paşve

               

Germav, kana saxî û xweşîyê

 

[Esmanê di navbeyna du Katoyên Elkîya Hekarîya da, -Katoyê Geznexê û Katoyê Elki-, bahra pitir ya salê şîn û sahî ye li hindava germava Germavê. Ew esmanê di navbeyna du Katoyan da, tijî stêrkên ji gerîllayên şehît yên welatî ne. Stêrkên ji çarnikarê Kurdistanê li vî esmanî dibiriqin, ku di nav wan stêrkan da gelek law û ciwanên egîd yên ji Elkî û timamî gelîyê Hekarîya jî hene. Stêrkên esmanê di navbeyna herdu Katoyan da, temsîla hizaran gerîllayên bênav, şehîdên doza Kurdistanê dikin. 15ê Tebaxa 2004ê, bîst salîya şerê wan gerîllayên bênav . Bi navê wan hemû şehîdan:

Bo stêrkên esmanê Katoyê Geznexê û Katoyê Elkîya Hekarîya.]

 

ROJAN HAZIM

 

Gava di nîveka heyva tebaxê da, bûyer û bûyînên bi serê gundê Germavê yê Elkîya Hekarîya hatî, di çapemenîyê da belav bûn, zengiloka tûnêla zemanî lêda û şilîta bîrî aktîve bû. Bîrhatinên li ser Germavê wekî her caran dîsa ve hatin nûve kirin, hatin taze kirin, hatin bîrînan. Bi sebr, girnijîn û xemgirîyeke tîr, bi van hisên têkilav digel hevalê dem û salan, suhbeteke germ li ser Germavê û germava Germavê hate kirin. Mixabin dîsa ve ewrên reş û tarî li ser esmanê gundê Germavê dihatin gêrandin! Ji xwe ji serê salên 1980ê were Germav bi ber xezeba dewleta Tirkîyeyê ketibû. Mal û milk û ya herî giring, dilê xelkê welatperwer û neteweperwer yê Germavê, ax, erd, çiya, dol û nihal û şkeftên Germavê, cihên sitirîna şerkerên azadîya Kurdistanê bûn. Di dawîya salên 1970yî da, pêşmergeyên Kurdistana Başûr (yên PDK-Komîteya Borînde û YNKyê, anjî bi gotina belav ya di nav xelkê da, ”pêşmergeyên Barzanîyan û Celalîyan”) jî carna çerxa ger û geryanên xwe heta ber hesû û baskên Germavê dirêj û fireh dikirin. Ji piştî Tebaxa 1984ê were jî gerîllayên Kurdistana Bakur yên PKKyê, Germav bo xwe kirine çeperekî germ û saxlem. Xelkê Germavê bi hemû germahîya xwe ya welatperwerî û neteweperwerî ve koşa xwe her dem ji bo van şerkerên azadîya Kurdistanê vekir. Parîyê nanê xwe bahr ve kirin, fira ava xwe dan, ya herî giring canê xwe dan. Ji nav ciwanên gundê Germavê gelek şehît hatine dan di nav refên gerîllayên PKKyê da. Gundê Germavê wekî serûkahnîya ava xwe ya kelegerm ya termal, xwe kire çeperekî germ û xurt yê doza Kurdistanê. Nifûsa Germavê ji ber vê terora dewleta Tirkîyeyê ji xwe kêm bibû û nihe jî hejmar ketibû çend sedan. Malên mayî jî, vê carê ji ser warê xwe yê bab û bapîran dihatin rakirin, bi zora leşkerî dihatin bar kirin. Bi danebarkirina van malên dûmahîkê jî, Germav dihate xalî kirin, dihate çol kirin. Vê drama xelkê Germavê deng veda, bal kêşa û wijdana kes û hêzên humanîter gur û geş kir, reaksîyoneke dijwar hate nîşan dan beramberî vê zulma dewleta Tirkîyeyê. Bûyer û bûyînên heyva tebaxê, serpêhatî û bîrên li ser Germavê, yên li ser germava Germavê ji nû ve germ kirin, suhbetên li ser Germava Gewdan, li ser Germava Elkîya Hekarîya kûr bûn.

