Gelo
Helepçe hate ji bîr kirin?
Piştî jenosîda 16-17yê Adara 1988ê li ser xelkê Kurd li Helepçeyê, meha Adarê digel Newrozê bûye meha jenosîda Helepçeyê jî. Ji sala ew bûyera dilsoj pêkhatî were, xelkê Kurd Helepçe ji bîr nekir, bi her reng û metodî nerazîbûna xwe, xem, kul û kesera xwe îfade kir, dengê xwe bilind kir, kirdarên bûyerê rûreş û şermizar kirin. Cîhana humanîter jî bû şirîkê xem û protestoya xelkê Kurd.
Li başûra Kurdistanê ji 1992ê pêve, ewil di nav tixûbên paralela 36an da, piştî hilweşandina rejima Seddam ya 2003an jî di nav Iraqa nû ya Federal da, desthilata xweser ya xelkê Kurd pêkhat, xelkê Kurd jîyana xwe di nav vê rewşa nû ya azad da ji nû ve organîze kir. Ji wan salan pêve êdî bajêrkê Helepçeyê bi xwe bû sentera bîrînana jenosîda Helepçeyê. Bi hevkarîya cîhana humanîter jî rêvebirîya Kurdistanê monumentek û şehîdgehek ava kirin ku hersal seramonî lê bêne kirin û bibine sembola jibîrnekirina jenosîda Helepçeyê. Helbet ev hewildane karekî hewce bû ku ev sembol daîm li ber çav bin ku gorîyên Helepçeyê neêne ji bîr kirin.
Lê belê tiştek hate ji bîr kirin; dilê xwecihên Helepçeyê, dilê xelkê Helepçeyê, yê ku her malekê bi kêmasî şehîdek dayî di wê jenosîdê da, dilê wan yê birîndar nehate kirîn. Helepçe ji nû ve nehate ava kirin, bo sefalet, hejarî, rebenî û perîşanîya xelkê Helepçeyê karên konkret ku jîyana wan xweş bikin, nehatin kirin. Xelkê Helepçeyê bi sebireke kûr û mezin hersal guhdarîya axivtinên seramonîyal kir. Wan axivtinan belkî dilê wan piçekê hûnik dikir, belêm zikê wan yê birsî têr nedikir. Rêvebirên polîtîk û îdarî yên Kurdistana Federal, mixabin, sozên xweşkirina jîyana xelkê Helepçeyê, biryarên ji nû ve avakirina Helepçeyê her sal bo saleke dî paşdan. Tixûbê sebira xelkê Helepçeyê ji teref hukûmetê ve hate bezand û xelkê Helepçeyê êdî peqî û nerazîbûna xwe di bîrînana Adara 2006an da bi rengekî protestoyî da der.
Heke hiş û bîr bêne taze kirin, xelkê Helepçeyê di Adara 2006an da bi mîtîngeke boş nerazîbûna xwe nîşan da, reftara xemsar ya rêvebirîya Kurdistanê ya beramberî Helepçeyê, protesto kir. Di wê protestoya demokratîk da, mixabin ku îdareya navçeyê metodekî antî demokratîk bi kar îna û bi şiddeta polîsî mîtînga xelkê Helepçeyê belav kir û di encam da ciwanekî 19 salî yê bi navê Ehmed Silêman bi sîleha polîsan hate kuştin û çend kesek jî hatin birîndar kirin. Di wê atmosfera bi şiddet da, ji nav protestêran ”çendekan” monumentê ku ji bo bîrînana jenosîda Helepçeyê hatîye çêkirin, sotin. Helbet di wê protestoya demokratîk da sotina monumentî karekî şaş û hetta provakatîv bû, lê belê, ev şaşîya ji teref ”çendek protestêran” ve hatîye kirin, nabe mazereta şiddeta polîsan û wê muameleya antî demokratîk!.
Evsal ji ser jenosîdê 19, ji ser bûyera sotina monumentî jî salek derbaz bûye, belêm Helepçe hêj jî nehatîye ava kirin, jîyana xelkê Helepçeyê nehatîye xweş kirin û di ser da jî ew monumentê hatîye sotin jî nehatîye nûve kirin. Helepçe di salvegera jenosîda 1988ê da, di nozdemîn sala xwe da, hêj jî kavil û wêran e. Helepçe îro di nav deryaya qurê da adeta melevanîya dike!. Bê kar û gendanî, neçarî û feqîrîya li Helepçe û dorberê tête jîyan, ji jenosîda 1988ê dilsojtir e îro. Ev rewşa wêran ya Helepçeyê ya îro, bi gotina herî nerm, ji alîyê ehlaqî ve rûreşî û şermizarî ye, ji alîyê berpirsiyarîya sosyal û polîtîk ve jî qusûr û ihmaleke mezin ya desthilata Kurdistana Federal e!. Çawa wijdana berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federal, ya rêvebirên polîtîk û îdarî yên navçeyê jan nade li ber vê belengazî û perîşanîya xelkê Helepçeyê!. Ew monumentê hatîye sotin di midehê salekê da çawa naête nûve kirin!. Xelkê Kurd kul û kesera xelkê Helepçeyê ji bîr nekirîye, belêm mixabin ku hukûmeta Kurdistana Federal heçku Helepçe ji bîr kirîye!.
Xelkê Helepçeyê bi van kiryarên antî demokratîk tête bêsiyanet kirin, xurûra xelkê Helepçeyê tête şkandin. Xelkê Helepçeyê ev reftar heq nekirîye!. Gelo rêvebirên Kurdistana Federal yên her xelekê, wekî diçin Helepçeyê û li pêşberî xelkê Helepçeyê diaxivin, rûyê wan sor dibe?. Gelo hukûmeta Kurdistana Federal, li hêvîya çi ye?. Dixwazin dîsa ve provakasyon bêne kirin li nav Helepçeyê?. Wijdana Kurdbûyînê danin alîyekê, wijdana mirovahîyê tehemmulî van xemsarîyên li Helepçeyê têne kirin nake!.
Zikê xelkê Helepçeyê ji axivtinên ajîtatîv, ji soz û biryarên ku di seramonîyan da têne dan, gelekî têr e!. Xelkê Helepçeyê, Helepçe, li hêvîya kar e, li hêvîya xweşkirin û rehetkirina jîyanê ye, li hêvîya ji nû ve avakirina bajêr û gundên dorberê ye.
Hukûmeta
Kurdistana Federal, rêvebirên polîtîk û îdarî yên navçeyê, rojek zûtir
dest bi kar bin!. Di salvegera 20. ya jenosîdê da, di Adara 2008ê da, tevayî
xelkê Kurd, Helepçeyeke avadan, monumentê nûvekirî, bajêrekî xweş,
xelkekî dilşa, têr, rûken û razî dixwaze bibîne!.
ROJAN
HAZIM