Serfermandarê
giştî yê ertêşa Tirk, Yaşar Buyukanit xuya ye ku şerê
Kurdistanê bo xwe kirîye şerê prestîjê!. Sicîla Buyukanit reş e,
tarî ye, bi kîn û xereza dijî xelkê Kurd ve dagirtî ye. Ji destpêka efserîya
xwe ya li Kurdistanê were, di her xeleka karê xwe da sucek kirîye beramberî
xelkê Kurd. Di demê fermandarîya xwe ya li Kurdistanê da jî gelek ajan
gihandine û berdane nav xelkê Kurd. Di navbeyna salên 1996-98ê da bi rutbeya
”Korgenaral”îyê serfermandarê ”Kolordîya 7ê” bû li Diyarbekirê. Bûyera
Şemdîna ya li 9ê Teşrîna (Mijdar) 2005ê jî li bîr e. Li paş
vê kiryarê jî Buyukanit hebû. Xelkê Şemdîna bi cisareteke mezin ajanên
Buyukanit demildest li ser vê kiryara qirêj desteser kirin û maskeyê
Buyukanit înan xwarê. General Buyukanit ajan û lolebkêşên xwe yên li
Kurdistanê jî piranî ji nav leşker û serleşkerên binyad Kurd
hilbijartine. Ma
cehş peyda nabin!. Serleşker Alî Kayayê ku ew kiryara Şemdîna
kumanda kirî jî Kurdê Bidlîsê [Ji Mutkîyê] bû. Piştî ku kiryar aşkera
bûyî general Buyukanit bi mexseda parastina serleşker Alî [Elî] Kaya
„Ew leşkerekî gelek jîr û kêrhatî ye.“ gotibû û ji xwe piştî
vê parastina wî jî bûyera Şemdîna di nav dem da hate peçinandin û di
gava dawîyê da jî hewaleyî dadgeha ertêşê kirin ku bi timamî bidine
beraet kirin!. Bûyera Şemdîna sembolek e ku plankerê wê general
Buyukanit bû, ku wî demî Buyukanit serfermandarê hêza reşahîyê ya
ertêşê bû. Hingê jî timamî êriş û peqandinên bombeyî yên li
Kurdistanê bi plankêşîya Buyukanit ve dihatin kirin. Buyukanit bi kir û
kiryarên xwe ve, sûndxwarîyekî dagirtî ye dijî xelkê Kurd û Kurdistanê.
Wî timamî „karîyer“a xwe ya leşkerî adeta li ser şkandina
bizava neteweyî ya xelkê Kurd dîzayn kirîye!. Buyukanit di germahîya bûyera
Şemdîna da, gava li Geverê protestoyeke mezin çêbûyî, bi rutbeya
serfermandarê hêza reşahîyê, fermana kuştina xelkê da û polîs
û leşkeran jî sê kes kuştin. Buyukanit herweha di merasima rakirina
meytên şehîdan da jî firokeyên cengî Fantom dane firandin li esmanê
Geverê.
Buyukanit,
piştî ku ji Tebaxa 2006ê pêve bû serfermandarê giştî, armanca
xwe mezintir kir û konsepta xwe li ser ”sefera Kurdistanê” amade kir. Xewn
û xiyala wî ew e ku, hem li bakur têkoşîna xelkê Kurd têkbibe, hem
digel Îran û Sûrîyeyê alyanseke bêyûm ya „antî Kurd“ pêkbîne û li
wan deran jî bêhnê li xelkê Kurd çik bike. Û helbet hindî jê bêt avabûna
Kurdistan Federal ya di nav tixûbên fermî ya Iraqa Federal da jî hilweşîne!.
Wekî tête dîtin, armanca Buyukanit gelek mezin e!. Ya ji Buyukanit ve Kurd sêva
kom dikin anjî destên wan girêdayî ne. Buyukanit di van rojan da terora ertêşê
di maksîmûm dereceyê da bi kar tîne li Kurdistanê û ji Çîyayên Sêwasê
heta Çîyayên Hekarîyê ji erd û ji esman bombeyan dibarîne ser Kurdistanê.
Lê dîsa ve bêçare dimîne. Gerîlla li her kujîyekê derdikevin pêşîya
wan û derbên mirinê lê didin. Vêca Buyukanit ji ber vê jan û êşa
sernekevtinê ye ku planê êrîşa li ser Kurdistana Federal derêxistîye
serê rojevê û fişareke mezin tîne ser hem Amerikayê, hem jî hukûmeta
Kurdistana Federal ku rêyê li ber êrîşa xwe xweş bike.
General
Buyukanit, di muhtiraya xwe ya nîveşeva 27ê Nîsanê da jî, ev
paranoyaya xwe ya „antî Kurd“ ji bîr nekirîye û ev slogana bêyûm ya
nasyonalîzma Tirk dubare kirîye; „-Yên ku nebêjin ´Xwezîya ku yêk bêje
ez Tirk im´ dijminên xelkê Tirk in û dê herdem jî wisa bimînin-“!.
