê ku di saxîya xwe da,  Xwudê hem bihîstî û hem jî dîtî Mehemed Pêxember bûye li goreyî teolojîya îslamî. Yên dî tinê Xwudê bihîstîye. Li goreyî teolojîya Filetîyê jî herçend Îsa kurê Xwudê jî be, belêm di saxîya xwe da neçûye hizûra Xwudê, piştî hatîye kuştin, giyanê wî hilkişîyaye nik Xwudê û roja qîyametê jî dê bête erdî. Li vê derê ji alîyê hemû dînên esmanî ve xala giring, hemû pêxemberan qazidîya Xwudê kirine, emir û fermanên wî, peyamên wî bi mirovan ra gihandine. Li goreyî teolojîya dînên esmanî, pêxember pîroz e û tinê ew qazidê Xwudê ye, lê çu îzaha ku piştî mirina pêxember qazidî dê çi lê bêt nîne û ji vê bawerîya dînên esmanî encamek derdikeve û hingê jî gava pêxember mir, emir û fermanên Xwudê jî êdî bê qazid û peyambir dimînin. Lewma jî mirov dîyar e ku divêt hema bi yên hatî ve qaîl bin û heta hetayê jî dê ew bin!. Di silsileya dînên esmanî da Mûsa Pêxemberî jîyan di navbeyna xwe, Tewrat û Xwudê da girtîye. Hatina Dawûd pêxember û Zebûrê guhortin li otorîteya Tewratê nekirîye, lewma jî di nav dînên esmanî da dewsek nehêlaye û ji ber hindê jî otorîteya Tewratê heta demê Îsayî dom kirîye. Paşê Îsa Pêxember derketîye û wî jî jîyan di navbeyna xwe, Incîl û Xwudê da tapo kirîye. Belêm kêmasîya herduyan jî, anku Mûsa Pêxember û Îsa Pêxember jî ew bûye ku piştî xwe tixûbekî mutleq û yêkser nekêşane ku perde piştî wan girtî bimîne û venebe. Di dawîyê da Mehemed Pêxember derketîye û li ser tekst û gotinên pêxemberên berî xwe revizyoneke bi zanahî kirîye û sîstemekî li goreyî xwe ava kirîye. Mehemed karekî jîr û zanahî kirîye û piştî xwe hilgirtîye binê garantîyê û tixûbekî hind stûr û saxlem kêşaye ku çu cara neête rakirin. Gotîye ku piştî wî êdî pêxember naên, piştî Qurana pîroz, çu kitêbên dî yên Xwudê naên. Anku perdeya sehneyê kêşaye û sehne girtîye. Ev ”direktîv”e wisa danaye ku ji xwe bûye ayeta Quranê. Wekî hemû gotin, emir û fermanên Xwudê, tekstên pîroz, qanûn û nizama Mehemed Pêxember danayî jî êdî bûye mutleq û ne tête riberiz kirin, ne pirs û pirsyar li ser têne kirin, nejî krîtîk dikarin li ser bêne kirin. Li goreyî hersê dînên esmanî jî, lojîken, êdî çu peywendî digel Xwudê nemaye!. ”Kes”ên ku di navbeyna Xwudê û mirovan da ”peyambir”î dikir jî neman û wekî Mehemed Pêxember jî gotî êdî çu pêxember jî naên û çu kitêb jî ji esmanî nazil nabin!. Di kitêbên pîroz yên hersî dînên esmanî da jî xala sereke û hevpişk, ”yêkanetîya Xwudê ye û ew bê şirîk û bê heval e û xweza, mexlûqat, jîyana bican û bêcan wî afirandîye, dinya wî danaye û ranaye”. Eve rastîya mutleq e û ne şik dikare bête kirin, nejî axivtin û riberiz û krîtik dikare li ser bête kirin. Hevpişkîya dî jî, kitêbên pîroz gotinên Xwudê ne, ”wehîyên Xwudê” ne û mutleq in. Ayet û sûreyên di van kitêbên pîroz da hemû jîyanê tenzîm dikin, ji bo her tiştî îzahekê tînin, dermanê hemû derdên mirovahî û timamî xwezayê ne. Ev kitêb reçeteyên Xwudê ne, qanûnên Xwudê ne û divêt ji teref ”benîadem”an ve bêyî pirsîn, bêyî axivtin û riberizkirin, herfîyen bêne tetbîq kirin. Ya sêyê jî pêxember, qazidên Xwudê ne û li ser wan çu riberiz û krîtîk nikare bête kirin û ew mexluqatên ezîz yên Xwudê ne û pîroz in. Herçend hersê dînên esmanî di nav xwe da di rekabeteke kûr û fireh da jî bin, lê ev hersê xal hevpişkîya wan e. Ji ber hindê jî, gava li ser van xalên hevpişk yên wan axivtinek, riberiz an krîtîkek hate kirin, hema yêkser piştevanîya hevdu dikin, refleksên xweparastinê bi hevrayî aktîve dikin û pişta hevdu digirin. Ji ber ku, herçend di bi karînana pratîk ya bawerîyên xwe da, di rîtûelên xwe yên xweser û taybetî da, di mesajên xwe da û di tenzîmkirina jîyana mirovahîyê da cudahîyên xwe bidine pêş jî, di wan xalên hevpişk da, di navbeyna wan da av nazihine. Di navbeyna Kinîşte, Dêr û Mizgeftê da herçend rekabeteke gelek dijwar û hetta şerekî nifûza dînî hebe jî, li beramberî ”minafiq”an jî tifaqeke xurt heye di navbeyna wan da. Bo wan kesên ku mîlîm santîm bawerîyê bi destûra wan tînin û rîtûelên wan herfîyen di pratîkê da bi kar tînin ”mûmîn” in û cihê wan di axretê [dinyaya dî] da beheşt e, lê bi gotina herî sivik, yên dûrî wan ”minafiq” in û cihê wan cehnem e. Jîyan hinde reş û spî ye di deftera wan da, xilas û çû!. Vêca tablo ev e û lewma jî her çi gotin, axivtin, şik, pirs û pirsyar, riberiz û krîtîk li ser van dînên esmanî û pîrozîyên wan bêne kirin, ”minafiq”î ye û ciza jî hazir e, ”kuştin”!. Dîroka hemû dînan, belêm bi taybetî ya dînên esmanî bi xwûn û bi kuşt û kuştdarîyê ve mişt û tijî ye.

Dîroka bi xwûn

Welew yêk bi yêk, welew pêkve di dîroka hemû dînan da xwûn heye, kuştin heye, şerê navxweyî heye, şerê beramberî hev heye. Di hîyerarşîya dînan da, çu cara lîyaqat û zanîn deshilatdar nebûye, hergav komplo, dek û dolab û desîse tayînker bûyne di nav mekanîzmayên dînan da. Kohen û Rabînên Cihûtîyê di nav xwe da şerê nifuzê kirine, Qeşe û Matranên Filetîyê serê hevdu xwarine, Şêx, Xelîfe, Mela û Îmamên Islametîyê jî ji bo desthilata xwe serê hevdu jê kirine, bi hizaran mirov serjêkirine, xwûn rêhtine, kuşt û kuştdarîyeke ecêb kirine. Hemûyan ji bi navê Xwudê, bi navê kitêbên xwe yên pîroz, bi navê pêxemberên xwe, bi navê Kinîşte, Dêr û Mizgeftên xwe kirine ev hemû kar û kiryarên xwûnî. Dînên esmanî bi van dîktetorî û totalîtarîzma di nav xwe da pêkînayî jî qaîl nebûne, serê tîr û şûrên xwe gihandine mixalifên xwe yên derve jî. Cihûyan di nav xwe da qetlîam kirine, Fileyan qira hevdu înane, musulmanan jî ji serê hevdu golên xwûnê pêkînane. Li alîyê dî Cihûyan her di serî da Îsayê pêxemberê Filetîyê bi îşkenceyeke nedîtî di çardarê da hilawîstine û bi bizmaran kuştine. Fileyan bi navê Îsa, Incîl û Xwudê êrişên xwe ji ser musulmanan kêm nekirine. Musulmanan jî di şerên dijî File û Cihûyan da qetlîamên mezin kirine. Van hemû dînên esmanî car yêkûyêk, car bi hev ra serê hizaran pêbawerên dînên cuda yên wekî Zerdeştî, Êzidîyatî, Budayî û herweha pêbawerên Ateîzmê kuştine, bêdadîyên nedîtî bi serê wan înane. Vêca ji kîjan cepheyî lê binêrin dîroka dînan bi giştî, belêm bi taybetî dînên îro serdest yên esmanî, Mûsawîtî, Îsawîtî û Mehemedîtî, anjî em bi navkirina giştî bêjin, Cihûtî, Filetî û Islametî, dîroka wan bi xwûn e. Ne di nav xwe da, ne li beramberî yên derveyî xwe, çu cara tolerans nîşannedane. Hakimîyeta xwe li ser xwûn, kuşt û kuştdarîyê, zor û zulmê, îşkence û terorê ava kirine. Kengî şik û şupheyeke zanyarî hatibe gotin, kengî axivtinek, riberiz û krîtîkek hatibe kirin, derhal şûr hatîye xebitandin û ser hatine jêkirin. Dînên esmanî daku hakimîyeta xwe berze nekin, ji dest bernedin çi tiştê dijî mirovahîyê hebe kirine û hêj jî dikin. Behsê aştîyê dikin, lê tinê aştîyê bo dîne xwe dixwazin û aştîyê li kesên dijî xwe, li mixalifên xwe heram dikin. Behsê dad û dadyarîyê dikin, belêm tinê ji bo xwe û pêbawerên xwe dixwazin û bêdadîyên mezin bi serê mixalifên xwe tînin. Behsê qencîyê, toleransê dikin, belêm di pratîka xwe da tam bereksî wê ji xirabîyê û bêhnçikîyê wêdatir tiştekê nakin. Heke misqalek rûyekî xêrê, qencîyê, dadyarîyê di nav wan da hebe, bi kar û kiryarên xwe yên req û hişk û zordar wê misqala pozîtîv jî jêdibin û bi timamî rûyê xwe yê negatîv derdêxine meydanê. Xîmê Kinîşteya Cihûyan, yê Dêra Fileyan, yê Mizgefta Musulmanan li ser ser û bedenên kuştîyên mixalifên xwe hatîye danan. Welhasil dînên esmanî hem di nav xwe da, hem jî beramberî hev şerên ecêp kirine, qira hevdu înane ku ew şerên navxweyî bûyne binasê mezheb û terîqatên ji hev cuda di nav wan dînan da. Ma hema Îsa Pêxember bi xwe Cihû bû, lê kengî rêyeke dî ya bawerîyê da ber xwe, ji teref Rabînên Cihûyan, bi îşkenceyeke mezin hate kuştin, ku ew kîn hêj jî di navbeyna Cihû û Fileyan da dom dike. Ma musulmanan bi xwe, Elîyê ji dûndeha Mehemed Pêxember, ku hem zava, hem jî pismamê wî bû, ne kuştin û paşê jî her wan musulmanan nevîyên Mehemed pêxember û kurên Elî, Hesen bi jahrê û Huseyn jî li Kerbelayê qetil nekirin, ku ew qetlîama Kerbelayê bû dubendîyeke kûr di nav Islamê bi xwe da ku evro Şiîtî [û versîyona Elewîtîyê] li dûv kuştina Eli û herdu kurên wî hate meydanê ku di navbeyna wan û Sunnîya da xwûndarîyeke dîrokî heye û çu cara li hev jî nakin. Ji bo vê rikeberîya Şiî û Elewî û Sunnîyan hema demên nêzîk bînin bîra xwe têra dike. Sunnîyên sunnist û îslamîst yên Tirkîyeyê hind çavtarî bibûn ku di 2ê Tirmeha 1993ê da li bajêrê Kurdistanê Sêwasê, 37 nivîskar û hunermand di otêla ku lê diman sax sax sotin. Ew ronakbîr ji bo pîrozîya bîrînana Pîr Sultan Evdalê Elewî çûbûn Sêwasê û li Otêla Madimakê bi cih bibûn. Fanatîkên îslamîst yên Sunnî teroreke mezin dane dest pê kirin dijî Elewî û ronakbîrên bi hiş û bîr yên pêşkevtî û êrişî otêlê kirin û agir berdanê. Polîs û leşkeran jî çavê xwe li vê êrişkarîyê girtin ku bo wan jî Elewî û ronakbîrên li wê otêlê diman kesên dijî rejimê bûn û qet xema wan jî nebû ku bêne sotin. Ji bo rejima kemalîst keysekî baş bû, bi destê neyarên xwe yên fanatîkên îslamîst, neyarên hevpişk anku ”komûnîst” didan kuştin. Nimûneyên bi vî rengî evro jî dom dikin û hema li Iraqê tête dîtin ku çawa Şiî û Sunnî hevdu serjê dikin, mabed û cihên hevdu yên pîroz çawa disojin, kavil û wêran dikin… Musulmanan dijî hevdu dadgeh nedanane, di meydanên şer da hisab ji hevdu pirsîne û cizayên hevdu jî di wan meydanan da bi xwûnê birîne.

