paþve

 

Gelîyê Zê û Dien Bien Fu

 

ROJAN HAZIM

 

Ertêþa Tirk bi navê dewleta Tirk, ji Guruna Sêwasê heta nîveka Gelîyê Zê, parçeyê herî mezin yê Kurdistanê dagîr kirîye. Kurdistan di bin postalên ertêþa Tirk da dagîr e û di bin zordestîya dewleta Tirk da kolonî ye. Zulmeke nedîtî dike li xelkê Kurd û Kurdistanê dewleta Tirk. Vê gavê jî dixwaze tixûbên dagîrîyê firehtir bike. Çavên xwe berdane parçeyê navincî, anku parçeyê baþûr jî. Misqalek þik têda nîne ku armanca dewleta Tirk pêkve Kurd in û dixwaze ji bakur heta baþûr, heke jê bêt, Kurdan bi hemû destkevtan ve adeta wekî lehîyekê ramale û bibe birêje Deryaya Besrayê!. Nikarin, ew cuda ye, belêm eve nîyeta wan, xwezî û daxwaza wan e û naveþêrin jî. Di serî da baþûrî û pêkve Kurd, divêt li goreyî vê nîyeta dijminane ya dewleta Tirk pozisyonê werbigirin.

Dewleta Tirk eve serê dehan salan e bêdadîyeke mezin dike li Kurdistanê. Ji kuþt û kuþtdarîyê, heta xirabkirina demografîyê û herweha sotin û kavil û wêrankirina Kurdistanê, di nav pratîkeke hovane da ye. Beramberî vê zulma nedîtî, xelke Kurd jî berxwedaneke mezin nîþan dide. Bi taybetî ji çarêka dawîyê ya sedsala bîstan were, ji Guruna Sêwasê heta Gelîyê Zê yê Hekarîya têkoþîneke berfireh tête dan û dijmin ji gelek alîyan ve jî hatîye asteng kirin û þidandin. Îro vê têkoþîna mezin reng û rûyekî nû girtîye. Bi navê xelkê Kurd, heza gerîla, HPG, bi berxwedaneke xurt çeperên dijmin hind dide zorê ku ev ertêþa hinde bi nav û deng ya dewleta Tirk û Natoyê nikare xwe li ber bigire. Þer li ber û piþt û rex û rûyên Gelîyê Zê berdewam e. Gelîyê Zê bûye sentrala þerê man û nemanê. Gelîyê Zê ji bilî cihê pratîka þer, êdî bûye sembol jî bo herdu çeperan. Ertêþa dagîrker ji bo serkevtinîya xwe mangehên gerîla yên li Gelîyê Zê kirine armanca vegirtinê!. Belêm HPGyê jî Gelîyê Zê bo xwe kirîye sembola serkevtinê. Di vê rikeberîyê da þik têda nîne ku serkevtin dê ya xwudane Gelîye Zê be. Ertêþa dagîrker di van þertên konjonkturel da dikare belkî midehekê xwe li vî gelîyê asê bisitirîne, belêm îlanîhaye nikare. Xwudanên vî gelîyê pîroz, vî keysî nadine dagîrkeran. Bi navê xelkê Kurd, hêza gerîla, HPGyê di berxwedana xwe ya hinde salan da û bi taybetî jî di þerê 21ê Sibatê da dubare ”isbatî ruþd” kirîye ku hêz û îradeya serkevtinê têda heye. Ertêþa Tirk bi hizaran leþkerê xwe yê goya bijare û hemû teknolojîya xwe ya þer êxiste nav pratîkê. Lê belê, li kî derê asê bûye? Li Gelîyê Zê!. Gelîyê Zê, çeperê serkevtina bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Gelîyê Zê ji bo parçeyê baþûr jî bû xeta destpêkê ya serkevtinê, dê ji bo bakur jî bibe rampeyê firîna ji bo serkevtinê. Xelkê me yê baþûr jî ji Gelîyê Zê pêve ber bi baþûr çeperên rejima Seddam þkandibûn û gihiþtibûn armancê. Serûkahnîya Ava Zê bakur e. Deþt û zozanên bilind yên Elbaka Hekarîya, serûkahnîya Ava Zê ne. Ava Zê di nav wî gelîyê kûr û asê yê Hekarîya da diherika ber bi baþûr ve. Gelîyê Zê ji bo þkandina çeperên dagîrkerîyê û sîstemê kolonyalîzmê tixûbê depara rabûn û beza þoreþê ye. Vê gavê vê rola xwe ji bo bakur dileyize. Qismê mezin yê Gelîyê Zê li bakur e û di bin dagîrîya ertêþa dewleta Tirk da ye. Qismê baþûr rizgarkirî ye û herweha cih û warê sitirîn û mana gerîla ye û gerîla ev gelîye kirîye warê berxwedaneke xurt û serkevtî yê têkoþîna xelkê Kurd.