Portreya Germavê

Germav dikeve rojavaya Elkîya Hekarîya û qederê deh kîlometreyan ji nîveka bajêrkê Elkîyê dûr e û bi peyatî seetekê dikêşe. Germav, anjî bi gotina xwecihên xwe, Gelî, gundê hizarsalî yê Kurdan, sedansalî yê Gewdan e. Serûkahnîya ava termal e ku têra gêrandina deh aşan ava kelegerm ji binê şkefta Gelî dizê. Di tenişta ava germ da çemekî boş, Çemê Gelî dibore û ev ava germe saxker tevî vî çemî dibe. Xelkê xwecih, pêkve ji eşîra Gewdan e. Gewdan eşîra herî boş ya sereşîra Ertoşîyan e. Sê babikên Gewdan lê dijîn. Babikê mezin, Mala Xazî ne û mezinê wan Dirbazê Elî ye. Babikê duyê, Mala Mistefa ye û mezinê wan Hacîyê Eyîb bû, lê mixabin hêj di ciwanîya xwe da bi ber nisaxîyeke dijwar ket û jîyana xwe berze kir. Babikê sêyê jî Malwelî ne û mezinê wan jî Yaqûbê Xalid e. Ev babik hemû jî navê xwe ji babê xwe yê pêşîyê wergirtine û didomînin, ku eve tradisyoneke sosyolojîk ya civata Kurdan e. Berî 1980 nifûsa Germavê nêzîkî sed malan bû. Belêm piştî cuntaya 12ê îlona 1980 nifûsa wê her bo her kêm bû û di demê şerê çekdarî yê piştî 15ê Tebaxa 1984ê da jî hejmara gund kete bin pêncî malan. Xelkê Germavê bahra pitir çûn merkeza Hekarîya, Çolemêrgê û Wanê. Navdarên Germavê, li goreyî jîyan û adetên eşîrî reng werdigirtin. Germav herçend ji sê babikên Gewdan pêkdihat jî, lê mezinê temsîlkar yê gund ji mala Elîyê Miho bû ku ji Mala Xazî bûn û nifûsa wan jî zêdetir bû. Di fermîyetê da jî muxtarê gund Elîyê Miho bû. Paşê jî kurê wî yê mezin Dirbaz, hem bû muxtarê fermî, hem jî mezinê timamî Germavê, ku herweha di nav hîyerarşîya eşîra Gewdan da jî li serê pîramîdê cih digirt û wekî Dirbaz Axa dihate bi nav kirin. Dirbaz Axa, piştî cuntaya faşîst ya 12ê îlona 1980 digel bi dehan şoreşgerên Elkîyê hate girtin û qederê heyvekê li merkeza Hekarîya, li Çolemêrgê, di bin îşkenceyê da ma, ku nihe jî li Wanê xwecih bûye. Hacîyê Eyîb hem mezinê Mala Mistefa bû, hem jî yêk ji egîd û rihspîyên gundê Germavê bû ku xwudan rêz û siyanet bû. Kazimê Elî jî yêk ji ciwanên bişêl û egîd yê gund bû û birayê Dirbazê Elî bû ku sed mixabin ew jî hêj di jîyekî ciwan da çû ber sing û berê xwezayê. Yaqûbê Xalid jî hem mezinê Malwelîyên Lotanisê ye, hem jî yêk ji rihspîyên Germavê ye û hêj jî li ser milkê xwe dijî, ku nihe bi ber êrişa dewletê ketine ku gundê xwe terk bikin. Mehemedê Mîrza jî yêk ji rihspîyên Germavê bû û bi simbêlên xwe yên boq û badayî û herweha şel û şepikên Tîyarî gelekî balkêş û bişêl bû. Mehemedê Mîrza bi vê şêla xwe gava dihate nav çarsûya Elkîyê baleke germ dikêşa û nihe li Wanê xwecih e. Îsivê Sonê jî yêk ji rihspîyên Germavê bû ku di dahwet û govendan da sergovend bû û reqseke balkêş dikir, belêm ew jî mixabin zû vegerya koşa xwezayê. Mela Sîso, suhbetxweş û stranbêjê koçika, yarîker û nuktedanê Germavê li timamî Elkîyê jî navdar bû û cih, koçik, dîwan û dahwetên Mela Sîso lê, şahî, ken û keyfxweşî di dereceya herî bilind da diborî ku nihe ew jî li Wanê xwecih e. Reşîdê Xelef û birayê wî Mûsayê Xelef jî li nav rihspîyên Germavê dihatin hejmartin. Digel desttengî û feqîrîya xwe jî bin, Meta Momê û Mam Heyranî di mala xwe da, xwe ji bo mêhvana dikirin ax û av. Lawê wan Felît jî yêk ji egîdên Germavê bû ku li ber dilê Momê gelekî nazdar bû. Dîsa yêk ji navdarên Germavê jî Arifê Xalidê Hevind bû ku bi xiyalperêsî û maceraperêsîya xwe navdar bû li Germavê û herweha li Elkîyê jî. Gotina ”ne” di ferhenga wî da nebû û digel ku bi sozdayîna ji taqeta xwe zêdetir dihate niyasîn jî, lê mirovekî xêrxwaz bû, lewma jî jê dihate hez kirin. Wî jî barkir û çû li Wanê bicih bû û kurekî wî jî di nav refên gerîllayên PKKyê da şehîd bû. Germavî anjî bi gotina wan, Gelîvaneyî, li Çolemêrg û Wanê bi zêdehî ve di nav rêzên welatperwerîyê da cih girtine, bi dehan law û zerîyên Germavî ketine nav refên gerîlla û ji bo doza neteweyî têkoşînê didin. Ji xwe ji nav Germavîyan hejmareke gelek kêm cehş derketine. Yêk ji binasên xezeba dewletê jî eve ye. Portreya Germavê kivş dike ka boçi bi ber xezeb û êrişên dewleta Tirkîyeyê dikeve.

Germava saxî û xweşîyê

Germava Germavê, kahnîya saxîyê, şifayê di navbeyna du Katoyên, -Katoyê Geznexê û Katoyê Elki- welatê Hekarîya da bi hêlmeke tîr û bijûn esmanê Elkîyê germ dike. Ji nav wê axa bi xêr û bêr, çi xezîneyeke saxî û xweşîyê dizê! Xwecihên Germavê eşîra herî mezin ya Ertoşîyan, Gewdan, bo vî gundê xwe yê zêrîn Gelî dibêjin. Li hindava Gelî, Katoyê Geznexê bi wê ezameta xwe hildikişe ber perê esmanî. Çemê di nîveka Gelî da dibore, vî gundê Gewdan dike du taxên ji yêkûdu spehîtir. Taxê mezin herwekî Gelî tête bi nav kirin. Taxê binê çemî jî Lotanis e. Xwecihên Lotanisê jî Malwelî ne û babikekî Gewdan e. Çemê boş, ku wekî Çemê Gelî, bi nav e, ji nav wan zozanên bilind yên Mamxuran, ku eşîreke bira ne û ji ertoşîyan e, dizê û timamî gelîyê Mamxuran û Gewdan mişt tijî dike û berê xwe dide Gelîyê Jîrkîyan ku ew jî eşîreke birayên Gewdan e ji Ertoşîyan. Çemê Gelî li Gelîyê Çoçaneyê, di enîşka Çemê Spîndar da bi Çemê Meydanê ve dibe yêk û ber bi Çemana Jîrkîyan ve diherike. Çemê Meydanê ji nav wê zozana bi nav û deng, ji nav zozanên Feraşînê, ji baskên Meydan Dawûdê ji dehan av û deravên zozanên Gewdan kom dibe, li hemberê Kelereşê Elkîyê, li binê Serspîkê Mûşêla bi Çemê Singeverê ve xwe dike yêk û Gelîyê Çoçaneyê dihejîne. Ev çemê boş bi hemû av û deravên Elkîyê ve mezin dibe û di sêrêyanka Çemana Jîrkîyan da ber bi Komateyê Gelîyê Qeşûran ve, -ku Qeşûran jî babikekî Ertoşîyan e, anku birayên Gewdanên Germavê ne-, diherike û dîsa xwe bi dehan av û robaran ve xurt dike û li tangên Gelîyê Qeşûran dibe du çeq. Çeqê mezin ber bi deştê ve diçe û bi gelek av û deravan ve boş dibe û Xabûrî pêktîne û piştî ku Ava Hîzil jî hilgirte nav xwe li binê deşta Silopîya tevî Dicleyê dibe. Çeqê dî yê biçûk jî, ber bi Gelîyê Berwarîya ve diherike û li jêrî dol û nihalên Kahnîmasîyê ew û Zêyê Mezin xwe diavêjin ser û stûyê hevdu û Ava Zê mezintir û boştir dikin û gelîyên kûr û asê yên Bahdîna adeta bi giyan têxin. Di nav vê kêşa çem û robarên Elkîyê da zîyeke ava kelegerme hekîm ya gundê Germavê jî heye ku têhna xwe li rojhilatê dide Ava Zê, li rojavayê jî dide Xabûr û Dicleyê.

