paşve

Gelo Tirkîye li aştîya xwe digere?

 

ROJAN HAZIM

 

Însîyatîva Aştîya Demokratîk eve midehek e ketîye nav xebateke tîr û li delîveyên pêkhatineke aştîyane digere. Serê vê bizavê komeke ronakbîrên Tirk û Kurd û kêmanîyên dî dikêşin û bi armanca aştîyê li serbajêrê Komara Tirkîyeyê [TC], Ankarayê, [13 – 14 Çile 2007], konferansek bi slogana ­‘Tirkîye li aştîya xwe digere’ pêkînan. Karekî xêrê ye û helbet tête hêvî kirin ku serbikeve û ev dengê aştîyê bigihe mezinên dewleta Tirk yên li Ankarayê û Tirkîye aştîya xwe bibîne.

Lê belê, ji ber ku sicîla TCyê neku xirab e, hind reş û tarî ye ku bivê nevê pirsa ” gelo” di serê mirovan da peyda dibe. Dîroka vê dewletê bi kirêtî û qirêjîyan ve tijî ye, heta gewrîya xwe di nav xwûna xelkên cîran da ye. Çu cara bi xelkên cîran ra aşt nebûye, hetta elîta dewletê digel xelkê xwe jî aşt û aram nebûye. Di ser da jî eve dehan sal e ku xelkê Kurd bi nifûsa xwe ya milyonan doza mafên xwe yên mirovî, doza wekhevîyê, ya azadîyê dike, ji ber van armancên heq bedelên giran dide, bedenên ciwanên xwe yên ter û taze dide erdî, xwe diperitîne, lê ma xema TCyê ye!. Ew ne sarîya şerê germ di patika xwe da his dike, nejî çiveçiva fîşekan dibihîze. Heta berî çend salan, roj nebû ku termekî leşkerê xwe raneke, lê disa ve bêxem bû û îro jî bêxem e!. Mekanîzmaya mantiqî ya dewletê îflas kirîye, ji şer, kuştin, xirabkirin û wêrankirinê pêve tiştekê ne dihizire, nejî dixwaze bihizire. Dewletek hinde kor nabe, ji bo rika xwe ya kompleksîv hazir e ku xelkekê qir jî bike, ku di dîroka xwe da kirîye. Tehemmul nakin ku ew Kurdên ku ew hêj jî ”kiro” dibêjin, îro di meydanan da bêyî tirs û xof xwasteka wekhevîyê diqîrin, ji bo mistek esmanekî azad xwe li deşt û çîya feda dikin. Bi kompleksa “mezinahîyê”, ”em dê çawa van kiroyan muhatab wergirin” dibêjin û esasen xwe biçûk dikin. Daku ji navê Kurd behs nekin, xwezî û daxwazên wan nebihîzin, maskeyên reş û tarî dikêşin ser û çavên xwe. Boçi? Çiku terefê neheq in, baş dizanin ku di çeperê neheqîyê da ne. Naxwazin vê neheqîya xwe bibînin û naxwazin çu kes jî vê neheqîya wan bo wan bêje anjî bîne bîra wan. Ev kîn û xereza wan ya beramberî xelkê Kurd û pêşeng û têkoşerên wê, bêbinas nîne. Kana vê nefreta wan, ew neheqîya wan e. Li ber mexdûrîyeta xelkê Kurd, li pêş serbilindî û mexrûrîyeta pozîtîv ya xelkê Kurd, xwe biçûk dibînin, xwe şkestî û hilweşîyayî his dikin, çiku baş dizanin ku Kurd wekî terefê mexdûr heq in, di çeperê heqîyê da ne û doza heq û huqûqê dikin. TC û hemû organ û mekanîzmayên wê, rêber û rêvebirên wê, li pêş xelkê Kurd û pêşengîya wê stûxwar in, çavşor in û bi vê kompleksê jî har û hêc in. Kir û kiryarên wan yên heta îro vê neheqî û kompleksa wan ya beramberî heqîya xelkê Kurd, bi hemû zelalîya xwe ve nîşan dide.

