Hezeyana
TCyê, federasyon û Kurd
ROJAN HAZIM
Ji
mêjve ye têzeke me heye ku em dibêjin problema me Kurda ya sereke digel
TC[Komara Tirkîye]yê ye, talîyen jî digel Iran û Sûrîyeyê ye. [Başe
ku Iraq ji vê lîsteyê kêm bû. Di
Iraqa nû da, Kurd li ser axa xwe xwudan desthilat in. Serê davê verest, dûmahîk
dê bêt...]. Helbet parçe bi parçe xelkê me, bizav û têkoşîna organîze
ya xelkê me, dîrekt bi dewletên ku di bindestî da ne, rû bi rû ne, şerê
wan dikin, daxwazên xwe digihînin hukumetên wan. Lê
belê, herweha hemû parçe pêkve jî TCyê li pêşîya xwe asteng dibînin.
Anku gava Kurdên başûr, anjî yên rojhilatê têkoşîna azadîyê
beramberî rejimên Iraq û Îranê didan, her di wî demî da îndîrekt dijî
TCyê jî têkoşîn didan, anjî bi her awayî hisaba wan dikirin ku zerara
ji wan têt, tixûb bikin. Kurdên Sûrîyeyê jî herwisa... Herçend rejimên
cîran di xîça “antîKurd”îtîyê da li hev dihatin jî, lê şewr,
aqilmendî û taktîsyenîya vê stratejîyê hergav rejima Ankarayê dikir.
Insiyatîfên çaralî yên digel Îran, Îraq û Sûrîyeyê daîm ji TCyê
dihatin. Wekî Kurdên başûr dibêjin, gava rejima kevine Iraqê digel
Kurdan li ser otonomîyê gotûbêj dikirin, TCyê dîrekt destdirêjî dikirin
û fişareke mezin li ser rejima Bexdayê dikir ku, li hev hatinek pêkneêt,
lê heke pêk jî hat, qet nebe, zaravayê Soranî bibe zimanê perwerdeyê û
alfabe jî bi tîpên erebî be. Bi vê êrişkarîyê ji alîyekê ve
dixwast zaravayê Kurmancî asteng bike ku bi kar neêt û pêş nekeve, ji
ber ku Kurdên bakur seda nehwêt û pênc bi vî zaravayî diaxivin, daku Kurdên
bakur têhnekê ji destkevtên başûr wernegirin. Li milê dî jî taktîken
dixwast tifaqa Kurdên başûr xirab bike! Vêca
sicîla TCyê ya di derheqê xelkê Kurd da hinde reş e û TC hinde antîKurd
e!.. Evro jî ev polîtîke dom dike û serê vê bizava antîKurd dîsa jî TC
dikêşe.
Hem
organîzatorîya hevdîtinan, hem tesbîtkirina taktîkan û hem jî plan û
projeyên ku nîveka stratejîya ‘antîKurd’îtîyê tijî dikin, hemû pêkve
ji ajandaya TCyê derdikevin.
Piştî
helweşîna rejima Seddam pêve, Kurdên başûr ronahîyek dîtin ku di
meydana neteweyî, Iraq û navneteweyî da statûya xwe ya ku ji 1992ê were
‘de facto’ heyî, ‘fermî’ bikin. Ji ber ku Kurdan di hilweşandina
rejima Seddam da roleke gelek kilîlî leyistibû û hem Kurdistana Başûr
wekî cografya bibû bingeheke saxlem ya lojîstîk ji bo hêzên Amerikayê,
hem jî di enîya leşkerî da jî hêzên çekdar yên Kurd, di vegirtina
bajêrên stratejîk yên wekî Mûsil, Kerkûk û Xaniqînê da pêşengî
kirin. Kurdan bi vê hemleyê timamî cografyaya Kurdistana Başûr jî
rizgar kirin. Bi van hingava Kurdên başûr hem li nav welat, hem jî li
meydana navneteweyî û bi taybetî jî li ber koalisyona di pêşengîya
Amerîkayê da, prestîjeke mezin bi dest êxistin. Vê rewşê keys û
imkanekî bihadar îna bo Kurdan, ku destkevtên xwe biparêzin û saxlem bikin.
Lê belê, tam di vî demê gihiştî da, astenga ewil ya derketîye pêşîya
wan, êrişkarî û xirabkerîya TCyê bû. TCyê sanîyeyek berze nekir û
dîsa ve dest bi rola xwe ya bêyûm kir ku Kurdên başûr di nav vê
‘hercûmerc’a Iraqê da, bi serekê nekevin, cihê pê xwe qaîm nekin, statûya
heyî fermî nekin. Ji provakasyonên terorîstî bigirin heta aktîvekirina enîya
‘antîKurd’ ya digel Îran û Sûrîyeyê, hemû kartên xwe bi kar înan.
Gelek vekirî û aşkera pêşengîya vê enîya antîKurd kir, trafîka
di nav xwe û wan da xurt kir, kombûn û hevdîtinên di dereceya bilind da pêkînan.
Ji ber vê armancê, piştî nîvesrekê serokekî Sûrîyeyê, serokê nû
Beşîr Esad mêhvan kir û mesaja xwe ya ‘antîKurd’ bi hev ra dubare
îlan kirin. Dewleta Tirkîyeyê bi polîtîk û pratîka xwe evro jî nîşan
da ku ew sûndxwarîya bêmafkirina xelkê Kurd e. Ev polîtîka TCyê
tradisyonel e û hukumeta evro jî her li ser wê dewsê ye. Serokwezîrê
hukumeta evro, Teyîb Erdogan, hem binyat Laz e, hem jî ji tradisyoneke
islampolîtîk têt, ku heta berî ku partîya wî bête ser kar, ji ber bîr û
bawerîyên xwe yên polîtîk çar heyva kete hefsê û ji mafên xebata polîtîk
hate bêbahr kirin. Ew bi xwe bû mexdûrê polîtîka TCyê ya antîdemokratîk,
antîazadî û despot. Lê belê, çawa rê li ber vebû û hate ser kevlê
serokwezîrîyê, ew rojên ku ‘zulm’ lêhatibûn kirin ji bîr kirin û
gelek bi biryar dewsa qedîm ya dewletê ya antîKurd, ji kemalîstan dijwartir
domand. Di meydan û salonên ku lê diaxivt da wisa got: “heke hûn Kurdînîya
xwe neînin bîra xwe, ev pirse jî ji xwe nabe. Xwe ji bîr bikin wesselam!”. Anku digot ku çawa wî û wan, Lazînîya
xwe ji bîr kirin û bûne Tirk, Kurd jî bila wisa bikin!.. Wekî Kurdan dengê
xwe bilind kirin û bi taybetî Kurdên başûr berpên xwe fireh kirin,
hingê jî gef xwarin û wisa got: „Li Arjantînê jî Kurdistanek bête ava
kirin, em nahêlin û em dê mudaxele bikin!“. Kurdên başûr hindî ku
di demê hukumeta Teyîb Erdogan da, hem li nav Tirkîyeyê, hem jî di meydana
dîplomasîya navneteweyî da êriş û fişara bêhnçikkirinê dîtî,
li demê Ecewît û Bexçelî yên faşît û sosyalfaşît nedîtibû.