Germav, gund û warê Gewdan, belêm germava lê jî adeta hem ”serşok”, hem jî derman û hekîma timamî Elkîya Hekarîya. Kesên ku bi ber nisaxîyên ba, pişt û çermî diketin, bi rojan diçûn li ser wê ava ”hekîm” diman û sax dibûn. Gelek kes jî fîzîken nebe jî ”ruhen” başbûyî dizivirîn malên xwe. Çu rojan germav xalî nedima, her dem ji mirovan mişt bû. Serûkahnîya wê, li bin şkefta ”berê mezin” bû û her li ber serûkahnîyê jî gerek hebû û cih lê nedima ku mirov xwe têda bizivirînin. Ew şkefta serûkahnîyê, adeta loceya herî ”luks” ya germavê bû. Serê spêdê kî zû çûba, ew lê dima. Belêm rêzikek jî hebû û dewrûdaîmeke mirovan spontan jî be pêkdihat. Rojeke ku tinê ji bo jinan kivşkirî nebû, lê gava jin bi boşahî li ber derê şkeftê, anku ”loceya luks” kom biban, mêrên têda hema zû derdiketin û ”loce” ji bo jinan xalî dikirin û ew diçûn gerikên ber şkeftê anjî nav gerên çemê li tenişta germavê, ku ji xwe ew ava kelegerm dihate nav û ew cihên ku ava germ têkilav dibû, gerikên sarûgerm pêktînan û biçûk mezin, mêran di wan gerikan da melevanî dikirin. Di salên heftêyî da dewletê li pişt şkefta ”berê mezin” avahîyek çêkiribû ku goya dê biba otêl. Li tenişta avahî jî du gerik (hewûz) jî çêkiribûn û bi borîyan ava germ ji serûkahnîyê kêşabûne van geran û avahî. Li binê avahî çend locekên biçûk çêkiribûn û di tebeqeya serî da jî çend mezelên (odeyên) nivistinê hebûn. Lê belê, xelkê xwecih û yên Elkîyê, adetê berê didomandin û çu kes nediçû wan loceyên avahî. Ger û şkeft dîsa ve di rewacê da bûn ji bo Gelîvaneyî û timamî Elkîyîyan. Bajêrîyên Elkîyê roja yêkşembê adeta bo xwe kiribûn ”roja germavê”. Her yêkşembê biçûk, mezin, jin, mêr Elkîyî ref ref diçûn germava Germavê. Ji xwe ji bo wan ”germavî” dihate gotin. Serê spêdê xelkê digot, “germavî çûn”. Êvarê, demê vegera wan jî, “germavî hatin” digotin. Xelkê, roja yêkşembê bi hazirî û ratiba pîknîkê berê xwe didan germava hekîm. Heta dûmahîka salên şêstî jî çûna Germavê, peyatî anjî bi suwarîya dewaran bû. Lê piştî serê salên heftêyî rêya makînê hate çêkirin û êdî carna seferên bi tirimpêlan jî çêdibûn. Di salên heftêyî da ji xelkê  Elkîyê, belkî çend kesan tirimpêl hebûn û wan jî zêdetir seferên prîvat dikirin. Kamyon anjî tirimpêlên dezgehên fermî gava dihatin Elkîyê, sefereke Germavê dikirin û hingê jî bi taybetî karoserên kamyonan ji xelkê, belêm bi zêdehî ve jî ji biçûkan ve tijî dibûn û tûra Germavê dest pê dikir. Di seferên Germavê da, çûna peyatî dîsa ve ya herî bi zewq û macera bû. Rêya seetekê bû û lewma bi gelekî ve xelk yêkbêhn diçû. Belêm bi taybetî grûbên hevaldar ji bo keyfxweşîyê, rêya xwe dikirin geşt û seyran û bi du-sê bêhnvedanan xwe digihandin Germavê. Herçend seetek kêşaba jî, rêyeke bi evrazî û nişîvî û vîrajan ve tijî bû. Bêhna ewil Kahnîya Meydanê bû. Çaya ewil li ser vê kahnîyê dihate çêkirin. Çaydanên bafon yên ji dûkêla agirî ya hizar caran reş bûyî li ser kuçikî dihate danan û agirekî gur li binî dihate hil kirin. Ratib jî li goreyî ”rewşa malê” dihate guhorîn. Heyîyan belkî ”kifte” tînan, lê neyîyan jî nanê sêhlê û jajî dikirin balolik û digel çaya kel zikê xwe pê têr dikirin. Digel firên çaya xweş, yêk ji axivtinên suhbetê jî ”Gayê Şehbaz” bû di nav firên çaya çaydankê bafon da.  Li bin rêya Meydanê xanîyek tinê hebû û ew jî mala Şehbaz bû. Gerçî herçend mala Şehbaz li binê Meydanê jî bû, belêm ew li ser nifûsa Germavê dihate hejmartin û ji xwe ji eşîra Gewdan û babikê Malwelîyan bû. Şehbaz bi gayê xwe yê reş navdar bû di wî Gelî û timamî Elkîyê da. ”Gayê Reş” hesp û tirimpêla Şehbaz bû. Gayê Reş nanê keda helal yê Şehbaz bû. Şehbaz hewcehîyên mala xwe ji ser pişta vî ”Gayê Reş” qazanc dikirin. Ji ber hindê jî Şehbaz wekî ronahîya çavê xwe sexbêrîya gayê xwe dikir, lê î gelekî xwudan bû. Şehbazî, şîr be mast be penîr anjî jajî be, hemû spîyatîya xwe, sebze û meyweyên bi xwe çandî û gihandî, tirîyên rezê xwe, dikirin barê vî gayê xwe yê reş û tînan bajêrkê Elkîyê difirotin û bi bayê beza gayê xwe yê reş dîsa ve dizivirî mala xwe ya li binê Meydanê! Hizreta herkesê bû ku Şehbaz li nav bajêr piçekê raweste, bêhnekê vede, anjî li çayxaneya Çolîyê Ehmedê Misto rûne û çayekê vexwe. Belêm ew hizret di gewrîya wan da dima, destên Şehbaz nediçûn berûka wî anjî nav kîsikê wî û Şehbaz çawa tiştên xwe difirotin, heke hewcehîyek heba ji dikana Şêx Sirûrê Tilloyî dikirî û gayê xwe yê ”êkane” dîsa ve dida pêşîya xwe û berê xwe dida mala xwe ya li binê Meydanê. Rewşa Şehbaz, ev tarzê jîyana Şehbaz neku suhbeta yarîyan bû, bi rastî li ser vê ked û renca wî ya helal û rêncberîya wî, bi keneke zikdirîn dihate axivtin, her hind!.. Nihe piştî Şehbaz, heke ji "qehreman"ekî dî yê Germavî neête behs kirin, dê neheqî be! Lotanisîyekî dî yê navdar yê hem Germavê, hem jî Elkîyê, Mîrzayê Leng bû. -(Xelkê, Mîrzoyê Qop digotê, ku rastî jî ji pê xwe ve bi handîkap bû).- Mîrza jî ji babikê Malwelîyan bû. Karê wî rejû (komir) çêkirin bû. Mîrzayî bi tonan darên rêhlê Lotanisê dibirîn, disotin û rejû jê çêdikir. Bazara Mîrzayî ya herî mezin jî Elkî bû. Bikirên wî yên sereke jî asinger (Hedad) Sedîqê Rêzo û Nûrî Terzî bûn. Sedîq xelkê xwecih yê Elkî bû, lê Nûrî Terzî ji Erebên Sêrtê bû. Kûrheya atolyeya asinger Sedîq û ûtîya Nûrî Terzî, -heta serê salên heftêyî ku elektrîk hatî-, bi rejûya Mîrzayê Lotanisî kel, germ û gur dibûn. Bi gotineke dî, cil û berg û çakît û pantolên bajêrîyên Elki bi rejûya Mîrzayê Leng, wekî jilêdê dihatin ûtî kirin!