General Buyukanit, piştî peqîna li 22ê Gulana 2007ê li Ulusa Ankarayê
jî axivt û Kurd dîsa ve kirine armanca êrişan. General Buyukanit û
generalên li dorê, nihe jî enîya şerê xwe fireh kirine û armanc jî
spesîfîze kirine; Qendîl!. Buyukanit û klîka xwe, ku berê giran
serfermandarê hêza reşahîyê general Ilker Başbug e, ji milekê ve
pirsa Kerkûkê derdêxin pêş, li milekê rêvebirîya Kurdistana Federal
dikine nîveka nîşangeha xwe ku goya ew destekê didine PKKyê ku li Qendîl
bisitire û li alîyekê jî hebûna Kurdistana Federal bo dewleta xwe tehlîke
dibînin. Buyukanit û desteya xwe timamî senaryoyên xwe li ser kavil û wêrankirina
Kurdistanê ava kirine. Piştî muhtiraya 27ê Nîsanê û destpêkirina
prosesa hilbijartinên pêşdem [pêşwext] yên 22yê Tîrmehê jî, bo
xwe demekî gihiştî dibînin û ji xwe îradeya polîtîk jî hilgirtine
binê kontrola xwe û ew di rê dibin. General Buyukanit û klîka xwe bi israr
dixwazin Tirkîyeyê bikine nav macerayeke duyemîn ya wekî Enwer Paşayê
Ittihad Terakkîyê. Enwer Paşa jî di demê şerê yêkemîn yê cîhanê
da bi xewna Pan Turanîzmê derkete sefereke bêyûm dijî ertêşa Ûrisatê
û di encam da li 22yê Kanûna 1914ê li betenên Çîyayê Allahûekberê, di
nav sir û seqema 40 derece di bin sifirê da nêzîkî sed hizar leşkerên
xwe telifandin û şkesteke mezin xwar. Vêca general Buyukanit jî di rika
Enwer Paşa da ye û daku binketina xwe ya li „nav tixûb“ bipeçine, bi
israr dixwaze sefereke fireh li Kurdistanê bide dest pê kirin û heke jê bêt
qet nebe Çîyayê Qendîl fetih bike û
ji bo vê armancê jî bayê şovenîzmê daye rakirin!. Gerçî xewna wî Kerkûk e, belêm ew jî
baş dizane ku encama sefereke wisa dê bo wan bibe felaketa herî mezin.
Lewma berê dasa xwe fireh digire, lê di gava ewil ya sefera xwe da ji
belavkirina hêzên PKKyê yên li Qendîl jî razî xuya ye. Lê belê, nizane
ku telafeta wan ya di rêya Qendîl da, dê ji telafeta Çiyayên Allahûekbara
Sariqamişa Qersê girantir be. Şik têda nîne ku Kurdistan jî hem ji
alîyê jîyana xelkî ve, hem jî ji alîyê mal û maddî û xwezayê ve dê
ji êrişeke wisa zerareke mezin bibîne. Belêm esas zerara mezin dê
dewleta Tirk û xelkê Tirk bibîne. Têkoşer û berxwedêrên li Çîyayên
Kato, Cîlo, Sinbî, Metîna û Qendîl dê destanan binivîsin. Ertêşa
Buyukanit hêj li Gelîyê Zê di nav tengavîyê da ye û nikare xwe bigihîne
Gelîyê Berwarîyê jî. Hêzên gerîlla û pêşmergeyan bi hev ra û
bi giyanekî neteweyî, dê
di enîya parastina welatê hetavê, Kurdistanê da, zafereke mezin bi dest ve bînin.
Ji reftara general Buyukanit û bi giştî ertêşê û polîtîka
nasyonalîzma Tirkî, Pan Tirkîzmê, her di serî da xelkê Tirk dê bixusure.
Ji nihe ve hezîmeta ertêşa Tirk xuya ye. Bila ji bîr nekin, aqîbeta
Buyukanit û ertêşa wî jî dê wekî ya Enwer Paşayî be û
„prestîj“a Buyukanit jî
ya ertêşa Tirk jî, dê di bin „mekap“ên gerîlla û pêşmergeyan
da tarûmar
bibe!.. Lewma
xelkê Tirk, Tirkên aştîxwaz, demokrasîxwazên Tirk û hemû Tirkên
dijî şerî, divêt bizaveke xurt bidine dest pê kirin dijî vê polîtîka
Enwer Paşayîst ya maceraperês ya generalên xwe yên leşkerî û sivîl
yên neo ittihad terakkîst.
ROJAN
HAZIM
30
Gulan 2007