Hem Teyîb, hem jî wezîrê wî yê derve Evdila Gul, di her delîveyê sehneya
dîplomasîyê da gef li Kurdên başûr kirin ku rê li ber piştgirîya
navneteweyî ya ji bo Kurdan bigirin.
Qubleya
TCyê
Erdogan,
Gul û heyeta xwe heftîya dawîyê (26-31) ya heyva çile çûn Amerîkayê. Di dosyaya
bin çengê wan da, du mijar û nîv hebûn:
1.
Şêlandina destkevta Kurdistana Başûr,
2.
Destgîrkirina rêvebir û kadroyên Kongreya Gel, ku dewsgira PKKyê ye,
-[Li
vê derê hewceye bête gotin ku, helwesta Amerîkayê ya beramberî tradisyona
PKKê, Kongreya Gel, tam „dobilmoralî“ ye. Bi fişara dewleta Tirkîyeyê,
gavê seetê, vê hereketa neteweyî ya Kurd, ku li Kurdistana Bakur xwudan
desthilat e, bi terorê itham kirin, li goreyî konsepta Amerîkayê ya li
rojhilatanavîn jî ne rast e. Bizava neteweyî û biçûk mezin hemû rêxistinên
xelkê Kurd li hemû parçeyan, bizavên azadîxwaz in û mohra terorê li pişta
wan dan, bêdadîyek, neheqîyek mezin e. Ev polîtîka Amerîkayê divêt bête
şermizar kirin. Amerîka, Ewrûpa bi giştî rojava heke dixwazin li
rojhilatanavîn hemleya demokratîzasyonê serbikeve, divêt dest ji vê
helwesta hemerkirina dewleta Tirkîyeyê berdin. Tavîzdana Tirkîyeyê xizmeta
prosesa demokratîzasyonê nake. Tirkîye yêkem dewlet e di nav NATOyê da ku
dewleteke antîdemokratîk e, sentralîst e, mafên mirov, mafên kêmanîyên
etnîk û dînî binpê dike. NATO herçend organîzasyoneke leşkerî jî
be, ji dewletên ku relatîv demokratîk pêktêt. Di sentrala bizava demokratîzasyona
rojhilatanavîn da Kurdistan û bizavên neteweyî yên Kurd hene. Amerîka, Ewrûpa
bêyî Kurdan nikarin milîmek demokratizasyonê li navçeyê pêkbînin. Kilîlê
demokratîzasyonê, pêşengên mobîlîzekirina bizava demokratîzasyonê
li rojhilatanavîn Kurd in, Kurdistanî ne. Di bizava demokratîzekirina
rojhilatanavîn da divêt armanc desentralîzakirina dewletên sentralîst be,
ku Tirkîye yêk ji wan dewletên req û hişk sentralîst e. Tirkîye hind
sentralîst e, ku rê nade santîmek reforman. Reformasyon, demokratîzasyon,
desentralîzasyon, hemû pêkve tinê dikarin bi hevkarîya bizava neteweyî ya
Kurdan bêne bicih kirin li Tirkîye û rojhilatanavîn. Nimûne Iraq bi xwe ye.
Ma heke bizava xurt, organîze û aktîv ya Kurdan neba, Amerîkayê dikarî çi
li Iraqê bike. Bi rastî jî nedikarî operasyoneke bi vî rengî li Iraqê pêkbîne.
Amerîka, Ewrûpa ji ber berjewendîyên xwe, ji ber endametîya NATOyê, li
beramberî Tirkîyeyê çend nazik in! Tirkîye jî beramberî vê nazikî û
kubarîya Amerika û Ewrûpayê gelek qedirşinas e! Amerîka li ber her
teklîfa Tirkîyeyê, rabe rêxistineke Kurd ya li bakur bike nav „lîsteya
terorê“ dê çi qazanc bike. Her di serî da Amerîka dara li bin pê xwe
dibire. Amerîka û Ewrûpa divêt ji bîr nekin ku, xelkekî herî nêzîkî
„norm û bihayên rojavayê“ li rojhilatanavîn, Kurd in. Ewrûpa û bi
taybetî Amerîka vî zemînê gelek saxlem yê Kurd, ku ji bo wan jîndar e, ji
xwe dûr dikin û adeta rê didin ku Tirkîye mehfûra di bin pêyên wan da
rabikêşe. Tirkîye bi israr bizava neteweyî ya xelkê Kurd, PKK û hemû
tradisyona wê bi terorê sûcdar dike û Amerîka jî destekê dide wan. Tirkîye
bi van manewrayên polîtîk armanca demokratîzasyona Amerîkayê li navçeyê
sabote dike. Li milê dî, Amerîka, Ewrûpa heke dixwazin gelek spesîfîk, PKK
û tradisyona wê „sivîlîze, demokratîze“ bikin, hingê divêt di kanalê
Tirkîyeyê da hereket nekin. Ew hindî ku bi ava aşê Tirkîyeyê biçin,
xizmeta demokratîzekirina Kurdan jî nakin. PKK û tradisyona wê li Kurdistana
Bakur, li Tirkîyeyê, bihêz e, xurt e, digel hemû rêbirîn û zulma dewleta
Tirkîyeyê, di hilbijartinan da, legal du milyon rehîya tîne. Amerîka, Ewrûpa
hema ji ber vê refleksa xelkê Kurd ya legal, sivîl û demokratîk jî be, ku
organîzatorîya wê PKK û tradisyona wê dike, divêt mil bidine vê prosesa
ku Kurdan daye dest pê kirin. PKK û tradisyona wê, Kurdên dî hemû divêt vê
rastîyê bi Amerîka û Ewrûpayê bidin zanîn û wan serwext bikin. Bi vî
rengî êdî naçe û divêt neçe jî. PKK û tradisyona wê, eve cara duyê ye
ku navên xwe diguhorin. -Eve jî çend rast e, cihê riberizeke dî ye!-. Lê dîsa
ve nikarin xwe ji „lîsteyên terorê“ yên Amerikayê xilas bikin. Herweha
kes û rêxistinên dî yên Kurd jî, dibe ku ji polîtîk û pratîka PKK û
tradisyona wê, ji rêxistina wan ya nû, ji Kongreya Gel, nerazî bin, ji ber
şaşî û kêmasîyên wan, -ku wekî hemû alîyan wan jî gelek
şaşî û kêmasî kirine-, gelek dijwar muxalifên wan bin, lê divêt
wezîfeya rekabetîya xwe, hewaleyî Amerîkayê nekin. Di zemînê demokratîk
da û bi normên rekabeta polîtîk yên modern dikarin dijî wan rawestin. Belêm
di ithamkirina „terorîst“îyê da, divêt dijî polîtîka Amerîkayê
derkevin û nerazîbûna xwe diyar bikin. Dewleta Tirkîyeyê, di rastîyê da,
bi navê tradisyona PKKê jî be, bizava neteweyî ya xelkê Kurd terorîst îlan
dike. Hem ji ber berpirsiyarîya bizava neteweyî, hem jî ji ber etîka
rekabeta polîtîk, divêt hemû Kurd dijî vê polîtîka Amerîkayê rawestin.