Piştî mila Meydanê rêhlê Lotanisîyan dest pê dikir û heke havîn anjî  payîz ba, xelkê berûk û paxilên xwe bi tirî û rêhlînkên tamxweş yên nişîvîyê Goristana Lotanisê, anjî ”Mexber”ê, tijî dikirin. Li Germavê cihê herî xweş yê lê manê, cihê çay çêkirin û xwarin xwarinê, binê ”berê mezin” bû ku serûkahnîya ava germ jî li bin wî berê mezin bû. Pala berê mezin stareke xweş bû bo pîknîkê. Kî zû çûba ew lê bi cih dibûn. Tûra germavê, rehetîya li nav wê ava kelegerm, melevanî, xwe şuştin û veşuştin û balavê heta êvarê dom dikir. Berî xwe kom kirin û hazirîya vegera malê, adetê xelkê bû, ku biçin seradanîya ”şkefta şehîdan” bikin. Li rûyê dî yê başûr yê berê mezin şkefteke kûr hebû û têda ”zîyaret”ê (gora) du kesên neniyas hebû û ew şkeft gora wan bû. Şkeft li bilindahîya berê mezin bû û ji kuneke gelek teng diçûn nav şkeftê. Ew ziyaretgeh, ji ber bawerîya manewî û mîstîk, ji alîyê xelkê ve cihekî pîroz dihate qebûl kirin. Perokê kesk li ser cendekê wan hebû ku ew ”kesk” jî li nik xelkê gelekî pîroz bû. Kî çûba ser gora wan, parçeyekî wî ”kesk”î jêve dikir û bi ber singê xwe ve dikir, anjî li mala xwe vedişart. Bawerîyeke dî ya belav jî ew bû ku, heçî kesê neşiyaba bi wê kuna şkeftê ve biçe jor, wisa dihate qebûl kirin ku ew kes gunehkar e! Lewma herkesê di xwe ra nedidît ku di wê kunê ra biçin. Yên diçûn û bi parçeyekî kesk ve dizivirîn xwe adeta ”hecî” didîtin! Jin, mêr û biçûk diketin rêzê û seradanîya wan herdu ”şehîdan” dikirin. Gava keskê ser wan xilas dibû jî, Şêx Sirûrê Tilloyî, -dikandarê herî heyî bû li Elki û ji Erebên Tilloya Sêrtê bû,- tobekî perokê kesk diîna û bi ser wan ”şehîdên bênav” da radiêxa. Çîroka wan ”şehîdên bênav” jî bi esehî nedihate zanîn. Serê sedan salan bû ku tevatûr û xurafeyên ji yêk cuda dihatin gotin. Gotina herî belav ew bû ku du bira di şerekî dijî dijmin da birîndar bûne û revîne hatine li vê şkeftê sitirîne, çavika mezin ya şkeftê bi beran nijinandine û tinê ew kunik vekirî hêlane. -Helbet gotina ”dijmin” jî ji alîyê xelkê ve cuda dihate mana kirin. Bo xelkê dîndar ”dijmin” alîyên dijî Islamê bûn, lê ji bo welatperwer û neteweperweran jî ”dijmin”, ”dijminên xelkê Kurd” bûn-. Axir piştî midehekê jî ji ber wan birînên giran neşiyane xwe sax bikin û di wê şkeftê da mirine. Berî ku bimirin goya gotine hev ku xwe li tenişta yêk dirêj bikin, pozisyona mirinê wergirin, destên xwe li ser navika xwe bigihînin yêk û çavên xwe biniqînin. Di wê pozisyonê da jî mirine. Ískeletê wan hêj jî kêm zêde li goreyî vê teswîrê di wê şkeftê da ye. Hestî, geh û girêçkên îskeletê wan ji hev belav nebûne û wekî xwe dimînin. Ji ber vê yêkê ye ku ji bo xelkê sade ”goreke pîroz” tête qebûl kirin. Ji ber hakimîyeta mîstîsîzm û xurafetîya dînî, bahra mezin ya xelkê ”şehadeta wan” pîrozîyeke mezin û herweha ”îlahî” qebûl dikirin û gava seradanîya wan dikirin, xwe ruhen sivik û sax û manewîyata xwe jî bilind didîtin. Li ber derê şkeftê dareke mezin hebû û xelkê ji ber xwezî, daxwaz û miradên xwe, pateyên rengareng pêve dikirin, ku êdî nawê darê bibû "Dara bi kincir" anjî ”Dara miradê”, ”Dara xwezîyê”. ”Şehîdên şkeftê” ji bo herkesê manayeke cuda îfade dikir. Xelkê sade û dîndar, şehadeta wan di rêya ”dîn û dîyanet”ê da didîtin, belêm ji alîyê welatperwer û neteweperweran ve jî ew ”şehîdên rêya azadîyê” dihatin qebûl kirin. Belêm axir her bi çi rengî be, van ”şehîdan” rêz û siyaneteke mezin ji xelkê didîtin.