Ji dînên esmanî di Filetîyê da jî xwûn, kuşt û kuştdarî kêmî ya islametîyê nebûye. Dêrê di demên hakimîyeta xwe ya îdarî û polîtîk da zordarî kirîye tarzê xwe û pêbawerên xwe di binê sihric û mezelên sar û tarî yên dêr û manastiran da ji îşkenceyên nedîtî borandine û kuştine. Qeşe û Matranan fermanên îşkence û kuştinê barandine li serê xelkên xwe yên File. Ma demê dadgehên Engizisyonê [Inkvîzîsyon] qet ji bîr diçe ku ji sedsala 13a heta serê sedsala 19an bi hizaran File, Cihû û Musulmanên bêguneh bi biryarên Qeşe, Papaz û Matranan hatin kuştin, hatin sotin. Dêrê û Papa, Qeşe û Matranan bi navê Xwudê, bi navê Incîlê, bi navê Îsa Pêxember fermanên îşkence, kuştin û sotinê didan û di meydanên ber derê Dêr û Manastiran da bi merasim mirov dikuştin û disotin. Digel xelkê sade, mirovên zana, têgihiştî û serwext û fîlozof jî ji vê belaya dadgehên Engizisyonê xilas nebûn. Her di serî da zanyar û astronomê mezin Galîle, 22ê Hezîrana 1633ê ji ber teorîya xwe ya ku dinya li dora hetavê dizivire ji teref dadgeha engizisyonê ve hate dadgeh kirin û ew bi gef û gurên dadgehê ve hate tobe kirin û tobeya wî bi wî dane xwandin. Galîle bi vê tobeyê û peşêmanî û inkara li ser teorîya xwe karî serê xwe ji serjêkirinê anjî bedena xwe ji sotinê xilas bike. Belêm her zanyar û fîlozof temetî wî bêzirav nebûn û tobe nekirin û bedelê vê cisareta xwe jî serê xwe dan. Bo nimûne, fîlozofê Îtalî Giardano Bruno jî ji ber teorîya xwe ya ku ji bilî dinyayê jî planêt hene, di dadgeha engizisyonê da hate dadgeh kirin û hukmê kuştinê hate dan û di 17ê Sibata 1600ê da li ”Meydana Kulîlka” ya Romayê hate sotin.  Di demê engizisyonê da li seranserê Ewrûpayê hema tinê bi milyonan jin di bin sûcdarîya bêyûmîyê da hatin sotin.

Nimûneyên ku van dînên esmanî çi bi serê xelk û pêbawerên xwe înane bi milyonan in û ev wehşete di vî demê pêşkevtî yê mirovahî û cîhanê da jî dom dike. Kîn û nefreta di navbeyna dînan da mixabin ku bi rengên cuda, di bin kirasê polîtîk da tête domandin. Lê divêt aşkera bête gotin ku piştî reformasyona Îsawîtîyê, pêşveçûn û pêşkevtina civata File ya di warê ekonomîk, kulturî, zanyarî û polîtîk da, guhorînên mezin û pozîtîv digel xwe înan. Welat û xelkên File ji dîroka xwe dersên mezin wergirtin û dîn û dîyanet ji îdareya polîtîk cuda kirin û laîsîzm û sekûlarî dane pêş û domînant kirin. Hakimîyeta dêrê hate şkandin, bîr û bawerîyên dînî di navbeyna ”kes û Xwudê” da man, huqûqa pozîtîv hakim bû. Van guhorînên pozîtîv norm û metodên mirovî serdest kirin. Dad û dadyarî pêşkevt, mafên mirovî di serê her tiştî da hatin girtin. Nifşên nû bi perwerdeya modern û zanyarîya pozîtîv hatin gihandin. Ji ber hindê jî di serê her tiştî da selteneta ”tabû” û ”dogma”yan hate rakirin. Li şûna van dîtin û bawerîyên prîmîtîv, pîrozîya mirov hate serdest kirin û bi modernîzmê ve girêdayî tolerans û azadîya bîr û ramanê hate pêşxistin di navbeyna mirovan û civatê da. 

Di nav civata Cihû da jî normên modernîzmê bin girtin û serdest bûn. Hem di nav civatên File da, hem jî di nav civata Cihû da, hebûna ekstremîzm û fanatîzma dînî hindî hûn bêjin lokalîze ye û hatîye mînîmalize kirin. Dewlet û civata modern, beramberî tabû û dogmayên dînî û bi tixûbkirina rol û wezîfeya Kinîşte û Dêrê û bi sîstem û mekanîzmayên laîkî û sekûlarîyê ve hatîye garantî kirin.

Ji ber vê pêşkevtinê ye ku, li dinyaya modern, demokratîk, laîk û sekûlar, îronîyên ecêb, krîtîkên dijwar li ser Dêrê, Kinîşteyê, Mûsa û Îsa têne kirin û mabedên dînî, rêberên dînî, merkezên dînî û xelkê dîndar jî berevanîya xwe bi rêyên aştîyane dikin, çu kes ne tête kuştin, nejî çu der têne sotin, kavil û wêran kirin. Heta nihe gelek karîkatûrên îronîk, fîlm û nivîsarên krîtîker li ser dîn û dîyaneta Cihûtî û Filetîyê, li ser pîrozîyên wan, pêxemberên wan hatine çêkirin û nivîsîn. Kinîşteyê jî Dêrê jî, Rabîn û Papayan û Matranan jî bersiva wan dayne û xwe û pîrozîyên xwe bi rê û metodên demokratîk parastine. Kinîşteyê jî, Dêrê jî, Rabîn û Papa û Matrana jî, xelkê dîndar yê Cihû û File jî, li beramberî krîtîk û îronîyên nivîskar, rojnamevan, karîkatûrîst û hunermendan çu fitoyên kuştinê nedane, gelek zêde itiraza xwe bi rêya çapemenîyê kirine. Bo nimûne wekî karîkatûrîstê Tirk û musulman Turhan Selçuk, di sala 1978ê da di rojnameya Akşamê da karîkatûrê Îsa Pêxemberî çekirî, ne Fileyên Tirkîyeyê, nejî yên dinyayê çu qîyamet ranekirin, çu kes nekuştin û çu der nesotin û ew karîkatûr di nav karê azadîya bîr û ramanê û serbestîya çapemenîyê da hejmartin û gazindeyên xwe jî di nav toleransê da nîşandan.