Divêt bala Amerîkayê bête kêşan ku cihê çu hereketên Kurd di nav lîsteya
terorê da nîne.]-,
·
½
(nîv) mijar jî pirsa Qibrisê bû!..
Medyaya
babeste ya Tirk, wekî hercar weşaneke wisa manîpulatîf kir, ku goya hevdîtina
Teyîb û Bush zêdetir li ser pirsgirêka Qibrisê borîye. Belêm derkete
meydanê ku Erdogan û heyeta xwe gewrîya xwe li ser pirsa xelkê Kurd dirandîye,
ku serok Bush qanî bike û Amerîkayê beramberî Kurdan, bi taybetî Kurdên
başûr provake bike ku Amerîka desteka xwe ya digel Kurdên başûr
bibire, anjî qetnebe gelek kêm bike. Helbet kodên „kûr“ yên hevdîtina
Erdogan û Bush hêj nehatine veresandin. Belêm şîfreyên polîtîka
nepenî ya TCyê kêm zêde ji alîyê me Kurdan ve têne texmîn kirin: Ew jî
‚hindî ku hêz û taqeta TCyê dest bide nehêle ku Kurd xwe, xwe bi xwe îdare
bikin!’. Ev nefreta TCyê û rêvebirên wê evro gihiştîye maksîmûm
dereceyê. Erdogan û Gulî, di nîv seeta hevdîtina digel Bush da, bîst û pênc
deqîqeyên xwe li ser rêbirîna li ber Kurdan serf kirine. Erdogan li ber gurîya
agirê bixêrîya (şomîne) ‚ofîsa oval’ li tenişta Bush, devê
xwe bi êrişkarîya dijî Kurdan vekir. Bi şêleke Lazyane, got; „me
teklîfî Amerîkayê kir ku herwekî PKK-KADEKê, ya nû, anku KONGREYA GEL jî
bikin nav lîsteya terorê û Bush jî ev xwasteka me di cih da dîtîye û rêxistina
nû jî, KONGREYA GEL, tevî lîsteya terorê kirine“. Enteresan e, lê wekî
Erdogan eve digot, nîveka çavên wî dibiriqî!! Hind şa û bextewar bibû
ku Kurd terorist dabûn îlan kirin! Axivtina li dûv vê jî, li ser xwasteka
Kurdên başûr ya federasyonê bû. Di derheqê vê da jî, got; „Bush
endîşeyên me parve dike û em wekîhev difikirin, ku divêt yêkpareyîya
Iraqê bête parastin, federasyoneke etnîkî û dînî, mezhebî neête ava
kirin. Mafê Tirkmena bête parastin“. Erdogan li Unîversîteya Harvardê jî
wisa digot; „Federasyona etnîkî dê Iraqê parçe bike. Kurdên sunnî hene,
yên şiî hene, subehî ew jî dê di nav xwe da parçe bin. Lewma em dijî
federasyona etnîkî û dînî ne...“! Eve çi sefalet e! Ya rastî ev axivtinên Erdoganî hemû pêkve nîveka
qelpikê gûzê jî tijî nakin. Bi ber komentarkirinê nakevin. Em wan axivtinên Erdoganî, wekî kaxezeke qirêjî
di nîveka hevêsa xwe da diperiçînin û diavêjin ser agirê wê bixêrîya
li pişt Erdoganî ya li ‚ofîsa oval’ li Seraya Spî!..
Mala
dinyayê, Lazekî asîmîlebûyî, bi navê hukumeta Tirk û ‚qewmê Tirk’,
ji Amerîkayê dixwast ku rê li ber azadîxwazîya xelkekî ne Tirk, xelkê
Kurd bête birîn!. Tirk çend jîr in! Timamî operasyonên xwe yên asîmîlasyonîst,
jenosîdî û antîdemokratîk, bi destê „çerîyên nû“ didin kirin!!.
Erdogan
û heyeta xwe, pênc deqîqeyên mayî jî li ser Qibrisê rawestane ku goya
dixwazin bi planê Kofî Annan ve bi rê bikevin û pêkhatinekê digel Rûman
bikin ku derê Yêkitîya Ewrûpayê li ber wan vebe. Li vê derê me dil nîne
ku li ser pirsa Qibrisê bisekinin. Lê belê ew ba û bagera TC ji bo sed û pêncî
hizar (150.000) Tirkên Qibrisê, ku ji wan pêncî hizar (50.000) jî, ji Tirkîyeyê
hatine rêkirin û bi cih kirin, radike û ji bo wan federasyoneke kamil dixwaze,
ku helbet mafê Tirkên wê derê jî heye bi huvîyeta xwe ya etnîkî bijîn,
lê gava dor hate heq û huquqê Kurdan, hem sê meymûnkê, anku „nedît,
nebihîst, nizanim“ê dileyize, hem jî xwe wekî elelokî gij dike û darê
zorê nîşan dide. Di preskonferansê da rojnamevanekî ewrûpî ji Erdogan
dipirse; „hûn ji bo Tirkên Qibrisê federasyoneke etnîkî û cografî
dixwazin, lê li Iraqê xwasteka Kurdan ya ji bo federasyoneke cografî red
dikin, ma eve ne paradoks e?“. Erdogan bi suflorîya Evdila Gulî, wisa bersivê
dide; „herdu tişt ne yêk in“. Vêca çi ne ku ne yêk in? Bo sed û pêncî
hizar Tirkan, federasyoneke ku tixûbên wê nêzîkî statûya serbixwetîyê,
dixwazin, -ku berê zêdetir israra konfederalîyê dikirin-, belêm xwasteka
Kurdên başûr ya federatîf, wekî parçekirina Iraqê qebûl dikin û bi
israr dij derdikevin. Tiştê ku ew ji bo Iraqê dixwazin, modelê Tirkîyeyê
ye, anku „yêk dewlet, yêk ziman, yêk ala“! Helbet Erdogan û Gul tiştekê
ji bîr dikin; ne Iraq Tirkîye ye, ne jî rewş û pozisyona Kurdên
‚Iraqê’ wekî ya ‚Tirkîyeyê’ ye. Piştî 1992ê ji xwe Kurdan li
ser pişka mezin ya axa xwe, îdareyeke xweser danane û kor û leng jî be
heta nihe domandine. Di rewşa evro da jî di nav bizaveke xurt da ne ku di