Germava gundê Germavê, berê mezin, ”şkefta şehîdan”, serûkahnîya ava kelegerm, anku şkefta serûkahnîyê, anjî ”loceya luks”, Çemê Gelî, pêkve kana bîrhatinên Gelîvaneyî û timamî xelkê Elkîyê, anjî bi gotina ”otantîk” ya xwecihên Elkîya Hekarîya, ”Elki” ye.

Di dawîya salên heftêyî da fîgurekî dî jî yê Germavê hebû ku navê wî û germava Germavê êdî pêkve dihate bilêvkirin. Ew jî Têcir bû. Têcir bi mal û eyalên xwe ve ji alîyê ”Qaymeqamîya Elki” ve bi meaş hatibû wezîfedar kirin ku sexbêrî û serûguhîya ”Otêla Germavê” bike. Lê belê, ”Qaymeqamîyê” pişta xwe dabû Têcir, ne meaş, nejî hevkarîyek dihate dan, anku ji teref dewletê ve hatibû lêhbandin! Têcir jî bi ”dîyarî” û ”bexşîşên” seradanêrên germavê ve îdareya xwe dikir. Têcir ferq û cudahî nedikir di vê xizmeta xwe da, belêm mirovekî ”rûken” û reftar xweş jî nebû. Lê belê, divêt bête gotin ku ev ”kêmasîya” Têcir, di têkilîyên digel ”şoreşgeran” da dihate guhorîn. Gava refa ”hevalan” diçû Germavê, Têcir çu qusûr ji xizmetê nedikir û heta ku ”heval” ji Germavê diçûn wî serwîsa çayê kêm nedikir! Helbet ”heqdestek” jî dihate dan ku vê yêkê Têcir şa û keyfxweş dikir!

Germav, ava saxî û şifayê, hekîma dehan nisaxîyan, ”serşoka” xwe şuştin û paqij kirinê, balav û cilşoka xelkê xwecih, ”zîyaretgeha şehîdan”, tinê xizmet nedida Gelîvaneyîyan, gundên dorberê û timamî Elkîyîyan. Ji sentrala Botan, ji Cizîr û Şirnexê heta Silopîya koçeran, ji Wanê bigirin heta Elbaka bijûn, Gever û Şemdînaya şîn, ji Çela kana meywe û sebzeyên tamdar bigirin heta navenda Hekarîya, Çolemêrgê, bi sedan xelk dihatin ser vê kana saxî û şifayê, ava hekîm û pîroz, germava Germavê.         