Gelîyê Zê, ji bo bizava neteweyî ya xelkê Kurd û þerê dijî dagîrkerîya dewleta Tirk, çeperê ”Dien Bien Fu”ya Vîetnamê ye. Xelkê Vîetname çawa 7ê Gulana 1954ê piþta ertêþa Fransa li Dien Bien Fuyê þkand û dergehê serkevtina Vîetname ji bakur ve vekir, Gelîyê Zê jî dê wisa be. Ertêþa Tirk di Gelîye Zê da rastî hezîmeteke mezin hatîye. Hezîmeta ertêþa Fransa çawa bû li Dien Bien Fuya Vîetnamê, hezîmeta ertêþa Tirk jî li Gelîyê Zê dê wisa be. Gelîyê Zê îro bûye sergûvkê maþîn û Helîkopterên ertêþa Tirk yên ku gerîla þkandî û êxistî. Serkevtina dawîyê ya berxwedana 21ê Sibatê ye û ev grafîka serkevtinîyê dê bi bilindî dom bike. Ertêþê 21ê Sibatê bi hejmareke mezin xwe berda vî gelî, belêm îro têda maye. Gelîyê Zê bi kûrahîya xwe, bi bilindahîya çîya û betenên xwe û di vê zivistanê da jî bi befra xwe ya ku dibe bereketa xwezaya Kurdistanê, bûye goristana leþkerên Tirk. Li Hezîrana 97ê jî li Gelîyê Zê Helîkopterek hatibû êxistin. Vê carê jî gerîlayên HPGyê 23yê Sibatê [2008] Helîkoptereke Kobra êxistin. Hem êxistina Helîkopteran, hem zeyîata canî ya ertêþê bi zelalî nîþan dide ku þkestina çeperê dagîrkerîya ertêþa Tirk ji Gelîyê Zê dest pê kirîye. Gelîyê Zê, serê davê ye û veresîye. Ev veresîna cepheyê dagîrîya ertêþê dê heta Guruna Sêwasê biçe û ev berxwedan û têkoþîna bizava neteweyî ya xelke Kurd û hêza gerîla, heta ku dawîyê li dagîrkerîyê û sîstemê kolonyalîzma dewleta Tirk bîne dê dom bike. Serkevtina Gelîyê Zê, wekî serkevtina Dien Bien Fuya Vîetnamê ye. Kolonyalîzm û dagîrkerîya dewleta Tirk, sembolîk jî be, li Gelîyê Zê hatîye þkandin û eve dê hemle bi hemle, qonax bi qonax ber bi jor ve biçe heta rizgarîya mezin.

Êdî berpirsiyarî ketîye ser milê hemû Kurdan: Xeleka destek û piþtevanîya li dor hêza parastina Kurdistanê, li paþ hêza gerîla, HPGyê, divêt bête mezintir kirin!.

ROJAN HAZIM

28 Sibat 2008

serî