konjonktura evro ya navçe û cîhanê da, di nav tixûbên Iraqê da bi sîstemê
federalî qedera xwe tayîn bikin. Hewildanên TCyê û yên Erdogan û Gulî,
naçine serî û ew nikarin vê hedefa mînîmal ya Kurdên başûr tarî
bikin, têk bibin. Ew bi edebîyata „dostayetîya stratejîk ya digel Amerîkayê“
nikarin kumekê bikin serê Kurdan li başûr. Belêm Kurdan bi destê Amerîkîyan
cuhal kirine serê wan li Silêmanîyê û Kerkûkê! Ji ber hindê ev hezeyana
TCyê, ya klîka Erdogan û Gulî, polîtîkeke tradisyonel e, klasîk e, di
şertên evro yên sedsala bîst û yêkê da bin nagirin. Israra wan ya
„bo Qibrisê federasyon“, “bo Iraqê dewleteke unîter” di meydana
navneteweyî da rû nabîne. Dinya vê paradoksa bi kîn û xerez ya antîKurd
naxwe. TC, Erdogan û Gul, serê gotinê binê gotinê dibêjin ku ew dijî
federasyoneke etnîkî ne. Lê belê, ew federasyona ku ji bo Tirkên Qibrisê
dixazin, sedased federasyoneke etnîkî ye. Tirkên Qibrisê, piştî dagîrîya
Tirkîyeyê ya li 1974ê, evro li cografyayeke tixûbkirî, gelek homojen dijîn
û federasyona ku ew dixwazin, hem ji alîyê etnîsîteyî, hem jî ji alîyê
dînî ve, federasyoneke homojen e. Lê ya ku Kurdên başûr dixwazin,
federasyoneke cografî û neteweyî ye. Di Kurdistana Başûr da homojenîyeke
sedased etnîkî û dînî -ku evro li çu welatên cîhanê homojenîyeke
sedased etnîkî û dînî naête dîtin-, nîne. Herçend piranî Kurd jî bin, hejmara kêmanîyan
kêm jî be, lê hene. Asûrî-Suryanî-Kildanî hene, Ereb hene, Ermenî hene,
Cihû hene, Tirkmen hene. Ji
alîyê dînî ve jî homojenîyek nîne. Musulman hene, File hene, Mûsewî
hene, Êzidî hene. Anku Kurdistana Başûr hem ji alîyê etnîsîteyî,
hem jî ji alîyê dînî û mezhebî ve jî heterojen e. TC, klîka Erdogan û
Gul û hemû berdevkên dewleta Tirk, di têzên xwe yên li ser federasyonê
da, bi taybetî jî di analojîya Iraq û Qibrisê da, tam di nav sefaleteke polîtîk
û zanyarî da ne. Belêm ma
xema wan e, ka çi rast e, çi şaş e! Ew li
beroka xwe ne. Erdogan, heqê destdirêjîyê di xwe da dibîne ku Kurd li
Arjantînê jî be bêmaf bin! Belêm ji bo sed û pêncî hizar Tirkên Qibrisê,
anjî çend hizar Tirkên li Trakyaya Yûnanistanê doza mafên etnîkî dike.
Polîtîka wan li goreyî standardên polîtîka navneteweyî “dobilmoralî”
ye, neheqî ye, lê qet xema wan nîne! Erdogan û klîka xwe her ji serî were
di polîtîka beramberî Kurdan da, hindî hûn bêjin nebîn hereket dikin.
Kompleksa Erdogan ji milekê ve, ji asîmîlebûna wî bi xwe jî têtin.
Erdogan Laz e, lê belê Lazîtîya wî evro ji nostaljîyê pêve tiştek
nemaye. Hem Erdogan, hem jî piranîya Lazan, Lazîtîya xwe ya etnîkî ji bîr
kirine, xwe bi destên Tirka dayne helandin, xwe bê huvîyet hêlane, xwe bêreng
kirine. Ew evro bo xwe Laz jî nabêjin. Bo Erdogan û piranîya Lazan, navê
navçeyî, anku “Ji Deryaya Reşî bûn” bihadartir xuya ye! Wan bi
“senteza Tirk û Îslam”ê bo xwe huvîyeteke bêhuvîyet dîtine, dixwazin
Kurd jî wekî wan bin, anjî wekî wan lê bên. Erdogan dixwaze, ew kirasê
dewleta “kûr û nepenî” ya Tirk ji bo wî û Lazên wekî wî dirûy,
bikine ber Kurdan jî. Ji ber vê kompleksê ye ku Erdogan gavê seetê dibêje;
“çawa em ji Deryaya Reşî bûna xwe razî ne, hûn jî bi Şerqîtîya
xwe keyfxweş bin”! ‘Nesîheta’ Erdoganê ji Deryaya Reş, ev e bo
Kurdên ‘Şerqê, anjî Cinûbaşerqê’! Ev nêrîna Erdoganî,
helbet konseptek e û ji mêj ve ye tête biraştin û pêşkêş
kirin. Ecewît jî ev benîşt dicû. Qubleya wan ya vê têzê jî Amerika
ye. Li goreyî wan, Amerika welatekî mezin û pir etnîkî ye, lê zimanê wan
yêk e, anku Ingilîzî ye û xelkê wan bi Amerîkîbûna xwe şa ne! Rast
e, Amerîka welatekî pir etnîkî ye, lê belê ne dewleteke sentralîst e, îdarîyen
federal e û li ser ziman û kultura çu etnîsîteyan -herçend mafên kolektîv
nebin jî-, pranga jî nîne. Ji alîyê polîtîka wan ve jî Amerîka ne nimûneyeke
balkêş û bijare ye. Vêca Erdoganê mexdûrê “dewleta kûr û nepenî”
gelek bi rûçirî, berdevkîya polîtîka wê dewletê dike, bi navê wê çerxa
birandin û helandinê, dixwaze Kurdan jî bê heq û huqûq bihêle. Gerçî
Kurdên spî yên ku vê konsepta TCyê ya nû û polîtîka Erdoganî qebûl
dikin hene, lê Kurdînîya wan jî wekî Lazîtîya Erdoganî, tinê nostaljîk
e û her hind! Xelkê Kurd bi piranîya xwe ve, vê konseptê û polîtîka
Erdoganî çu cara qebûl nake.