Gelîyê Gewdan

Germav, di serî da bi ava xwe ya germe bijûn û saxker ve navdar e. Belêm herweha Germav anjî bi gotina Gewdan, Gelî, bi şînkatîya xwe ve jî bi xemil û xubûr e. Germav bi rêhl, dar û devîyan ve adeta hatîye dorpêç kirin. Hemû cure  meywe lê şîn dibin. Ji tirîyê reş û zer bigirin heta, girsk û hirmîyan, rêhlînk û tûyan, ji kezwan û berûyan heta gûz û hilûkan bi dehan reng û çêşîd fêqîyên bi tam û lezet Gelîyê Gewdan şirîn û balkêş dikin. Çend cure genim û genimok, garis û tahle wan zevî û betenên Germavê wekî rûmaseyeke gulîn radipêçin. Ava vexwarinê heçku ji nav heft tebeqe cemeda serê Reşkoyê Geverê dizê, hind sar û hindî sarîya xwe, hind jî bi tam e. Gotineke belav e li navçeya Elkîyê; "berxekê bixwe û fireke wê ava sar bi ser da bike, heçku te tiştek nexwarî, hind zû dimehîne"! Esas ev gotine ji bo hemû av, çem, robar û kahnîyên zozan, dol û nihalên Elkîyê tête gotin. Ji xwe Ava Singeverê (Çemê Singeverê), -ku serûkahnîya wê nîveka bajêrkê Elkî ye û ji binê Katoyê Elki, li serê zevîyên Mehemed Feqî dizê-, ristika zêrîn ya vê gotinê ye. Ev gotin ewil bo Ava Singeverê hatîye gotin. Gotinek jî ”serxweşên mudawîm”, -gava bi wê ava sar ya şubî cemedê ”ereq”, anjî bi gotina wan ”şîrê şêran” pêda dikirin-, lê zêde kirîye; "zebeşekê, xiyarekê biavêjin nav Ava Singeverê, di sanîyeya xwe da ker dibin"! Ava kahnîyên Germavê jî herwisa. Gelîyê Gewda çend bi şans û talih e. Li milekê kahnîyên ava sar, li milê dî ava kelegerm ya xwezayî. Reya serûkahnîya avên sar yên Gelîyê Gewda, ji erdê ter û tezî yê Geznexê têtin. Geznex jî adeta bi sebreke nedîtî hatîye ava kirin û xemilandin. Gundê xweş û spehî yê Fileyên Elkîyê. Fileyên Geznexê Kildanî ne û ji qedîm were xwecihên Geznexê ne. Geznex wan bi dest û tilên xwe avadan kirine, bi serûber kirine, xemilandine, şîn kirine. Fileyên Kildanî bi wê ked û renca xwe ya helal Geznex adeta kirine koşeyekî beheştê li wê navçeya Elkîya Hekarîya. Mezinên wan mala Mam Xemo û hemû xelkê Geznexê, herçend carna neheqî, bêdadî ji hejmareke gelek kêm ya xelkê dorber dîtibin jî, ji bahra pitir ya xelkê navçeyê rêz û siyanet dîtine. Mam Xemo gava bi wan şel û şepikên xwe yên Tiyarî û bi gopalê xwe yê heyzeran dihate nav çarsûya Elkîyê, xelkê xwezan bi ber ve radibûn, cih didanê, qedr û siyaneta wî digirtin. Silava wî, hergav xwerû bi Kurdî bû; spêde ba, ”Sibe bixêr - Siba hewe bixêr”, nîvro ba; ”Navroj bixêr - Navroja hewe bixêr”, êvar ba; ”êvarya hewe bixêr” bû! Ev silava xwerû Kurdî ya Mam Xemo û mirovên wî, ya hemû Kildanîyên Geznexê, çend fanatîkên ”busulman”ên xwenezan têne (li Hekarya bi zêdehî ve li şûna “musulman”, gotina ‘busulman’ bi kar têt), ji alîyê xelkê ve gelek bi germî, bi şahî û baldarî dihate qebûl kirin... Avên sare bijûn û paqij yên axa Geznexê, ji nav xwezahîya erdî be, ji ser erdî wekî cokê be, kahnîyên Gelîyê Gewdan têr û tijî dikirin.

Gelîyê Gewdan, bi navê belav Germav bi jîyana pez û dewar xwudankirinê ve jî dihate zanîn. Yên heyî bahra pitir pezê spî, yên piçekê destteng ”reşeke” anku bizin xwudan dikirin û debara xwe pê dikirin. Biharan gava sezona zozanan dest pê dikir, kerîyên pezê Gelîvaneyîyan ji nav dol û nihalên Elkîyê derbaz dibûn û ber bi baskên zozanên Meydan Zengilê ve diçûn. Zozanên şîn, bijûn û têrav heta nîveka havînê jî bi kevîbelekeyên befrê ve xemilandîbûn û heta payîzeke direng jî dibûn warên Gelîvaneyîyan.  

Gelî, anjî Germav, ku ji alîyê dewletê ve navê wekî hizaran gundên Kurdistanê hatîye guhorîn û ”fermîyen” kirine ”Ilıcak”, evro dubare tête ciza kirin, zulm li xelkê xwecih tête kirin. Ji xwe nifûsa gund gelek bi zanahî û sîstematîk hatîye kêm kirin, lê nihe jî dixwazin wan malên mayî jî bi darê zorê bidine bar kirin, gundê Germavê kavil û wêran bikin, serûkahnîya vê ava kelegerm, termala saxî û xweşîyê, hekîma dehan nisaxîyan, serşoka paqijî û bijûnahîya xelkê dorberê, cihê tek û tinê yê ”tûrîstîk” yê Elkîya Hekarîya bikin çol û çolistan. Íro zor û zulm hind bêperwa li Gelîvaneyîyan tête kirin ku, muxtarê gund Ísayê ji Mala Mistefa, ji ber tirs, tehdît û gefên leşkerên dewletê newêra li ser bûyerên heyva Tebaxê  digel heyetên parêzer û aktîvîstên ”organîzasyona mafên mirov” biaxive. Li nav û derve reaksîyona hêz û kesên humanîter û organîzasyonên Kurd û herweha balkêşana çapemenîyê û pêve mijûlbûna dezgehên Yêkitîya Ewrûpayê, vê gavê ev operasyona dewletê daye rawestandin. Belêm çu garantî jî nîne ku berpirsiyarên dewletê yên Elki û garnîzona leşkerî ya navçeyê piştî midehekê dîsa ve êrişkarîyên xwe yên li ser Germavî anjî Gelîvaneyîyan xurt bikin û gundîyan ji ser xanî û axa wan rakin û bi zorî bidine bar kirin. Aqîbeta Germavîyan, Gelîvaneyîyan, ji ber vê terora dewletê adeta ketîye nav mij û moraneke reş û tarî. Salih Aslan û Kerîm Acarê Gelîvaneyî, Elmas Acara dayîka kiçika biçûke nisax Leylayê, bi aşkerayî û bêyî ku ji gefên garnîzonê bitirsin, behsê êrişên leşkeran kirin ji bo heyeta ”Komeleya Mafên Mirov” ya Diyarbekirê. Belêm ma xema serleşker Albay Cengiz Eryilmaz û Albay Recep Onur û herweha Qaymeqamê Elki Cihan Demirhan e ku, gundîyên Germavê bê mal û avahî mane, bê xanî û zevî mane, ji ser milkê xwe hatine rakirin, birsî û têhnî mane, perîşan û derbeder bûne! Argumentên van ”zewatên dewletê” jî wekî hergav dîsa ve ”hevkarîya terorîstan dikin” bû! Di ferhenga wan da gerîlla, şerkerên doza azadîya Kurdistanê, parêzer û çalakgerên maf û berjewendîyên xelkê Kurd, ”terorîst” in! Ev binavkirina wan li nik xelkê Kurd, di wijdana azadîxwaz, demokrasîxwaz û humanîteran da bê biha ye, bê mana ye! Piştî vê operasyon û êrişa ”nobedarên TCyê” ya li ser xelkê Germavê pêkhatî, dengê azadîxwazan, demokrasîxwazan gur derket û ev kirêtî, qirêjî û dijmirovîya dewletê dubare derkete meydanê. Belêm li milê dî rik û berxwedana xelkê Germavê jî kivş bû ku ew serê xwe li ber zulma dewletê naçemînin. Çend malên mayî di etaba pêşîn da encama rika xwe bi dest ve înan û dîsa ve vegerîn ser avahî û zevîyên xwe. Vegerîna wan bi hejmareke gelek kêm, bi çend malan jî be, giring e. Bi çend malan jî be vegera Gelîvaneyîyan, Germavîyan bi mana ye. Ew temsîla avadanîya Germavê, jîyana domdirêj ya Gelîyê Gewdan, germahîya serûkahnîya ava termal ya saxî û şifayê, ava hekîm dikin. Mana wan ya li gund, dê germava Germavê keltir, boştir û hekîmtir bike. Ew dê bimînin, divêt bimînin û divêt yên çûyî jî vegerin, bizivirin ser xanî û zevîyên xwe, Germavê, Gelîyê şîn û jîndar xweştir û geştir bikin. Eve dê bibe nimûneya li axa xwe, li welatê xwe, li azadî û mafên xwe yên neteweyî derketinê.