Belêm mixabin ku Islametîyê di nav xwe da reformasyon ne borandîye û ji ber req û hişkîya tabû û dogmayên dînî rê nedaye tekamilîya zanyarî û di çarçoveya xwe ya gelek prîmîtîv da maye û hêj jî wê patînajê dike. Li milê dî civata bi giştî îslam ji alîyê sosyoekonomîk ve jî pêşve neçûye û bi vê paşvemayînê ve girêdayî jî tabû û dogmayên dînî diparêze. Li cîhana îslam hêj jî huqûqa îlahî, anku şerîet serdest e. Quran maka hemû qanûn û nizama jîyana sosyal e. Jîyana sosyal, ya kulturî, perwerde, polîtîk, axir pêkve jîyan, bi normên dînî tête dizayn kirin û di rê birin. Şêx, Mela, Îmam û Ayetullah bi navê Xwudê, bi navê Quranê, bi navê Mehemed Pêxember biryarê didin û jîyanê tenzîm dikin. Heçî kesê ji çarçoveya wan derkeve jî ”minafiq” tête îlan kirin. Cizayên sûcdarîya wan jî kêm zêde kivş in û ew jî an seqetkirine, anjî yêkser kuştine. Islametî evro bi statûkoyeke gelek kevneperês tête jîyan. Rêberên îslametîyê jî ji ber berjewendî û statûyên xwe vê statûkoya ecêb kevnare û prîmîtîv bi israr diparêzin û didomînin. Tolerans, pirs û pirskerî, şik û şikdarî, riberiz û krîtîk eslen di deftera îslametî û rêberên wê da nîne û qetîyen tehemmula wan bi van term û gotinan jî nîne. Îslametî û rêberên wê tinê meth û senayê dixwazin, kûllîyen îtîatê daxwaz dikin. Ji bo wan hertişt ji teref  Xwudê ve hatîye gotin û bi destê pêxember ve hatîye hinartin [şandin] û lewma jî karê mayî tek û tinê bi kar înan e, anku bêyî itiraz îtîat e. Îslametî û rêberên wê jîyana sosyal ya mirovan hind tixûb kirine, ewqas çarçoveyeke teng danayne ku hejêkirina ji dil jî birîn kirine û bawerîya bi dîn jî adeta kirine karekî bêdilî. Dînek heke ji teref rêberên wê ve, ji teref tekstên wê ve hinde bi qedexeyan ve, bi tabû û dogmayan ve bête dorpêç kirin, bawerîya mirovan dê çawa ji dil be, rêz û rêzgirtin çawa dê bête qazanç kirin. Vêca îslametî bi hizaran qedexe, tabû û dogmayan ve hatîye zevt kirin. Ji ber hindê jî qenc xirab krîtîkek bête kirin, meazellah dinya tête hejandin, her musulmanek dibe mucahidek û dest bi şerê dijî ”minafiq”an dike. Sûcdarkirin hind bêperwa tête kirin ku heçî kesê berî navê pêxember Mehemed, ”Hezretî, Hz.” nebêje, yêkser minafiq tête îlan kirin û fitoya kuştina wî anjî wê tête dan. Ma hema fitoya kuştina nivîskarê navdar Selman Ruşdî hêj evro jî ji alîyê îslamîstan ve tête domandin û dûr nîne ku kengî keysî bibînin înfaz jî bikin!. Bê toleransîyeke bê tixûb, sûcdarkirineke bê tixûb, erişkirineke bê tixûb, bûye reftara rûtîn ya îslametîyê û rêberên wê. Dînekî bi vê tabloya negatîv ve hatîye teswîr kirin, şik têda nîne ku ne toleransê nîşandide, ne bêhnfirehîyê nîşandide, nejî krîtîkê qebûl dike. Dînek heke rêber û fîgûrên xwe yên pîroz bike tabû û dogma û rê li ser axivtina wan bibire, nehêle ku wêneyên wan bêne kêşan anjî portre û tabloyên wan bêne çêkirin, dê çawa xweşbîn be, dê çawa bêhnfireh û tehemmulkar be, dê çawa rêzê nîşanbide. Îslametî mixabin ku di nîveka vê tabloyê da ye. Hemû dîn, belêm bi taybetî Islametî hindî hûn bêjin egoîst e. Aştîyê bo xwe dixwaze, rêz û rêzgirtinê bo xwe dixwaze, biha û bihadarîyê bo xwe dixwaze û pesn û meth û senayê bo xwe dixwaze. Evro di dinyaya pêşkevtî da, di nav firehîya azadîya bîr û ramanê da, di nav toleransa bêtixûb da, di nav sebr û tehemmula herî mezin da, tabû û dogmayên dînî û sosyopolîtîk û sosyokulturî di çarçoveyeke herî fireh da têne riberiz kirin û krîtîk kirin. Beramberî bîr û raman û krîtîka azad qetîyen îmtîyaza dîn û dîyanetê û hemû pîrozîyên dînî nîne. Di serî da dînên esmanî û hemû dîn û bi taybetî jî Îslametî aşkera îmtîyazê dixwaze. Îslametî û rêberên wê ji krîtîkê muafîyetê dixwazin. Helbet ev daxwazîyên wan, nîşana bêhnçikî û bêhntengîya wan ya beramberî riberiz û krîtîkê ye. Vêca karîkatûrîstên Danmarkî jî rabûn beramberî vê tabloya reş û tarî karîkatûrên krîtîker û îronîk çêkirin û weşandin, ku di hemû karîkatûran da krîtîk û îronî heye. Xwudanên dîroka bi xwûn û bi kuşt û kaşdarîyê ve tijî beramberî van karîkatûran ne rêz nîşandan, ne tolerans nîşandan, ne bêhnfirehî, sebr û tehemmul nîşandan, nejî reaksîyoneke aştîyane û demokratîk nîşandan. Belêm çi tiştê negatîv hebe ew kirin û çi reaksîyonên şerxwaz û xwûnxwaz hebin ew nîşandan 

Karîkatûrên bêguneh

Rojnameya Danmarkî, ”Jyllands Posten”ê, pêxemberê musulmanan Mehemed Pêxember bi 12 karîkatûrên ji hev cuda ve da teswîr kirin û ew karîkatûr 30ê Îlona 2005ê weşandin. Çibû mexseda wan ku Mehemed Pêxember bi karîkatûran ve dane teswîr kirin. Ji ber ku ew jî dizanin ku bi nêrîna domînant ya îslametîyê çêkirina wêneyê Mehemed Pêxember heke qedexe nebe jî ne caîz e. Lê disa ve karîkatûr hatin weşandin û êdî çi qewimî piştî weşana wan karîkatûran qewimî ku adeta bû zelzele û tûfan. Ji musulmanên moderat bigirin heta radîkalan bayê protestoyê rakirin beramberî weşandina karîkatûrên Mehemed Pêxemberî. Berî ku em bêne ser kronolojîya reaksîyon û bûyeran, em çavekê li nivîsa redaktorê kulturê yê rojnameya Jyllands Postenê, Flemming Rose bidin û mexseda wî bizanin ka boçi hewce dîtine van karîkatûran biweşînin. Di navika nivîsara Rose da gelek aşkera tirsa nivîskar, wergêr, karîkatûr û rojnamevanan ya ji bê tehemmulîya îslamîstan kivş dibe û di nivîsara xwe ya bi sernivîsa ”Rûyê Mehemedî” da wisa dibêje:

”Komedyen Frank Hvam; di van demên nêzîk da, di ekranê TVyê da got ku ew cisaret nake ku di derheqê Quranê da hicivê bike. Wênekêşî pirtûkeke zarokan ya li ser Mehemedî wêne kirîye û dixwaze anonîm be. Ev rewşe, ji bo wergêrên ewrûpaya rojavayî yên ku antolojîya meqaleyên ku îslamê krîtîk dikin wergêrane jî wisa ye… Mûzeyeke navdar ji ber reaksîyona musulmanan [ya rastî îslamîstan –RH] tirsa û eserekî hunerî ji pênîşangehê rakir… Rastîyek heye ku otosansûr pêşdikeve… Hunermend, nivîskar, wênekêş, karîkatûrîst, wergêr û hunermendên tîyatroyê; di civata rojavayê da ku reyên wê digihine Filetîyê, di gihiştina hev ya giring ya kulturî ya di navbeyna îslam û sekûlarîyê da, wekî kivanekê xwe jê badidin… Civata modern û sekûlar ji alîyê hindek musulmanan ve tête red kirin. Ji bo his û bawerîyên xwe yên dînî bi israr rêzgirtineke taybetî û îmtîyazê dixwazin. Eve bi azadîya bîr û ramanê û demokrasîyê ve li hev naên ku di bingehê wê da hiciv, tirane û krîtîk heye. Helbete eve dibe ku hergav sempatîk û xweş nebe û eve di her halî da naête manaya ku bi his û bawerîyên dînî tirane bête kirin, belêm bi mijarê ve jî girêdayî ye. Ji ber hindê ye ku, di rejimên totalîter da, tesaduf nîne ku mirovên ku bi çîrokan û karîkatûr û wêneyan krîtîkê li ser dîktetorîyê dikin, di dawîyê da xwe di girtîxaneyê da dibînin. Ev karûbare bi piranî wekî rencîdekirina hisên xelkî tête îzah kirin. Hêj Danmark nehatîye wê raddeyê, belêm ev nimûneyên heyî dûr nîne ku digel xwe otosansûrê jî bînin… Ji ber vê yêkê, rojnameya me Jyllands Postenê, ji endamên komeleya karîkatûrîstan tika kir ku Mehemedî bi çavê xwe çawa dibînin wisa bi wêne teswîr bikin. Ji 40 endaman 12 kesan bersiveke pozîtîv dan û em 12 karîkatûrên wan bi navên wan di rûperên xwe da diweşînin…” [Jyllands Posten, 29 – 30 Îlon 2005, Flemming Rose, redaktorê kulturê]