Federasyon û çareyên dî
Di
vê gurovirka cîhanê da herkesê, her komê, her civatê, her xelkê, her
neteweyekê, her dewletekê rojeveke ’xwe’ heye. Eve gelek tiştekî
xwezayî ye. Her ’alî’ di nav bizavekê da ye ku rojeva anjî rojevên xwe
serûber bike, bigihe armanc anjî armancên xwe… Rojevên sereke û talî, li
goreyî ’hewcehîya lezînîyê’ rêz dibin û têne çareser kirin. Carna
pirsgirêkeke gelek talî tête serê rojevê, carna ya li rêza serî gelek paş
dikeve, axir di ’ser’ û ’bin’îya, anjî ’pêş’ û ’paş’a
rojevan da kilîl ’hewcehîya lezîn’ e…
Di
jîyan û bizava Kurdan da rojev li dûv rojevê, bi rêzê ve ne. Di serî da
her parçeyekê li goreyî rewşa xwe rojev hene û di nav wan da jî dîsa
ve li goreyî hewcedarîyan rêzek heye. Eve li milekê, belêm di yêkpareyîya
neteweyî da rojeveke hevpişk jî heye û ew jî di çarçoveyeke mînîmal
ya konsensûsî da ’azadî û xwe îdarekirina li ser axa xwe’ ye. Kêm zêde
hemû Kurd li ser vê ’armanc’ê hev digirin. Nav lê kirina vê statûyê
cihê riberizê ye, lê di şertên evro da, gelek spesîfîk û konkret li
parçeyê başûr, li ser vê yêkê jî konsensûsek pêkhatîye; ew jî
statûya ’federal’ e. Gerçî di têgihiştina ’federal’îyê da dîtinên
ji hev cuda jî hene di nav Kurdan da. Eve ji alîyê bîr û ramanên cuda û
xwe îfadekirinên azad ve, normal e, belêm digel ku Kurd di vê mînîmal
armancê da li hev dikin jî, di ’manakirin’, ’komentarkirin’ û ’analîzkirin’ê
da nezelalîyek jî heye û ev kêşmekêşa ji 2003ê mayî di destpêka
2004ê da hêj jî dom dike. Helbet eve bi serê xwe negatîvîyek e. Halçi,
divîyabû ku Kurdan li başûr, hêj berî hilweşandina rejima Seddam
ya 9ê Nisana 2003ê, xwe hem ji alîyê amadekarîyên dokument û pêşniyarqanûnan
ve organîze bikin û hazirîyên xwe berdest bikin, hem jî duserîya xwe ji
halê rakin û xwe polîtîken û îdarîyen bikin yêk. Belêm mixabin Kurdên
başûr ji herdu alîyan ve jî xwe amade nekirin û eve serê deh heyvên
piştî hilweşandina rejima Seddam in, hêj jî berbelavîya Kurdan
didome. Mirov dikare vê helwesta Kurdên başûr ji gelek alîyan ve
komentar bike; dûrnebînî, lokalizm, ji berjewendîyên neteweyî dûrketin
û gelek binasên dî hene ku Kurdên başûr evro ketine nav devê
meqesê. Evro em dibînin Kurdên başûr bizavên ku berî salekê bikin,
anjî qet nebe di germahîya hilweşîna rejima Seddam da, aksiyon û kiryarên
ku bikin, evro dixwazin bikin. Bangî Kurden parçêyên dî û yên diasporayê
dikin ku hevkarîya wan bikin. Dîsa kampanyaya imzayê dane dest pê kirin. Li
Selaheddîn ji “Serê Zer” û ji banîyên bilind yên Silêmanîyê, ji
“Serê Kesk”, ji frekansên cuda bang û gazî têne kirin. Rêvebirên
herdu “seran” ’mizgînîyên’ goya yêkkirina ’hukumetên’ Hewlêr
û Silêmanîyê didin, lê di encam da hebûneke ku hêza Kurdan li beramberî
hevrikên wan, li beramberî Ereban, li beramberî Amerîka û Ingilîzan, ku du
dewletên dagîrker û xwudan desthilat in di Iraqê da, xurt û saxlem bike naête
dîtin. Gelek konkret çi divêt bête dîtin: Hukumetên Hewlêr û Silêmanîyê
bibin yêk. Parlamenta
yêkbûyî bibe xwudan desthilat. Hukumeta Kurdistanê ji kesên bi rastî
xwudan desthilat bête pêkînan.
Di
bazara polîtîk ya Iraqê ya nû da, hêza tayînker, hêza xwe bi xwetî ye.
Belêm heke ev hêze di şertên optîmûm da neête kar înan, hingê encam
û armancên ku hatine plan kirin jî bi dest nakevin, anjî ser û çavên wan
armanc û encaman têne pelixandin û wisa têne ber dest. Rastîyek heye ku rêvebirên
Kurd yên başûr, ji 1992ê were, ji polîtîkên bêvizyon, bêhesû,
lokalîst û rikeberî xwe xilas nekirin. Her ji 1992ê were dinya alemê dizanî
ku Amerika li dûv keysan e û dê rejima Seddam hilweşîne. Ji xwe Amerîkayê
her ji ber vê opsiyona xwe bû ku parastineke gelek xurt û aktîv dida esmanê
Kurdistanê û xelkê Kurd. Heta 2003yê, 11 salên zêrîn, Kurdan bi şer
û qiyameta navxweyî heba kirin. Her alîyekê li navçeka xwe „hukumetî“
kir. Ew polîtîk, sedased lokalîzm bû, neteweyî nebû. Heryêkê di nav tixûbên
herêma xwe da helbet hindek tiştên ku jîyana rojane ya xelkê qenc bibe,
îdame bibe, kirin. Belêm ji bo paşerojê, ku kivş bibû ku dê
Seddam bête hinartin û li şûna Baasîzmê dê sîstemekî demokratîk bête
ava kirin, hazirîyên xwe nekirin, hukumetên xwe û hêzên asayiş û
ewlehîyê yên li navçeyên xwe nekirin yêk, desthilata parlamenta yêkbûyî
xurt nekirin, burokrasîyeke yêkdewletî ku xizmeta timamî xelkê bike,
negihandin û gelek kêmasîyên dî... Piştî 9ê Nîsana 2003ê jî, hem
Hewlêr, hem jî Silêmanî adeta hemer bûn, di germahîya şer û
serkevtinê da, wisa hizir kirin ku êdî hema ew çi bêjin dê Amerîka qebûl
bike, santîm mîlîm bi ya wan bike, herwisa Ereb jî. Serxweşîya
serkevtinê rêvebirên Kurd şaş kir. Di wê hercûmerca Iraqê da,
wan hizir kir ku helwesta opozisyona Ereban ya berî hilweşîna Seddam, dê
heta hetayê digel wan bin. Dîsa wan texmîn nedikir ku cîranên bêbext dê
reaksiyoneke hinde dijwar û xirabker nîşan bidin. Rol û hêza Kurdan di
hilweşandina rejima Seddam da gelek bû, lê rêvebirên Kurd ev pozisyona
xwe şaş tercume kirin û hisabên polîtîka demê nû, nekirin, hêz
û rola xwe ji şertên heyî zêdetir wehm kirin. Wan hizra der û dorên
xwe nekir, ka çend dek û dolab têne zivirandin. Gotineke pêşîyan heye;
av dinive, dijmin nanive. Ew opozisyona Ereb ya ku berî hilweşîna Seddam,
li per û baskên Kurdistanê digerîyan, di koçik û dîwanên rêvebirên
Kurdan da nargîleyên xwe dûdidan, qehweya mirra bi gewrîya xwe da dikirin,
êdî bibûn xwudan desthilat ku wan ev pozisyone di xewna xwe da jî nedidîtin.