Germav û du bîrhatin

Germava Elkîya Hekarîya, Gelîyê Gewdan, di ser da Geznexa şîn û Fileyên camêr û bi nan û xwê. Ew jî piştî cuntaya faşîst ya leşkerî ya 12ê îlona 1980ê û pêda hêdî hêdî ji gundê xwe yê sedan salî mişext dibûn. Ewil diçûn nav Suryanîyên Midyata Mêrdînê, paşê Stanbol û li dûv ra jî berê xwe dan Ewrûpaya mezin. Gava dem hatîye dawîya salên 90î tinê Berxoyê Hosta mabû li Geznexê. Ew jî paşê li Stanbolê ji axa xwe dûr di xerîbîyê da çûbû ber singê xwezaya pîroz. Gelî, Germav û Elki mabûn bê Mensûrê Xemo, bê Merêheyê Berxo, bêyî Kiro, bêyî Ewro, Dikran, Binoyê hostayê dîwara, Yewno, Mam Sîto û gelekên dî. Geznex bêyî wan sêwî mabû. Xalîbûna Geznexê herçend kamên hindek kes û derûdorên axxwer rakiribin jî, dilê kesê nedigirt ku biçin li ser kavilên Geznexîya rûnin û xwe bikin xwudanê mal, milk û bîrhatinên Fileyên Geznexê. Ji destpêka salên 2000î pêve, salmezin û pîrên Geznexî yên li welatên cuda yên Ewrûpayê bi bêrîkirin û xerîbîyeke kûr ya salan berê xwe dan Geznexa xwe dîsa. Nihe çend malekên ji wan salmezin û pîran hatine, kavil û kolikên xwe yên qedîm ava kirine û bi ked û gendana xwe ya salan ve mijûl in. Geznexa ku ji nû ve ava dibe, divêt bi tinê nemîne, Germavî, Gelîvaneyîyên cîran, dost û destebira divêt xwe ji cîranên xwe yên sedansalî, ji Geznexîyan dûr nekin. Jîyê zulmê dirêj nîne û divêt berxwe bidin û mal, zevî û avahîyên xwe nehêlin, li reyên xwe yên jîndar xwudan derkevin û li ser xîmê xwe yê saxlem jîyaneke nû û xweştir ava bikin