Nihe ma ne kivş e ku, îslamîsta, bi navê îslamê bayekî hind mezin yê terorê rakirine li nav civatên modern, sekûlar û demokratîk ku nivîskar, rojnamevan, wergêr, fîlmkêş, wênekêş û karîkatûrîst newêrin bi vekirî gotinekê binivîsin, xetekê bikêşin, tabloyekê, portreyekê çêkin, an pîyesekê bileyizin anjî fîlmekê çêkin. Ji ber van tirs û tehdîdên radîkalîst û fundamentalîstên îslamîst mirovên ku cîhana ronakbîrîyê pêktînin, anku nivîskar, wergêr, ji baskê tîyatroyê bigirin heta sînema, mûzîk, wênekêşî û fîlmkêşîyê hemû hunermend, karîkatûrîst, rojnamevan di karûbarên xwe da kêm an zêde otosansûrê bi kar tînin ku eve heçku ji bedena mirov kêmkirina xwûn û oksîjenê ye. Kêmîya xwûn û oksîjenê çawa bedena mirov felc dike, otosansûr jî felckirina jîyana perwerde, têgihiştin zanîn û zanyarî û serwextîyê û bi giştî jîyana ronakbîrîyê ye. Îslamîst gelek aşkera bi van gef û gurên xwe dixwazin cîhana rojavayê ya ku ji alîyê xwandin, zanîn û zanyarîyê ve, ji alîyê azadîya bîr û ramanê û demokrasîyê ve pêşkevtî, felc bikin û perdeya xwe ya reş û tarî bikêşin ser civata modern jî. Di nivîsara Flemming Rose da gotinên kilîlî hene. Çi dibêje Rose; ”Civata modern û sekûlar ji alîyê hindek musulmanan ve tête red kirin.”. Hema em berê xwe bidine dora xwe, ma ev tesbîte ne rast e? Îmamên bi rih û rîşeyên xwe yên kirêt, bi wan şaşik û cubbeyên xwe yên terêf heroj di kursîyên mizgeft û mescîdên li welat û bajêrên cuda yên Ewrûpayê da, timamî jinan qehbe îlan dikin, kiç û jinan gazî xwe rapêçana bi çarşevê dikin. Biçûk mezin hemû mirovan kafir û dijminên îslamê îlan dikin û fitoyên kuştinê diqîrin di wan kursîyên mizgeftên ku li welatên demokratîk û sekûlar yên ewrûpayê da bi azadî kar dikin. Jîyana sosyal ya ewrûpayê cehnemî îlan dikin, belêm pare û meaşên xwe jî ji destê wan kafir û berazan werdigirin. Ew di nav civata modern ya ewrûpayê da gelek aşkera „Erebistana Siûd“ û „Îran“ê dixwazin. Wekî dî çi dibêje Flemming Rose; „Ji bo his û bawerîyên xwe yên dînî bi israr rêzgirtineke taybetî û îmtîyazê dixwazin.“. Kerem kin û destê xwe danin ser wijdana xwe. Ma ne rast e? Hûn rastî kîjan musulmanî bên, heke ew alkolê venexwin, divêt di maseya wan da hûn jî alkolê venexwin, çiku divêt hûn rêzê bo wan bigirin, lê ew rêzê bo we nagirin û nabêjin, em venaxwin, hûn dikarin vexwin. Di meha rojîyê, ya remezanê da kî dikare ji ber tirsa musulmanan aşkera rojîya xwe bixwe? Ew ji bo rojîya xwe rêzê dixwazin, belêm ji bo xwarina we misqal rêzê nagirin û nabêjin „herkes û guneha xwe“!. Bi tirsandin û gef xwarinê dibêjin ku hûn nikarin li ber çavê me xwarinê bixwin, hûn mecbûr in rêzê bo me bigirin, ji ber ku em musulman in!.. Hema li Kurdistanê di van demên nêzîk da çend kes ji ber negirtina rojîyê kuştin van kevneperêsên îslamîst!. Li her derê ewrûpayê jî vê terorê dikin îslamîst. Hema li welatê Flemming Rose, li Danmarkê, di sektora restorantê da musulman piranî ne. Bo nimûne kesekî serreş û muhtemel dişube musulmanan, -[çiku li ber çavê wan jemû porreş musulman in]-, diçe restoranta Pizzayê û heke pîzzayeke bi ”jambon [skînke], goştê hûr yê berazî” bixwaze, yêkser pîzzaçêkerê musulman enîya xwe dike girê û îxtar dike, ”ma tu nizanî ku eve goştê xinzîr e, guneh e, heram e, ma tu ne musulman î”!. Pîzzaçêkerê musulman wî heqî di xwe da dibîne ku bêje muşterîyekî ku dişube musulmanan, ”goştê berazan nexwe!”, belêm ji bîr dike ku heta êvarî destên wî di nav goştê berazan da ne, li welatê berazxweran dixebite, bi pareyên dewleta berazxweran jîyana xwe didomîne!. Eve bi gotina herî sivik bê ehlaqî ye, durûtî ye, dubilmoralî ye û îslamîst vê yêkê heroj li welatê Flemming Rose, li Danmarkê dikin. Ev îslamîst, bi navê îslamê heq di xwe da dibînin ku xwe têkilî xwarin û vexwarin, cil û bergên mirovan bikin. Di dibistanên li welatê Flemming Rose da, li Danmarkê, îslamîst hemû kiçên ji binemalên musulman terorîze dikin û bi gefan, bi şiddetê mecbûrî turban, poşî û dersokê dikin ku serê xwe bipeçinin, cilikên dirêj bikine ber xwe, anku ”îslamî” bijîn!.. Li welatê ku rojnameya Jyllands Posten tête weşandin, anku li Danmarkê, heta nihe gelek bûyerên kuştin û birîndarkirinê ji teref famîlyayên musulman yên îslamîst ve hatine kirin. Çend kiçikên musulman, ji ber ku cil û bergên modern kirine ber xwe ji alîyê bab û birayên xwe ve hatine kuştin. Tolerans û demokrasîya îslamîstan ev e. Resmê ku îslamîst bi navê îslamê li welatê Flemming Rose, li Danmarkê û hemû welatên ewrûpayê didin kêm zêde ev e!.. Ew gelek aşkera dixwazin ku li welatê Flemming Rose, li Danmarkê û li hemû welatên rojavaya modern, sekûlar û demokratîk, jîyana Erebistanê, ya Îranê domînant bikin, qet nebe musulmanên li van welatan bikine binê çarşeva reş û tarî. Îslamîst teroreke bê tixûb li ser musulmanên moderat jî dibarînin ku evro musulmanên moderat jî serê xwe rakirine û dijî vê şiddet û terora îslamîstên fundamentalist û radîkalîst yên ku dinyaya wan reş û tarî, têkoşînê didin û xwe dispêrin qanûn û huqûqa demokratîk ya welatên sekûlar yên ewrûpayê. Hema li welatê Flemming Rose, li Danmarkê, musulmanên moderat, daku xwe ji bin teselluta îslamîstên fundamentalîst rizgar bikin, mecbûr man xwe organîze bikin ku bikarin di nav jîyana demokratîk, modern û sekûlar ya Danmarkê da bi xweşî bijîn. Îslamîst bûyne belaya serê modernizmê, demokrasîyê û jîyana sekûlar li Danmarkê jî li welatên dî yên ewrûpayê jî û hetta li her derê dinyayê. Ew bo dinyaya xwe ya reş û tarî, bo huqûqa xwe ya şerîetî aşkera îmtîyazê dixwazin û dixwazin di nav okyanûsa demokratîk ya ewrûpayê da giravekî bi çarşeva reş û tarî, bi kum û bi cubbe ava bikin. Îmamên ku ji devê wan şer, ajawe, fitne û fesad derdikeve, ferman û fitoya qetla minafiq û kafiran [musulman be, file be, cihû an bûdîst be, ateîst anjî natûrîst be ferq nake, li ber çavê wan yên ku ne ji wan bin, hemû pêkve minafiq in] dibare, dixwazin di wî giravî da xwe bikin ”emîr” û selteneteke dijî mirovî, dijî huqûqî, dijî azadî, dijî demokrasîyê, dîktetorîyeke xwûndar danin û teror û şiddeta xwe bidomînin. Îslamîst di pêşengîya îmamên dest bi şûr û xwûn da dixwazin li cîhana modern, sekûlar û demokratîk da jîyanê terorîze bikin û bigihin mexsed û armanca xwe ya reş û tarî û ji ber hindê îmtîyazê dixwazin…Vêca Flemming Rose gelek heq dibêje ku ew îmtîyazê dixwazin. Bi çavekî objektîv berê xwe bidin dora xwe. Qencê wan, xirabê wan hemû pêkve xwe ezîzên Xwudê qebûl dikin, beheştî dibînin, belêm yên ku ne îslam bin, hetta musulmanekî moderat jî be, cehnemî, kafir û beraz dibînin. Ji xwe jinan mirov qebûl nakin, silava wan wernagirin, destê wan nagirin. Bo xwe îmtîyazê dixwazin, çiku li goreyî wan tinê dînê wan pîroz e li ser rûyê erdî û li dinyaya wan ya bin erdî!. Yên dî hemû pêkve kafir û deccal in û cehnemî ne û dê di nav êtûna îslamê da bisujin!. Ev e mentalîteyê wan, bawerî û reftara wan. Ji kîjan alî ve berê xwe bidinê, bê tehemmulî û nemirovîyeke kûr di teorî û pratîka îslamîstan da tête dîtin. Paşê Flemming Rose dîsa çi dibêje; „Eve [anku reftara îslamîstan –RH], bi azadîya bîr û ramanê û demokrasîyê ve li hev naên ku di bingehê wê da hiciv, tirane [îronî] û krîtîk heye.“. Di jîyana modern, azad û demokratîk da îmtîyaza çu kes, hêz, meqam, dem û dezgeh, dîn û dewletê nîne beramberî krîtîk, hiciv, mîzah û îronîyê. Mîzah, îronî, krîtîk ca an bi nivîskî, an bi devkî anjî bi wênekêşî û fîlmkêşîyê tête kirin. Yê anjî yên ku bi rêya karîkatûrê têne krîtîk kirin, yarî û tirane pê têne kirin, divêt li hêvîyê nebin ku wekî portre û tabloyên Leonardo da Vinci dê bedew derkevin. Karîkatûr hunera xîç û xetê ye. Bi xîç û xetê çu kes xweşik naêne çêkirin. Mirovek çend spehî û bedew jî be, bi bejn û bal jî be, di karîkatûr da kirêt tête çêkirin, anjî kirêt tête dîtin û xuya kirin. Ji ber hindê nerazîbûnên li ser karûbarên hunerî û nivîskarîyê divêt di dereceya maqûlî û zanyarîyê da bin. Ev krîterên maqûlî û zanyarîyê jî bi kîlometreyan ji îslamîstan dûr in. Ew di bawerîya xwe da jî serhişk in û rêzê ji bo yên beramberî xwe nagirin û herweha di reaksîyonên xwe da jî eynî serreqîyê didomînin. Ya ji wan ve serhişkî bi xwe bawer bûne, lê di vê yêkê da xwe dilêhbînin û tam bereksî wê, serreqî û serhişkî kar û xasyetê bi xwe ne bawerane. Ev bê tehemmulîya îslamîstan ya beramberî timamî jîyana modern, sekûlar û demokratîk, li welatên wan ji xwe di iqtidarê da ye, lê ew vê bawerî û reftara xwe dixwazin eksportî dinyaya demokratîk û sekûlar jî bikin û ji xwe di wan welatên demokratîk da, li ewrûpayê bi hemû karûbarên xwe ve, bi hemû kiryarên xwe ve, bi rabûn û rûniştina xwe ve dixwazin wê dinyaya xwe ya reş û tarî hakimî jîyana modern, sekûlar û demokratîk ya ewrûpayê jî bikin. Di vî warî da teroreke hind dijwar pêktînin ku bivê nevê mirovên ku di dinyaya xwe ya bi aştî, sekûlar û demokratîk da mezin bûyî û jîyayî, ji vê kuşt û kuştdarîya îslamîstan ditirsin û xwe tixûb dikin. Gotina Flemming Rose vê yêkê jî rast derdêxe û wisa dibêje Rose; „ Mûzeyeke navdar ji ber reaksîyona musulmanan [ya rastî îslamîstan –RH] tirsa û eserekî hunerî ji pênîşangehê rakir… Rastîyek heye ku otosansûr pêşdikeve…“. Vêca yên ku bi navê azadîya bîr û ramanê û demokrasîyê xweşbînîyê nîşanî fanatîzm, fundamentalîzm û radîkalîzma îslamîstan didin, divêt kumê xwe danin ber xwe û baş bihizirin!. Çi bike mirovê modern û demokratîk yê ewrûpî anjî yê welatekî dî, hetta yê welatekî îslam, anjî musulmanekî moderat? Daku canê xwe biparêze, di karûbarê xwe yê ronakbîrî da xwe vedikêşe, xwe tixûb dike. Eve otosansûr e û di encam da jî bo îslamîstan tawîzdane. Wekî îslamîst van tawîza jî dibînin, teror, şiddet û êrişkarîya xwe bêperwa didomînin.