Yên ku di nav kêş û bêşa polîtîkê da neyî, nihe bibûne şirîkên
hukum. Digel van hemû bûyer û rûdanan, rêvebirên Kurd dîsa ve di pirsa yêkkirina
hêzên xwe da, gelek giran radibûn û rûdiniştin. Hindî dem borî,
opozisyona berê, lê hevpişka iqtidara nihe ya Ereb, cihê pê xwe saxlem
kir, xwe ji gelek alîyan ve xurt kir, terazîya li beramberî Kurdan hêdî hêdî
bi serê xwe da rakêşa. Evro ew Erebên berî salekê hewcehî bi Kurdan
heyî, haj xwe bûne, xwe beramberî Kurdan ji wekhevîyê wêdatir, mezintir
dibînin. Berî salekê terazîya polîtîka Iraqê bi serê Kurdan da bû, lê
nihe Ereban ew terazî bi alîyê xwe da giran kirine. Sozên berî hilweşîna
Seddam yên li London û Waşîngtonê hatine dayîn, hatine ji bîr kirin,
ku rêvebirên Kurd, hewce dibînin ku wan sozan bînin bîra „birayên xwe yên
Ereb“! Dîsa gotineke pêşîyan heye; hisaba şaş ji Bexdayê
dizivire. Vêca Bexda li binê guhê Kurdan bi xwe ye. Hetta Kurd li nîveka
Bexdayê, di nav dil û mejîyê Bexdayê da ne. Belêm, divêt bête qebûl
kirin ku hema her di midehê van deh mehên piştî 9ê Nîsana 2003ê were,
rêvebirîya polîtîk ya Kurd, li meydana polîtîk ya Iraqê da, xwe bi xwe,
xwe girêdane, xwe asê kirine, berpên xwe teng kirine. Wekî hazirîyên xwe yên
sîstemî, qanûnî û bi giştî huquqî ya Iraq û Kurdistanê, qet nebe
demildest piştî hilweşîna rejima Seddam, kiriban û herweha nîveka
mala xwe rêkûpêk û serûber kiriban, ji alîyê bîr û rehîya navxweyî û
ya navneteweyî ve, çalakîyên milîtanî, dîplomasîyeke aktîv pêkînaban,
hingê ne Ereban, ne cîranên bêbext, nejî Amerikayê nedikarîn li ber
xwastek û pêşniyarên wan xwe hinde giran bikin, çep û lêhba bikin,
anjî tixûbên xwastekan hinde kêm û teng bikin. Edetê Kurdan e. Her tiştî
direng dihêlin, karûbarên xwe direng dikin, direng radibin, direng rûdinin.
Di warê destkevtan da jî, zû xwe ji bîr ve dikin û herwisa di têkilî û
alyansên xwe da jî hindî hûn bêjin naîv in. Naîvîya Kurdan hema di van bûyerên
dawîyê yên li ser pirsa federasyonê da hate dîtin. Duserîya Kurdan, di
hazirkirin û pêşniyarkirina sîstemê polîtîk û huquqî da, dîsa di
amadekirina çalakî û bîr û rehîya neteweyî û navneteweyî da, direngmayîna
wan, bû binasê gelek asteng û giriftarîyan. Riberizên ku berî deh meha, di
wan şertên gihiştî da bo Kurdan kar û qazancê bîne, evro reng
guhorîne û adeta dest û pêyên Kurdan girêdidin. Ev negatîvîyên evro
hatine pêş, hema di nişkê da derneketine pêşîya Kurdan. Rêvebirîyên
polîtîk, bi şaşî û kêmasîyên xwe bûne dawetkarên van asteng
û arêşeyan. Piştî deh mehan, rêvebirên Kurd ji nû hişyar bûne,
çalakîyan organîze dikin, bi mexseda referandûmeke teyîdkara federasyonê,
-ku
heke referandûmeke azad bête kirin, xelkê Kurd dê sedased serxwebûnê
bixwaze-,
îmzayan didin kom kirin,
bi hişkî bala cîranan dikêşin, soz û biryarên berî Seddam tînin
bîra Ereban, dengê xwe beramberî Amerîkayê bilind dikin û gelek kiryarên
dî... Belê, eve jî baş e, lê, divîyabû ku rêvebirên polîtîk, ji serî were di nav
amadekarîyên bi vî rengî da ban, xelk û hêzên sivîl di nav ‚non stop
aksiyon’ê da hişyar û jînde kiriban. Rê daba riberizeke azad û
berwer ku di tenişta federasyonê da, alternatîvên wekî serxwebûn û
konfederasyonê jî bi dengekî bilind hatiban axivtin. Lê belê, rêvebirîyên
polîtîk yên Kurdistana Başûr, em nabêjin çu tişt ji van nekirin,
belêm gelek bi rehetî em dikarin bêjin ku bahra pitir ji van nekirin. Her di
serî da, polîtîken û îdarîyen xwe nekirin yêk. Anku xwe li ber hevrikên
xwe hazir û amade nekirin. Gelek zû û bilez û herweha tinê armanca
federasyonê dane pêş. Xwe jî, xelk û bîr û rehîya giştî jî,
tinê li ser vê armanc û pêşniyarê asê û kilîl kirin. Federasyon jî
tarî û mijîn hêlan, nîveka wê bi kûrahî têr û tijî nekirin. Dokumenta ku li ser sîstemê
federasyonê hazir kirî û wekî pêşniyarqanûn teklîf kirî, -ku ji alîyê
sosyalpolîtîk, balansa sivîlpolîtîk, demokrasî û sekulerîyê ve, herçend
hindek kêmasî hebin jî, relatîven çarçoveyeke pêşve bû- û pratîka wan ya li
Kurdistanê tezateke ber bi çav bû! Û ev pêşniyara xwe li ber pêl û
herikîna avê û li ber hêla ba û bagerê hêlan. Lewma jî riberizeke objektîv,
berwer, têr û tijî li ser nehate kirin. Alîyên Ereb, şûna ku li ser
biaxivin, riberizê bikin, refleksên negatîv û xweparêzî nîşan dan.
Amerîkayê dîsa ve wekî hercar nîveka darî girt, xwe dûrî van axivtin û
riberizan hêla. Polîtîka şerbetê domand. Federasyon qebûl kir, lê nîveka
wê şêlû kir. Şûna ku guhê xwe bide nav Iraqê, guh û antênên
xwe li ber „cîran“ê neyar, anku dewleta Tirkîyeyê, bi zêdehî ve vekir.
Hasilî, di midehê van deh mehan da, rêvebirîyên polîtîk yên Kurdistana
Başûr, gav û helwest û îradeya ku neteweyê Kurd li hêvîyê bû, nîşan
nedan. Di warê xwastekên neteweyî da, axivtinên sloganî hatin kirin. Van
axivtinan hissîyata neteweyî ya Kurdan gelek geş, dil û hinavên wan jî
gelek rehet kir. Belêm di pratîkê da tiştê xuya dikir ne ev bû. Li vê
derê em terazîya kîjan alîyê Kurd zêdetir „neteweyî“ axivt, kîjanî
kêm got, nadanin. Hewceyî van termometre û barometreyên ku germ û tansîyona
polîtîkerên Kurd bipîvin jî nîne. Fedakarî û xizmetên wan -ku bi destêxistina
evro da ked û têkoşîna wan heye- bihakirin, bi pozîtîvî û objektîv
sengandin cuda ye, lê şaşî û kêmasîyên wan destnîşan kirin
û herweha li ser alternatîvan axivtin jî şert e. Di vê babetê da carna
serê davê tête veresandin û an alîgirîyeke req û hişk, anjî dijberîyeke
tahl û tîj tête kirin ku ev helweste ne xizmeta berjewendîyên neteweyî,
nejî hevkarîya wan rêvebirên polîtîk dike. Balansa di vî warî da gelek
giring e. Heke mexsed hevkarî ye, hingê divêt bi objektîvî bête hereket
kirin, piştevanîya rastîya bête kirin, lê şaşî û kêmasî jî
bêne gotin û bi vê jî nemînin, pêşniyarên alternatîv jî bikin. Gerçî
divêt heqê rêvebirên polîtîk yên başûr neête xwarin; wan di vî
demê nazik da, li ser vê prosesê nêrînên Kurdên parçeyên dî qet
wernegirtin, tinê tiştek xwastin; „hevkarîya me bikin, lê dengê xwe
nekin“!. Tercumeya vê helwesta wan ev bû: „hema sihê nekin, bes e!“.