Di bêhna dûmahîka vê suhbeta hem germ, hem bi xem, kul û keser, hem jî bi hêvîyên paşerojê ve tijî da, tempoya axivtina hevalî bi axînên kûr yên xerîbî û bêrîkirina welatî daketibû. Gava ev xwezî û hêvîyên li ser Germav, Geznex û xelkê xwecih, di nav labîrentên mejî da xwe dilivandin, hevalî behsê du bîrhatinên balkêş û hind jî bihadar kir ku ji xwe her demên li wan derên zêrîn hatîne jîyan, wekî şilîta fîlmekê ji ber çavan derbaz dibûn: Ber bi dawîya salên 70yî, trafîka kar û xebatên şoreşgerî yên li ser doza welat û azadîya xelkê hejare bindest, xurt bibû. Ne şev, nejî roj rawestan nebû. Peyatî be, bi tirimpêlê be, geryan, axivtin, riberiz û kombûnên bi seetan dirêj, êdî bibûn rûtîna jîyana rojane. Bêhna xeweke demkurt têne, roj bi dînamîzmeke nedîtî diborîn. Ew kar û xebata bê rawestan, şûna ku westanê bîne, taqet û hêzê bişkêne, tam berevajî wê, enerjî û hêz û taqeteke bilind û bêtixûb dida mirov. Axivtin, rê û rêbar, riberiz û ew kombûnên di nav dûkêla cigareyan da mijînî dibûn, adeta dibûne motîvasyoneke nû ji bo kar û xebatên rojên dî. Germav jî şahida çendîn geryan û kombûnên ji wan e. Cihê herî tena, herî ewle û saxlem ji bo bêhnvedanên wan geryan û kombûnan, germava Germavê bû. Ew şkefta serûkahnîya ava termal, loceyên ”Otêla Têcir”, gerikên li pişt berê mezin, gelek kesên têkoşer mêhvan kirin. Ji Mûsa Star bigirin heta Şahîn Y. Mamreş, Xêredîn Mela, Seît Ísiv, Nûredîn Mehemed û Ferîq Omer, ji Pîrmûs Pîrosan bigirin heta Eshed Bilbêsî, Ísa Meçêtir, Birahîm Xelîl, Yaqûb Aso, Fikret Baqî, Mûsa Nevîmirê, Celîl Hemît, Fikret Gamêş, Fihad Besê û helbet gelekên dî, çendek ji wê refa hevalên xwecih yên Elki bûn. Heval û dostên cihên dûr jî carna çerxa seferên xwe fireh dikirin û serek li per û baskên Elkîya Hekarîya û helbet germava Germavê didan. Rûken F. jî yêk ji mêhvanên ji dûr bû ku carekê li ser germava Germavê hate mêhvan kirin. -Gerçî ew ji xwe li Elki hatibû dinyayê û bîyanîya van deran nebû, lê hêje biçûk mala wan barkiribû çûbû-. Polayê nazdar hingê bi dûrbîna Rûken F.yê seyra wan dol û nihal, çiya û zozanên welatê xwe dikir, digel dayîka xwe di nav wê ava kelegerm û hêlma bijûn ya germavê da, di loceyên ”Otêla Têcir” û şkefta serûkahnîya ava termal, anjî ”loceya luks” da, melevanîya xwezayî dikir. Ew di nav zirhekî xwezayî da beşdarî wê sefera dayîka xwe bibû. Yê herî di nav ewlehîyê da ew bû. Ez bêjim Hetavê hetavîn jî, di nîveka dilê dayîka xwe Rûken F.ê da bicih bû û digel wê û birayê xwe yê delal, bi milê dî yê dûrbînê, seyra spehîtîyên welatê xwe, cihê bab û bapîrên xwe dikir... Ew rojên digel Rûken F.ê yên li nav germahîya germava Germavê hatine jîyan, rojên herî taybetî ne di jîyana hevalîyê da. Ji xwe ew sefer, di Hezîrana 1980 da, -du heyva berî cuntaya faşîst ya leşkerî ya 12ê îlona 1980-, ya dawîyê bû li wê germava zêrîn ya Germavê! Sefera mêhvanê duyê jî, salekê berî wê cuntaya faşîst, di havîna 1979ê da pêkhatibû, ya Ezîz Bayram bû. Ezîz, bo seradanîyê hatibû nav heval û dostên Elkîya Hekarîya. Demekî kurt bû. Divîyabû ku ew demê kurt gelek têr, tijî û germ hatiba jîyan. Piştî suhbet û axivtinên dûr û dirêj, di nîveka şeva tarî da kamyona dostekê hate amade kirin û karosera kamyonê ji hevalan mişt tijî bû. Ezîz û hevalê dem û salên xebat û têkoşîna dijwar jî, bi israra hevalan li ”mehela şofêr” ya kamyonê suwar bûn. Mûsa Star, bi wê heyecan û hiddeta xwe ya niyas, ji bo ewlehî û silametîya vê seferê adeta agir li ser serê hevalan dibarand. Belêm çu kes ji vê ”hiddeta” Mûsa Star aciz nedibû. Ji ber ku wî bi dilpaqijîya xwe û ji ber ”disiplîna hevaltîyê” wisa dikir û herweha jî gelekî perfektîyonîst bû, lewma jî kesê lê nedigirt. Kamyon, bi komûta Mûsa Star ya ”timam”, bi rê ket û piştî nîv seetê germava Germavê ya sihrî bi wê bêhna xwe ya ”kifrît”ê li ber wê boşahîya hevalan bû. Têcirê dergevan û nobedarê ”otêlê” çi hewce bû ew kir, ji xizmetê qusûr nekir û helbet berê wê xizmeta xwe jî wergirt. Ji xwe çi gava refa hevalan diçû Germavê, keyf keyfa Têcir bû. Camêrî hem xizmet dikir, hem jî heqdestekî baş werdigirt! Ew şev digel hemû dost û hevalan û mêhvanê ezîz xweş borî. Ezîz, cara ewil bû ku dihate ser vê ava termal, ava kelegerm, germava gundê Germavê. Efsûnî bibû ji ber vê ava hekîme sihrî. Hêlm û kelegermîya ava termal ya Germavê, hem fizîken hem jî ruhen mirov adeta relaks dikir, rehetî û sivikahîyeke jînde dida mirov. Bi wan serpêhatinên xweş, nîveka şevê me germava Germavê li paş xwe hêla û hatin Elki. Roja paştir berberê nîvro Ezîz Bayram bi wan serpêhatîyên xweş yên şeva germava Germavê, hate rêkirin.

Germava Germavê, heta cuntaya faşîst ya 12ê îlona 1984ê bu cihê gelek hevdîtinan. Digel dehan hevalên têkoşer, ji Elbakê heta Gever û Şemdîna, ji Çolemêrgê heta Gelîyê Çelê û heta Gelîyê Goyan, yên navçeya fireh ya Hekarîya, ku çendek ji wan ev bûn; Cemîl Elbak, Ehmed Agir, Muftî Gulîreş, Lezgîn Giravî, Birahîm Şerîf, Şaban Merzan, Bilind Gever, Hesen Mîrza, Hisên Goyî, Seît Mihemed, Azad Casim û hêj gelekên dî, li ber û piştên berê mezin yê germava Germavê, li nav wê ava kelegerm ya saxî û xweşîyê, li serûkahnîya wê ava termal çendîn caran gihiştine hev, xewn û xiyalên xwe yên li ser rizgarîya maka Germavê, maka mezin, welatê bab û bapîra, Kurdistanê, di nav wê ava saxker û kelegerm ya ji binê berê mezin, ji şkefta wî berê ezamet dizê da, germ û gur kirine, bawerîya bi paşerojeke ronahî û dilşa, dubare û teyîd kirine.

Belê, Germav û germava wê ya kelegerm û hêlmîn ya hekîm, di dilê têkoşerên bizava neteweyî yên ku ji wê navçeyê, anjî yên ku ji bo wan îdealan dihatin wan deran da, hergav cihekî taybetî digire. Germav divêt ava bimîne, dê ava bimîne. Hesû û paşeroja Germavê herwekî ya welat, ya Kurdistanê ronahî ye û ew hesû ne dûr e, nêzîk e! Germav, germava Germavê, ava kelegerm û bi hêlmeke tîr û hekîm ya binê şkefta berê mezin, serûkahnîya bijûnî û saxîyê dê di rojên xweş û azad da dîsa ve wan heval û dostan mêhvan bike û ew roj ne dûr in!

ROJAN HAZIM

20 Tebax 2004

serî