Azadîya bîr û ramanê

Wekî ji nivîsa redaktorê Jyllands Postenê Flemming Rose jî tête têgihiştin, rojnameyê di nav çarçoveya azadîya bîr û ramana azad da wezîfeya xwe ya weşangerî û rojnamegerîya azad bi cih înaye û hem xwe sansûr nekirîye, hem jî xwe bi tabû û dogma û qedexeyên dînî ve tixûb nekirîye. Bi van 12 karîkatûrên ji hev cuda adeta reftara musulmanan xwastîye bête test kirin ku ev metode jî yêk ji metodên têkoşîna beramberî tabû, dogma û antî demokratîzmê ye. Azadîya çapemenîyê û ya bîr û ramanê li seranserê dinyayê tinê li Danmarkê di dereceya herî bilind û pêşkevtî da ye. Li Danmarkê otorîteya polîtîk qetîyen xwe têkilî karûbarê çapemenîyê nake û rojnamegerî, weşangerî û timamî karê nivîskarîyê, hûner û ronakbîrîyê di nav şertên gelek azad da xebata xwe dikin. Heke nerazîbûnek ji karûbarê çapemenîyê hebe hemû rê û derên huqûqî û qanûnî vekirîne û herkes dikare azadane van mafên xwe bi kar bîne. Herçend di dinyayê da standarda herî bilind ya azadîya çapemenîyê û bi giştî weşangerîyê û bîr û ramanê li Danmarkê hebe jî, lê li tenişta vê azadîyê herwisa di dereceya bilind da etîk û normên rojnamegerî û çapemenîyê jî hene û di pratîkê da fonksîyonel in. Di navbeyna azadîya çapemenî û bîr û ramanê û etîk û norman da balanseke maqûl û têrker heye û ev prensîbe pare dikin û di civata Danmarkê da bihayekî bilind hene. Vêca rojnameya Danmarkê Jyllands Postenê nîyeta wan çi dibe bila bibe, karekî rojnamegerî kirine û Mehemed Pêxember bi 12 karîkatûrên ji hev cuda dane teswîr kirin û weşandin. Karê ku hatîye kirin, karekî azad yê çapemenîyê ye û yêk ji karûbarên rojname û çapemenîyê jî bidil be an bêdil be weşandina nivîs, wêne û karîkatûran e. Li goreyî azadîya çapemenî, bîr û ramana azad, etîk û normên heyî û çarçoveya huqûqî û qanûnî ya Danmarkê çu qusûr têda nîne ku ew karîkatûr bêne weşandin. Civata Danmarkê ji alîyê modernîyê ve, ji alîyê demokrasîyê ve, ji alîyê tradisyonên humanîzmê û hevkarîya navneteweyî û xêrxwazîyê ve di standardeke gelek pêşkevtî û bilind da ye. Di nav standardên wan yên hinde pozîtîv û bilind da krîtîkkirin di rêza serî da ye. Ji bo wan tabû û dogmayên dînî, tradisyonel û folklorîk ferq nake û tîrên xwe yên krîtîkê digihîninê. Xwe jî yên dî jî heke hewce be krîtîk dikin. Di karê krîtîkê da normên etîkî diparêzin û di çarçoveya rêzgirtinê da dimînin. Belêm problem ew e ku “rêzgirtin” relatîv e û li goreyî herkesê tête guhorîn. Bo nimûne ji bo “îslamîstan” krîtîkê danin alîyekê, tabloya herî xweşik ya Mehemed Pêxember çêkirin jî sûc û guneheke mezin e. Di deftera wan da manaya “rêzgirtin”ê tinê kirina meth û sena ye, pesndayîne. Mentalîteyê wan û yên mirovên di nav civatên modern û pêşkevtî da gihiştî bi fersahan ji hev dûr e. Ji ber hindê jî, bo wan negatîv be pozîtîv be çêkirina “wêne” an “karîkatûr”ên Mehemed Pêxember gunehkarî û bêrêzîyeke herî mezin e û divêt bê ciza nemine. Di cîhana îslam da ne normên modernîzmê, ne demokrasî û nejî azadîya bîr û raman û çapemenîyê heye. Di welat û dewletên îslam da halîhazir totalîtarîzm, despotîzm, dîktatorî, huqûqa şerîetê û antî demokratîzm serdest e. Di welat û dewletên îslam da ne tinê sîstemê polîtîk û îdarî hinde despotîk e, her piranîya xelkî bi xwe jî hindî hûn bêjin konservatîv e û di nav kirasê reş yê dînî da dijîn. Hukûmet û serokên dewletên îslam hemû zengînîya welatên xwe li xwe û dorberê xwe xerc dikin, dixwin vedixwin, xelkê piranî birsî, rûs û tazî dihêlin û van kirêtîyan jî bi navê dîn û dîyaneta îslamê dikin. Xelkê sade jî di nav birsîtîyeke kûr da, di nav rus û tazî û bêçaretîyê da jî qedera xwe hewaleyî Xwudê dikin û ji vê qedera xwe ya reş razî dibin. Mirovên di nav vî sîstemê bêdad û zordar da gihiştî, bi tabû û dogmayên dînî ve mezin û perwerde bûyî, dê çawa di azadîya bîr û ramanê û ya çapemenîyê bigihin. Ew tiştekê dizanin; Xwudê mezin e, Mehemed Pêxember pîroz e, Quran qanûna Xwudê ye û divêt herkes tabiê wan be û mutleq rêzê bo wan bigire û qetîyen gotineke ku bêhna krîtîkê jê bêt neke. Li goreyî îslamîsta dinya jî ya wan e, axret jî ya wan e. Beheşt ji xwe cihê tapokirî yê wan e. Yên dî minafiq in û cehnemî ne. Ji bo kesên bi vê zihnîyetê rabûyî, gihiştî û mezin bûyî, çêkirina wêne, tablo, portre, karîkatûr, bust an heykelên Mehemed Pêxemberî “cinayet” e!. Li goreyî wan yên ku van gunehên mezin dikin jî divêt bêyî ciza jî nemînin û cizayê ew didin jî bi navê Xwudê kuştin e!. Lewma qet tehemmula wan karîkatûran nehate kirin û reaksîyonên nemaqûl hatin nîşandan. Piştî ku karîkatûr hatin weşandin, qederê heftîyekê dem çû û reaksîyonên musulmanên fundamental dest pê kirin. 9ê Çirîyê [oktoberê] berdevkên komeleyên îslamîst dest bi êrîşkarîyê kirin beramberî rojnameya Jyllands Postenê. Êdî bombardumana îslamîsta start wergirt. 14ê Çirîyê roja eynîyê di meydana şehridarîya Kopenhagê da mîtîngeke boş hate kirin û qederê sê hizar musulmanan rojnameya Jyllands Postenê protesto kirin. Helbet heqê musulmanan e ku li heq û huqûqê xwe bigerin, dengê xwe bilind bikin û krîtîkên li ser wan û pîrozîyên wan bê bersiv nehêlin û ew jî krîtîkên xwe bikin û xwe îfade bikin. Lê belê, her tişt divêt di nav normên demokratîk û aştîyane da bêne kirin. Azadî, huqûq, dadyarî, wekhevî û mafê krîtîkê bo herkesê hewce ye. Herkes, her dem û dezgeh û her alî divêt di nav çarçoveyên maqûl da, bi rêzgirtinî xwe îfade bikin, xwe nîşan bidin, gotinên xwe bo hevdu bêjin. Rêzgirtinî ne tinê metihkirin û pesndayîne. Krîtîk jî dikare bi rêzgirtinî bête kirin. Belêm mixabin ku îslamîstan û fundamentalîstan, musulmanên radîkal, ev karîkatûr bo armanc û reaksîyonên xwe yên polîtîk kirin hêcet û serê musulmanên moderat jî têkilav kirin û adeta bayê terora îslamîst dane dest pê kirin. Îslamîstan ev karîkatûr bo xwe kirine malzemeyên polîtîk û dijî modernîzmê, dijî azadîya bîr û raman û çapemenîyê, dijî jîyana pêşkevtî û normên demokrasîyê cîhad dane dest pê kirin. Radîkalên îslamîst cîhana îslam, dewletên musulman pêkve provake kirin û agir bi fitîla dînemîtê êxistin. Pêşîyê 11 konsolosên dewletên musulman yên Danmarkê hatin organîze kirin. Konsolosan jivan [randevû] ji serokwezîrê Danmarkê Anders Fogh Rasmussen xwastin ku şikayîta Jyllands Postenê bikin û wan bê ciza nehêlin. Belêm serokwezîr Rasmussen bi reftareke gelek vekirî got ku Danmark welatekî azad e, demokrasîyeke kamil heye, azadîya bîr û ramanê bilind e û çapemenîya Danmarkê di karûbarê xwe da serbest e û qetîyen otorîteya polîtîk xwe têkilî wan nake, lê heke ew gelek aciz in dikarin di nav huqûq û qanûnên Danmarkê da li mafê xwe bigerin. Lê sekinîna fanatîkên îslamîst nebû û ew vê carê jî bi delegasyonên fireh daketin nav dewletên îslam û hukûmet û xelkên wan welatan dijî demokrasîya Danmarkê zêrandin ku protestoyên mezin bêne kirin. Vê propaganda û provakasyona wan encam da û di serî da Rêxistina Konferansa Dewletên Îslam Danmark protesto kir û ji hukûmeta Rasmussen xwast ku lêborîna xwe ji musulmanan bixwaze û rojnameya Jyllands Postenê jî bigire. Lê Rasmussen dîsa ve îna bîra wan ku hukûmeta wî ji ber karûbarê rojnameyeke azad û serbest lêborînê naxwaze û dubare kir ku Danmark welatekî azad e, demokrasî heye, Danmark welatekî huqûq û qanûnê ye, azadîya bîr û ramanê û ya çapemenîyê heye û rojnameyên Danmarkê çi bixwazin binivîsin an wêne bikin ew bi xwe biryara xwe azadane didin. Di nav demokrasîya Danmarkê ya pêşkevtî da krîtîk serbest e û reaksîyon û xwenîşandanên demokratîk û aştîyane jî serbest û azad in, di nav huqûq û qanûnên Danmarkê da musulman dikarin li heq û huqûqê xwe bigerin. Belêm van bersiva têra îslamîstan nedikir û wan “serek”, “gorîyek” dixwastin. Dîtin ku hukûmeta Danmarkê tawîzê ji standarda demokrasîya xwe nade, vêca dest pê kirin teror û şiddet organîze kirin. Dewleta Erebistana Siûd serê protestoyên dewletî kêşa û vê reftara wan cisareteke mezin da radîkalîstên îslamîst. 26ê meha Çile [Januarê] dewleta Erebistana Siûdê hemû malên Danmarkê boykot kirin û ji stand, vîtrîn û reyonên marked û dikanan rakirin. Danmark hemû berên spîyatîya xwe difiroşe welatên rojhilatanavîn. Di serê wan da jî nivîşk, penîr, şîr û mast têtin. Boykota li Siûdê dest pê kirî belavî dewletên dî yên Ereb û musulman bû. Ji ber boykota malên Danmarkê zerar û zîyaneke mezin ya ekonomîk rûda. Fîrmaya spîyatîya Danmarkê Arlayê aşkera kir ku di midehê boykotê da nêzîkî çar sed milyon kronê Danmarkê [50 milyon euro] zerara wan bûye. Di demê boykotê da milîtanên îslamîst germ bûn û 4ê Siabatê li serbajêrê Sûrîyeyê, Şamê, êrişî konsolosîya Danmark û Norwecê kirin û sotin. Roja paştir, anku 5ê Sibatê jî li serbajêrê Lubnanê, Beyrûdê, êrişî konsolosîya Danmarkê kirin û agir berdanê û sotin. Di van êrişkarîyên sotinê da polisên Sûrîye û Lubnanê jî bi xemsarîya bi zanahî piştevanîya wan dikir. Boykot, êrîşkarîyên beramberî konsolosîyên Danmarkê û hetta welatên dî yên Ewrûpayê li hemû welatên Ereb û musulman dom kir. Protesto û mîtîng bi êrişkarî û bi şiddet hatin kirin. Teror hate rakirin beramberî konsolosîyên Danmarkê û di hemû demonstrasyonan da alayên Danmarkê, kukla û wêneyên serokwezîrê Danmarkê Rasmussen hatin dirandin û sotin. Ji Asyaya dûr heta Mexriba Afrîkaya Bakur, di cografyaya Ereb û îslam da, li welatên dî, hemû protestoyên musulmanan bi tarzê demokratîk û aştîyane nehatin kirin. Li vê derê divêt bête gotin ku, dewleta Tirkîyeyê jî ev krîza karîkatûran bo xwe kire keys û bi taybetî protestoyên xelkî li çend bajêrên Kurdistanê yên mezin organîze kirin û bi vê provakasyonê adeta xwastin ku Kurda û bi taybetî Danmarkî bînin beramberî hev û mesajeke wisa negatîv ji Kurdistanê bidin û bêjine ewrûpayê “binêrin, hûn çend piştevanîya Kurda dikin, nihe ew jî dijî we ne” û bi taybetî alayên Danmarkê li Kurdistanê dane sotin ku pozisyona Danmarkê ya pozitiv li beramberi Kurdan, bidine guhorin. Zikêşîya dewlet û hukûmeta Tirk ji Danmarkê jî hebû, çiku Danmarkê destûra weşana ROJ TVyê dida. Lewma hukûmetê û hemû organên dewletê yên li Kurdistanê hizaran Kurd bi slogana parastina dînê îslamê li meydanên Kurdistanê dane kom kirin û alaya Danmarkê bi destê Kurdan dane sotin. Eve gelek aşkera provakasyona dewleta Tirkîyeyê bû ku têkilîyên xelkê Kurd û Danmarkê xirab bikin û ji ser vê leyiza kirêt ROJ TVyê bidine girtin li Danmarkê. Gerçî xelkê Kurd jî mixabin ku hate vê provakasyona dewleta Tirk û dakete kolana û dijî Danmarkê slogan avêtin, alaya Danmarkê sotin. Eve ji milekê ve qusûra hêzên polîtîk yên Kurd jî bû ku rê li ber vê provakasyona dewleta Tirkîyeyê negirtin û xelk li ser vê leyizê agahdar nekirin. Li Diyarbekir û Batmanê bi deh hizaran xelk çawa organîze bû û dijî Danmarkê êrişkar bû. Divîya bû ku hêzên demokratîk yên xelkê Kurd bi ronkirina xelkê rê li ber vê provakasyonê girtiban. Axir bi organîzatorî û provakasyona dewletên dîktetorîyal yên îslam û rêxistinên îslamîst, teror û şiddet hakimî reaksîyona musulmanan bû û vê yêkê jî zerareke mezin gihande têkilîyên wan dewlet, welat û Danmarkê. Belêm zerara herî mezin gihande “dînê îslamê”. Ew protestoya bi şiddet û terorê hatîye nîşandan, ew êrişkarîya îslamîstan xirabîyeke mezin li tevahî dînê wan bi xwe jî kir. Di çavê mirovahîya demokrat û humanîter da îslam û şiddet û teror kirin yêk. Radikalîst û fundamentalîstên îslamîst, karûkatûr bo xwe kirin hêcet û dijî modernizm û demokrasîya rojavayê kîn û nefreta xwe dane pêş. Karîkatûr ji bo reaksîyona wan ya polîtîk bûne malzeme. Îslamîstan bi hêceta van karîkatûran dijî demokrasîyê, dijî azadîya bîr û raman û çapemenîyê, dijî normên demokrasîya kamil cîhad dane dest pê kirin. Derdê wan êdî ne karîkatûr bûn. Îslamîstan di pirsa karîkatûran da dînê îslamê bo xwe kirine çeka îdeolojîk û polîtîk beramberî cîhana modern û pêşkevtî. Ji ser karîkatûran adeta cihada îslamê dane dest pê kirin. Ji bo wan yên ku demokrasîyê, azadîya çapemenî û bîr û ramanê dixwazin û diparêzin hemû pêkve cepheyê minafiqan bûn û divîya bû ku dijî minafiqan cîhada mûmînan bidin dest pê kirin û ew kirin. Îslamîstan di vê xezaya xwe da 14 kes jî dane kuştin ku di nav van kuştinan da, kiryara herî balkêş jî li Tirkiyeyê pêkhat. Îslamîstan 5ê Sibatê li bajêrê Laza, li Trabzonê bi destê xortekî 16 salî, qeşeyê katolîk Andrea Santaroyê Italî di nîveka dêra katolîkan da kuştin. Li Lîbyayê 9, li Afganistanê jî bûne binasê kuştina 4 kesan.

