Min ev gotine li ber şeira Can Yucel ya ku bo Deniz Gezmiş nivisî formûle kir. Can Yucel ji bo Deniz Gezmiş şeireke kurt, lê gelek bi mana, têr û tijî û xweş nivîsîye û navê wê ”Mare Nostrum” danaye, anku ”Deryayê Me”. Zayendê ”derya” ”mê” ye, lê di konkretîya Deniz Gezmîş da ”Deryayê Me” ye, anku zayend dibe ”nêr”. ”Derya” bi Tirkî ”Deniz” e. Wisa dibêje Can Yucel:
”Şoreş
helbet li Tirkîyeyê jî beza herî dirêj be
Ew,
li sed metreya herî bedew bezî
Herwekî
ji lûlîya sîleha herî nîşangir hilfirî…
Yê
herî hêl bû ji nav me,
Herî
pêşîyê xwe gihande xeta fînalê…
Heke
dilê min bi te ve dimîne bila dayîka min jina min be,
Belêm
eşq be bo te lawo, EŞQ be!”
Mare Nostrum bi Latînî tête manaya ”Deryaya Me” anjî ”Deryayê Me” û ”Deryaya Spî”. Vêca ji ber salvegera 15ê Tebaxê, ku divêt wekî ”Roja Gerîlla” bête mana kirin, min jî xwast li ber navlêkirina Can Yucel ya Deniz Gezmiş, bo gerîllayên me jî ”Gerîlla Nostrum” anku ”Gerîllayê Me” bêjim.
Helbet di her warî da, di her tiştî da fetîşîzm ne di cih da ye û ne rast e. Belêm heke di gur û geşbûna bizava neteweyî û demokratîk ya gelê Kurd da, di pêşkevtina doza Kurdistanê da rola şerê çekdarî bête li ber çav girtin, hingê dê di rol û fonksîyona ”gerîlla”, ”pêşmerge” anjî ”partîzan” jî bête têgihiştin. Dijî kolonyalîzm û dagîrîya navneteweyî li rojhilatanavîn, dijî dewletên wekî Tirkîye, Îran û heta berî çend salan jî dijî rejima Seddam ya Iraqê, ji bilî şerê çekdarî çi li ber Kurdan hate hêlan? Kurdên başûr heke îro gihiştibin mexseda xwe, bi bedelê herî pîroz, anku bi bedeldayîna canê mirov, bi şerê çekdarî gihiştin armanca xwe. Ma kîjan xelk naxwaze ku bêyî rijyana dilopek xwûnê bigihe xwezîya xwe, bigihe azadîya xwe, welatê xwe rizgar bike? Lê heke çu rê li ber nehate hêlan û hate tengav kirin, hingê neçar ”şerê çekdarî” mecbûrî dibe. Çu netewe, ji bo mirinê stuyê xwe dirêjî ber kêra dijmin nakin. Xelkê Kurd ji ber vê neçarîyê ”tifek” hilgirtîye destê xwe. Tirkîye, Îran bi sîlehên herî giran têne ser xelkê Kurd û Kurdistanê bi bombeyên herî sojer kavil û wêran dikin. Dijî vê bêdadîyê, vê zulma nedîtî, bi navê xelkê Kurd, bi navê doza mezin, law û egîdên Kurd bedenên xwe yên ter û taze dikin sîper û her bihost welatê xwe diparêzin, çeperên dijmin dişkênin.
Wekî gerîllayên PKKyê jî di 15ê Tebaxa 1984ê da şerê çekdarî dayne dest pê kirin, bi vê armanca pîroz hilgirtin destê xwe ev sîleh. Wan bi mexsed û armanca kuştinê ne hilgirtin ew sîleh, daku kuştina dijmin rawestînin, daku welatê xwe, xelkê xwe biparêzin destê xwe avêtin qevda sîlehê. 15ê Tebaxa 2007ê, salvegera 23yê ya vê berxwedan û serhildana çekdarî ye. Berî wan jî têkoşîna vê dozê hebû. Lê gava gerîllayan 15ê Tebaxa 1984ê li Eruh û Şemdîna bi navê xelkê Kurd, bi armanca azadîyê ”fîşeka ewil” peqandî, dewleta Tirk kiryarên fetisandina xelkê Kurd gihandibûn dereceya herî kujer û sojer. Gerîlla bi hemleya xwe ve, di rêya azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê da bûne bêhn û xwûna taze û têkoşîn ji nû ve jînde kirin. Ji ber vê pozisyona nû, gerîlla jî di rêya dirêj ya têkoşînê da bûne bezayên sed metreya herî bedew û spehî ya şoresa Kurdistanê. Hebûna gerîlla bi hewcehîya şoreşa Kurdistanê ve girêdayîye. Hêza gerîlla heta ku ev dagîrîya li welat dom bike, şertên şoreşê dewam bikin, aşkera ye ku dê rol û fonksîyona xwe ya parastina xelk û welat bidomîne. Gerîlla îro dijî êrişkarîya Tirkîye û Iranê, bi rol û fonksîyona berxwedanê di çeper da ye. Subehî gava şoreş gihişte armanca xwe û xelk azad bû, welat rizgar bû, hingê jî dê rol û fonksîyona ewlekarî û asayişa welat pêkbîne. Hêza pêşmerge çawa li parçeyê başûr berî azadîyê rol û fonksîyona berxwedanê bi cih tîna, îro jî erk û berpirsiyarîya ewlehî û asayişê bi cih tîne. Lewma hebûna hêza çekdar ne taktîk e, stratejîk e û dîrekt bi armanc, serkevtin û parastina şoreşa Kurdistanê ve girêdayîye û divêt di vê kontekstê da bête biha kirin û sengandin.
Di 23yemîn salvegera berxwedana çekdarî ya hêza gerîlla da, xelkê Kurd divêt bi hemû hêz û şiyana xwe ve destekê bide hêza gerîlla û destê hevkarî û piştgirîyê jê dûr neke. Belêm li alîyê dî, rêvebirîya hêza gerîlla jî divêt vê salvegerê bike wesîleya li xwe nêrîn û analîza pratîka hinde salan. Di pratîka 2007ê da zêdehîya şehadeta gerîllayan tinê bi êrişên dewleta Tirk û herweha ya Iranê yên bi çekên herî giran ve nikare bête îzah kirin. Şoreşa Kurdistanê ji hemû alîyan ve bi hêza mirov û çekên konvansîyonel ve tête meşandin. Heke di her êrişa dijmin da şeş, heşt, anjî deh gerîlla bi hev ra hatin şehît kirin, biryargeha gerîlla û rêvebirîya leşkerî ya HPGyê û herweha kumandaya polîtîk divêt gelek micid li ser vê yêkê rawestin û her çi kêmasî, qusûr û şaşî hebin derêxin meydanê, encamê zelal bikin û tedbîran bistînin.
Di 15ê Tebaxa 2007an da bila silava herî germ, vîna herî tîr bo gerîllayên di çeper da û bi navê gerîllayên şehîd jî bo ”gerîllayê bênav” be! Kurdistanî ji ber vîn, rêz û xatira ”gerîllayê bênav”, bila qevdên gul û kulîlkan biavêjin çem û robarên Kurdistanê.
15 Tebax 2007