paşve

Hêza sivîl

 

ROJAN HAZIM

 

Di têkoşîna neteweyî û demokratîk ya xelkên bindest da, rola hêzên sivîl giring e. Esasen giringîya hêza sivîl, bi giştî, di van ertên nû yên cîhanê da xuyatir e. Karekterîstîka herî giring ya civatên ji hemû alîyan ve pêşkevtî, organîzebûna sivîl e. Civatên modern û pêşkevtî heta hucreyên xwe yên herî biçûk organîze ne. Xurtîtîya van civatan ya beramberî otorîteya dewletê jî ji vê organîzebûnê têtin. Ji ber vê yêkê ye ku civatên pêşkevtî mekanîzmayên demokratîk di nav ahengekê da bi kar tînin û rê li ber ”ceberrûtîya dewletê” digirin. Derece û sewîyeya pêşkevtina civata Kurd li pêş çav e û bi gotina herî sade civateke paşvemayîye. Belêm, binasê sereke û tayînker yê vê paşvemanê, sîstemê kolonyalîzmê ye. Kolonyalîzmê ev statûya paşvemayî afirandîye. Hetta gotina ”paşvemanê” jî zêde ye, civata Kurd bi zanahî hatîye paşve hêlan. Vêca di civateke bi vî rengî da, heta dereceyekê normal e ku ”hêza sivîl” pêşnakeve. Lê belê, ev realîteya civatê nayê wê manayê ku prosesa organîzebûna civatê ji alîyê ”hêza sivîl” ve bête ihmal kirin. Li her derê cîhanê ”hêza sivîl” rol û mîsyoneke opozisyonî dileyize. Di şertên Kurdistanê da, ev karekterîstîka opozisyonî tinê bi ”hêza sivîl” ve tixûbkirî nîne. Têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê pêkve opozisyon e û bi hemû reng organîzebûnên xwe ve dikare di nav kategorîya ”hêza sivîl” da bête hejmartin. Belêm digel vê rastîya karektera şoreşa Kurdistanê, rola organîzebûna ”leşkerî” li pêştir e. Eve jî ji ber vê karektera şoreşê, di çarçoveya normalîyê da ye. Dewleta Tirk digel hemû hêz û mekanîzmayên xwe yên dewletê, îro zêdetir hêza xwe ya leşkerî bi kar tîne. Belêm ”hêza xwe ya sivîl” jî di hemû çeperan da seferber dike. Lewma hebûna hêza leşkerî ya xelkê Kurd jî meşrû ye û li goreyî xwezaya xwe pozisyonê werdigire. Li milê dî, ji tecrubeya hinde salan derkete meydanê ku, hêzên sivîl [hindî heyî] yên Kurdistanê, rol û berpirsiyarîyên xwe layiqen bi cih neînane. Barê giran yê şoreşê maye li ser ”hêza leşkerî”. Herçend vê hêza leşkerî, wekî hêzeke sivîl, ”hêza polîtîk” kumanda dike jî, lê eve rastîya domînantîya ”hêza leşkerî” ji halê ranake.

Îro bizava neteweyî ya xelkê Kurd, li Tirkîyeyê têkoşîneke xurt dide. Belêm divêt bête dîtin ku êrişên dewletê jî hindî hûn bêjin, bi metodên kavil û wêrankerî didomin. Beramberî vê komple êrişkarîya dewletê, berxwedana xelkê Kurd bi giranî di çeperê leşkerî da didome. Gerçî xelkê Kurd bi taybetî bi pîrozbahîyên Newrozê di warê sivîl da jî hêza xwe nîşandaye. Lê belê, dîsa ve barê giran dimîne li ser pişta hêza leşkerî. Şik têda nîne ku fedakarîya ku hêza leşkerî ya xelkê Kurd dike, ji hemû pîv û pîvanan wêdatir e. Dîsa ve ji tecrubeya hinde salan kivş bûye ku, eve jî têra nake. Divêt hêza leşkerî ji alîyê ”hêza sivîl” ve bête destek û teqwîye kirin. Li ber van êrişên hinde giran û birandêr yên dewleta Tirk, hewalekirina timamî rola berxwedanê ji bo hêza gerîla, neheqî ye, ji fedakarîyê revîn e. Vê gavê li Kurdistanê, digel hemû paşveman û paşvehêlanê jî, rêxistinên çînî û meslekî hene. Di serî da sendîkayên karker û karmendan tên. Li tenişt van, gelek sendîka, komele û rêxistinên meslekî û branşî jî hene. Dijî êrişkarîya dewleta Tirk, divêt sendîka rola xwe bileyizin. Sendîkayên Kurdistanê nikarin hebûna xwe tinê bi lêgerîna mafên meslekî û ekonomîk ve teng bikin. Sendîkayên Kurdistanê, [herçend girêdayî merkezên xwe yên li Tirkîyeyê jî bin], divêt dijî her êrişkarî û operasyonên ertêşa Tirk, sîleha xwe ya ”grev”ê bi kar bînin. Yêk ji tarzên têkoşîna sivîl jî rengên cuda yên ”bêîtîatîya sivîl” in. Barê şoreşa Kurdistanê tinê li ser milên gerîla nabe. Gerîla xwe feda dike, belêm hêzên sivîl jî divêt di her operasyona leşkerê Tirk da çeka xwe ya ”grev” û ”boykot”ê bi kar bînin. Bi taybetî vî demî, operasyon hind zêde bûne ku êdî bêhn li xelkê Kurd hatîye çik kirin û herweha şehadeta gerîla jî her diçe zêdetir dibe. Beramberî van êriş û operasyonan, divêt ”hêza sivîl” ya Kurdistanê jî xwe nîşan bide û aktîv be. Xwandekarên dibistan û zanîngehan, karkerên fabrîka, îmalatxane û dezgehên fermî û karmendên dewletê, esnaf, doktor, mamosta, awûkat û axir meslekên dî yên Kurdistanê, divêt ”grev” û ”boykot”an bikin. Hejmareke biçûk jî be, sermayedarên Kurd jî divêt ji bo xwudanderketina bazara xwe ya neteweyî, hêza xwe ya sermayeyî dijî sîstemê kolonyalîst bi kar bînin. Esasen pêşengîya polîtîk divêt van mekanîzmayan di nav ahengekê da û bi koordîne tevî pratîkê bike. Têkoşîna doza Kurdistanê komple ye û divêt hemû çîn, navçîn, grûb û kategorîyên civatê erkên xwe yên beramberî şoreşa Kurdistanê bînin cih. Dijmin îstîfadeyeke mezin ji pasîvîzm û burokratîzma hakimî hêza sivîl dike. Şoreşa Kurdistanê li bakur hatîye qonaxeke wisa krîtîk ku divêt herkes destê xwe dane binê berî. Hêza mezin ya sivîl ya Kurdistanê, divêt rojek zûtir, toza mirinê ji ser xwe daqute, aktîv û dînamîk be û mil bi milê hêza gerîla têkoşînê pêşbêxe. Şkandin û têkbirina sîstemê ceberrût yê dewleta Tirk, bi vê pêkve rabûna neteweyî mumkun dibe.

ROJAN HAZIM

12 Nîsan 2008

serî