Hewlêr
û Strasburg
ROJAN
HAZIM
Hewlêr :
Mîhvera
antî Kurd û kolonyalîst ya rojhilatanavîn, Tirkîye, Îran û Sûrîye, ji sê
milan ve beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê êrişkarîya xwe didomînin.
Berê ev mîhver çarqolî bû. Piştî hilweşandina rejima Seddam û
« avabûna » Iraqa nû ye Federal û di nav Iraqa nû da jî, avabûna
Kurdistana Federal, pêyê çarê ji ber vebû. Ji xwe piştî avabûna
Kurdistana Federal jî, ev mîhver aktîvtir û êrişkartir bû. Mîhverê
antî Kurd, bi armanca “tesfîyekirina” Kurdistana Federal, wisa hizir dikin
ku heke Kurdistana Federal hate bloke kirin anjî hate ablûka kirin, hinge ji
bo parçeyên di bin dagîrîya wan da nabe « nimûne » û emsal!.
Şik têda nîne ku ev hizirîne bi timamî xwe lêhbandine (xapandine).
Bizava neteweyî ya xelkê Kurd, hem bi van hisabên biçûk ve ne mijûl e û
li goreyî şertên her parçeyî di kanalê xwe da pêşve diçe, hem jî
di navbeyna xwe da bi kêm û kasî jî be di nav piştgirîyeke xwezayî da
ye. Lewma ev hizirîn, hisab û polîtîkên bêhesû yên dewletên ku mîhverê
antî Kurd pêktînin, ji alîyê xelkê Kurd ve pûç û betal in. Esasen mîhverê
antî Kurd baş dizanin ku di nav pratîkeke xîyalî da ne û ji ber vê yêkê
jî zorê didin kiryarên terorîstî, ajawe û provakasyonan. Heta nihe çendek
êrişên terorîstî pêkînan li nav tixûbên Kurdistana Federal. Ya herî
tehrîbkar li 1ê Sibata 2004ê dîsa ve li Hewlêrê kirin. Ofîsên PDK û
YNKyê bûne nîşangeha terorîsta û ji sedan zêdetir kes mirin, ji du
sedan zêdetir kes jî birîndar bûn. Vê carê jî spêdehîya 9ê Gulanê li
nîveka Hewlêrê bombe peqandin û di encam da 14 kes mirin, nêzîkî 90 kesan
jî birîndar bûn. Heta nihe jî bi gelek êrişan hatîye hesyan û rê li
ber hatine girtin. Armanca mîhverê antî Kurd gelek aşkera ye û dixwazin
Kurdistana Federal destabîlîze bikin û rê li ber avadankirin û pêşveçûna
wê bibirin. Ji bo vê armanca xwe ya qirêj jî, ji Ensar El Islam heta Cepheyê
Tirkmena û grûbên dî yên fundamentalîst û ji kes û rêxistinên ajan, taşeronan
kirê dikin. Lê belê, xelkê Kurd êdî ji van dek û dolab û desîseyên
dewletên mîhverê antî Kurd agahdar e û nîyeta wan dizane. Belêm digel
hindê jî divêt hişyarî ji dest neête berdan û di navbeyna hukûmet,
xelk û rêxistinên polîtîk, sosyal û kulturî da, ji bo parastin û mayîndekirina
huzûr û tenahîya welatî divêt hevkarîyeke ji dil bête vehûnandin û di
pratîkê da jî bête bi cih înan. Gerçî berpirsiyarîya di vî warî da ya
otorîteya polîtîk e, lê bi tevayî xelkê Kurd, ji bilî şermizarkirin
û rûreşkirina van kiryaran, bi piştevanîyeke xurt ya neteweyî,
dikare vê belayê ji ser serê xwe bide belav kirin û divêt wisa jî bibe.
**
Strasburg :
Kurdên
ji çendek welatên cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê, 12ê Gulanê, wekî lehîyekê
herikîn nav bajêrê Strasburgê û mîtîngeke gelek boş pêkînan ku nêzîkî
50 hizaran bû. Armanca vê mîtîngê piştevanîya Abdullah Ocalan bû. Tête
zanîn, 1ê Adara îsal, awûkatên Ocalanî li Romayê bi preskonferansekê
dane aşkera kirin ku Ocalan li Imralîyê sîstematîken tête jehrî dan.