Engizisyona îslamîst

Di pêşengîya îslamîstên fundamentalîst da, hem li Danmarkê, li Ewrûpayê, hem li her derê cîhanê û bi taybetî li welat û dewletên musulman protestoyên fireh, belêm yên bi şiddet û teror pêkhatin. Çi kiribû van karîkatûran ku musulman hinde hilperîn û dorberê xwe sotin, kavil û wêran kirin, kuştin kirin. Di encam da karîkatûrîstan pêxemberê musulmanan bi rêya qelemî krîtîk kiribûn, bi reng û formên cuda teswîr kiribûn. Ev teswîrên bi rêya karîkatûran hatine kirin dibe ku ne bi dilê musulmanan bin, dibe ku jê razî nebin. Lê dikarîn bersiva xwe bi rêyên maqûl, bi tarzên aştîyane û demokratîk daban. Hemû pêxember û fîgûrên dînî çawa dikarin bêne krîtîk kirin, her ew karîkatûr bi xwe jî dikarin bêne krîtîk kirin û protesto kirin. Belêm eve nehate kirin. Îslamîstan adeta engizisyoneke îslamist li her derê cîhanê, li meydanan danan û di serî da karîkatûr, karîkatûrîst, rojname û rojnamevan, bîr û raman, tolerans û demokrasî kirine hedef û êrişî van bihayên mirovahîyê yên herî gihiştî û pêşkevtî kirin, ku ev bihayên mezin ji bo wan jî hewce ne. Wan jî ew protestoyên xwe yên bi şiddet û teror û antî demokratîk li welatên Ewrûpayê yên demokratîk da pêkînan. Demokrasî û toleransa welatên Ewrûpayê rê da wan ku xwe îfade bikin, nerazîbûna xwe ya beramberî karîkatûran nîşan bidin. Digel ku wan ev mafê xwe yê demokratîk bi rê û metodên nemaqûl, antî demokratîk, bi şidet û terorê bi kar inan jî, lê dîsa ve demokrasîya Ewrûpayê ew asê û bend nekirin. Belên wan hemû meydan kirine dadgeheke bêdad, bê huqûq, bê qanûn û yêkalî di kesayetîya Danmarkê da normên modernizmê, demokrasîyê, humanîzmê û toleransê dadgeh kirin. Ew bi xwe bûne dozger, bûne hakim û cizayên bêdad dan û herwisa bûne celad û ev înfazên bêdad jî wan bi xwe bi cih înan. Argumenta wan tinê ew bû ku goya bi van karîkatûran heqaret li Mehemed Pêxember hatîye kirin, yêk, ya duyê jî di îslamê da Mehemed Pêxember naête resim kirin, ji ber hindê jî karîkatûrîstan û rojnameyê beramberî pîrozîyên dînê îslamê sûc kirine û divêt bi hişkî bêne ciza kirin. Hal ew e ku di van argumentên xwe da neheq in û ev doza wan jî ji rastîyê dûr e. Mehemed Pêxember ji sedsalên 16. heta 19. di demên cuda da bi portre û mînyatûran ve hatîye teswîr kirin. Qedexeya li ser wêneyê Mehemed Pêxember ne destûreke dînî ye, bi timamî ravekirineke “alim” û “îmam”ên mejîreş yên îslamîst e. Li ser vê yêkê tefsîr û raveyên gelek ji hev cuda hene. Mehemed Pêxember be an keseki dî be, qedexeyeke bi vî rengî ji xwe di Quranê da nîne.

Li ser vê mijarê nivîsareke gelek balkêş ya nivîskarekî bi navê Emîr Tahirî di rojnameya Radikal da derket. Emîr Tahirî di nivîsara xwe ya bi sernivîsa “Islam teswîrê jî yarîya jî radike” da wisa dibêje: “Mehemed be an kesek dî be, Quran resimandina wan qedexe nake. Gava Islam ber bi Deryaya Spî ve çûyî, rastî versîyoneke Filetîyê ya îkonoklast ya milîtan hat û ma di bin tesîrê da. Piştî vê, hêj di demê organîkîya îlahîyata îslamê da, hindek alimên dînî yên îslamê, dijî teswîra Xwudê fito dan. Ev reftare bû binasê wê yêkê ku Islamê 10 Fermanên Cihûyan [ku di nav da qedexeya teswîra Xwudê jî heye] ji mîrateyê xwe qebûl kirin. Li ser vê yêkê çu demî biryareke qetî nehate standin, lewma jî iddiaya qedexeya li ser resman ya îslamê, wekî prensîbeke mutleq ya îslamê, bi timamî polîtîk e. Islamê tinê prensîbeke mutleq heye, ew jî yêkanetîya Xwudê ye. Bila çu prensîbên dî yên mutleq neêne îcad kirin. Dîrok jî, qedexeya resimandina Mehemed Pêxember û pêxemberên dî wekî prensîbeke mutleq ya îslamê, pûç dike. Hunermendên musulman, gelek cara li ser xwasteka hukumdarên musulman, portreyên cuda yên Mehemed Pêxember çêkirine. Li vê derê îmkanê dana hemû lîsteyê nîne, belêm em yên herî meşhûr bihejmêrin: Di sedsala 16an da, mînyatûrek ji teref Mehemed Nûr ve wekî Mehemed Pêxember li ser pişta hespê xwe Burak ku serûçavên hespî wekî jineke bedew bûn, ji bo Mîracê diçû Qudsê, hatîye çêkirin. Dîsa di sedsala 16an da, wekî Mehemed Pêxember weez li Medîneyê dida, rûyê wî bi xêlî hatîye çêkirin. Di sedsala 17an da, mînyatûrekî Isfehanê ku Mehemed Pêxember digel Hûreyra hatîye çêkirin. Di sedsala 18an da, Mehemed Pêxember û heft murîdên wî hatine çêkirin. Di sedsala 19an da, mînyatûrek ji alîyê Kemaledîn Behzad ve hatîye çêkirin ku Mehemed Pêxember berê xwe dide guleke ku ji dilopa xwuha rûyê wî hatîye çêkirin. Di sedsala 19an da, “Qetla Famîlyaya Pêxember“ hatîye çêkirin ku Mehemed Pêxember berê xwe dide nevîyê xwe Huseyn wekî di Kerbelayê da ji teref Emewîyan ve tête kuştin. Dîsa di sedsala 19an da, Kemal-ul Mulk, portreya Mehemed Pêxember çêkirîye ku bi destekî xwe Quranê digire û  bi destê xwe yê dî jî îşareta yêkanetîya Xwudê dike.