Digel vê pozisyona negatîv jî, wezîfeya Kurdên parçeyên dî, hem piştevanî
kirine, hem jî bîr û bawerîyên xwe bi vekirî û zelalî gotine. Ji xwe
Kurdên parçeyên dî jî, hindî ku tête zanîn, vê yêkê dikin. Helbet wekî
ji parçeyên dî piştevanî têt, şaşî jî têne kirin. Hindek
kes û grûbên polîtîk yên parçeyên dî, subjektîv hereket dikin û pratîkeke
li goreyî nêrîn û meylên xwe yên rêxistinî derdêxin pêş, ku ev
helwestên tengbîn xizmeta yêkkirina hêzên polîtîk û derêxistina îradeya
neteweyî ya yêkbûyî li Kurdistana Başûr, nakin. Ji xwe ji bo hindek
kes û rêxistinan, Kurdistana Başûr û meyilkanêya desthilatên polîtîk
yên başûr, bûye ranteke ekonomîk û polîtîk. Eve jî nêrînek e,
helwestek e û helbet herkes di şaşîkirinê da jî azad e, serbest e,
belêm divêt eve jî bête gotin, ji ber ku xwudanên van nêrîn û helwestan
xizmeta yêkitîya neteweyî ya li başûr nakin, tam berevajî, konfilîkta
di navbeyna bi taybetî du hêzên mezin û desthilatdar da, kûrtir dikin...
Di
encam da, Kurdistana Başûr ji 1992ê heta 9ê Nîsana 2003ê, bi pişka
mezin, piştî 9ê Nîsanê jî bi timamî rizgar bû. Kurdan, bi yêkgirtî
nebe jî, xwe, xwe bi xwe îdare kirin. Di hilweşandina rejima Seddam û di
dawîyê da jî di girtina Seddam bi xwe da jî, roleke giring û sereke
leyistin. Evro di rêvebirîya giştî Iraqê da xwudan soz û biryar in. Lê
belê, rastîyek jî heye ku di nav xwe da hêj jî ne yêk in. Lewma pêşniyara
wan ya federalîyê ji alîyê wan ve paradoksekê derdêxe meydanê; gotin û
pratîka wan hev nagire û eve ji çavan nareve! Ev zeafa wan keysekî nedîtî
û mezin dide hevrikên wan ku xwe li beramberî pêşniyar û insiyatîfên
Kurdan asê bikin, ku dikin jî. Kêmasîya herî mezin, armanc tinê bi federalîyê
hate mînîmalîze kirin. Wekî serxwebûn û konfederalî têda, hemû çare û
pêşniyar bi serbestî hatiban axivtin, riberiz li ser hatiba kirin, armanc
di maksîmûm dereceyê da hatibe îlan kirin û paşê jî li ser konsensûseke
neteweyî, modelê statûya polîtîk hatiba tesbît kirin, da encamgirtir ba.
Serxwebûn xwastin û jîyana bi serê xwe heqê Kurdan e. Divêt eve bi israr
hatiba gotin û divêt bête gotin. - Ji xwe model û statûyên wekî otonomî,
federal û konfederalî, di jîyana neteweyên kolonî da çareyên
konjonkturel in, armanca mezin serxwebûn e û divêt eve neête tarî kirin -. Lê heke di nav tixûbên Iraqê da li çareyekê
dihate geryan, hingê di şertên heyî da, teklîf û projeya maqûl sîstemê
konfederal bû, ji bo timamî Iraqê. Ji ber ku ji xwe Kurdan ji 1992ê heta
2003ê, mekanîzmayeke dewletî ava kirine. Di projeya Iraqa nû da, du xelkên
avaker, wekî Kurd û Ereb têne bi nav kirin. Anku
Iraqa nû dê li ser du stûna ava bibe. Stûna Kurd, bi xerceke saxlem hatîye
darêhtin. Dimîne ya Ereb, ku ew jî herçend hilweşîyayî jî be, şûnwarekî
dewletî heye ku dikarin entegreyî demê nû bikin. Ji du mekanîzmayên dewletî,
dewleteke konfederal derdikeve, ku eve li Iraqê dikarî bibe. Tixûbên
konfederalîyê nêzîktirî serbixwetîyê ne. Ji vî alî ve jî, hem polîtîken,
hem jî li ber balansa destkevtan û konjonktura navneteweyî, çareserîya
konfederalî rasttir bû. Lê mixabin ku rêvebirên polîtîk yên başûr
ev vizyone nîşan nedan.
Li
alîyê dî, di vî sîstemê konfederal da, Kurdistan jî da bi sîstemê
federal hatiba organîze kirin, ku ji alîyê me Kurdan ve jî ya rast ev e.
Kurdistana Başûr wekî ava dibe, divêt li ser xîmê sentralîzma klasîk
ava nebe. Ev sîstemên sentralîst li sedsala bîsta man. Di vê sedsala bîst
û yêkê da, êdî sîstemên dewletên pêşketî û modern li ser xîmê
desentralîyê ji nû ve têne danan. Dewletên ji alîyê nifûsa etnîkî ve
homojen jî, dest ji sîstemên sentralîst berdidin. Di vê dinyaya nû da,
xelkên pêşketî êdî bi sîstemên desentralîst, demokratîk û sivîl
têne îdare kirin. Êdî demê ku bi navê xelkê ”elîtek” hukum bikin, bi
dawî têt. Evro dewletên Iskandînavyayê li goreyî şertên civata xwe
desentralîzasyonê bi sîstemekî xwumal û demokratîk, anku bi sîstemê ”amt”an, sîstemê
şehridarîyên mezin, pratîze dikin. Elmanya ji xwe îdarîyen federal e.
