paşve

                                   

33 Gulle

 

HAYDAR IŞIK

 

Tirkîye welatekî giring e, ewil qetil dike, paşê navê qatil dide taxî, bajêrkî û bajêrî. Eve jî têra nake, li betenên çîyayên Kurdistanê bi kişlê ”Tirkek bedelî cîhanê ye!” dinivîse. Tirkîye welatekî giring e, hem dibêje ez demokratîk im, li dûv ra jî bi navê demokrasîyê navên timamî gundên Kurdan dike Tirkî.

Tirkîyeyê, mirovê Kurd hind şkandîye ku, pêşîyê qetil dike, paşê jî berê xwe dide nîveka çavên me û an navê qatilî, anjî heykelê wî tîne li ber me diçikilîne. Ma navên qatilên Dêrsimê nedan cade û kolanan? Ewil ji Ehmed Arifê rehmetî, paşê jî ji wê serpêhatîye gelek xweş ya Günay Aslanî em bi 33 Gulleyê hesîyabûn, qatilê 33 Kurdan General Mustefa Muğlalî, ne li Izmîrê, Stanbolê, li cihê ku qetilam kirî derêxistin pêşîya Kurdan.

Heke Kurdan eve daûra, eve tête wê manayê ku gelek tişt ji me birine. Tête wê manayê ku em xwe nasnakin. Tête wê manayê ku, em dê we careke dî bikujin. Tête wê manayê ku, nevîyên 33 Kurdên hatine kuştin, gava biçine leşkerîyê li binkeya leşkerî ya qatilî, hizar car bila bêne kuştin. Ataturk, Fevzî Çakmak, Inönü, Salih Omurtak, Kazim Karabekir, Abdullah Alpdoğan, Ali Fethî Esener, Teoman Koman, Doğan Güreş... û hêj gelek yên dî, heçku xwûna Kurdan ya rêhtî têra nake, vê carê jî bustên wan, heykel û navên wan ji bo cografyaya me têne dan. Eve tête wê manayê ku, Kurd bila heroj bimirin. Gelo Kurd dê vê bixwin?

Tirkîye welatekî giring e, ji ber ku dê tankên me yên Leopard, firokeyên alfa, apaçî û hemû sîlehên me bikire, em dengê xwe lê nekin, neêşînin ku malê me bikire, dibêjin hemû rojava (Amerîka û Ewrûpa). Elmanyaya ku ez zimanê wan elimî me, heroj rojnameya wan dixwûnim, hevwelatîyê wan im; berî hukûmeta SPD (Partîya Sosyaldemokrat ya Elmanyayê) + Keskan, Tirkîyeyê gelek sîleh jê dikirîn. Nihe, wisa tête hizir kirin ku, sosyaldemokrat û keskan firotina sîlehan nerawestandibe jî, kêm kirine. Heke hûn wisa hizir dikin, hûn xwe dilêhbînin, çiku di demê vê hukûmetê da ji berê zêdetir sîleh hatine firotin bo Tirkîyeyê. Claudia Roth, wekî di muxalefetê da digel me dost bû, belêm gava bû seroka partîyê, dîyar e hindekan pif kire guhê wê ku ser û silav ji me birîn. Di çapemenîyê da belav bû ku, serokê li paş perdeyê yê Rothê Joschka Fischerî (Wezîrê derve), roleke mezin leyistîye ku Kongreya Gel di nav lîsteya terorê da cih bigire. Gava li tabloya bi giştî bête nêrîn, dê nameya Leyla Zanayê bête têgihiştin. Eve çi dostayetî ye? Kurdê ku Leyla Zana destekê didê, îzole bike, terorîst îlan bike, paşê jî heçku qet tiştek nebûy here bêje ”ez hatime seradanîya hevala xwe!”.

Polîtîk li ser berjewendîyê tête kirin, ku vê yêkê êdî zarok jî dizanin. Di polîtîkê da, li bihayên wekî wijdan û etîkê geryan beyhûde ye. Wekî em berê xwe didin ku partîyên SPD û Keskan ji kî derê bo kî derê belav bûne, vê çendê dibînin. Bi taybetî Partîya Keskan, fonksîyona ”Klûba Tirk” bi cih tîne. Di nêrîna piranîya welatên EUyê (Yêkitîya Ewrûpayê) da, domandina statûkoyê li pêş e; mafên mirov, demokrasî, aştî, azadî , ji bo wan gelek pare nake. Herwekî Elmanyayê polîtîka Kurd nebe, ne partîyên dewletê, nejî yên muxalefetê polîtîkeke wisa heye. Ez bêjim ev rewşe li welatên dî yên EUyê jî ferq nake.

Heke rewş wisa be, heqê Kurdan jî heye ku li vê dinyayê bo xwe li cihekê bigerin. Vê gavê hêşku Amerîka bûye cîranê me, boçi bi mejîyê çepîtîya salên şêstî ku patînajê dike, em êrişî Amerîkayê bikin? Berjewendîyên kê di vê da hene? Li vê derê, Kurd û dostên ku bi navê wan dinivîsin, bi zanahî anjî nezanî şaşîyeke mezin dikin. Di dawîya dawî da, hêza ku polîtîkê bi welatên Ewrûpayê dide kirin, dê her Amerîka be. Amerîka di roja evro da, ji ber ku statûkoyê dihejîne, ji wan qelemên ku xwe şoreşger dizanin, şoreşgertir e. Yê ku di vê negihe, tête wê manayê ku dixwaze navê qatilê Kurd ji bo Kurd bête dan.

22 Gulan 2004, Şembî

Özgür Politika

Kurdîya wê: ROJAN HAZIM

serî