Hindek ji vana di mûzeyên welatên musulman da, yên wekî Mûzeya Seraya Topkapî ya Stanbolê, Buxara, Semerkand, Ozbekistan û Iran û yên dî dikarin bêne dîtin. Digel yên Ewrûpayê, yên ku diçine mûzeyên dî jî, dikarin mînyatûrên ku teswîra Mehemed Pêxember yên ku rû bi xêlî û wêneyên destçêkirî di pirtûkan da bibînin. Gelek bustên pêxemberî, kêm jî be heykelên wî hatine çêkirin. Di dadgeha Bilind ya Amerîkayê [USA] da jî rolyefekî Mehemed Pêxember heye ku wekî qanûndanerekî mezin yê mirovahîyê hatîye paye kirin.

Di Împaratorîya Osmanî da Leşkerên Nû, [Yeniçeri – 1362 -RH], madalyoneke ku serê Mehemed Pêxember li ser hatîye çêkirin, bi xwe ve dikirin. Qizilbaşên Faris ku hevrikên wan bûn, îmamê ewil yê Şiîyan, Elî, kiribûn îkon. Ji xwe resmên pêxemberên dî bi milyonan hene. Resmê herî belav, yê Îsiv e [Yûsiv], ku di Quranê da wekî mirovê herî spehî hatîye teswîr kirin…” [Radikal, 14 Sibat 2006]

Vêca wekî di vê nivîsara kurt belêm ronker ya Tahirî da jî hatîye gotin, esasen çêkirina resim, karîkatûr, tablo, portre, bust, heykel û rolyefan, Mehemed Pêxember jî têda, yên çu pêxemberan ne qedexe ye. Li vê derê îmtîyaza çu pêxemberan nîne û ji xwe çu pêxember jî spesîfîken nehatine bi nav kirin ku neêne resimandin. Qedexeya hatîye danan bi timamî ji teref analîst û komentatorên fanatîk yên îslamîst derketîye û çu binaxeya van qedexe û dîtinan di çu serkanîyên dînî û bi taybetî îslamî da nînin. Aşkera ye ku hindek “alim” û “îmamên” fanatîk û tarîkbîr ji ber xwe danane ev qedexe û bêyî argumentên têrker û ronker jî teorîze kirine û di jîyana dîn û dîyaneta fundamental da jî domîne kirine. Ev “teorî”ya wan ya pûç di nav dem û salan da wekî hemû bûyer û bûyînên dînî kirine tabû û dogma û rênedane ku li ser lêkolîn, axivtin, riberiz û krîtîk bêne kirin. Ev serkanîyên ku bi timamî fanatîzma îslamî dizên, bo xwe dezgehek danane û bi navê dîn çi hebe dikine tabû û dogma. Ji bo wan, resimçêkirin, fotokêşan, fîlmkêşan, mûzîk, tîyatro, sînema, spor, bi taybetî pêhol [fudbol] jî heram in. Ji xwe xurafeyên wisa li ser pêholê têne gotin ku pora serê mirov gij dibe; goya hol [top] serê kurê Elî, Huseyn e, wekî di Kerbelayê da hate kuştin, dijminên wî serê wî jêkirin û pê serê wî holanê leyistin, lewma divêt musulman holanê û bi taybetî jî pêholê [fudbol] neliyizin!.. Vêca bi hizaran xurafeyên bi vî rengî hene û ji teref “Şêx û mişaîx”, “Îmam” û “Ayetullah”an ve têne afirandin, di civata musulman da têne belav kirin, ku jîyanê li mirovên musulman dikin jahr û mirin. Van serkanî û merkezên serdest yên îslamê, mixabin ku îro dînê îslamê kirine dînê qedexeyan, dînê tabû û dogmayan, dînê tirs û xofan, dînê xurafe, meçêtir û perî, cin û ecinan.

Kes, dezgeh û merkezên îro li ser dînê îslamê domînant, xirabîya herî mezin li dînê xwe jî dikin û rûyê dînê xwe kirêt, reş û tarî dikin. Heta ku ev kes, hêz, dezgeh û merkezên îro li ser dînê îslamê hakimîyet danayî, vî hukmê xwe, vê iqtidara xwe, vê selteneta xwe bidomînin, rê li ber mirovîkirina îslamê venabe, îslam reforme nabe, îslam entegreyî jîyana modern û pêşkevtin û evolusyona jîndehîyê nabe. Gelek aşkera, heta ku reformîstên radîkal yên musulman, bi cisaret dernekevine meydanê û selteneta îslamîstên evro yên hakim nehejînin, di her warî da têkoşîneke xurt û zanyarî beramberî wan nedin, dê ev rewşa tarî ya îslamê bidome. Dînê îslamê hewcehî bi zana û zanyarên reformîst yên ji nav xwe yên radîkal heye ku ji vê krîza heyî derkeve. Reformîstên îslamê heke bi rastî dixwazin dînê xwe ji vê tengavîyê û ji destê van mejîkorên desthilatdar yên îro derêxin û dînê xwe digel hemû dînan, hemû mirovahîyê, hemû jîyanê aşt bikin, entegreyî jîyana modern bikin, divêt bi çeka zanîn û zanyarîyê xwe bi hêz bikin û xwe biavêjin pêşîyê û têkoşîneke xurt bidin. Reformasyona îslamê û entegrekirina îslamê digel jîyana pêşkevtî û modern, bi rabûn û hilkevtineke bi vî rengî dikare pêkbêt. Kengî bizava bi armanca reformasyon û entegrasyona modernîzmê ya dînê îslamê serkevt, hingê di nav civatê da, di çarçoveya laîkî û sekûlarîyê da dê bi pêşkeve û bibe dînekî di navbeyna kes û Xwudê da, ku karê ku di xêra îslamê da jî ev e.

 Parastina azadîyan

Di krîza karîkatûran da, cîhana kevneperês ya îslamîst hemleyeke êrişkar pêkîna, li timamî dinyayê rojev kilîl kir û xwe da axivtin. Di serî da dewletên Ereb çeka xwe ya ekonomîk bi kar înan, zerareke ku hate his kirin gihandin ekonomîya Danmarkê. Rejimên îslamîst, derûdorên ku jîyana xwe li ser îslamîzmê di rê dibin, qelemdestên ku ji sergûvkê îslamîsta xwe têr dikin, bi metodên cuda jî be di xetekê da gihiştin hev û ew jî beramberî bi giştî bîr û ramana azad û pratîka wê, bê toleransî bû. Cepheyê ku dijî karîkatûran bûn, pêkve bi navê “rêzgirtina pîrozîyan” tabû û dogmayên dînî parastin. Îslamîstan pîrozîya dînê îslamê bo xwe kirin argument û şerê qelemê azad kirin. Statûkoperêsên dînên dî yên esmanî jî, di xala pîrozîyan da hem piştevanîya îslamîstan kirin, hem jî pozisyona xwe ya tabûîst û dogmatîst parastin. Di êrişkarîya dijî qelemê ku karîkatûr çêkirî da, Kinîşteya Cihûyan, Dêra Fileyan û Mizgefta Musulmanan di cepheyê dînparêzîyê da gihiştin hev. Van hersê kelên tabûîzm û dogmatîzmê daku statûkoya xwe biparêzin, bo desthilata xwe “rêzgirtin” xwastin, belêm xema wan ji bo yên dijî wan “rêzgirtin” nebû. Îslamîzmê xwûn ji vî cepheyî wergirt û di vê krîza karîkatûran da çeperê xwe yê kevneperêsîyê, îro jî be, qaîm tir kir. Di vî warî da, îslamîst tinê bi havkarîya dînên dî yên esmanî neman, ji alîyên ku ji sergûvkê wan xwe têr dikin jî piştevanîyeke baş wergirtin. Qelemdestên ku xema wan ne azadîya bîr û ramanê bû, bi navê “rêzgirtina pîrozîyan” û “xweşbînî”yê bedelê nanê xwe bi qelemê xwe yê şkestî didan. Wan ji sifreya îslamîsta nan dixwar, av vedixwar, lewma jî qelemê xwe ji bo parastina îslamîstan bi kar înan. Mixabin ku cepheyê ku bi israr azadîya bîr û ramanê diparast jar û lawaz ma. Ji xwe di her demî da, yên ku bi cisaret rûmeta qelemê xwe, siyaneta bîr û hizrên xwe diparêzin gelek kêm in û eve vê carê jî hate dîtin. Hem li Danmarkê, li ewrûpayê û hem jî li welatên dî yên cîhanê, hejmara yên ku bi cisaret dijî terorîzekirina îslamîstan derketî bi hejmara tilên herdu destan ma. Hema di serî da, qelemdestên Danmarkî, nivîskar û bi giştî entelektuelên Danmarkî îmtîhaneke baş nedan û di nav xwe da bûne çend bir û ji her birekê jî dengekî cuda derket. Karîkatûrîstên ku ew karîkatûrên Mehemed Pêxember çêkirî bi tinê hatin hêlan û piştevanîyeke moral û etîkî jî bi xurtî nehate dan. Ew vê gavê di bin zirhê parastina polîsê nepenî yê Danmarkê da dijîn û eve ji bo cîhana modern û pêşkevtî şermizarîyek e. Burjuvazîyê Danmarkê jî tam li goreyî xasyeta klasa xwe, ji berjewendîyên xwe û tûrikê pareyên xwe pêve tiştekî dî nehizirî û pişta xwe da bizava parastina demokrasîya Danmarkê di vê krîza karîkatûran da. Di serî da fîrmaya spîyatîyê Arla û fîrmayên dî yên ku digel welatên Ereb di nav têkilîyên ticarî da, fişareke xurt înan ser hukûmetê û rojnameya Jyllands Postenê ku ji îslamîstan lêborînê bixwazin û heta dereceyekê gihiştin mexseda xwe jî. Burjuvazîyê Danmarkê di dîroka Danmarkê da hergav pişta xwe daye bizava demokrasîyê û tinê kaseya xwe fikirîye. Di demê dagîrîya Nazîyan da jî, li şerê cîhanê yê duyemîn, yêkser xwe daye milê Hîtler û bi van têkilîyên digel Nazîyan kaseya xwe parastîye. Di meydana polîtîk da jî, yên ku heroj mesajên humanîzmê, toleransê, demokrasîyê û azadîyê didan, bi navê “parastina bîyanîyan” xwe dane rêza êrişkarî û terora îslamîstan. Serokwezîrê Danmarkê Anders Fogh Rasmussen, di parastina bîr û ramana azad û serbestîya çapemenî û bi giştî demokrasîya Danmarkê da reftareke maqûl û bi biryar nîşanda û ji vê xeta xwe ya rast jî nehate xwar. Wî hêj ji serî pêve, pozisyona xwe ya parastina norm û krîterên demokratîk yên Danmarkê aşkera kir û li pişt vê reftara xwe jî bi cisaret rawesta.