Ispanya bi cografî û etnîkî ve herwisa. Kantonalîya Swîsê bi serê xwe
modelekî orîjînal e. Federalîya Belçîkê gihiştîtire û nêzîkî
konfederalîyê ye. Welatên
dî yên Ewrûpa jî, bi otonom kirin û zêdekirina desthilata şehridarîyan,
civatên xwe bi awayên demokratîk û sivîl di rê dibin. Ewrûpaya
mezin jî ber bi konfederalîyê ve diçe. Lewma Kurdistan jî bi desthilatên
sentralîst divêt neête îdare kirin. Kurdistana Başûr, hem polîtîken,
hem jî demografîken divêt bi sîstemekî federal organîze bibe û rê nede
sentralîzmê. Herwisa herçend nifûsa mezin û boş ya Kurda jî be, lê
xelkên wekî Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Cihû, Tirkmen, Ereb jî dijîn,
dîn û mezhebên wekî, musulman, file, êzidî, mûsewî, sunnî û şiî
hene. Bajêrên wekî Mûsil û Kerkûkê yên pir etnîk û herweha rewşa
gelek taybetî û orîjînal ya ”taxên zer û kesk”, yên Kurdistana Başûr,
zemînê sîstemekî federal û demokratîk derdêxe meydanê. Bi taybetî li
rojhilatanavîn, rêbirîna li ber tîranîzm, Seddamîzm û Baasîzmê, çare
desentralîzasyoneke otonom, federal û konfederal e. Sîstem otonom, federal,
konfederal jî be helbet dê hukumeteke sentral û organîzator hebe, lê
sentralîst nabe û hukumeta sentral dê desthilata xwe digel otorîteyên dî,
yên navçeyî, anku regîonal, yên cografî, etnîkî bahrve bike, ku demokratîzm
hakimî jîyana xelkê bibe. Ji ber van binasan, evro be subehî be, li
Kurdistanê jî divêt sîstemên desentralîst, yên federal bêne danan.
Kurdistan wekî federal hatiba organîze kirin, hingê pêyê sîstemê
konfederal yê li Iraqê ava dibû. Binecihkirina normên demokrasîyê jî bi vî
rengî mumkun dibe.
Belêm
mixabin ku reelpolîtîk, konjonktur, hêz û şiyana navxweyî, balansa polîtîk
û leşkerî û gelek elementên dî yên dîplomatîk, tixûbên pozisyona
bazarê kivş dikin. Piştî
hemû bazarên polîtîk Kurdan dikarî dîsa ve zemînekî hevpişk derêxin
meydanê. Paşê, parastina mafên neteweyî di nav şert û imkanan da
reng werdigirin. Şik têda nîne ku, mafê çarenivîsa Kurdên başûr,
di destên wan bi xwe da ye. Biryara vê yêkê ew bi xwe dê bidin. Wan jî,
digel ku li goreyî destkevta evro gaveke paşve ye, lê di konsensûseke
neteweyî da çareya federalîyê pêkînane. Ji bo vê armancê pêşniyarên
dokumantî kirine. Di rêvebirîya Iraqê da cih girtine û berxwedidin. Ji bo
heta 2005ê salnameyeke ku karûbarên pratîk pêkbînin amade kirine û di rê
dibin. Bi objektîvî divêt di rewşa wan jî bigihin ku, hêz û şiyana
wan jî tixûbek heye. Ew jî di vê hercumercê da nikarin hema tinê xwastekên
xwe bidin qebûl kirin û
bi cih kirin. Ew evro, di Iraqeke piştî Seddam da, bi serhişkîya
Ereban, bi cîranîya bêbext ya Îran, Sûrîye û bi taybetî ya TCyê û
canbazîya Amerîkîyan satrancê dileyizin. Eve sanahî nîne. Di nav tixûbên
Iraqa nû da jî, azadî, maf û destkevtên xwe parastin, statûya xwe saxlem
kirin, dîsa ve di devê hût da ye! Lewma divêt toleranseke maqûl bête nîşan
dan. Kurdên parçeyên dî, dikarin rexne bikin, vê çarçove û projeya polîtîk
şaş bibînin, eve jî mafê wan e. Tiştê hewce rêzgirtina
beramberî hevdu ye. Madem Kurdên başûr dixwazin bi sîstemê federalî
qedera xwe tayîn bikin, bila bikin. Belêm, mafê yên dijî vê çareserîyê
derdikevin jî heye, ku rexne bikin. Lê belê, di pratîkê da, daku ev pêşniyara
Kurdên başûr realîze bibe, bin bigire, divêt destek û hevkarîyeke
xurt û aktîv jî bête dan. Rizgar û azadbûna parçeyekî Kurdistanê, ji bo
paşeroja xelkê Kurd li parçeyên dî, anjî bo Kurdistana yêkbûyî, çeperekî
xurt û saxlem e. Di serî da TC û cîranên dî, bi hemû hêz û taqeta xwe
dixwazin vê destkevtê an xirab bikin, anjî qet nebe bi statûyeke herî kêm
û biçûk, bi tixûb bikin ku ji bo parçeyên dî nebe model! Her ev polîtîka
dagîrkeran bi tinê têra dike ku hemû Kurd li çaralî li ser başûr
bilerizin, biparêzin û avakirina Kurdistana Başûr saxlem û qaîm bikin.
Digel hemû arêşe û ajawe derêxistin, têkvedan û gef û gurên TCyê,
yên cîranên dî, bêdilîya Ereban û hetta ev bêserûberîya Kurdan bi xwe
jî, di konjonktura evro ya rojhilatanavîn û cîhanê da dest nade ku ev
destkevta Kurdan li başûr têkbiçe. Rastîyek heye ku Kurdistana Başûr
her bi çi modelî û statûyê be, ji bo polîtîkên Amerîka û hemû rojavayê
yên nû, bingehekî bivê nevê hewce ye. Lewma TC hemû kartên xwe jî bi kar
bîne, nikare vê destkevta Kurdan li başûr têkbibe. Hem koalisyona di pêşengîya
Amerîkayê da, hem desthilata nû ya Iraqê, ku Kurd jî di nav da hevparên
bihêz in, li pêş cîhanê deklare kirine ku mafên Kurdan û statûya
Kurdistanê, dê di Iraqa nû ya federal da bêne parastin. Kerkûk, Xaniqîn û
Mûsil di nav da tixûbê cografî yê Kurdistana Başûr, anjî bi gotina
Iraqîyan "herêma Kurdistan li bakura Iraqê" ji alîyê Kurdan ve
xuya ye. Naveroka polîtîk û huquqî ya federalîyê jî êdî dê di nav vê bazara polîtîk
û dîplomatîk da kivş bibe. Kurd gelek bi mafdarî dixwazin tixûb û
naveroka wê fireh bikin, Ereb dê bixwazin
teng bikin, lê di avakirina Iraqa nû ya federal da hem Amerîka, hem jî bi
ihtimaleke mezin Yêkitîya
Neteweyan –UN, dê ji bo çareserîyê balansekê peyda bikin. Kurd di vê
bazarê da, digel hemû kêm û kasîyên xwe, xwudan hêz û desthilat in,
lewma dê bikarin digel partnerên xwe bazareke ji bo xelkê xwe bi fayde û
qazanc, bikin û divêt jî bikin. Lewma rewş çend nazik, aloz, giriftar
û têkilav jî be, hêvîyeke xurt heye ku Kurd êdî dê vê enîşkê
bizivirin û serbikevin. Alternatîva Kurdan tinê serkevtin e, divêt
serbikevin.