paşve

 

Bîst salîya Jenosîda Helepçeyê  

ROJAN HAZIM

 

Adara 1988ê û vaye Adara 2008ê. Bîst sal. Ji ser jenosîda Helepçeyê bi timamî bîst sal borîne. Ji kîjan alî ve berê xwe bidinê, gotina ”felaketê” têra nake, ”facîa” jî. Bi hizaran Kurd mirin û bi hizaran jî birîndar bûn… Ji birîndarîya fizîkî heta ya giyanî, kemîyek ma di leş û derûnîya yên mayî da. Îstatîstîkeke misoger nîne, belêm bi hejmareke girovir dihate gotin ku 5000 [pênc hizar] Kurd mirin û nezîkî deh hizaran jî birîndar… Lê ya rastî Helepçe pêkve birîndar bû. Yên sax mayî heta îro jî, ji bilî kemîya fizîkî, vê êş û jana jenosîdê di nîveka dilê xwe da his dikin, dijîn. Nîveka hestîyê wan hêj jî jan dide. Trajedîyeke nedîtî bû bi serê Kurdan hat. Çekên kîmyayî adeta wekî baraneke boş bi serê Kurdan da hatin barandin. Çi bêinsafî bû, çi xedarî bû, çi zalimî bû!. Hirsa desthilatê çawa çavên rêvebirên rejimê kor kiribû. Ew çi kîn û nefret bû ku rejima Beasa Seddam Huseyin vereşîya ser xelkê Kurd!. Encama vê êrişa hovane kavil û wêranîya bajêrkê Helepçeyê û qira xelkê Helepçeyê bû. 16 û 17ê Adara 1988ê jîyan li xelkê Helepçeyê hate tarî kirin. Jahr û mirin bi ser serê wan da hate barandin.

Ev komkujîya Helepçeyê di nav şertên şerê Iran û Iraqê da pêkhat. Ji herdu alîyan ve jî ev şere, şerekî neheq bû û di ser da jî bi zêdehî ve li ser axa Kurdistanê cereyan dikir. Iranê ji milê xwe ve, Iraqê jî ji alîyê xwe ve şerê xwe înabûn ser axa Kurdistanê. Kurdistan ji rojhilat û başûr ve ketibû bin bombeyên Iranê û Iraqê. Rejimên antî Kurd yên herdu dewletan jî kartên xwe li ser Kurdistanê parve dikirin. Ji ber hindê jî wêranîya şerê herdu dewletan zêdetir xesar li ser Kurdistanê û xelkê Kurd pêkîna. Gunehkarîya van rejiman bêtixûb e beramberî xelkê Kurd. Di jenosîda Helepçeyê da, dîrekt kirdar rejima Seddam Huseyin e, belêm Iran jî şirîka vê komkujîyê ye. Helbet şirîkatîya bombefiroşên cîhana rojavayê jî nayê ji bîr kirin!. Gelo ”qusûra” hêzên neteweyî yên Kurd jî nebû, ku wî demî opozisyon bûn û dijî rejima Beasa Seddam şer dikirin û digel rejima Iranê jî li ser bingehê ”antî Seddam” tifaqdar bûn!. Eve jî pirsek e û îro jî, subehî jî hewcehî bi bersivekê heye…

Bîst sal çawa borîn? Şik têda nîne ku jana Helepçeyê bo her Kurdekê hêj jî taze ye, belêm dîsa ve êş û jana herî mezin Helepçeyî dikêşin. Ev di demê komkujîyê da jî wisa bû û îro jî û subehî jî dê wisa be. Esas derd wan kêşa û hêj jî dikêşin. Dilpêvemana xelkê Kurd belkî vê xema wan piçekê kêm dike, lê her hind. Birîndarîya Helepçeyê û Helepçeyîyan dê heta hetayê dom bike. Tiştê ku ji xelkê Kurd têt, divêt ji dil pişkdarê xem, kul û kesera wan bibe. Di midehê van salan da gelo xelkê Kurd wacibên xwe yên beramberîya Helepçe û Helepçeyîyan înan cih? Bersiva vê pirsê çu kes nikare bi rehetî bide. Bi taybetî, piştî rizgarbûna başûr ya ji 1991ê heta Nîsana 2003yê û piştî ketina rejima Seddam heta îro, desthilata başûra Kurdistanê çi kir li Helepçeyê, çi kir bo Helepçeyîyan? Wijdana wan rehet e gelo? Helepçe ji nû ve hate ava kirin? Birînên Helepçeyîyan hatin peçan? Kul û derdên wan hatin derman kirin? Êş û jana wan ya fizîkî û derûnî hate sivik kirin? Jîyana xelkê Helepçeyê hate xweş kirin? Xanî û avahîyên nû hatin çêkirin? Cade, kuçe û kolanên Helepçeyê ji teqin û herîyê hatin xilas kirin? Reftareke mirovî digel xelkê Helepçeyê tête kirin? Ji bo pêşvebirin û avadankirina Helepçeyê plan û projeyên nû hene, anjî dê hebin? Pirs gelek in. Ji ber ku polîtîka û pratîka desthilata Kurdistana Federal, xisûsen di pirsa Helepçeyê da, di halê hazir da jî ne bi dilê Helepçeyîyan e. Çiku di Adara 2006an da, mitînga xelkê Helepçeyê bi metodekî antî demokratîk hate belav kirin û Helepçeyîyek bi fîşeka polîsê Kurd hate kuştin. Xelkê Helepçeyê bi reaksîyoneke hissî jî be, monumentê ku ji bo bîrînana jenosîda Helepçeyê hatîye çêkirin sotin. Ew monument di Adara 2007an da jî ji nû ve nehatibû çêkirin. Hêvî dikin ku di bîst salîya vê jenosîda dilsoj da hem monument hatibe nûve kirin, hem jî derd, kul û birînên xelkê Helepçeyê hatibin derman kirin, xwezî û xwastekên wan hatibin dîtin. Seddam Huseyin, wekî jenosîdatorê xelkê Kurd, hate îdam kirin û kirdarê duyê Hesen Elî Mecîd, anjî navdar bi nave Elî Kîmyayî, bi hukmê îdamê hate ciza kirin. Ihtimal e ku di salvegera bîstemîn ya jenosîda Helepçeyê da bête hilawîstin jî. [Ez bi xwe prensîben dijî îdamê me.] Îdama van herdu kirdarên sereke, belkî nebzeyekê dilê Helepçeyîyan hûnik bike, lê belê, esas rehetî dê di polîtîka û reftara hukûmeta Kurdistana Federal bi xwe da be. Dilê Helepçeyîyan şkestîye, divêt hukûmeta Kurdistana Fedral dilê wan bikire. Rûreşkirina kirdarên jenosîda Helepçeyê û hevkarên wan, bila di sloganan da nemîne. Bîst salîya jenosîda Helepçeyê, bîrînaneke sembolîk e û tête hêvî kirin ku hemû axivtin, nivîsîn, mitîng, semîner, konferans û pêkve aktîvîteyên vê sala bîstê, bibine hişyarîyek bo desthilata Kurdistana Federal û pêkve xelke Kurd ku hem vê jenosîdê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin, hem jî jîyana xelkê Helepçeyê xweştir û baştir bikin.

ROJAN HAZIM

13 Adar 2008

serî