Awûkatan çendek mûyên ji pora Ocalanî li laboratuwarên doktorên bispor
dabûn tehlîl kirin û encama jehrîdanê derketibû meydanê. Awûkatên
Ocalanî gelek heq, ji CPT û organîzasyonên dî yên navneteweyî xwastin ku
doktorên bispor bişînin Îmralîyê û Ocalanî ji nû ve bidine muayene
kirin û bîr û rehîya giştî û xelkê Kurd ji encamê agahdar bikin.
Belêm mixabin ne CPT, nejî organîzasyonên dî bi vê pirsê ve ranebûn. Ji
ber vê xemsarîyê, ji Kurdên Ewrûpayê 60 kes li Strasburgê, 11ê Nîsanê,
rûniştine « greva birsîbûnê ». Ji van 18 kes di greva bêtixûb
da ne, yên dî jî bi midehê 5 rojan doranê dikin. Grev di roja mîtîngê da
kete roja 32yê û dewam jî dike. Ji nav grevkeran çendek di dereceya herî krîtîk
ya jîyanê da ne, ku esasen ji bo her 18 kesên di greva bêtixûb da ne, rojên
bêhal û bêtaqetîyê destpêkirîye. Di nav grevkeran da endamê konseya rêvebir
ya KKKyê Remzî Kartal jî heye. Kartal û hevalên xwe bi bîr û bawerîyeke
bilind ya ku rêz lê bête girtin, berxwedidin û ev biryardarîya xwe di mîtîngê
da jî nîşan dan. Li tenişta vê grevê, (ku xwezî grev bi vê mîtînga
mezin ve hatiba bi dawî dan), 103 hizar îmzayên piştgirîyê jî ji CPTyê
ra hatin teslîm kirin ku berî çend roja Kartal û du hevalên xwe jî digel
wan rûniştibûn û xwastekên xwe bi wan ra gihandibûn. Gelo CPT, piştî
hizaran Kurdên ku meydana Strasburgê mişt tijî kirî û dîsa ve hizaran
îmza dayî, mumkun e ku vê hêzê nexwaze bibîne û dengê wan nexwaze bibihîze?
Pratîka heta îro wisa tête dîtin, belêm ev xemsarîya wan jî hatîye tixûbê
dawîyê. Bi mezinahîya mîtîngê ve, biryardarîya Kurdan hate dîtin. Tête
hêvî kirin ku CPT û Konseya Ewrûpayê li vê reftara xwe ya xemsar israr
nekin û rojek zûtir xwasteka Kurdan bînin cih. CPT û wekî otorîteya polîtîk
jî Konseya Ewrûpayê, li pêş bihayên xwe yên demokratîk û humanîter
di îmtîhanekê da ne. Spesîfîken di vê pirsa Ocalanî û xwasteka grevkeran
da mecbûr in ku gaveke pozîtîv biavêjin û heyeteke doktorên bispor bişînin
Îmralîyê. Ji piştî vê mîtîngê û îmzayan, her sanîye rawestana
wan dê grevkeran nêzîkî mirinê bike ku hingê ew dê ji wê encama trajîk
berpirsiyar bin.
CPT
û Konseya Ewrûpayê divêt dengê heqîyê bibihîzin.
ROJAN
HAZIM
12
Gulan 2007
Not:
Gava me ev nivîsar dişande rojnameyê, di deqîqeya dawîyê da xeberekî
dilsoj dîsa ve ji Kurdistana Federal hat ku erişeke bombeyî li Mexmûra jî
hatîye kirin û nezîkî 50 kesan kuştî û li dor 70 kesan jî birîndar
hene. Ji alîyê me ve kivş e ku li paş ve kiryarê jî mîhverê antî
Kurd û bi taybetî jî dewleta Tirk heye. Bila erişkar rûreş û
şermizar û qehir bin. Em serxweşîye didine hukûmeta Kurdistana
Federal û malbatên şehîda û bo birîndaran jî şîfa xere daxwaz
dikin. RH
Têbînîyeke
giring :
Greva
birsîbûnê ya Strasburgê 19ê Gulanê bi preskonferansekê hate xilas kirin.
Esasen grev gihiştibû mexseda xwe, lewma biryara dirêjnekirina grevê di
cih da bû. Hêvî dikin ku xwastekên grevkeran bêne cih û careke dî hewcehî
bi kiryareke bi vî rengî nebe. RH