Ji ber hindê ye ku bi israr ji hemû hewildanên pêkhatin û aştîyane direvin. Baş dizanin ku wan hêj ji nihe ve berze kirîye, li ber bizava neteweyî ya xelkê Kurd şkestine. Şerxwazîya wan, êrişkarîya wan ji ber vê têkçûna wan e. Hêj ji îro ve mexlûb in, Kurd xalib in. Bi kompleksa salan naxwazin qebûl bikin ku ew mexlûb bûne, Kurd xalib bûne. Rûniştina ser maseya aştîyê, pêkhatina digel xelkê Kurd adeta bo xwe mirin dibînin. Lê belê, çare jî nîne û wekî gotina hizar salî, çu faydeyê tirsê ji bo ecelê nîne û dûr an nêzîk dê mecbûrî maseya lihevhatinê bibin û ya rastî dê ji teref mexdûran ve bêne mecbûr kirin ku rûnin ser maseya aştîyê. Nimûneyên bi vî rengî li dora xwe dibînin û taya mirinê wan digire. Xwezaya rik û rikeberîyan ev e, lihevhatin! Aştî, pêkhatin, lihevhatin di navbeyna raqiban da, dijminan da çêdibe. Kurd û Tirk di şertên îro da li du çeperên dijî hev rawestane û pozisyon wergirtine. Kurd li terefê heqîyê, Tirk jî li milê neheqîyê ne. Dîrokê hizar car nîşan daye ku, dûr an nezîk, heqî zora neheqîyê dibe, terefê heq serdikeve, alîyê neheq bindikeve. Ev encame di rikeberîya Kurd û Tirkan da jî dê wisa be. Şkestin û binketina TCyê ji nihe ve tête dîtin. Vêca Kurd wekî terefê mexdûr û heq, dixwazin ev demê rikeberîyê dirêj nekêşe, xwûn zêde nerije, dijminahî kûrtir nebe, hêj rê nêzîk, TC ji rika xwe ya negatîv vegere û rê li ber aştîyê veke û digel xelkê Kurd pêkbêt. Lewma ev hewildanên bi armanca pêkînana aştîyê têne kirin baş in, di cih da ne û divêt bêne destek kirin. Terefê heq û bi xwe û têkoşîna xwe bawer, ji van hewildanên aştîyane xwe dûr nake, xwe jê banade. Tebîetê terefê neheq e ji hewildanên aştîyê revîn, çiku ne bi xwe nejî bi şerê xwe bawer in.

Ji ber vê yêkê, ev karê aştîxwazî yê ku ronakbîrên herdu neteweyan û yên ji kêmanîyên dî pê rabûyî, hem xebateke zor û dijwar e, hem jî xêra hemû xelkan têda heye û armanceke qencî û xêrê ye. Belêm ji tecrubeyên salan kivş e ku kes û hêzên aştîxwaz divêt bi gavên destpêkê nemînin, hêvîyên xwe neşkênin, bi sebir bin û ya herî giring ji bo bidestxistina aştîyeke maqûl, dadyar û mayînde, ji bo aştîyeke pozîtîv, bi israr bin û organîze bin. Dewleta Tirkîyeyê û ev rêber û rêvebirên wê yên bêvizyon û bêhesû, tengbîn û kîndar, dê bi hemû dek û dolaban rêya aştîyê bigirin, cepheyê şer xurt û gur bikin. TC bi van polîtîkên xwe yên îro “li aştîya xwe” nagere mixabin. Lê divêt di cepheyê aştîxwazan da jî rik hebe. Wekî xelk dibêje, cepheyê binamûsan jî divêt hindî cepheyê bênamûsan bi cisaret be û gavan paşve neavêje.

Tête hêvî kirin ku cêpheyê aştîxwaz, ser ji cêpheyê şerxwaz bistîne.

ROJAN HAZIM

13 Çile 2007  

serî