Kêmasîya hukûmet û bi giştî mekanîzmaya dewleta Danmarkê di vê krîza karîkatûran da ew bû ku, bi dûrbînî ranebûn û ji destpêkê pêve pirsa karîkatûran, reaksîyona îslamîstan, pozisyona wan sivik girtin, reftara wan, xwastek û armancên wan, nîyetên wan baş nexwandin û li goreyî wê polîtîkeke rasyonel amade nekirin. Hukûmetê gelek naîvane hereket kir û hizir nekirin ku îslamîstan şûrên xwe kêşane, xwe bi tîr û kivan kirine û ew tîr dê ji kivanê derkeve. Hukûmetê jî, parlementê jî krîza karîkatûran bi hostahî îdare nekirin. Însîyatîv ji destê xwe berdan û însîyatîv kete destê îslamîstan û encam jî kivş bû ku teror û kaoseke mezin ji teref îslamîstan ve hate pêkînan. Yêkitîya Ewrûpayê jî di vê krîzê da nîveka darî girt, di warê parastina bîr û ramana azad da, di parastina norm û krîterên demokratîk yên ewrûpayê û cîhana modern da tawîzkar hereket kir. Li seranserî cîhana ronakbîrî da jî, mixabin ku dengekî xurt yê ronakbîrane derneket û ji ber êrişkarî û terora îslamîstan adeta “otosansûr” derkete pêş û qelemdestan qelemê xwe kirine nav kavlanî da. Nihe di raûnda ewil da îslamîstan xwe bi ser êxist û nenivîskî jî be “normekî paşkevtî” derkete pêş ku goya li ser pîrozîyên dînî bi hessasîyet û rêzgirtinî divêt bête rawestan. Bi vê gotinê resmekî wisa derêxistin pêş, heçku karê krîtîkê “bêrêzî” ye!. Di pratîkê da tercumeya vê ew e ku nivîskar, karîkatûr, rojnamevan, ressam an fîlmkêş, gava xwast krîtîkê li ser dîn û dîyanetê û dîndarekê bike, divêt xwe sansûr bike!. Ev nêrîn û reftare tawîzkarî ye û gelek şaş e û di demên li pêşîya me da dê tehlîkeyên mezintir digel xwe bîne û herweha di rêya nivîskar, rojnamevan, karîkatûrîst û hemû qelemdest û hunermendan, bi giştî ronakbîran da telî ye, kemîn e!. Vê yêkê jî cisaret da bi giştî kevneperêsîya îslamîst û herweha kevneperêsîya hemû dînan. Hal ew bû ku, divîya bû hemû kes, hêz û derûdorên ku azadîya bîr û ramanê di serê hertiştî da digirin, bi aşkerayî dijî tabûîzm û dogmatîzma dînî pozisyoneke bi cisaret nîşandaban. Roj ne ew roj e ku azadîya bîr û ramanê û serbestîya çapemenîyê tixûb bikin, divêt standardên bi giştî azadîyan hêj bêne bilindtir kirin, daku yên bihayê bîr û ramana azad nizanin jî li xwe vegerin û qedrê van bihayên mezin bigirin û bizanin ku wan jî hewcehî pê heye. Pratîkê careke dî nîşanda ku, yên ku beramberî azadîya bîr û ramanê, serbestîya çapemenîyê çik radiwestin çu cara tehemmulî krîtîkê nakin. Di ferhenga wan da beramberî “krîtîk”ê, ”heqaret” tête nivîsîn. Ew kengî krîtîkê dibînin, dibihîzin, yêkser bi deng û plakatên “heqaret li me tête kirin” diqîrin û qîyametê radikin û dengên azadîparêz difetisînin. Eve taktîkê qedîm yê tabûîst û dogmatîstan e. Lewma, bi çu awayî divêt ji bizava parastina bîr û ramana azad û serbestîya çapemenîyê tawîz neête dan. Azadîya bîr û ramanê, serbestîya çapemenîyê, toleransa beramberî krîtîka bi her newlî, mafekî sereke ye û divêt ji alîyê azadîparêzan ve bi cisaret bête parastin. Divêt keys neête dan ji bo demagojîya îslamîst û hemû kevneperêsan. Yên ku bi navê parastina pîrozîyên dînî fitoya qetla mirovan didin, dixwazin jîyanê bi giştî terorîze bikin û tarzê xwe li ser herkesê ferz bikin. Îmam bin, qeşe bin an rabîn bin, ferq nake, yên ku vê demagojîyê bi navê dîn û dîyanetê dikin, dixwazin dawîyê li jîyana modern, demokratîk û azad bînin. Demagojîyek jî li ser gurbûna bizava rasîst tête kirin ku goya weşandina van karîkatûran bû binasê vê pêla bizava rasîstan li Danmark û ewrûpayê û roleke provakatîv leyist. Ev reftara ji rastîya sosyopolîtîk dûr û gelek romantîk, esasen îndîrekt mildana bizava îslamîstan e û xwudanên vê reftarê ca an bi zanahî, anjî ji nezanî avê dikêşin ser aşê îslamîzmê. Ekstremîzma rasîst jî, ya îslamîst ji realîteyek e, marjînal jî be heye. Daku ev baskên ekstremîst geş nebin, xwe ji krîtîka li ser wan badan bi kêrî wan têt û esasen ev tirse xwûnê dide wan. Ev nêrîn û reftara ku tête gotin û nîşandan; “eman îslamîst dê har bin, ya qenc ew e ku krîtîkê li wan nekin”, bi gotina herî sivik naîvî ye û xwe lêhbandine û pratîken jî xurtkirina wan e û gelek aşkera jî nêrîn û reftareke pûç e. Îslamîst îstîfadeyekî mezin ji nêrîn û reftara van derûdoran jî dikin û êcarî êrişî bizava azadîya bîr û raman û serbestîya çapemenîyê dikin. Digel vê nêrîn û reftara îslamîstan ya antî demokratîk û dijî bîr û ramana azad, çare dîsa ve bi tixûbên herî fireh, azadîya bîr û ramanê ye, serbestîya çapemenîyê ye, demokrasî ye, tolerans e. Ev norm û krîterên modernîzmê ji bo yên ku dij in jî hewce ne. Herkes bi aştîyane dikare di nav sîstemekî azad û demokratîk da hem bijî, hem jî xwe îfade bike. Yên ku dixwazin bawerî û rîtûelên dînê xwe biparêzin jî, divêt sîstemê azad û emokratîk biparêzin. Bi kar înana mafan, bi rêzgirtina hemû mafan dibe. Yên ku bo xwe “rêz û rêzgirtin”ê dixwazin, divêt eynî “rêz û rêzgirtin”ê nîşanî yên beramberî xwe jî bidin. Pîrozî ne tinê di monopolîya dînên esmanî da ye. Di serî da mirov bi xwe hebûnekî pîroz e. Li “pîrozî”yê jî, li “sadetî”yê jî, heke hewce be, divêt krîtîk bête kirin û herweha rêz jî bête nîşandan.

Bîr û ramana azad, çapemenîya serbest, norm û krîterên demokrasîyê, heq û huqûq, wekhevî, dad û dayarî, tolerans û aştî bila bibin qismetê herkesê!

ROJAN HAZIM

Sibat 2006 

**

Manîfestoya Selman Rushdî

 

Manîfesto: Pêkve dijî totalîteryanîzma nû

 

Piştî ku dinyayê ser ji faşîzm, nazîzm û Stalînizmê stand, nihe li ber tehdîteke [gefeke] nû ya totalîterîya global e: Îslamîzm.

 

Em wekî nivîskar, rojnamevan û ronakbîr, bo berxwedana dijî totalîteryanîzma dînî û bo bilindkirina azadî, wekhevîya keys û îmkanan û bihayên sekûler ji bo herkesê, gazî dikin.

 

Pêşhatinên piştî çapkirina karîkatûrên Mehemed di rojnameyên Ewrûpî da, nîşanda ku têkoşîna jo bo van bihayên ûnîversel hewce ye. Ev şer ne bi çekan [sîlehan], di zemînê ideolojîk da dê bête kirin. Em ne şahidên şerê medenîyetan anjî antagonîzma Rojava û Rojhilatê ne, lê em şahidên têkoşîneke global in di navbeyna demokrat û teokratan da.

 

Wekî hemû totalîteryanîzman, îslamîzm jî ji tirs û bêçaretîyê xwe digihîne. Ajîtatorên [waizên] nefretê, van hisan bi kar tînin ji bo çêkirina betelyonan [mufreze] ku armanca wan têkbirina azadîyê ye û danana dinyayeke newekhev e.

Belêm em bi dengekî bilind û xurt dibêjin: çu tişt, bêhêvîtî jî, tercîhkirina kevneperêsîyê, totalîtaryanîzmê û nefretê heq dernaêxe.

 

Îslamîzm îdeolojîyeke kevneperês e ku wekhevîyê, azadîyê û sekûlarîzmê li kî derê be dikuje. Serkevtina wê digel xwe tinê dinyaya domînasyonê tîne: domînasyona mêran ya li ser jinan û domînasyona îslamîstan ya li ser herkesê. Daku em li ber vê yêkê bisekinin, divêt em mafên ûnîversal garantî bikin bo hemû mirovên bindest û dîskrîmînebûyî.

 

Em hizra „relatîvîzma kulturî“ red dikin, ku eve bi navê rêzgirtina kultur û tradisyonan, mêr û jinên ji kultura musulman ji bihayên wekhevî, azadî û sekûlarîzmê mehrûm dike, li ser me ferz dike. Daku em nebine teşwîqdarên goya teşwîqa konsepta bêtalih ya „Islamofobî“yê, ku krîtîka li ser îslamê û reşkirina musulmana têkilav dike, em hêlana hizra krîtîkkirinê red dikin.

 

Daku hizra krîtîkkirinê ya ji hemû sûîstimal û dogmayan dûr li seranserê reşahîyê binecih bibe, em dixwazin azadîya xwe îfadekirinê ûnîversalîze bibe.

Em bangî demokratên ji hemû welatan û ruhên azad dikin, ku sedsala me nebe sedsaleke tarîyar, bibe sedsaleke ronahîyar.

12 îmzaker:

Ayaan Hirsi Ali
Chahla Chafiq
Caroline Fourest
Bernard-Henri Lévy
Irshad Manji
Mehdi Mozaffari
Maryam Namazie
Taslima Nasreen
Salman Rushdie
Antoine Sfeir
Philippe Val
Ibn Warraq 

28 Sibat 2006

**

Kurdîya wê: PR

serî